KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es22 rûp. 118-128
  • Kanûna Pêşin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanûna Pêşin
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2022
  • Binserî
  • Pêşem, 1 Kanûna Pêşin
  • Înî, 2 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 3 Kanûna Pêşin
  • Led, 4 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 5 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 6 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 7 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 8 Kanûna Pêşin
  • Înî, 9 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 10 Kanûna Pêşin
  • Led, 11 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 12 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 13 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 14 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 15 Kanûna Pêşin
  • Înî, 16 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 17 Kanûna Pêşin
  • Led, 18 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 19 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 20 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 21 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 22 Kanûna Pêşin
  • Înî, 23 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 24 Kanûna Pêşin
  • Led, 25 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 26 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 27 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 28 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 29 Kanûna Pêşin
  • Înî, 30 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 31 Kanûna Pêşin
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2022
es22 rûp. 118-128

Kanûna Pêşin

Pêşem, 1 Kanûna Pêşin

Yê dudilî mîna pêlêd berê ye ku ji bayê bilind dibin û datînin (Aqûb 1:6).

Carna dibe ku em hine tişt ji Kitêba Pîroz rind fem nakin. Yan jî dibeke Yehowa usa caba duayên me nade, çawa ku em hîviyê ne. Seva vê yekê, şik dikarin bikevin dilê me. Heger em haş ji xwe tune nebin, ev şik dikarin baweriya me sist bikin û dostiya me tevî Yehowa xirab bikin (Aqûb 1:7, 8). Serda jî, ewana dikarin bibin sebeb ku em hêviya xwe unda bikin. Pawlos hêviya me beramberî lengerê kir (Îbranî 6:19). Wedê firtonekê, lenger gemiyê qayîm digire, wekî ew nekeve ber pêla û li zinara nekeve. Lê heger zincîra ku lenger digire biqete, kara lengerê wê qet tune be. Çawa ku jeng dikare zincîra lengerê sist bike, şikên ku ji hiş û dilê me dernayên dikarin baweriya me sist bikin. Wedê peyketina, şik dikarin baweriya me ku Yehowa wê sozên xwe bîne sêrî, sist bikin. Heger em baweriya xwe unda kin, emê hêviya xwe jî unda kin. Merivekî usa qe wê bikaribe şabûna xwe xwey bike? w21.02 30 ¶14-15

Înî, 2 Kanûna Pêşin

Birahîm baweriya xwe Xwedê anî (Aqûb 2:23).

Çaxê Birahîm tevî malbeta xwe ji bajarê Ûrê derket, emirê wî dibeke ji 70 salî zêdetir bû (Destp. 11:31–12:4). Li welatê Kenanê, Birahîm weke 100 sal konada dijît. Birahîm 175 sal emir kir, lê wî pêkhatina sozê Yehowa ku ewê welatê Kenanê bide zureta wî, nedît (Destp. 25:7). Usa jî, ewî sazkirina bajêr, dêmek sazkirina Padşatiya Xwedê jî nedît. Belê, Birahîm çiqas jî rastî gelek tengasiya dihat, ewî baweriya xwe xwey dikir û ew bi dilxweşî hîviya Yehowa dima. Gelo çi alî Birahîm dikir ku ew sebir bike? Yehowa ew her tim diparast û wek dostê xwe didît (Destp. 15:1; Îşa. 41:8; Aqûb 2:22). Wek Birahîm, em jî hîviya Padşatiya Xwedê ne (Îbrn. 11:10). Hilbet ne lazim e ku em hîviya sazkirina Padşatiya Xwedê bimînin, çimkî sala 1914-da, Padşatî îda hat saz kirin û li ezmana hukum dike (Eyan. 12:7-10). Lê belê, em hîviyê ne ku Padşatiya Xwedê li ser erdê jî hukum bike. w20.08 4-5 ¶11-12

Şemî, 3 Kanûna Pêşin

Meremê dilê mêriv avêd kûr in, lê merivêd bîlan wan hildiçinin (Metlk. 20:5).

Em gerekê milûk û bi sebir bin seva rind guh bidine xûşk-bira. Were em sê meniya şêwir kin, ku çira hêja ye em vê yekê bikin. Ya pêşin, emê derbêra derheqa meriva xirab nefikirin. Ya duda, emê fem kin, wekî ewana çi ser xwe texmîn dikin, û têderxin ku meniya gilî û kirên wan çi ye. Ew yek wê alî me bike, ku hindava wanda dilşewat bin. Ya sisiya, emê bikaribin alî wan bikin, hergê wana rind nas kin. Cara em bi temamî xwexa xwe jî fem nakin, heta kesekîra dilê xwe venekin. Hine xûşk-birara çetin e kesekîra dilê xwe vekin bona emirê xweyî berê, edetê miletê xwe, yan jî xeysetê xwe. Hine xûşk-birara dibeke wede lazim e seva ku îtbariya xwe me bînin. Lema jî hergê em sebirêda çev bidine Yehowa, ewana wê axiriyêda îtbariya xwe me bînin. Û gava ewana dilê xwe mera vekin, em gerekê rind guh bidine wan. w20.04 15-16 ¶6-7

Led, 4 Kanûna Pêşin

Ji vir şûnda tê meriva mîna mesiya bigirî (Lûqa 5:10).

Nîvê zef mesî ciyên usa hiz dikin kîderê av xweş e û xwarin pir e. Ji bo mesîgiriyê, wext jî ferz e. Mesele, li giraveke Pasîfîkê, birakî gazî mîsyonêrekî kir ku ew bi hevra berêda mesiya bigirin. Ev mîsyonêr usa got: “Baş e, bira em di siheta 9-da derkevin!” Bira usa cab da: “Na, usa nabe! Gerekê em wedê usa herin ku ji bo mesîgirtinê baş e, ne ku çaxê mera dest dide”. Qirna yekêda, şagirtên Îsa li wexta herî baş diçûn li wêderê kîderê ku “mesî” hebûn. Mesele, wana mizgîn paristgehêda, kinîştada, mal bi mal û bazarêda bela dikir (Kar. Şand. 5:42; 17:17; 18:4). Gerekê em jî bizanibin ku kîjan wext bona merivên mihala meda baş e û hazir bin planên xwe biguhêzin wekî meriva bivînin (1 Korn. 9:19-23). w20.09 4 ¶8-9

Duşem, 5 Kanûna Pêşin

Rastiyê pê hizkirinê bêjin, her aliyada bigihîjine sêrî, ku Mesîh e (Efes. 4:15).

Cûrek ku tevî Îsa bibine dost ev e ku piştgiriya teşkîleta Yehowa bikin. Çaxê em hevkariyê dikin tevî birên cabdar, yên ku bi hizkirinê rêberiyê me dikin, em diha nêzîkî Îsa dibin, yê ku serê civatê ye (Efes. 4:16.) Mesele, wan paşwextiya teşkîleta me safî kir, wekî Odên Civata bi temamî bidine xebatê. Bona vê yekê hine civat tevî civatên din dibine yek. Bi saya vê yekê, perê qurbankirî têne xweykirinê, çimkî xercên teşkîleta me kêm dibin. Lê ji bo vê yekê hine xizmetkar gerekê hînî derecên teze bin. Dibeke ew xizmetkarên amin gelek sala civatekêda nin û îda hînî xûşk-birên vê civatê bûne, lê niha wanra dibêjin, wekî civateke dinda xizmet kin. Îsa gelek şa dibe çaxê divîne, ku ew xûşk-birên amin safîkirina teze qebûl dikin. w20.04 24 ¶14

Sêşem, 6 Kanûna Pêşin

Wê qiralê [padşê] başûrê bi wîra şer bike (Dan. 11:40).

Padşê bakurê û padşê başûrê berdewam dikin hevra bikevine hucetê, seva hukumê xwe ser dinyayê mezin kin. Mesele, dîna xwe bidin çi qewimî paşî Şerê Hemdinyayê II çaxê Yektiya Sovyetê û piştgirên wê nîvê Ewropayê zêdetir kirine bin destê xwe. Ew kirên padşê bakurê, mecbûr kirin padşê başûrê, wekî tevî welatên din peyman girêde, seva ordiyên xwe bikine yek, û usa teşkîleta bi navê NATO saz bû. Padşê bakurê û padşê başûrê berdewam dikin hevra dikevine hucetê bi vê yekê, ku perê qalim xerc dikin, seva çekên wane lape qewî hebin. Padşê bakurê tevî padşê başûrê dikete hucetê usa jî bi vê yekê, ku wedê şera piştgiriya dijminên wî dikir Afrîkayêda, Asyayêda, û Amêrîkaya Latînîda. Wan salên paşwextiyêda, Rûsya û piştgirên wê hukumê xwe dinyayêda hê zêde dikin. Padşê bakurê û padşê başûrê hev neheq dikin vê yekêda, ku pê programên komputerê ziyanê didine sîstêma heve êkonomîkî û polîtîkî. Li gora pêxembertiya Daniyêl, padşê bakurê usa jî berdewam dike pey cimeta Xwedê keve (Dan. 11:41). w20.05 13 ¶5-6

Çarşem, 7 Kanûna Pêşin

Ezê mîhên xwe bipirsim [bigerim] (Hezql. 34:11).

“Ma pîrek dikare ku lawê xweyî bimemikva bîr bike?” Ew pirs Yehowa da wedê rojên pêxemberê xwe Îşaya. Lê Xwedê gote cimeta xwe: “Belê, ew dikarin bîr bikin, lê belê ez te bîr nakim!” (Îşa. 49:15) Vê derecêda Yehowa xwe beramberî dê dike. Yehowa derheqa heleqetiya orta dê û zarê mesele anî, wekî bide kifşê, ku ew xizmetkarên xwe çiqas hiz dike. Gelek dê ser xwe texmîn dikin vê yekê, çi ku xûşka me Jasmîn ser xwe texmîn kiriye. Ew dibêje: “Çaxê dê bona zara xwe xem dike, heleqetiya orta wan gelek qewî dibe û ew heleqetî temamiya emirê wanda berdewam dibe”. Hela hê jî çaxê tenê zaroke Yehowa civatê dihêle û îda xizmetiyêda kar nake, Ew derheqa vê zara xwe jî zane. Gelek xûşk-bira ku ruhanîda sist bûne, dîsa vedigerin civatê û dilê me seva wan gelek şa dibe! Yehowa û usa jî em, bi dil û can dixwazin ku ewana vegerin (1 Pet. 2:25). w20.06 18 ¶1-3

Pêşem, 8 Kanûna Pêşin

Tiştên . . . ku nayên dîtin [binihêrin]. Çimkî yên ku tên dîtin ji bo demekê ne, lê belê yên ku nayên dîtin herheyî ne (2 Korn. 4:18, ÎM).

Em ne hemû xizna dikarin bivînin. Bi rastî xizneke here qîmet nayê dîtinê. Îsa çaxê ser çiyê meriv hîn dikirin, ewî besa xiznên ezmanî kir, ku himberî hebûka meriva, lape qîmet in. Paşê Îsa got: “Xizna te kîderê be, dilê te jî wê li wê derê be” (Met. 6:19-21). Dilê me wê me berbi van tişta bikişîne, kîjan ku bona me gelek qîmet in. Em xwera “xiznê . . . li ezmên” top dikin, çaxê ber Xwedê navekî baş qazanc dikin. Çawa ku Îsa şirovekir, ev xizne tu car nikare xirab be û tu kes nikare bidize. Pawlosê şandî hêlanê dide me, wekî çevê xwe ser “tiştên . . . ku nayên dîtin” xwey kin (2 Korn. 4:17, 18). Nava wan xiznada yên ku nayêne dîtinê, ew kerem in jî, kîjan ku emê dinya tezeda bistînin. Lê gelo em razîbûna xwe bona van pêşkêşa didine kifşê? w20.05 26 ¶1-2

Înî, 9 Kanûna Pêşin

Bira şîreta min mîna baranê bibare (Qan. Dcr. 32:2).

Çi ku Mûsa wana hîn dikir, baweriya wan dişidand û ewana geş dikirin mîna barana nerm û xweş ku şînkayê geş dike. Lê ça em dikarin bawer bin, ku cûrê hînkirina me jî meriva geş dike? Çaxê em mal bi mal yan jî cîkî mayîn xizmet dikin, em pê Kitêba Pîroz merivara nîşan dikin, wekî navê Xwedê Yehowa ye. Em dikarin usa jî wanra edebyetên meyî bedew nîşan kin, vîdêoyên hewas û tiştên din ser malpera me, yên ku Yehowa rûmet dikin. Ser xebatê, mektebêda, yan wedê rêwîtiyê, em gerekê mecalê ji destê xwe bernedin, ku derheqa Xwedayê meyî hizkirî wanra gilî kin. Çaxê em merivara derheqa qirara Yehowa hindava însanetê û erdê gilî dikin, em wanara eyan dikin ku bi rastî Yehowa çiqas me hiz dike. Û gava em merivara derheqa Bavê xweyî hizkirî rastiyê dibêjin, bi vê yekê em navê Xwedê pîroz dikin. Em usa jî alî meriva dikin wekî fem kin, ku ewana hatine xapandinê, çimkî derheqa Yehowa tiştên derew ewana hîn kirine. Çi ku em meriva ji Kitêba Pîroz hîn dikin, ew yek wana gelek dilgerm dike (Îşa. 65:13, 14). w20.06 10 ¶8-9

Şemî, 10 Kanûna Pêşin

Vegerin min, ezê jî vegerim we (Malx. 3:7).

Kîjan hunur mera lazim in, wekî alî wan bikin, yên ku dixwazim vegerin cem Yehowa? Dîna xwe bidinê, ji meteloka Îsa derheqa kurê ku ji mal çû, em çi dikarin hîn bin (Lûqa 15:17-24). Ev kur axiriyêda hate ser hişê xwe û safî kir vegere mala xwe. Bav direve pêşiya kur, lê hemêz dike û hizkirina xwe wîra dide kifşê. Îsafa kur wî diçerçirand û ewî got ku hêjayî kurtiya bavê xwe nîne. Lê gava bav ew yek bihîst, dilê wî şewitî. Paşê bav pê kirên xwe îzbat kir, wekî şa ye ku ew vegeriya mal, û wî qebûl kir ça kurê xweyî delal. Ewî sifreke gelek mezin vekir û çuxê lapî rind kurê xwe kir, yê ku tobe kir. Yehowa jî mîna wî bavê ji metelokê, zarên xweye ku dixwazin vegerin cem wî, gelek hiz dike. Hergê em çev bidine Yehowa, emê bikaribin alî wan xûşk-bira bikin, wekî vegerine civatê. Lê bona vê yeke, em gerekê dilşewat bin, bi sebir û bi hizkirin bin. w20.06 25-26 ¶8-9

Led, 11 Kanûna Pêşin

Heger hûn ser hînkirina min bimînin, hûnê rast şagirtêd min bin. Hûnê rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke (Yûhn. 8:31, 32).

Îsa got ku hine meriv wê “bi eşq û şa” rastiyê qebûl kin, lê gava ewana rastî çetinaya bên, baweriya wan wê sist be (Met. 13:3-6, 20, 21). Mesele, dibeke ew meriv ne jî difikirin, ku hergê bibine şagirtên Mesîh, wê rastî çetinaya bên (Met. 16:24). Yan jî dibeke ewana difikirin, ku hergê bibine Mesîhî, problêmên wan wê tune bin, dêmek wê bi emirekî pê keremeta û bê çetinayî bijîn. Lê em zanin wekî vê dinya gunekarda problêm wê hebin. Emirê meda dikare tiştek bê guhastinê û em wedelû şabûna xwe unda kin (Zeb. 6:6; Waîz 9:11). Heçî zef xûşk-birên me didine kifşê, wekî ewana dudilî nînin, ku wana rastî dîtiye. Çira em dikarin usa bêjin? Baweriya wan sist nabe hela hê hingê jî, gava civatêda kesek dilê wan dêşîne, yan jî xwe necayîz dide kifşê (Zeb. 119:165). Gava ewana rastî çetinaya tên, baweriya wan diha qewî dibe, ne ku sist dibe (Aqûb 1:2-4). Baweriya me jî gerekê usa qewî be. w20.07 8 ¶1; 9 ¶4-5

Duşem, 12 Kanûna Pêşin

Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike (Aqûb 1:5).

Pêşiya ku tu xwendina Kitêba Pîroz destpêkî, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu ji xwendinê karê bistînî. Mesele, heger problêmeke te hebe û tu nizanî ku vê problêmê çawa safî bikî, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu prînsîpên kêrhatî bivînî, yên ku dikarin rêberiya te bikin (Fîlî. 4:6, 7). Ev yek ku em dikarin tişta bidine ber çevê xwe, pêşkêşeke ji Xwedê ye. Gava tu Kitêba Pîrozda derheqa kesekî dixûnî, halê wî bide ber çevê xwe. Xwe dewsa wî dayne û bîne ber çevê xwe ku ewî çi didît û çi texmîn dikir. Ev yek wê alî te bike ku tu ji xwendina Kitêba Pîroz diha zêde karê bistînî. Paşê kûr bifikire. Li ser rêzên ku tu dixûnî kûr bifikire û têderxe ku ew bona te çira kêrhatî ne. Ev yek wê alî te bike ku tu têmayê diha baş fem bikî. Gelo çawa? Bîne ber çevê xwe ku tu dixwazî xwarineke xweş çêkî. Ne bes e ku her tişt ber destê te hebe. Lazim e ku tu her tiştî rast bidî xebatê. Fikirandin alî me dike bi temamî ser dereca binihêrin. w21.03 15 ¶3-5

Sêşem, 13 Kanûna Pêşin

Ez ji Xwedê razî me, . . . her gav şev û roj nava duayêd xweda te bîr tînim (2 Tîmt. 1:3).

Pawlosê şandî dikaribû seva safîkirinên xwe poşman bûya û bifikiriya ku heger ew nebûya şagirtê Îsa Mesîh, ewê neketa kelê. Ewî dikaribû merivên herêma Asyayêda, yên ku pişta xwe dabûne wî, hêrs keta û îtbariya xwe hindava dostên xwe yên din unda bikira. Gava ew li ber mirinê bû, Pawlos dîsa jî bîr nedikir ku tiştê herî ferz ev e ku ew rûmetê bide Yehowa. Usa jî, ew difikirî ku ew çawa dikare kesên din hêlan bike. Ewî xwe dispart Yehowa û “her gav şev û roj” dua dikir. Ewî bi zêdeyî dîna xwe nedida kesên ku pişta xwe dabûne wî, lê seva alîkariya dostên xwe yên amin, razî bû. Usa jî, Pawlosê şandî Xebera Xwedê berdewam lêkolîn dikir (2 Tîmotêyo 3:16, 17; 4:13). Ya herî ferz jî, ew bawer bû ku Yehowa û Îsa Mesîh wî hiz dikin. w21.03 18 ¶17-18

Çarşem, 14 Kanûna Pêşin

Çawa ku zîwanê top dikin dişewitînin, axiriya vê dinyayê jî wê usa be (Met. 13:40).

Qirna dudada D.M., Mesîhiyên qelp ketine nava civata Mesîhîtîda. Ewana hînkirinên pûtparista bela dikirin û rastiyên ji Xebera Xwedê vedişartin. Ji wî wedeyî, heta xilaziya qirna 19, ser erdê teşkîleta Xwedê tune bû. Mesîhiyên qelp mîna zîwana gelek bela bûn, lema jî çetin bû têderxin, ku bi rastî Mesîhiyên rast kê ne (Met. 13:36-43). Li gora Daniyêl serê 11, tê kifşê ku ji sala 100 heta sala 1870 padşê bakurê û padşê başûrê tune bûn, çimkî wî çaxî teşkîleta Xwedê tune bû, ku wana hicûmî ser kirana. Lê paşî sala 1870 padşê bakurê û padşê başûrê xuya bûn. w20.05 3 ¶5

Pêşem, 15 Kanûna Pêşin

Neteweyek [cimetek] . . . ser welatê min derket (Yowl. 1:6).

Van rêzada Yowêl pêxembertiyê dike, ku koma kuliya wê erdê Îsraêlê xirab kin ku hemû gîhayê erdê kuta kin (Yowl. 1:4). Nava gelek salada, me ev pêxembertî usa fem dikir, ku kulî bi sîmbolîk cimeta Yehowa ye, riya kîjanî tu tişt nikare bigire seva mizgîniyê bela ke. Me usa jî fem dikir, ku ew şixulê me, xirab hukum dike ser “erdê”, dêmek ser wan meriva, ku bin destê serwêrên rêlîgiyada nin. Lê em gerekê kontêksta vê pêxembertiyê bi temamî hildin hesab, çimkî hingê emê îda têderxin, wekî lazim e cûrekî mayîn fem kin. Dîna xwe bidinê ku derheqa wan kuliya Yehowa çi soz da: “Ezê artêşa bakur [kuliya] ji ser weva dûr bixînim” (Yowl. 2:20). Hergê kulî bi sîmbolîk Şedên Yehowa ne, yên ku gura temiya Îsa dikin û mizgîniyê bela dikin, lê çira Yehowa sozekî usa da, ku wê wana dûr xe? (Hezql. 33:7-9; Met. 28:19, 20) Bêşik, Yehowa wê ne ku xizmetkarên xweye amin dûr xe, lê ewên ku zirarê didine cimeta wî. w20.04 3 ¶3-5

Înî, 16 Kanûna Pêşin

Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike (Aqûb 1:5).

Heger em difikirin ku Yehowa caba duayê me hê nedaye, gerekê em çi bikin? Gerekê em berdewam kin dua bikin û ji Yehowa bîlaniyê bixwazin. Yehowa bona vê yekê ji me eciz nabe û hêrs nakeve. Heger em bona bîlaniyê dua bikin, wekî bikaribin li himberî tengasiya sebir kin, Bavê meyî ezmanî wê “bi merdanî” bîlaniyê bide me (Zebûr 25:12, 13). Ew tengasiyên me divîne, dilê wî ser me dişewite, û ew hertim hazir e ku alî me bike. Ne ev yek dilê me şa dike! Lê pirseke din jî pêşda tê: Gelo Yehowa çawa bîlaniyê dide me? Bi saya Kitêba Pîroz (Metelok 2:6). Seva ku em vê bîlaniyê bistînin, gerekê em Kitêba Pîroz û edebyetên li ser hîmê Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Hilbet ne bes e ku em tenê zanebûna xwe zêde bikin. Gerekê em guh bidin şîretên Xwedê û li gora bîlaniya wî bijîn. Aqûb usa nivîsî: “Xeberê biqedînin, ne ku tenê bibihên” (Aqûb 1:22). Çaxê em her tiştî li gora şîretên Xwedê bikin, emê bibin merivne diha edilayîhiz, serwaxt û dilrem (Aqûb 3:17). Ev hunur wê alî me bikin ku em nava tengasiyada şabûna xwe unda nekin. w21.02 29 ¶10-11

Şemî, 17 Kanûna Pêşin

Gava her pareke bedenê şixulê xwe dike . . . [beden] mezin dibe (Efes. 4:16).

Alîkariya xûşk-bira gelek ferz e, wekî xwendekarê Kitêba Pîroz berbi nixumandinê here. Her mizgînvan dikare aliyê xweda alîkariyê bide wekî civat mezin be. Pêşengek usa dibêje: “Dibêjin ku zar ji aliyê temamiya gundva tê mezinkirin. Bi texmîna min, şixulê hazirkirina şagirta jî usa ye. Seva ku kesek bibe Şedê Yehowa, alîkariya temamiya civatê lazim e”. Gava zar mezin dibe, malbet, heval û dersdar alîkariyê didine wî. Ewana zar hêlan dikin û dersên ferz wî hîn dikin. Mîna vê yekê, hemû mizgînvan dikarin bi şîreta, hêlanê û mesela xwe alî xwendekarên Kitêba Pîroz bikin ku ewana berbi nixumandinê herin (Metelok 15:22). Gelo wê çima baş be wekî mizgînvanê ku hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike, alîkariya mizgînvanên din qebûl bike? Çimkî ewana jî dikarin alî xwendekarî bikin, wekî ew ruhanîda pêşda here. w21.03 8 ¶1-3

Led, 18 Kanûna Pêşin

Heger em bêjin: “Gunê me tune”, em xwexa xwe dixapînin (1 Yûhn. 1:8).

Hemû Mesîhî ça cahil usa jî yên emirda mezin, gerekê fesal bin ku usa nîbe, hin Yehowara xizmet kin, hin jî tiştên nerast bikin. Yûhenna da kifşê wekî em nikarin hin nava rastiyêda bijîn, hin jî bi emirekî necayîz bijîn (1 Yûhn. 1:6). Hergê em dixwazin Yehowa me qebûl ke çawa niha usa jî axiriyêda, em gerekê bîr nekin, wekî Yehowa hemû tiştî çi ku em dikin, divîne. Hela hê jî çi em dizîva dikin ku tu kes nikare bivîne, Yehowa gişkî divîne, her tişt li ber çevê wî vekirî û eşkere ye (Îbrn. 4:13). Em gerekê ji nihêrandina vê dinyayê ser gune, xwe dûr xwey kin. Wedê Yûhennada rabera digotin, wekî meriv dikare wan tişta bike, çi ku ber çevê Xwedê nerast e û hin jî dostê Xwedê be. Îro em jî nav merivên usada dijîn. Gelek meriv dibêjin, wekî Xwedê bawer dikin, lê neqayîl in tevî nihêrandina Xwedê ser gune, îlahî çaxê xeberdan diçe derheqa heleqetiya sêksûalî. Çi ku ber çevê Xwedê gune ye, ewana dibêjin ev yek ser xwestina dilê meriva ye. w20.07 22 ¶7-8

Duşem, 19 Kanûna Pêşin

Hiz bikin . . . bi kira û rastiyê (1 Yûhn. 3:18).

Gava hewce dibe, gelo tu jî xûşka diparêzî? Bidine ber çevê xwe vê derecê: Hine mizgînvan divînin ku xûşkeke ku mêrê wê Şedê Yehowa nîne gelek cara dereng tê civîna, û paşî civîna zû derdikeve. Ewana divînin ku ew zarokên xwe gelek cara nayne civîna. Lema ewana difikirin ku gerekê ew li himberî mêrê xwe hê qewî bisekine, û ewana wê sûcdar dikin. Lê belê rastî ev e ku xûşka me çi ji destê wê tê dike. Ne her tişt bin kontrola wêda ye, û carina ew nikare xwexa safî bike ku gerekê zarok çi bikin. Heger tu payê vê xûşkê bidî û ji kesên dinra bêjî ku ew xûşkeke çiqas baş e, dibe ku yên din wê îda loma wê nekin. Rûspiyên civatê jî bona hewcedariyên xûşka xem dikin. Ew zanin ku Yehowa jî vê yekê dixwaze (Aqûb 1:27). Lema, rûspiyên civatê wek Îsa maqûl in û qeydên nehewce danaynin, lê çiqas ku ji destê wan tê fikirên xûşka hildidin hesab (Met. 15:22-28). Gava rûspiyên civatê her tiştî dikin ku piştgiriya xûşka bikin, xûşkên me texmîn dikin ku Yehowa wana hiz dike û teşkîleta wî bona wana xem dike. w20.09 24-25 ¶17-19

Sêşem, 20 Kanûna Pêşin

[Xwedê] ji Nebûxadnessarê Padşara gotiye ka wê di rojên pêşda çi bibin (Dan. 2:28, ÎM).

Daniyêl pêxember temamiya emrê xwe bi milûktî rêberiya Yehowa digeriya. Mesele, gava Yehowa ew bi kar anî ku xewna Nebûkedneser şiroveke, Daniyêl pêxember bi milûktî hemû pesin dan Yehowa (Dan. 2:26-28). Ders ji bo me çi ye? Hergê xûşk û bira gotarên me begem dikin yan hergê em di xizmetêda pêşdaçûyî ne, gerekê em pesnê Yehowa bidin. Gerekê em bi milûktî qebûl bikin ku bê alîkariya Yehowa, meyê nikaribûya ev tişt bikirana (Fîlî. 4:13). Di vî warîda, wê baş be ku nihêrandina me wek nihêrandina Îsa Mesîh be. Îsa xwe dispart Bavê xwe Yehowa (Yûhn. 5:19, 30). Wî tu cara nedixwest hukumê Bavê xwe zeftê xwe ke. Îsa Mesîh her tim guh dida Yehowa, wî sînorên xwe zanibûn, û wî qedrê hukumtiya Bavê xwe digirt. Belê, wî qebûl dikir ku Bavê wî ji wî mezintir e. w20.08 11 ¶12-13

Çarşem, 21 Kanûna Pêşin

Usa birevin, ku hûn [xelatê] bistînin (1 Korn. 9:24).

Hinek jî yên ku riya jîyînêda direvin, rastî çetinaya tên ku merivara nayêne kifşê û lema meriv wana fem nakin. Hergê sihet-qewata we xirab e û hûn nikarin haqas bona Yehowa bikin çiqas dixwazin, û difikirin ku tu kes we fem nake, serhatiya Mefîboşet dikare dilbîniyê bide we (2 Sam. 4:4). Bidine ber çevê xwe, derdê wî besî wî nîbû ku ew seqet bû, serda jî Dawid Padşa neheqî wî kir. Lê ewî îzin neda, wekî ev çetinayî wî bikin zulm. Ew emirê xweda razî bû bona tiştên qenc, û qenciya ku Dawid berê hindava wîda kiribû, ewî dişêkirand (2 Sam. 9:6-10). Çaxê Dawid hindava wîda neheqî kir, ewî her tişt hilda hesab. Lema ew ji bo şaşiya Dawid hêrs neket. Û ewî ne jî Yehowa neheq dikir, ku çira Dawid usa serê wî kir. Mefîboşet dikete heyra padşa, dêmek bijartiyê Yehowa, û difikirî ku ça ew dikare alî wî bike (2 Sam. 16:1-4; 19:24-30). Yehowa rêberî kir, wekî serhatiya Mefîboşet bona kara me Xebera Wîda bê nivîsarê (Rom. 15:4). w20.04 26 ¶3; 30 ¶18-19

Pêşem, 22 Kanûna Pêşin

Em tevayî bona Xwedê dixebitin (1 Korn. 3:9).

Hine xûşk û bira wek mîsiyonêr, pêşengên mexsûs û pêşengên hertim tên kifş kirin. Ewana temamiya wextê xwe ji bo belakirina mizgînê xerc dikin. Mal û milkê wan çiqas hindik be jî, Yehowa bereketên mezin dide wan (Marq. 10:29, 30). Em pir qîmetê didin xûşk û birayên usa, û em şa ne ku ew para civatê ne. Civatêda, gelo tenê rola birayên kifşkirî û xizmetkarên hertim heye? Hilbet na! Her mizgînvan ji bo Xwedê û ji bo civatê biqîmet e (Rom. 10:15; 1 Korn. 3:6-8). Yek ji nêtên herî ferz ya civatê ev e, ku meriva bike şagirtên Îsa Mesîh (Met. 28:19, 20; 1 Tîmt. 2:4). Hemû endemên civatê – yanî him mizgînvanên ku hatine nixumandinê, him jî ewên ku hê nehatine nixumandinê – vî îşî bi dil û can tînin sêrî (Met. 24:14). w20.08 21 ¶7-8

Înî, 23 Kanûna Pêşin

Ez îroda timê heta axiriya dinyayê tevî we me! (Met. 28:20).

Çawa ji rêza vê rojê em divînin, Îsa wê piştgiriya me bike, gava em rastî çetinaya bên. Gotinên Îsa mêrxasiyê didin me. Gelo çima? Car cara, em rastî tengasiyên mezin tên. Mesele, gava hizkiriyekî me dimire, êşa me ne tenê bi çend roja, lê dikare bi gelek sala berdewam bibe. Lê hinek ji me îda kal û pîr bûne û bona vê yekê dilteng dibin, hinek jî dikevine dêprêsyayê û ji bo vê yekê diçerçirin. Dîsa jî, em sebir dikin, çimkî em zanin ku problêmên me çiqas mezin bin jî, Îsa “timê” tevî me ye (Met. 11:28-30). Xebera Xwedê dibêje ku Yehowa bi saya meleka jî alî me dike (Îbrn. 1:7, 14). Mesele, gava em mizgîna Padşatiyê merivên ji cûre-cûre miletara bela dikin, melek rêberiya me dikin (Met. 24:13, 14; Eyan. 14:6). w20.11 13-14 ¶6-7

Şemî, 24 Kanûna Pêşin

Meremê dilê mêriv avêd kûr in, lê merivêd bîlan wan hildiçinin (Metlk. 20:5).

Em dixwazin ku xwendekarê me fem bike ku tiştên ku ew wedê hînbûnê hîn dibe, ji Kitêba Pîroz in (1 Têsln. 2:13). Em çawa dikarin bigihîjin vê nêtê? Xwendekarê xwe hêlan bike ku ew besa tiştên ku ew hîn dibe, bike. Dewsa ku tu hemû rêza wîra zelal bikî, bêje ku bira ew hine rêza tera zelal bike. Alî xwendekar bike wekî ew bivîne ku gotinên Kitêba Pîroz çima bona wî kêrhatî ne. Paşî xwendina rêzekê, bipirse ka ew li ser vê rêzê çi difikire (Lûqa 10:25-28). Mesele, pirsên usa bipirse: “Ev rêz dîna te dikişîne ser kîjan hunurê Yehowa? Tu çawa dikarî ji vê rêzê karê bistînî? Gelo fikra vê rêzê li te xweş hat?” Tiştê herî ferz ne ev e ku zanebûna xwendekar çiqas gelek be, lê ev e ku ew tiştên ku ew zane çiqas hiz dike û van tişta di jiyana xweda çiqas pêk tîne. Mecalê bide ku Kitêba Pîroz te hîn ke. Heger tu dixwazî bibî dersdarekî baş, gerekê tu milûk bî. w20.10 15 ¶5-6

Led, 25 Kanûna Pêşin

Tu serê sibê tovê xwe bireşîne û heta êvarê rihetiyê nede destê xwe (Waîz 11:6, ÎM).

Îşê belakirina mizgîna Padşatiyê wê di wextê rastda xilaz be. Di rojên Nuhda jî usa bû. Belê, Yehowa her tiştî di wexta rastda dike. Weke 120 sal ji berêda, Yehowa gotibû ku Tofan wê kengê destpêbe. Bi deha sala şûnda, Yehowa emir da Nuh wekî ew gemîkî ava bike. Weke 40 yan 50 sal, Nuh bi xîret di îşê avakirina gemiyêda xebitî. Usa jî, meriva çiqas guh nedida wî jî, wî belakirina fermana Xwedê berdewam dikir heta Yehowa got ku wext hatiye ku bikevin gemiyê. Paşê, li wexta rast, “pey wîra Xudan derî girt” (Destp. 6:3; 7:1, 2, 16). Di demeke nêzîkda, Yehowa wê mera bêje ku îşê belakirina mizgîna Padşatiyê îda xilaz bûye, û ewê “derî bigire”. Yehowa wê sîstêma Mîrê-cina qir bike û dinya teze bi merivên guhdar tije bike. Heta wê demê, bira em Nuh û kesên din, yên ku ‘rihetî nedida destê xwe’ xwera bikin mesele. Bira em berdewam bikin dîna xwe bidin xizmetê, bisebir bin û baweriya xwe bi Yehowa û sozên wî bînin. w20.09 13 ¶18-19

Duşem, 26 Kanûna Pêşin

Her tişt bira bi terbet, cî bi cî û maqûlî be (1 Korn. 14:40).

Heger serîtî tune bûya, malbeta Yehowa wê ne bi organîze ne jî bextewar bûya. Mesele, tu kesî wê nizanibûya ku kê gerekê safîkirina bike û kê gerekê van safîkirina bîne sêrî. Heger serîtî tiştekî usa baş e, gelek jin çima bin serîtiya mêrên xweda dinalin? Çimkî problêm ev e ku gelek mêr guh nadin qanûnên ku Yehowa bona malbetê danîne, lê guh didin erf-edetên mihalê yan miletê xwe. Usa jî, hine mêr xwehiz in û tevî jinên xwe sert in. Bi vî cûreyî ewana dibeke dixwazin xwebaweriya xwe zêde bikin yan ji kesên dinra îzbat kin ku ew “mêr in”. Ew belkî difikirin ku tiştê herî ferz ne ev e ku jin mêrê xwe hiz bike, lê ew gerekê ji wî bitirse. Mêrên usa, tirsê didine xebatê wekî jina xwe kontrol bikin. Mêrên ku bi vî cûreyî difikirin û usa dikin, qedirê jina xwe nagirin û raste-rast li himberî xwestina Yehowa dertên (Efesî 5:25, 28). w21.02 3 ¶6-7

Sêşem, 27 Kanûna Pêşin

Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike (1 Pet. 5:7).

Gava em rastî tengasiya tên, dua dikare alî me bike. Bi saya dua, em dikarin “edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e”, bistînin (Fîlîpî 4:6, 7). Yehowa wê pê ruhê xweyî pîroz xemên me diha sivik bike û dilê me rihet ke (Galatî 5:22). Gava tu Yehowara dua dikî, dilê xwe wîra veke. Wîra hûr bi hûr bêje ku problêma te çi ye, û gilî ke ku ev problêm li ser te çawa hukum dike. Heger çareya problêma te heye, ji wî bîlanî û qewatê bixwaze ku tu bikaribî vê çareyê bivînî û bixebitînî. Lê heger safîkirina problêmê destê teda nîne, ji Yehowa alîkariyê bixwaze, wekî tu bi zêdeyî xema nekî. Heger tu di duayên xweda raste-rast besa problêmên xwe bikî, wext şûnda tuyê diha zelal bivînî ku Yehowa çawa caba van duayên te dide. Heger tu derbêra caba duayên xwe nestînî jî, berdewam ke dua bike, çimkî Yehowa dixwaze ku tu hertim wîra dua bikî (Lûqa 11:8-10). w21.01 3 ¶6-7

Çarşem, 28 Kanûna Pêşin

[Îsa] wanra got: “Her kesîra ev yek dest nade, lê tenê wanra kîjanara hatiye dayînê” (Met. 19:11).

Civatên meda him xûşk û birayên zewicî, him jî gelek xûşk û birayên nezewicî hene. Gerek em li kesên azep ça binihêrin? Bîne bîra xwe ku Îsa li azepbûnê ça dinihêrî. Gava Îsa li dinyayê bû, ew azep ma, û bi temamî hiş û dîna xwe dida xizmeta xwe. Îsa tu cara nedigot ku gerek şagirtên wî bizewicin yan na. Lê belê, wî got ku hinek wê bixwazin azep bimînin (Met. 19:12). Îsa qedrê kesên azep digirt, û ew nedifikirî ku ew ji kesên zewicî nimiztir in yan ku jîyana wanda tiştek kêm e. Wek Îsa, Pawlos jî azep ma. Ewî qebûl dikir ku ev yek qirareke şexsî ye. w20.08 28 ¶7-8

Pêşem, 29 Kanûna Pêşin

Xwedê hizkirin e (1 Yûhn. 4:16).

Emirê Yûhenna pir dirêj bû, û ew rastî gelek tengasiya dihat, yên ku dikaribûn baweriya wî sist kirana. Lê belê, ewî hertim xîret dikir ku temiyên Îsa Mesîh bîne sêrî. Yek ji van temiya ev e ku gerekê em xûşk û bira hiz bikin. Lema, Yûhenna bawer bû ku Yehowa û Îsa Mesîh wî hiz dikin û ku ewê qewatê bidin wî wekî ew serî bi hemû tengasiyara derxe (Yûhenna 14:15-17; 15:10). Belê, Şeytan û dinya wî nikaribû hizkirina Yûhennara bibe asteng. Bi gotin û kirinên xwe, ewî hertim nîşan dikir ku ew xûşk û bira hiz dike. Mîna Yûhenna, em jî dinya Şeytanda dijîn (1 Yûhenna 3:1, 10). Şeytan dixwaze hizkirina di nav meda sar bike, lê heta ku em îzinê nedin wî, ewê nikaribe bigihîje nêta xwe. Were em bi gotin û kirinên xwe îzbat bikin ku em xûşk û birên xwe hiz dikin. Heger hizkirina me sar nebe, emê di malbeta Yehowada şa û bextewar bin! (1 Yûhenna 4:7) w21.01 13 ¶18-19

Înî, 30 Kanûna Pêşin

[Xwedê] sebirê . . . bide we (Rom. 15:5).

Îro dinya bin kontrola Şeytanda ye, û jîyîn cara gelek zemet e (2 Tîmotêyo 3:1). Lê dîsa jî ne lazim e ku em bi zêdeyî bitirsin û berxwe kevin. Yehowa halê me rind zane. Ewî soz daye ku heger em bikevin jî, ewê me bi destê xweyî rastê bigire (Îşaya 41:10, 13). Belê, em dikarin bawer bin ku Xwedê wê alî me bike. Tengasiyên me çi bin jî, em dikarin ji Kitêba Pîroz qewatê bistînin, wekî em bikaribin sebir kin û Yehowara amin bimînin. Li ser jw.org û li edebyetên me, tu dikarî gelek serhatiyên ji Kitêba Pîroz bivînî. Vîdêo, aûdîo-drama, kitêb û jûrnalên me dikarin alî te bikin ku tu van serhatiya bidî ber çevê xwe û ji wan qewat û mêrxasiyê bistînî. Pêşiya ku xwendinê destpêkî, guh bidî aûdîokî yan vîdêokî binihêrî, dua bike ku Yehowa alî te bike ku tu fikirên lazim xwera bivînî. Kûr bifikire ku gava xizmetkarên Yehowa yên berê rastî tengasiya dihatin, wana çi kir û Yehowa çawa alî wan kir. Têderxe ku tu çawa dikarî hine dersên ji van serhatiya di jiyana xweda bidî xebatê. Bona alîkariya Yehowa razî be. Razîbûna xwe wîra bi vê yekê bide kifşê, ku kesên din bişidîne û alî wan bike. w21.03 19 ¶22-23

Şemî, 31 Kanûna Pêşin

Ewled pêşkêşêd Xudan in (Zeb. 127:3).

Pêşiya ku jin-mêr zara bînin dinyayê, wê baş be ku ewana ji xwe usa bipirsin: “Gelo Yehowa me ça merivên milûk û bawermend divîne, yên ku hazir in wekî zarekê mezin bikin?” (Zeb. 127:4) Heger zarên we hene, ji xwe bipirsin: “Gelo em zarên xwe hîn dikin ku gelek ferz e xebathiz bin?” (Waîz 3:12, 13) “Gelo em çi ji destê me tê dikin ku zarên xwe ji xirabiyê biparêzin?” (Metlk. 22:3) Hûn hilbet nikarin zarên xwe ji hemû problêmên jiyanê biparêzin. Lê belê, hûn dikarin wana hêdî-hêdî bona jiyanê hazir bikin û wana şîret bikin ku ewana çawa dikarin ji Xebera Xwedê rêberiyê bistînin (Metlk. 2:1-6). Mesele, heger merivekî we ji riya rastiyê derkeve, zarên xwera şirovekin ku li gora Kitêba Pîroz çima ferz e ku ewana Yehowara amin bimînin (Zeb. 31:23). Yan jî, heger hizkiriyekî we bimire, zarên xwera nîşan kin ku Xebera Xwedê çawa dikare berdilî û dilrihetiyê bide wan (2 Korn. 1:3, 4; 2 Tîmt. 3:16). w20.10 27 ¶7

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin