Adar
Çarşem, 1 Adarê
Heger we qencî ji van xûşk-birên mine yê herî biçûk yekîra kir, we minra kir (Met. 25:40).
“Pêz” ku Metta 25:31-36-da tê gotinê bi sîmbolîk têne hesabê kesên rast, yên ku rojên axiriyêda dijîn û hîviya jîyîna ser erdê ne. Ew bi aminî alîkariyê didin birên Îsa yên bi ruh kifşkirî, ku hê ser erdê ne, wekî ewana şixulê belakirina mizgînê ser temamiya dinyayê bînin serî (Metta 24:14; 28:19, 20). Her sal, heftiyên pêşiya Bîranînê, pezên din tevî birên Mesîh ser temamiya dinyayê, gazî meriva dikin, wekî ewana bêne ser Bîranînê. Heçî zef civatada, kesên bi ruh kifşkirî tune ne. Lê dîsa jî, pezên din her tiştî dikin, wekî Bîranîn hemû civatada ser temamiya dinyayê bê derbazkirinê. Bi vî cûreyî, ewana piştgiriya birên Îsa Mesîh dikin. Ewana zanin ku gava bona birên bi ruh kifşkirî qenciyê dikin, Îsa hesab dike, wekî ewana raste-rast bona wî qenciyê dikin (Metta 25:37-40). w22.01 22 ¶11-12
Pêşem, 2 Adarê
Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye (Yûhn. 14:9).
Wê baş be ku em çev bidine rabûn-rûniştina Îsa Mesîh. Mesele, dilê wî bi mêrekî kotî, bi jinikeke nexweş û bi kesên ku şînê dikir, şewitî. Gava em çev didine Îsa, em usa jî çev didine Yehowa (Marqos 1:40, 41; 5:25-34; Yûhenna 11:33-35). Çiqas zêde em çev bidine xeyset-hunurên Yehowa, haqas hê zêde emê nêzîkî wî bin. Heger em pêgeha Îsada herin, ev yek wê alî me bike ku em nekevin ber bayê vê dinya xirab. Li şeva paşin pêşiya mirina xwe, Îsa Mesîh usa got: “Min dinya kire bindestê xwe” (Yûhenna 16:33). Dêmek, ew nekete bin hukumê fikir, nêt û kirinên vê dinyayê. Ewî tu cara bîr nedikir ku ew hate dinyayê seva ku navê Yehowa pîroz bike. Vê dinyayêda, gelek tişt dikarin dîna me bikişînin ser xwe. Lê heger em mîna Îsa Mesîh dîna xwe bidin qirara Xwedê, emê jî vê dinyayê “bindest” bikin (1 Yûhenna 5:5). w21.04 3-4 ¶7-8
Înî, 3 Adarê
[Tu tişt nikare] hizkirina Xwedê ser me sar ke (Rom. 8:39).
Pawlos şandî rind zanibû ku Îsa gotibû wekî “her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wîye heta-hetayê hebe” (Yûhenna 3:16; Romayî 6:23). Pawlos bêşik baweriya xwe kirînê dianî. Ew bawer bû ku heger kesekî gunekî giran kiribe jî, heger ew ji dil tobe bike, Yehowa hazir e ku bibaxşîne wî (Zebûr 86:5). Usa jî, Pawlosê şandî bi qewata hizkirina ku Xwedê bi destê Mesîh eyan kiribû, bawer bû. Dîna xwe bide gotinên Pawlos yên ji Galatî 2:20 xilaziya rêzê ew usa dibêje: “Kurê Xwedê . . . ez hiz kirim û caniya xwe bona min da der”. Pawlos nedifikirî ku hizkirina Xwedê bisînor e, û ew nedifikirî ku Yehowa xûşk-bira hiz dike, lê wî hiz nake. Pawlos xûşk û birên li Romayêra usa got: “Gava eme hê gunekar bûn, Mesîh bona me mir” (Romayî 5:8). Belê, sînorên hizkirina Xwedê tune! Pawlosê şandî hizkirina Xwedêda bawer bû. Pawlos zanibû ku Yehowa çawa sebra xwe miletê Îsraêlra nîşan kiribû. w21.04 22 ¶8-10
Şemî, 4 Adarê
Çimkî bi vê yekê em hizkirina xwe hindava Xwedêda didine kifşê, gava em temiyên wî diqedînin (1 Yûhn. 5:3).
Çaxê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikî, alî xwendekarê xwe bike ku ew Yehowa hiz bike. Gelo çawa? Dîna xwendekar bikişîne ser hunurên Yehowa. Nîşanî wî bike ku Yehowa Xwedêyê xwezilî ye, yê ku piştgiriya xizmetkarên xwe dike (1 Tîmotêyo 1:11; Îbranî 11:6). Usa jî, dîna xwendekar bikişîne ser kara prînsîpên Kitêba Pîroz û nîşanî wî bike ku Kitêba Pîroz hizkirina Yehowa çawa eyan dike (Îşaya 48:17, 18). Çiqas zêde xwendekar Yehowa hiz bike, ewê haqas hê zêde bixwaze jîyîna xwe biguhêze. Seva ku xwendekarên Kitêba Pîroz berbi nixumandinêva pêşda herin, lazim e ku ewana hine qurbana bikin. Dibeke lazim be hine xwendekarên me jî aliyên tiştên matêrîalîda qurbana bikin. Yan jî, wê dibeke lazim be ku ewana heleqetiya xwe tevî hevalên xwe yên berê biqetînin, yên ku Yehowa hiz nakin. Usa jî, hine merivên xwendekarên me pişta xwe didine wan, çimkî ewana Şedên Yehowa nefret dikin. Îsa soz dabû wekî yên ku pey wî diçin wê bêne keremkirinê û wê bibin para malbeteke ruhanî (Marqos 10:29, 30). w21.06 4 ¶8-9
Led, 5 Adarê
Çevên xwe vekin û dîna xwe bidine zeviya, ew çawa zer bûne, dirûtinêra hazir in (Yûhn. 4:35).
Pawlosê şandî şixulê me beramberî şixulê cotkariyê kir. Bes nîne ku cotkar toxima tenê biçîne. Pawlos usa got: “Min daçikand, Apolo avda . . . hûn jî zeviya Xwedê ne” (1 Korintî 3:6-9). Belê, em xebatkarên “zeviya Xwedê” ne, lema jî bes nîne wekî em tenê toximên rastiyê biçînin. Gerekê em berdewam bikin dîna xwe bidin, hela toximên ku me çandine çi halîda ne û çawa mezin dibin. Em hilbet zanin, wekî yê ku toxima mezin dike, Xwedê ye. Çiqas qedrekî mezin e ku em mizgînê bela dikin û meriva hîn dikin! Ev şixul dilê me gelek şa dike. Pawlosê şandî, yê ku alî gelek kesên li bajarê Têsalonîkê kiribû, wekî ewana bibin şagirtên Îsa, usa got: “Kî ye gumana me, yan jî şabûn, yan ew kofiya em pê difirin, ber Xudanê me Îsa, wî zemanê hatina wîda, heger ne hûn? Rast hûn in ew rûspîtî û şabûna me” (1 Têsalonîkî 2:19, 20; Karên Şandiya 17:1-4). w21.07 3 ¶5; 7 ¶17
Duşem, 6 Adarê
Hûn ji van biçûka yekî bêhurmet nekin (Met. 18:10).
Yehowa her kesî ji me kişandiye bal xwe (Yûhenna 6:44). Bifikire ev yek çi tê hesabê: Bi mîlyarda meriv ber çevê Yehowa ne, û ew dilê wan lêkolîn dike. Ewî dît ku tu yekî dilpak î û hazir î wî nas bikî û wî hiz bikî (1 Dîrok 28:9). Belê, Yehowa te nas dike, fem dike û te hiz dike. Gelo ev yek dilê te germ nake? Yehowa ça bona te xem dike, ew usa jî bona hemû xizmetkarên xwe yên din jî xem dike. Îsa ev yek bi saya meselekê zelal kir. Ewî got ku Yehowa mîna şivanekî ye. Heger 100 pezên şivan hebin û yek ji wan unda be, gelo ew wê çi bike? Ew wê 99 pezên xwe çiyabaniya bihêle û here ku ya undabûyî bigere. Gava ew vê pezê bivîne, ewê ser vê hêrs nekeve, lê jêra şa be. Ev mesele çi me hîn dike? Yehowa hemû pezên xwe qîmet dike. Îsa usa got: “Bavê weyî ezmana naxwaze ku ji van biçûka yek unda be” (Metta 18:12-14). w21.06 20 ¶1-2
Sêşem, 7 Adarê
Xwe li Xwedê bigirin (Aqûb 4:8).
Gava em derheqa hizkirina Yehowa difikirin, em diha nêzîkî wî dibin (Romayî 8:38, 39). Xwestina me zêde dibe, wekî çev bidine Îsa (1 Petrûs 2:21). Rojên pêşiya Bîranînê, em difikirin derheqa heftiya paşin ya jîyîna Îsaye ser erdê, û usa jî derheqa mirin û rabûna wî ji mirinê. Paşê, gotara ku ser Êvara Bîranînê tê xwendinê, tîne bîra me wekî Îsa çiqas me hiz dike (Efesî 5:2; 1 Yûhenna 3:16). Çaxê em derheqa qurbana Îsa dixûnin û kûr ser difikirin, xwestina me zêde dibe ku usa bijîn “çawa Îsa jît” (1 Yûhenna 2:6). Em hê zêde dixwazin nava hizkirina Xwedêda bimînin (Cihûda 20, 21). Seva ku em nava hizkirina Xwedêda bimînin, gerekê em çi ji destê me tê bikin, wekî guh bidin Xwedê, navê wî pîroz kin û dilê wî şa kin (Metelok 27:11; Metta 6:9; 1 Yûhenna 5:3). Êvara Bîranînê me hêlan dike her roj li gora xwestina Yehowa usa bijîn, ku tê bêjî em wîra dibêjin: “Ez dixwazim heta-hetayê hizkirina teda bimînim!”. w22.01 23 ¶17; 25 ¶18-19
Çarşem, 8 Adarê
Bona xwe bijbêrin hûnê kêra xizmet kin (Yêşû 24:15, DT).
Yehowa azaya bijartinê daye me. Ev yek tê hesabê, wekî em dikarin xwexa safî kin çawa bijîn. Gava em safî dikin Xwedêra xizmet kin, dilê wî gelek şa dibe (Zebûr 84:11; Metelok 27:11). Bi saya azaya bijartinê, em dikarin gelek safîkirinên baş bikin. Mîna Îsa Mesîh, em jî dikarin safî kin ku bikevine heyra meriva û wana ser xwera bigirin. Carekê, gava Îsa û şagirtên wî gelek westiyayî bûn, wana cîkî rihet digeriya, wekî hevekî hêsa bin. Lê ewana nikaribûn hêsa bûna, çimkî elaleteke mezin pey wan çû û dixwestin, wekî Îsa wana hîn ke. Dewsa ku eciz be, dilê Îsa ser wan şewitî. Lema jî ewî “destpêkir gelek tişt ew hîn kirin” (Marqos 6:30-34). Heger em jî mîna Îsa wede û qewata xwe bona halxweşiya kesên din xerc bikin, emê bi vê yekê navê Bavê xweyî ezmana rûmet kin (Metta 5:14-16). w21.08 3 ¶7-8
Pêşem, 9 Adarê
Bira her kes . . . ji xwe razî be, ne ku xwe himberî hevalê xwe ke (Galt. 6:4).
Tebiyet reng-rengî û cûre-cûre ye û meriv jî usa nin. Her kes ji me ji hev cuda dibe. Lema jî Yehowa me tu cara beramberî tu kesî nake. Ew ne ku reng-rûyê me, lê dilê me dinihêre (1 Samûyêl 16:7). Gava ew tiştekî ji me dewa dike, ew aliyên meye sist û qewî, û usa jî esil û kûltûra me hildide hesab. Gerekê em çev bidine Yehowa û bi nihêrandina wî ser xwe binihêrin. Usa emê rast derheqa xwe bifikirin, û emê ne bilind ne jî nimiz xwe hesab kin (Romayî 12:3). Wê baş be, wekî em xûşk-birên amin, yên ku xizmetêda pêşdaçûyî ne, xwera bikine mesele (Îbranî 13:7). Bi wê yekê, emê hîn bin ku çawa xizmetêda diha xîret û pêşdaçûyî bin (Fîlîpî 3:17). Lê ev yek ku em çev didine kesekî nayê hesabê, wekî em gerekê xwe beramberî wî kesî bikin. w21.07 20 ¶1-2
Înî, 10 Adarê
Çevên xwe hildin û bivînin! . . . Kê ev efirandin? (Îşa. 40:26, ÎM)
Heger tu dîna xwe bidî heywan, şînkayî û steyrka, baweriya te wê hindava Efrandar diha qewî be (Zebûr 19:1). Çiqas tu tiştên usa lêkolîn bikî, tuyê diha zêde bawer bî wekî her tişt çêkirina destê Yehowa ye. Çaxê tu tebiyetê lêkolîn dikî, dîna xwe bidê ku tebiyet derheqa Xwedê çi eşkere dike (Romayî 1:20). Mesele, em zanin ku bê ronayî û germaya tevê, jîyîn wê tune bûya. Ji aliyê dinva, şewqên ûltravîolêt dikarin ziyanê bidin me. Lema jî lazim e ku meriv ji van şewqa bêne xweykirinê. Û em ji van şewqa bi rastî xweykirî ne. Gelo çawa? Atmosfêrêda gaza ozonê heye, ya ku radîasiya fîltr dike û me ji ziyanê xwey dike. Çiqas şewqên ûltravîolêt zêde dibin, haqas ozon jî zêde dibe. Lê gelo tu qebûl dikî wekî ev yek bîlanî û hizkirina Xwedê eyan dike? w21.08 17 ¶9-10
Şemî, 11 Adarê
Ewê ku Xwedê hiz dike, ew gerekê birê xwe jî hiz bike (1 Yûhn. 4:21).
Paşî ku kesek bê nixumandinê jî, gerekê em berdewam kin wî hiz bikin û qedrê wî bigirin (1 Yûhenna 4:20). Gelo em çawa dikarin vê yekê bikin? Mesele, gerekê em nêtên wî nekine bin şikê. Heger em kirên wî fem nekin jî, gerekê em nefikirin ku nêta wî xirab e. Gerekê em qedirê hevdu bizanibin û kesên din ser xwera bigirin (Romayî 12:10; Fîlîpî 2:3). Em gerekê hindava kesên din dilrem û qenc bin. Heger em dixwazin bibin para malbeta Yehowa, gerekê em li gora Xebera wî bijîn. Mesele, Îsa hîn dikir wekî em gerekê hindava hemû meriva û hela hê dijminên xweda jî, dilrem û qenc bin (Lûqa 6:32-36). Heger ev yek me zor tê, wê baş be ku em fikir û kirên Îsa xwera bikin mesele. Gava em çi ji destê me tê dikin ku him guh bidin Yehowa him jî çev bidine Îsa, em nîşan dikin wekî dixwazin bibin para malbeta Bavê xweye ezmana. w21.08 6 ¶14-15
Led, 12 Adarê
Gelo ezê şivakeyên [dergehên] ezmana wera venekim û qasî ku têra we dike zêdetir ezê bereketê ser weva nerijînim? (Malx. 3:10)
Îtbariya xwe Yehowa bîne. Ewî soz daye ku heger em bi dil û can wîra xizmet bikin, ewê kerema ser meda bibarîne. Kitêba Pîroz besa gelek kesa dike, yên ku bi dil û can Yehowara xizmet dikirin. Gelek cara lazim bû, wekî wana gava pêşin bavîtana, seva keremên Yehowa bistandana. Mesele, Birahîm rê ket “lê nizanibû jî kuda diçe” û paşî vê yekê ji Yehowa keremên mezin stand (Îbranî 11:8). Aqûb paşî ku tevî melekekî gulaş girt, keremeke mexsûs stand (Destpêbûn 32:24-30). Gava miletê Îsraêl gerekê biketa Erdê Sozdayî, wana tenê paşî vê yekê ça kahîna nigên xwe kirine Çemê Ûrdunê, dikaribûn çemra derbaz bibûna (Yêşû 3:14-16). Usa jî, tu dikarî ji serhatiyên xûşk û birên îroyîn, yên ku îtbariya xwe Yehowa anîne û xizmeta xwe zêde kirine, karê bistînî. w21.08 29-30 ¶12-14
Duşem, 13 Adarê
Nepirse: “Çima rojên berê ji yên niha çêtir bûn?” (Waîz 7:10, ÎM).
Xûşk-birên emirda mezin, hûn mêtodên berê zanin, lê hûn usa jî fem dikin wekî carna lazim e îda hînî halê xweye teze bin. Hûn jî, yên ku emirê xweyî mezinda hatine nixumandinê, dikarin cahila gelek tiştên qîmet hîn kin. Xûşk-birên cahil dikarin ji serhatiyên emirê we gelek karê bistînin. Heger hûn dersên ku we ji emirê xwe hîn bûne, bi merdanî cahilara gilî kin, hûnê ji Yehowa gelek kerema bistînin (Lûqa 6:38). Çiqas yên emirda mezin û yên cahil hevra hevaltiyê bikin, ewana wê bikaribin piştgiriya hev bikin (Romayî 1:12). Bal her kesî tiştekî qîmet heye, ku bal kesên din tune ye. Mesele, kesên emirda mezin bi sala gelek bîlanî qazanc kirine. Bal kesên cahil jî qewat heye. Hevkariya kesên cahil tevî kesên emirda mezin him Yehowa xweş tê, him jî bona civatê gelek kêrhatî ye. w21.09 8 ¶3; 13 ¶17-18
Sêşem, 14 Adarê
Em, Mesîhê xaçbûyî [mixkirî, DT] dannasîn dikin, cihûyara pişkbûn e (1 Korn. 1:23).
Ev yek ku Îsa Mesîh li ser stûna cefayê hat kuştin, Cihûyara bû menî ku bilikumin. Gelo çira? Çimkî Îsa li ser stûnê hat mixkirin, bona wan ew ne ku ça Mesîh, lê ça qaçax û gunekarek hate kifşê (Qanûna Ducarî 21:22, 23). Cihûyên ku Îsa Mesîh înkar dikirin, fem nedikirin ku ew bêsûc e. Îsa bi neheqî hat dîwankirin. Dîwana bilind ya Cihûya bi lez li hev top bûn, û dîwankirina Îsa Mesîh bi cûrekî neqanûnî hat derbaz kirin (Lûqa 22:54; Yûhenna 18:24). Bi rastî dewsa ku hakima dîna xwe bidana îzbatkirina û bi heqî dîwana Îsa bikirana, wana “li şedetîke miqabilî Îsa digeriyan, wekî wî bikujin” (Metta 26:59; Marqos 14:55-64). Usa jî, paşî ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, van hakimên xirab “gelek pere” dane nobedarên Romayî, yên ku li ber tirba wî sekinîbûn, wekî ewana derewekê bela bikin ku tirbe çima vala bû (Metta 28:11-15). w21.05 11 ¶12-13
Çarşem, 15 Adarê
Bona wê rojê û wê sihetê tu kes nizane, ne milyaketên ezmana, ne jî Kur, lê tenê Bav (Met. 24:36).
Bavê meyî ezmana bi hezara sala ber problêmên mezin sebir dike. Ji sebra wî em gelek karê distînin. Hemû zarên Adem û Hêwayê qisûrdar in. Dîsa jî, Yehowa wana hiz dike û bona wana xem dike (1 Yûhenna 4:19). Lê Yehowa rojek kifş kiriye ku hemû kul-derdên meriva kokêva bide hildanê. Heger Yehowa me usa qayîm hiz dike û sebir dike, gelo ne lazim e ku em jî sebir bikin? Yehowa ji aliyê sebrêva mesela herî baş e. Îsa çev dida sebra Bavê xwe. Gava Îsa ser erdê bû, ewî bêhurmetî, şermî û mirinê ser stûna cefê, sebir kir (Îbranî 12:2, 3). Sebra Yehowa bêşik alî Îsa dikir ku ew sebir bike, û sebra Yehowa dikare alî me bike ku em jî sebir kin. w21.07 12-13 ¶15-17
Pêşem, 16 Adarê
Dilrem bin, çawa Bavê we dilrem e (Lûqa 6:36).
Em rema Bavê xweyî ezmana her roj divînin (Zebûr 103:10-14). Merivên ku pey Îsa Mesîh diçûn, gunekar bûn, dîsa jî ewî bi dilremî dibaxşande wan. Serda jî, Îsa bi rezedilî emirê xwe qurban kir, wekî gunên me bêne baxşandinê (1 Yûhenna 2:1, 2). Gava em hevdu ji dil dibaxşînin, hizkirina nav meda diha qewî dibe (Efesî 4:32). Hilbet carna ne hêsa ye ku em kesên din bibaxşînin, lema bi rastî jî lazim e em ser xwe bixebitin. Xûşkeke me derheqa baxşandinê ji gotara “Birca Qerewiliyê” bi navê “Ji Dil Hev Bibaxşînin”, gelek kar stand. Ew dibêje: “Ev gotar nîşan dike, wekî baxşandin nayê hesabê ku em çevê xwe ser şaşiyên kesên din dadidin, yan zirara ku me rûyê wanda standiye, biçûk hesab dikin. Na, baxşandin tê hesabê wekî em kînê najon û dilrihetiya xwe unda nakin”. Çaxê em ji dil dibaxşînin xûşk-bira, em nîşan dikin ku em wana hiz dikin û çev didine Bavê xwe Yehowa. w21.09 23-24 ¶15-16
Înî, 17 Adarê
Yên ku [Xwedê] dihebînin . . . gerekê bi . . . rastiyê wî bihebînin (Yûhn. 4:24).
Îsa rastiyê, dêmek rastiya derheqa Xwedê û qirarên Wî, hiz dikir. Îsa li gora vê rastiyê dijît û vê rastiyê kesên dinra jî elam dikir (Yûhenna 18:37). Peyçûyên Îsa jî rastiyê hiz dikirin (Yûhenna 4:23). Petrûsê şandî baweriya Mesîhiya ça “riya rastiyê” nav kir (2 Petrûs 2:2). Ji bo wê yekê ku Mesîhiyên pêşin rastiyê gelek hiz dikirin, wana hemû erf-edetên rêlîgiya û nihêrandinên meriva, yên ku miqabilî rastiyê derdiketin, înkar dikirin (Kolosî 2:8). Îro jî Mesîhiyên rast hemû tiştî dikin, wekî “nava rastiyêda” bijîn. Bona wê yekê ewana qewatê didine xebatê, seva ku hemû hînkirinên wan û jîyîna wan li gora Kitêba Pîroz bin (3 Yûhenna 3, 4). Xizmetkarên Xwedê nabêjin, wekî ewana rastiya Kitêba Pîroz bi temamî zanin. Carna wana hine hînkirinên Kitêba Pîroz şaş fem dikirin û civat nerast organîze dikirin. Çaxê wana didît ku lazim e hine tişt bêne rastkirinê, wana derbêra usa dikir. w21.10 21-22 ¶11-12
Şemî, 18 Adarê
Huba amin wê bigire dora wan, kîjana gumana xwe dane ser Xudan (Zeb. 32:10).
Çawa wedê berê, bajar bi sûra dihatin parastin, hizkirina Yehowaye amin jî dora me digire û me ji tiştên ku dikarin aminiya me unda bikin, xwey dike. Usa jî, ji bo hizkirina amin, Yehowa me dikişîne bal xwe (Yêremiya 31:3). Dawid bi meseleke din jî zelal dike, wekî Xwedê xizmetkarên xwe ça xwey dike. Ewî got: “Xêrxwazê min û kela min, sitara min û xilazkirê min, mertala min, ku xwe dispêrime Wî” (Zebûr 59:17; 144:2). Gelo ev yek ku Yehowa “sitar” û “kela” me ye, çawa hizkirina wîye aminva girêdayî ye? Em kîderê bin jî, heta ku em Yehowara xizmet bikin, ewê me biparêze, wekî em bikaribin dostiya xwe tevî wî xwey kin. w21.11 6 ¶14-15
Led, 19 Adarê
Ez kûr li ser her karên te difikirim (Zeb. 77:12, ÎM).
Gava Îsa û şagirtên wî berêda qeyikêda bûn, “firtoneke mezin” rabû. Îsa ev derece da xebatê, wekî ewana baweriya xwe diha bişidînin (Metta 8:23-26). Firtone çiqas diçû diha mezin dibû û qeyik bi avê tije dibû, lê Îsa ketibû xeweke kûr. Gava şandiya tirsa ew hişyar kirin û jê hîvî kirin wekî wana xilaz ke, Îsa got: “Çima hûn usa tirsonek in kêmbawerno?” Gelo jîyîna teda jî “firtoneke mezin” rabûye? Dibeke tu ji bo teşqeleke tebiyetê ketî tengasiyê. Yan jî, dibeke tu seva nexweşîke xweye giran dilteng dibî û nizanî çi bikî. Heger tu carna berxwe dikevî jî, nehêle wekî xemên te baweriya te sist kin. Bi saya dua nêzîkî Yehowa be. Seva ku baweriya te hê qewî be, bifikire ku Yehowa berê ça alî te dikir (Zebûr 77:11). Bawer be ku ew wê tu car te nehêle, ne niha, ne jî axiriyê! w21.11 22 ¶7, 10
Duşem, 20 Adarê
Dizîyê nekin (Qan. Kah. 19:11).
Diqewime hine kes difikirîn, wekî dizîkirin tenê ev e, gava wî tiştî xwera hildidî, çi ku ya te nîne. Lê li gora vî serî, dizîkirin ne tenê ev e. Mesele, kesekî ku kevirê mêzînê nerast dida xebatê, wekî mişteriyên xwe bixapîne, bi rastî diziya wan dikir. Qanûna Kahîntiyê 19:13 usa dibêje: “Dilê kesekî neêşînî û talan nekî”. Dêmek, qelpî û hilekarî bi rastî diziyêva girêdayî ne. Bi saya elametiya ji kitêba Qanûna Kahîntiyê, em diha rind fem bikin ku temiya heyşta, ya ku diziyê qedexe dike, çi tê hesabê. Wê baş be ku em ser nihêrandina Yehowa hindava qelpî û dizîkirinê, bifikirin. Ji xwe bipirse: “Gelo ez xebatêda yan jî arş-vêrşiyêda helal im? Gava ez ser Qanûna Kahîntiyê 19:11-13 difikirim, gelo ez divînim wekî ez gerekê xwe hine aliyava rast bikim?” w21.12 9-10 ¶6-8
Sêşem, 21 Adarê
Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev (Kols. 3:13).
Duayên xweye şexsîda, bîne bîra xwe ku te wê rojêda çi şaşî kirine, û ji Yehowa baxşandinê bixwaze. Heger te gunekî giran kiribe, hilbet lazim e ku tu alîkariya rûspiya jî bixwazî. Ewana wê guh bidin te û bi dilovanî ji Kitêba Pîroz şîretê bidin te. Ewana wê tevî te dua bikin û ji Yehowa reca bikin ku ew li ser hîmê kirînê bibaxşîne te, wekî tu ji aliyê ruhanîva qenc bibî (Aqûb 5:14-16). Usa jî wê baş be ser kirînê kûr bifikirî. Diqewime dilê te dişewite û te zor tê ku tu êş û cefê Îsa bînî ber çevê xwe. Lê çiqas ku tu ser qurbana Îsa Mesîh kûr bifikirî, haqas zêde tuyê wî û Bavê wî hiz bikî. Em her sal diçin ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, û em kesên din jî teglîf dikin ku ewana jî bên ser Bîranînê. Bi vî cûreyî, em razîbûna xwe bona qurbanê diha zêde dikin. Belê, ev yek ku Yehowa îznê dide wekî em kesên din derheqa kirînê hîn bikin, qedirekî gelek mezin e! w21.04 18-19 ¶13-16
Çarşem, 22 Adarê
[Ewî] destpêkir gelek tişt ew hîn kirin (Marq. 6:34).
Carekê ber çiyakî, gelek meriv hatin ku Îsa bivînin. Ewî temamiya şevê dua kiribû. Dibeke ew gelek westiyayî bû, lê gava ewî ev merivên nexweş û belengaz dîtin, dilê wî ser wan şewitî. Îsa ew him qenc kirin him jî bi saya gotara xweye mexsûs, ya ku em nav dikin Xizmeta ser Çiyê, gelek tişt ew hîn kirin (Lûqa 6:12-20). Îsa hazir bû ku wedê xwe bona kesên din xerc bike. Bîne ber çevê xwe, ku gava Yûhennayê Nixumdar hate kuştinê, Îsa çiqas xemgîn bû. Kitêba Pîroz dibêje: “Gava Îsa ev yek bihîst, ji wê derê bi qeyikê tenê çû cîkî xewle” (Metta 14:10-13). Lê elaleteke mezin pêşiya wî çû wêderê” (Marqos 6:31-33). Îsa dît ku ewana ruhanîda birçî bûn û hewcê berdiliyê bûn, lema jî ew hazir bû alî wan bike (Lûqa 9:10, 11). w22.02 21 ¶4, 6
Pêşem, 23 Adarê
Tevî hemû meriva edilayiyêda bin (Rom. 12:18).
Heger me dilê xûşk yan birakî êşandiye, gerekê em çi bikin? Gerekê em bi dil Yehowara dua bikin, wekî ew xîreta me kerem ke, seva em xûşk yan birê xwera li hev bên. Usa jî, wê baş be ku em xwe bicêribînin. Mesele, em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo ez hazir im ku şaşiya xwe qebûl bikim, bi milûktî baxşandinê bixwazim û xûşk yan birê xwera li hev bêm? Heger ez gava pêşin bavêjim wekî xûşk yan birê xwera li hev bêm, Yehowa û Îsa wê ser min çawa binihêrin?” Cabên van pirsa dikarin xwestina me zêde bikin wekî em guh bidin Îsa û bi milûktî xûşk yan birê xwera li hev bên. Gava em diçin bal kesekî wekî problêmekê safî bikin, lazim e ku em milûk bin (Efesî 4:2, 3). Gava em diçin bal kesê xeyîdî, gerekê nêta me ev be ku em dilê wî bikirin. Bîr neke ku tiştê herî ferz ne ev e ku kê rast e, kê neheq e, lê ev e ku nav meda edilayî hebe (1 Korintî 6:7). w21.12 26 ¶13-16
Înî, 24 Adarê
Li bajêr nihêrî, serda giriya (Lûqa 19:41).
Îsa xemgîn bû, çimkî ewî zanibû ku heçî zef Cihû wê mizgîniya Padşatiyê înkar kin. Axiriyêda, Orşelîm wê bihata wêrankirinê, û kesên ku wê sax bimana wê bibûna dîl (Lûqa 21:20-24). Sed heyf ku ça Îsa pêşda gotibû, heçî zef meriva ew înkar kirin. Lê merivên mihala teda mizgîniya Padşatiyê qebûl dikin? Heger nîvê zef ji wana guh nadine te, û tu difikirî wekî qewata te badîhewa ye, gelo tu dikarî ji hêsirên Îsa çi hîn bî? Yehowa bona meriva xem dike. Hêsirên Îsa tînin bîra me, wekî Yehowa çiqas bona meriva xem dike. Ew “naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Petrûs 3:9). Gava em tiştek ji xwe kêm dikin û bi xîret mizgîniyê digihînine dilê meriva, em nîşan dikin ku em wana hiz dikin (Metta 22:39). w22.01 16 ¶10-12
Şemî, 25 Adarê
Nefsa min bûye maşoqê Te, destê Teyî rastê min xwey dike (Zeb. 63:8).
Heger tu bifikirî wekî Yehowa bona xizmetkarên xwe çi kiriye û usa jî xût bona te çi kiriye, baweriya te wê diha qewî be. Lê lapî ferz ev e, wekî tuyê Yehowa hê zêde hiz bikî. Ji her tiştî zêdetir, hizkirin wê me hêlan ke, wekî em guh bidin Yehowa, hazir bin her tiştî bikin, ku dilê wî şa kin û ber tengasiya sebir kin (Metta 22:37-39; 1 Korintî 13:4, 7; 1 Yûhenna 5:3). Belê, dostiya me tevî Yehowa ji her tiştî qîmettir e! (Zebûr 63:1-7). Bîr neke wekî dua, lêkolîn û fikirandina kûr para hebandina me ye. Mîna Îsa, xwera cîkî başqe û rihet bivîne, wekî tenê tevî Yehowa bimînî û dostiya xwe tevî wî qewî kî. Fesal be, wekî tu tişt hiş-aqilê te nerevîne. Gava tu şixulên ruhanîva mijûl dibî, alîkariyê ji Yehowa bixwaze, wekî tu bikaribî dîna xwe bidî wan tişta. Heger tu wedê xwe rast bidî xebatê, Yehowa wê dinya tezeda emirê heta-hetayê bide te (Marqos 4:24). w22.01 31 ¶18-20
Şemî, 26 Adarê
Ji xirabiyê zivêr bin (Rom. 12:9).
Hişê xwe biparêze. Fikrên me li ser kirên me hukum dikin. Lema jî Îsa gotibû ku gerekê em fikrên xirab, yên ku dikarin bibine sebeb ku em gunên giran bikin, ji hişê xwe derxin (Metta 5:21, 22, 28, 29). Heger em dixwazin dilê Bavê xweyî ezmana şa kin, gelek ferz e wekî em hişê xwe ji fikrên xirab xwey kin. Xeberdana xwe kontrol ke. Îsa usa gotibû: “Tiştên ku ji dêv dertên, ew ji dil dertên” (Metta 15:18). Belê, xeberdana me nîşan dike ku dilê meda çi heye. Ji xwe bipirse: “Çiqas zor be jî, gelo ez hertim rastiyê dibêjim? Heger ez zewicî yan mêrkirî me, gelo ez xwe ji flîrtê xwey dikim? Gelo min bi temamî terka xeberdana necayîz daye? Gava kesek dilê min dêşîne, gelo ez dîsa jî rihet caba wî didim?” Wê baş be ku tu ser van pirsa bifikirî. Heger tu xîret bikî ku derewa, xeberdana sert û bênamûs, biterikînî, tera wê diha hêsa be “merivê kevin” ji xwe bêxî. w22.03 5 ¶12-14
Led, 27 Adarê
Serwaxtî cem şîrethildaya ye (Metlk. 13:10).
Merivên ku hîviyê nînin, wekî kesek şîretê bide wan, lê xwexa şîretê dixwaze, carna ji aliyê ruhanîva diha zû pêşda diçin. Lema jî gava pêşin bavêje û şîretê bixwaze! Gelo wê kengê baş be, ku em ji xûşk û bira şîretê bixwazin? Van mesela bide ber çevê xwe: (1) Mizgînvanek, xûşkeke cêribandî gazî ser hînbûna xwe dike û paşê ji wê dipirse, ku ew çawa dikare bibe dersdareke diha baş. (2) Xûşkeke azep ji xûşkeke gihîştî dipirse hela bi dîtina wê, kincên ku ew dixwaze xwera bikire, cayîz in yan na. (3) Pêşiya ku birak cara pêşin gotarê bixûne, ew ji gotarvanekî cêribandî hîvî dike, wekî guh bide gotara wî û hine şîreta bidê. Hilbet birakî ku gelek sala gotara dixûne jî, dikare ji şîreta gotarvanên cêribandî karê bistîne (Metelok 19:20). w22.02 13 ¶15-17
Sêşem, 28 Adarê
Ez ne tenê me, ez û Bav em hevra ne, yê ku ez şandime (Yûhn. 8:16).
Gava Îsa ser erdê bû, Yehowa hizkirina xwe jêra eyan dikir û bona wî xem dikir, û ew me jî hiz dike û bona me xem dike (Yûhenna 5:20). Yehowa bona hewcên Îsaye ruhanî, êmosiyalî û fîzîkî xem dikir. Usa jî, Yehowa raste-rast eyan kir ku ew Kurê xwe hiz dike û ji wî razî ye (Metta 3:16, 17). Îsa zanibû wekî Bavê wî kêleka wî ye, lema jî ewî xwe tu car tenê texmîn nedikir. Mîna Îsa, me jî hizkirina Yehowa gelek car texmîn kiriye, usa nîne? Hela bifikire: Yehowa em kişandine bal xwe, û ewî em kirin para malbeteke dilgerm, wekî em bextewar bin û bikaribin rojên çetinda alîkariyê bistînin (Yûhenna 6:44). Usa jî, Yehowa têr-tije xwarina ruhanî dide me. Serda jî, ew alî me dike wekî em bikaribin ebûra xwe bikin (Metta 6:31, 32). Gava em difikirin ku Yehowa çiqas me hiz dike, hizkirina me jî hindava wî diha qewî dibe. w21.09 22 ¶8-9
Çarşem, 29 Adarê
We merivê kevin kirên wîva ji ser xwe êxistiye (Kols. 3:9).
Pêşiya ku te tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkiribû, jîyîna te çi cûreyî bû? Diqewime tu ne jî dixwazî jîyîna xweye berê bînî bîra xwe. Dibeke fikir û nihêrandina vê dinyayê ser xeyset-hunur û nihêrandina te hukum kirine. Halê me geleka usa bû. Em “vê dinêda . . . bê guman û bê Xwedê bûn” (Efesî 2:12). Lê gava te Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, te dît ku Bavê teyî ezmana te gelek hiz dike. Te fem kir wekî seva ku tu qebûlkirina Yehowa bistînî û bibî para malbeta wî, lazim e ku tu jîyîn, nihêrandin û fikrên xwe biguhêzî û li gora qanûnên wî bijî (Efesî 5:3-5). Yehowa Bavê meyî ezmana ye. Ewî em efirandine, lema jî îzna wî heye wekî bona me qeyd-qanûna dayne. Ew dixwaze wekî pêşiya nixumandinê em ser xwe bixebitin, wekî “merivê kevin” ji xwe bêxin. w22.03 2 ¶1-3
Pêşem, 30 Adarê
Pezên mine din jî hene (Yûhn. 10:16).
Pezên din jî ça temaşevan têne ser Bîranînê û kûr-difikirin derheqa hêviya xwe. Ewana gelek hîviya vê gotarê ne, ku ser Bîranînê wê bê xwendinê. Ev gotar zelal dike, wekî Îsa û 144 000 hempadşên wî, wê wedê Serwêrtiya Hezarsalî bona merivên amin çi bikin. Bin rêberiya Îsada, serwêrên ezmanî wê temamiya dinyayê bikin cinet û alî merivên guhdar bikin bigihîjin bêqisûrtiyê. Bi mîlyona kesên ku têne ser Bîranînê, tînin ber çevê xwe, wekî sozên Xwedê, mesele sozên ji Îşaya 35:5, 6; 65:21-23 û Eyantî 21:3, 4, wê ça bêne sêrî. Gava ewana didine ber çevê xwe, wekî jîyîna dinya tezeda wê çiqas xweş be, hêvî û xwestina wan ku tu car terka xizmeta Yehowa nedin, diha qewî dibe (Metta 24:13; Galatî 6:9). w22.01 21 ¶5-7
Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 9 Nîsanê) Metta 26:6-13
Înî, 31 Adarê
Kurê Însan [hat] emirê xwe bide, ku geleka bikire (Marq. 10:45).
Gelo kirîn çi ye? Heqê ku Îsa Mesîh da, seva ku vegerîne vê yekê çi ku Adem unda kiribû (1 Korintî 15:22). Gelo em çira hewceyî kirînê ne? Ça Qanûna Mûsada hatibû gotin, li gora prînsîpa Yehowa derheqa heqiyê, lazim bû ku “emir ji ber emirva” bihata dayîn (Derketin 21:23, 24). Adem jîyîna bêqisûr unda kiribû. Lema seva ku heqiya Xwedê bihata sêrî, Îsa jiyana xweye bêqisûr qurban kir (Romayî 5:17). Bi vî cûreyî Îsa bona hemû kesên ku baweriya xwe qurbanê tînin, dibe “Bavê Heta-Hetayê” (Îşaya 9:6, DT; Romayî 3:23, 24). Îsa Bavê xwe û me haqas hiz dike ku ew hazir bû jîyîna xwe qurban bike (Yûhenna 14:31; 15:13). Bi saya vê hizkirinê, Îsa xwestina Bavê xwe anî sêrî û heta mirinê amin ma. Axiriyêda, nêta Xwedê ya pêşin bona însana û bona erdê wê bê sêrî. w21.04 14 ¶2-3
Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 9 Nîsanê) Metta 21:1-11, 14-17