KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es22 rûp. 57-67
  • Hezîranê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hezîranê
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2022
  • Binserî
  • Çarşem, 1 Hezîranê
  • Pêşem, 2 Hezîranê
  • Înî, 3 Hezîranê
  • Şemî, 4 Hezîranê
  • Led, 5 Hezîranê
  • Duşem, 6 Hezîranê
  • Sêşem, 7 Hezîranê
  • Çarşem, 8 Hezîranê
  • Pêşem, 9 Hezîranê
  • Înî, 10 Hezîranê
  • Şemî, 11 Hezîranê
  • Led, 12 Hezîranê
  • Duşem, 13 Hezîranê
  • Sêşem, 14 Hezîranê
  • Çarşem, 15 Hezîranê
  • Pêşem, 16 Hezîranê
  • Înî, 17 Hezîranê
  • Şemî, 18 Hezîranê
  • Led, 19 Hezîranê
  • Duşem, 20 Hezîranê
  • Sêşem, 21 Hezîranê
  • Çarşem, 22 Hezîranê
  • Pêşem, 23 Hezîranê
  • Înî, 24 Hezîranê
  • Şemî, 25 Hezîranê
  • Led, 26 Hezîranê
  • Duşem, 27 Hezîranê
  • Sêşem, 28 Hezîranê
  • Çarşem, 29 Hezîranê
  • Pêşem, 30 Hezîranê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2022
es22 rûp. 57-67

Hezîran

Çarşem, 1 Hezîranê

Me dixwest ne ku tenê Mizgîniya Xwedê bida we, lê emirê xwe jî (1 Têsln. 2:8).

Gelek ferz e ku em ji dil bikevine heyra xwendekarên xwe û wana wek xûşk û birên xweye ruhanî bivînin. Bona wan belkî hêsa nîne ku ew heleqetiya xwe tevî hevalên xwe yên berê biqetînin û jiyana xwe bi temamî biguhêrînin, wekî ew bikaribin Yehowara xizmet bikin. Lema, dersdarên cêribandî xwendekarên xwe xûşk û birên din jî didin nas kirin. Kesên usa dikarin alî xwendekara bikin ku ew diha nêzîkî Yehowa bibin û mêrxasiyê bidin wan. Em dixwazin ku xwendekarên me xwe wek para civatê û para malbeta me ya ruhanî hesab kin û xûşk-bira hiz bikin. Ev yek wê alî wan bike ku ew heleqetiya xwe tevî hevalên nebaş biqetînin, yên ku alî wan nakin ku ew Yehowa hiz bikin (Metlk. 13:20). Hingê, heger hevalên wan yên berê wan bihêlin jî, ewê xemgîn nebin, çimkî ewê bizanibin ku di teşkîleta Yehowada xwera dostên baş bivînin (Marq. 10:29, 30; 1 Pet. 4:4). w20.10 17 ¶10-11

Pêşem, 2 Hezîranê

Hemû hukumê erd û ezmên minra hate dayînê (Met. 28:18).

Hergê em dixwazin heleqetiya me tevî Yehowa nêzîk be, em gerekê bibine dostên Îsa. Çira ew usa ferz e? Dîna xwe bidine tenê du meniya. Ya pêşin, Îsa gote şagirtên xwe: “Bav xwexa we hiz dike, çimkî we ez hiz kirim” (Yûhn. 16:27). Ewî usa jî got: “Tenê pê min yek dikare bê cem Bavê” (Yûhn. 14:6). Hergê em bixwazin bê dostiya tevî Îsa bibine dostên Yehowa, ew mîna vê yekê ye, ku em dixwazin bikevine avayî, lê derîra derbaz nebin (Yûhn. 10:7). Meniya duda ew e, ku Îsa bi temamî çev dida xeyset-hunurên Bavê xwe. Ewî gote şagirtên xwe: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûhn. 14:9). Lema hergê em dixwazin Yehowa nas kin, em gerekê derheqa jîyîna Îsa pêbihesin. Çiqas hê zêde em derheqa Îsa bizanibin, haqas hê qayîm emê wî hiz bikin. Û gava dostiya me tevî Îsa nêzîk be, wê hizkirina me hindava Bavê wî jî qayîm be. w20.04 21-22 ¶5-6

Înî, 3 Hezîranê

Ez . . . sistiya . . . begem dikim, çimkî gava ez sist dibim, hingê qewat dibim (2 Korn. 12:10).

Dibeke hûn nexweşê nav cî-nivîna ne, yan jî seqet in. Yan diqewime çokên we sist in, yan çevada belengaz in. Hergê usa ne, gelo hûn dikarin tevî cahila û tevî yên ku sihet-qewat in, birevin? Belê, dikarin! Gelek xûşk-birên emirda mezin û yên bêtaqet riya jîyînêda direvin, lê ne pê qewata xwe. Ewana qewatê ji Yehowa distînin bi vê yekê, ku pê têlê guh didine civata yan jî pê vîdêo strîmîngê dinihêrin. Û ewana xizmet dikin bi vê yekê, ku şedetiyê didine hekîma, berdestiyên hekîma û merivên xweyî nêzîk. Hergê hûn bona Yehowa nikarin haqasî bikin çiqas dixwazin, dilşkestî nebin û nefikirin wekî hûnê nikaribin heta xilaziyê riya jîyînêda birevin. Yehowa we hiz dike bona baweriya we hindava wî û bona hemû kirên we, ku hûn nava gelek salada bona wî dikin. Wera îlahî niha alîkariya wî lazim e, û ew wê tu car we nehêle (Zeb. 9:10). Lê dewsê ew wê diha nêzîkî we be. w20.04 29 ¶16-17

Şemî, 4 Hezîranê

Van hemû tişta ez îdî bona Mizgîniyê dikim, wekî ez bibime heval-parê dua-dirozgêd ser wê (1 Korn. 9:23).

Hûn tevî merivê bawermend derheqa çi dikarin xeber din? Bifikirin ku ew kes çida wê tevî we qayîl be. Besa xeberê, ew Xwedêkî dihebîne, Îsa ça pêxember hesab dike, yan jî ew bawer dike, wekî em dijîn wextekî usada, ku zûtirekê xirabî wê bê hildanê. Ew wê çida tevî we qayîl be, hema ser hîmê vê yekê jî wîra destpêkin mizgîniya ji Kitêba Pîroz gilî kin, û usa ku jêra hewas be. Bîr nekin, wekî meriv dibeke hemû tiştî bawer nekin, çi ku dînê wan hîn dike. Lema jî çaxê hûn divînin dînê mêriv çi ye, wê baş be hûn usa jî têderxin ku ew xwexa çi bawer dike. Birê ku mîsyonêr e, dîna xwe dayê, wekî hinekên ku dibêjin Sêyekane bawer dikin, bi rastî bawer nakin wekî Bav, Kur, û ruhê pîroz Xwedêk e. Ew dibêje: “Çaxê ez vê yekê bîr nakim, minra diha hêsa ye ziman wanra bivînim”. Lema jî lazim e timê têderxin, ku meriv bi rastî çi bawer dikin. Û paşê mîna Pawlos şandî hûnê “bona hemûya” bikevine “halê her kesî” (1 Korn. 9:19-22). w20.04 10 ¶9-10

Led, 5 Hezîranê

Wê wextê wê netewa [cimeta] te, her kesê ku navê wan di pirtûkêda nivîsandî ne, wê xilaz bibin (Dan. 12:1).

Em gerekê axiriyê netirsin, çimkî pêxembertiyên ji Daniyêl û ji Yûhenna îzbat dikin, wekî wedê tengasiya mezin hemûyên ku Yehowa û Îsara xizmet dikin, wê xilaz bin. Daniyêl dibêje ku navê wan, yên ku wê xilaz bin, wê “pirtûkêda nivîsandî” bin. Lê em gerekê çi bikin seva navê me vê pirtûkêda bê nivîsandinê? Em gerekê pê jîyîna xwe îzbat kin, wekî baweriya xwe Berxê Xwedê, dêmek Îsa tînin (Yûhn. 1:29). Em gerekê emirê xwe tesmîlî Xwedê kin û bêne nixumandinê (1 Pet. 3:21). Û em gerekê nîşan kin, wekî piştgiriya Padşatiya Xwedê dikin bi vê yekê, ku alî meriva dikin derheqa Yehowa pêbihesin. Niha ew wede ye, wekî em îtbariya xwe hindava Yehowa û teşkîleta wî qewî kin. Niha ye wede ku aliyê Padşatiya Xwedê bigirin. Hergê em usa bikin, emê xilaz bin, gava Padşatiya Xwedê qira padşê bakurê û padşê başûrê bîne. w20.05 16 ¶18-19

Duşem, 6 Hezîranê

Xudano! Navê Teyê her tim hebe (Zeb. 135:13).

Adem û Hêwayê zanibûn ku navê Xwedê Yehowa ye. Ewana usa jî derheqa wî tiştên ferz zanibûn, mesele ku ew Efirandar e, yê ku jîyîn, mala cinetî û zewaca bêqisûr dabû wan (Destp. 1:26-28; 2:18). Lê gelo ewana ser hemû qenciyên ku Yehowa bona wan kiribû, difikirîn? Gelo wana berdewam dikirin hizkirin û razîbûna xwe hindava Yehowa bidin kifşê? Ew yek eyan bû gava dijminê Xwedê ewana cêribandin. Şeytan bi saya mer pirs da Hêwayê: “Rastî Xwedê gotîye wekî ji hemû darêd baxçe gerekê nexwin?” (Destp. 2:16, 17; 3:1) Vê pirsêda dereweke veşartî hebû, ku mîna jerê bû. Bi rastî Xwedê wanra got ku ji hemû darên baxçeda dikarin bixwin, tenê ji yekê nexwin (Destp. 2:9). Lê Şeytan usa xeber da, ku yançi Xwedê merd nîne. Lema jî diqewime hişê Hêwayêra fikireke usa derbaz bû: “Dibeke Xwedê tiştekî baş ji min vedişêre?” w20.06 3-4 ¶8-9

Sêşem, 7 Hezîranê

Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin (Kols. 3:13).

Hine xûşk-bira xizmetiya xwe dane sekinandinê, çimkî ji civatê kesekî ewana dane xeyîdandinê. Pawlosê şandî zanibû, wekî cara wê “gazinê” me hindava xûşk yan birada hebe. Hela hê diqewime neheqiyê jî me bikin. Hergê em fesal nîbin, em dikarin bibine yekî zulm û hêrs. Ev hêrs axiriyêda dikare me ji cimeta Yehowa dûr xe. Birakî me Pablo ku ji Amêrîka Başûrê ye, gilî kir ku buxdan avîtine wî, ku yan çi ewî xirabî kiriye. Ewî ji bo vê yekê cabdariya xwe civatêda unda kir. Ev derece ser wî ça hukum bû? Pablo dibêje: “Ez gelek hêrs ketim, û hêdî-hêdî ez ji civatê dûr ketim”. Yan jî ewê ku gunekî giran kiriye, îsafa wî dikare gelek wext wî biçerçirîne, û ew dikare bifikire ku îda hêjayî hizkirina Xwedê nîne. Hela hê jî hergê ewî bi dil gunê xwe aniye rûyê xwe, yeke ew dikare hesab ke ku îda layîq nîne Yehowara xizmet ke. Lê hûn hindava wan xûşk-birada ça nin, yên ku rastî wan çetinaya tên? w20.06 19 ¶6-7

Çarşem, 8 Hezîranê

Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike (Metlk. 22:3).

Gerekê em fem bikin ku çi dikare zirarê bide me, û gerekê em xwe ji tiştên usa biparêzin (Îbrn. 5:14). Mesele, gerekê em mijûliyên xwe rind hilbijêrin. Di gelek fîlm û bernameyên têlêvîzyonêda bênamûsî heye. Tiştên usa dilê Xwedê xweş nayên û wê zû yan dereng zirarê bidin me. Lema, gerekê em xwe ji mijûliyên ku dikarin hizkirina Xwedê dilê meda hêdî-hêdî sist bikin, dûr bigirin (Efes. 5:5, 6). Gerekê em fem bikin ku elametiya derewîn, ya ku raber bela dikin, telik e û xof e, çimkî ewana derheqa xûşk û bira yan jî derheqa teşkîletê xeberên derewîn bela dikin (1 Tîmt. 4:1, 7; 2 Tîmt. 2:16). Derewên usa dikarin me ji riya rastiyê derxin. Lema gerekê em haş ji xwe hebin ku em seva propagandaya “merivên ku hişê wan xirab bûye û ji rastiyê bêpar bûne” neyên xapandin. Nêta wan tenê ev e ku şer-dewa pêşda bînin (1 Tîmt. 6:4, 5, ÎM). Ewana dixwazin ku em derewên wan bawer bikin û îtbariya xwe hindava xûşk û bira unda kin. w20.09 29 ¶13, 15

Pêşem, 9 Hezîranê

Nebe ku yek kara xwe bigere, lê ya hevalê xwe (1 Korn. 10:24).

Jin-mêr gerekê hindava hevda bi hizkirin û bi qedir bin (Efes. 5:33). Kitêba Pîroz me hîn dike, wekî hê zêde bona meriva xem bikin, ne ku bikevine heyra xwe (Kar. Şand. 20:35). Lê kîjan hunur wê alî jin-mêra bike, ku hindava hevda bi hizkirin û bi qedir bin? Ev heye milûktî. Milûktî alî gelek jin-mêrê Mesîhî dike ku zewaca xweda bextewar bin. Mesele, birakî me Stîvên dibêje: “Hergê hûn mîna kom yektiyêda bin, hûnê problêmada jî xwe li hev bigirin. Hingê hûnê dewsa ku bifikirin ‘çi diha baş e bona min’, hûnê bifikirin ‘çi diha baş e bona me’”. Jina wî, Stêfanî dibêje: “Tu kes naxwaze tev merivê usa bijî, kê ku timê dikeve dewê. Çaxê orta meda çetinayî pêşda tên em pêşiyê digerin ku meniya vê yekê çi ye. Paşê em dua dikin, lêkolîna dikin û şêwir dikin ça evê problêmê safî kin. Paşê em ne ku hevra dikevine dewê, lê dîna xwe didinê ku çi cûreyî problêmê safî kin”. Mêr-jin diha bextewar in, çaxê her kes derheqa xwe zêde nafikire. w20.07 3-4 ¶5-6

Înî, 10 Hezîranê

Ez nava cihûtîyêda ji gelek hevalêd xweye cihû pêşdatir çûbûm (Galt. 1:14).

Îtbariya xwe qewata xwe û feresetên xwe neynin. Pawlos şandî yekî xwendî bû, ew bal serwêrê Dînê Cihûya hîn bibû, navê kîjanî Gamalyêl bû û nav merivada gelek xweyî qedir bû (Kar. Şand. 5:34; 22:3). Pawlos wedekî nav cimeta Cihû yekî xweyîhukum bû (Kar. Şand. 26:4). Lê Pawlos tu car îtbariya xwe qewat û feresetên xwe nedianî. Pawlos her tiştên vê dinyayê, ku dikaribûn ew navdar kirana, pey xwe hîşt (Fîlî. 3:8). Pawlos gelek çetinayî dît, seva bibe şagirtê Mesîh. Ew ber çevê miletê xwe reş bibû (Kar. Şand. 23:12-14). Ew aliyê bajarvanên xweda, dêmek aliyê Romayada, lêdayî-kutayî bû û ketibû kelê (Kar. Şand. 16:19-24, 37). Ewî usa jî fem dikir, wekî ew bêqisûr nîne û wîra çetin e vê yekê bike, çi ku rast e (Rom. 7:21-25). Pawlos nedihîşt wekî dijmin û sistbûnên wî ser wî hukum bin, lê dewsê sistbûnên xweda şabûn didît. Çira? Çimkî çaxê ew sist dibû, ewî qewata Xwedê ser xwe texmîn dikir (2 Korn. 4:7; 12:10). w20.07 16 ¶7-8

Şemî, 11 Hezîranê

Ewê ku min bawer bike, ew kirêd ku ez dikim, . . . ji van kira mestir jî wê bike (Yûhn. 14:12).

Bi rastî jî ferz e ku em bi temamî dîna xwe bidin îşê belakirina mizgîna Padşatiyê. Îsa Mesîh ji berêda gotibû ku paşî mirina wî, şagirtên wî wê ne tenê vî şixulî berdewam bikin, lê hela hê heta serê dinyayê jî bela bikin. Paşî ku Îsa ji mirinê hat rakirin, ewî bi keremetekê alî şagirtên xwe kir ku ewana gelek mesiya bigirin. Paşê, ewî wanra got ku şixulê belakirina mizgînê ji her şixulê din ferztir e (Yûhn. 21:15-17). Pêşiya ku Îsa Mesîh hilkişiya ezmana, ewî şagirtên xwera got ku mizgîn wê ne tenê li welatê Îsraêl, lê li seranserê dinyayê jî bê bela kirin (Kar. Şand. 1:6-8). Gelek sal şûnda, Îsa Mesîh nîşanî Yûhennayê şandî kir ku “di roja Xudanda” çi wê biqewime. Dîtinokêda, Yûhenna dît ku melekekî “Mizgîniya . . . Heta-hetayê” elamî “hemû mileta, bereka, zimana û cimeta” dikir (Eyan. 1:10; 14:6). Eşkere ye ku Yehowa dixwaze wekî em mizgînê li seranserê dinyayê bela bikin heta ku ev îş xilaz be. w20.09 9 ¶5

Led, 12 Hezîranê

Bi baweriyê Birahîm ku ji Xwedê hate cêribandinê, Îshaq kire qurban (Îbrn. 11:17).

Malbeta Birahîmda problêmên mezin hebûn. Jina wî Sara bêzarok bû. Gelek sala, ew seva vê yekê pir xemgîn dibûn. Lema, Sarayê xizmetkara xwe Hacer da Birahîm, wekî ew ji bo Birahîm û Sarayê zaroka bîne. Lê çaxê Hacer hemle ma, wê Sara nimiz dikir. Problêm haqas mezin bû ku Sarayê berî Hacerê da (Destp. 16:1-6). Wext derbaz bû, Sara hemle ma û kurê xwe Îshaq anî dinyayê. Birahîm her du kurên xwe – him Îshaq him jî Îsmayîl – hiz dikir. Lê belê, ji ber ku Îsmayîl qerfên xwe bi Îshaq dikir, Birahîm mecbûr bû ku Îsmayîl û Hacerê ji malê bişîne (Destp. 21:9-14). Paşê, Yehowa ji Birahîm xwest ku ew Îshaq qurban bike (Destp. 22:1, 2; Îbrn. 11:17-19). Her du cara jî, lazim bû ku Birahîm bawer be ku Yehowa wê sozên xwe, yên derheqa Îsmayîl û Îshaqda bîne sêrî. w20.08 4 ¶9-10

Duşem, 13 Hezîranê

Merivê nû li ser xwe wergirin, ku kirasê Xwedêda bi rastiyê û helaliyê bê qelpî xuliqî ye (Efes. 4:24).

Gava kesên rakirî wê xeysetên xwe yên kevin bihêlin û li gora qanûnên Xwedê bijîn, ewê jî pir dilşa bibin. Kesên ku hazir in ku jîyîna xwe biguherînin wê jîyîna bêdawî bistînin. Bi vî awayî, rabûna wan wê bibe rabûna “ji bo jîyînê”. Lê belê, hergê kesek xwe rast neke, Yehowa wê îznê nede ku ew edilaya Cinetê xirab bike (Îşa. 65:20; Yûhn. 5:28, 29). Metelok 10:22 usa dibêje: “Duayê Xudan hebûkê dide û kederê serda zêde nake”. Bin hukumdariya Padşatiya Xwedêda, hemû xizmetkarên Xwedê wê bereketên mezin bistînin. Bi alîkariya ruhê Yehowa, ewê ji aliyê ruhanîva dewlemend bin, yanî ewê her ku diçe bibin mîna Îsa Mesîh û bigihîjin bêqisûriyê (Yûhn. 13:15-17; Efes. 4:23). Roj bi roj, siheta wan wê baştir bibe, û ewê bibin merivên qenctir. Li wê demê, jîyîn wê çiqas xweş be! (Îb. 33:25) w20.08 17 ¶11-12

Sêşem, 14 Hezîranê

Bikin ku . . . ji we her kes şixulê xweva mijûl be (1 Têsln. 4:11).

Em ça dikarin nîşan bikin ku em halê xûşk û birayên nezewicî fem dikin? Gerekê em bîr nekin ku hine xûşk û bira xwe bi xwe qirar daye ku azep bimînin. Hine kes jî belkî dixwazin bizewicin, lê heta niha, wan kesekî li gora dilê xwe nedîtiye. Usa jî, hine xûşk û birayên me bî mane. Gelo wê wan xweş bê ku em wan bipirsin, ka ew çima nazewicin yan bêjin ku emê alîkariyê bidine wan, ku wanra kesekî layîq bibînin? Hergê wana alîkarîke usa nexwestibe, ma ew yek wê li wan xweş bê? (1 Tîmt. 5:13) Xûşk û birayên me yên azep wê dilxweş bin hergê em dîna xwe bidin, ne azepbûna wan, lê ser hunurên wan. Dewsa ku em gunê xwe bi wan bînin, wê baş be ku em qedrê wan bigirin ku ew Yehowara amin dimînin. Hergê em usa bikin, xûşk û birayên me yên azep wê tu cara nefikirin ku em wanra dibêjin: “Tu kêrî min nayêyî!” (1 Korn. 12:21) Ewê bivînin ku em qedrê wan digirin û qîmetê didin wan. w20.08 29 ¶10, 14

Çarşem, 15 Hezîranê

[Mesîh] carekêra pênsid xûşk-birayî zêdetirva xuya bû (1 Korn. 15:6).

Paşê, Îsa Mesîh Pawlosra jî xuya bû (1 Korn. 15:8). Gava ew diçû bajarê Şamê, ewî dengê Îsa Mesîh bihîst û ew xeyalêda dît (Kar. Şand. 9:3-5). Serhatiya Pawlos jî îzbat dike ku rabûna Îsa Mesîh çîrok nîne (Kar. Şand. 26:12-15). Pêşiya ku Pawlos baweriya xwe bi Îsa Mesîh anî, ewî zulim li şagirtên Îsa kiribû. Lê belê, gava ewî bawer kir ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, wî pir xîret kir ku kesên din jî bide bawer kirin. Ji bo vê yekê ku ewî mizgîna derheqa mirin û rabûna Îsa Mesîh bela dikir, ew rastî gelek tengasiya dihat. Pawlos gelek cara hat lêdanê, wî davîtine kelê, û sê cara gemiyên ku ew têda bû, noq bûn (1 Korn. 15:9-11; 2 Korn. 11:23-27). Pawlos bi rabûna Îsa Mesîh haqas bawer dikir ku ew hazir bû wekî bona baweriya xwe bimire. Gelo gotinên van şeda te nadine bawerkirinê, ku Îsa bi rastî ji mirinê rabû? Gelo ev yek baweriya te diha qewî nake ku rojekê mirî wê rabin? w20.12 3 ¶8-10

Pêşem, 16 Hezîranê

Heger hûn li wî bigerin, ew xwe bi wera dide dîtin (2 Dîr. 15:2).

Em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo ez diçim hemû civîna?” Li civînên ku ji aliyê teşkîleta Yehowava tên organîze kirin, em him hêlan dibin him jî xwarina ruhanî distînin (Met. 11:28). Usa jî, wê baş be ku em ji xwe usa bipirsin: “Gelo min lêkolîna Kitêba Pîroz xwera kiriye xeyset?” Heger tu tevî malbeta xwe dijîyî, gelo tu her hefte ji bo qulixkirina tevî malbetê wext vediqetînî? Heger tu tenê dijîyî, gelo tu dîsa jî ji bo lêkolînê wext vediqetînî? Usa jî, çi destê te tê, tu belakirina mizgînêda dikî? Wê çima baş be ku em van pirsa ji xwe bipirsin? Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa hiş û dilê me lêkolîn dike, lema gerekê em jî usa bikin (1 Dîr. 28:9). Heger em têderxin ku gerekê em nêt, nihêrandin yan fikrên xwe biguhêzin, lazim e em alîkariyê ji Yehowa bixwazin ku em bikaribin van guhastina bikin. Gerekê em xwe nihada bona cêribandina hazir bikin. w20.09 19 ¶19-20

Înî, 17 Hezîranê

Kî ku destê xwe ji temamiya hebûna xwe nekişîne, ew nikare bibe şagirtê min (Lûqa 14:33).

Îsa Mesîh gotibû ku heger kesek dixwaze bircekê ava bike, gerekê ew pêşiyê xercê xwe hesab bike û bifikire qewata wî wê bigihîjê evê yekê bîne sêrî yan na. Usa jî, Îsa got ku pêşiya ku padşa diçe ku şer bike, gerekê ew rûnê û bifikire ka eskerên wî wê bikaribin serkevin yan na (Lûqa 14:27-32). Mîna vê, Îsa Mesîh zanibû ku heger kesek dixwaze bibe şagirtê wî, gerekê ew rind fem bike ku çi tê hesabê bibin şagirtên wî. Lema, wê baş be ku em xwendekarên xwe hêlan bikin ku ew hînbûna Kitêba Pîroz her heftiyê derbaz bin. Lazim e ku dersdar bona her dersê xwe rind hazir bike. Paşê bifikire ku tu çawa dikarî înformasiyayê bi cûrekî hêsa xwendekarê xwera şirovekî, wekî ew bikaribe înformasiyayê rind fem bike û jiyana xweda bixebitîne (Nehem. 8:8; Metlk. 15:28a). w20.10 7 ¶5; 8 ¶7

Şemî, 18 Hezîranê

Niha herin . . . wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin (Met. 28:19, 20).

Li gora rêberiya Îsa Mesîh, gerekê em merivara zelal şirovekin ku temiyên Îsa çi ne. Lê gelo ev bes e? Îsa Mesîh usa got: “Wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin”. Belê, li gora gotinên Îsa Mesîh, lazim e ku em meriva hîn bikin ku gerekê ew çi bikin û çawa (Kar. Şand. 8:31). Çima ferz e ku em meriva hîn bikin, wekî ew temiyên Îsa Mesîh “xwey kin”? Gava em hînbûna Kitêba Pîroz tevî meriva derbaz dikin, em wana hîn dikin ku Xwedê çi ji me dewa dike. Lê ev bes nîne. Gerekê em usa jî xwendekara hîn bikin ku ew çawa dikarin li gora Kitêba Pîroz bijîn (Yûhn. 14:15; 1 Yûhn. 2:3). Bi rabûn û rûniştina xwe, em dikarin nîşanî wan bikin ku ew çawa dikarin prînsîpên sereke yên Kitêba Pîroz hemû aliyên jiyana xweda pêk bînin. Usa jî, em dikarin li ber xwendekarên xwe dua bikin ku ruhê pîroz rêberiya wan bike (Yûhn. 16:13). w20.11 2-3 ¶3-5

Led, 19 Hezîranê

Ne bi qudretê, ne bi qewatê, lê bi ruhê min, Xudanê artêşan dibêje (Zeker. 4:6).

Şagirtên Îsa rastî tengasiya dihatin. Mesele, kopiyên Nivîsarên Pîroz li wê demê hindik bûn. Edebyetên lêkolînê tune bûn. Serda jî, lazim bû ku şagirt mizgînê bidin kesên ku bi zimanên xerîb xeber didan. Nava van tengasiyada, van şagirtên bixîret bi deha sala mizgîna Padşatiyê “ji hemû efirînên li ser rûyê erdêra” bela kir (Kols. 1:6, 23, ÎM). Yehowa îro jî rêberiyê xizmetkarên xwe dike û qewatê dide wan. Rêberiya Xwedê hilbet herî zêde ji Kitêba Pîroz tê, ya ku bi saya ruhê pîroz hatiye nivîsandin. Mesele, Kitêba Pîroz mera eyan dike ku Îsa Mesîh çawa xizmet dikir û emir da şagirtên xwe ku ew vî îşî berdewam bikin (Met. 28:19, 20). Yehowa bêteref e, lema ewî ji berêda gotibû ku mizgîn wê bona “hemû mileta, bereka, zimana û cimeta” bê dayîn (Eyan. 14:6, 7). Xwedê dixwaze ku her kes xebera Padşatiyê bibihê. w20.10 21 ¶6-8

Duşem, 20 Hezîranê

Tu yî xilazkarê nefsbiçûka [milûka], çevê te lê ye ku tu daxî pozbilinda (2 Sam. 22:28, ÎM).

Dawid Padşa ne mîna Şawûl Padşa bû. Dawid qanûna Yehowa pir hiz dikir (Zeb. 1:1-3). Ewî zanibû ku Yehowa kesên milûk xilaz dike, lê kesên qure nefret dike. Lema Dawid îzin da ku qanûna Xwedê fikrên wî rast bike. Ewî usa nivîsî: “Pesinê Te ezê bidim, Xudanê şîretkar, heta şev jî dil nav minda dibe dersdar” (Zeb. 16:7). Heger em milûk bin, emê îznê bidin ku Xebera Xwedê fikrên me yên şaş rast bike pêşiya ku em şaşîkê bikin. Xebera Xwedê wê mera usa bêje: “Rê ev e, di vê rêyada bimeşin!” Gava em ji riya rast şaş bibin, ewê me hişyar bike (Îşa. 30:21). Heger em guh bidin Yehowa, emê gelek karê bistînin (Îşa. 48:17). Mesele, wê ne lazim be ku kesekî din me rast bike. Usa jî, emê diha nêzîkî Yehowa bibin, çimkî emê fem bikin ku ew me wek zarên xwe divîne (Îbrn. 12:7). w20.11 20 ¶6-7

Sêşem, 21 Hezîranê

Gava bona rabûna miriya bihîstin, hinek pê keniyan (Kar. Şand. 17:32).

Nihêrandina usa belkî li ser hine şagirtên li Korintê hukum dikir (1 Korn. 15:12). Hine kes diqewime difikirîn ku rabûna miriya tenê tiştekî sîmbolîk e. Ew belkî difikirîn ku kesên gunekar “mirî” ne, lê gava ew dibin şagirtên Îsa Mesîh, ew “sax” dibin. Sebebên nihêrandinên wan her çi bûn jî, ev yek ku wana bi rabûna miriya bawer nedikir tê hesabê ku baweriya wan pûç bû. Heger Îsa Mesîh ji mirinê ranebûya, ev yek wê bihata hesabê ku qurban nehatiye dayîn û her kes hê di nav gunada ye. Lema, kesên ku bi rabûna miriya bawer nedikir, bêhêvî bûn (1 Korn. 15:13-19; Îbrn. 9:12, 14). Pawlosê şandî zanibû ku “Mesîh ji mirinê rabûye”. Rabûna Îsa Mesîh ji rabûna kesên din çêtir bû, yên ku bi zemanra dîsa mirin. Pawlos got ku Îsa Mesîh “berê deremeta pêşin ji nava miriya rabûyî” bû. Ew hilbet ne merivê pêşin bû, yê ku ji mirinê hat rakirin, lê ew merivê pêşin bû, yê ku wek ruh hat rakirin û çû ezmana (1 Korn. 15:20; Kar. Şand. 26:23; 1 Pet. 3:18, 22). w20.12 5 ¶11-12

Çarşem, 22 Hezîranê

Ew temiyêd ku şandiya û berpirsiyarêd Orşelîmê qirar kiribûn, didane bawermenda ku xwey kin (Kar. Şand. 16:4).

Li qirna yekê, koma rêberiyê, ya ku li bajarê Orşelîmê bû, hevkarî dikir ku edilayê û terbetiyê di nav xizmetkarên Xwedêda xwey bike (Kar. Şand. 2:42). Mesele, di sala 49-da D.M., gava pirsa sinetbûnê pêşda hat, koma rêberiyê derheqa vê problêmê bi alîkariya ruhê pîroz şêwira xwe kir. Heger ev problêm safî nebûya, ev yek wê belakirina mizgînêra bibûya asteng. Şandî û mêrên emirda mezin Cihû bûn, lê ewana di bin hukumê edetên Cihûyada yan di bin hukumê kesên ku piştgiriya van edeta dikir, neman. Wana rêberiya Xebera Xwedê û ruhê pîroz digeriyan (Kar. Şand. 15:1, 2, 5-20, 28). Axiriyêda, Yehowa safîkirina wan kerem kir, edilayî û yektî xirab nebû û îşê belakirina mizgînê pêşda çû (Kar. Şand. 15:30, 31; 16:5). Roja îroyîn teşkîleta Yehowa her tiştî dike ku yektiyê û edilayî nava cimeta Yehowada xwey dike. w20.10 22-23 ¶11-12

Pêşem, 23 Hezîranê

Xwedê lawê min Silêman . . . bijart (1 Dîr. 29:1).

Dibe ku tu seva kal-pîrbûnê, nexweşiyê yan sebebên din nikarî xizmetêda hine kifşkirina bistînî. Heger halê te usa ye, serhatiya Dawid Padşa bîne ber çevê xwe. Ewî ji dil dixwest paristgeha Xwedê ava bike. Gava Dawidra hat gotin ku îzna wî tune ku paristgehê ava bike, ewî bi dil û can alîkarî da vî merivî, yê ku ji aliyê Xwedêva hat bijartin ku vî îşî bike. Usa jî, Dawid bona vê avakirinê pir zêr û zîv hazir kir. Çi meseleke baş! (2 Sam. 7:12, 13; 1 Dîr. 29:3-5) Birakî bi navê Hûgo, yê ku li Fransayê dijî, ji bo nexweşiyê îda nikaribû wek rûspî xizmet bike. Serda jî, ewî îda nikaribû hine îşên malê bike. Ew usa dinivîse: “Di serîda, min xwe bêqîmet texmîn dikir, û ez pir dilteng bûm. Lê wede şûnda, min fem kir ku gerekê ez sînorên xwe qebûl bikim, û min himberî van sînora xizmeta Yehowada şabûn distand. Mîna Gîdeyon û 300 eskerên wî, yên ku westiyayî bûn û dîsa jî şerê xwe berdewam dikirin, ezê jî nehêlim ku diltengî min bişkêne!” (Hakim. 8:4) w20.12 25 ¶14-15

Înî, 24 Hezîranê

De em hevdu hiz bikin (1 Yûhn. 4:7).

Gava Yûhenna derheqa jîyîna Îsa Mesîh nivîsî, ewî xebera “hizkirin”, ji Metta, Marqos û Lûqa zêdetir da xebatê. Ev nivîsarên wî, ku ji bîna ber Xwedê ne, me hîn dikin ku hizkirin gerekê li ser hemû kirinên me hukum bike (1 Yûhenna 4:10, 11). Lê belê, Yûhennara jî wext lazim bû ku ew vê dersê hîn be. Wexta ku Yûhenna hê xort bû, ewî carna hizkirin eyan nedikir. Mesele, carekê Îsa Mesîh û şagirtên wî berbi Orşelîmêva diçûn. Gava ewana di gundekî Samerîra derbaz dibûn, Sameriya ça mêvan wana qebûl nekirin. Yûhenna xwest ku “ji ezmên agir . . . bibare û qira van bîne”! (Lûqa 9:52-56) Careke din jî, Yûhenna û birê wî Aqûb diya xwera gotin ku bira ew ji Îsa Mesîh usa rica bike: “Bêje, ku ev her du kurêd min li nav Padşatiya teda, yek li milê teyî rastê, yê din jî li milê teyî çepê rûnê”. Gava şandiyên din bihîstin ku Aqûb û Yûhenna çi kirin, ewana gelek hêrs ketin! (Metta 20:20, 21, 24) Rast e Yûhenna gelek şaşî dikirin, lê dîsa jî Îsa wî hiz dikir (Yûhenna 21:7). w21.01 8-9 ¶3-4

Şemî, 25 Hezîranê

Mesîh jî ne ku li xwe xweş hat (Rom. 15:3).

Gava Yehowa safîkirina dike, ew bona kara kesên din difikire. Mesele, ewî ne ku bona kara xwe emir efirand, lê wekî em jî bikaribin mîna wî jîyînêra şa bin. Usa jî, ewî bi rezedilî Kurê xwe bona gunên me kire qurban. Gava Îsa Mesîh tiştek safî dikir, ewî jî bona kara kesên din xem dikir. Mesele, rojekê, gava ew westiyayî bû, dewsa ku hêsa be, ewî wedê xwe bona hînkirina meriva xerc kir (Marqos 6:31-34). Bona serê malbetê carna hêsa nîne ku safîkirineke bîlan bike. Ew rind zane ku ev yek cabdarîke mezin e. Lema jî, serê malbetê gerekê rind bifikire pêşiya ku safîkirina bike, û îzinê bide ku Yehowa wî hîn bike (Metelok 2:6, 7). Bi vê yekê, ew wê ne ku bona kara xwe, lê bona kara kesên din bifikire (Fîlîpî 2:4). Hergê serê malbetê çev bide Yehowa û Îsa, ew wê bibe malxê baş. w21.02 7 ¶19-21

Led, 26 Hezîranê

Asa, ya ku di çevê Xwedayê xwe Xudanda qenc û rast e kir (2 Dîr. 14:2).

Cahiltiya xweda, Asa Padşa yekî milûk û mêrxas bû. Mesele, paşî mirina bavê xwe Ebîya, gava Asa bû padşa, ewî destpêkir pûtparistiyê kuta ke. Usa jî, ewî cimeta Cihûdara got ku bira ewana Yehowa bigerin û guh bidin qanûnên wî (2 Dîrok 14:1-7). Gava Zerahê Etyopî tevî mîlyonekî eskerên xwe kete welatê Cihûda, Asa Padşa ji Yehowa alîkarî xwest. Ewî fem dikir ku heger Yehowa alî wan bike, hejmara wan qet ne ferz e. Lema Asa ji dil bawer dikir ku Yehowa dikare wî û miletê wî xilaz ke. Asa xwe dispart Bavê xweyî ezmanî, û Ewî dijminên wî bin dest kirin (2 Dîrok 14:8-12). Gava mîlyonek esker miqabilî Asa Padşa derketin, ev yek bi rastî jî problêmeke mezin bû. Asa ji Yehowa alîkarî xwest, û ev yek safîkirineke baş bû. w21.03 5 ¶12-13

Duşem, 27 Hezîranê

Çawa xûşk-bira ser hev şewat bin (Rom. 12:10).

Kitêba Pîroz besa gelek merivên dilşewat dike. Mesele, dîna xwe bide serhatiya Dawid û Yonatan. Kitêba Pîroz dibêje ku ew dostên hev bûn, û “Yonatan mîna canê xwe” Dawid hiz dikir (1 Samûyêl 18:1). Yehowa Dawid bijartibû ku ew paşî Şawûl bibe padşê miletê Îsraêl. Şawûl Padşa çevnebariya Dawid dikir û dixwest wî bikuje. Lê Yonatan nedikete ber bayê bavê xwe. Dawid û Yonatan soz dane hevdu ku ewê timê dostiyê bikin û hertim piştgiriya hev bikin (1 Samûyêl 20:42). Bi rastî gelek sebeb hebûn yên ku dikaribûn riya wan bigirtana ku dostiyê bikin. Mesele, Yonatan weke 30 sal ji Dawid mezintir bû. Dîsa jî, Yonatan nedifikirî ku Dawid haqas cahil û necêribandî ye ku ewana wê nikaribin bibin dostên hev. Belê, Yonatan Dawid ji xwe nimiztir hesab nedikir, lê qedirê wî digirt. w21.01 21-22 ¶6-7

Sêşem, 28 Hezîranê

Xûşk-birayêd min, şabûneke mezin hesab kin, gava hûn bikevine nava cûre-cûre cêribandina (Aqûb 1:2).

Îsa Mesîh soz dabû şagirtên xwe ku ewana wê bextewar bin. Usa jî, ewî gotibû yên ku wî hiz dikin, wê rastî tengasiya bên (Metta 10:22, 23; Lûqa 6:20-23). Em bextewar in ku em şagirtên Îsa ne. Lê gava malbeta me himberî me derdikeve, dewlet pey me dikeve, yan gava hevalxebatçî yan hevaldersxanên me zorê li me dikin ku em tiştekî xirab bikin, gelo ev yek li ser me çawa hukum dike? Tiştên usa hilbet dikarin me eciz bikin. Bi normalî zêrandin bona meriva meniya şabûnê nîne. Gelo li gora Xebera Xwedê, gerekê em li tengasiya çawa binihêrin? Mesele, Aqûbê şagirt nivîsîbû ku gava em zemeta dikişînin, gerekê em bi zêdeyî dilteng nebin, lê şa bin (Aqûb 1:2, 12). Usa jî, Îsa Mesîh gotibû ku heger meriv pey me bikevin, gerekê em dîsa jî şabûna xwe unda nekin (Met. 5:11). Bi rêberiya Yehowa, Aqûb hine şîretên baş dane wan, wekî ewana nava tengasiyada şabûna xwe unda nekin. w21.02 26 ¶1-2; 27 ¶5

Çarşem, 29 Hezîranê

Ji gotinêd pûçe heram û şer-dewa dûr be (1 Tîmt. 6:20).

Li rojên Tîmotêyo, hine şagirtên Îsa vî qedirî qîmet nedikir ku ew hevalkarên Xwedê ne. Mesele, Dîmas Fûgelo, Hêrmoxênîs, Hûmenayo, Skender û Filîto (1 Tîmt. 1:19, 20; 2 Tîmt. 1:15; 2:16-18; 4:10). Eşkere ye ku ev meriv di serîda rastiyêda qewî bûn, lê wana pey zemanra bîr kir ku çi bi rastî biqîmet e. Mîrê-cina çi mêtoda bi kar tîne ku me bixapîne, wekî em çi ku Yehowa spartiye me, bihêlin? Mesele, bi saya têlêvîzyon, sînema, întêrnêt, rojname, kitêb û jûrnala, ew dixwaze fikir, hal û hereketên me biguhêze, wekî em rastiyê bihêlin. Usa jî bi saya hukumê hevala û zêrandina, ew dixwaze me bide sekinandinê ku em mizgînê bela nekin. Hin jî, ew dixwaze ku em guh bidin tiştên “ku bi derew ji wanra ‘zanîn’ tê gotin” û ji riya rastiyê derkevin. Heger em haş ji xwe tune bin, em dikarin hêdî-hêdî ji rastiyê dûr bikevin (1 Tîmt. 6:21). w20.09 27 ¶6-8

Pêşem, 30 Hezîranê

Xudan bihîst lavayê min, Xudanê qebûl ke duayê min (Zeb. 6:9).

Qet dost yan merivekî te dilê te êşandiye? Tiştekî usa hatibû serê Dawid Padşa jî gava kurê wî Abşalom nemamî li wî kir (2 Samûyêl 15:5-14, 31; 18:6-14). Gelo tu dikarî ji vê serhatiyê çi dersa hîn bî? Mîna Dawid Padşa, dilê xwe Yehowara veke û wîra bêje ku tu çima xemgîn î (Zebûr 6:6-8). Bîne ber çevê ku Dawid Padşa seva van tengasiya çiqas xemgîn bû. Ewî kurê xwe Abşalom hiz dikir û îtbariya xwe şêwirmendê xwe Ahîtofel dianî. Lê wana herda jî mixanetî wî kir. Wana dilê wî gelek êşand, û serda jî dixwestin wî bikujin. Dîsa jî, Dawid îtbariya xwe hindava hevalên xwe yên din unda nedikir û nedifikirî ku her kes bûye dijminê wî. Usa jî, ew nekete heyra xwe û tenê ji welat nerevî. Ewî him ji Yehowa him ji dostên xwe alîkarî xwest. Paşî ku ewî safîkirinek kir, ewî derbêra li gora safîkirina xwe kir. Usa jî, ewî baweriya xwe hindava Yehowa û dostên xwe unda nedikir. w21.03 15 ¶7-8; 17 ¶10-11

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin