KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es22 rûp. 108-118
  • Mijdar

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mijdar
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2022
  • Binserî
  • Sêşem, 1 Mijdarê
  • Çarşem, 2 Mijdarê
  • Pêşem, 3 Mijdarê
  • Înî, 4 Mijdarê
  • Şemî, 5 Mijdarê
  • Led, 6 Mijdarê
  • Duşem, 7 Mijdarê
  • Sêşem, 8 Mijdarê
  • Çarşem, 9 Mijdarê
  • Pêşem, 10 Mijdarê
  • Înî, 11 Mijdarê
  • Şemî, 12 Mijdarê
  • Led, 13 Mijdarê
  • Duşem, 14 Mijdarê
  • Sêşem, 15 Mijdarê
  • Çarşem, 16 Mijdarê
  • Pêşem, 17 Mijdarê
  • Înî, 18 Mijdarê
  • Şemî, 19 Mijdarê
  • Led, 20 Mijdarê
  • Duşem, 21 Mijdarê
  • Sêşem, 22 Mijdarê
  • Çarşem, 23 Mijdarê
  • Pêşem, 24 Mijdarê
  • Înî, 25 Mijdarê
  • Şemî, 26 Mijdarê
  • Led, 27 Mijdarê
  • Duşem, 28 Mijdarê
  • Sêşem, 29 Mijdarê
  • Çarşem, 30 Mijdarê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2022
es22 rûp. 108-118

Mijdar

Sêşem, 1 Mijdarê

Yê hê nebihîstî cabê dide, ew bêhiş û qara wî ye (Metlk. 18:13).

Em derheqa Ûnis ne her tiştî zanin, û lema alîkîva mera tê kifşê, ku ew merivekî bi îtbar nîbû, û hela hê jî yekî neamin bû. Ewî ji Yehowa temî stand, wekî here Neynowayê û derheqa dîwana Yehowa elam ke. Lê Ûnis gura Yehowa nekir, dewsê rabû ku “ji ber çevê Xudan bireve” (Ûns. 1:1-3). Hergê hûn bûna, weyê dîsa mecal bida Ûnis, wekî wî şixulî bîne sêrî? Dibeke jî na. Lê Yehowa hesab kir, ku Ûnis hêja ye dîsa mecalê bistîne (Ûns. 3:1, 2). Ji duayê Ûnis tê kifşê, ku ew dilda merivekî ça bû (Ûns. 2:1, 2, 9). Bêşik, Ûnis timê Yehowara dua dikir, lê ev duayê wî zikê mesîda, alî me dike, wekî em ser wî usa nenihêrin ça ser merivekî tirsonek, yê ku ji cabdariya xwe revî. Giliyên wî eyan dikin, wekî ew merivekî milûk û şêkirdar bû, û dixwest gura Yehowa bike. Belê, Yehowa dîna xwe da dilê wî, ne ku tenê kirê wî. Ewî caba duayê Ûnis da û dîsa jî wî hesab dikir ça pêxemberê xwe! Rastî jî çiqas ferz e, wekî her rûspî pêşiya ku şîretekê bide, îzbatkirina pêbihese. w20.04 15 ¶4-6

Çarşem, 2 Mijdarê

[Pawlos] wanara dikete xeberdanê, ji nivîsara şirovedikir û wanra îzbat dikir (Kar. Şand. 17:2, 3).

Mesîhiyên qirna yekê ew hînkirin qebûl kirin û bawer dikirin, ku ruhê pîroz wê alî wan bike, wekî Xebera Xwedê fem kin. Bi saya lêkolînkirinê ewana bawer bûn, wekî ew hînkirin ser hîmê Nivîsara bûn (Kar. Şand. 17:11, 12; Îbrn. 5:14). Baweriya wan tenê ser hîmê hest û êmosiyên wan nîbû. Usa jî wana ne tenê bona wê yekê Yehowara xizmet dikirin, ku wanra hewas bû tevî xûşk-bira bin. Lê dewsê baweriya wan ser hîmê “zanebûna Xwedê” bû (Kols. 1:9, 10). Rastiyên Xebera Xwedê nayêne guhastinê (Zeb. 119:160). Mesele, ew rastî nayêne guhastinê hergê xûşk yan bira, me didine xeydandinê yan jî gunê giran dikin. Û ew usa jî nayêne guhastinê çaxê em rastî çetinaya tên. Lema jî em gerekê hînkirinên Kitêba Pîroz rind bizanibin û bawer bin, wekî ew hînkirin rast in. Baweriya meye ser hîmê rastiyên Kitêba Pîroz, wedê çetinaya wê me qewî ke, çawa ku lenger wedê firtonê gemiyê xwey dike. w20.07 9 ¶6-7

Pêşem, 3 Mijdarê

Ewî temî li me kir, wekî em cimetêra dannasîn kin û şedetiyê bidin (Kar. Şand. 10:42).

Em çi jî bona birên bi ruh kifşkirî dikin, Îsa hesab dike ku em bona wî dikin (Met. 25:34-40). Lê ya lape ferz ku çida em dikarin alî wan bikin ew e, ku bi xîret şagirta hazir kin, dêmek wî şixulî bikin, rêberiya kîjanî Îsa dike (Met. 28:19, 20). Ew birên Mesîh bê alîkariya “pezêd . . . din” nikarin vî şixulê mezine hemdinyayê bikin, ku îro tê kirinê (Yûhn. 10:16). Hergê hûn bi ruh kifşkirî nînin, her car çaxê hûn xizmet dikin, hûn hizkirina xwe didine kifşê ne tenê hindava birên kifşkirî, lê usa jî hindava Îsa. Em usa jî dibine dostên Yehowa û Îsa, çaxê pera qurban dikin bona şixulê ku ewana rêberî dikin (Lûqa 16:9). Mesele, em dikarin qurbana bikin seva şixulê hemdinyayê, kîjan ku tê xerckirinê bona alîkariya xûşk-bira yên ku ji teşqela ziyan standine. Em dikarin pera qurban kin usa jî seva civata xwe û seva alîkariya xûşk-birên destteng (Metlk. 19:17). w20.04 24 ¶12-13

Înî, 4 Mijdarê

Ewê Xwedêyê kal-bavên xwe ber tiştekî hesab neke . . . Lê dewsê ewê pesinê xudanê birca bide (Dan. 11:37, 38, DT).

Li gora vê pêxembertiyê padşê bakurê hindava “Xwedêyê kal-bavên xwe”, qedir nîşan nekir. Çi cûreyî? Yektiya Sovyetê pê vê nêtê ku koka rêlîgiya bîne, her tişt dikir seva qewata teşkîletên rêlîgî sist ke. Lema jî serwêrên Sovyetê bona vê yekê hela hê ji sala 1918 fermanekî usa dan, kîjan ku hîm danî wekî mektebada atêîzm bê hînkirinê. Lê li gora pêxembertiyê, padşê bakurê ça pesin da xudanê “birca”? Yektiya Sovyetê bêhesab pere xerc kir, seva ordiya xwe qewî ke, û bi hezara bombên atomê çêkir, wekî qewata xwe mezin ke. Hin padşê bakurê hin jî padşê başûrê, axiriyêda xwera çekên usa qewî top kirin, ku dikarin qira bi mîlyarda meriva bînin! Padşê bakurê tenê tiştekîda piştgiriya padşê başûrê kir: Ewana herdu jî “tiştê mekrûh yê ku xirab dike” ava kirin, dêmek tiştê heram, ku bi sîmbolîk tê hesabê teşkîleta Miletên Yekbûyî (Dan. 11:31). w20.05 6-7 ¶16-17

Şemî, 5 Mijdarê

Birê te . . . undabûyî bû, hate dîtinê (Lûqa 15:32).

Kê dikare wan xûşk-birên ku ji civatê dûr ketine, bigere? Gişk, dêmek rûspî, pêşeng, neferên malê, û xûşk-birên civatê dikarin vê yekêda alîkariyê bidin. Dibeke heval yan merivên weyî nêzîk xizmetiya xwe dane sekinandinê. Yan jî dibeke hûn mal bi mal, yan wedê xizmetiya ber stêndê, rastî wan bên. Wanra bêjin ku hergê ewana qayîl in wekî kesek teseliya wan bike, emê bi şabûn adrês yan hejmara têla wan, bidine rûspiyên mihala wan. Tomas, ku rûspî ye, dibêje: “Pêşiyê ez ji xûşk-bira dipirsim, wekî ewên undabûyî niha kîderê dijîn. Yan jî dibêjim, wekî bînin bîra xwe, hela kê îda gelek wext nayê civatê. Paşê ez teseliya wan xûşk-bira dikim, yên ku ji civatê dûr ketin, û dipirsim hela zar û merivên wanî nêzîk ça nin. Hinek ji wan xûşk-bira berê tevî zarên xwe dihatine civatê, û ew zar dibeke wedekî mizgînvan bûn. Wanra jî alîkarî lazim e, wekî vegerin cem Yehowa”. w20.06 24 ¶1; 25 ¶6-7

Led, 6 Mijdarê

Kirêd Xudan ezê bîr bînim, belê keremetêd Teye berê bîr nakim (Zeb. 77:11).

Ji hemû efrînên ser erdê, tenê meriv dikarin qewimandinên berê bînin bîra xwe, kûr ser bifikirin, û ser hîmê vê yekê xwera dersa hîn bin. Bi vî cûreyî em dikarin bibine merivne hê baş, û cûrê fikirandina xwe û jîyîna xwe biguhêzin (1 Korn. 6:9-11; Kols. 3:9, 10). Dêmek, em dikarin îsafa xwe hîn kin, ku qencî û xirabiyê ji hev derxin (Îbrn. 5:14). Em usa jî dikarin hîn bin ku hizkirinê bidine kifşê, dilşewat û rem bin, û çev bidine heqiya Yehowa. Cûrekî ku ça em dikarin razîbûna xwe bidine kifşê bona vê pêşkêşê ku bîra me heye, ew e ku bîr nekin, wekî Yehowa ça hemû derecada alî me dikir û dilbînî dida me. Bi vê yekê baweriya me wê hê qewî be, wekî Xwedê wê axiriyêda jî alî me bike (Zeb. 77:12; 78:4, 7). Emê usa jî bidine kifşê, ku evê pêşkêşê qîmet dikin, hergê bîr nekin û bişêkirînin qenciya meriva hindava xwe. Lêkolînkara têderxistine, wekî merivên şêkirdar diha bextewar in. w20.05 23 ¶12-13

Duşem, 7 Mijdarê

Ji vî navê Xudan Xwedêyê xweyî qedir û saw [bitirse] (Qan. Dcr. 28:58).

Bifikirin ku Mûsa çi texmîn kir, gava qeliştoka qeyêda bû û xewn-xeyalêda dît, ku rûmeta Yehowa ber wîra derbaz bû. Dikarin bêjin ku pêşiya hatina Îsa ser erdê, bona meriva ew qewimandin ya pêşin bû ku lape mexsûs bû. Hingê Mûsa ew gilî bihîst, kîjan ku melek got: “Xudan, Xudan im! Xwedêyê rem û keremê, sebir-sikanê, bi hub û aminîyêda xinêyo, ku bona hezara xweyê huba amin e, neheqîyê, nerastîyê û guna dibaxşîne” (Derk. 33:17-23; 34:5-7). Diqewime çaxê Mûsa navê Yehowa hildida, ew qewimandina mexsûs dikete bîra wî ya ji rêza îroyîn. Çaxê em derheqa navê Yehowa difikirin, em gerekê usa jî bifikirin ku ew yekî ça ne. Em gerekê derheqa hunurên wîyî usa bifikirin, ça qewat, bîlanî, heqî û hizkirin. Hergê em ser wan hunura û hunurên din bifikirin, emê hê zêde hêlan bin qedir-hurmetê bidine wî (Zeb. 77:11-15). w20.06 8-9 ¶3-4

Sêşem, 8 Mijdarê

Nava wan tiştada bimîne, çi ku hîn bûyî û çida îzbat bûyî (2 Tîmt. 3:14, DT).

Îsa got ku şagirtên wî wê pê hizkirinê bêne naskirinê (Yûhn. 13:34, 35). Lê seva ku baweriya me qewî be, dîsa hine tişt lazim in. Baweriya me gerekê ne tenê ser hîmê hizkirina hindava cimeta Xwedê be. Çira? Çimkî hergê baweriya me tenê ser hîmê vê hizkirinê be, em dikarin hêsa baweriya xwe unda kin. Mesele, dibeke em bilikumin û xizmetiya xwe Yehowara bidine sekinandinê hergê xûşkek yan birak, yan jî hela hê rûspî yan pêşeng, gunekî giran bike. Em usa jî dibeke bilikumin, hergê kesek dilê me bêşîne yan jî bibe raber û bêje ku baweriya me ne rast e. Lema jî hergê hûn dixwazin baweriya we qewî be, ew gerekê ser hîmê heleqetiya weye baş tevî Yehowa be. Lê hergê we baweriya xwe ser hîmê kirên meriva ava kiriye, wî çaxî baweriya we wê sist be. Belê, baweriya me gerekê ne ku tenê ser hîmê hest û êmosiya be, lê usa jî ser hîmê îzbatkirinên hîmgirtî. Hûn gerekê sed selefî bawer bin, wekî Kitêba Pîroz rastiyê derheqa Yehowa hîn dike (Rom. 12:2). w20.07 8 ¶2-3

Çarşem, 9 Mijdarê

Komekê bidine ketiya (Kar. Şand. 20:35).

Gelek mesele nîşan dikin, ku melek jî komekê didine me, wekî em wan xûşk-bira bivînin, yên ku dixwazin vegerin cem Yehowa (Eyan. 14:6). Mesele, Sîlvîo ji Ekwadorê, dua-dirozge dikir, wekî Yehowa kesekî bişîne cem wî ku alî wî bike wekî ew vegere civatê. Çaxê ewî dua dikir, hema vê demê kesek derî xist. Ew du rûspî bûn. Wedê vê serlêdanê, ew rûspî gelek şa bûn, ku wê alîkariyê bidine wî, çida ew hewce ye. Dilê me şa dibe çaxê em alî yên ruhanîda sist dikin, ku vegerin cem Yehowa. Pêşengek navê kîjanî Salvador e, ku dîna xwe dide ser xûşk-birên ruhanîda sist, usa dibêje: “Cara, ez ji şabûnê nikarim hêsirê xwe bigirim. Dilê min şa dibe çaxê ez difikirim, ku Yehowa ça ji vê dinya Şeytan pezeke xwe xilaz kir, û qedirekî usa daye min, ku ez tevî Wî vê yekêda hevkariyê dikim”. Hergê hûn ji cimeta Yehowa dûr ketine, dudilî nebin, wekî Yehowa dîsa we hiz dike. Mîna bavê ji meteloka Îsa, çevê Yehowa timê riya we ye û wê bi dil û can we qebûl ke mala xwe. w20.06 29 ¶16-18

Pêşem, 10 Mijdarê

Çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê (Rom. 15:4).

Serhatiyên ku Kitêba Pîrozda derbaz dibin, “bona hînbûna me” hatine nivîsandin. Mesele, Kitêba Pîroz besa hine kesên milûk dike, yên ku sînorên xwe zanibûn. Usa jî, Kitêba Pîrozda hine serhatiyên kesên qure jî hene. Em dikarin ji van serhatiya gelek dersên ferz bistînin (Zeb. 37:37; 1 Korn. 10:11). Mesele, bîne bîra xwe ku çi hatibû serê Şawûl Padşa. Serîda, ew xortekî milûk bû. Wî sînorên xwe zanibûn, û ew ditirsiya ku hê zêde cabdariya qebûl bike (1 Sam. 9:21; 10:20-22). Lê belê, paşî vê yekê ku ew bû padşa, Şawûl bû merivekî xweserî xwe. Carekê, gava Şawûl hîviya Samûyêl pêxember disekinî ewî sebra xwe unda kir, û qurbanek pêşkêş kir ku îzna wî tune bû ku vê yekê bike. Lema Yehowa ser wî hêrs ket û qirar kir ku kesekî din bike padşa (1 Sam. 13:8-14). Wê baş be ku em ji vê serhatiyê dersa bistînin û sînorên xwe bizanibin. w20.08 10 ¶10-11

Înî, 11 Mijdarê

Qedirê wan bigirin, yêd ku . . . jiyîna xwedênasiyêda sevîtiyê li we dikin (1 Têsln. 5:12).

Bi destê Îsa Mesîh, Yehowa birên cabdar wek pêşkêş dane civata xwe (Efes. 4:8). Hine ji wan wek endemên Koma Rêberiyê, alîkarên Koma Rêberiyê, endemên komîtêya Fîlîalê, berpirsiyarên mihalê, mamosteyên mektebên têokratîk, rûspiyên civatê û berdestiyên civatê xizmet dikin. Ev bira ji aliyê ruhê pîrozva tên kifş kirin ku miyên Yehowa xwey bikin û bona hewcên civatê xem dikin (1 Pet. 5:2, 3). Bira ji aliyê ruhê pîrozva tên kifş kirin ku cûre-cûre cabdariya bînin sêrî. Çawa ku dest û pê û parên din yên bedenê ji bo kara bedenê hevkariyê dikin, birayên kifşkirî jî ji bo kara civatê hevkariyê dikin. Ew pesna nagerin, lê nêta wan ev e ku xûşk û bira ji aliyê ruhanîva ava bikin û qewî bikin (1 Têsln. 2:6-8). Ma em ji Yehowara şikirdar nînin ku wî birayên haqas fedakar, xîret û zên dane me? w20.08 21 ¶5-6

Şemî, 12 Mijdarê

Herin . . . mileta hîn kin (Met. 28:19).

Menîk ku çira em mizgînê bela dikin, ew e ku meriv “mîna miyên bê şivan yên şaşbûyî û belavbûyî” ne, û hewcedariya wan heye ku rastiya derheqa Padşatiyê hîn bibin (Met. 9:36, ÎM). Yehowa “dixwaze hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmt. 2:4). Gava em tînin ber çevê xwe ku xizmeta me çawa dikare li ser meriva hukum bike, ev yek jî dikare xwestina me zêde bike. Em emirê meriva xilaz dikin (Rom. 10:13-15; 1 Tîmt. 4:16). Ji bo ku em karibin îşê xwe bikin, em jî hewceyî hine haceta ne, û gerekê em bizanibin ku van haceta ça bidine xebatê. Îsa Mesîh rêberîke zelal da şagirtên xwe ku ew çawa “mesiya bigirin”. Ewî wanra got ku gerekê ew çi xwera bibin, mizgînê li ku derê bela bikin û merivara çi bêjin (Met. 10:5-7; Lûqa 10:1-11). Îro, teşkîleta Yehowa Hacetên bona Hînkirinê hazir dike û me hîn dike ku gerekê em van haceta çawa bidine xebatê. Ev hînkirin alî me dike ku em îşê xwe bi awayekî baş û bi hostetî bînin sêrî (2 Tîmt. 2:15). w20.09 4 ¶6-7, 10

Led, 13 Mijdarê

Şabûna mine ji vê mestir tune, çaxê dibihêm ku zarêd min nava rastiyêda dijîn (3 Yûhn. 4).

Bidine ber çevê xwe Yûhennayê şandî şabûneke ça stand çaxê bihîst, wekî ew merivên ku bi alîkariya wî hatibûn ser riya rast, berdewam dikin bi aminî Yehowara xizmet kin. Ewî ewana hesab dikirin zarên wîye ruhanî. Yûhenna hemû tişt dikir, wekî baweriya wan Mesîhiyên amin qewî ke, çimkî ewana rastî gelek çetinaya dihatin. Em jî şabûnê distînin çaxê divînin zarên me û usa jî zarên meye ruhanî, xwe tesmîlî Yehowa dikin û berdewam dikin wîra xizmet kin (3 Yûhn. 3). Nêzîkî sala 98 D.M., Yehowa pê ruhê xweyî pîroz alî Yûhenna kir, ku wan sê nema binivîse. Nêta wan nema ew bû, wekî Mesîhiyên amin hêlan ke, ku baweriya xwe hindava Îsa xwey kin û berdewam kin nava rastiyêda bijîn. Yûhenna berxwe diket, çimkî dersdarên qelp ser civata xirab hukum dibûn (1 Yûhn. 2:18, 19, 26). Ewan rabera digotin wekî Xwedê nas dikin, lê bi rastî gura wî nedikirin. w20.07 20 ¶1-3

Duşem, 14 Mijdarê

Xwedê bawer bikin û min jî bawer bikin (Yûhn. 14:1).

Em vê xebera ku bela dikin xwexa jî bawer dikin, lema em dixwazin vê xeberê bigihînin her kesî. Em baweriya xwe sozên Xebera Xwedê tînin (Zeb. 119:42; Îşa. 40:8). Çend pêxembertiyên Kitêba Pîroz li ber çevê me hatine sêrî. Me dîtiye ku şîretên Kitêba Pîroz jiyana meriva çawa hê baş dikin. Lema, em ji dil bawer in ku gerekê her kes mizgîna Padşatiyê bibihê. Usa jî, em xwe dispêrin Yehowa, yê ku kaniya mizgînê ye, û em baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînin, yê ku ji aliyê Yehowava ça Padşayê Padşatiya Xwedê hatiye kifş kirin. Çi jî bibe, Yehowa her tim sitara me ye, û ewê qewatê bide me (Zeb. 46:1-3). Xêncî vê yekê, em bawer in ku Îsa bi qewat û hukumê ku ewî ji Yehowa standiye, ji ezmana rêberiya îşê belakirina mizgînê dike (Met. 28:18-20). Heger baweriya me qewî be, emê dudilî nebin ku Yehowa dikare xîreta me bibereket bike. w20.09 12 ¶15-17

Sêşem, 15 Mijdarê

Ewê tiştekî qenc bona min kir. . . . Çi ji destê wê dihat ewê kir (Marq. 14:6, 8).

Car cara, gava xûşkên me rastî tengasiya tên, lazim e ku kesek wan biparêze (Îşa. 1:17). Mesele, xûşkeke ku bêmêr maye belkî ji bo îşên ku mêrê wê dikir, hewceyî alîkariyê ye. Belkî xûşkeke emirda mezinra alîkarî lazim e ku doktorra xeber de. Yan jî, belkî lazim e ku em xûşkeke pêşeng biparêzin, ya ku di proêkteke têokratîkda dixebite û ji aliyê hine kesanva tê sûcdar kirin, çimkî ew nikare mîna pêşengên din derkeve xizmetê. Gava jinên amin ji aliyê kesên dinva dihatin sûcdar kirin, Îsa Mesîh ew diparastin. Mesele, gava Meryemê ser xûşka xwe Mertayê gazin kir, Îsa ew parast (Lûqa 10:38-42). Careke din, gava hineka Meryem sûcdar dikir, Îsa Mesîh dîsa Meryem parast (Marq. 14:3-9). Îsa zanibû ku nêta Meryemê çi bû, û ewî payê wê da. Bi serda, ewî got ku “mizgînî li ku dera dinyayê bê dayîn, ev tiştê ku vê jinikê kir jî wê ji bo bîranîna wê bê gotin”. w20.09 24 ¶15-16

Çarşem, 16 Mijdarê

Şivantiyê wî keriyê pezê Xwedêyî li ber xwe bikin, ne ku bê dil, lê bi dil û can usa xwey kin, çawa Xwedê dixwaze (1 Pet. 5:2).

Şivanê qenc fem dikir, wekî pez dikare unda be. Û çaxê pez xwexa ji kerî dûr diket, şivan seva vê yekê lê ceza nedikir. Dîna xwe bidine mesela Xwedê, ku ewî ça alî xizmetkarên xwe dikir, yên ku wedelû ji wî dûr ketibûn. Ûnis pêxember gura Yehowa nekir û ji cabdariya xwe revî. Lê Yehowa terka Ûnis neda. Yehowa mîna şivanê qenc ew xilaz kir û alî wî kir, wekî qewî be û cabdariya xwe bîne sêrî (Ûns. 2:7; 3:1, 2). Paşê, Yehowa pê mesela kol alî Ûnis kir ku fem ke, wekî emirê her merivekî bona wî çiqas qîmet e (Ûns. 4:10, 11). Ji vê yekê em çi dersê hîn dibin? Rûspî gerekê derbêra nefikirin, wekî xûşk-birên ku xizmetiya xwe dane sekinandinê, wê îda venegerin. Dewsê, rûspî gerekê têderxin ku menî çi bû, wekî ew pez ji kerî dûr ket. Û çaxê ew vedigere cem Yehowa, rûspî gerekê berdewam kin bi hizkirin bona wî xem bikin. w20.06 20-21 ¶10-12

Pêşem, 17 Mijdarê

[Ewana] wê hinekî alîkarî bistînin (Dan. 11:34, ÎM).

Sala 1991-da Yektiya Sovyetê hilşiya. Hingê xizmetkarên Xwedê ku bin serwêrtiya wêda dijîtin, hinekî “alîkarî” standin, dêmek wextekî azayêda bûn. Bi saya vê yekê, wana aza mizgînî bela dikir, û zûtirekê wan welatada, kîjan berê diketine Yektiya Sovyetê, hejmara mizgînvana bi seda hezara zêde bû. Wede şûnda, Rûsya û welatên ku piştgiriya wê dikin, bûne padşê bakurê. Seva têderxin ku padşê bakurê û padşê başûrê kê ne, em gerekê bîr nekin ku kîjan sê tiştada ewana nayêne guhastinê: 1) ewana miqabilî cimeta Xwedê derdikevin, 2) pê wan kirên xwe ewana eşkere dikin ku dijminên Xwedê û cimeta wî ne, û 3) ew herdu padşa hevra dikevine hucetê. Rûsya û piştgirên wê, pey cimeta Xwedê ketine bi vê yekê, ku şixulê belakirina mizgîniyê qedexe kirine, û bi seda hezara xûşk-bira dizêrînin. Ev kirên wan nîşan dikin, wekî ewana Yehowa û cimeta wî nefret dikin. Û ewana seva hukumê xwe zêde kin, dikevine hucetê tevî padşê başûrê, dêmek Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. w20.05 12-13 ¶3-4

Înî, 18 Mijdarê

Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe (1 Tîmt. 4:16).

Ew yek ku hînkirin şixulê belakirina mizgînêva girêdayî ye, gerekê em bibin dersdarên hoste. Li temamiya dinyayê, Şedên Yehowa bi mîlyona hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikin. Em rastiya Kitêba Pîroz pir hiz dikin. Lema telik ev e ku em bi zêdeyî derheqa tiştên ku em hiz dikin, xeber din. Lê belê, em zanin ku gerekê ewê ku Hînbûna “Birca Qerewiliyê”, Hînbûna Kitêba Pîroz ya Civatê yan hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike, bi zêdeyî xeber nede. Heger em dixwazin ku Kitêba Pîroz meriva hîn bike, gerekê em xwe bigirin. Ne lazim e ku em her tiştê ku em derheqa rêz yan têmekê zanin, xeber din (Yûhn. 16:12). Bîne bîra xwe ku gava tu hatî nixumandinê, zanîna te çiqas bû. Femdarî ye, te li wê demê dibeke tenê rastiyên sereke zanibû (Îbrn. 6:1). Gelek sal derbaz bûn heta ku tu her tiştî hîn bûyî. Lema, wê baş be ku em xwendekara pê înformasiya nehewce bargiran nekin. w20.10 14-15 ¶2-4

Şemî, 19 Mijdarê

Ne ev necar e? . . . Kurê Meryemê (Marq. 6:3).

Yehowa bona Îsa dê û bavekî gelek baş hilbijart (Met. 1:18-23; Lûqa 1:26-38). Gotinên Meryemê, yên ku li Kitêba Pîroz hatine nivîsarê, nîşan dikin ku ewê Yehowa û Xebera wî çiqas hiz dikir (Lûqa 1:46-55). Usa jî, ev yek ku Ûsiv rêberiya Yehowa çawa qebûl kir, nîşanî me dike ku ew ji Xwedê ditirsiya û dixwest dilê wî şa bike (Met. 1:24). Yehowa bona Îsa dê û bavekî dewlemend nebijart. Qurbana ku Ûsiv û Meryemê paşî bûyîna Îsa pêşkêş kir, nîşan dike ku ew kesîb bûn (Lûqa 2:24). Eşkere ye ku ewana bi jîyîneke sivik dijîtin, çimkî herî kêm 7 zarên wan hebûn (Met. 13:55, 56). Yehowa Kurê xwe Îsa ji hine telika diparast, lê ewî ew ji hemû problêma xwey nedikir (Met. 2:13-15). Mesele, sêrîda hine neferên malbeta Îsa ew ça Mesîh qebûl nedikirin (Marq. 3:21; Yûhn. 7:5). Usa jî, ça tê kifşê Ûsiv zû mir û ew yek jî bona wî derdekî giran bû. w20.10 26-27 ¶4-6

Led, 20 Mijdarê

Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim (Îbrn. 13:5).

Gelo tu xwe carina tenê texmîn dikî û difikirî ku tu kes alî te nake? Hine xizmetkarên Yehowa yên amin jî xwe usa texmîn dikirin (1 Padş. 19:14). Li demên usa, vê soza Yehowa bîne bîra xwe: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim”. Lema em dikarin bi bawerî usa bêjin: “Xudan piştovanê min e û ez natirsim” (Îbrn. 13:5, 6). Pawlosê şandî ev gotin weke sala 61 ya D.M. xûşk û birên li Cihûstanêra nivîsîbûn. Gotinên Pawlos rêzên Zebûr 118:5-7 tînin bîra me. Wek zebûrbêj, Pawlos jî ji Yehowa alîkarî distand. Mesele, weke du sal pêşiya ku wî nema xwe ya Îbraniyara nivîsî, gemiya ku Pawlos têda bû, ket firtoneke mezin (Kar. Şand. 27:4, 15, 20). Him li dema vê firtoneyê him jî gelek carên din, Yehowa Pawlosra bû Alîkar. w20.11 12 ¶1-2

Duşem, 21 Mijdarê

Nepirse: “Çima rojên berê ji yên niha çêtir bûn?” (Waîz 7:10, ÎM)

Gerekê em çima nefikirin ku rojên berê “çêtir bûn”? Nostaljî dikare bibe sebeb ku em tenê tiştên xweş bînin bîra xwe. Paşî ku Îsraêlî ji welatê Misrê derketin, ew ketin vê telikê. Wana zû bîr kir ku jiyana li Misrê çiqas zor bû. Wana tenê dîna xwe da xwarinên xweş, yên ku li wêderê hebûn. Wana got: “Tê bîra me ew mesîyêd Misirêda ku me bê heq dixwarin. Usa jî xiyar, zeveş, pîvazok, pîvaz û sîr” (Jimar 11:5). Gelo wana berê bi rastî “bê heq” xwarin dixwar? Na! Wî çaxî, ew li Misrê xulam bûn (Derk. 1:13, 14; 3:6-9). Belê, wana zemetên xulamtiyê bîr kir, û bîra rojên berê dikir. Dewsa ku ew dîna xwe bidana keremên ku wana ji Yehowa distandin, wana dîna xwe dida rojên berê (Jimar 11:10). w20.11 25 ¶5-6

Sêşem, 22 Mijdarê

Xudan nêzîkî dilşkestîya ye û merim-belengaza didebirîne (Zeb. 34:18).

Jiyana me bi rastî jî kin û “têrî tengasiyê” ye (Îb. 14:1). Lema, em carina dilteng dibin. Hine xizmetkarên Yehowa Xwedê, yên ku li demên berê dijîtin, eynî tişt texmîn dikirin. Hine ji wan hela hê mirinê jî xwera dixwestin (1 Padş. 19:2-4; Îb. 3:1-3, 11; 7:15, 16). Lê belê, wana xwe dispart Yehowa, û ewî timê qewat û mêrxasî dida wan. Serhatiyên wana bona dilbîniya û hînbûna me hatine nivîsandin (Rom. 15:4). Dîna xwe bidin mesela Ûsiv kurê Aqûb. Ûsiv, yê ku bona bavê xwe kurê herî hizkirî bû, nişkêva li Misrê bû xulam (Destp. 37:3, 4, 21-28; 39:1). Paşê jina Potîfar şer avîte Ûsiv. Ewê got ku ewî bi zorê dixwest serê xwe pêra dayne. Potîfar lêkolîn nekir ka Ûsiv bi rastî jî tiştekî usa kiribû yan na, lê ewî ew raste-rast avîte kelê, û li wêderê, ew bi zincîrên hesin hat girêdan (Destp. 39:14-20; Zeb. 105:17, 18). Belê, gelek sebeb hebûn ji bo çi jî Ûsiv dilteng dibû! w20.12 16-17 ¶1-4

Çarşem, 23 Mijdarê

Navê te pîroz be (Met. 6:9).

Îsa got, ku ya lape ferz bona çi jî em gerekê dua bikin, ew heye pîrozkirina navê Xwedê. Lê ev giliyên Îsa çi têne hesabê? Tiştekî pîroz kin, tê hesabê paqij kin. Lê hine meriv dibeke bifikirin: “Ne navê Yehowa îda pîroz û paqij e?” Seva caba vê pirsê bidin, em gerekê fem kin ku nav çi tê hesabê. Nav tenê xeber nîne, kîjan dikarin binivîsin yan jî bêjin. Dîna xwe bidinê Kitêba Pîroz çi dibêje: “Navê qenc ji hebûka pir qenctir e” (Metlk. 22:1; Waîz 7:1). Lê çira qîmetê nav usa mezin e? Çimkî navê meriv dide kifşê ku ev meriv kê ye û derheqa wî çi difikirin. Lema jî ferz nîne ew nav ça tê nivîsarê yan ça tê gotinê, lê ferz ew e ku çaxê meriv evî navî dibihên yan jî wî merivî divînin, derheqa wî çi tê hişê wan. Çaxê meriv derheqa Yehowa derewa dibêjin, ewana navê wî erdê dixin. Ew tê hesabê pê wan buxdana navê wî xirab dikin. w20.06 3 ¶5-7

Pêşem, 24 Mijdarê

Ez bi xwe jî diricifim û Tê Xudano . . . heta kengê? (Zeb. 6:3)

Tengasiyên jiyanê dikarin bona me bibin barên giran. Mesele, em dibeke ditirsin ku emê xebata xwe unda bikin yan nexweş kevin û nikaribin ebûra malbeta xwe bikin. Yan jî, em belkî ditirsin ku gava em bên cêribandin, emê sist bibin û qanûna Xwedê biteribînin. Em zanin ku di demeke nêzîkda, Şeytan wê kesên ku di bin kontrola wîda nin, def de ku ew hicûmî ser xizmetkarên Xwedê bikin, lema em dibeke berxwe dikevin ku li wê demê, emê çi bikin. Gelo ev yek ku em derheqa tiştên usa berxwe dikevin, nerast e? Em zanin ku Îsa Mesîh şagirtên xwera usa gotibû: “Xema nekin” (Metta 6:25). Gelo ev yek tê hesabê ku gerekê em bona tu tiştî xema nekin? Na. Mesele, li demên berê, hine xizmetkarên Yehowa dilteng dibûn, lê Yehowa dîsa jî wana qebûl dikir (1 Padşatî 19:4). Bi rastî Îsa Mesîh bi gotinên xwe dixwest mêrxasiyê bide me. Ew naxwaze ku em bi xemên jiyanê haqas bargiran bin, wekî em nikaribin herî zêde dîna xwe bidin xizmeta Xwedê. w21.01 3 ¶4-5

Înî, 25 Mijdarê

Serê jinê mêr e (1 Korn. 11:3).

Mêr bona xêr-xweşiya malbetê him li ber Yehowa him jî li ber Îsa Mesîh cabdar e (1 Petrûs 3:7). Yehowa serê malbeta xwe ya li ser erd û li ser ezmên e. Lema jî, îzina wî heye ku bona zarên xwe qeyd-qanûna dayne, û heger yek ji wan guh nede van qeyd-qanûna, Yehowa dikare şîretê bide wî û wî rast bike (Îşaya 33:22). Lê Îsa Mesîh serê civatê ye, lema hukumê wî jî heye ku qeyd-qanûna bona van dayne (Galatî 6:2; Kolosî 1:18-20). Mîna Yehowa û Îsa Mesîh, hukumê serê malbetê jî heye ku bona malbeta xwe safîkirina bike (Romayî 7:2; Efesî 6:4). Lê yeke, sînorên hukumê wî hene. Mesele, qeydên ku ew bona malbetê datîne, gerekê ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz bin (Metelok 3:5, 6). Usa jî, îzina serê malbetê tune wekî bona kesê ku neferê malbeta wî nîne, qeyda dayne (Romayî 14:4). Xêncî vê yekê, gava zar mezin dibin û ji malê diçin, hemikî ewana dîsa jî qedirê bavê xwe digirin, lê îda bin hukumê wîda nînin (Metta 19:5). w21.02 2-3 ¶3-5

Şemî, 26 Mijdarê

Bona mala xwe xem [bike] (1 Tîmt. 5:8).

Serên malbetê, yên ku neferên xwe hiz dikin, bona hewcedariyên wan xem dikin. Lê belê, gerekê ewana bîr nekin ku mal û milk nikare hewcedariyên malbetê yên ruhanî têr bike (Metta 5:3). Gava Îsa Mesîh li ser stûnê mixkirî bû û li ber mirinê bû, ewî hela hê wî çaxî jî dixwast bizanibûya ku derheqa diya wî wê xem bikin. Êşa Îsa Mesîh çiqas giran bû jî, ewî Yûhennara got ku bira ew Meryemê xwey bike (Yûhenna 19:26, 27). Cabdariyên serên malbetê gelek in. Bona rûmeta navê Yehowa, gerekê ew di xebata xweda xîret be (Efesî 6:5, 6; Tîto 2:9, 10). Usa jî, belkî di civatêda jî cabdariyên wî hene. Mesele, ew dibeke şivantiyê dike û rêberiya îşê belakirina mizgînê dike. Xêncî vê yekê, ferz e ku ew Kitêba Pîroz her hefte tevî jin-zarên xwe lêkolîn bike. Bi vê yekê, ew bona hewcên fîzîkî, êmosiyalî û ruhanî yên neferên xwe xem dike, û malbeta wî cefê wî dişêkirînin (Efesî 5:28, 29; 6:4). w21.01 12 ¶15, 17

Led, 27 Mijdarê

[Jina aqil] miqatîyê mala xwe dike û nanê xweranedîtîyê ew naxwe (Metlk. 31:27).

Li gora Kitêba Pîroz, jineke jîr û serxwe dikare şixulê malê hilde destê xwe, milk bikire û bifiroşe (Metelok 31:15, 16, 18). Jin ne xulam e, ya ku gerekê dengê xwe neke. Mêrê ku dixwaze li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijî, wê îtbariya xwe jina xwe bîne û guh bide fikrên wê (Metelok 31:11, 26). Heger mêr qedrê jina xwe bigire, ewê serîtiya wî diha hêsa qebûl bike. Îsa Mesîh çiqas pêşdaçûyî bû jî, ew nedifikirî ku qebûlkirina serîtiya Yehowa wî nimiz dike (1 Korintî 15:28; Fîlîpî 2:5, 6). Mîna vê yekê, jineke jîr û zên, ya ku çev dide Îsa, nafikire ku qebûlkirina serîtiya mêr, wê nimiz dike. Ew piştgiriya mêrê xwe dike – ne tenê çimkî wî hiz dike, lê herî zêde çimkî ew Yehowa hiz dike û dixwaze hurmetê bide wî. Heger mêr bixwaze ku jina wî qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz biteribîne, jina ku Mesîhî ye, gerekê gura wî neke. w21.02 11 ¶14-15; 12 ¶19

Duşem, 28 Mijdarê

Tengasî sebirê tîne (Rom. 5:3).

Belê, hizkirina Xwedê hertim alî xizmetkarên Yehowa kiriye ku ewana himberî zêrandinê sebir bikin. Mesele, gava dîwana bilind ya Cihûya, şandiyên Îsa Mesîhra emir da ku ewana îda mizgînê bela nekin, wana got ku gerekê ewana “gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva”, çimkî wana Xwedê hiz dikir (Karên Şandiya 5:29; 1 Yûhenna 5:3). Îro jî, hizkirina Xwedê qewatê dide xûşk-birên me. Gava ewana ji aliyê dewletêva zêrandinê û zulmê divînin, ewana mêrxasiya xwe unda nakin; dinya çiqas wana nefret bike jî, yeke ewana şabûna xwe unda nakin (Karên Şandiya 5:41; Romayî 5:4, 5). Gava em dixwazin Yehowa nas kin, dibeke hine neferên me miqabilî me dertên, çimkî difikirin ku em tên xapandinê yan ku me aqilê xwe unda kiriye (Marqos 3:21 jî binihêre). Dibeke ewana li me zordariyê jî dikin. Heger tiştekî usa bê serê me, gerekê em ecêbmayî namînin. Îsa Mesîh usa gotibû: “Dijminêd mêriv wê ji mala wî bin” (Metta 10:36). w21.03 21 ¶6-7

Sêşem, 29 Mijdarê

Bihîstinêda serxwe be, lê [xeberdanêda] giran be (Aqûb 1:19).

Çaxê kesek te teglîfî hînbûna xwe dike, rind guh bide gava dersdar û xwendekar xeber didin. Bi vî cûreyî, tuyê hazir bî ku wexta rast tiştekî bêjî. Rind bifikire pêşiya ku tu tiştekî bêjî. Bi zêdeyî xeber nede, xeberdana dersdar nebire û derbazî têmeke din nebe. Lê tu dibeke dikarî bi cab, mesele yan pirseke kin alî xwendekar bikî ku ew dersê diha baş fem bike. Derheqa hine têma, dibeke te zor tê ku tu tiştekî bêjî. Dîsa jî, heger tu bi dilgermî payê xwendekar bidî, ev yek wê bêşik dilê wî bigire û alî wî bike ku ew pêşda here. Heger dibe, kin xwendekarra bêje ku tu çawa hatî ser riya rastiyê, Yehowa çawa alî te kiriye û te çawa serî tengasiyara derxist (Zebûr 78:4, 7). Serhatiya te dikare mêrxasiyê bide xwendekar, baweriya wî diha qewî bike û alî wî bike ku ew berbi nixumandinê here. w21.03 10 ¶9-10

Çarşem, 30 Mijdarê

Hemû mileta hîn kin (Met. 28:19).

Kê hêjayî paya ye, hergê xizmetiyêda em berên baş distînin? Pawlos caba vê pirsê da çaxê civata Korintîra wan giliya nivîsî: “Min daçikand, Apolo avda, lê Xwedê gîhand. Awa ne yê daçikand tiştek e, ne jî yê avda, lê yê gîhand, ku Xwedê ye” (1 Korn. 3:6, 7). Mîna Pawlos, em gerekê timê şikiriyê bidine Yehowa bona her pêşdaçûyîneke xizmetiyêda. Em ça dikarin razîbûna xwe nîşan kin bona vê yekê, ku em “heval-xebatêd” Xwedê, Îsa û meleka ne? (2 Korn. 6:1) Em vê yekê dikin, çaxê em mecala digerin seva merivara mizgîniyê gilî kin. Em gerekê ne ku tenê rastiyê biçînin, lê usa jî av din. Çaxê kesekîra hewas e derheqa mizgîniyê xeber de, em aliyê xweda her tiştî dikin, wekî tevî wî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin. Merivê ku Kitêba Pîroz hîn dibe, çaxê pêşda diçe, em şa dibin çimkî divînin, wekî Yehowa ça hiş û dilê wî diguhêze. w20.05 30 ¶14, 16-18

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin