KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es22 rûp. 98-108
  • Cotmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Cotmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2022
  • Binserî
  • Şemî, 1 Cotmehê
  • Led, 2 Cotmehê
  • Duşem, 3 Cotmehê
  • Sêşem, 4 Cotmehê
  • Çarşem, 5 Cotmehê
  • Pêşem, 6 Cotmehê
  • Înî, 7 Cotmehê
  • Şemî, 8 Cotmehê
  • Led, 9 Cotmehê
  • Duşem, 10 Cotmehê
  • Sêşem, 11 Cotmehê
  • Çarşem, 12 Cotmehê
  • Pêşem, 13 Cotmehê
  • Înî, 14 Cotmehê
  • Şemî, 15 Cotmehê
  • Led, 16 Cotmehê
  • Duşem, 17 Cotmehê
  • Sêşem, 18 Cotmehê
  • Çarşem, 19 Cotmehê
  • Pêşem, 20 Cotmehê
  • Înî, 21 Cotmehê
  • Şemî, 22 Cotmehê
  • Led, 23 Cotmehê
  • Duşem, 24 Cotmehê
  • Sêşem, 25 Cotmehê
  • Çarşem, 26 Cotmehê
  • Pêşem, 27 Cotmehê
  • Înî, 28 Cotmehê
  • Şemî, 29 Cotmehê
  • Led, 30 Cotmehê
  • Duşem, 31 Cotmehê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2022
es22 rûp. 98-108

Cotmeh

Şemî, 1 Cotmehê

“Kê nêt-fikira Xudan pêhesiya, ku şîretekê bide wî?” Lê nêt-fikira Mesîh serê meda ye (1 Korn. 2:16).

Çaxê em Îsa nas dikin, emê rabûn-rûniştinêda çev bidine wî. Em çiqas rind bizanibin cûrê fikirandina Îsa û çev bidine wî, haqas dostiya meye tevî wî, wê qewî be. Lê ça çev bidine Îsa? Mesele, Îsa kara xwe nedigeriya, lê kara meriva (Met. 20:28; Rom. 15:1-3). Lema ew dikete heyra meriva, ne ku ya xwe, û usa jî ew yekî rem bû. Ewî hilnedida dilê xwe çi ku meriva ser wî digotin (Yûhn. 1:46, 47). Îsa nihêrandina xwe hindava meriva nediguhast ji bo şaşiyên wane berê, çimkî bîra xweda xwey nedikir (1 Tîmt. 1:12-14). Îsa got: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhn. 13:35). Wê baş be em pirsê bidine xwe: “Ez çev didime Îsa û aliyê xweda her tiştî dikim, seva tevî xûşk-bira edilayê xwey kim?” w20.04 24 ¶11

Led, 2 Cotmehê

Wê navê min pîroz bikin (Îşa. 29:23).

Rast e em dijîn dinyake usada, kîderê meriv navê Yehowa bêhurmet dikin, lê mecala me heye, wekî navê wî biparêzin û derheqa wî rastiyê bêjin, ku Ew pîroz, heq, qenc û bi hizkirin e. Em dikarin piştgiriya serwêrtiya wî bikin. Em dikarin alî meriva bikin, wekî fem kin ku tenê serwêrtiya Yehowa rast û heq e, û tenê ew dikare edilayê û bextewariyê însanetêra bîne (Zeb. 37:9, 37; 146:5, 6, 10). Em dîsa bi cûrekî din jî dikarin navê Yehowa pîroz kin. Çaxê em meriva Kitêba Pîroz hîn dikin, em didine kifşê wekî tenê îzina Yehowa heye serwêrtiyê ser temamiya dinyayê bike. Rast e ferz e meriva derheqa qanûnên Xwedê hîn kin, lê nêta meye sereke ew e, wekî alî wan bikin, ku Yehowa Bavê me hiz bikin û wîra amin bimînin. Lema jî wê baş be, wekî em dîna meriva bidine ser hunurên Yehowa, û wanra bidine kifşê, wekî yê ku ew nav ser e, kesekî ça ne (Îşa. 63:7). Usa emê alî wan bikin, wekî ji hizkirinê gura Yehowa bikin û wîra heta xilaziyê amin bimînin. w20.06 6 ¶16; 7 ¶19

Duşem, 3 Cotmehê

Kê dev da mêriv . . . ? Ez Xudan nînim? (Derk. 4:11)

Mejiyê meriva bi cûrê mexsûs hatiye çêkirinê. Çaxê hûn hê zikê diya xweda bûn, mejiyê we bi organîze saz dibû, û her deqe bi hezara şaneyên teze çêdibûn! Lêkolînkar dibêjin, wekî mejiyê merivê gihîştîda, weke 100 mîlyard şane hene, navê kîjana nêîron in, û giraniya mejû weke 1.5 kîlogram e. Yek ji feresetekî mejû ew heye xeberdan. Seva hema xeberekê bêjin, mejiyê me gerekê rêberiyê weke 100 masûlkên me bike, yên ziman, qirikê, lêva, çengiyê, û sîngê me. Seva ku giliya zelal bêjin, lazim e ev hemû masûlke wedê xweda bixebitin. Sala 2019-da lêkolînekê eyan kir, wekî zarên virnî dikarin xeberên başqe têderxin. Gelek lêkolînkar qayîl in tevî vê yekê, çimkî bawer in, wekî em bi vî feresetî têne bûyînê, ku dikarin zimana têderxin û hîn bin. Eşkere ye, xeberdan ew heye pêşkêşa ji Xwedê. w20.05 22-23 ¶8-9

Sêşem, 4 Cotmehê

Ew li hîviya bajarê bingeha wî saxlem dima yê ku avakar û çêkerê wî Xwedê ye (Îbrn. 11:10, ÎM).

Birahîm bi dilxwazî jîyana rihet ya li bajarê Ûrê hîşt. Gelo çima? Çimkî ew hîviya ‘bajarê ku bingeha wî saxlem e’ dima (Îbrn. 11:8-10, 16). Bajarê ku Birahîm hîviyê bû, Padşatiya Xwedê ye. Ev Padşatî ji Îsa Mesîh û 144 000 kesên hilbijartî pêk tê. Pawlosê şandî ev Padşatî wek “bajarê Xwedêyê sax, Orşelîma ezmana” nav kir (Îbrn. 12:22; Eyan. 5:8-10; 14:1). Îsa Mesîh şagirtên xwera got ku bira ewana ji bo hatina vê Padşatiyê dua bikin, bona ku xwestina Xwedê wek li ezmên, li rûyê erdê jî bê sêrî (Met. 6:10). Gelo Birahîm zanibû ku Padşatiya Xwedê wê ça bê saz kirin? Na. Gelek sedsala, ev elametî wek “sur” dima (Efes. 1:8-10; Kols. 1:26, 27). Lê belê, Birahîm zanibû ku hine kesên ji zureta wî wê bibin padşa. Yehowa ev yek wîra soz dabû (Destp. 17:1, 2, 6). w20.08 2-3 ¶2-4

Çarşem, 5 Cotmehê

Yektiya wîda bijîn, raw avîtî, ser wî çêkirî û baweriyêda şidiyayî hîmgirtî bin (Kols. 2:6, 7).

Em gerekê hînkirinên rabera înkar kin. Şeytan timê merivên qelp dida xebatê, seva ku şikê bike dilê xizmetkarên Xwedêyî amin. Lema jî em gerekê bizanibin ku ça têderxin rastî ji qelpiyê. Dijminên me dikarin întêrnêtê bidine xebatê, seva baweriya me hindava Yehowa û hizkirina me hindava xûşk-bira, sist kin. Tu car bîr nekin, ku kê pişt vê yekê sekinî ye (1 Yûhn. 4:1, 6; Eyan. 12:9). Seva nekevine telikên Şeytan, em gerekê baweriya xwe hindava Îsa û rola wî qirara Xwedêda, diha qewî kin. Em usa jî gerekê îtbariya xwe vê kaniya tek bînin, kîjan ku Yehowa îro dide xebatê, wekî rêberiyê me bike (Met. 24:45-47). Hergê em dixwazin wekî baweriya me mîna baxên bi kokên qewî be, em gerekê her gav Xebera Xwedê lêkolîn bikin. Pawlos jî nema xweye civata Kolosîra wê yekê da kifşê, gava giliyên rêza vê rojê nivîsî. w20.07 23-24 ¶11-12

Pêşem, 6 Cotmehê

Meriv li wec [rû] dinihêre; lê belê Xudan li dil dinihêre (1 Sam. 16:7).

Em merivne gunekar in, lema nav meda ew xeyset heye, ku anegorî dîtina çevên xwe dîwana meriva bikin (Yûhn. 7:24). Lê em bi dîtina çevê xwe, bi rastî derheqa meriva tenê hine tişt pêdihesin. Bifikirin ser vê meselê: Hela hê hekîmê gelek baş û cêribandî jî, nikare derheqa merivê nexweş gelek tişt pêbihese, hergê tenê rûva wî binihêre. Pêşiyê ew gerekê rind guh bide wî, hela çi nexweşiyên wî hebûn, seva pêbihese derheqa halê wî û sîmptomên nexweşiya wî. Hekîm dibeke jêra bêje, ku lazim e rêntgên bike, seva bivîne nav dilê wî ça ne. Hergê hekîm lêkolînê neke, wê yê nexweşra nerast dermana binivîse. Mîna vê yekê, emê jî nikaribin bi temamî xûşk-bira fem bikin, hergê tenê rûva wana binihêrin. Em gerekê bixebitin, ku têderxin ewana dilda merivne ça nin. Hemikî em nikarin dila bivînin, lê lazim e em çiqas dikarin, çev bidine Yehowa. Ew guh dide xizmetkarên xwe, derecên wan û çi ku ser wan hukum dibe, hildide hesab, û dilşewat e hindava wan. w20.04 14-15 ¶1-3

Înî, 7 Cotmehê

Ser xwe bin (Rom. 12:3).

Em gerekê milûktiyê nav xweda pêşda bînin, çimkî merivên babax serwaxt nînin. Merivên babax dikevine dewê û xwehiz in. Cûrê fikirandina wan û kirên wan, gelek car hin wanra hin jî merivên dinra ziyanê tîne. Hergê ewana neyêne guhastinê, Mîrê-cina wê hişê wan dade (2 Korn. 4:4; 11:3). Lê merivê milûk nihêrandina rast xwey dike. Merivê usa ser xwe rast dinihêre û fem dike, ku merivên din gelek tiştada wî çêtir in (Fîlî. 2:3). Û ewana zanin ku “Xwedê miqabilî kubar-babaxa ye, lê keremê dide şkestiya” (1 Pet. 5:5). Merivên serwaxt naxwazin ku Yehowa miqabilî wan be. Seva ku milûk bimînin, em gerekê evê şîreta ji Kitêba Pîroz bînin sêrî, ku “merivê kevin kirêd wîva ji ser xwe [bêxin] û ewî nû li xwe [kin]”. Bona wê yekê, em gerekê ser xwe bixebitin, ku mesela Îsa kûr lêkolîn bikin, û çiqas dikarin çev bidine wî (Kols. 3:9, 10; 1 Pet. 2:21). w20.07 7 ¶16-17

Şemî, 8 Cotmehê

Beden yek e û gelek endemên wê hene (1 Korn. 12:12, ÎM).

Çi qedirekî mezin e ku Yehowa em civata xweda qebûl kirine. Civatêda edilayî heye, û em bi şabûnê hevra Yehowa dihebînin. Lê gelo civatêda rola te çi ye? Pawlosê şandî civat beramberî bedenê kir, û wî endemên civatê beramberî parên bedenê kir (Rom. 12:4-8; 1 Korn. 12:12-27; Efes. 4:16). Dersek kîjan ku em dikarin ji mesela Pawlosê şandî bistînin, ev e ku malbeta Yehowada, ciyê her kesî heye. Pawlos usa got: “Wek ku di bedena meda gelek endem hene û karê hemû endema cihê ye, usa jî em yên ku gelek in, em bi Mesîh yek beden in û em hemû endemên hev in” (Rom. 12:4, 5, ÎM). Pawlos çi dixwest bigota? Civatêda, rola her kesî ji hev cuda ye, lê her kes bi qîmet e. w20.08 20 ¶1-2; 21 ¶4

Led, 9 Cotmehê

Xudan jêra got: “Çawa?” (1 Padş. 22:21, ÎM)

Dê û bavno, hûn çawa dikarin milûktiya Yehowa xwera bikin mesele? Besa xeberê, pêşiya ku hûn safîkirinekê bikin, hûn belkî dikarin fikra zarokên xwe jî bipirsin. Hergê dibe, li gora fikrên wan bikin. Yehowa usa jî bi sebir e, gava xizmetkarên wî zor tê ku qirarên wî qebûl bikin. Gava Birahîm pirsî, ka wê heq be ku Yehowa bajarên Sodom û Gomorayê wêran bike, Xwedê bi sebir guh da wî (Destp. 18:22-33). Usa jî, bîne bîra xwe ku Yehowa çawa dilovaniya xwe jina Birahîm Sarayêra eyan kir. Sara îda pîr bû, û gava Xwedê soz da ku ewê hemle bimîne, ew keniya. Dîsa jî, Yehowa hêrs neket û eciz nebû, lê wî dîsa jî qedrê Sarayê girt (Destp. 18:10-14). Hergê tu dê, bav yan rûspiyê civatê yî, tu dikarî ji mesela Yehowa çi dersa bistînî? Gava li kesekî zor tê ku qirarên te qebûl bike, tu çi dikî? Gelo tu raste-rast wîra dibêjî ku tu rast î û ew şaş e, yan xîret dikî ku nihêrandina wî fem bikî? Gava kesên xweyîhukum Yehowa xwera dikin mesele, neferên malbetê û civatê ji vê yekê karê distînin. w20.08 10 ¶7-9

Duşem, 10 Cotmehê

Qewata min sistiyada miyaser dibe (2 Korn. 12:9).

Çaxê em derheqa rastiyê teze pêhesiyan, dibeke me dixwest wekî kesek alîkariyê bide me, çimkî me fem dikir, wekî em gelek tişt nizanin û lazim e hîn bin (1 Korn. 3:1, 2). Lê niha em çi dikarin bêjin? Hergê em zûdava Yehowara xizmet dikin û em îda rind cêribandî ne, dibeke dilê me neyê ku alîkariya xûşk-bira qebûl kin, îlahî ya wan, yên ku teze hatine nava rastiyê. Lê Yehowa bi alîkariya xûşk-bira me qewî dike (Rom. 1:11, 12). Lema jî em gerekê alîkariya xûşk-bira qebûl kin. Kûltûra meriva, usa jî qewat, xwendin û hebûk ferz nîne, lê hergê meriv milûk be û îtbariya xwe Yehowa bîne, wê bikaribe gelek tiştên baş bike. Were em hemû jî pêşda herin ku 1) îtbariya xwe Yehowa bînin, 2) ji meselên Kitêba Pîroz hîn bin, û 3) alîkariya xûşk-bira qebûl kin. Hingê firqî tune em çiqas jî xwe sist texmîn kin, Yehowa wê qewatê bide me! w20.07 14 ¶2; 19 ¶18-19

Sêşem, 11 Cotmehê

Ji we her yek heta xilaziyê wê xîretê bide kifşê, . . . em naxwazin ku hûn xweranedîtî bin, lê çev bidine wan, yêd ku bi baweriyê û sebirê sozêd Xwedê war dibûn (Îbrn. 6:11, 12).

Hineka zor tê ku li himberî merivên xwe yên nebawermend bisebir bin. Prînsîpa li Waîz 3:7 dikare vê yekêda alî me bike. Ev rêz usa dibêje: “Wexta hişbûnê heye û wexta gotinê heye”. Bi rabûn û rûniştina xwe, em dikarin dîna merivên xwe bikişînin ser rastiyê. Usa jî, gerekê em her tim hazir bin ku wanra besa Yehowa bikin (1 Pet. 3:1, 2). Belê, lazim e ku em mizgînê bi xîret bela bikin, û hindava her kesî, dêmek hindava merivên xwe jî, bisebir bin. Serhatiyên kesên amin dikarin alî me bikin ku em sebra xwe zêde bikin. Hebaqûq hizreta xilazbûna xirabiyê bû, lê ew dîsa jî bi sebir hîviyê disekinî (Hebq. 2:1). Pawlosê şandî ji dil dixwest xizmeta xwe ‘bîne serî’. Dîsa jî, ewî îşê belakirina mizgînê bi sebir berdewam dikir (Kar. Şand. 20:24). w20.09 11-12 ¶12-14

Çarşem, 12 Cotmehê

[Îsa], pey wê yekê neket, ku bima weke Xwedê (Fîlî. 2:6).

Rast e Îsa paşî Yehowa ciyê duda digire, lê ew xwe bilind nake, û derheqa xwe zêde nafikire. Hergê em mîna Îsa milûk bin, emê diha zef hizkirina xwe merivara bidine kifşê. Îsa usa jî got, ku xizmetkarên Xwedê wê hindava hevda hizkirinê bidine kifşê (Lûqa 9:48; Yûhn. 13:35). Em gerekê çi bikin hergê divînin, wekî civatêda problêm hene, û bi texmîna me rûspî bona vê yekê tiştekî nakin? Vê derecêda dewsa ku bikine kute-kut, wê baş be ku em gura birên cabdarda bin (Îbrn. 13:17). Seva ku vê yekê bikin, pirsên usa bidine xwe: “Gelo ew problêmên ku ez divînim, usa mezin û ferz in, ku gerekê bêne rastkirinê? Gelo ew wextekî baş e, wekî ew problêm bêne safîkirinê? Gelo ew îşê min e, ku bikevime nava wan şixula? Bi rastî ez dixwazim yektiyê bikime civatê, yan dixwazim xwe baş bidime kifşê?” Yehowa milûktiyê diha qîmet dike ne ku fereseta, û edilayê hê zêde qîmet dike, ne ku xîretbûnê. Lema jî aliyê xweda hemû tiştî bikin, wekî bi milûktî Yehowara xizmet kin. Hergê hûn usa bikin, hûnê edilayê civatêda xwey kin (Efesî 4:2, 3). w20.07 4-5 ¶9-11

Pêşem, 13 Cotmehê

Hingê Îsa wanara got: “Netirsin! Herin bêjine birêd min” (Met. 28:10).

Îsa Mesîh ji bo alîkariya ku wî ji jinên bawermend distand, şêkirdar bû (Lûqa 8:1-3). Rastiyên kûr jî wanra eyan dikirin. Mesele, ewî wanra got ku ewê bimire û paşê bê rakirin (Lûqa 24:5-8). Ewî ne tenê şandiyên xwe, lê ev jinên bawermend jî bona tengasiyên nû hazir dikirin (Marq. 9:30-32; 10:32-34). Gava Îsa hat girtin, şandiyên wî reviyan, lê gava ew li ser stûnê dimir, hine jinên ku berê piştgiriya wî kiribû, li kêleka wî bûn (Met. 26:56; Marq. 15:40, 41). Paşî ku Îsa ji mirinê hat rakirin, kesên pêşin ku ew dît, jinên bawermend bûn. Îsa wanra got ku bira ew şandiyên wîra bêjin ku ew ji mirinê rabûye (Met. 28:5, 9, 10). Usa jî, li Roja Pênciyê Hesabê ya sala 33 D.M., gava ruhê pîroz hat rijandin, dibe ku li wê derê hine jinên bawermend jî hebûn û ew xûşkên bijartî jî bi saya ruhê pîroz bi cûre-cûre zimana xeber dida û besa “karên Xwedê yên mezin” dikir (Kar. Şand. 1:14; 2:2-4, 11). w20.09 23 ¶11-12

Înî, 14 Cotmehê

Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe (1 Tîmt. 4:16).

Îşê belakirina mizgînê pir ferz e. Îsa Mesîh usa gotibû: “Niha herin hemû mileta hîn kin û wana . . . binixumînin” (Met. 28:19, 20). Bona ku însan xilaz bibin û jiyana heta-hetayê bistînin, nixumandin eseyî ye. Kesê ku dixwaze bê nixumandinê gerekê baweriya xwe bîne ku qurbanbûn û rabûna Îsa Mesîh riya xilazbûnê vekiriye. Lema, Petrûsê şandî got ku nixumandin însana bi saya rabûna Îsa Mesîh “xilaz dike” (1 Pet. 3:21). Dêmek, gava şagirtekî nû tê nixumandinê, ew dikeve riya xilazbûnê. Bona ku em meriva bikin şagirtên Îsa Mesîh, gerekê em “hînkirinêda” bibine hoste (2 Tîmt. 4:1, 2). Gelo çima? Îsa Mesîh gotibû ku gerekê em meriva “hîn bikin”. Pawlosê şandî jî usa got: “Her gav nava wanda bimîne, çimkî bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kîjanêd guhdariya te dikin”. w20.10 14 ¶1-2

Şemî, 15 Cotmehê

Ji vir şûnda tê meriva mîna mesiya bigirî (Lûqa 5:10).

Paşî ku Petrûs bû şagirtê Mesîh Îsa, wî îda dest bi îşê mesîgiriya sîmbolîk kir. Bi alîkariya Yehowa, Petrûs di vî îşîda jî pir pêşdaçûyî bû (Kar. Şand. 2:14, 41). Em mizgînê bela dikin, çimkî em Yehowa hiz dikin. Sebeba me ya herî mezin ev e. Hizkirina Yehowa dikare alî me bike, wekî em netirsin ku hunurên me têra me nakin em vî îşî bi awayekî baş bînin sêrî. Gava Îsa Mesîh gazî Petrûs kir, ewî jêra got: “Netirse!” (Lûqa 5:8-11) Îsa Mesîh çima usa got? Gelo Petrûs ditirsiya ku heger ew bibe şagirtê Îsa, tiştekî xirab wê bê serê wî? Na. Petrûs û mesîgirên din bi alîkariya Îsa gelek mesî girtin. Gava Petrûs ev yek dît, ew ecêbmayî ma û fikirî ku ew hêja nîne tevî Îsa Mesîh hevkariyê bike. Dibeke hine tirsên te jî hene. Mesele, dibeke tu difikirî ku nikarî vê cabdariyê hildî ser stûyê xwe. Lema, seva xwestina te zêde be ku tu teglîfa Îsa Mesîh qebûl bikî, wê baş be ku tu hizkirina hindava Yehowa, Îsa Mesîh û însana dilê xweda zêde bikî (Met. 22:37, 39; Yûhn. 14:15). w20.09 3 ¶4-5

Led, 16 Cotmehê

Herin hemû mileta hîn kin (Met. 28:19).

Em wext, qewat û perê xwe bi rezedilî xerc dikin, wekî kesên ku dilê wan bona jiyana herheyî hazir e bivînin (Kar. Şand. 13:48). Bi vî awayî, em Îsa Mesîh xwera dikin mesele. Ewî got: “Xwarina min ew e, ku ez xwestina wî yê ku ez şandime bikim û karên wî pêk bînim” (Yûhn. 4:34; 17:4). Em jî ji dil dixwazin îşê ku mera hatiye dayîn, pêk bînin (Yûhn. 20:21). Xwestina me ev e ku kesên neaktîf jî di vî îşîda tevî me bixebitin (Met. 24:13). Pêkanîna temiya Îsa Mesîh hilbet hêsa nîne. Lê belê, em di vî îşîda tenê nînin. Îsa soz daye ku ew wê tevî me be. Di îşê şagirtkirinêda, em tevî Xwedê û Îsa Mesîh hevkariyê dikin (1 Korn. 3:9; 2 Korn. 2:17). Belê, em dikarin vî îşî pêk bînin. Çi qedirekî mezin e ku em vî şixulî tînin sêrî û dikarin alî kesên din bikin, wekî ew jî di îşê Xwedêda tevî me hevkariyê bikin! (Fîlî. 4:13) w20.11 7 ¶19-20

Duşem, 17 Cotmehê

Îsa bi serwaxtî û bejinê pêşda diçû û bi merîfetî li ber Xwedê û li ber meriva mezin dibû (Lûqa 2:52).

Safîkirinên dê-bava dikarin wexteke dirêj li ser zarên wan hukum bikin. Heger dê û bav safîkirinên xirab bikin, ev yek dikare bibe sebeba problêmên mezin. Lê heger ew qirarên baş bidin, ewana dikarin alî zarên xwe bikin ku jiyana wan baş be. Hilbet lazim e ku zarok jî safîkirinên baş bikin. Em hêvîdar in ku ewê safî kin ku Yehowara xizmet bikin. Jîyîna merivada eva safîkirina here baş e (Zeb. 73:28). Dê û bavê Îsa dixwest alî zarên xwe bikin ku ewana Yehowara xizmet bikin, û safîkirinên wan nîşan dikir ku nêta wan ya sereke ev bû (Lûqa 2:40, 41, 52). Îsa jî qirarên baş dikirin, yên ku alî wî dikirin ku ew xwestina Yehowa bîne sêrî (Met. 4:1-10). Îsa bû merivekî dilovan, amin û mêrxas. Hilbet her dê û bav dixwazin ku zarên wan bibine mîna Îsa. w20.10 26 ¶1-2

Sêşem, 18 Cotmehê

Bira çevêd te raste-rast binihêrin (Metlk. 4:25).

Van mesela bîne ber çevê xwe: Xûşkeke emirda mezin rojên xweş tîne bîra xwe. Jiyana wê niha hê zor e, lê ew dîsa jî bi dil û can Yehowara xizmet dike (1 Korn. 15:58). Ew her roj dide ber çevê xwe ku jîyîna dinya tezeda wê çiqas xweş be. Xûşkeke din tîne bîra xwe ku xûşkeke ji civata wê dilê wê çawa êşandibû, lê ew safî dike ku hêrsa xwe berde (Kols. 3:13). Birak şaşiyên xwe yên berê bîr nekiriye, lê niha ew ser xwe dixebite û her tiştî dike wekî amin bimîne (Zeb. 51:10). Ev sê mesele çawa hevva girêdayî ne? Hersêka jî bîr nekiriye ku di rojên berêda çi qewimîbû. Dîsa jî, ew raste-rast li pêşiya xwe dinihêrin, û hişê wan li ser tiştên berê namîne. Çima ew yek usa ferz e? Merivekî ku hertim li paş dinihêre nikare raste-rast rê here. Mîna vê yekê, heger em hertim derheqa rojên berê bifikirin, emê nikaribin di xizmeta Yehowada pêşda herin (Lûqa 9:62). w20.11 24 ¶1-3

Çarşem, 19 Cotmehê

Ewî mîna zilamekî [merivekî] nehesiband (1 Sam. 17:42).

Dawid himberî Golyatê esker, sist dihate kifşê. Golyat yekî terikî, qewî çekkirî û bona şer rind hînkirî bû. Rast e Dawid sist dihate xanê, lê bi rastî ew diha qewat bû. Ewî îtbariya xwe Yehowa dianî, lema jî Yehowa qewat da wî, û ewî dijminê xwe alt kir (1 Sam. 17:41-45, 50). Dawid paşê rastî çetinayîke din hat, kîjan ku dikaribû ew bişkênanda û qidûm bêxista. Dawid hindava Şawûlda, yê ku ji Yehowa hatibû kifşkirinê ça padşa, amin bû. Şawûl padşa pêşiyê qedirê Dawid digirt. Lê wede şûnda ewî ji bo babaxiyê, dexesî Dawid kir. Şawûl hindava Dawid usa xirab bû, ku hela hê jî dixwest wî bikuje (1 Sam. 18:6-9, 29; 19:9-11). Şawûl çiqas jî neheqî Dawid dikir, yeke Dawid hindava bijartiyê Yehowa qedir dida kifşê (1 Sam. 24:6). Dawid îtbariya xwe Yehowa dianî, ku wê qewatê bide wî, wekî wan çetinayada teyax ke (Zeb. 18:1). w20.07 17 ¶11-13

Pêşem, 20 Cotmehê

Dema dawîda, wê padşê başûrê bi padşê bakurra şer bike (Dan. 11:40, ÎM).

Ev pêxembertî derheqa padşê bakurê û padşê başûrê, nîvê zef îda hatiye sêrî, lema em dudilî nînin, wekî çi ku maye, ew jî wê ese bê sêrî. Seva em pêxembertiya Daniyêl ji serê 11 fem kin, em gerekê bîr nekin, wekî wêderê tê gotinê derheqa wan serwêr û serwêrtiya, yên ku xût pey cimeta Xwedê diketin. Rast e hejmara xizmetkarên Xwedê himberî bineliyên temamiya dinyayê gelek biçûk e, yeke ewana dikevine çeva. Çira? Çimkî ewana ber çevê Şeytan û dinya wî reş in, û lema nêta wan ew e ku qira xizmetkarên Yehowa bînin (Destp. 3:15; Eyan. 11:7; 12:17). Xêncî vê yekê, pêxembertiya ji kitêba Daniyêl girêdayî ye tevî pêxembertiyên mayîn. Lema jî seva evê pêxembertiyê rast fem kin, em gerekê beramberî rêzên din bikin. w20.05 2 ¶1-2

Înî, 21 Cotmehê

Mirî çawa dikarin rabin û qalibê wanê çawa be? (1 Korn. 15:35)

Îro derheqa jiyana paşî mirinê cûre-cûre fikir hene. Lê belê, Kitêba Pîroz li ser vê yekê çi dibêje? Gava meriv dimire, bedena wî dirize. Lê belê, Xwedê, yê ku Efirandarê her tiştî ye, dikare vî kesî bi bedeneke nû rake (Destp. 1:1; 2:7). Pawlosê şandî bi meselekê nîşan kir ku gava Xwedê kesekî bona jiyana li ezmana radike, ne lazim e ku ew bi eynî bedenê rake. Mîna ku toximek tê çandin û gîhayê ku jê derdikeve, ji toximê biçûk pir cude ye, Xwedê jî dikare “li gora xwestina xwe bedenekê” çêke. Pawlos usa jî got ku qalibên, dêmek bedenên ezmanî û bedenên dinyayî hene. Ew çi tê hesabê? Li dinyayê, bedenên ji goşt hene, lê li ezmana, bedenên ji ruh hene, mesele bedenên meleka (1 Korn. 15:36-41). w20.12 9-10 ¶7-9

Şemî, 22 Cotmehê

Heta kengê ezê binelim, her roj dilda derd û kul bim? (Zeb. 13:2)

Em gişk dixwazin bi jiyaneke rihet û bêderd bijîn. Lê em çi jî bikin yeke em carna dilteng dibin û dibeke mîna Dawid Padşa ji Yehowa usa dipirsin, ça vê rêza rojêda me xwend. Hine tiştên ku ne di destê meda nin dikarin xema me zêde bikin. Mesele, kinc, xwarin û kirêya mala çiqas diçe biha dibe. Li mektebê yan li ciyê xebatê, gelek kes qelpî û bênamûsiyê dikin, û ewana carna zorê li me dikin ku em jî bibine mîna wan. Usa jî der-dora me zulmî û zordarî tije ye. Em hilbet nikarin tiştên usa bidin sekinandin. Bi rastî sebeba van çetinaya ev e ku piraniya meriva prînsîpên Kitêba Pîroz qebûl nakin. Şeytan, yê ku xweyê vê dinyayê ye, dixwaze ku em bi “xemêd vê dinyayê” haqas mijûl bin, wekî em nikaribin Yehowara xizmet bikin (Metta 13:22; 1 Yûhenna 5:19). Lema, em ecêbmayî namînin ku dinya bi derdên giranva tije ye! w21.01 2 ¶1, 3

Led, 23 Cotmehê

Her kesê ku birê wî ber çeva reş e, ew mêrkuj e û hûn zanin ku nava tu mêrkujîda jiyîna heta-hetayê tune (1 Yûhn. 3:15).

Yûhenna şandî em temî kirine ku em xûşk û bira nefret nekin. Heger em vê şîretê pêk neynin, Şeytan dikare li ser me hukum bike (1 Yûhenna 2:11). Nêzîkî xilaziya qirna yekê, halê hine xûşk û bira usa bû. Şeytan pir xîret dikir ku di nav wanda nefretê pêşda bîne û yektiya wan xirab bike. Wexta ku Yûhenna nemên xwe dinivîsîn, di civatada hine kes ketibûn ber bayê Şeytan. Mesele, merivekî bi navê Diyotrefîs dutîretî dixist nav civatê (3 Yûhenna 9, 10). Diyotrefîs yekî qure bû, û ewî wan rûspiya ku koma rêberiyê şandibû, qebûl nedikir. Bi serda, ewî dixwest wekî kesên ku birên cabdar li malên xwe dikirin mêvan, ji civatê bên derxistin. Îro jî, Şeytan çi ji destê wî tê dike ku dutîretiyê nav me xe. Bira em tu cara îzinê nedin ku nefretî yektiya me xirab bike. w21.01 11 ¶14

Duşem, 24 Cotmehê

Gava ewana şedetiya xwe ser hevda bînin, hingê ew cenewirê . . . wê tevî wan şer ke, wan bindest ke û bikuje (Eyan. 11:7).

Şerê hemdinyayê pêşinda, dewleta Almanyayê û Brîtanyayê pey xizmetkarên Xwedê diketin, çimkî wana înkar dikir şerda meriva bikujin. Û dewleta Amêrîkayê jî birên ku rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dikirin, kire kelê. Bi vê yekê pêxembertiya ji Eyantî 11:7-10 hate sêrî. Paşê, îda ji destpêka sala 1933, û îlahî wedê şerê hemdinyayê dudada, padşê bakurê cimeta Xwedê gelek dizêrand. Hîtlêr û piştgirên wî, şixulê cimeta Xwedê qedexe kirin. Wana bi seda xizmetkarên Yehowa kuştin, û bi hezara zêdetir kirine girtîgehê. Padşê bakurê şixulê belakirina mizgîniyê qedexe kir, û bi vê yekê bi sîmbolîk “paristgeh” heram kir û qurbanên ku timê dianîn, da hildanê (Dan. 11:30b, 31a). Serokê wî, Hîtlêr, hela hê sond jî xwar, ku wê Almanyayêda qira hemû xizmetkarên Xwedê bîne. w20.05 6 ¶12-13

Sêşem, 25 Cotmehê

Hizkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin, qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin (Rom. 12:10).

Heger hizkirina me hebe, emê xwe ji xûşk û bira bilindtir negirin. Çawa ku me dît, Yonatan Dawidra nedikete rikê (1 Samûyêl 20:42). Wê baş be ku em çev bidine Yonatan. Gerekê em hevsûdiyê xûşk-bira nekin ji bo hunurên wan. Pawlos usa şîret dabû: “Ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire” (Fîlîpî 2:3). Di civatêda, rola her kesî qîmet e. Heger em milûk bin, emê hemû xûşk-bira qîmet bikin û çev bidine aminiya wan (1 Korintî 12:21-25). Gava em dilbîniyê didine xûşk-birên hewcedar û bi vê yekê yektiya di nav xizmetkarên Xwedêda diha qewî dibe. Em îzbat dikin ku em şagirtên Îsa Mesîh ne, û ev yek dikare kesên dilpak bikişîne berbi rastiyê. Tiştê herî ferz jî ev e ku bi vî cûreyî, em pesnê Yehowa didin, yê ku “Bavê dilşewatiyê û Xwedêyê hemû berdiliyê” ye (2 Korintî 1:3). w21.01 24 ¶14; 25 ¶16

Çarşem, 26 Cotmehê

Hûn ne para dinyayê ne, lema dinya dijene we (Yûhn. 15:19).

Roja îroyîn gelek meriv qedirê me çawa Şedên Yehowa, nagirin, me dikenin, û hesab dikin ku em sist û nezan in. Çira? Çimkî em pê nihêrandina xwe ji wana cude dibin. Em dixebitin ku milûk, şkestî û guhdar bin. Lê merivên vê dinyayê qure, babax û neguhdar in. Em tevî polîtîkayê nabin, ne jî tevî şixulê eskeriyê dibin. Em mîna merivên vê dinyayê nînin, lema jî ewana me nimiz hesab dikin (Rom. 12:2). Rast e merivên vê dinyayê me hesab dikin ça merivne sist, lê Yehowa usa nafikire, ew bi me şixulên mexsûs dike. Ew şixul heye belakirina mizgîniyê nav temamiya dinyayê, kîjan ku terîxiya însanetêda tu car tune bûye. Îro xizmetkarên wî ser cûre-cûre zimana jûrnala derdixin, ku nav temamiya dinêda gelek belabûyî ne. Ewana pê Kitêba Pîroz alî bi mîlyona meriva dikin, wekî ewana emirê xwe baş kin. Seva wî şixulê mezin, tenê Yehowa hêjayî hurmet-rûmetê ye. w20.07 15 ¶5-6

Pêşem, 27 Cotmehê

Bavê çawa temî li min kiriye ez usa dikim (Yûhn. 14:31).

Îsa Mesîh gura Yehowada ne. Ev yek hilbet nayê hesabê ku aqil yan feresetên wî kêm in. Ev yek ku Îsa Mesîh bi cûrekî zelal û hêsa hîn dikir, nîşan dike ku ew yekî gelek serwaxt e (Yûhenna 7:45, 46). Yehowa feresetên Îsa Mesîh gelek qîmet dikir, lema ewî îzin da ku Îsa tevî wî efirandina gerdûnêda bixebite (Metelok 8:30; Îbranî 1:2-4). Usa jî, paşî ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, Yehowa “hemû hukumê erd û ezmên” da wî (Metta 28:18). Rast e Îsa gelek aqil û serwaxt e, lê ew dîsa jî xwe dispêre rêberiya Yehowa. Gelo çima? Çimkî ew Bavê xwe hiz dike. Mêr gerekê bîr neke ku ev yek ku Yehowa mêr ça serê jinê kifş kiriye nayê hesabê ku ew jina ji mêra nimiztir hesab dike. Yehowa ne tenê mêra, lê jina jî ça hempadşên Îsa Mesîh dijbêre (Galatî 3:26-29). Yehowa îtbariya xwe Kurê xwe tîne, lema jî ewî hukum daye wî. Mîna vê yekê, mêrekî aqil wê hine hukum bide jina xwe jî. w21.02 11 ¶13-14

Înî, 28 Cotmehê

Em xweziya xwe li yêd sebir dikin tînin (Aqûb 5:11).

Mîna neynikekê, Xebera Xwedê alî me dike em têderxin ku kêmasiyên me çi ne û li ser wan bixebitin (Aqûb 1:23-25). Mesele, gava em Xebera Xwedê lêkolîn bikin, emê fem bikin ku gerekê em hêrsa xwe kontrol bikin. Bi alîkariya Yehowa, em hîn dibin ku li himberî meriva yan problêmên ku dikarin hêrsa me rakin, nerm bimînin. Wî cûreyî em dikarin serwaxt bimînin û safîkirinên baş bikin (Aqûb 3:13). Belê, gelek ferz e ku em Kitêba Pîroz rind lêkolîn bikin! Carna, paşî ku em şaşîkî dikin, em hîn dibin ku me gerekê çi bikira û çi nekira. Rêke diha baş ev e, ku em ji pêşdaçûyîn û şaşiyên kesên din dersa hîn bin û bîlaniyê bistînin pêşiya ku em serê xwe bikine xetayê. Lema Aqûb em hêlan kirin ku em dîna xwe bidin serhatiyên kesên usa ça Birahîm, Rexab, Îbo û Êlyas (Aqûb 2:21-26; 5:10, 11, 17, 18). Van xizmetkarên amin li himberî tengasiya sebir dikirin û şabûna xwe unda nedikirin. Meselên wan me hîn dikin ku bi alîkariya Yehowa, em jî dikarin li himberî tengasiya sebir bikin û şabûna xwe xwey bikin. w21.02 29-30 ¶12-13

Şemî, 29 Cotmehê

Merem bi şêwirê tê eseyîkirinê, bi rêdîtinê şer bide kirinê (Metlk. 20:18).

Ser hînbûna Kitêba Pîroz, herî zêde dersdar cabdar e ku alî xwendekarê xwe bike ku ew Kitêba Pîroz fem bike. Bîr neke ku heger te teglîfî ser hînbûnê kirine, tu tenê alîkar î (Waîz 4:9, 10). Lê gelo tu ça dikarî wedê hînbûnê bibî alîkarekî baş? Bona hînbûna Kitêba Pîroz xwe hazir bike. Ya pêşin, dersdarra bêje bira derheqa xwendekarê xwe hinekî tera gilî ke. Xwendekar yekî çawa ye? Baweriya wî çi ye? Hûnê derheqa kîjan têmayê xeber din? Tu dixwazî ku xwendekar ji vê dersê çi hîn be? Wedê hînbûnê, gelo tiştek heye, ku gerekê ez nevêjim yan nekim? Ez çawa dikarim xwendekar hêlan bikim ku ew pêşda here? Hilbet ne lazim e ku dersdar derheqa xwendekarê xwe her tiştî eşkere bike, lê ew dîsa jî dikare derheqa wî hine tişt gilî ke wan xûşk-birara, yên ku tevî wî têne ser hînbûnê. Mîsyonêreke bi navê Coy usa dibêje: “Ev yek alî mizgînvanê din dike ku ew xwendekar diha baş nas bike û bizanibe ku ew dikare wedê hînbûnê çi bêje”. w21.03 9 ¶5-6

Led, 30 Cotmehê

Heger dinya bijene we, bizanibin ku berî we jeniyaye min (Yûhn. 15:18).

Carna me nefret dikin, çimkî em li gora qanûnên Xwedê dijîn. Ev qanûn ji nihêrandinên dinyayê yên li ser namûsiyê gelek cude ne. Îro, gelek kes difikirin ku bênamûsî tiştekî normal e. Ewana bîr dikin ku Xwedê bajarên Sodom û Gomorayê seva bênamûsiya usa wêran kiribûn (Cihûda 7). Lê em guh didin Kitêba Pîroz, ya ku bênamûsiyê qedexe dike, lema jî gelek kes qerfên xwe me dikin û dibêjin ku em merivne paşdamayî ne (1 Petrûs 4:3, 4). Gava meriv me nefret dikin û me bêhurmet dikin, gelo çi dikare alî me bike ku em sebir bikin? Gerekê em qayîm bawer bikin ku Yehowa wê alî me bike. Mîna mertalekî, baweriya me dikare “hemû tîrêd agiriye ku Yê Xirab davêje” bitemirîne (Efesî 6:16). Lê xêncî baweriyê, hizkirin jî gelek ferz e. Gelo çima? Çimkî hizkirin “zû hêrs nakeve”, lê li himberî xirabiyê sebir dike (1 Korintî 13:4-7, 13). Hizkirina hindava Yehowa, xûşk-bira û hela hê hizkirina hindava dijmina jî dikare alî me bike ku em himberî nefretê sebir bikin. w21.03 20-21 ¶3-4

Duşem, 31 Cotmehê

Tu zû nexeyide, çimkî xeyd di dilê bêaqilada disitire (Waîz 7:9).

Carna, em hine tişta nakin, çimkî em xûşk û bira hiz dikin. Mesele, em seva gotinên wan zû eciz nabin. Bîne ber çevê xwe ku nêzîkî xilaziya emirê Îsa Mesîh, çi qewimî. Ewî şagirtên xwera got ku ji bo ku ewana jiyanê bistînin, gerekê ewana goştê wî bixwin û xûna wî vexwin (Yûhenna 6:53-57). Gelek şandiyên Îsa Mesîh haqas ecêbmayî man ku wana terka wî da. Lê belê, dostên wî yên rast bi aminî tevî wî man. Mîna kesên din, wana jî fem nedikir ku Îsa Mesîh dixwest çi bigota, û diqewime ewana jî seva gotinên wî ecêbmayî man. Lê belê, ewana nedifikirîn ku gotinên wî şaş in. Ewana bawer bûn ku gotinên wî rast in, lema ewana îtbariya xwe wî dianîn (Yûhenna 6:60, 66-69). Gelek ferz e ku em jî seva gotinên hevalên xwe zû eciz nebin û nexeydin. Gerekê em mecalê bidin wana ku ew gotinên xwe zelal bikin (Metelok 18:13). w21.01 11 ¶13

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin