KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es22 rûp. 37-46
  • Nîsan

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Nîsan
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2022
  • Binserî
  • Înî, 1 Nîsanê
  • Şemî, 2 Nîsanê
  • Led, 3 Nîsanê
  • Duşem, 4 Nîsanê
  • Sêşem, 5 Nîsanê
  • Çarşem, 6 Nîsanê
  • Pêşem, 7 Nîsanê
  • Înî, 8 Nîsanê
  • Şemî, 9 Nîsanê
  • Led, 10 Nîsanê
  • Duşem, 11 Nîsanê
  • Sêşem, 12 Nîsanê
  • Çarşem, 13 Nîsanê
  • Pêşem, 14 Nîsanê
  • ROJA BÎRANÎNÊ
    Çaxê Ro Çû Ava
    Înî, 15 Nîsanê
  • Şemî, 16 Nîsanê
  • Led, 17 Nîsanê
  • Duşem, 18 Nîsanê
  • Sêşem, 19 Nîsanê
  • Çarşem, 20 Nîsanê
  • Pêşem, 21 Nîsanê
  • Înî, 22 Nîsanê
  • Şemî, 23 Nîsanê
  • Led, 24 Nîsanê
  • Duşem, 25 Nîsanê
  • Sêşem, 26 Nîsanê
  • Çarşem, 27 Nîsanê
  • Pêşem, 28 Nîsanê
  • Înî, 29 Nîsanê
  • Şemî, 30 Nîsanê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2022
es22 rûp. 37-46

Nîsan

Înî, 1 Nîsanê

Çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê (Rom. 15:4).

Gelo çetinayên te hene? Dibeke xûşk yan birakî dilê te êşandiye (Aqûb 3:2). Yan jî, dibeke hevalxebatçî yan hevaldersxanên te qerfên xwe te dikin, çimkî tu xizmetkarê Yehowa yî (1 Petrûs 4:3, 4). Dibeke hine merivên te naxwazin ku tu herî civîna yan jî derheqa baweriya xwe kesekî dinra gilî kî (Metta 10:35, 36). Gava tengasiyên me yên giran hene, carna gelek zor e ku em amin bimînin. Lê em dikarin bawer bin ku çi tengasiyên me hebin jî, Yehowa wê bîlanî û qewatê bide me ku em sebir kin. Kitêba Pîrozda, Yehowa nîşanî me dike ku merivên qisûrdar çawa himberî tengasiyên giran amin diman. Çawa ku Pawlosê şandî nivîsîbû, Yehowa dixwaze ku em ji serhatiyên usa dersa hîn bin. Xwendina van serhatiya dikare dilbînî û hêviyê bide me. Lê seva ku em bi rastî karê bistînin, ne bes e ku em tenê Kitêba Pîroz bixûnin. Gerekê em îznê bidin ku Nivîsarên Pîroz ser fikrên me hukum bikin û dilê me bigirin. w21.03 14 ¶1-2

Şemî, 2 Nîsanê

Çevêd xwe vekin û dîna xwe bidine zeviya, ew çawa zer bûne, dirûtinêra hazir in! (Yûhn. 4:35)

Hûn merivê kîjanara şedetiyê didin, ser wan usa dinihêrin, çawa zeviyên dirûtinêra hazir? Hergê hûn ser wana usa binihêrin, hûnê bigihîjine sê nêta: Ya pêşin, hûnê hê bi xîret xizmet bikin, çimkî wextê dirûtinê gelek nakişîne, û wede gerekê badîhewa neyê xerckirinê. Ya duda, hûnê şabûnê bistînin, gava bivînin ku meriv ça guh didine mizgîniyê. Kitêba Pîroz dibêje: “Meriv wextê dirûtinêra şa dibin” (Îşa. 9:3, DT). Û ya sisiya, hûnê ser hemû meriva usa binihêrin ça ser xûşk-bira, û hûnê cûrê belakirina mizgîniyê biguhêzin, seva bigihînine dilê wan. Îsa nedifikirî, wekî Samerî tu car wê nebine şagirtên wî, çawa ku dibeke hine şagirtên wî difikirîn. Çira? Çimkî ew bawer bû, wekî ewana dikarin bibine şagirtên wî. Em jî gerekê ser merivên mihala xweda usa binihêrin. Vê yekêda Pawlosê şandî mera meseleke baş hîştiye. Çaxê ewî şedetî dida ça têderdixist ku ewana çi bawer dikin, ça serva diçû ku çi wanra hewas e, û çira bawer dikir ku ewana dikarin bibine şagirtên Îsa. w20.04 8-9 ¶3-4

Led, 3 Nîsanê

Dîyarê mirîya û gelîyê hey-wayê li ber Xudan in, îdî ku ma dilê ewledêd mêriv (Metlk. 15:11).

Dewsa hindava xûşk-birada gazina bikin, hê baş e em her tiştî bikin, seva wana fem kin. Tenê kesek dikare me bi temamî fem ke, ew heye Yehowa. Ji Yehowa bixwazin, ku alî we bike nav merivada vê yekê bivînin, çi ku ew divîne, û fem bikin ku ça hindava wanda dilşewat bin. Hûn nikarin bijbêrin, ku kîjan xûşk yan bira hêja ye, ku hûn hindava wîda dilşewat bin. Her kes ji wana rastî problêma tên, mîna yên Ûnis, Êlyas, Hacer û Lût. Cara ewana xwexa dibine sebebê problêmên xwe. Û bi rastî em gişk jî cara xwexa xwe dikine nava problêma. Lema jî wê bîlanî be, ku ji Yehowa hîvî kin, wekî alî me bike, seva em hindava hevda şewat bin û hev fem kin (1 Pet. 3:8). Çaxê em gura Yehowa dikin, em tifaqiyê dikine nava malbeta xweye hemdinyayê, ku mexsûs e û ji cûre-cûre meriva ye. Lema were em xwera nêtê daynin, ku guh bidine xûşk-bira, wana hê rind nas kin û hindava wanda dilşewat bin. w20.04 18-19 ¶15-17

Duşem, 4 Nîsanê

Mesîh xwexa jî bona we cefa kişand û nexşek wera hişt (1 Pet. 2:21).

Îsa meseleke gelek baş hîşt vê yekêda, ku gura Yehowa bikin. Cûrekî ferz ku gura Yehowa bikin ew e, wekî çiqas dikarin pêgeha Îsada herin (Yûhn. 8:29). Seva em berdewam kin nava rastiyêda bijîn, em gerekê bawer bin wekî Yehowa Xwedayê rastiyê ye û ew çi ku bi Kitêba Pîroz mera dibêje, rastî ye. Em gerekê usa jî bawer bin, wekî Îsa Mesîhiyê sozdayî ye. Gelek dudilî dibin, wekî Îsa hatiye kifşkirinê ça Padşê Padşatiya Xwedê. Yûhenna digot wekî fesal bin, çimkî hebûn “gelekêd ku xelqê ji rê derdixin”, kîjana dikaribûn wan meriva bixalifînin, yên ku hazir nîbûn baweriya xwe hindava rastiya derheqa Yehowa û Îsa biparêzin (2 Yûhn. 7-11). Yûhenna nivîsî: “Kî ye derewîn? Hema ew e, yê ku dibêje: ‘Îsa ne Mesîh e’” (1 Yûhn. 2:22). Seva em neyne xalifandinê, riya tek ev e, ku Xebera Xwedê lêkolîn bikin. Tenê hingê emê Yehowa û Îsa rind nas kin (Yûhn. 17:3). Û tenê hingê emê bawer bin, wekî em rastiyê zanin. w20.07 21 ¶4-5

Sêşem, 5 Nîsanê

Nig nedine li ber bira, ku nelikumin (Rom. 14:13).

Dîsa çi cûreyî nebine “kevirek li ber nigê” xûşk-bira, ew e ku bihêlin ewana xwexa safîkirina bikin çawa dixwazin, ne ku zorê wan bikin, wekî mîna me safîkirina bikin (Rom. 14:19-21; 1 Korn. 8:9, 13). Wî cûreyî, em mîna reviyê lecmeydanêda nînin, yê ku xelatê tenê xwera dixwaze. Ewana yên mayîn dev didin, seva ku pêşiya wan kevin. Lê em mîna wan reviya nînin, em hevra nakevine lecê (Galt. 5:26; 6:4). Nêta me ew e ku çiqas dikarin alî geleka bikin, wekî tevî me xeza fînîşê derbaz bin, û xelata jîyînê bistînin. Lema jî em şîreta Pawlos tînin sêrî, ku “tenê li kara xwe negerin, lê . . . li kara hevalê xwe jî” (Fîlî. 2:4). Yehowa ji hizkirinê soz dide, wekî xilaziya reva lecmeydana me, wê xelatê bide me, dêmek jîyîna heta-hetayê, ser ezmana yan jî cinetêda ser erdê. w20.04 28 ¶10; 29 ¶12

Çarşem, 6 Nîsanê

Evana ew in, yêd ku ji wê tengasiya mezin hatine (Eyan. 7:14).

Bi mîlyona Mesîhî ça jin usa jî mêr, wê derbazî dinyaya nû bibin. Serda, yên ku li dinyayê sax bimînin wê rabûna bi mîlîarda însana bivînin. Bîne ber çevê xwe ku emê seva vê serketinê çiqas şabûnê bistînin! (Kar. Şand. 24:15) Usa jî, her kesê ku bi temamî Yehowara amin e, wê li ser mirina bi mîratstandî serkeve û heta bi hetayê bijî. Gelo em bona elametiya ku Pawlosê şandî derheqa rabûna miriya Korintiyara nivîsî, şêkirdar nînin? Wê baş be ku em guh bidin temiya Pawlos ku em “her gav şixulê Xudanda pêşda herin” (1 Korn. 15:58). Heger em vî îşî bi xîret û bi aminî bînin sêrî, emê bereketên mezin bistînin. Belê, emê dilxweşîke haqas mezin bistînin, ya ku me xeyal jî nedikir. Emê bivînin ku xebata me li ber Xudan, boş-betal nîne. w20.12 13 ¶16-17

Pêşem, 7 Nîsanê

Ordiyêd wanva li cîkî civiyayî [bûn], wekî şerê xwe tevî wî siyarê hespê boz û ordiya wîva bikin (Eyan. 19:19).

Hergê em binihêrin pêxembertiyên ji Hezeqêl 38:10-23; Daniyêl 2:43-45; 11:44–12:1; û Eyantî 16:13-16, 21, emê bivînin wekî ew hemû pêxembertî derheqa wedekî dibêjin. Li gora vê yekê, em dikarin axiriyêda hîviya wan tişta bin. Hine wext paşî destpêka tengasiya mezin, “hemû padşêd dinyayê” wê koalîsya mileta saz kin, dêmek bibine komek (Eyan. 16:13, 14). Eva wê ew koalîsya be, kîjan ku Kitêba Pîroz nav dike “Gog ji welatê Magogê” (Hezql. 38:2). Ev koalîsya mileta, wê miqabilî cimeta Xwedê derkeve û bixwaze bi temamî qira wê bîne. Derheqa wî wedeyî, Yûhennayê şandî xewn-xeyalêda dît, wekî teyroka gir ser dijminên Xwedêda dibare. Ew teyrok bi sîmbolîk dibeke tê hesabê dîwana sert, ku cimeta Yehowa wê merivara elam kin, ya ku wê hêrsa Gog ji Magogê rake, seva miqabilî cimeta Xwedê derê û ser rûyê erdê wana bi temamî kuta ke (Eyan. 16:21). w20.05 15 ¶13-14

Înî, 8 Nîsanê

Hûn ku xirab in, zanin tiştêd qenc bidine zarêd xwe, lê Bavê ezmana wê çiqas zêde ruhê pîroz bide ewêd ku ji wî dixwazin (Lûqa 11:13).

Qewata Xwedê ew heye pêşkêşa ku em gerekê gelek qîmet bikin. Em dikarin razîbûna xwe bona ruhê pîroz hê zêde kin, hergê bifikirin ku roja îroyîn ruhê pîroz çi dike. Bînin bîra xwe, Îsa pêşiya ku biçûya li ezmên, gote şagirtên xwe: “Gava ruhê pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û . . . heta serê dinê jî bibine şedêd min” (Kar. Şand. 1:8). Pê alîkariya ruhê pîroz, ji her çar qulbên dinyayê weke 8 mîlyon nîv meriv bûne xizmetkarên Yehowa. Em usa jî şabûnê distînin ku cineta ruhanîda nin, çimkî ruhê Xwedêyî pîroz alî me dike em hunurên bedew nav xweda pêşda bînin, ew hene hizkirin, şabûn, edilayî, sebir, qencî, şîrinayî, bawerî, milûktî û xwegirtin. Ev hunur ji berê ruhê pîroz in (Galt. 5:22, 23). Rastî jî ruhê pîroz pêşkêşeke çiqas qîmet e! w20.05 28 ¶10; 29 ¶13

Şemî, 9 Nîsanê

Mirin rûyê merivekîda bû, bi merivekî jî wê rabûna miriya bibe (1 Korn. 15:21).

Em çima difikirin ku emê kesên rakirî nas bikin? Mesele, demên berêda, gava Yehowa kesek ji mirinê radikir, vî kesî eynî xuya dikir, xeber dida û difikirî. Ça tê kifşê, Yehowa wê dîsa usa bike. Usa jî, Îsa Mesîh mirin beramberî xewê dikir, lema rabûna ji mirinê weke hişyarbûna ji xewê ye (Met. 9:18, 24; Yûhn. 11:11-13). Gava kesek ji xewê hişyar dibe, şikil û şemal, deng û bîra wî dîsa eynî ne. Ka serhatiya dostê Îsa Lazar bîne ber çevê xwe. Ew çar roj mirî bû, lema bedena wî îda dirizî. Lê belê, gava Îsa ew ji mirinê rakir, Meryem û Mertayê ew nas kir, û kifş e ku Lazar jî ew nas kirin (Yûhn. 11:38-44; 12:1, 2). w20.08 14 ¶3; 16 ¶8

Led, 10 Nîsanê

Xilazbûn ji destê Xwedêyê me ye, Yê ku li ser text rûniştî ye û ji destê wî Berxî ye (Eyan. 7:10).

Ber çevê Xwedê qîmeta mesîhiyên bi ruh kifşkirî û qîmeta pezên din mîna hev e. Ewî emrê Kurê xweyî delal him bona kesên bi ruh kifşkirî him jî bona pezên din berva da. Firqî di nav wanda tenê ev e ku hêviyên wan ji hev cude ne. Her du kom gerekê Xwedê û Îsa Mesîhra amin bimînin (Zebûr 31:23). Bîr neke ku ruhê Xwedêyî pîroz dikare bi eynî qewatê li ser me hemûya hukum bike. Lema hewcedariya wan çi be jî, Yehowa dikare ruhê pîroz bide him kesên bi ruh kifşkirî him jî pezên din. Yehowa hêvîke xweş daye hemû xizmetkarên xwe (Yêremya 29:11). Xwedê û Îsa Mesîh rê vekirin ku em jiyîna herheyî bistînin. Bîranîna Mirina Îsa Mesîh mecaleke baş e ku em razîbûna xwe wanra nîşan bikin. Bona me, Bîranîna Mirina Îsa Mesîh bêşik roja herî ferz ya temamiya salê ye. w21.01 18 ¶16; 19 ¶19

Duşem, 11 Nîsanê

Vê yekê bona bîranîna min bikin (1 Korn. 11:25).

Piraniya xizmetkarên Yehowa hîviya jiyana li ser erdê ne, lê ewana çira têne ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh? Çawa ku heval teglîfa bûk û zeva qebûl dikin, pezên din jî diçin ser Bîranînê, çimkî ewana Îsa Mesîh û mesîhiyên bi ruh kifşkirî hiz dikin û dixwazin piştgiriya wan bikin. Pezên din nîşan dikin ku ewana qurbanbûna Îsa Mesîh qîmet dikin, yê ku emirê xwe berva da, wekî ewana bikaribin heta-hetayê li ser erdê bijîn. Menîke mayîn ku çira pezên din têne ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh ev e, ku ewana dixwazin guh bidin temiya Îsa Mesîh. Gava Îsa Mesîh ev şîva mexsûs tevî şandiyên xwe yên amin derbaz kir, ewî wanra got: “Vê yekê bona bîranîna min bikin” (1 Korintî 11:23-26). Lema, heta ku hine kesên bi ruh kifşkirî hê li ser erdê ne, pezên din wê Bîranîna Mirina Îsa Mesîh derbaz bikin. w21.01 17-18 ¶13-14

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 9 Nîsanê) Yûhenna 12:12-19; Marqos 11:1-11

Sêşem, 12 Nîsanê

Bi vê yekê hizkirina Xwedê hindava meda xuya bû, gava ku ewî Kurê xweyî Tayê Tenê şande dinyayê, wekî em bi wî bijîn (1 Yûhn. 4:9).

Hizkirina rastî gerekê bi kirinên baş bê eyankirinê (Aqûb 2:17, 26 jî binihêre). Mesele, Yehowa me hiz dike (1 Yûhenna 4:19). Hizkirina wî, ji gotinên xweş, yên ku li Kitêba Pîroz hatine nivîsarê, eyan dibe (Zebûr 25:10; Romayî 8:38, 39). Lê belê, em hizkirina Xwedê ne tenê ji gotinên wî, lê ji kirinên wî jî divînin. Yehowa îzin da ku Kurê wîyî delal bona me êşê bikişîne û bimire (Yûhenna 3:16). Gelo ev yek îzbat nake ku Yehowa Xwedê bi rastî me hiz dike? Gava em guhdariya Yehowa û Îsa Mesîh dikin, em îzbat dikin ku em wana hiz dikin (Yûhenna 14:15; 1 Yûhenna 5:3). Yek ji temiyên Îsa Mesîh ev bû ku em hevdu hiz bikin (Yûhenna 13:34, 35). Gerekê em ne tenê bi gotinên xwe, lê bi kirinên xwe jî nîşan bikin ku em xûşk-bira hiz dikin (1 Yûhenna 3:18). w21.01 9 ¶6; 10 ¶8

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 10 Nîsanê) Yûhenna 12:20-50

Çarşem, 13 Nîsanê

Min hûn dost hesab kirin (Yûhn. 15:15).

Ewên ku bi ruhê pîroz kifşkirî ne, hêviya wana ew e, ku heta-hetayê tevî Îsa Padşatiya Xwedêda padşatiyê bikin. Ewana wê tevî Îsa bin, wî bivînin, û tevî wî xeber din (Yûhn. 14:2, 3). Lê ewên ku ser erdê bijîn, ewana jî wê hizkirina Îsa bivînin. Rast e ewana wê Îsa nevînin, lê wê mecala wan hebe bibine dostên wîyî hê nêzîk û ji jîyîna heta-hetayê lezetê bistînin, kîjan Yehowa û Îsa wê bidine wan (Îşa. 9:6, 7). Çaxê em teglîfkirina Îsa qebûl dikin, ku bibine dostên wî, em gelek kerema distînin. Mesele, îda nihada em hizkirina wî texmîn dikin û alîkariya wî distînin. Hin jî mecala me heye, ku jîyîna heta-hetayê bistînin. Lê ya lape ferz ew e, ku bi saya dostiya tevî Îsa, em dikarin heleqetiya herî qîmet qazanc kin, dêmek dostiya tevî Bavê wî, Yehowa. Rastî jî qedirekî çiqas mezin e, ku em dikarin bibine dostên Îsa! w20.04 25 ¶15-16

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 11 Nîsanê) Lûqa 21:1-36

Pêşem, 14 Nîsanê

Hemûyêd ji Mesîh bûyî wê sax bin (1 Korn. 15:22).

Pawlos nema xwe şagirtên bi ruhê pîroz bijartîra dinivîsî, yên ku wê bona jiyana her-heyî ji mirinê bihatana rakirin. Pawlos got ku ew “buhurtî-jibarebûyiyêd yektiya Mesîh Îsada, yêd pîrozbûnêra gazîkirî” bûn. Usa jî, ewî besa hine kesa kir, “ewêd baweriya Mesîhda jî mirine” (1 Korn. 1:2; 15:18; 2 Korn. 5:17). Nema dinda, Pawlos nivîsî ku yên ku wê mîna Îsa Mesîh bimirin wê mîna wî bên rakirin (Rom. 6:3-5). Îsa Mesîh wek ruh hat rakirin û çû ezmana. Mîna wî, hemû şagirtên yên bi ruh kifşkirî jî wek ruh tên rakirin û diçin ezmana. Pawlos nivîsî ku Mesîh “rabûye, çawa berê deremeta pêşin ji nava miriya rabûyî” (1 Korn. 15:20). Îsa merivê pêşin bû, yê ku wek ruh ji mirinê hat rakirin û jiyana her-heyî stand. w20.12 5-6 ¶15-16

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 12 Nîsanê) Metta 26:1-5, 14-16; Lûqa 22:1-6

ROJA BÎRANÎNÊ
Çaxê Ro Çû Ava
Înî, 15 Nîsanê

Emê heta-hetayê tevî Xudan bin (1 Têsln. 4:17).

Kesên bi ruh kifşkirî, yên ku rojên meda dimirin, derbêra bona jiyana li ezmana tên rakirin. Ev yek ji gotinên Pawlosê şandî yên li 1 Korintî 15:51, 52 tên fem kirin. Paşî rabûna ji mirinê, ev birên Mesîh digihîjin dilxweşîke mezin. Kitêba Pîroz mera dibêje ku kesên ku “çawa çevê xwe bigirî-vekî” tên guhertin, wê li ezmana çi îşî bikin. Îsa Mesîh wanra dibêje: “Ewê ku serkeve û heta xilaziyê kirêd li gora dilê min bike, ezê wî hukumê ser mileta bidime wî, kîjan min ji Bavê xwe hildaye û ewê pê şivdara hesinî şivantiyê li wan bike, mîna firaqêd çinî wê bipişirîne” (Eyan. 2:26, 27). w20.12 12 ¶14-15

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 13 Nîsanê) Metta 26:17-19; Marqos 14:12-16; Lûqa 22:7-13 (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 14 Nîsanê) Yûhenna 13:1-5; 14:1-3

Şemî, 16 Nîsanê

Mesîh ji mirinê rabûye (1 Korn. 15:20).

Pawlosê şandî Îsa Mesîh wek “berê deremeta pêşin” nav kir, çimkî kesên din jî wê bona jiyana li ezmana ji mirinê bihatana rakirin (1 Korn. 15:18). Dêmek, ewê jî wek Îsa Mesîh ji mirinê bihatana rakirin. Wexta ku Pawlos nema xwe Korintiyara dinivîsî, rabûna bona jiyana li ezmana hê destpênebibû. Pawlos got ku ev yek wê paşê biqewime: “Her kes dora xweda: Pêşiyê Mesîh çawa berê deremeta pêşin, paşê yêd para Mesîh” (1 Korn. 15:23; 1 Têsln. 4:15, 16). Belê, lazim bû ku şandiyên Îsa Mesîh û bijartiyên din hîviya wexta hazirbûna Mesîh bibûna ku xelata ezmanî bistandana û wek Îsa Mesîh bihatana rakirin. Îro, em di vê wexta mexsûsda dijîn (Rom. 6:5). w20.12 5 ¶12; 6 ¶16-17

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 14 Nîsanê) Yûhenna 19:1-42

Led, 17 Nîsanê

Qalibê dêris tê çandinê, yê nedêris wê rabe (1 Korn. 15:42).

Pawlos besa wan kesa dikir, yên ku bi bedeneke ezmanî, dêmek bi “bedena ruhanî” tên rakirin (1 Korn. 15:43, 44). Gava Îsa Mesîh li dinyayê dijît, bedena wî, bedeneke fîzîkî bû, lê gava ew ji mirinê rabû, ew bû “ruhekî jiyîndayînê” û vegeriya ezmana. Mîna wî, şagirtên bi ruh kifşkirî jî wek ruh tên rakirin. Pawlos got: “Me çawa kirasê yê ji xweliyê li xwe kiriye, emê usa jî kirasê yê ji ezmên li xwe kin” (1 Korn. 15:45-49). Dîna xwe bidin ku Îsa Mesîh bi bedeneke fîzîkî nehat rakirin. Li xilaziya zelalkirina têma rabûna miriya, Pawlosê şandî got ku “xûn û goşt li Padşatiya Xwedê nikarin war bin” û herin ezmana. Lema, şandiyên Îsa Mesîh û yên mayîn bi ruh kifşkirî, wê bi bedenên ji “xûn û goşt” nehatana rakirin (1 Korn. 15:50). Gelo ewê kengê bihatana rakirin? Pawlos gotibû ku rabûna miriya wê wexteke şûnda bibe, dêmek ewê derbêra paşî mirinê ranebûna. w20.12 10-11 ¶10-12

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 15 Nîsanê) Metta 27:62-66 (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 16 Nîsanê) Yûhenna 20:1

Duşem, 18 Nîsanê

Mirin, kanê qîlê jera te? Mirin, kanê serketina te? (1 Korn. 15:55)

Ji bîna ber Xwedê, hine şagirtên Îsa Mesîh derheqa hêviya ezmanî dinivîsîn. Mesele, Yûhennayê şandî usa got: “Niha em zarêd Xwedê ne û hela hê ne eyan e emê bibine çi. Lê em vê yekê zanin ku çaxê Îsa eyan be, emê bibine mîna wî” (1 Yûhn. 3:2). Dêmek, şagirtên bi ruh kifşkirî nizanin ku jiyana li ezmana wê çawa be. Lê belê, ew zanin ku gava ewê xelata xwe bistînin, ewê Yehowa rû bi rû bivînin. Kitêba Pîrozda derheqa vê yekê hine elametî heye. Gava Îsa Mesîh “koka her serwêrtiyê, hukumetiyê û qewatê bîne” û “dijminê xilaziyê”, dêmek mirinê, ji kokêva rake, kesên bi ruh kifşkirî wê li cem wî bin. Xilaziyêda, Îsa Mesîh û hempadşên wî wê xwe û her tiştî tesmîlî Yehowa bikin (1 Korn. 15:24-28). w20.12 8 ¶2

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 16 Nîsanê) Yûhenna 20:2-18

Sêşem, 19 Nîsanê

Ez . . . guman im . . . ku hemû heq û neheqê ji mirinê rabin (Kar. Şand. 24:15).

Şagirtên amin, yên ku mirine, lê nehatine hilbijartin ku bi Mesîhra li ezmana bijîn, ewana jî bên rakirin! Kitêba Pîroz dibêje ku Pawlosê şandî û yên bi ruhê kifşkirî wê di rabûna pêşinda bên rakirin (Eyan 20:6). Ev yek nîşan dike ku rabûneke din jî heye. Îbo jî besa vê yekê kiribû (Îb. 14:15). Gava Mesîh “koka her serwêrtiyê, hukumetiyê û qewatê bîne”, yên bi ruh kifşkirî wê li ezmana bin. Paşê, “dijminê xilaziyê ku . . . mirin xwexa ye”, wê kokêva bê rakirin. Belê, mirin wê li ser kesên ku bona jiyana li ezmana tên rakirin, hukum neke (1 Korn. 15:23-26). Kesên ku nehatine hilbijartin ku li ezmana bijîn, dikarin ji van gotinên Pawlos ji rêza vê rojê, hêviyê bistînin. Eşkere ye ku kesên “neheq” nikarin herin ezmana, lema gotinên Pawlos mera eyan dikin ku ewê li rûyê erdê bên rakirin. w20.12 6-7 ¶18-19

Çarşem, 20 Nîsanê

[Mesîh] ez hiz kirim û caniya xwe bona min da der (Galt. 2:20).

Belkî em ji xwe usa dipirsin: “Gelo ez çawa dikarim bizanibim ka Yehowa hê min hiz dike yan na?” Bi eslê xwe, heger tu vê pirsê dipirsî, ev yek tê hesabê ku Yehowa dikare te efû bike. Di sala 1954-da, jûrnala “Birca Qerewiliyêda” usa hatibû gotinê: “Em [belkî] eynî şaşiyê dîsa û dîsa dikin. Dibeke xeysetekî meye berê usa kûr nav meda rûniştiye ku heta niha mera çetin e ev xeyset kokêva derxin. . . . Hêviya xwe unda neke! Nefikire ku te gunekî usa kiriye, ya ku Yehowa nikare efû bike. Şeytan dixwaze ku tu usa bifikirî. Ev yek ku tu seva şaşiya xwe xemgîn î nîşan dike ku tu merivekî xirab nînî û Yehowa dikare bibaxşîne te. Bi milûktî û ji dil ji Xwedê reca bike ku ew te efû bike, îsafa te paqij bike û alî te bike ku tu vê şaşiyê îda nekî. Pêşiya ku Pawlos bû şagirtê Îsa Mesîh, ewî hine gunên giran kiribûn. Pawlos hilbet bîr nekiribû ku ewî çi kiribû (1 Tîmt. 1:12-15). Lê ewî qurbana Îsa Mesîh wek pêşkêşeke şexsî didît. Lema, Pawlos nediket telika xwesûcdarkirinê, lê ewî berdewam kir bi dil û can Yehowara xizmet bike. w20.11 27 ¶14; 29 ¶17

Pêşem, 21 Nîsanê

Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîra bê dayînê. Ew bi merdanî dide hemûya û tu kesî bêqedir nake (Aqûb 1:5).

Gelek telikên Şeytane din jî hene, ku dibine berbi kirên nerast. Lê em çi dikin çaxê wan telika divînin? Hêsa ye xwexa xwe bixapînin. Mesele, dibeke em difikirin: “Ezê bona vê yekê ji civatê neyême derxistinê, lema jî ew tiştekî mezin nîne”. Nihêrandina usa gelek xof e. Hê baş e em wan pirsa bidine xwe: “Dibe ku niha Şeytan dixwaze evê yekê bide xebatê, seva min bive berbi gune? Hergê ez pey xwestinên nerast kevim, ne ezê navê Yehowa bêhurmet kim? Ew yek wê min hê nêzîkî Yehowa ke, yan min ji wî dûr xe?” Ser pirsên usa bifikirin. Dua bikin ku bi helalî xwe bicêribînin, wekî xwexa xwe nexapînin. Usa emê xwe ji telika xwey kin û mîna Îsa wedê cêribandina bêjin: “Dûrî min here, Şeytan!” (Met. 4:10, DT) Bîr nekin qîmeta dilê paravekirî mezin nîne. w20.06 12-13 ¶16-17

Înî, 22 Nîsanê

We her kesîra dibêjim: Çiqas ji we dikeve, ji wê zêdetir nefikirin, lê ser xwe bin (Rom. 12:3).

Em bi milûktî gura prînsîpên Yehowa dikin, çimkî fem dikin, wekî Yehowa timê zane çi bona me diha baş e (Efes. 4:22-24). Hergê em milûk bin, emê qirara Yehowa daynin ciyê pêşin û xwe ser merivara negirin. Usa heleqetiya me tevî Yehowa û xûşk bira wê baş be (Fîlî. 2:3). Hergê em fesal nîbin, nihêrandina merivên vê dinyayê, yên ku qure û xwehiz in, wê ser me hukum be. Ça tê kifşê hine Mesîhiyên qirna yekê ketine ber bayê merivên usa. Pawlosê şandî derheqa vê yekê nivîsî: “We her kesîra dibêjim: Çiqas ji we dikeve, ji wê zêdetir nefikirin, lê ser xwe bin”. Pawlos nedixwest bigota wekî em gerekê derheqa xwe qe nefikirin, lê got wekî zêde nefikirin. Vê yekêda milûktî wê alî me bike ku derheqa xwe zef nefikirin. w20.07 2 ¶1-2

Şemî, 23 Nîsanê

Welat rihet bû û di wan salada cenga [şera] wî tunebû (2 Dîr. 14:6).

Di rojên Asa Padşada, wext hat ku edilayî xilaz bû. Ji mîlyonekî zêdetir eskerên Etyopyayî hicûmî ser welatê Cihûda kir. Fermandarê wan Zerah bawer bû ku ordiya wî wê hêsa bikaribe welatê Cihûda bin dest bike. Lê belê, Asa Padşa baweriya xwe Yehowa anî. Ewî usa dua kir: “Ya Xudan Xwedayê me, alîkariyê bi mera bike! ji ber ku me xwe sipartine te û em bi navê te li dijî vê ajaweyê [elaletê] derketin” (2 Dîr. 14:11). Rast e eskerên Etyopyayî weke du cara ji eskerên Cihû zêdetir bûn, lê Asa zanibû ku Yehowa dikare xizmetkarên xwe biparêze. Bi rastî jî usa bû. Bi alîkariya Yehowa, ordiya Etyopyayî li himberî wan bin ket (2 Dîr. 14:8-13). Em hilbet nizanin ku çi wê biqewime, lê em zanin ku dema edilayê wê heta bi hetayê berdewam nebe. Îsa Mesîh ji berêda gotibû ku “hemû milet” wê şagirtên wî “nefret bikin” (Met. 24:9). w20.09 17-18 ¶14-16

Led, 24 Nîsanê

Ez . . . qara . . . begem dikim” (2 Korn. 12:10).

Tu kesî xweş nayê, gava wî bêhurmet dikin. Çaxê dijmin me bêhurmet dikin û ew yek ser me hukum dibe, em dikarin dilteng bin (Metlk. 24:10). Lê derecên usada em gerekê ça xwe bidine kifşê? Em jî dikarin mîna Pawlosê şandî şa bin, çaxê me bêhurmet dikin. Çira? Çimkî ew bêhurmetkirin û miqabilîbûn didine kifşê, wekî em şagirtên Îsaye rast in (1 Pet. 4:14). Îsa got, wekî wê pey şagirtên wî kevin (Yûhn. 15:18-20). Ew yek hema tevî Mesîhiyên qirna yekê qewimî. Hingê merivên ku pê eyd-qeydê Yûnaniya dijîtin, Mesîhî hesab dikirin hêsîr û bêaqil. Lê Cihûya ser wana ça ser Petrûs û Yûhenna dinihêrîn, dêmek ça ser merivên “nexwendî û nezan” (Kar. Şand. 4:13). Gelek meriva Mesîhî sist hesab dikirin. Ewana tevî polîtîkayê nedibûn, lema jî meriva qedirê wan nedigirtin. Gelo ewan Mesîhiya hîştin, wekî bêhurmetkirin û miqabilîbûna wan dijmina, wana bide sekinandinê? Na. w20.07 14-15 ¶3-4

Duşem, 25 Nîsanê

De em hevdu hiz bikin, çimkî hizkirin ji Xwedê ye û her kesê ku hiz dike ew ji Xwedê bûye û Xwedê nas dike (1 Yûhn. 4:7).

Ji şîretên ku Yûhennayê şandî nemên xweda nivîsî, eşkere tê kifşê ku ew gelek xûşk-bira hiz dikir, û bona ruhaniya wan xem dikir. Em çiqas şa dibin ku tevî Îsa wê xizmetkarên usa serwêrtiyê bikin, yên ku mîna Yûhenna bona halxweşiya xûşk-bira xem dikin (1 Yûhn. 2:27). Were em bi dil û can qebûl kin şîretên, ku ewî da me. Were em xwera qirar kin, ku timê riya rastiyêda herin û her tiştîda gura Yehowa bikin. Timê Xebera wî lêkolîn bikin û dudilî nebin, wekî şîretên têda, bona kara we ye. Baweriya xwe hindava Îsa diha qewî kin. Tu car guh nedine fîlosofiya meriva û hînkirinên rabera. Pê prînsîpên Yehowa bijîn. Were em timê bibaxşînine xûşk-bira û wedê çetinaya alî wan bikin, wekî ewana qewî bimînin. Hingê çi jî biqewime, emê ser riya rast bimînin. w20.07 24-25 ¶15-17

Sêşem, 26 Nîsanê

Xwedê ew endem yeko-yeko bedenekêda cî kirin, çawa wî xwest (1 Korn. 12:18).

Yehowa bi dilovanî rolên cuda dane hemû xizmetkarê xwe. Rola me çi be jî, em gişk biqîmet in û hewceyî hevdu ne. Pawlosê şandî da kifşê ku tu kes nikare xûşk û birayekî dinra bêje: “Tu kêrî min nayêyî!” (1 Korn. 12:21) Ji bo ku edilayîya civatê xirab nebe, gerekê em qîmetê bidin hevdu û hevkariyê bikin (Efes. 4:16). Hergê em di yektiyêda hevkariyê bikin, civat wê bi hizkirinê geş bibe. Hemû rûspiyên civatê ji aliyê ruhê pîrozva tên kifş kirin, lê hunurên her yek ji wan ji hev cuda ne (1 Korn. 12:17). Hine rûspiyên civatê belkî teze hatine kifş kirin, û cêribandî nînin. Hinek belkî îda kal bûne, û siheta wan ne baş e. Lê yeke, tu rûspî rûspîkî dinra nikare bêje: “Tu kêrî min nayêyî!” Wê baş be ku her rûspî guh bide şîreta ku Pawlos Romayî 12:10-da dabû. w20.08 26 ¶1-2; 27 ¶4

Çarşem, 27 Nîsanê

Ev dinya eyan derbaz dibe (1 Korn. 7:31).

Yehowa bi saya teşkîleta xwe alî me dike ku em li ser riya jiyanê bimînin. Bêşik em hazir in ku rêberiya Kitêba Pîroz ya li ser namûsiyê qebûl bikin. Lê gava teşkîlet safîkirineke nû dike, ya ku li ser jiyana me hukum dike, mesele gava Oda Civata me difiroşe, gelo em çi dikin, bona ku em şabûna xwe unda nekin, gerekê em bînin bîra xwe ku em bona Yehowa dixebitin, û ew xwexa rêberiya teşkîleta xwe dike (Kols. 3:23, 24). Gava Dawid Padşa dixwest bona avakirina paristgehê pera qurban ke, ewî got: “Ez kî me û netewa [cimeta] min çî ye ku, em bikaribin usa pêşkêşên ji dil bidin? Ji ber ku her tişt ji te ye û me ji destê te dan te” (1 Dîr. 29:14). Gava em pera qurban dikin, em jî tiştên ku me ji Yehowa standine, didin wî. Lê yeke Yehowa qîmet dike wext, qewat û hebûna me ku em bona piştgiriya îşê wî xerc dikin (2 Korn. 9:7). w20.11 22-23 ¶14-16

Pêşem, 28 Nîsanê

Yê ku li ewra dinihêre, wê neçine (Waîz 11:4, ÎM).

Serketîbûna me, vê yekêva girêdayî nîne ku çiqas meriv em dikin şagirtên Îsa (Lûqa 8:11-15). Heta em îşê belakirin û hînkirina mizgînê berdewam dikin, Yehowa wê me mîna kesên serketî hesab bike. Gelo çima? Çimkî gava em vî îşî dikin, em guh didin wî û Kurê wî (Marq. 13:10; Kar. Şand. 5:28, 29). Xilaziya vê sîstêma xirab li ber şêmîkê ye. Wext hindik maye ku em mizgîna xilazbûnê bigihînin meriva. Lema xwe paş nexe! Ji bo ku tu vî îşê ferz bikî, ne lazim e ku hal û derecên te herî baş bin. Belê, xwestin, hostetî, mêrxasî û dîsîplîna xwe timê zêde bike. Tevî zêdetirî 8 mîlyon “mesîgirên” din hevkariyê bike. Heger tu usa bikî, Yehowa wê dilxweşiyê bide te (Nehem. 8:10; Lûqa 5:10). Heta xilaziyê bi dil û can bixebite. w20.09 7 ¶18-20

Înî, 29 Nîsanê

Çi ku li te hate spartinê xwey ke (1 Tîmt. 6:20).

Gerekê em îznê nedin ku hebûkhizî bikeve dilê me. “Xapandina dewlemendiyê” dikare bibe sebeb ku hizkirina Yehowa dilê meda sar be, ku em îda qîmetê nedin Xebera Xwedê û xwestina xwe unda kin ku mizgînê bela bikin (Met. 13:22). Seva ku em tiştên ku Yehowa tesmîlî me kirine, biparêzin, gerekê em telika têderxin û derbêra tiştekî bikin. Em dikarin pêşda bifikirin ku emê çi bikin, heger em li întêrnêtê yan li têlêvîzyonê nişkêva tiştekî nebaş bivînin, mesele bênamûsî, zordarî yan edebyetên kesên ku li himberî rastiyê derketine. Heger em xwe pêşda hazir bikin, emê bikaribin xwe zû biparêzin û di çevê Yehowada paqij bimînin (Zeb. 101:3; 1 Tîmt. 4:12). Yehowa rastiya Kitêba Pîroz û qedirê belakirina mizgînê tesmîlî me kirine. Gerekê em van tiştên biqîmet rind biparêzin. Heger em usa bikin, emê bibin xweyê îsafa temiz û bi jiyaneke bextewar bijîn. Usa jî, emê bikaribin alî kesên din bikin wekî ewana Yehowa nas bikin, û ev yek wê dilê me şa bike. w20.09 30 ¶16-19

Şemî, 30 Nîsanê

Çevên te Mamosteyê we bivînin (Îşa. 30:20, ÎM).

Gava kesek tê nixumandinê, ew li ber her kesî eşkere dike ku ew baweriya xwe Yehowa tîne û hazir e ku tevî teşkîleta wî hevkariyê bike. Ev yek ku Yehowa çawa rêberiyê teşkîleta xwe dike, xeyset, nêt û prînsîpên wî eyan dike. Dîna xwe bidin sê hunurên Yehowa di teşkîleta wîda çawa têne kifşê. Ya yekê, Xwedê yekî bêteref e, dêmek ew firqiyê nake nava meriva (Kar. Şand. 10:34). Ji hizkirinê, Yehowa Kurê xwe wek qurban bona her kesî daye (1 Tîmt. 2:6; Yûhn. 3:16). Bi destê xizmetkarên xwe, Yehowa mizgînê digihîne her kesê ku guh dide, û alî wan dike ku ew ji vê qurbanê kerema bistînin. Ya duda, Yehowa Xwedayê edilayê û terbetiyê ye (1 Korn. 14:33, 40). Lema, xizmetkarên wî jî gerekê bi edilayê û bi awayekî terbet û maqûlî wîra xizmet bikin. Ya sisiya, ew xizmetkarên xwe hertim hîn dike (Îb. 36:22). Lema, teşkîleta wî him li civatê him jî li xizmetê bi saya Kitêba Pîroz hîn dike. w20.10 20 ¶1-3

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin