Nîsan
Şemî, 1 Nîsanê
Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da (Yûhn. 3:16).
Îsa bi dil hazir bû wekî emirê xwe bona me qurban ke, û bi vê yekê ewî hizkirineke mezin nîşan kir (Yûhenna 15:13). Hemikî emê tu car nikaribin bin qenciya Yehowa û Îsa derên, lê em dikarin her roj pê rabûn-rûniştina xwe wanra razîbûnê bidine kifşê (Kolosî 3:15). Qurban bona kesên bi ruh kifşkirî gelek qîmet e, çimkî bi saya qurbanê, ew bûne xweyê hêvîke mexsûs (Metta 20:28). Ewana baweriya xwe qurbana Îsa tînin, lema jî Yehowa wana ça kesên rast hesab dike û ça zarên xwe qebûl dike (Romayî 5:1; 8:15-17, 23). Pezên din jî bona qurbanê razî ne. Ser hîmê baweriya wan hindava Îsa, Xwedê wana ça kesên bê leke qebûl dike, û hêviyê dide wan, ku ewana wê wedê “tengasiya mezin” sax bimînin (Eyantî 7:13-15). Her sal, ew herdu kom bona Bîranînê hazir dibin û bi vê yekê nîşan dikin, wekî bona qurbanê razî ne. w22.01 23 ¶14-15
Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 10 Nîsanê) Metta 21:18, 19; 21:12, 13; Yûhenna 12:20-50
Led, 2 Nîsanê
Mesîh em . . . kirîn (Galt. 3:13).
Bona Îsa Mesîh çetin ev bû ku ewê bi çi sebebê bihata kuştin. Ew wê ça kesekî ku kifir kir û navê Xwedê bêhurmet kir, hat sûcdarkirin (Metta 26:64-66). Lema, dilê Îsa haqas derd û keder bû ku ji Bavê xwe usa lava kir: “Heger dibe, bira ev kasa cefê ser minra derbaz be” (Metta 26:38, 39, 42). Lazim bû ku Îsa ser stûnê bihata dardakirin, seva ku Cihûya ji nifirê xilaz bike (Galatî 3:10). Miletê Îsraêl soz dabû ku ewana wê guh bidin Qanûna Xwedê, lê wana sozê xwe neanîbû sêrî û lema jî nifir li wan hat kirin. Dêmek, ewana ne tenê seva gunê Adem hêjayî mirinê bûn, lê çimkî ev nifir jî ser wan bû (Romayî 5:12). Li gora Qanûna Xwedê, bedena merivekî ku seva gunekî giran hatibû neheqkirinê, gerekê li ser stûnê bihata dardakirinê (Qanûna Ducarî 21:22, 23; 27:26). Lema jî, gava Îsa Mesîh li ser stûna cefayê hat mixkirin, ewî rê vekir wekî ev miletê ku ew qebûl nekiribû ji qurbanbûna wî karê bistîne. w21.04 16 ¶5-6
Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 11 Nîsanê) Metta 21:33-41; 22:15-22; 23:1-12; 24:1-3
Duşem, 3 Nîsanê
Ez emirê xwe didim (Yûhn. 10:17).
Roja xilaziyêye pêşiya mirina Îsa Mesîh bîne ber çevê xwe. Eskerên Romayî wî girêdan û dane ber qamçiya (Metta 26:52-54; Yûhenna 18:3; 19:1). Eskera goştê bedena wî bi qamçiya rakirin. Paşê, wana stûna giran li ser pişta wîye birîndar bar kir. Îsa hêdî-hêdî berbi ciyê dardakirina xwe dimeşiya, lê paşê, Romaya gazî mêrekî din kir û emir dan, wekî ew vê stûna cefayê dewsa Îsa hilgire bive (Metta 27:32). Gava Îsa gihîşt vî cîyî, eskera dest û piyên wî li ser stûna cefayê mix kirin. Gava stûn hilbirandin, giraniya bedena Îsa birînên wî diha zêde dêşandin. Dostên Îsa seva halê wî gelek xemgîn bûn û diya wî digiriya, lê serwêrên Cihûya qerfên xwe bi wî dikirin (Lûqa 23:32-38; Yûhenna 19:25). Çerçirandina Îsa çend siheta berdewam kir. Dilê wî çiqas diçû teng dibû, û jêra îda gelek zor bû ku bîna xwe bikişîne. Îsa zanibû ku ew amin ma û pêşiya mirina xwe duayê paşin got. Paşê, ewî serê xwe berjêr kir û mir (Marqos 15:37; Lûqa 23:46; Yûhenna 10:18; 19:30). Belê, mirina Îsa gelek bi êş û cefa bû! w21.04 16 ¶4
Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 12 Nîsanê) Metta 26:1-5, 14-16; Lûqa 22:1-6
ROJA BÎRANÎNÊ
Çaxê Ro Çû Ava
Sêşem, 4 Nîsanê
Vê yekê bona bîranîna min bikin (Lûqa 22:19).
Îsa nan û şerav da 11 şandiya, û ewî wanra besa du peymana kir, peymana nû û peymana Padşatiyê (Lûqa 22:20, 28-30). Van peymana rê vekir, wekî şandiyên amin û kesên din, ser ezmana bibin padşa û kahîn (Eyantî 5:10; 14:1). Tenê merivên bi ruh kifşkirî, yên ku hê ser erdê ne û van du peymanada nin, gerekê ser Bîranînê nan bixwin û şeravê vexwin. Hêviya wan ev e ku ser ezmana heta-hetayê bijîn, tevî Îsa û bijartiyên din padşatiyê bikin, û xêncî vê yekê, ewana wê Yehowa Xwedê bivînin! (1 Korintî 15:51-53; 1 Yûhenna 3:2) Mesîhiyên bijartî fem dikin, wekî ewana gerekê heta mirinê amin bimînin (2 Tîmotêyo 4:7, 8). w22.01 21 ¶4-5
Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 13 Nîsanê) Metta 26:17-19; Lûqa 22:7-13 (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 14 Nîsanê) Metta 26:20-56
Çarşem, 5 Nîsanê
Tê tevî min buhiştêda bî (Lûqa 23:43).
Du mêrên din jî li kêleka Îsa Mesîh hatin dardakirin (Lûqa 23:40, 41). Yekî ji wan Îsara usa got: “Îsa, min bîr bînî, gava bi Padşatiya xweva bêyî!” (Lûqa 23:42). Îsa zanibû ku Xwedê gelek dilrem e, lema jî ewî dilê vî qaçaxî bi gotinên xwe rihet kir (Zebûr 103:8; Îbranî 1:3). Yehowa hazir e ku bibaxşîne me. Ji bo vê yekê, hilbet lazim e ku em seva şaşiyên xwe ji dil poşman bin û bawer bikin ku em dikarin bi saya qurbana Îsa bêne baxşandinê (1 Yûhenna 1:7). Hine kes dibeke difikirin ku Yehowa wê tu car nebaxşîne wan. Heger tu jî car cara usa difikirî, vê yekê bîne bîra xwe: Mêrê ku kêleka Îsa Mesîhra dardakirî bû, teze baweriya xwe Îsa anî. Heger dilê Îsa ser merivekî usa dişewitî, îlahî dilê Yehowa çiqas dişewite ser xizmetkarên wîye amin (Zebûr 51:1; 1 Yûhenna 2:1, 2). w21.04 9 ¶5-6
Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 14 Nîsanê) Metta 27:1, 2, 27-37
Pêşem, 6 Nîsanê
Îsa . . . got: “Temam qewimî!” (Yûhn. 19:30).
Îsa Mesîh îzbat kir ku Şeytan derewîn e û ku însanekî bêqisûr dikare heta mirinê bêqisûrtiya xwe xwey bike û amin bimîne. Usa jî, ewî emirê xwe ça kirîn da. Bi saya qurbanbûna wî, însanên gunekar dikarin ji aliyê Xwedêva ça kesên rast bêne hesabê û bigihîjin jîyîna heta-hetayê. Xêncî vê yekê, Îsa Mesîh îzbat kir ku Yehowa hukumdarê herî baş e, û ewî navê Xwedê rûmet kir. Belê, were em roj bi roj usa bijîn ku tê bêjî rastî ev roj mecala meye paşin e wekî em aminiya xwe îzbat kin! Bi vî awayî, heger em li ber mirinê bin jî, emê bi rihetî bikaribin bêjin: “Yehowa, min çi ji destê min dihat dikir wekî amin bimînim, îzbat bikim ku Şeytan derewîn e, navê te pîroz bikim û piştgiriya serwêrtiya te bikim!” w21.04 12 ¶13-14
Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 15 Nîsanê) Metta 27:62-66 (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 16 Nîsanê) Metta 28:2-4
Înî, 7 Nîsanê
Ev e Kurê minî delal, ku ez jê razî me. Guhdariya wî bikin! (Met. 17:5)
Îsa ji aliyê merivên zulmva, bi derewa hate neheq kirin. Paşê, wana qerfên xwe bi wî kir, wî bêremtî dane çerçirandinê û li ser stûnê dardakirin. Dest û piyên wî mix kirin. Her xebera ku ew dibêje, êşa wî diha zêde dike. Dîsa jî, gerekê ew hine tiştên ferz bêje. Gotinên xilaziyê yên Îsa dersên gelek ferz me hîn dikin. Em fem dikin ku gerekê em bibaxşînin kesên din û bawer bin ku Yehowa wê bibaxşîne me. Em gelek şa ne ku xûşk û birên me hene, yên ku hazir in alî me bikin. Gava em hewce ne, hilbet lazim e ku em raste-rast alîkariyê bixwazin. Me dît ku heger em rastî tengasiya bên, Yehowa wê alî me bike. Usa jî, me dît ku gerekê em roj bi roj usa bijîn, tê bêjî ev roj mecala paşin e wekî em aminiya xwe îzbat kin, û em dikarin bawer bin ku heger em bimirin jî, Yehowa wê me ji mirinê rake. w21.04 8 ¶1; 13 ¶17
Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 16 Nîsanê) Metta 28:1, 5-15
Şemî, 8 Nîsanê
Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye (Yûhn. 17:3).
Heger em li ser pêgeha Îsada herin, emê jîyîna heta-hetayê bistînin. Carekê, gava xortekî dewlemend pirsî ku ew gerekê çi bike wekî jîyîna herheyî bistîne, Îsa Mesîh usa cab da: “Pey min were” (Metta 19:16-21). Gava hine Cihûya bawer nedikir ku Îsa bi rastî Mesîhê sozdayî ye, ewî wanra got: “Pezên min . . . pey min tên. Ez jiyîna heta-hetayê didime wan” (Yûhenna 10:24-29). Gava em li gora mesele û hînkirinên Îsa Mesîh dijîn, em nîşan dikin ku em baweriya xwe wî tînin. Heger em usa bikin, emê li ser riya jîyîna heta-hetayê bimînin (Metta 7:14). Seva ku em bikaribin pêgeha Îsada herin, gerekê em wî rind nas bikin. Pir ferz e ku em wî diha baş nas bikin û derheqa hunur, fikir û prînsîpên wî hîn bin. Firqî tune ku em çend sal ser riya rastiyê ne, gerekê em berdewam kin xîret bikin ku Yehowa û Kurê wî rind nas bikin. w21.04 4 ¶9-10
Led, 9 Nîsanê
Ez . . . berê li wî dikifirîm, ew dizêrand (1 Tîmt. 1:13).
Hebû wede gava Pawlosê şandî seva gunên xwe yên berê eciz dibû. Ewî ser xwe got ku yê herî gunekar ew e (1 Tîmotêyo 1:15). Bi rastî jî, pêşiya ku Pawlos hat ser riya rastiyê, ewî gelek bajarada şagirtên Îsa Mesîh dizêrandin. Ewî hineka ji wan davîtin kelê û kuştina wan qebûl dikir (Karên Şandiya 26:10, 11). Bide ber çevê xwe ku Pawlos rastî birakî cahil hat, yê ku ji bo zêrandina Pawlos dê-bavê xwe unda kiribû. Femdarî ye Pawlos wê gelek xemgîn bûya. Belê, Pawlos ji şaşiyên xwe yên berê poşman bû, lê ewî nikaribû tiştên ku îda qewimîbûn biguhêze. Ew bawer bû ku Îsa Mesîh emirê xwe bona wî dabû, û ewî nivîsî: “Ez bi kerema Xwedê me çi jî heme” (1 Korintî 15:3, 10). Em dikarin ji vê yekê çi hîn bin? Qebûl bike ku Îsa Mesîh emirê xwe bona te kire qurban û rê vekiriye wekî tu bibî dostê Yehowa (Karên Şandiya 3:19). Bona Xwedê tiştê ferz ne ev e ku me berê çi kiriye, lê ev e ku em niha çi dikin û axiriyêda emê çi bikin (Îşaya 1:18). w21.04 23 ¶11
Duşem, 10 Nîsanê
Wan ruha bicêribînin, gelo ew ji Xwedê ne? Çimkî gelek pêxemberên derew derketine dinê (1 Yûhn. 4:1).
Li rojên Îsa Mesîh, gelek Cihûya fem nedikirin ku gerekê Mesîh bimire. Lê Nivîsarên Pîroz ji berêva derheqa Mesîh pêxembertî kiribû: “Ji ber ku canê xwe mirinêra rijand û bi gunekarara hate hesibandin; sûcê geleka wî kişand û bona gunekara lava kir” (Îşaya 53:12). Lema, gava Îsa Mesîh ça gunekar hate kuştin, ev yek gerekê Cihûyara nebûya likumandin. Seva ku em nelikumin, gerekê em îzbatiya pêbihesin. Îsa Mesîh guhdarên xwera gotibû ku meriv wê “her cûre buxdan” bavêjine wan (Metta 5:11). Kaniya van derewa, Şeytan e. Ew li ser dijmina hukum dike, wekî ewana buxdana bavêjin ser xizmetkarên Yehowa (Eyantî 12:9, 10). Gerekê em derewên usa red bikin û tu cara îznê nedin ku ew me bitirsînin yan baweriya me sist bikin. w21.05 11 ¶14; 12 ¶16
Sêşem, 11 Nîsanê
Îdî netirsin. Hûn ji gelek çivîka qîmettir in (Met. 10:31).
Alî xwendekarê xwe bike ku ew îtbariya xwe Yehowa bîne. Îsa Mesîh şagirtên xwera got ku Yehowa wê alî wan bike, çimkî ew wana hiz dike (Metta 10:19, 20, 29, 30). Bîne bîra xwendekarê xwe ku Yehowa wê alî wî jî bike. Seva ku ew xwe bispêre Yehowa, tevî wî derheqa nêtên wî dua bike. Birakî bi navê Françêsk, yê ku li Polonyayê dijî, usa dibêje: “Dersdarê min gelek car duayên xweda besa nêtên min dikir. Gava min didît ku Yehowa ça caba duayên dersdarê min dide, min jî destpêkir dua bikim. Min xebata teze destpêkiribû, û her cara gava min ji mezinê xebatê xwe îzin dixwest wekî herim civîna û civatên mezin, min alîkariya Yehowa didît”. Yehowa bona xwendekarên me xem dike. Gava em alî meriva dikin ku ewana diha nêzîkî wî bin, ew xîreta me qîmet dike (Îşaya 52:7). Heger xwendekarê te tune be jî, tu dikarî tevî mizgînvanên din herî ser hînbûnên wan û alî xwendekarên wan bikî, wekî ewana berbi nixumandinê pêşda herin. w21.06 7 ¶17-18
Çarşem, 12 Nîsanê
Şabûna wî hînkirina Xudanda ye, şev û roj ser wê hînkirinê kûr difikire (Zeb. 1:2).
Ev yek ku destê meda Xebera Xwedê heye, keremeke mezin e! Lema jî gerekê em lêkolîna Kitêba Pîroz paş nexin û hîviya wedekî diha baş nîbin, lê her roj bixûnin. Hergê grafîka meye xwendina Kitêba Pîroz heye û em xwe li vê grafîkê digirin, emê bikaribin baweriya xwe qewî xwey kin. Baweriya me ser hîmê îzbatên ji Xebera Xwedê ye. Lema jî em mîna ‘zana û bîlanên’ vê dinyayê, nînin (Metta 11:25, 26). Ji lêkolîna Kitêba Pîroz, em zanin ku çira halê dinyayê çiqas diçe diha xirab dibe, û Yehowa vî halê xirab wê ça rast bike. Lema, were em baweriya xwe hê qewî bikin û alî kesên din bikin wekî ewana jî baweriya xwe Xwedê bînin (1 Tîmotêyo 2:3, 4). Em hîviya wê rojê ne, gava her kes wê van gotinên ji Eyantî 4:11 bêje: “Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî . . . çimkî te her tişt efirandin”. w21.08 19 ¶18-20
Pêşem, 13 Nîsanê
Hizkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin (Rom. 12:10).
Rûspî ça şivanên civatê hatine kifşkirinê. Lema jî ewana cabdar in, wekî şîreta bidine xûşk-bira, gava hewcetî heye. Ewana gerekê şîretên usa bidin, yên ku kêrhatî ne, hêlanê didin û dilê meriva “şa dikin” (Metelok 27:9). Rûspî xûşk-bira hiz dikin. Lema jî gava ewana divînin, wekî kesek ketiye ser rêke şaş, ewana bi hizkirinê şîretê didin wî (Galatî 6:1). Lê pêşiya ku rûspî tevî wî xûşk yan birayî xeber din, wê baş be wekî ewana hunurên ku ji hizkirinê tên, eyan kin: “Hizkirin dûmikdirêj û şîrin e . . . her gav dadixe, her gav bawer dike, her gav xweyîguman e, her gav sebir dike” (1 Korintî 13:4, 7). Wê baş be ku rûspî ser van rêza kûr bifikirin, wekî têderxin bi çi nêtê ewana dixwazin şîretê bidin û çi cûreyî. Çira ew yek ferz e? Gava kesê ku şîretê distîne divîne wekî rûspî bona wî xem dike û wî hiz dike, wîra wê diha hêsa be şîretê qebûl ke. w22.02 14 ¶3; 15 ¶5
Înî, 14 Nîsanê
Ew bûn serhildêr [raber], wana ruhê wî yê pîroz eciz kir (Îşa. 63:10, ÎM).
Gava melek û însan hatin efirandin, ew kamil û bêqisûr bûn. Lê paşê, melekek himberî Yehowa derket û bû Şeytan (dêmek “Miqabil”). Usa jî, ewî însanên kamil Adem û Hêwa def dan ku ewana jî miqabilî Yehowa rabin. Wede şûnda, melek û merivên din jî miqabilî Yehowa rabûn (Cihûda 6). Vê yekê dilê Yehowa gelek dêşand. Yehowa heta niha sebir kiriye, û ewê dîsa bi sebir hîviyê bisekine, heta ku wexta kifşkirî bê gava ew hemû dijminên xwe qir bike û xizmetkarên xwe yên amin ji vê dinya xirab xilaz ke! Gava Mîrê-cina xizmetkarê Yehowa Îbo sûcdar dikir, ewî bi rastî digot ku hemû xizmetkarên Yehowa tenê bona kara xwe Xwedêra xizmet dikin (Îbo 1:8-11; 2:3-5). Heta îro jî, Mîrê-cina derewa bela dike û buxdana davêje ser xizmetkarên wî (Eyantî 12:10). Gava em himberî tengasiya sebir dikin û Yehowara amin dimînin, çimkî em wî hiz dikin, em îzbat dikin ku gotinên Mîrê-cina derew in. w21.07 9 ¶7-8
Şemî, 15 Nîsanê
Ji ber çevê min xirabîkirinê rakin, dawî [xilazî] li xirabiyê bînin (Îşa. 1:16, ÎM).
Pawlosê şandî bi saya meseleke baş nîşan kir, ku gerekê em jîyîna xwe çawa biguhêzin. Ewî got, ku gerekê em “merivê kevin” ‘li ser stûnê mix bikin’ (Romayî 6:6). Dêmek, em gerekê çev bidine Îsa. Gerekê em hemû fikir û kirên ku Yehowa nefret dike, ça bêjî bikujin, wekî îsafa me paqij be û riya jîyîna herheyî li ber me vebe (Yûhenna 17:3; 1 Petrûs 3:21). Yehowa wê tu car seva xatirê me qanûn û prînsîpên xwe neguhêze. Gerekê em xwe biguhêzin û li gora qanûnên wî bijîn (Îşaya 1:17, 18; 55:9). Paşî nixumandinê jî, wê lazim be ku tu miqabilî xwestinên bedenê şer bikî. Ji Yehowa alîkariyê bixwaze û xwe nespêre qewata xwe, lê xwe bispêre ruhê wî (Galatî 5:22; Fîlîpî 4:6). Gerekê em xîret bikin ku “merivê kevin” ji xwe bêxin û dûrî vê yekê bin. w22.03 6 ¶15-17
Led, 16 Nîsanê
[Xudan wê] hilgire dewsa te (Zeb. 55:22).
Yehowa soz dide ku heger em berî pêşin Padşatiya wî bigerin û li gora prînsîpên wî bijîn, ewê xwarin, kinc û cî-sitar bide me (Metta 6:33). Heger em vê yekê bîra xweda xwey kin, emê hêviya xwe hebûna vê dinyayêva girê nedin û nefikirin wekî ev dinya dikare me biparêze û bextewariyê bide me. Em zanin seva ku em edilaya dil bistînin, gerekê em qirara Yehowa bînin sêrî (Fîlîpî 4:6, 7). Heger destê meda hebe ku gelek tişta xwera bikirin jî, wê baş be ku em ji xwe bipirsin gelo hêja ye ku em wext û qewata xwe bi zêdeyî ser wan tişta xerc bikin. Usa jî, wê baş be ku em ji xwe bipirsin gelo dilê me tiştên matêrîalîva çiqas girêdayî ye. Bîr nekin ku Xwedê şixulekî ferz daye me. Dêmek, em gerekê îznê nedin ku hişê-aqlê me bi zêdeyî ser tiştên din be. Em hilbet naxwazin bibin mîna wî merivî, yê ku dikaribû Yehowara xizmet bike û bibe kurê wî, lê ewî vê mecalê ret kir, çimkî tiştên matêrîalî diha zêde hiz dikir (Marqos 10:17-22). w21.08 6 ¶17
Duşem, 17 Nîsanê
Her gav hazir bin, caba wan hemûya bidin (1 Pet. 3:15).
Çaxê tu Kitêba Pîrozda derheqa xeyset-hunurên Yehowa bixûnî, tuyê bivînî ku tebiyetêda jî ev hunurên wî eyan dibin. Belê, çaxê em derheqa hunurên Yehowa hîn dibin, em fem dikin wekî ew kesê rêalî ye û bi rastî heye (Derketin 34:6, 7; Zebûr 145:8, 9). Çiqas tu Yehowa baştir nas bikî, baweriya te wê diha qewî be, tuyê wî hê qayîm hiz bikî û dostiya te tevî wî wê hê nêzîk be. Derheqa baweriya xwe hindava Xwedê merivara gilî ke. Lê heger kesek dipirse hela çi îzbatkirin hene wekî Xwedê heye, û tu nizanî çi cabê bidî, tu dikarî çi bikî? Edebyetên meda cabê bigere û vê înformasiyayê wîra bêje. Usa jî, tu dikarî ji xûşk yan birakî cêribandî alîkariyê bixwazî. Heger kesê nebawermend cabên ji Kitêba Pîroz qebûl neke, tuyê dîsa jî ji lêkolînê karê bistînî, û baweriya te wê diha qewî be. w21.08 18 ¶14-15
Sêşem, 18 Nîsanê
Min tu car xwe . . . bona we nedaye paş (Kar. Şand. 20:20).
Seva ku em dilê Yehowa şa kin, ne lazim e em terka her tiştî bidin, çi ku em hiz dikin (Waîz 5:19, 20). Lê heger em xizmeta xwe zêde nakin, çimkî hazir nînin qurbana bikin, em dikarin bibine mîna merivê ji mesela Îsa, yê ku bi jîyîneke rihet dijît, lê Xwedê ne xema wî bû (Lûqa 12:16-21). Gava em rastî tengasiya tên, gerekê em dua bikin û rind bifikirin, hela em dikarin vê derecêda çi bikin (Metelok 3:21). Yehowa me bi gelek cûra kerem dike. Seva ku em razîbûna xwe bona wan kerema nîşan kin, wê baş be çi ji destê me tê bikin, wekî pesnê wî bidin (Îbranî 13:15). Mesele, lazim e bifikirin hela em çawa dikarin xizmeta xwe zêde bikin. Bi vî cûreyî, emê keremên din jî bistînin. Belê, gerekê em mecalên teze bigerin wekî “tem kin û bizanibin ku Xudan ça qenc e” (Zebûr 34:8). Hingê, emê jî mîna Îsa bêjin: “Xwarina min ew e, ku ez xwestina yê ku ez şandime bikim û şixulên wî bînime sêrî” (Yûhenna 4:34). w21.08 30-31 ¶16-19
Çarşem, 19 Nîsanê
Berî wêranbûnê kubarî tê û berî ketinê ruhê babaxîyê (Metlk. 16:18).
Mîrê-cina dixwaze ku quretî bikeve dilê me. Ew zane ku heger em mîna wî qure bin, emê nikaribin jîyîna herheyî bistînin. Lema jî, Pawlosê şandî got ku kesê qure wê mîna Mîrê-cina bê dîwankirinê (1 Tîmotêyo 3:6, 7). Firqî tune ku em teze hatine ser riya rastiyê yan îda gelek sal e em Yehowara xizmet dikin, lazim e ku em gişk haş ji xwe hebin wekî nekevin vê telikê. Merivên qure herî zêde xwe hiz dikin. Mîrê-cina dixwaze ku em herî zêde ne ku Yehowa, lê xwe hiz bikin – îlahî gava em rastî tengasiya tên. Mesele, gelo qe buxdan avîtine te? Gelo tu qet rastî neheqiyê hatibûyî? Mîrê-cina dixwaze ku tu seva tiştên usa Yehowa yan xûşk û bira neheq bikî û hêrs kevî. Usa jî, Mîrê-cina dixwaze ku tu bifikirî wekî lazim e tu vê problêmê ne li gora rêberiya Kitêba Pîroz, lê li gora aqlê xwe safî kî (Waîz 7:16, 20). w21.06 15 ¶4-5
Pêşem, 20 Nîsanê
“Ya gelê welêt, wêrek [qewî] be!” Ev e gotina Xudan. “Vî karî bidomînin [bînin sêrî]. Ji ber ku ez bi wera me”. Ev e gotina Xudanê Karîndar (Hag. 2:4, ÎM).
Hagay pêxember ji Yehowa Xwedê şixulekî gelek ferz standibû. Tê kifşê ku Hagay yek ji wan meriva bû, yên ku sala 537-da B.D.M., ji dîltiya Babîlonê vegeriyane Orşelîmê. Wexteke kin paşî ku xizmetkarên Yehowa gihîştibûn welatê xwe, wana avakirina paristgehê destpêkirin (Ezra 3:8, 10). Lê gelek wext derbaz nebû ku ji bo miqabilîbûnê, wana mêrxasiya xwe unda kir û şixulê avakirinê dane sekinandinê (Ezra 4:4; Hagay 1:1, 2). Lema sala 520-da B.D.M., Yehowa Hagay pêxember şande bal wan ku xîret û xwestina wan zêde bike, wekî ewana avakirina paristgehê xilaz kin (Ezra 6:14, 15). Nêta elametiya Hagay ev bû, wekî baweriya cimetê hindava Yehowa diha qewî bike. Belê, Yehowa Xwedêyê Himzor e, dêmek qewata wî digihîje her tiştî bike, û bin serwêrtiya wîda bi mîlyona melek hene, yên ku eskerên qewî ne. Lema jî lazim bû, wekî Cihûya îtbariya xwe Yehowa bianiyana, seva ku pêşdaçûyî bûna. w21.09 15 ¶4-5
Înî, 21 Nîsanê
Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtên min in, heger hûn hevdu hiz bikin (Yûhn. 13:35).
Îro, ser temamiya dinyayê nav Şedên Yehowada hizkirin heye. Em ji hemû rêlîgiyên din cuda ne, çimkî nav meda yektî heye û em firqiyê nakin nav merivada ji bo milet, kûltûr, yan jî destê wanda çiqas heye. Mesele, em vê hizkirina rast civatên xweda divînin. Ev hizkirin baweriya me zêde dike ku Yehowa ji hebandina me razî ye (Yûhenna 13:34). Kitêba Pîroz mera dibêje: “Berî her tiştî, hizkirina we hindava hevda bi dil û can be” (1 Petrûs 4:8). Em hevdu hiz dikin, lema jî em hevdu dibaxşînin û kêmasiyên hevdu sebir dikin. Usa jî, em mecala digerin wekî hemû xûşk-birara, hela hê yên ku dilê me êşandine jî, destvekirî û mêvanhiz bin (Kolosî 3:12-14). Belê, hizkirin bi rastî jî nîşana sereke ya Mesîhiyên rast e. w21.10 22 ¶13-14
Şemî, 22 Nîsanê
Yê [ku kurê xwe] hiz dike, ew zarotîyêda bi terbet şîret dike (Metlk. 13:24).
Gelo ev yek ku kesek ji civatê tê derxistinê dikare alî wî bike, wekî ew tobe bike û xwe rast bike? Belê. Gelek kesên ku gunên giran kirine, bi saya derxistina ji civatê, ser hişê xweda hatine, jîyîna xwe guhastine û vegeriyane bin siya perê Yehowa (Îbranî 12:5, 6). Vê meselê bîne ber çevê xwe: Şivan divîne wekî berxeke wî nexweş e. Ew zane ku bona qenckirina vê nexweşiyê, lazim e vê berxa nexweş ji kerî başqe bike. Berx dixwazin nav kerîda bin, û gava ew tên başqekirin, ew eciz dibin. Gelo ev yek ku şivan berxa xwe ji kerî dûr dixe, tê hesabê ku ew yekî bêrem e? Hilbet na. Şivan zane ku heger berxa nexweş nav kerîda bimîne, nexweşî wê bela be û zirarê bide pezên din. Lema şivan berxa nexweş başqe dike, wekî kerî bê parastin. w21.10 10 ¶9-10
Led, 23 Nîsanê
Bira ronaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinên weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî ezmana bidin (Met. 5:16).
Eva qedirekî mezin e ku em para malbeta hemdinyayê ne, kîderê gişk hevdu hiz dikin. Em dixwazin wekî kesên din jî tevî me Yehowa bihebînin. Lema jî gerekê em haş ji xwe hebin, wekî bi rabûn-rûniştina xwe leke neynin ser navê Yehowa û teşkîleta wî. Em dixwazin ku meriv bi saya kirên meye qenc, bixwazin Yehowa nas kin û wîra xizmet kin. Hine kes qerfên xwe me dikin yan me dizêrînin, çimkî em guh didin Bavê xweyî ezmana. Dîsa jî, em gerekê netirsin ku merivara besa baweriya xwe bikin, çimkî Yehowa û Îsa wê alî me bikin. Îsa şagirtên xwera usa got: “Tiştên ku hûnê xeber din, wê demê wera wê bê dayînê”. Gelo çira? Îsa usa şirovekir: “Çimkî ne ku hûnê xeber din, lê ruhê Bavê weyî ku nava weda ye wê xeber de” (Metta 10:19, 20). w21.09 24 ¶17-18
Duşem, 24 Nîsanê
Ezê bêjime Xudan: “Sitargeha min û kela min” (Zeb. 91:2).
Mûsa pêxember jî gotibû ku Yehowa “sitar” e (Zebûr 90:1). Usa jî, gava Mûsa îda kal bû, ewî got: “Xwedêyê heta-hetayê kelaye, milên wîye heta-hetayê alîkar in” (Qanûna Ducarî 33:27). Gelo gotina “milên wîye heta-hetayê alîkar in”, derheqa Yehowa çi mera nîşan dikin? Çaxê Yehowa bona me Sitar e, em xwe bêxof û dilrihet texmîn dikin. Dîsa jî, dibeke em xwe carna sist texmîn bikin. Wî çaxî, gelo Yehowa wê ça alî me bike? (Zebûr 136:23). Ewê pê milên xweye qewat alî me bike rabin ser piya (Zebûr 28:9; 94:18). Em zanin wekî em hertim dikarin alîkariyê ji Xwedê bistînin. Ev yek alî me dike du tişta bîr nekin: Ya yekê, em kîderê bin jî, sitara me heye. Ya duda, Bavê meyî hizkirî bona me xem dike. w21.11 6 ¶15-16
Sêşem, 25 Nîsanê
Hûn hinekî medekirî ne, ji dest cûre-cûre cêribandina (1 Pet. 1:6).
Îsa zanibû, wekî şagirtên wî wê rastî neheqiya bên, û ev yek wê baweriya wan bicêribîne. Seva ku alî wan bike himberî neheqiya sebir bikin, Îsa besa jinebîkê kir, ya ku timê dihat bal hakimekî neheq û wîra digot: “Heqiyê bike, min ji destê neyarê min xilaz ke”. Jinebî bawer bû ku heger ew sebir ke, zû yan dereng ewê heqiyê bivîne. Axiriya-axiriyê, hakim li gora reca wê kir. Ji vê meselê em dikarin çi ders hîn bin? Yehowa mîna wî hakimekî neheq nîne. Lema Îsa got: “Gelo Xwedê jî bijartiyên xwera wê heqiyê neke, yên ku şev û roj hewara xwe wî datînin?” (Lûqa 18:1-8). Paşê, Îsa got: “Gava Kurê Însan bê, gelo ser dinê wê baweriyê bibîne?” Gava em rastî neheqiyê tên, gerekê em bi sebira xwe nîşan kin, wekî baweriya me mîna baweriya vê jinebiyê qewî ye. Heger baweriya me usa be, emê dudilî nebin wekî wextê xweda Yehowa wê alî me bike. Xêncî vê yekê, gerekê em bawer bin, wekî qewata dua gelek mezin e. w21.11 23 ¶12; 24 ¶14
Çarşem, 26 Nîsanê
Cahil çawa dikare rîya xwe paqij xwey ke? Gava pê xebera Te miqatîyê li xwe bike (Zeb. 119:9).
Cahilno, gelo hûn carna difikirin ku qanûnên Yehowa bi zêdeyî sert in? Mîrê-cina dixwaze wekî hûn usa bifikirin. Ew dixwaze ku hûn hiş-aqilê xwe bidin ser merivên ku ser riya fire ne û xweziya xwe wan bînin. Ew dixwaze wekî hûn dîna xwe bidinê ku ça hevaldersxanên we kêfê distînin, yan jî wekî Întêrnêtêda tiştên usa bivînin, ku bifikirin yançi hûn jîyîna baş destê xwe dikin û ji bo wan fikira xwe hêsîr texmîn kin. Mîrê-cina dixwaze we bide bawerkirinê ku qanûnên Yehowa riya we digirin ji jîyînê lezetê bistînin. Lê bîr nekin, Mîrê-cina naxwaze wekî merivên ku riya fireda diçin, fem kin ku ev rê berbi kîderê dibe (Metta 7:13, 14). Ji aliyê dinva, Yehowa zelal nîşanî we dike, wekî axiriya kesên ku ji riya jîyînê dernayên, wê çawa be (Zebûr 37:29; Îşaya 35:5, 6; 65:21-23). w21.12 23 ¶6-7
Pêşem, 27 Nîsanê
Bi dil [bibaxşînine] birê xwe (Met. 18:35).
Em hilbet zanin ku gerekê em bibaxşînin kesên din. Dîsa jî, ev yek dibeke carna mera çetin e. Ça tê kifşê Petrûsê şandîra jî carna zor bû ku bibaxşîne kesên din (Metta 18:21, 22). Gelo çi dikare alî me bike ku em bibaxşînin kesên din? Ya yekê, bifikire ku Yehowa çend cara baxşandiye te (Metta 18:32, 33). Em hêjayî baxşandina wî nînin, lê ew dîsa jî ji dil dibaxşîne me (Zebûr 103:8-10). Hergê Yehowa me haqas hiz dike, dêmek “gerekê em jî hevdu hiz bikin”. Belê, em mecbûr in ku xûşk û bira hiz bikin (1 Yûhenna 4:11). Ya duda, bifikire ku baxşandin çiqas karê tîne. Bi saya baxşandinê em dikarin alî kesê ku dilê me êşandiye bikin, usa jî emê edilayê bikine civatê, dostiya xwe tevî Yehowa xwey kin û ji barekî giran xilaz bin (2 Korintî 2:7; Kolosî 3:14). Yehowa, yê ku dixwaze wekî em bibaxşînin hevdu, hazir e alî me bike. Lema jî wîra dua bike. Îznê nede ku Mîrê-cina edilaya nav meda xirab ke (Efesî 4:26, 27). Seva ku em xwe ji telika Mîrê-cina xwey bikin, em hewcê alîkariya Yehowa ne. w21.06 22 ¶11; 23 ¶14
Înî, 28 Nîsanê
Tê bibî Padşê Îsraêlê (1 Sam. 23:17, ÎM).
Dawid ji Şawûl Padşa direviya, yê ku wî nefret dikir û dixwest ew bikuşta. Gava Dawid hewcê xwarinê bû, ewî bajarê Nobêda pênc nan xwestin (1 Samûyêl 21:1, 3). Paşê, ewî tevî hevalên xwe, şkeftekêda xwe veşart (1 Samûyêl 22:1). Gelo Dawid çira kete halekî usa zor? Şawûl hevsûdiya Dawid dikir, çimkî cimetê wî hiz dikir û ew eskerekî gelek pêşdaçûyî bû. Usa jî, Şawûl zanibû ku ji bo neguhdarîbûna wî Yehowa ew înkar kiribû û dewsa wî Dawid ça padşê Îsraêlê bijartibû (1 Samûyêl 23:16, 17). Lê hê çawa padşê Îsraêlê, ordîke mezin û gelek kesên din piştgiriya Şawûl dikirin, lema jî Dawid mecbûr bû ku bireve. Gelo Şawûl bi rastî difikirî, ku dikare riya Xwedê bigire, wekî Ew qirara xwe hindava Dawid bîne sêrî? (Îşaya 55:11) Kitêba Pîroz caba vê pirsê nade, lê ça tê kifşê Şawûl serê xwe kire belayê, çimkî kesên ku miqabilî Xwedê şer dikin, timê didine der! w22.01 2 ¶1-2
Şemî, 29 Nîsanê
Nîkodêmo . . . şev hate cem Îsa (Yûhn. 3:1, 2).
Îsa bi dil û can xizmet dikir. Ewî her mecal dida xebatê, wekî meriva hîn ke. Bi vî cûreyî, ewî nîşan dikir ku wana hiz dike (Lûqa 19:47, 48). Gelo çira? Çimkî dilê wî ser meriva dişewitî. Carna merivên ku dixwestin guh bidana Îsa usa zef bûn, wekî ew û şandiyên wî “nikaribûn nanê xwe jî bixwarana” (Marqos 3:20). Îsa hela hê şev jî hazir bû guh bide meriva. Mesele, çaxê mêrekî xwest nîvê şevê tevî Îsa xeber de, Îsa xwestina wî qebûl kir. Gelek merivên ku sêrîda guh didane Îsa, paşê nebûn şagirtên wî. Lê yeke wanra şedetîke baş hate dayînê. Îro, em jî dixwazin mecalê bidin hemû meriva, wekî mizgîniya Padşatiyê bibihên (Karên Şandiya 10:42). Seva vê yekê, em gerekê mêtodên xizmetiyê cara biguhêzin. Dewsa ku vî çaxî xizmet kin gava mera dest dide, wê baş be wekî em grafîka xwe usa biguhêzin, ku mizgîniyê bigihînin hê zêde meriva. Heger em usa bikin, em dikarin bawer bin, wekî dilê Yehowa wê şa be. w22.01 17 ¶13-14
Led, 30 Nîsanê
Serwêrtiya zilamekî li ser yekî din, bi xesera [zirara] wî ye (Waîz 8:9).
Gelek kes îtbariya xwe kesên xweyîhukum naynin. Gelo çira? Çimkî wana dîtiye ku sîstêmên qanûnî û polîtîkî hê zêde aliyê kesên dewlemend û kesên bi nav û deng digirin, ne ku alî kesîba dikin. Serda jî, hine serwêrên rêlîgî kirên ne baş dikin. Ji bo vê yekê hine kes baweriya xwe hindava Xwedê unda kirine. Lema, gava em tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêdikin, gerekê em alî wî bikin ku ew îtbariya xwe Yehowa û birên cabdar bîne, yên ku aliyê Wîda hatine kifşkirinê. Hemikî ne tenê xwendekarên Kitêba Pîroz gerekê îtbariya xwe Yehowa û teşkîleta wî bînin. Kesên ku gelek sala Yehowara xizmet dikin jî, gerekê tu car bîr nekin wekî safîkirinên Yehowa hertim rast in. w22.02 2 ¶1-2