KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es22 rûp. 67-77
  • Tîrmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tîrmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2022
  • Binserî
  • Înî, 1 Tîrmehê
  • Şemî, 2 Tîrmehê
  • Led, 3 Tîrmehê
  • Duşem, 4 Tîrmehê
  • Sêşem, 5 Tîrmehê
  • Çarşem, 6 Tîrmehê
  • Pêşem, 7 Tîrmehê
  • Înî, 8 Tîrmehê
  • Şemî, 9 Tîrmehê
  • Led, 10 Tîrmehê
  • Duşem, 11 Tîrmehê
  • Sêşem, 12 Tîrmehê
  • Çarşem, 13 Tîrmehê
  • Pêşem, 14 Tîrmehê
  • Înî, 15 Tîrmehê
  • Şemî, 16 Tîrmehê
  • Led, 17 Tîrmehê
  • Duşem, 18 Tîrmehê
  • Sêşem, 19 Tîrmehê
  • Çarşem, 20 Tîrmehê
  • Pêşem, 21 Tîrmehê
  • Înî, 22 Tîrmehê
  • Şemî, 23 Tîrmehê
  • Led, 24 Tîrmehê
  • Duşem, 25 Tîrmehê
  • Sêşem, 26 Tîrmehê
  • Çarşem, 27 Tîrmehê
  • Pêşem, 28 Tîrmehê
  • Înî, 29 Tîrmehê
  • Şemî, 30 Tîrmehê
  • Led, 31 Tîrmehê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2022
es22 rûp. 67-77

Tîrmeh

Înî, 1 Tîrmehê

Hemû hukumê erd û ezmên minra hate dayînê (Met. 28:18).

Em gerekê tevî Îsa dostiyê bikin, seva ku Xwedê caba duayên me bide. Bes nîne ku em tenê xilaziya duayên xweda bêjin “pê navê Îsa”. Em gerekê fem kin, ku çira Yehowa pê Îsa caba duayên me dide. Îsa gote şandiyên xwe: “Pê navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim” (Yûhn. 14:13). Rast e tenê Yehowa duayên me dibihê, lê ewî hukum da Îsa seva qirarên Wî bîne sêrî. Lema jî heta ku Yehowa caba duayên me bide, ew dîna xwe dide hela em temiyên ku Îsa da, tînin sêrî yan na. Mesele, Îsa got: “Heger hûn neheqiyêd merivaye hindava weda ku dikin bibaxşînin, Bavê weyî Ezmana jî wê we bibaxşîne. Lê heger hûn neheqiyêd meriva nebaxşînin, Bavê we jî neheqiyêd we nabaxşîne” (Met. 6:14, 15). Rastî jî çiqas ferz e, wekî em hindava merivada usa rem bin, ça Yehowa û Îsa hindava me! w20.04 22 ¶6

Şemî, 2 Tîrmehê

Em . . . Mizgîniyê didine we, ku hûn ji wan tiştêd pûç vegerin berbi Xwedêyê sax bên (Kar. Şand. 14:15).

Pawlosê şandî dîna xwe didayê, ku guhdarvanên wîra çi wê hewas be, û li gora vê yekê ewî cûrê xeberdana xwe diguhast. Mesele, elaleta Lîstrayê, tevî kîjana Pawlos xeber da, Nivîsarên Pîroz rind nizanibûn. Lema jî Pawlos tevî wan usa xeber dida, wekî wanra femdarî be. Ewî derheqa têr-tijebûna berê erdê xeber da û ku meriv usa hatine efirandinê, wekî ji emirê xwe lezetê bistînin. Ewî mesele û giliyên usa dida xebatê, ku guhdarvanên wî zû û hêsa fem kin. Serwaxt bin ku têderxin hela bona merivên mihala weda çi hewas e, û li gora vê yekê cûrê belakirina mizgîniyê biguhêzin. Lê çaxê kesek rastî we tê, yan hûn nêzîkî mala kesekî dibin, hûn ça dikarin têderxin, ku wê çi jêra hewas be? Dîna xwe bidine her tiştî, besa xeberê, dibeke ew baxçe bêcer dike, yan ereba xwe çêdike, yan jî tiştên din dike. Hûn dikarin xeberdanê destpêkin derheqa şixulê wî (Yûhn. 4:7). Hela hê jî kincê mêriv dikare nîşan ke, ku ew çi milet e, yan pêşê wî çi ye, yan jî kîjan koma sportî begem dike. w20.04 11 ¶11-12

Led, 3 Tîrmehê

Hemû xemêd xwe bavêjine ser [Xwedê], çimkî ew bona we xem dike (1 Pet. 5:7).

Hine xûşk-birên me, yên ku êmosyalîda halekî giranda nin, çaxê jîyîna herrojîda tevî meriva ne, tevhev dibin û nerihet in. Wanra çetin e herine wan ciya, kîderê gelek meriv in, lê yeke ewana dîsa jî têne civata û civatên mezin. Wanra nehêsa ye tevî merivên nenas bikevine xeberdanê, lê yeke ewana xizmetiyêda tevî meriva xeber didin, dêmek şedetiyê didin. Hergê tu jî wî halîda nî, bîr neke tu tenê nînî, çimkî gelek xûşk-bira jî halekî usada nin. Dudilî nebe, dilê Yehowa şa dibe, ku tu çiqas dikarî bi dil û can jêra xizmet dikî. Ew yek ku tu ji bo wan problêma neşkestî, îzbat dike wekî Yehowa te kerem dike û qewatê dide te (Fîlî. 4:6, 7). Hergê sihet-qewata teye fîzîkî yan êmosyalî xirab e, û tu berdewam dikî Yehowara xizmet dikî, bawer be wekî Yehowa ji te razî ye. Firqî tune sihet-qewata me baş e yan na, yeke em berdewam dikin direvin (2 Korn. 4:16). Pê alîkariya Yehowa em gişk jî dikarin heta fînîşê birevin! w20.04 31 ¶20-21

Duşem, 4 Tîrmehê

Hunurêd wiye nexuya . . . bi efirîna xuya dibin (Rom. 1:20).

Em bîlaniya Xwedê eşkere divînin vê yekêda, ku ewî ça mala me, dêmek erd çêkiriye (Îbrn. 3:4). Planêta me tek e vê yekêda, ku her tişt çi bona jîyîna meriva lazim e, ser heye. Planêta me gerdûnêda mîna gemiyê ye, ya ku ser okyanûsa mezin diçe. Lê firqiyên mezin hene orta gemiya bi meriva tije û erdê me. Mesele, bifikirin, meriv ser gemiyê çiqas wext wê bikaribin bijîn, hergê xwexa xwera oksîjenê, xwarinê û avê destxin, û hin jî hergê nikaribin gemarê û tiştên bermayî bavêjin okyanûsê. Femdarî ye, merivên vê gemiyêda wê dirêj emir nekin. Lê ser erdê bi mîlyarda meriv û heywan dijîn. Erd xwexa oksîjenê, xurek û avê dide, û ew tişt tu car xilaz nabin. Hin jî rast e hemû gemar û tiştên bermayî ser erdê dimînin, yeke erd dîsa jî bedew dimîne û baş e bona jîyînê. Lê çira? Çimkî Yehowa erd usa çêkir, ku ev dikare tiştên bermayî bike tiştên kêrhatî, ku dîsa jî dikarin bidine xebatê. w20.05 20 ¶3-4

Sêşem, 5 Tîrmehê

Na, hûn tu car namirin (Destp. 3:4).

Şeytan eyan buxdan avîte ser navê Xwedê û gote Hêwayê, wekî Yehowa yekî derewîn e. Usa Şeytan bû dijmin, yanê buxdanbêj. Hêwa xalifî û baweriya xwe Şeytan anî (1 Tîmt. 2:14). Ewê hê zêde îtbariya xwe wî anî, ne ku Yehowa, lema jî safîkirina lape xirab kir. Hêwayê gura Yehowa nekir û berê darê xwar, kîjan ku Yehowa qedexe kiribû, û paşê Ademra jî da (Destp. 3:6). Bifikirin ku Hêwayê ça gerekê caba Şeytan bida. Bidine ber çevê xwe hergê ewê usa bigota: “Ez nizanim tu kê yî, lê ez Bavê xwe Yehowa zanim û ez wî hiz dikim û îtbariya xwe wî tînim. Ewî her tişt da min û Adem. Te ça îzin da xwe ku derheqa wî tiştên xirab bêjî? Dûrî min here!” Bidine hesabê xwe, Yehowa wê çiqas şabûya hergê ewî ji qîza xweye hizkirî, ew gilî bibihîsta! (Metlk. 27:11) Lê Hêwayê û usa jî Adem bi dil û can Yehowa hiz nedikirin. Hizkirina wan hindava Yehowa kêm bû, lema jî wana navê wî ji buxdan xwey nekirin. w20.06 4 ¶10-11

Çarşem, 6 Tîrmehê

Ordiyeke jina mizgînî da (Zeb. 68:11, ÎM).

Xûşkên me di xizmeta Yehowada bi dil û can dixebitin, û bona vê yekê, ewana hêjayî pesna ne. Mesele, ewana di îşê avakirin û xweykirina avayên teşkîletêda dixebitin, piştgiriya komên bi zimanên xerîb dikin, Beytelada xizmet dikin, îşê alîkarîkirina paşî teşqelên tebiyetê komekê didin, edebyetên me weldigerînin û wek pêşeng û mîsyonêr xizmet dikin. Usa jî, xûşkên me alî mêrên xwe dikin ku ewana cabdariyên xwe yên li civatê û li teşkîletê bînin sêrî. Bê alîkariya xûşkên me, wê bona van bira pir zor bûya ku ji bo me wek “pêşkêş bi cûrê meriva” xizmet bikin (Efes. 4:8, DT). Xûşkên me bi rastî jî ordîke mezin in, yên ku mizgînê bi dilxwazî û bi hosteyî bela dikin. Usa jî, rûspiyên civatê fem dikin ku xûşkên amin û cêribandî dikarin alî xûşkên cahil bikin ku ew problêmên xwe safî bikin (Tîto 2:3-5). Belê, xûşkên me bi rastî jî hêjayî paya ne! w20.09 23-24 ¶13-14

Pêşem, 7 Tîrmehê

Bavê weyî ezmana naxwaze ku ji van biçûka yek unda be (Met. 18:14).

Yehowa bîr nake wan meriva, yên ku jêra xizmet dikirin, lê wedelû ji cimeta wî dûr ketine. Ew ne jî bîr dike kirên wan, kîjan ku bona wî kirine (Îbrn. 6:10). Îşaya pêxember meseleke usa dilgermî anî, ku dide kifşê wekî Yehowa ça bona cimeta xwe xem dike. “Wê mîna şivanekî pezê xwe bajo, bi baskê xwe wê berxika bicivîne” (Îşa. 40:11). Lê Yehowa ça Şivanê Mezin, çi texmîn dike gava pezeke wî ji kerî dûr dikeve? Îsa eyan kir ew yek gava pirs da şagirtên xwe: “Hûn çawa texmîn dikin? Heger sed pezêd merivekî hebin û yek ji wan unda be, ewê nod neha nehêle çiyabaniya û neçe ku ya undabûyî bigere? Lê gava bibîne, ez rast wera dibêjim, ewê bona wê hê gelekî şa be, ne ku bona nod nehêd dine ku unda nebûne” (Met. 18:12, 13). w20.06 19-20 ¶8-9

Înî, 8 Tîrmehê

Heger temê yekî li serwêrtiyê heye, ew şixulekî qenc dixwaze (1 Tîmt. 3:1).

Her şixulê ku em bona Yehowa dikin, bona me qedir e (Zeb. 27:4; 84:10). Hergê bira dixwaze civatêda hê zêde cabdariya bistîne, ew hêjayî paya ye. Lê çaxê ew cabdariyê distîne, gerekê derheqa xwe zêde nefikire (Lûqa 17:7-10). Nêta wî gerekê ev be, ku bi milûktî bona hewcên kesên din xem bike (2 Korn. 12:15). Kitêba Pîrozda hene meselên wan meriva, yên ku bona xwe zef dişirmîş dibûn. Mesele, Diyotrefîs yekî şkestî nîbû û xwe “ser hemûyara” digirt (3 Yûhn. 9). Ûzîya ji babaxbûnê tiştekî usa kir, çi ku Yehowa îzin nedabû wî ku bike (2 Dîr. 26:16-21). Lê Abşalom dixwest bibûya padşa û ewî xwe usa da kifşê, ku yan çi meriva hiz dike, wekî ewana pişta wî bigirin (2 Sam. 15:2-6). Ew serhatiyên ji Kitêba Pîroz zelal didine kifşê, wekî merivên babax ku dixwazin bêne hurmetkirinê, dilê Yehowa xweş nayên (Metlk. 25:27). Û axiriyêda ewana rastî problêma tên (Metlk. 16:18). w20.07 4 ¶7-8

Şemî, 9 Tîrmehê

Her kesê xurca xwe hilgire (Galt. 6:5).

Hine malbet seva problêma derbazî welatekî din bûne. Dibeke zarokên wan îda diçin mektebê ku bi zimanê vî welatî hînbûnê bistînin. Usa jî, dê û bav belkî xîret dikin ku zimanê nû hîn bibin ji bo ku ew karibin xwera xebatekê bibînin. Lê hergê civat yan komeke bi zimanê wan jî hebe, gelo gerek ew herin kîjan civatê? Gelo wê baş be ku ew herin civateke bi zimanê vî welatî yan civateke bi zimanê xwe? Gerekê serê malbetê safî ke ku malbet here kîjan civatê. Ev yek meseleke şexsî ye, û gerekê ew bifikire ku ji bo malbeta wî çi wê baştir be. Qirara wî çi be jî, gerekê em qedrê vê malbetê bigirin û wana bi dil û can civata xweda qebûl bikin (Rom. 15:7). w20.08 30 ¶17-18

Led, 10 Tîrmehê

Xwedê bêhişêd dinê bijartin (1 Korn. 1:27).

Hergê em dixwazin qewatê ji Xwedê bistînin, ew yek girêdayî nîne tevî sihet-qewat, xwendin, kûltûra me û hebûkê. Yehowa ne seva wan tişta me qebûl dike. Mesele, gelek xizmetkarên Xwedê “ne serwaxt bûne, ji we gelek dinêda ne zor bûne û ne jî ji we gelek malêd rengînda bûne” (1 Korn. 1:26). Hergê ew hemû tişt çi ku me got, bal me tune, ew nayê hesabê wekî em nikarin Yehowara xizmet kin. Dewsê em vê yekê hesab dikin ça mecal, ku qewata Xwedê ser xwe texmîn kin. Mesele, hergê em ji wan meriva ditirsin, yên ku baweriya me dikine bin şikê, em gerekê Yehowara dua bikin, wekî mêrxasiyê bide me, ku em bikaribin baweriya xwe biparêzin (Efes. 6:19, 20). Hergê nexweşiya weye kronîkî heye, Yehowara dua bikin wekî qewatê bide we ku hûn çiqas dikarin wîra xizmet kin. Her car çaxê hûn alîkariya Xwedê bivînin, baweriya we wê diha qewî be û hûnê hê bişidin. w20.07 16 ¶9

Duşem, 11 Tîrmehê

Berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin (Met. 6:33).

Hergê em dixwazin Padşatiya Xwedê jîyîna xweda daynin ciyê pêşin û dilê Yehowa şa bikin, gerekê em wek Birahîm fedakar bin (Marq. 10:28-30; Îbrn. 11:8-10). Nefikire ku jîyîna te wê bêderd be. Îlahî kesên ku temamiya emirê xwe xizmeta Yehowada derbaz dikin jî, rastî problêma tên (Aqûb 1:2; 1 Pet. 5:9). Îro gelek sebeb hene ku em dîna xwe bidin hêviya xwe. Halê dinyayê zelal nîşan dike ku em îda gihîştine rojên axiriyê yên vê dinyayê. Yek ji keremên ku emê Padşatiya Xwedêda bistînin ev e, ku hizkiriyên me wê ji mirinê rabin. Wê demê, Yehowa wê Birahîm û malbeta wî jî ji mirinê rake. Gelo tuyê jî wan kerema bivînî? Heger tu hazir î ku wek Birahîm ji bo Padşatiya Xwedê qurbana bikî, aminiya xwe nava problêmada xwey bikî û bi sebir hîviya Yehowa bimînî, tuyê wan kerema bibînî! (Mîxa 7:7) w20.08 5-6 ¶13-14; 7 ¶17

Sêşem, 12 Tîrmehê

Heta mirinê amin bimînin, ezê kofiya jiyînê bidime te (Eyan. 2:10).

Em zanin ku hergê em bên kuştin jî, Yehowa wê me ji mirinê rake. Em bawer in ku tu tişt nikare me ji Yehowa û ji hizkirina wî veqetîne (Rom. 8:35-39). Ev yek ku Yehowa hêviya rabûnê daye me, nîşan dike ku bîlaniya wî çiqas mezin e! Bi saya vê hêviyê, Yehowa me ji tirsa mirinê difilitîne û mêrxasiya mezin dide me. Hergê dijminên Yehowa te bitirsînin û bêjin ku ewê te bikujin, gelo tuyê xwe bispêrî Yehowa? Tu çawa dikarî bizanibî ku baweriya te çiqas qewî ye? Mesele, ji xwe bipirse: “Gelo qirarên biçûk, yên ku ez her roj didim, nîşan dikin ku ez xwe dispêrim Yehowa?” (Lûqa 16:10) Pirseke din jî ev e: “Gelo qirarên min îzbat dikin ku ez baweriya xwe bi sozê Yehowa tînim ku hergê ez herî zêde Padşatiya wî bigerim, Yehowa wê bona hemû hewcên min xem bike?” (Met. 6:31-33) Hergê caba te “Erê” ye, ev yek nîşan dike ku tu ji bo hemû tengasiya hazir î (Metlk. 3:5, 6). w20.08 17-18 ¶15-16

Çarşem, 13 Tîrmehê

Bike ku tu li Xwedê xweş bêyî, palekî usa ku şerm nekî, xebera rastiyê rast şirovekî (2 Tîmt. 2:15).

Wekî em bibin mamosteyên baş, gerekê em Xebera Xwedê her tim bidine xebatê. Em hilbet dikarin di civînada hine hunura hîn bin. Lê belê, heger em dixwazin kesên din bidine bawerkirinê ku gotinên Kitêba Pîroz bona wan kêrhatî ne, gerekê em berdewam kin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Seva ku baweriya me hê qewî be, gerekê em Xebera Xwedê rind bidine xebatê. Bes nîne ku em Kitêba Pîroz tenê bixûnin. Gerekê em kûr bifikirin û di edebyetên meda lêgerînê bikin, wekî Nivîsarên Pîroz rast fem bikin û bi kar bînin (1 Tîmt. 4:13-15). Bi vî awayî, emê bikaribin rastiyê bi alîkariya Xebera Xwedê kesên din hîn bikin. Ji bo vê, bes nîne ku em rêza tenê guhdarên xwera bixûnin. Gerekê em alî wan bikin ku ew maneya rêza fem bikin û tê derxin ku gotinên rêza ji bo wan çima kêrhatî ne. Bi saya lêkolîna şexsî, em dikarin hunurên xwe yên ji bo hînkirina Kitêba Pîroz çiqas diçe zêde bikin (2 Tîmt. 3:16, 17). w20.09 28 ¶12

Pêşem, 14 Tîrmehê

Ser [Îsa] bifikirin . . . , hingê hûnê newestin û ji îlacê nekevin (Îbrn. 12:3).

Yehowa alî me dike ku em dîna xwe bidin îşê belakirina mizgînê. Mesele, bi saya alîkariya Yehowa, em gelek edebyetên neşirkirî û elektronîk, aûdîo-vîdêo û bernameyên Întêrnêtê distînin. Ser malpera me, bi zêdetirî 1 000 zimanî elametî heye! (Met. 24:45-47) Usa jî, wê baş be ku em Îsa Mesîh xwera bikin mesele. Ewî tu cara îzin nedida ku tiştek dîna wî ji belakirina mizgînê bikişîne ser tiştekî din (Yûhn. 18:37). Gava Mîrê-cina “hemû padşatiyên dinyayê û rûmet û bedewiya wan” Îsara nîşan kir û gava meriva dixwest ew bikira padşa, ewî ev yek qebûl nekir (Met. 4:8, 9; Yûhn. 6:15). Ew nediket pey mal û milk, û miqabilîbûna dijmina nikaribû ew bida sekinandin (Lûqa 9:58; Yûhn. 8:59). Çaxê baweriya me tê cêribandin, wê baş be ku em şîreta Pawlosê şandî bînin bîra xwe ji rêza ya roja îroyîn. w20.09 9-10 ¶6-7

Înî, 15 Tîrmehê

Çev bidine min, çawa ez jî çev didime Mesîh (1 Korn. 11:1).

Em çiqas şa ne ku civatên meda haqas xûşkên bixîret hene! Ewana bi dil û can civatêda caba didin û derdikevin xizmetê. Hine ji wan şixulê xweykirina Oda Civatêda alîkariyê didin, û ewana bona xûşk û bira xem dikin. Ewana hilbet rastî hine tengasiya jî tên. Hine xûşkên me li dê û bavê xwe dinihêrin. Hinek ji aliyê merivên xweva rastî zulmê tên. Hinek jî xwexa ebûra xwe dikin û zarên xwe mezin dikin. Çima ferz e ku em piştgiriya xûşka bikin? Li dinyayê, gelek kes qedrê jina nagirin. Lê Kitêba Pîroz dibêje ku gerekê em qedrê wan bigirin û piştgiriya wan bikin. Mesele, Pawlosê şandî ji civata Romayêra gotibû ku bira ew Fîbiyê “qebûl bikin û çi hewcedariya wê” hebe, “alîkariya wê bikin” (Rom. 16:1, 2, ÎM). Pawlos kûltûra usada mezin bibû, ku jin nimiz dihatin dîtin. Lê paşî ku Pawlos bû şagirtê Îsa Mesîh, ewî çev dida Îsa, û qedrê jina digirt. w20.09 20 ¶1-2

Şemî, 16 Tîrmehê

Wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin (Met. 28:20).

Seva ku em alî xwendekarên xwe bikin ku xwestina wan pêşda bê wekî ewana jî mizgînê bela bikin, em dikarin ji xwendekarê xwe bipirsin: “Mizgîna Padşatiyê li ser jiyana te çawa hukum kiriye? Bi dîtina te, gelo kesên din jî hewce ne ku vê mizgînê bibihên? Tu çawa dikarî alî wan bikî?” (Metlk. 3:27; Met. 9:37, 38) Bîr neke ku Îsa Mesîh gotibû ku gerekê em “hemû temiyêd” ku ewî daye me, meriva hîn bikin. Di nav van tiştada, temiyên herî mezin jî hilbet hene – ku gerekê em Xwedê û însana hiz bikin. Ev her du temî jî bi îşê belakirina mizgînê û îşê şagirtkirinêva girêdayî ye (Met. 22:37-39). Hizkirin yek ji sebeba herî mezin e ku em mizgînê bela dikin. Hine xwendekarên Kitêba Pîroz ditirsin mizgînê bela bikin. Lê belê, em dikarin wana bidin bawer kirin ku bi alîkariya Yehowa, ewê wede şûnda ji vê tirsê bifilitin (Zeb. 18:1-3; Metlk. 29:25). w20.11 3 ¶6-8

Led, 17 Tîrmehê

Me dest ji dua û hîvîkirinê nekişandiye (Kols. 1:9).

Gava tu bona hînbûna Kitêba Pîroz xwe hazir dikî, derheqa xwendekar û hewcedariyên wî dua bike. Alîkariyê ji Yehowa bixwaze ku tu bikaribî Kitêba Pîroz bi awayekî baş hîn bikî û bigihînî dilê xwendekar. Bîr neke ku tu dixwazî alî wî bikî ku ew berbi nixumandinê here. Xwendekar usa jî gerekê her roj guh bide Yehowa û wîra xeber de. Gelo ew çawa dikare dengê Yehowa bibihê û guh bide wî? Bona vê yekê, gerekê ew Kitêba Pîroz her roj bixûne (Yêşû 1:8; Zeb. 1:1-3). Ew dikare her roj dua bike û bi vî awayî tevî Yehowa xeber de. Lema jî destpêkêda û xilaziya her dersêda ji dil dua bike, û duada besa xwendekarê xwe bike. Gava ew duayên te dibihê, ewê hîn bibe ku ew çawa dikare bi navê Îsa Mesîh dua bike û dilê xwe Yehowara veke (Met. 6:9; Yûhn. 15:16). Belê, heger xwendekar Kitêba Pîroz her roj bixûne (dêmek guh bide Yehowa) û dua bike (dêmek Yehowara xeber de), ewê her ku diçe hê nêzîkî Xwedê bibe (Aqûb 4:8). w20.10 8 ¶8; 9 ¶10-11

Duşem, 18 Tîrmehê

Yektiya ruh pê hevgirêdana edilayiyê xwey kin (Efes. 4:3).

Mîna şagirtên Îsa yên ku li qirna yekê dijîtin, teşkîleta Yehowa ya îroyîn jî dixwaze bi terbet û maqûl be (Kar. Şand. 16:4, 5). Mesele, heger tu bona Hînbûna “Birca Qerewiliyê” biçûyayî civateke din, belkî jî li welatekî din, li wê derê, teyê xwe rihet texmîn bikira, çimkî teyê bi zelalî bizanibûya ku civîn wê çawa derbaz bibe û kîjan gotar wê bê lêkolîn kirin. Tenê ruhê Xwedê dikare yektîke usa nava teşkîletêda xwey bike (Sêfn. 3:9). Tu dikarî çi bikî? Ji xwe bipirse: “Gelo ez edilayîyê û yektiya civatê xwey dikim? Gelo ez guh didim birên cabdar? Gelo ez yekî bi îtbar im, îlahî heger di civatêda cabdariyên min hene? Gelo ez her tiştî wextda dikim û hazir im ku xizmet bikim?” (Aqûb 3:17) Heger tu têderxî ku gerekê tu di hine aliyada xwe rast bikî, dua bike wekî Yehowa ruhê pîroz bide te. Çiqas tu îznê bidî ku ruhê pîroz li ser xeyset û kirên te hukum bike, haqas xûşk û bira wê hê zêde te qîmet kin û hiz bikin. w20.10 23 ¶12-13

Sêşem, 19 Tîrmehê

Xeberê biqedînin, ne ku tenê bibihên (Aqûb 1:22).

Xebera Xwedê beramberî neynikekê dibe (Aqûb 1:23-25). Sibehê, pêşiya ku em ji malê derdikevin, ma em di neynikêda li xwe nanihêrin? Bi vî awayî, em divînin ku gerekê em çi rast bikin pêşiya ku kesên din me bivînin. Mîna vê yekê, heger em Kitêba Pîroz her roj bixûnin, emê bivînin ku gerekê em kîjan nihêrandin û fikrên xwe rast bikin. Gelek xûşk û bira her sibehê rêza rojê dixûnin pêşiya ku ew ji malê derdikevin. Paşê, ew temamiya rojê difikirin ku ew çawa dikarin vê şîreta Xebera Xwedê pêk bînin. Usa jî, gerekê em xwera bernameke lêkolînê çêkin, Xebera Xwedê her roj bixûnin û li ser wê kûr bifikirin. Dibeke em difikirin ew tiştên hêsa ne, lê bi rastî gelek ferz e wan tişta bikin, wekî em li ser riya jiyanê bimînin. Xebera Xwedê wek rêntgênê ye, ya ku nîşanî me dike ku nav dilê meda çi heye. Lê belê, seva ku em şîretên Kitêba Pîroz û yên teşkîleta Xwedê qebûl kin û karê bistînin, gerekê em milûk bin. w20.11 18 ¶3; 20 ¶8

Çarşem, 20 Tîrmehê

Awa civîn jî baweriyêda dişidiyan û roj bi roj hesabê wan zêde dibû (Kar. Şand. 16:5).

Li qirna yekê, şagirtên Îsa pir zulm didît, lê belê carina, wana rojên rihet jî didîtin. Gelo wana di dema aştiyêda çi dikir? Van şagirtên amin mizgîna Padşatiyê “bi tirsa Xudan” û bê sekinandin bela dikir. Kitêba Karên Şandiyada tê gotinê ku ew “bi tirsa Xudan pêşva diçûn”. Axiriyêda, şagirtên Îsa çiqas diçû “zêde dibûn”. Eşkere ye ku Yehowa îşê ku wan di dema aştiyêda dianî sêrî, bibereket dikir (Kar. Şand. 9:26-31). Şagirtên Îsa yên pêşin hemû mecal dida xebatê ku mizgînê bela bikin. Mesele, gava Pawlosê şandî li bajarê Efesê bû, ewî dît ku bona belakirina mizgînê derîkî mezin vebû, û ewî ev mecal bi kar anî ku mizgînê bide gelek meriva û wana bike şagirtên Îsa (1 Korn. 16:8, 9). Şagirtên Îsa pir xîret kir ku “xebera Xudan hîn dikirin û dannasîn dikirin” (Kar. Şand. 15:30-35). Axirî çi bû? Rêza ya roja îroyîn cab dide. w20.09 16 ¶6-8

Pêşem, 21 Tîrmehê

Mirin rûyê merivekîda bû (1 Korn. 15:21).

Gava Adem gune kir, wî bela anî ser xwe û ser zarên xwe. Em jî axiriya xirab ya neguhdariya wî dikişînin. Lê belê, bi saya vê yekê ku Xwedê Kurê xwe ji mirinê rakir, em dikarin ji vî halî bifilitin. “Bi merivekî jî wê rabûna miriya bibe”, dêmek bi Îsa Mesîh. Pawlos usa got: “Çawa hemûyêd ji Adem bûyî dimirin, usa jî hemûyêd ji Mesîh bûyî wê sax bin” (1 Korn. 15:22). Gava Pawlos got ku “hemûyêd ji Adem bûyî dimirin”, ewî besa kê dikir? Bi van gotina, Pawlos besa zarên Adem dikir, yên ku gune û qisûrdarî ji Adem mîrat standine û lema dimirin (Rom. 5:12). Adem wê ji mirinê neyê rakirin. Qurbana Îsa Mesîh gunê Adem danade, çimkî Adem merivekî bêqisûr bû, yê ku bi hemdê xwe guh neda Xwedê. Wek ‘bizinên’ ku wê dîwana mirina her-heyî bistînin, Adem jî wê tu cara ji mirinê ranebe (Met. 25:31-33, 46; Îbrn. 5:9). w20.12 5 ¶13-14

Înî, 22 Tîrmehê

Xudan . . . yêd nimize belengaz dibîne (Zeb. 138:6).

Heger em cabdarîkî nastînin, derheqa melekên amin bifikirin. Li dema Ahab Padşa, Yehowa meleka pirsî ka wana wê ev padşê xirab çawa bixapanda. Çend meleka fikrên xwe gotin. Lê belê, Xwedê tenê yek ji wan bijart û wîra got ku fikra wî baş e (1 Padş. 22:19-22). Gelo melekên din eciz bûn û fikirîn ku xîreta wan badîhewa bû? Hilbet na! Melek bi rastî milûk in, û ewana dixwazin ku Yehowa hemû pesna bistîne (Hakim. 13:16-18; Eyan. 19:10). Bîr neke wekî ew qedirekî mezin e ku navê Xwedê li ser me ye û em mizgîna Padşatiya Xwedê elam dikin. Em dikarin hine kifşkirinên mexsûs bistînin yan jî unda bikin, lê belê bona Yehowa, tiştê herî ferz ev e ku em milûk bin û sînorên xwe bizanibin. Heger em merivên usa bin, him Yehowa him jî xûşk û birên me wê me hiz bikin. Lema, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu milûk bimînî. Serhatiyên merivên dilnimiz, yên ku li Kitêba Pîroz hatine nivîsandin, bîne ber çevê xwe. Îşê ku gerekê tu bikî çi be jî, vî îşî bi dil û can bona kara xûşk û bira pêk bîne (1 Pet. 5:5). w20.12 26 ¶16-17

Şemî, 23 Tîrmehê

Xilazbûnê mîna kumzirihê hildin, mîna şûr jî xebera Xwedê (Efes. 6:17).

Kumziriha xilazbûnê tê hesabê hêviya ku Yehowa dide – hêviya ku ew wê me ji mirinê aza bike û ku ew wê her kesê ku xwestina wî pêk tîne, xelat bike (1 Têsalonîkî 5:8; 1 Tîmotêyo 4:10; Tîto 1:1, 2). Hêviya xilazbûnê jî hişê me xwey dike. Ev alî me dike ku em dîna xwe bidin sozên Xwedê û himberî problêma bi zêdeyî berxwe nekevin. Em vî kumzirihî li xwe dikin, gava fikrên xwe li gora fikrên Xwedê dikin. Mesele, gerekê em “gumana xwe nedine ser hebûka pûçe derew, lê li ser Xwedêyê ku her tiştî bi merdanî dide me” (Zebûr 26:2; 104:34; 1 Tîmotêyo 6:17). Şûrê ruh tê hesabê Xebera Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz. Ev şûr dikare derewa “jêke” û meriva ji xulamtiya baweriyên qelp û edetên xirab xilaz ke (2 Korintî 10:4, 5; 2 Tîmotêyo 3:16, 17; Îbranî 4:12). Bi saya lêkolîna şexsî û hînbûna ku em ji teşkîleta Xwedê distînin, em hîn dibin ku vî şûrî bi hostetî bidine xebatê (2 Tîmotêyo 2:15). w21.03 27 ¶4; 29 ¶10-11

Led, 24 Tîrmehê

Ez bona xebera Xwedê û şedetiya bona Îsa wê giravêda bûm, ku jêra Patmos dibêjin (Eyan. 1:9).

Gava Yûhenna girtî bû, çimkî mizgîna derheqa Îsa Mesîh bela dikir, ewî dîsa jî bona kesên din xem dikir. Mesele, Yûhenna kitêba Eyantî nivîsî û çend civatara şand, wekî ewana derheqa “tiştêd ku gerekê zûtirekê biqewimin” bizanibin (Eyantî 1:1). Diqewime paşî ku ew ji Patmosê aza bû, ewî hingê kitêba xwe derheqa jiyan û xizmeta Îsa Mesîh nivîsî. Usa jî, ewî sê neme nivîsîn, wekî xûşk-bira hêlan bike û wana qewî bike. Tu dikarî fedakariya Yûhenna xwera bikî mesele, û îzbat kî ku tu însana hiz dikî, û ev yek wê li ser safîkirinên te hukum bike. Dinya Şeytan dixwaze ku tu wext û qewata xwe tenê bona kara xwe bidî xebatê. Sîstêma îroyîn meriva hêlan dike ku ew bikevin pey mal û milk yan jî pey navê xwe. Lê belê, ser temamiya dinyayê, mizgînvanên fedakar çi ji destê wan tê dikin ku mizgînê bela bikin û alî meriva bikin wekî ewana nêzîkî Yehowa bin. w21.01 10 ¶9-10

Duşem, 25 Tîrmehê

Yonatan mîna canê xwe jê hez kir (1 Sam. 18:1).

Rast e Yonatan kurê Şawûl Padşa bû, lê ew nedifikirî ku gerekê ew bibe padşa, û ewî çevnebariya Dawid nedikir (1 Samûyêl 20:31). Yonatan merivekî milûk bû, û ew Yehowara amin bû. Lema, ewî qirara Yehowa qebûl kir ku gerekê Dawid bibe padşa, û ewî piştgiriya Dawid dikir. Wexta ku Şawil li ser Yonatan hêrs ket, ew dîsa jî Dawidra amin ma (1 Samûyêl 20:32-34). Yonatan Dawid hiz dikir, lema ewî hevsûdî wî nedikir û tevî wî nedikete hucetê. Yonatan tîrvanekî hoste û eskerekî mêrxas bû. Mîna bavê xwe Şawûl, Yonatan “ji qertela jîrtir, ji şêra xurttir [qewattir] bû” (2 Samûyêl 1:22, 23). Eşkere ye ku gelek sebeb hebûn ku Yonatan pesnê egîtiya xwe bida. Lê belê, Yonatan çevnebariya serketinên Dawid nedikir. Dawid yekî mêrxas bû û xwe dispart Yehowa. Paşî ku ewî Golyat kuşt, Yonatan wîra heyran ma, û ewana bûn dostên hev. w21.01 21 ¶6; 22 ¶8-9

Sêşem, 26 Tîrmehê

Serê jinê mêr e (1 Korn. 11:3).

Hemû şagirtên Îsa Mesîh bin serîtiya wîye bêqisûrda nin. Lê gava jin mêr dike, ew dikeve bin serîtiya mêrekî qisûrdar. Ev yek carna zemet e. Lema pêşiya ku xûşkek mêr ke, wê baş be ku ew ji xwe bipirse: “Gelo ev bira wê bona malbetê bibe serekî baş? Gelo hebandina Yehowa jiyana wîda ciyê pêşin digire? Heger na, ez ji ku zanim ku paşê gava em bizewicin, ewê ji aliyê ruhanîva serîtiya malbetê bike?” Wê hilbet baş be ku xûşk derheqa xwe jî hine pirsa bipirse: “Gelo çi hunurên min yên baş hene? Gelo ez yeke bi sebir û destvekirî me? Gelo dostiya min tevî Yehowa qewî ye?” (Waîz 4:9, 12) Heger jinikek pêşiya zewacê safîkirinên baş bike, ewê zewaca xweda diha bextewar be. Bi mîlyona xûşkên me serîtiya mêrên xwe qebûl dikin. Lema jî ewana hêjayî paya ne! w21.02 8 ¶1-2

Çarşem, 27 Tîrmehê

Were Mekedonyayê alî me bike (Kar. Şand. 16:9).

Van sala, gelek mizgînvana destpêkirine zimanekî nû hîn bin, ji bo ku ew xizmeta xwe zêde bikin û derbazî civateke din bûne, ya ku hê zêde hewceyî mizgînvana ye. Ev şagirtên Îsa vê safîkirina şexsî dikin ku bikaribin hê zêde Yehowara xizmet bikin. Dibe ku gelek sal derbaz bin heta ku ew zimanê nûda hoste bin, lê ew dîsa jî bi gelek awaya alîkariya civatê dikin. Cêribandin û hunurên wan yên baş, civatê ji aliyê ruhanîva ava dikin. Ma em pir qîmetê nadin van xûşk û birayên fedakar? Ev yek ku birayek zimanê civatê baş nizane gerek nebe sebeb, ku koma rûspiyên civatê wî wek berdestiyê civatê yan rûspî kifş nekin. Gerekê rûspiyên civatê ne li gora vê yekê ku birayek zimanê civatê çiqas baş zane, lê li gora prînsîpên Kitêba Pîroz safî bikin ka ew hazir e ku bibe berdestiyê civatê yan rûspiyê civatê (1 Tîmt. 3:1-10, 12, 13; Tîto 1:5-9). w20.08 30 ¶15-16

Pêşem, 28 Tîrmehê

Xûşk-birayêd min, şabûneke mezin hesab kin, gava hûn bikevine nava cûre-cûre cêribandina (Aqûb 1:2).

Hine kes difikirin ku heger siheta wan baş be, perê wan gelek be û malbeta wanda edilayî hebe, ew yek bes e ku meriv bextewar be. Lê şabûna besa kîjanî ku Aqûb dikir, pareke “berê ruh” e û halê meva girêdayî nîne (Galatî 5:22). Mesîhî şabûnê distîne û bextewar e, çimkî zane ku ew çev dide Îsa û dilê Yehowa şa dike (Lûqa 6:22, 23; Kols. 1:10, 11). Çawa ku alava hundirê lempêda tê parastin wekî netemire, ev şabûn jî usa dilê Mesîhîda dişixule. Gava sihet-qewata wan xirab dibe yan perê wan namîne, dîsa jî ev şabûna wan natemire. Usa jî, zêrandin û qerfên meriva nikarin vê alavê bitemirînin. Serda jî, gava dijmin dixwazin ku vê alavê bitemirînin, ev alav diha gur dibe. Çaxê em seva baweriya xwe rastî tengasiya tên, ev yek îzbat dike ku em bi rastî şagirtên Îsa Mesîh ne (Metta 10:22; 24:9; Yûhenna 15:20). Lema Aqûb dikaribû wan xeberên ji rêza vê rojê binivîsiya. w21.02 28 ¶6

Înî, 29 Tîrmehê

[Dilê mêriv] gotineke qenc . . . şa dike (Metlk. 12:25).

Gelek rêzên Kitêba Pîroz nîşan dikin ku heger em rihet bimînin û îtbariya xwe Yehowa bînin, emê qewat bin. Gava em Kitêba Pîroz dixûnin û rastî rêzên usa tên, wê baş be ku em wan ezber bikin. Bona vê yekê, dibeke baş be ku em van rêza bi dengê bilind bixûnin. Yan jî, em dikarin wana binivîsin û gelek cara bixûnin. Yehowa Yêşûra gotibû ku bira ew kitêba Qanûnê hertim bi dengê nimiz bixûne, wekî ew bîlan be. Ev rêberî wê alî wî bikira ku ew cabdariya xwe bêtirs pêk bîne (Yêşû 1:8, 9). Di vê dinyayêda, gelek însan seva problêmên xwe xema dikişînin û ditirsin. Gava em rastî tengasiyên usa tên, gotinên Xebera Xwedê dikarin alî me bikin ku hiş û dilê me rihet be (Zebûr 27:1-3; Metelok 3:25, 26). Li civîna, em ji rêberiya ku ji sênê tê dayîn, ji cabên guhdara û ji xeberdana tevî xûşk-bira, karê distînin (Îbranî 10:24, 25). Usa jî, em dikarin dilê xwe xûşk-birên aminra vekin. w21.01 6 ¶15-16

Şemî, 30 Tîrmehê

Tu bawermendara bibe nexşek (1 Tîmt. 4:12).

Milûk bimîne û timê xwe bispêre Yehowa. Wexta ku tu hatî nixumandinê, te bawerîke mezin eyan dikir û te xwe dispart Yehowa. Û Yehowa tu di malbeta xweda qebûl kirî. Niha jî gelek ferz e ku tu berdewam kî xwe bispêrî wî. Gava tu safîkirinên gelek ferz dikî, hilbet hêsa ye ku tu baweriya xwe Yehowa bînî. Lê gava tu safîkirinên herrojî dikî, tu hingê jî rêberiya Yehowa digerî? Mesele, gava tu xwera xebatekî digerî, wedederbazkirinê dijbêrî yan ji xwera nêta datînî, tu car xwe nespêre aqilê xwe. Prînsîpên Kitêba Pîroz bigere, yên ku wê alî te bikin wekî tu safîkirinên rast bikî, û pey wan prînsîpa here (Metelok 3:5, 6). Heger tu usa bikî, tuyê dilê Yehowa şa bikî û bona xûşk-bira bibî mesela baş. Ça her kes, hilbet tu jî carna şaşiya dikî. Lê ev yek gerekê riya te negire ku xizmetiya xweda xîret bî. w21.03 6 ¶14-15

Led, 31 Tîrmehê

Ez ji devê şêr xilaz bûm (2 Tîmt. 4:17).

Diqewime neferên te miqabilî te dertên, yan jî şixulên Şedên Yehowa welatê teda hatine qedexekirin. Heger usa ye, gotinên ji 2 Tîmotêyo 1:12-16 û 4:6-11, 17-22, yên ku Pawlosê şandî kelêda nivîsîbûn, dikarin mêrxasiyê bidin te. Pêşiya ku tu van rêza bixûnî, bi zelalî Yehowara besa problêma xwe bike û wîra bêje ku ev problêm çawa li ser te hukum dike. Paşê, ji Yehowa reca bike wekî ew alî te bike ku tu ji serhatiya Pawlos hîn bî ku çawa serî tengasiyên xwera derxî. Yehowa bi saya Hagabo pêxember pêşda Pawlosra gotibû ku ewê rastî zêrandina bê, çimkî ew şagirtê Îsa Mesîh ye (Karên Şandiya 21:11-13). Gelo Yehowa çawa alî Pawlos dikir? Ewî caba duayên Pawlos dida, û timê qewat dida wî. Pawlosra hate gotinê ku ewê bigihîje xelata xwe. Usa jî, Yehowa bi saya dostên amin yên Pawlos alî wî dikir. w21.03 17-18 ¶14-15, 19

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin