Gulan
Led, 1 Gulanê
Ew . . . gura wanda bû (Lûqa 2:51).
Gava Îsa zarok bû, ewî guhdariya dê û bavê xwe dikir. Ewî rêberiya dê û bavê xwe tu cara pêpes nedikir û nedifikirî ku ew ji wan baştir zane. Ji ber ku Îsa kurê mezin bû, hine cabdariyên wî hebûn, û ewî ev cabdarî bêşik bi awayekî baş dianîn sêrî. Usa tê fem kirin ku ew îşê necartiyê ji Ûsiv hîn bû, bona ku bikaribe piştgiriya malbetê bike. Diqewime, dê û bavê Îsa wîra gotibûn ku ew çawa hate dinyayê û meleka derheqa wî çi gotibûn (Lûqa 2:8-19, 25-38). Xêncî hînkirinê ku Îsa ji dê û bavê xwe distand, ewî Nivîsarên Pîroz xwexa jî lêkolîn dikirin. Em vê yekê ji ku zanin? Gava ew hê zarok bû, mamosteyên li Orşelîmê “ser zanebûn û cabêd wî zendegirtî diman” (Lûqa 2:46, 47). Gava Îsa 12 salî bû, ewî îda fem dikir ku Yehowa Bavê wî ye (Lûqa 2:42, 43, 49). w20.10 29-30 ¶13-14
Duşem, 2 Gulanê
Mesîh ji mirinê rabûye (1 Korn. 15:12).
Ev yek ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû hêviyê dide me ku kesên din jî wê ji mirinê rabin. Di nema xweda derheqa rabûna miriya, Pawlos besa sê tiştên ferz kir: (1) “Mesîh bona gunêd me mir”. (2) Ew “hate definkirinê”. (3) Ew “roja sisiya . . . ji mirinê rabû li gora nivîsara” (1 Korn. 15:3, 4). Mirin, definkirin û rabûna Îsa Mesîh bona me çima ferz in? Îşaya pêxember ji berêda gotibû ku Mesîh wê bê kuştin û tevî xiraba bê defin kirin. Usa jî, Îşaya gotibû ku Mesîh wê gunên gelek meriva hilde ser xwe. Gava Îsa Mesîh emirê xwe wek kirîn da, ewî ev pêxembertî anî sêrî (Îşa. 53:8, 9, 12; Met. 20:28; Rom. 5:8). Lema, mirin, definkirin û rabûna Îsa Mesîh hêviyê didin me ku emê ji gune û mirinê aza bibin û hizkiriyên xwe yên ku mirine, dîsa bivînin. w20.12 2-3 ¶4-6; 5 ¶11
Sêşem, 3 Gulanê
Ez dikarim gumana xwe bidime ser wan nav-nîşanêd qalib. Heger yek difikire, ku gumana wî ser qalib heye, ya min hê zêde heye (Fîlî. 3:4).
Pawlosê şandî kinîştên Cihûyada gelek car şedetî dida. Mesele, kinîşta Têsalonîkîda, ew “sê rojêd şemiyê [Cihûyara] dikete xeberdanê”, û ji nivîsara wanra şirovedikir (Kar. Şand. 17:1, 2). Pawlosra hêsa bû kinîştada şedetiyê bide, çimkî ew xwexa Cihû bû û nava wanda mezin bibû (Kar. Şand. 26:4, 5). Ewî Cihû rind nas dikirin, lema jî dikaribû aza tevî wan xeber de (Fîlî. 3:5). Çaxê Pawlos ji dijmina reviya, ew çû Têsalonîkê, paşê jî Beroyayê, û axiriyê çû Atînayê. Wêderê jî ewî “kinîştêda cihû û yûnanêd xwedêbawerra . . . dikete xeberdanê” (Kar. Şand. 17:17). Lê çaxê Pawlos çû meydana bajêr seva xizmet ke, ew îda rastî cûre-cûre meriva hat. Hinek ji wan fîlosof û pûtparist bûn, yên ku difikirîn, wekî Pawlos “hînkirina nû” bela dike. Wana jêra digot: “Tu tiştêd xerîb me didî bihîstinê” (Kar. Şand. 17:18-20). w20.04 9 ¶5-6
Çarşem, 4 Gulanê
Gava dixwazim ku qenciyê bikim, bê hemdê min dibe xirabî (Rom. 7:21).
Heger tu li himberî kêmasîke xwe şer dikî, xwe bêkêr hesab neke. Em gişk jî qisûrdar in, û em hewceyî kerema Xwedê ne, ya ku ew bi saya qurbana Îsa li ser me dibarîne (Efes. 1:7; 1 Yûhn. 4:10). Xêncî vê yekê, xûşk û bira dikarin me hêlan bikin. Gava em dixwazin besa problêmên xwe bikin, ewana dikarin guh bidin me û dil bidine me (Metlk. 12:25; 1 Têsln. 5:14). Xûşkeke bi navê Coy, ya ku li Nîjeriyayê dijî, dibêje ku gava ew dilteng dibû, çi alî wê dikir: “Heger xûşk û bira alî min nekirana, minê çi bikira? Alîkariya wan îzbat dike ku Yehowa caba duayên min dide. Bi serda, ez ji wan hîn bûme ku ez çawa dikarim kesên din hêlan bikim, yên ku wek min dilgiran in”. Lê belê, gerekê em nefikirin ku xûşk û bira ne hertim zanin ku halê me çi ye. Lema, wê belkî lazim be ku em herin bal xûşk yan birakî gihîştî û bêjin ku em hewceyî alîkariyê ne. w20.12 23-24 ¶7-8
Pêşem, 5 Gulanê
Min hûn dost hesab kirin (Yûhn. 15:15).
Çaxê hûn dixwazin tevî kesekî hevaltiyê bikin, berê ewlin hûn tevî wî wede derbaz dikin. Hûn hevra xeber didin, fikirên xwe hevra gilî dikin û dilê xwe hevra vedikin, usa hûn dibine hevalên hev. Lê seva bibine dostên Îsa, hine çetinayî hene. Çetinayîk ew e, ku me Îsa nedîtiye. Gelek Mesîhiyên qirna yekêda jî Îsa nedîtibûn. Lê Pawlosê şandî got: “We ew nedîtiye, lê hûn wî hiz dikin, niha jî nabînin, lê wî bawer dikin” (1 Pet. 1:8). Belê, rast e me Îsa nedîtiye, lê yeke em dikarin bibine dostên wîyî nêzîk. Lê em nikarin tevî wî xeber din. Çaxê em dua dikin, em Yehowara xeber didin. Rast e em pê navê Îsa dua dikin, lê ev nayê hesabê, ku em Îsara xeber didin. Û Îsa xwexa jî naxwaze, wekî em wîra dua bikin. Çira? Çimkî dua dikeve nava hebandinê, û em gerekê tenê Yehowa bihebînin (Met. 4:10). Lê yeke em bi gelek tişta dikarin îzbat kin ku em Îsa hiz dikin. w20.04 20 ¶1-3
Înî, 6 Gulanê
[Xwedê] wê xwexa we . . . bişidîne, qewat ke (1 Pet. 5:10).
Lîstikên Yûnanîda yên direviyan gerekê ber çetinaya teyax kirana, mesele ewana diwestiyan û êş dikişandin. Hingê wana hêviya xwe dida tenê ser vê yekê, çi ku hîn bibûn û ser qewata xwe. Em jî mîna wan reviya têne hînkirinê, ku ça lecmeydanêda birevin. Lê dereca me ji ya wana cude dibe vê yekêda, ku em dikarin qewatê ji Yehowa bistînin, û sînorê qewata wî tune. Yehowa soz dide, ku hergê em îtbariya xwe wî bînin, ew wê me ne ku tenê hîn ke, lê usa jî qewî ke! Çetinayên Pawlos gelek bûn. Xêncî ku geleka ew bêhurmet dikirin û pey wî diketin, ew usa jî cara sist dibû, û diçerçirî ji bo “stiriyek” li bedena xweda (2 Korn. 12:7, ÎM). Lê ew çetinayî bona wî nedibûn sebeb ku ew bikeve, dewsê ewî ser van çetinaya dinihêrî ça mecal, ku destê Yehowa bivîne (2 Korn. 12:9, 10). Ji bo vê nihêrandina wî, Yehowa alî wî kir, ku hemû cêribandinên xweda teyax ke. w20.04 29 ¶13-14
Şemî, 7 Gulanê
Tu kes nikare bê cem min, heta Bavê ku ez şandime, wî berbi min nekişîne (Yûhn. 6:44).
Dîsa pêşkêşeke qîmet ku nayê dîtinê ew e, ku em “heval-xebatêd” Yehowa, Îsa û meleka ne (2 Korn. 6:1). Em hingê tevî wan hevkariyê dikin, çaxê mizgîniyê bela dikin. Pawlos derheqa xwe û yên ku tevî wî xizmet dikirin, got: “Em tevayî bona Xwedê dixebitin” (1 Korn. 3:9). Çaxê em xizmet dikin, em tevî Îsa jî hevkariyê dikin. Bînin bîra xwe, çaxê Îsa temî da şagirtên xwe, ku “herin hemû mileta hîn kin”, ewî wanra got: “Ez . . . tevî we me!” (Met. 28:19, 20) Lê tevî meleka em ça hevkariyê dikin? Melek rêberiyê me dikin, wekî em “mizgîniya . . . heta-hetayê”, bidine “yêd rûbarî dinê”. Ew yek rastî jî kerem e bona me! (Eyan. 14:6) Pê alîkariya ji ezmana, îro çi tê kirinê? Em çaxê toximê mizgîniya Padşatiyê direşînin, hine toxim dikevine dilên qenc û şîn dibin (Met. 13:18, 23). Lê kê usa dike, wekî ev toximên rastiyê dilda şîn bin û ber bidin? Îsa vê yekê rêza vê rojêda şirovekir. w20.05 30 ¶14-15
Led, 8 Gulanê
Nekevine kirasê bendê vê dinyayê (Rom. 12:2).
Îro bi mîlyona malbet hildişên, çimkî jin-mêr ji hev diqetin. Gelek jin-mêr jî ji hev naqetin û malekêda dimînin, lê ewana dîsa jî bextewar nînin. Şêwirmendekî malbeta usa dibêje: “Dê-bav û zar nîvê zef bi komputer, tablet yan têlên xwe mijûl in. Ew malekêda dijîn, lê pakî haş ji hev tunene”. Gerekê em nekevin ber bayê vê dinya dilsar. Li gora Kitêba Pîroz, lazim e ku em ne tenê malbeta xwe, lê xûşk-birên li civatê jî hiz bikin (Romayî 12:10). Xebera ku li Romayî 12:10 ça “şewat bin” hatiye welgerandin, dilgermiya di nav neferên malêda eyan dike. Çawa ku em ser malbeta xwe şewat in, çimkî wana hiz dikin, gerekê em xûşk-bira jî usa hiz bikin. Ev yek wê alî me bike ku em bi yektî Yehowara xizmet bikin (Mîxa 2:12). w21.01 20 ¶1-2
Duşem, 9 Gulanê
Bike ku dilê min ji navê te xof bike (Zeb. 86:11).
Koma ku yektî têda heye, wê hê pêşda here, ne ku komeke din. Dilê we dikare mîna vê koma pêşdaçûyî be, hergê fikir, xwestin û êmosiyên we li gora prînsîpên Yehowa bin. Tu car bîr nekin, wekî Şeytan gelek dixwaze dilê we parevebe. Ew dixwaze fikir, xwestin û êmosiyên we miqabilî prînsîpên Yehowa bin. Lê hûn aliyê xweda gerekê her tiştî bikin, wekî dilê we bi temamî tevî Yehowa be (Met. 22:36-38). Tu car nehêlin, wekî Şeytan dilê we ji Xwedê dûr xe! Mîna Dawid duada Yehowara bêjin: “Dilê min bike yek ku ji navê Te xof bikim”. Bira nêta we ew be, ku bona vê yekê timê dua bikin. Her roj safîkirinên mezinda û usa jî yên biçûkda îzbat bin, wekî hûn ji navê Yehowa xof dikin. Usa hûnê ça Şedên Yehowa, hurmetê bidine navê Xwedê (Metlk. 27:11). Û emê gişk jî bikaribin bêjin wan giliyên Mîxa pêxember: “Em jî hertim û heta bêdawîbûnê, bi navê Xwedêyê xwe Xudanva bimeşin” (Mîx. 4:5). w20.06 13 ¶17-18
Sêşem, 10 Gulanê
Wê bi hêrseke mezin tevbigere ku piraniya wan helaq [qir] bike û bi tevayî tune bike (Dan. 11:44, ÎM).
Ew hicûmkirina padşê bakurê û serwêrtiyên mayîn, wê hêrsa yê Himzor bîne, û Ew wê şerê Harmegedon destpêke (Eyan. 16:14, 16). Wî wedeyî padşê bakurê û miletên mayîn ku bi sîmbolîk Gog ji Magogê têne hesabê, wê bela xwe bistînin û “kesekî ku alîkariyê” bide wan, wê “tune be” (Dan. 11:45). Rêza paşî vê rêzê hûr bi hûr tê şirovekirinê derheqa vê yekê, ku ça padşê bakurê û piştgirên wî, wê qir bin û ça Yehowa wê cimeta xwe xilaz ke (Dan. 12:1). Ew rêz çi tê hesabê? Vê rêzêda Mixayîl, sernavê Îsa Mesîh ye, ku bû Padşa Padşatiya Xwedêda. Ji sala 1914, çaxê ew Padşatî ser ezmana saz bû, hingêda Îsa bona cimeta Xwedê sekinî ye. Axiriyêda jî ew wê “rabe”, dêmek wê şerê Harmegedonêda dijminên Xwedê kuta ke. Ev şer wê xilaziya vê qewimandinê be, ku Daniyêl nav dike “wextekî tengasiyê”, û kîjan ku nava terîxiya însanetêda tu car tune bûye. Yûhennayê şandî kitêba Eyantîda ewî wextî nav dike “tengasiya mezin” (Eyan. 6:2; 7:14). w20.05 15-16 ¶15-17
Çarşem, 11 Gulanê
Ûsiv berjêrî Misirê kirin (Destp. 39:1).
Gava Ûsiv xulam bû û paşê kete kelê, azaya wî tune bû û ewî nikaribû halê xwe biguhasta. Gelo çi alî wî dikir ku ew nihêrandineke pozîtîv xwey bike? Ewî dîna xwe nedida tiştên ku îda nikaribû bikira, lê ewî şixulên xwe bi dil û can dianî sêrî. Ewî hertim xîret dikir ku dilê Yehowa şa bike. Lema, Yehowa hemû karên Ûsiv bibereket dikirin (Destp. 39:21-23). Serhatiya Ûsiv tîne bîra me ku dinya bêrem e û dixwazin naxwazin emê rastî neheqiya bên. Xûşk-birên me jî dikarin dilê me biêşînin. Lê belê, heger em Yehowa wek Zinar û Stara xwe bivînin, emê mêrxasiya xwe unda nekin û xizmeta xwe nedin sekinandin (Zeb. 62:6, 7; 1 Pet. 5:10). Usa jî, bîne bîra xwe ku gava Ûsiv xewnên ji Xwedê dîtin, ew tenê weke 17 salî bû. Ev yek nîşanî me dike ku Yehowa bi xizmetkarên xwe yên cahil jî bawer e. Îro, gelek cahil wek Ûsiv in. Mîna wî, ew baweriya xwe Yehowa tînin. Hine ji wan seva aminiya xwe bi neheqî ketine kelê (Zeb. 110:3). w20.12 16 ¶3; 17 ¶5, 7
Pêşem, 12 Gulanê
Şandiya . . . dane ber qamçiya, emirî ser wan kirin, ku îdî bi navê Îsa xeber nedin û berdan (Kar. Şand. 5:40).
Peyketin bona Petrûs û Yûhennayê şandî qedir bû, çimkî ewana pey Îsa diçûn û derheqa wî hîn dikirin (Kar. Şand. 4:18-21; 5:27-29, 41, 42). Meniya şagirta tune bû, ku şerm kin. Rast e meriva qedirê wan Mesîhiya nedigirtin, lê yeke wana gelek alî meriva dikirin. Mesele kitêbên ji bîna ber Xwedê, kîjan ku hine ji wan Mesîhiya nivîsîne, heta îro jî alî bi mîlyona meriva dikin. Ew Padşatî, derheqa kîjanî wana digot, ne tenê niha serwêrtiyê dike, lê usa jî zûtirekê wê serwêrtiyê ser temamiya dinyayê bike (Met. 24:14). Mesele, ew serwêrtiyên qewat ku pey Mesîhiya diketin, kuta bûne, lê ew Mesîhiyên amin niha li ezmana padşa ne. Ew merivên ku pey wan diketin, mirine. Ewana hergê rabin jî, wê bin vê Padşatiyêda bijîn, kîjanêda ew Mesîhî wê serwêrtiyê bikin, yên ku ber çevê wan reş bûn (Eyan. 5:10). w20.07 15 ¶4
Înî, 13 Gulanê
Ew hîviya wî [Birahîm] bajarê xweyîrikinê miqerm bû, yê ku efirandar û avakirê wê Xwedê ye (Îbrn. 11:10).
Birahîm bi vî sozî haqas bawer bû ku wî tê bêjî Mesîh didît, yê ku wê bibe Padşayê Padşatiya Xwedê. Lema, Îsa Cihûyara usa got: “Bavê we Birahîm bi hêviya ku wê roja min bivîne gelek şa bû; wî ew dît û dilgeş bû” (Yûhn. 8:56, ÎM). Belê, Birahîm zanibû ku hine kesên ji zureta wî wê bibin para Padşatiya Xwedê, û ew hazir bû wekî hîviyê be, heta ku Yehowa vê sozê xwe bîne sêrî. Gelo Birahîm ça eyan kir ku ew hîviya “bajar” yan Padşatiya Xwedê dima? Mesele, Birahîm nebû bajarvanê tu padşatiya vê dinyayê. Ew koçber bû, konada dijît û piştgiriya tu padşakî nekir. Usa jî, wî xwera padşatîk ava nekir, lê wî guh dida Yehowa û hîviyê dima ku Yehowa sozê xwe bîne sêrî. Bi vî awayî, Birahîm bawerîke mezin eyan dikir. w20.08 3 ¶4-5
Şemî, 14 Gulanê
Ewê ku miriye, ew ji gune azabûyî ye (Rom. 6:7).
Yehowa soz daye ku bin hukumdariya Îsa Mesîhda, tu kes wê nebêje: “Ez nexweş im” (Îşa. 33:24). Lema, mirî wê hilbet bi bedeneke saxlem bên rakirin. Lê belê, ev yek nayê hesabê ku ewê derbêra bêqisûr bin. Usa tê kifşê ku hemû însan wê gav bi gav bigihîjin bêqisûriyê. Xilaziya Hukumdariya Hezarsalîda, Îsa Mesîh wê Padşatiyê vegerîne Bavê xwe. Heta wê demê, Padşatî wê îşê xwe xilaz bike û her kesî bigihîne bêqisûriyê (1 Korn. 15:24-28; Eyan. 20:1-3). Bîne ber çevê xwe ku gava hizkiriyên te wê rabin, tuyê çiqas şa bî. Wê demê, ma çevên te wê bi hêsirên şabûnê tije nebin? Ma tuyê ji bo pesnê Yehowa strana nevêjî? Belê, tuyê gelek dilşa bî, û tuyê Yehowa û Îsa Mesîh ji dil şêkirdar bî! w20.08 16-17 ¶9-10
Led, 15 Gulanê
Her merivekîra dayîneke ji Xwedê heye, yek ha ye, yek jî aha ye (1 Korn. 7:7).
Pawlos got ku wê baş be ku xizmetkarên Xwedê bifikirin ka ew dikarin xizmetêda azep bimînin yan na (1 Korn. 7:8, 9). Pawlos xûşk û birayên azep nimiz hesab nedikir. Mesele, wî xortekî azep yê bi navê Tîmotêyo hilbijart ku ew cabdariyên giran bistîne (Fîlî. 2:19-22). Ev yek ku kesek ji bo cabdariya têokratîk hazir e yan na, bi azepbûn yan zewicîbûna wîva girêdayî nîne (1 Korn. 7:32-35, 38). Îsa Mesîh û Pawlosê şandî hîn nedikir ku gerek şagirtên Îsa bizewicin yan azep bimînin. Heger usa ye, gerekê nihêrandina me ya li ser zewac û azepbûnê ça be? Jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya 1 Cotmehê sala 2012, usa gotibû: “Bi rastî, her du jî [zewac û azepbûn] pêşkêşên ji Xwedê ne. . . . Yehowa azepbûnê wek bêbextî yan tiştekî şerm navîne”. Lema, gerek em qedrê xûşk û birayên azep bigirin. w20.08 28 ¶8-9
Duşem, 16 Gulanê
Bona wê rojê û wê sihetê tu kes nizane, . . . tenê Bav (Met. 24:36).
Hine welatada, gelek meriv mizgînê bi dilxwazî qebûl dikin. Gava ewana mizgînê dibihên, ew pir şa dibin. Lê belê, hine welatada merivara hewas nîne derheqa Xwedê yan Kitêba Pîroz xeber din. Gelo merivên li mihala te li mizgînê çawa dinihêrin? Nihêrandina wan çi be jî, Yehowa dixwaze ku em belakirina mizgînê nehêlin heta ew nebêje “Bes”. Yehowa ji berêda qirar daye ku belakirina mizgînê wê kengê biqede, û “hingê xilazî wê bê” (Met. 24:14). Îsa Mesîh şagirtên xwera gotibû ku li rojên xilaziyê, çi wê biqewime û meriv wê çi cûreyî bin. Ewî zanibû ku halê dinyayê wê bikaribe bibe sebeb ku şagirtên wî bi temamî dîna xwe nedin ser îşê belakirina mizgînê. Lema, ewî temî da şagirtên xwe ku ewana “hişyar bimînin” (Met. 24:42). Li rojên pêşiya Tofanê, meriva guh neda Nuh, çimkî gelek şixulên dinva mijûl dibûn, û îro jî, hiş-aqilê me dikare derbazî ser tiştên din be (Met. 24:37-39; 2 Pet. 2:5). Lema, gerekê em bi temamî dîna xwe bidin îşê ku Yehowa daye me. w20.09 8 ¶1-2, 4
Sêşem, 17 Gulanê
Her kesê ku dixwaze yektiya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê (2 Tîmt. 3:12).
Mîrê-cina gelek hêrs e, û gerekê em nefikirin ku hêrsa wî wê li ser me hukum neke (Eyan. 12:12). Di demeke nêzîkda, aminiya me wê bê cêribandin. Wek Îsa Mesîh gotibû, “tengasîke usa mezin wê bibe, ku ji destpêbûna dinyayê heta niha mîna wê nebûye” (Met. 24:21). Li wê demê, dibe ku merivên me wê bibin dijminên me û îşê me wê bê qedexe kirin (Met. 10:35, 36). Gelo emê mîna Asa Padşa baweriya xwe bi Yehowa bînin û bawer bin ku ewê me biparêze? (2 Dîr. 14:11) Bi gelek sala, Yehowa alî me kiriye ku baweriya me qewî be. Bi saya “xulamê amin û serwaxt”, Yehowa di wexta rastda xwarina ruhanî dide me, wekî em riya rastiyêda qewî bisekinin (Met. 24:45). Gerekê em xîret bikin ku baweriya me hindava bi Yehowa her tim saxlem be (Îbrn. 10:38, 39). w20.09 18 ¶16-18
Çarşem, 18 Gulanê
Dilê padşê destê Xudanda mîna cewêd ava ne, kîyalîda ku dixwaze, Wî alîyîda dadigerîne (Metlk. 21:1).
Heger Yehowa bixwaze, ew dikare bi destê ruhê pîroz kesên xweyîhukum bide xebatê ku ewana xwestina wî bînin sêrî. Ev metelok çi tê hesabê? Mîna ku cotkar dikare kanalekê bikole û riya avê li gora xwestina xwe biguhêze, Yehowa jî dikare bi destê ruhê pîroz fikrên hukumdara li gora xwestina xwe biguhêze. Axiriyêda, kesên xweyîhukum dikarin alî xizmetkarên Xwedê bikin (Ezra 7:21, 25, 26 jî binihêre). Em dikarin çi bikin? Em dikarin “bona padşa û hemû serwêra” dua bikin, wekî qirarên wan ji bo xizmet û hebandina me baş bin (1 Tîmt. 2:1, 2; Nehem. 1:11). Wek şagirtên Îsa, yên ku li qirna yekê dijîtin, em jî ji dil bona xûşk û birayên me yên girtî dua dikin (Kar. Şand. 12:5; Îbrn. 13:3). w20.11 15 ¶13-14
Pêşem, 19 Gulanê
Hemû mileta hîn kin û wana . . . binixumînin (Met. 28:19).
Heger xwendekarekî Kitêba Pîroz tê nixumandinê û dersdarê wî tu yî, dilşadiya te bêşik hê zêde ye! (1 Têsln. 2:19, 20) Şagirtên nû wek “şedenema” ne – ne tenê bona dersdarên xwe, lê bona temamiya civatê (2 Korn. 3:1-3). Nava çar salada li temamiya dinyayê her meh weke 10 mîlyon hînbûnên Kitêba Pîroz hatin derbaz kirin. Li van sala, her sal zêdetirî 280 hezar meriv hatin nixumandin û bûn şagirtên Îsa Mesîh. Gelo em çawa dikarin alî hê zêde kesa bikin, ku ewana jî pêşda herin û bêne nixumandinê? Heta ku Yehowa bi sebir hîviyê disekine ku meriv bibin şagirtên Îsa Mesîh, bira em bi dil û can alî wan bikin ku ew berbi nixumandinê herin. Belê, wext hindik maye! (1 Korn. 7:29a; 1 Pet. 4:7) w20.10 6 ¶1-2
Înî, 20 Gulanê
Xwedê miqabilî kubar-babaxa ye, lê keremê dide şkestiya (Aqûb 4:6).
Şawûl Padşa guh neda Yehowa. Gava Samûyêl pêxember ser wî hêrs ket jî, Şawûl Padşa şaşiya xwe biçûk hesab kir û dixwest sûcê xwe bavêje ser kesên din (1 Sam. 15:13-24). Ev yek ne cara pêşin bû ku Şawûl nihêrandineke usa eyan kir (1 Sam. 13:10-14). Çi heyf e ku wî îzin da ku quretî bikeve dilê wî. Ewî fikrên xwe rast nekir, lema Yehowa ser wî hêrs ket û ew red kir. Seva ku em ji serhatiya Şawûl dersê bistînin, wê baş be ku em ji xwe bipirsin: “Gava ez şîreteke ji Xebera Xwedê dixûnim, gelo ez meniya digerim ku guh nedim wan şîreta? Gelo ez şaşiyên xwe biçûk hesab dikim? Gelo ez sûcê xwe davêjim ser kesên din?” Heger di van aliyada kêmasiyên me hebin, gerekê em nihêrandin û fikrên xwe rast bikin. Heger em vê yekê nekin, quretî dikare bikeve dilê me, û em dikarin dostiya xwe tevî Yehowa unda bikin. w20.11 20 ¶4-5
Şemî, 21 Gulanê
Hê ku rojên xirab nehatine û salên ku tê bêjî: “Ez ji wan zewqê [lezetê] nastînim” nêzîk nebûne . . . rojên xortaniya xweda, tu Efirandar bibîr bîne (Waîz 12:1, 2, ÎM).
Cahilo, safî ke ku tuyê kêra xizmet bikî. Gerekê tu rind fem bikî ku Yehowa kî ye, nêta wî çi ye û xwestina wî bona te çi ye (Rom. 12:2). Hingê tuyê bikaribî qirara herî ferz bidî – safî kî ku tuyê Yehowara xizmet bikî (Yêşû 24:15). Bi saya xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz, tuyê hê zêde Yehowa hiz bikî, û baweriya te wê diha qewî be. Di jiyana xweda herî zêde dîna xwe bide xwestina Yehowa. Dinyaya Mîrê-cina dibêje ku heger tu hunurên xwe bona kara xwe bidî xebatê, tuyê bextewar bibî. Lê rastî ev e ku kesên ku dixwazin mal û milk qazanc bikin, xwe dikine “xweyê kul û derda” (1 Tîmt. 6:9, 10). Lê heger tu guhdariya Yehowa bikî û di jiyana xweda herî zêde dîna xwe bidî xwestina wî, tuyê pêşdaçûyî û serwaxt bî (Yêşû 1:8). w20.10 30-31 ¶17-18
Led, 22 Gulanê
Gerekê ez . . . mizgîniya Padşatiya Xwedê bidim, çimkî ez bona wê yekê hatime şandinê (Lûqa 4:43).
Li qirna yekê, mizgîna ku Îsa Mesîh bela dikir hêvî dida her kesî. Ewî emir da şagirtên xwe ku ew vê mizgînê “heta serê dinê jî” bela bikin (Kar. Şand. 1:8). Wana hilbet nikaribûya ev îş bi qewata xwe bînin sêrî. Lema, seva ew bikaribin vî îşî bikin, Îsa Mesîh soz da ku ewê ruhê pîroz bistînin (Yûhn. 14:26; Zeker. 4:6). Li Roja Pênciyê Hesabê ya sala 33 D.M., şagirtên Îsa ruhê pîroz standin. Bi saya alîkariya ruhê pîroz, wana derbêra belakirina mizgînê destpêkir, û di wexteke kinda, bi hezara kesa mizgîna Padşatiyê qebûl kir (Kar. Şand. 2:41; 4:4). Gava zêrandin destpêbû, şagirtên Îsa terka şixulê xwe nekirin, lê ji Xwedê alîkarî xwestin. Wana usa dua kir: “Keremê xulamêd xwera bike, wekî em mêrkîmî xebera te xeber din”. Hingê ewana bi ruhê pîrozva tijî bûn û berdewam dikirin “xebera Xwedê mêrkîmî” bela kin (Kar. Şand. 4:18-20, 29, 31). w20.10 21 ¶4-5
Duşem, 23 Gulanê
Mesîh bona gunêd me mir, û . . . ji mirinê rabû li gora nivîsara (1 Korn. 15:3, 4).
Gelo em ji ku zanin ku Îsa Mesîh bi rastî ji aliyê Xwedêva ji mirinê hat rakirin? Gelek kesa bi çevê xwe dît ku Îsa Mesîh ji mirinê hatibû rakirin (1 Korn. 15:5-7). Şedê pêşin, yê ku Pawlosê şandî besa wî kir, Petrûsê şandî bû, yê ku wek Kîfas jî dihat nav kirin. Çend şagirtên din jî îzbat kirin ku Îsa paşî rabûna xwe Petrûsra xuya bû (Lûqa 24:33, 34). Usa jî, Îsa Mesîh 12 şandiyên xwera jî xuya bû. Paşê, Îsa Mesîh “carekêra pênsid xûşk-birayî zêdetirva xuya bû”. Dibe ku Metta 28:16-20 besa vê qewimandinê dike. Xêncî vê yekê, Îsa “paşê Aqûbva xuya bû”. Diqewime ev Aqûb, birê Îsa bû, yê ku di serîda Îsa wek Mesîh qebûl nedikir (Yûhn. 7:5). Paşî ku Îsa Mesîh Aqûbra xuya bû, ewî baweriya xwe bi Îsa anî. Di sala 55 ya D.M., gava Pawlos ev neme nivîsî, gelek şedên rabûna Îsa Mesîh hê sax bûn. Lema, kesên ku bi rabûna Îsa Mesîh bawer nedikirin dikaribûn raste-rast ji van şeda elametiyê bistînin. w20.12 3 ¶5, 7-8
Sêşem, 24 Gulanê
Xudanê nexweşîyêda cî-nivîna wî bê remê (Zeb. 41:3).
Gava em nexweş dikevin – îlahî gava em nexweşîke kronîkî nexweş in – belkî li me zor tê ku em nihêrandineke pozîtîv xwey bikin. Lema jî alîkariyê ji Yehowa bixwazin. Yehowa me her çiqas bi keremeta îro qenc neke jî, ew berdiliyê û qewatê dide me ku em bikaribin sebir bikin (Zeb. 94:19). Mesele, gava em bona îşên malê hewceyî alîkariyê dibin, Xwedê dikare li ser dilê xûşk û birên me hukum bike ku ew alî me bikin. Yan jî, ew dikare wana hêlan bike ku ew tevî me dua bikin. Usa jî, ew dikare gotinên dilbînî ji Kitêba Pîroz bîne bîra me, mesele hêviya jiyaneke bê êş û bê nexweşiyê dinya tezeda (Rom. 15:4). Carina em dilteng dibin, çimkî em nikarin mîna berê xizmet bikin. Xûşkeke bi navê Laûrêl, 37 sal di hundirê mekîneke ji bo bînkişandinêda ma. Xêncî vê yekê, kansera wê hebû, ew çend cara hat opêrasiyonkirin û nexweşiya çerm cem wê hebû. Dîsa jî, tu tiştî nikaribû riya wê bigire ku ew besa mizgînê neke. Ewê mizgîn dida berdestên hekîma û kesên din ku dihatin mala wê. Bi saya xîreta wê, herî kêm 17 kes bûn Şedên Yehowa! w20.12 24 ¶9; 25 ¶12
Çarşem, 25 Gulanê
Xudan tevî min e, ez natirsim, însanê çi li min bike? (Zeb. 118:6)
Pawlosê şandî hewceyî alîkariyê bû. Weke sala 56 D.M., elaletê ew ji paristgehê derxist û dixwest wî bikuje. Rojek şûnda, gava Pawlos li ber civîna giregira sekinî, dijminên wî dixwestin wî qet-qetî kin (Kar. Şand. 21:30-32; 22:30; 23:6-10). Dibe ku Pawlos usa difikirî: “Ezê heta kengê karibim li ber vê zulmê teyax bikim?” Pawlos çi alîkarî stand? Şeva paşî ku Pawlos hat girtin, Îsa wîra xuya bû û got: “Serxwe be, te çawa şedetiya min Orşelîmêda da, usa jî gerekê Romêda şedetiyê bidî” (Kar. Şand. 23:11). Pawlos bêşik ji vê sozê pir mêrxasî distand. Îsa Mesîh pesnê Pawlos da ji ber ku ewî li Orşelîmê şedetî dabû. Usa jî, ewî soz da Pawlos ku ewê bi sax û silamet bigihîje Romê, û ku ewê li wê derê dîsa şedetiyê bide. Gava Pawlos ev soz bihîst, bêşik ewî xwe xweykirî texmîn dikir, wek zarokekî ku xwe di paşila bavê xweda xweykirî texmîn dike. w20.11 12 ¶1, 3; 13 ¶4
Pêşem, 26 Gulanê
Gumana . . . me dibe lengereke hîmgirtî û amin (Îbrn. 6:19).
Hêviya Padşatiyê mîna “lenger” e bona me û alî me dike ku em wedê xem û tengasiya sebir bikin. Yehowa soz daye ku di demeke nêzîkda, fikrên nêgatîf wê îda neyên bîra me (Îşaya 65:17). Bîne ber çevê xwe ku tu îda dinya tezeda nî, û kul û derd îda tune (Mîxa 4:4). Seva ku hêviya te diha qewî be, kesên dinra besa hêviya xwe bike. Mizgîna Padşatiyê bi dil û can bela bike. Bi vî awayî, tuyê bikaribî hêviya xwe heta xilaziyê qayîm bigirî (Îbranî 6:11). Çiqas em nêzîkî xilaziya vê sîstêmê dibin, haqas emê rastî hê zêde tengasiya bên, yên ku dikarin xemên me zêde bikin. Emê nava tengasiyên usa ne bi saya aqilê xwe, lê bi saya baweriya xwe hindava Yehowa rihet bimînin. Were em bi gotin û kirên xwe nîşan bikin ku em bi vê soza Yehowa bawer in: Heger hûn dilê xweda rihetiyê xweyî bikin û îtbarî bidin kifşê, hûnê qewat bin! (Îşaya 30:15) w21.01 7 ¶17-18
Înî, 27 Gulanê
Xudan çiqasî îsaf û rem e! (Aqûb 5:11)
Li gora Zebûr 103:8, Yehowa usa jî “rem e” (Derketin 34:6). Yehowa gelek dilrem e, lema ew şaşiyên me efû dike (Zebûr 51:1). Xêncî vê yekê, Kitêba Pîroz nîşan dike ku dilremî ne tenê bi baxşandinêva girêdayî ye. Gava kesekî dilrem divîne ku kesên din tengasiyêda nin, ew ji dil dixwaze alî wan bike. Dilremiya Yehowa ji dilremiya dayîka mezintir e (Îşaya 49:15). Lema, wexta ku em dikevin tengasiyê, Yehowa hertim hazir e ku alî me bike (Zebûr 37:39; 1 Korintî 10:13). Wê baş be ku em jî hindava xûşk-bira dilrem bin. Gava ew dilê me dêşînin, gerekê em kînê nejon, lê bibaxşînine wan (Efesî 4:32). Usa jî, gava xûşk û bira rastî tengasiya tên, gerekê em piştgiriya wan bikin. Bi vê yekê, emê çev bidine dilremî û dilşewatiya Yehowa (Efesî 5:1). w21.01 21 ¶5
Şemî, 28 Gulanê
Mesîh . . . nexşek wera hişt, wekî hûn pêgeha wîda herin (1 Pet. 2:21).
Malxê malê gerekê miqat be wekî xebat gelek wede ji wî nestîne, ku ew bikaribe aliyê ruhanîva bona malbeta xwe xem ke û malbeta xwe hîn bike. Ji ber ku Yehowa me hiz dike, ew me hîn dike (Îbranî 12:7-9). Mîna Yehowa, Îsa Mesîh jî şagirtên xwe bi dilovanî hîn dike (Yûhenna 15:14, 15). Ew raste-rast, lê bi nermî şîreta dide me (Metta 20:24-28). Ew zane ku em gunekar in, û carna şaşiya dikin (Metta 26:41). Malxê malê, yê ku çev dide Yehowa û Îsa Mesîh, bîr nake ku hemû neferên malê gunekar in. Lema jî ew ser jin û zarên xwe bi zêdeyî hêrs nakeve û dilê wan naêşîne (Kolosî 3:19). Li gora Galatî 6:1, gerekê ew malbeta xwe “bi ruhê milûktiyê” şîret bike û bîr neke ku ew xwexa jî qisûrdar e. Mîna Îsa Mesîh, ew fem dike ku bona hînkirina malbetê, kirên wî ji gotinên wî ferztir in. w21.02 6-7 ¶16-18
Led, 29 Gulanê
Her bînber bira şikirîyê bide Xudan! (Zeb. 150:6)
Bi saya qurbana Îsa, Yehowa kirî jîyîna her kesê ku wîra xizmet dike û baweriya xwe qurbana Îsa tîne (Marqos 10:45; Karên Şandiya 20:28; 1 Korintî 15:21, 22). Lema jî femdarî ye çira Yehowa Îsa, yê ku emirê xwe çawa kirîn da, ça serê civatê kifş kiriye. Ew yek ku Îsa Mesîh serê me ye, îzina wî heye wekî qeyda û qanûna dayne û şîretê bide kesên ku guh nadin van qanûna (Galatî 6:2). Lê Îsa Mesîh ne tenê qanûna datîne, ew me hiz dike û me xwey dike (Efesî 5:29). Gava xûşkên me guh didin rêberiya mêrên ku ji aliyê Îsa Mesîhva hatine kifşkirinê, wekî wana xwey kin, ewana nîşan dikin ku qedrê Îsa Mesîh digirin. Gava birên me qedrê xûşka digirin û xûşka qîmet dikin, ewana nîşan dikin ku prînsîpa serîtiyê fem dikin. Heger civatêda gişk prînsîpa serîtiyê fem bikin û qebûl bikin, edilayî wê hebe, û kesên din jî wê pesnê Yehowa, Bavê meyî dilovan bidin. w21.02 18-19 ¶14-17
Duşem, 30 Gulanê
Dawid bi Xudan şêwirî (1 Sam. 30:8, ÎM).
Gava Dawid û eskerên wî koçber bûn, ewana çûne şer. Çaxê ewana ji bajêr dûr ketin, dijmina malên wan talan kirin û malbetên wan revandin. Dawid çiqas eskerekî gelekî cêribandî bû jî, ew nedifikirî ku ew dikare malbeta xwe bi aqlê xwe xilaz ke, lê ewî rêberiya Yehowa geriya. Bi alîkariya kahînekî bi navê Abîatar, Dawid ji Yehowa usa pirsî: “Ez bidim pey êrîşkarên siwarî, gelo ezê bigihîjim wan?” Yehowa usa cab da: “Bide pey wan tê bigihîjî wan û tê hêsîra rizgar [xilaz] bikî” (1 Samûyêl 30:7-10). Ji vê serhatiyê, tu dikarî çi hîn bî? Cahilo, pêşiya ku tu safîkirina bikî, wê baş be ku tu jî şîretê bigerî. Mesele, tu dikarî ji dê û bavê xwe yan ji rûspiyên civatê şîretê bixwazî. Yehowa van rûspiyên cêribandî ça “pêşkêş” hesab dike û îtbariya xwe wan tîne (Efesî 4:8). Lema tu jî dikarî îtbariya xwe wan bînî. Baweriya wan xwera bike mesele û guh bide şîretên wane bi bîlanî. w21.03 4-5 ¶10-11
Sêşem, 31 Gulanê
[Tu tişt nikare] hizkirina Xwedê ser me sar ke (Rom. 8:38, 39).
Îsa Mesîh gotibû ku heger em tiştên ku hîn dibin pêk neynin, emê mîna wî merivî bin, yê ku xaniyê xwe li ser qûmê ava dike. Ew çiqas xîret bike jî, cefê wî badîhewa ye. Gelo çima? Çimkî heger firtone û sêlav li xaniyê wî keve, xanî wê hilşê (Metta 7:24-27). Mîna vê yekê, heger em tiştên ku hîn bûne pêk neynin, cefê me wê badîhewa be. Û gava em rastî zêrandin yan tengasiya bên, emê nikaribin amin bimînin. Lê heger em lêkolînê bikin û tiştên ku em hîn bûne bidine xebatê, emê safîkirinên baş bikin, edilayî wê bikeve dilê me, û baweriya me wê diha qewî be (Îşaya 48:17, 18). Seva ku em li himberî tengasiya amin bimînin, gerekê em timê Yehowara dua bikin û Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Gerekê em tu car bîr nekin ku yek ji tiştên herî ferz ev e ku em rûmetê bidin Yehowa. Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê me tu cara nehêle û tu tişt nikare me ji hizkirina wî biqetîne (Îbranî 13:5, 6). w21.03 15 ¶6; 18 ¶20