Îlon
Pêşem, 1 Îlonê
Ezê ruhê xwe birijînim ser hemû meriva (Yowl. 2:28).
Pê rêberiya Xwedê Petrûs hine gilî ji pêxembertiya Yowêl cûrekî mayîn wekiland (Kar. Şand. 2:16, 17). Dewsa ku destpêke pê wan giliya “paşî wê”, ça Yowêlda tê gotinê, Petrûs got: “Rojêd axiriyêda”. Ew gilî vê kontêkstêda tê gotinê derheqa dewrana Cihûya, û hingê ruhê Xwedêyî pîroz gerekê “ser hemû merivada” bihata rijandinê. Ew tê hesabê, wekî paşî pêxembertiya derheqa kuliya, êpêce wede derbaz bû, û paşê ew para pêxembertiya Yowêl hate sêrî. Paşî rijandina ruhê Xwedêyî pîroz qirna yekêda, mizgînî nav temamiya dinêda bela bû. Wî wedeyî, nêzîkî sala 61 D.M., Pawlosê şandî nema xwe Kolosiyara nivîsî, ewî got ku mizgînî hate dayînê “wan hemûyara, yêd ku bin perê ezmênda dimînin” (Kols. 1:23). Çaxê Pawlos got “hemû”, ew dihate hesabê her ciya, kîderê ewî û merivên din dikaribûn rêwîtî bikirana. Lê rojên meda pê alîkariya qewata ruhê Yehowayî pîroz, mizgînî hê zêde bela bû, gihîşte “heta serê dinyayê” (Kar. Şand. 13:47). w20.04 6-7 ¶15-16
Înî, 2 Îlonê
Ezê mîhên xwe bipirsim [bigerim] (Hezql. 34:11).
Yehowa me her kesî hiz dike, û usa jî wan “biçûka”, yên ku ji keriyê wî dûr ketine (Met. 18:12-14). Xwedê bi saya Hezeqêl pêxember soz da, wekî wê pezên xweye undabûyî bigere û ruhanîda wana qenc ke. Û ewî got ku wê çi bike seva wana xilaz ke. Çi ku ewî gere bikira, berê şivanê Îsraêlî dikir gava pezek unda dibû (Hezql. 34:12-16). Pêşiyê, ew şivan diçû peza undabûyî bigere, û seva vê yekê lazim bû wede xerc ke û cefê bivîne. Çaxê şivan ew pez didît, dianî nava kerî. Xêncî vê yekê, hergê ew pez birîndar yan tî-birçî bûya, ewî şivanî bi hizkirin alî vê heywana sist dikir, birînên wê dipêça, hildida hemêza xwe û lê têr dikir. Rûspî jî, dêmek şivanên “keriyê pezê Xwedê”, gerekê usa bikin gava alî wî kesî dikin, yê ku ji civatê dûr ketiye (1 Pet. 5:2, 3). Rûspî wan kesa digerin, alî wan dikin seva vegerin civatê, û bi hizkirinê ruhanîda wana qenc dikin. w20.06 20 ¶10
Şemî, 3 Îlonê
Dîna xwe bidine zeviya, ew çawa zer bûne, dirûtinêra hazir in! (Yûhn. 4:35)
Gelo çaxê Îsa got, wekî zevî bona nandirûnê hazir in, ewî dixwest bigota, ku gelek meriv wê pey wî herin? Na. Kitêba Pîrozda hate pêxembertîkirinê, wekî hindik meriv wê baweriya xwe wî bînin (Yûhn. 12:37, 38). Û hin jî Îsa dikaribû dilê meriva bidîta (Met. 9:4). Lê yeke ewî hiş-aqilê xwe datanî ser wan hineka, yên ku wî bawer kirana, hin jî bi xîret her kesîra derheqa Xwedê hîn dikir. Em mîna Îsa nikarin dila bivînin, lema jî em tu car nikarin mihalekê yan merivekî sûcdar kin, û bifikirin ku wê nebine şagirtên Îsa. Dewsê, em gerekê ser meriva usa binihêrin ça ser xûşk-bira. Îsa gote şagirtên xwe, ku zevî zer bûne, dêmek hazir in bona nandirûnê. Meriv dikarin bêne guhastinê û bibine şagirtên Mesîh. Yehowa xwexa bawer dike, ku merivên ji mihala me dikarin bêne ser riya rast, û wana hesab dike ça “tiştên birûmet”, dêmek qîmet (Hag. 2:7). Hergê em ser meriva usa binihêrin ça Yehowa û Îsa dinihêrin, emê derheqa wan meriva hê zêde pêbihesin. Hingê ew meriv ne ku wê mera xerîb bin, lê emê wana hesab kin ça xûşk-birên axiriyê. w20.04 13 ¶18-19
Led, 4 Îlonê
Min hûn dost hesab kirin, çimkî her tiştêd ku min ji Bavê xwe bihîstin weva dane eyankirinê (Yûhn. 15:15).
Xebera Xwedê eşkere mera eyan dike, ku seva Yehowa me qebûl ke, em gerekê Îsa hiz bikin. Seva ku bibine dostê Îsa em gerekê wî nas kin. Bi saya xwendina kitêbên Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna, em dikarin Îsa nas bikin. Çaxê em ji wan kitêba derheqa jîyîna Îsa dixûnin, em destpêdikin qedirê wî bigirin û wî hiz kin, çimkî ew hindava meriva heyf û qenc bû. Besa xeberê, rast e ew Axayê şagirtên xwe bû, lê ew hindava wanda usa nîbû çawa hindava xulamada nin. Dewsê, ewî fikirên xwe wanra gilî dikir û dilê xwe wanra vedikir. Îsa derdên wan nêzîkî dilê xwe dikir û tevî wan digiriya (Yûhn. 11:32-36). Hela hê dijminên wî jî didîtin, wekî Îsa wanra, yên ku mizgîniya wî qebûl dikirin, dibû heval (Met. 11:19). Çaxê em çev didine Îsa ku ew hindava şagirtên xweda ça bû, em diha nêzîkî wî dibin, razî û bextewar dibin, û hizkirina me hindava wîda hê zêde dibe. w20.04 22 ¶9-10
Duşem, 5 Îlonê
Wê padşê başûr jî bi artêşeke gelekî mezin şer bike (Dan. 11:25, ÎM).
Ji sala 1870, Brîtanya bû împêriya hemdinyayê, ordiyên kîjanî lape qewî û mezin bûn. Pêxembertiyêda ew împêriya bi sîmbolîk ça stirûkî biçûk bû, kîjan sê stirûyên mayîn rakir, dêmek Fransa, Îspanya û Nîdêrland (Dan. 7:7, 8). Heta sala 1917, Brîtanya padşê başûrê bû. Wî wedeyî, nava dinyayêda Amêrîka bû welatekî lapî dewletî, û destpêkir tevî Brîtanyayê hevkariyê bike. Şerê Hemdinyayê I-da, Amêrîkayê û Brîtanyayê qewata xwe kirine yek û bûne piştgirên hev. Hingêda Brîtanya û Amêrîka tevayî bûne Împêriya Anglo-Amêrîkaya Hemdinyayê. Ça Daniyêl pêxembertî kir, ev padşê başûrê “artêşekî [ordîke] mezin û zef xwurt [qewî]” top kir. Nava wan rojên axiriyêda, Anglo-Amêrîka padşê başûrê ye. w20.05 4 ¶7-8
Sêşem, 6 Îlonê
Av dizivire dera ku jê diherike (Waîz 1:7, ÎM).
Av ser erdê heye, çimkî planêta me cîkî usada ye, ku ji tevê ne gelek dûr e, ne jî gelek nêzîk e. Hergê ev hema hinekî nêzîkî tevê bûya, ava ser erdê wê ziha bûya, erd wê germ û hişk bûya, û jîyîn wê ser tune bûya. Lê hergê erd hema hinekî ji tevê dûr bûya, temamiya ava ser erdê wê usa biqerimiya, ku erd bibûya topeke bûzê. Lê Yehowa erd daniye cîkî lapî baş, lema jî ser erdê ziviroka avê heye, kîjan ku emir xwey dike. Tev ava okyanûsa û hemû avên ser erdê germ dike û dike hulm seva ewir çêbin. Her sal ava ku tev dike hulm, ji ava hemû golên ser erdê, zêdetir e. Paşê ew hulma avê, weke deh roja hewêda dimîne, dibe berf yan baran û dibare ser erdê. Ev av axiriyêda paşda vedigere okyanûsa û cûre-cûre gol û kaniyên ava, û usa ev zivirok berdewam dibe. Yehowa ev zivirok usa saz kiriye, seva ser erdê hertim av hebe. Ew yek rastî jî bîlaniya wî û qewata wî eyan dike (Îb. 36:27, 28). w20.05 22 ¶6
Çarşem, 7 Îlonê
Gava ruhê pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin (Kar. Şand. 1:8).
Îsa şîret da, wekî her gav Xwedêra dua bikin, seva ruhê xweyî pîroz bide me (Lûqa 11:9, 13). Yehowa bi saya ruhê xwe ne tenê qewatê dide me, lê hela hê “zorayîya qewatê” jî (2 Korn. 4:7). Pê alîkariya ruhê Yehowayî pîroz, em dikarin ber her tengasîkê teyax kin. Ruhê pîroz dikare alî me bike, ku xizmetiya xwe bînin sêrî û usa jî talantên me û feresetên me baş ke. Em gerekê bîr nekin, wekî xizmetiyêda her tişt çi ku bal me rind tê standinê, eva ne ku pê qewata me ye, lê pê alîkariya ruhê Xwedêyî pîroz e. Em nîşan dikin ku ruhê pîroz qîmet dikin, gava dua dikin, wekî Xwedê alî me bike seva em nav xweda fikir û xwestinên nerast têderxin (Zeb. 139:23, 24). Hergê em bona vê yekê dua bikin, Yehowa wê bi saya ruhê xweyî pîroz mera eyan ke, ku nav xweda nihêrandin û xwestinên xweye nerast bivînin. Paşê îda em gerekê dua bikin, wekî ruhê pîroz qewatê bide me, seva van tiştên nerast biterikînin. Wî cûreyî, emê îzbat kin, wekî em naxwazin tiştên usa bikin, kîjan ku bibine menî wekî Yehowa pê ruhê xweyî pîroz alî me neke (Efes. 4:30). w20.05 28-29 ¶10-12
Pêşem, 8 Îlonê
Min tu wanva dayî eyankirinê (Yûhn. 17:26).
Çaxê em navê Yehowa diparêzin, em çev didine Îsa Mesîh. Îsa navê Bavê xwe eyan kir ne tenê bi wê yekê, ku navê wî dida xebatê, lê usa jî derheqa wî gilî dikir, wekî ew bi rastî Xwedêkî ça ne. Mesele, ewî derewên Fêrisiya eşkere dikir, yên ku bi cûre-cûre mêtoda Yehowa eyan dikirin ça yekî sert, gelek tişt dewa dike, xwe ji meriva dûr digire û bêrem e. Îsa alî meriva dikir wekî ewana bivînin, ku Bavê wî yekî heq û bîlan e, bi sebir û hizkirin e û hazir e bibaxşîne. Xêncî vê yekê Îsa bi temamî çev dida hunurên Bavê xwe, û bi vê yekê jî dida kifşê, ku bi rastî Yehowa Xwedêkî çawa ne (Yûhn. 14:9). Mîna Îsa, em jî dikarin derheqa Yehowa merivara gilî kin û wana hîn kin, wekî Ew Xwedêkî bi hizkirin û qenc e. Çaxê em usa dikin, em eyan dikin wekî ew derew û buxdanên hindava Yehowa, pûç in. Navê Yehowa bi wî cûreyî jî pîroz dibe çaxê em alî meriva dikin, wekî ewana Yehowa hiş û dilê xweda pîroz kin. Em bi xeberdan û şixulên xwe merivara didine kifşê ku Yehowa bi rastî yekî çawa ne. Em usa jî navê Xwedê pîroz dikin gava alî meriva dikin ku zanebûna nerast derheqa Yehowa, ji serê xwe derxin. w20.06 6 ¶17-18
Înî, 9 Îlonê
Em . . . agirê hev gur nekin û hevsûdiyê li hevdu nekin (Galt. 5:26).
Malperên sosyalî bi nêta baş bidine xebatê, mesele wekî haş malbeta xwe û hevalên xwe hebin. Lê we qe texmîn kiriye, ku hine meriv komêntarî, şikil û vîdêoyên xwe dikine wan malpera, wekî navê xwe bilind kin? Ça tê kifşê, pê vê yekê ewana timê dixwazin dîna meriva bikişînin ser xwe. Hinek hela hê jî komêntariyên necayîz ser şiklên xwe, yan jî ser şiklên merivên din dinivîsin. Lê Mesîhî têne hêlankirinê ku milûk bin û hestên hev hildine hesab, lema jî ewana malperên sosyalî wê bi wî cûrê necayîz nedine xebatê (1 Pet. 3:8). Hergê tu malperên sosyalî didî xebatê, wan pirsa bide xwe: “Dibe ku komêntarî, şikil yan jî vîdêoyên ku ez dikime malperên sosyalî, didine kifşê ku ez xwe qure dikim yan jî payê xwe didim? Mesîhî xwe ser merivara nagirin û dîna meriva nakişînin ser xwe. Ewana ev şîreta ji Kitêba Pîroz ya rêza îroyîn hildidin hesab. Hergê em milûk bin, emê mîna merivên vê dinyayê nîbin, yên ku qure û babax in û dixwazin meriv wana bilind kin (1 Yûhn. 2:16). w20.07 6 ¶14-15
Şemî, 10 Îlonê
Ez jî berê li wî dikifirîm, ew dizêrand û neyartî li wî dikir, lê rem li min bû, çimkî min nebaweriyêda bi nezaniya xwe kirin (1 Tîmt. 1:13).
Pêşiya ku Pawlos bibûya şagirtê Îsa, ew cahilekî babax bû û pey wan meriva diket, yên ku pey Îsa diçûn (Kar. Şand. 7:58). Çaxê Pawlos navê kîjanî hingê Şawûl bû, civata Mesîhiya dizêrand, Îsa xwexa wî da sekinandinê. Îsa ji ezmana tevî Pawlos xeber da û ew kor kir. Pawlos gerekê alîkarî ji wan meriva bixwesta, kîjana ewî dizêrand. Ewî bi milûktî alîkarî ji Hananiya şagirt qebûl kir, kîjanî ku ronaya çevê wî anî cî (Kar. Şand. 9:3-9, 17, 18). Wede şûnda Pawlos bû endemê civata Mesîhîtî, lê ewî tu car ew dersa ku Îsa ser riya Şamê wî hîn kiribû, bîr nedikir. Pawlos milûk ma û alîkariya xûşk-bira qebûl kir. Ewî anî ser xwe, wekî wana qewat dida wî (Kols. 4:10, 11). w20.07 18-19 ¶16-17
Led, 11 Îlonê
Bavê we xweş hat, ku padşatiyê bide we (Lûqa 12:32).
Qudreta Yehowa çiqas mezin e jî, ew hine cabdarî dide kesên din jî. Mesele, wî Îsa wek Padşê Padşatiya xwe kifş kiriye, û ew 144 000 kesî wek hempadşayên Îsa hildibijêre. Ji bo ku Îsa bibe Padşa û Serokkahîn, ewî hilbet ji Yehowa hînbûn standiye (Îbrn. 5:8, 9). Hempadşayên Îsa jî ji aliyê Yehowava tên hîn kirin ku cabdariya xwe bînin sêrî. Lê belê, Yehowa her gaveke wan kontrol nake, lê ew bawer dike ku ewê xwestina wî bînin sêrî (Eyan. 5:10). Hergê Xwedê – yê ku hewceyî alîkariya tu kesî nîne – cabdariya dide kesên din, ma ne lazim e ku em jî usa bikin? Mesele, hergê tu serê malbetê yan rûspiyê civatê yî, wê baş be ku tu hine cabdariya bidî kesên din, û her gaveke wan kontrol nekî. Hergê tu Yehowa xwera bikî mesele, barê te wê diha sivik bibe, û tuyê kesên din hîn bikî û xwebaweriya wan zêde bikî (Îşa. 41:10). w20.08 9 ¶5-6
Duşem, 12 Îlonê
Kurê Însan hat, wekî li yêd undabûyî bigere û xilaz ke (Lûqa 19:10).
Yehowa dixwaze em ça bin hindava pezên wîyî undabûyîda? Îsa mera meseleke baş hîştiye. Ewî zanibû ku Yehowa hemû pezên xwe qîmet dike. Lema Îsa her tişt çi destê wîva dihat dikir, seva “pezêd mala Îsraêlêye undabûyî” vegerîne cem Yehowa (Met. 15:24). Usa jî Îsa mîna şivanê heyf, her tişt dikir seva tu pezeke Yehowa unda nebe (Yûhn. 6:39). Pawlosê şandî rûspiyên ji civata Efesî şîret kir, wekî çev bidine Îsa. Ewî got: “Gerekê bixebitin komekê bidine ketiya û xebera Xudan Îsa bîr bînin ku digot: ‘Xwezî li dayiya, ne ku li standiya’” (Kar. Şand. 20:17, 35). Eyan e wekî wî şixulîda îro cabdariya rûspiya mezin e. Salvador, rûspîkî ji Îspanyayê dibêje: “Çaxê ez difikirim ku Yehowa pezên xweye undabûyî çiqas zef hiz dike, ez diha zef dixwazim her tiştî bikim çi destê min tê, wekî alî wan bikim. Ez bawer im wekî Yehowa dixwaze, ku ez . . . bona wana xem bikim”. w20.06 23 ¶15-16
Sêşem, 13 Îlonê
Tiştêd berê derbaz bûn (Eyan. 21:4).
Yehowa wê heta xilaziya Hukumdariya Hezarsalî sebir bike ku em bibin merivên bêqisûr. Heta wê demê, Yehowa hazir e ku şaşî û gunên me afû bike. Ma ne lazim e ku em jî dîna xwe bidin hunurên baş yên merivên din û li wan sebir bikin. Gava erd hat efirandin, Îsa û melek pir şa bûn. Gava dinya bi merivên bêqisûrva tije be, yên ku Yehowa hiz dikin û wîra xizmet dikin, ewê dîsa çiqas şa bin! Usa jî, gava 144 000 hempadşayên Îsa wê bivînin ku însan ji îşê wan çawa feydeyê distînin, ewê çiqas şa bin! (Eyan. 4:4, 9-11; 5:9, 10) Bîne ber çevê xwe ku gava êş, kul û derd, nexweşî û mirin wê heta hetayê tune bin, emê jî çiqas şa bin! Heta wê rojê, bira em hizkirin, bîlanî û sebra Yehowa xwera bikin mesele. Hergê em usa bikin, emê nava tengasiyada jî dilxweşiya xwe tu car unda nekin (Aqûb 1:2-4). Ma em bona hêviya rabûna miriya ji Yehowara şikirdar nînin? (Kar. Şand. 24:15) w20.08 19 ¶18-19
Çarşem, 14 Îlonê
Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê (Met. 24:14).
Kitêba Pîroz ew heye pêşkêşa ji Xwedê. Bavê meyî ezmana rêberî kir, wekî Kitêba Pîroz bê nivîsarê, çimkî ew zarên xweye ser erdê gelek hiz dike. Bi saya Kitêba Pîroz, Yehowa cabên pirsên ferz dide, kîjan ku bal meriva dikarin pêşda bên, mesele: Em ça hatine dinê? Nêta jîyîna me çi ye? Û axiriya me wê ça be? Yehowa dixwaze wekî hemû zarên wî caba wan pirsa pêbihesin, lema jî ew nava qirnada rêberiyê meriva dikir, ku ser gelek zimana Kitêba Pîroz welgerînin. Îro Kitêba Pîroz nîvîda yan bi temamî ser 3 000 zimana zêdetir heye! Nava terîxiyêda tu kitêb ser haqas zimana nehatiye welgerandinê û usa belabûyî nîne çawa Kitêba Pîroz. Hergê em Kitêba Pîroz dişêkirînin, emê her roj bixûnin, ser bifikirin, û çi ku ew hîn dike emirê xweda bînin sêrî. Usa jî emê bidine kifşê ku dişêkirînin evê pêşkêşa ji Xwedê, hergê çiqas dikarin gelek merivara gilî kin, ku Kitêba Pîroz çi dibêje (Zeb. 1:1-3; Met. 28:19, 20). w20.05 24-25 ¶15-16
Pêşem, 15 Îlonê
Temamiya rojêda gotina Xudan minra bû ruswaytî û qerfokî (Yêrem. 20:8).
Yêremya pêxember nav merivên sert û serhişkda xizmet dikir. Carekê, Yêremya haqas eciz bû ku ewî dixwest xizmeta xwe bihêle. Lê ewî usa nekir. Gelo çima? Çimkî xebera Yehowa di dilê Yêremyada wek agir bû, û ewî nikaribû xwe bigire (Yêrem. 20:9). Gava hiş û dilê me bi xebera Yehowava tije dibe, em jî usa dibin. Lema, pir ferz e ku em Kitêba Pîroz roj bi roj lêkolîn bikin û li ser wê kûr bifikirin. Bi vî awayî, şabûna me wê zêde bibe, û xizmeta me wê hê zêde ber bide (Yêrem. 15:16). Lema, gava tu seva tiştekî dilteng dibî, Yehowara dua bike ku ew alî te bike. Bi alîkariya wî, tu dikarî li himberî qisûr û kêmasiyên xwe şer bikî. Hergê tu nexweşî jî, Yehowa wê kêleka te be û piştgiriya te bike. Usa jî, ewê alî te bike ku nihêrandina te ya li ser xizmeta te pozîtîv be. Belê, Bavê xweyî ezmanîra derheqa xemên xwe gilî ke. Bi alîkariya wî, tu dikarî serî bi diltengiyêra derxî. w20.12 27 ¶20-21
Înî, 16 Îlonê
Hesab ke, pîra çawa diya xwe, kulfetêd cahil çawa xûşkêd xwe, weke şîrê helal (1 Tîmt. 5:1, 2).
Xêncî civîna, bona hine xûşka gelek mecal çênabe wekî tevî xûşk û bira wext derbaz kin. Lema wê baş be ku em li civîna tevî xûşka xeber din û nîşanî wan bikin ku bona wan xem dikin. Wek Îsa, wê baş be ku em tevî xûşka wext derbaz bikin (Lûqa 10:38-42). Belkî em dikarin wan ji bo xwarineke sivik yan ji bo wedederbazkirineke din gazî mala xwe bikin. Gava em bi hevra wext derbaz dikin, gerekê em derheqa tiştên pozîtîv xeber din (Rom. 1:11, 12). Wê baş be ku rûspiyên civatê nihêrandina Îsa Mesîh xwera bikin mesele. Îsa zanibû ku azepbûn li hineka zor tê, lê ewî nîşan kir ku ji bo bextewariya rastî, eseyî nîne ku kesek bizewice yan zara bîne dinyayê (Lûqa 11:27, 28). Seva ku em bi rastî bextewar bin, lazim e wekî em herî zêde dîna xwe bidin xizmeta Yehowa (Met. 19:12). Îlahî ferz e ku rûspiyên civatê jinên amin wek xûşk û dayikên xwe hesab kin. Wê baş be ku rûspiyên civatê pêşiya yan paşî civîna wext veqetînin ku tevî xûşka xeber din. w20.09 21-22 ¶7-9
Şemî, 17 Îlonê
Cotkar hîviya berê erdêyî bi qîmet e, . . . hûn jî sebir kin (Aqûb 5:7, 8).
Welatê Îsraêlda cotkar toxim paşî baranên pêşin payîzê direşand, lê berê erdê paşî baranên paşin biharê top dikir (Marq. 4:28). Wê baş be em jî mîna cotkara bisebir bin. Lê belê, ev yek carina hêsa nîne. Em qisûrdar in, lema em dixwazin berê keda xwe zû-zû bistînin. Lê heger em dixwazin ku baxçê me berdar be, gerekê em berdewam kin bikolin, biçînin, zîwana ji kokêva rakin û av bidin. Ji bo îşê hînkirinê jî pir wext û xîret lazim e. Mesele, wext lazim e ku em alî xwendekarên xwe bikin ku “zîwana” ji dilê xwe derxin, dêmek firqiyê nekine orta meriva û bêtalaş nîbin. Gava em rastî tengasiya tên, sebir dikare alî me bike wekî em dilteng nebin û dilxweşiya xwe unda nekin. Heger hine kes hazir in ku guh bidin me, dîsa jî lazim e ku em bisebir bin. Em nikarin baweriya xwendekarên xwe bi zorê mezin bikin. Carina şagirtên Îsa Mesîh jî zû fem nedikir ku ewî dixwest çi bigota (Yûhn. 14:9). Gerekê em jî bîr nekin ku em çiqas biçînin û av bidin jî, yê ku mezin dike, Xwedê ye (1 Korn. 3:6). w20.09 11 ¶10-11
Led, 18 Îlonê
Ezê bi dil şikirîyê bidime Xudan, nava civata rasta û cimetêda (Zeb. 111:1).
Em gişk dixwazin ku xwendekarên me pêşda herin û rojekê bêne nixumandinê. Çi dikare alî wan bike ku ew bigihîjin vê nêtê? Mesele, pir ferz e ku em wan hêlan bikin wekî ew bên civîna. Gelek xwendekarên ku ji destpêkêva tên civîna aliyê ruhanîva zû pêşda diçin. Hine dersdar xwendekarên xwera dibêjin ku bona hînbûna Kitêba Pîroz, hînkirina ku civatada tê dayîn mîna hînbûna şexsî ferz e. Îbranî 10:24, 25 tevî xwendekar bixûne û wîra şiroveke ku çi karê ew dikare ji civata bistîne. Ne bes e ku tu wî tenê teglîf bikî ku bê ser civatê. Bona ku tu xwestina wî zêde bikî, bi xîret besa tiştekî xweş bike, ya ku tu li civînekê hîn bûyî. Tiştên ku xwendekarê te wê li civîna bivîne û bibihê, wê ji hemû tiştên ku ewî li civînên baweriyên din dîtine yan bihîstine, xweştir bin (1 Korn. 14:24, 25). Bi serda, ewê kesên din nas bike, yên ku dikarin wîra bibin meselên baş û alî wî bikin ku ew berbi nixumandinê here. w20.10 10-11 ¶14-15
Duşem, 19 Îlonê
Ye ku mîna [Xwedê] dide hîn kirin kî ye (Îb. 36:22).
Ruhê Xwedê wê alî te bike wekî tu tiştên ku di Kitêba Pîrozda dixûnî û lêkolîn dikî, jiyana xweda pêk bînî. Mîna zebûrbêj dua bike: “Xudan rîya Xwe min hîn ke, ku ez rastîya Teda herim, bike ku dilê min ji navê Te xof bike” (Zeb. 86:11). Xwarina ruhanî, ya ku Yehowa bi saya Kitêba Pîroz û teşkîleta xwe dide me, timê bistîne. Nêta te hilbet ne tenê ev e ku tu zanebûna xwe zêde bikî, lê ev e ku tu rastiyê têkî dilê xwe û xwera bikî rêber. Ruhê Yehowa dikare alî te bike ku tu vê yekê bikî. Usa jî, hêlanê bide xûşk û bira (Îbrn. 10:24, 25). Ev yek çira ferz e? Çimkî ewana malbeta teye ruhanî ne. Lema, dua bike ku ruhê Xwedê alî te bike wekî tu bikaribî li civîna cabên ji dil bidî û cabdariyên xwe bi awayekî baş pêk bînî. Bi vî cûreyî, tu dikarî nîşanî Yehowa û Îsa Mesîh bikî ku tu “berxêd” wane qîmet, hiz dikî (Yûhn. 21:15-17). Lema jî guh bide Mamostayê xweyî Mezin û hemû hînkirinên wî bide xebatê. w20.10 24-25 ¶15-17
Sêşem, 20 Îlonê
Hemû şagirta ew hişt û revîn (Marq. 14:50).
Gava şandiyên Îsa Mesîh ji bo demekê sist bûn, ewî çi kir? Paşî ku Îsa ji mirinê rabû, ewî hine şagirtên xwera usa got: “Netirsin! Herin bêjine birêd min, ku [ez rabûme]” (Met. 28:10a). Îsa hêviya xwe ji şandiya nebirî. Rast e wana Îsa hîştin, lê ewî wanra got “birên min”. Mîna Yehowa, Îsa Mesîh jî yekî rem bû û di baxşande meriva (2 Padş. 13:23). Mîna vê yekê, hergê jî hine kes xizmetê dane sekinandinê, em dîsa jî bona wana xem dikin. Ewana dîsa jî xûşk û birên me ne, û em wana hiz dikin! Em keda wan bîr nakin. Hine ji wan gelek sala bi dil û can bona Yehowa xizmet kiribûn (Îbrn. 6:10). Em bi rastî jî bîra wan dikin! (Lûqa 15:4-7) Lema jî em gerekê xûşk û birên usa, kîjan ruhanîda sist bûne hêlan kin ku bêne civatê. Û gava yek ji wan bên Odên civatê, em gerekê bi dilgermî rastî wî bên. w20.11 6 ¶14-17
Çarşem, 21 Îlonê
Ji nivîsarê derneyên (1 Korn. 4:6).
Carekê, Aqûb û Yûhennayê şandî tevî diya xwe çûn bal Îsa ku qedrekî mexsûs bixwazin. Wê got: “Emir bike ku ev herdu kurên min, Padşatiya teda yek li milê te yê rastê, yê din li milê te yê çepê rûnê”. Lê Îsa wêra got ku tenê Xwedê dikare safî ke ku kî wê Padşatiyêda li milê Îsa yê rastê û çepê rûnê (Met. 20:20-23, ÎM). Îsa sînorên xwe bi milûktî qebûl dikirin. Ew tu cara ji gotinên Yehowa dernediket (Yûhn. 12:49). Em çawa dikarin mîna Îsa bin? Ji bo ku em mîna Îsa bin, gerekê em guh bidin vê şîreta Kitêba Pîroz ji rêza îroyîn. Lema, hergê kesek bê bal me û ji me şîretê bixwaze, gerekê em rind bifikirin berî ku em şîretê bidin wî û zorê li wî nekin ku ew nihêrandina me qebûl bike. Wê baş be ku em dîna meriva bikişînin ser şîretên Kitêba Pîroz û edebyetên teşkîletê. Bi vî awayî, em dikarin pesnê Yehowa bidin û nîşan bikin ku em sînorên xwe zanin (Eyan. 15:3, 4). w20.08 11-12 ¶14-15
Pêşem, 22 Îlonê
Îcar bi têra xwe rast û şehreza be, lê ne zêdetir. Ma ji bo çi tu xwe helak [qir] dikî? (Waîz 7:16)
Heger tu difikirî ku xûşk yan birak hewceyî şîretê ye, gerekê tu çi bikî? Pêşiya ku tu şîretê bidî kesekî, ji xwe bipirse: “Gelo ew bi rastî hewceyî vê şîretê ye?” Hine kes xwe bi zêdeyî rast hesab dikin, lema ew meriva ne li gora prînsîpên Yehowa, lê li gora nihêrandina xwe meriva sûcdar dikin, û merivên usa gelek cara dilrem nînin. Heger bi rastî lazim be ku tu şîretê bidî hevalê xwe, wîra bi zelalî bêje ku problêm çi ye, û bi alîkariya pirsa alî hevalê xwe bike ku ew şaşiya xwe fem bike. Bîr neke ku gerekê hevalê te ne li ber te, lê li ber Yehowa hesabê xwe bide (Rom. 14:10). Lema, gava tu şîretê didî kesekî, Xebera Xwedê bide xebatê û mîna Îsa Mesîh dilrem be (Metlk. 3:5; Met. 12:20). Gelo çima? Çimkî heger em hindava kesên din dilrem bin, Yehowa jî wê hindava meda dilrem be (Aqûb 2:13). w20.11 21 ¶13
Înî, 23 Îlonê
Li anegorî dîtina çevêd xwe dîwanê nekin, lê li anegorî rastiyê dîwanê bikin (Yûhn. 7:24).
Weyê bixwesta ku meriv ser hîmê rengê çermê we, yan sifetê we, yan jî bejin-bala we lome we bikin? Femdarî ye tu kes vê yekê naxwaze. Rastî jî em çiqas dilbîniyê distînin ku zanin, wekî Yehowa tu car li gora dîtina çevê meriva, dîwana me nake! Bînin bîra xwe, çaxê Samûyêl kurên Yêşa nihêrî, ewî ew yek nedît çi ku Yehowa dît. Yehowa gote Samûyêl, wekî kurekî Yêşa wê bibe padşê Îsraêlê. Lê kîjan? Gava Samûyêl kurê Yêşayî mezin Eliyab dît, got: “Bi rastî jî mesîhê Xudan li ber wî ye!” Eliyab yekî berbiçev bû, lema jî Samûyêl tirê ew e bijartiyê Xwedê. Lê Yehowa gote Samûyêl: “Li xuyabûna wî û dirêjiya qama [bejina] wî nenihêre; ji ber ku wî red kirim”. Ew gilî çi dersê me hîn dikin? Yehowa got: “Meriv li wec [rû] dinihêre; lê belê Xudan li dil dinihêre” (1 Sam. 16:1, 6, 7). Belê, em gerekê hindava xûşk-birada usa bin ça Yehowa. w20.04 14 ¶1; 15 ¶3
Şemî, 24 Îlonê
Çevêd xwe vekin û dîna xwe bidine zeviya, ew çawa zer bûne, dirûtinêra hazir in (Yûhn. 4:35).
Îsa ber zeviyara derbaz dibe, kîjan ku dibeke yên ceh bûn û teze şîn dibûn (Yûhn. 4:3-6). Ew zevî wê weke çar mehada zer bûna û dirûtinêra hazir bûna. Lê ecêbmayî ye Îsa çira usa got: “Çevêd xwe vekin û dîna xwe bidine zeviya, ew çawa zer bûne, dirûtinêra hazir in!” (Yûhn. 4:35, 36) Ewî bi wan giliya çi dixwest bigota? Ça tê kifşê Îsa ne ku derheqa dirûna zeviya digot, lê dirûna ruhanî. Dîna xwe bidinê, heta Îsa ew gilî bigota, çi qewimî. Rast e Cihûya xwe ji merivên Samerî dûr digirtin, lê Îsa jineke Samerîra şedetî da û ewê guh da wî! Û çaxê Îsa derheqa zeviyên ku “dirûtinêra hazir” bûn, xeber da, hingê elaleta Samerî, ku ji vê jinikê derheqa Îsa pêhesiyabûn, rêda bûn, dihatin seva wî bivînin û derheqa wî hê zêde pêbihesin (Yûhn. 4:9, 39-42). Lêkolînkarekî Kitêba Pîroz derheqa vê qewimandinê dibêje: “Ew yek ku cimet zû hatin cem Îsa seva wî bibihên . . . dida kifşê ku ewana mîna zeviyê gihîştî hazir bûn seva nandirûnê”. w20.04 8 ¶1-2
Led, 25 Îlonê
Bira em bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev (Îbrn. 10:24).
Bi saya civîna, em dikarin bibin dersdarên baş. Mesele, em hîn dibin ku em çawa dikarin Hacetên Sereke bona Hînkirinê bi hostetî bidine xebatê. Lema jî bona civata rind hazir be. Wedê civîna rind guh bide. Paşî civîna çi tu hînbûyî bide xebatê. Bi vî cûreyî tuyê bibî “eskerê Mesîh Îsayî qenc” (2 Tîmotêyo 2:3). Serda jî, bi mîlyona melekên qewat kêleka me ne. Bîne ber çevê xwe ku tenê melekek dikare çi bike! (Îşaya 37:36) Û niha, bîne ber çevê xwe ku bi mîlyona melek dikarin çi bikin! Însan be yan cin be, tu kes nikare himberî ordiya Yehowa serkeve. Heger Yehowa tevî me be, hejmara dijmina qet tiştek nîne (Hakimtî 6:16). Heger hevalxebatçî, hevaldersxan yan merivekî te miqabilî te radibe, bîr neke ku di vî şerîda tu tenê nînî. Heta ku tu guh bidî rêberiya Yehowa, ewê piştgiriya te bike. w21.03 29 ¶13-14
Duşem, 26 Îlonê
Heger rabûna miriya wê tunebe, de îdî “em bixwin-vexwin, çimkî emê sibê bimirin” (1 Korn. 15:32).
Ev nihêrandina nerast pêşiya rojên Pawlos jî hebû. Mesele, Îşaya 22:13 dibêje wekî Îsraêliyên ku ji Xwedê dûr diketin û li xwestinên xwe digeriyan, eynî tişt digotin. Îro jî, gelek kes dibêjin: “Jiyan kin e, li kêfa xwe binihêre!” Ew yek ku Yehowa dikare miriya rake, gerekê ser bijartina me derheqa hevala hukum ke. Mesele, lazim bû ku xûşk û birên li Korintê xwe ji kesên ku rabûna miriya bawer nakin, dûr bigirin. Ev yek tiştekî ferz me hîn dike: Wê baş be ku em tevî kesên ku tenê bona îro dijîn hevaltiyê nekin, çimkî heger em bi kesên usara pir wext derbaz kin, ewana dikarin ser nihêrandin û rabûn-rûniştina me xirab hukum bikin. Lema, Pawlosê şandî şagirtên Îsa Mesîh usa temî dikirin: “Rast bifikirin, ser hişê xweda werin, îdî guna nekin” (1 Korn. 15:33, 34). w20.12 9 ¶3, 5-6
Sêşem, 27 Îlonê
Serê her mêrî Mesîh e, serê jinê mêr e û serê Mesîh Xwedê ye (1 Korn. 11:3).
Ev rêz nîşanî me dike ku Yehowa malbeta xwe ya li ezmana û li ser erdê çawa organîze kiriye. Serîtî hukum û cabdariyêva girêdayî ye. Yê herî bilind Yehowa ye, lema jî hemû melek û însan li ber wî cabdar in (Romayî 14:10; Efesî 3:14, 15). Yehowa serwêrtiya li ser civatê daye destê Îsa Mesîh, lê Îsa dîsa jî bona xêr-xweşiya civatê li ber Yehowa cabdar e (1 Korintî 15:27). Usa jî, Yehowa cabdarî li ser jin û zara daye destê mêr. Lê ça mêr dikare bibe malxê baş? Ya ewlin, ew gerekê fem bike ku çi Xwedê ji wî dewa dike. Gerekê ew bizanibe ku çima Yehowa serîtî saz kiriye û çawa ew dikare çev bide Yehowa û Îsa Mesîh. Çima ev yek usa ferz e? Çimkî Yehowa ev cabdarî daye serê malbetê, û dixwaze ku ew vê cabdariyê rast bîne sêrî (Lûqa 12:48b). w21.02 2 ¶1-3
Çarşem, 28 Îlonê
Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike (Îşa. 48:17, DT).
Wê baş be ku çev bidine Yehowa vê yekêda, ku hine tişta bîra xweda xwey nekin. Mesele, rast e bîra Yehowa kamil e, lê çaxê em gunên xwe tobe dikin, ew van guna bîr dike û dibaxşînine me (Zeb. 25:7; 130:3, 4). Û çaxê meriv dilê me dêşînin, lê baxşandinê ji me dixwazin, em jî gerekê mîna Yehowa bîr kin û bibaxşînine wan (Met. 6:14; Lûqa 17:3, 4). Emê nîşan kin ku pêşkêşa ji Xwedê dişêkirînin, dêmek mejû, hergê evê pêşkêşê bidine xebatê seva pesina bidine Wî. Hine meriv mejiyê xwe bona kara xwe didine xebatê, dêmek xwexa safî dikin bona wan çi qenc e û çi xirab e. Lê çimkî Yehowa em efirandine, logîkî ye wekî prînsîpên wî diha baş in, ne ku prînsîpên ku em xwexa xwera datînin (Rom. 12:1, 2). Çaxê em prînsîpên wî tînin sêrî, em edilayêda dijîn (Îşa. 48:18). Ew yek nêtê dide emirê me, ku em pesina didine Efirandar û Bavê xwe, û dilê wî şa dikin (Metlk. 27:11). w20.05 23-24 ¶13-14
Pêşem, 29 Îlonê
Ser hev şewat bin (Rom. 12:10).
Gelo em çawa dikarin xûşk û bira diha zêde hiz bikin? Heger em wana diha nêzîk nas bikin, mera wê diha hêsa be ku wana fem bikin û hiz bikin. Firqî tune xûşk-birên me çend salî ne û ji kîjan miletî ne, dîsa jî em dikarin wanra hevaltiyê bikin. Yonatan weke 30 sal ji Dawid mezintir bû, lê ew dîsa jî bûne dostên hev. Gava ku em tevî xûşk yan birakî ji me mezintir yan biçûktir hevaltiyê dikin, em nîşan dikin ku em temamiya biratiya xwe hiz dikin (1 Petrûs 2:17). Gelo ev yek tê hesabê ku gerekê em tevî hemû xûşk û bira bibine dostên nêzîk? Na, ev yek nabe. Bi rastî însan xwe diha nêzîkî wan kesa texmîn dike, yên ku mîna wî eynî tişta hiz dikin û bi eynî tişta mijûl in. Îsa Mesîh jî hemû şandiyên xwe wek dostên xwe hesab dikir, lê ewî Yûhenna bi mexsûsî hiz dikir (Yûhenna 13:23; 15:15; 20:2). Dîsa jî, Îsa Mesîh cudetî nedikire di nav şagirtên xweda (Marq. 10:35-40). w21.01 23 ¶12-13
Înî, 30 Îlonê
Hûn ji hemû aliyava gelekî hebandinêva mijûl in (Kar. Şand. 17:22).
Pawlosê şandî tevî pûtparistên Atînayêda cûrekî mayîn xeber da, ne ku çawa tevî Cihûyên ji kinîştê. Ewî rind dîna xwe dayê dor-berê wî çi bû, û edetên dînê meriva çi cûreyî ne (Kar. Şand. 17:23). Li gora vê yekê, Pawlos têderxist ku ewana ji Nivîsarên Pîroz çida dikarin tevî wî qayîl bin, û bi van tişta xeberdana xwe destpêkir. Belê, Pawlos timê çaxê lazim bû cûrê xeberdana xwe diguhast. Ewî Atînara got, wekî ew çi ku wanra dibêje ji “Xwedêyê Nenas” e, kîjan ku ewana dihebînin. Rast e pûtparista Nivîsarên Pîroz nizanibûn, lê Pawlos nedifikirî wekî ewana wê tu car nikaribin bibine Mesîhî. Dewsê, ewî hesab dikir, wekî ewana mîna zeviyên zerbûyî, dirûnêra hazir in, û çaxê lazim bû ewî cûrê belakirina mizgîniyê diguhast. Mîna Pawlos dîna xwe bidinê dor-berê meriva. Dîna xwe bidine wan tişta, çi ku nîşan dikin, wekî merivên mihala weda çi bawer dikin. Besa xeberê, der-dorê xweyê malê çi cûreyî ye? Navê wî, kinc, xemilandin yan jî xeberdana wî derheqa dînê wî çi dide kifşê? w20.04 9-10 ¶7-8