KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es23 rûp. 47-57
  • Gulan

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gulan
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2023
  • Binserî
  • Duşem, 1 Gulanê
  • Sêşem, 2 Gulanê
  • Pêşem, 3 Gulanê
  • Çarşem, 4 Gulanê
  • Înî, 5 Gulanê
  • Şemî, 6 Gulanê
  • Led, 7 Gulanê
  • Duşem, 8 Gulanê
  • Sêşem, 9 Gulanê
  • Pêşem, 10 Gulanê
  • Çarşem, 11 Gulanê
  • Înî, 12 Gulanê
  • Şemî, 13 Gulanê
  • Led, 14 Gulanê
  • Duşem, 15 Gulanê
  • Sêşem, 16 Gulanê
  • Pêşem, 17 Gulanê
  • Çarşem, 18 Gulanê
  • Înî, 19 Gulanê
  • Şemî, 20 Gulanê
  • Led, 21 Gulanê
  • Duşem, 22 Gulanê
  • Sêşem, 23 Gulanê
  • Pêşem, 24 Gulanê
  • Çarşem, 25 Gulanê
  • Înî, 26 Gulanê
  • Şemî, 27 Gulanê
  • Led, 28 Gulanê
  • Duşem, 29 Gulanê
  • Sêşem, 30 Gulanê
  • Pêşem, 31 Gulanê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2023
es23 rûp. 47-57

Gulan

Duşem, 1 Gulanê

Ser wî bifikirin, [yê ku] sebir kir (Îbrn. 12:3).

Yehowa çar kitêbên ji Mizgînî dane me, wekî em Kurê wî rind nas bikin. Ev çar kitêb me hîn dikin ku Îsa çi dikir, çi digot û çi texmîn dikir. Bi vî cûreyî, ew kitêb alî me dikin ku em dîna xwe bidin mesela Îsa Mesîh. Belê, em dikarin bêjin ku “pêgeha” ku Îsa mera hîştiyê, van kitêbada ne! Lema, seva ku em diha baş Îsa nas bikin, gerekê em wan kitêba rind lêkolîn bikin. Ev yek wê alî me bike ku em çev bidine wî û pêgeha wîda herin. Seva ku em ji van çar kitêba karê bistînin, ne bes e ku em van tenê bixûnin. Gerekê em vana kûr lêkolîn bikin û li ser van kûr bifikirin (Beramber ke Yêşû 1:8). Qewimandinên ji wan kitêba bide ber çevê xwe. Bivîne, bibihê û texmîn ke ku wî çaxî çi qewimî. Bona vê yekê, li edebyetên teşkîleta Yehowa lêgerînê bike. w21.04 4-5 ¶11-13

Sêşem, 2 Gulanê

Em, Mesîhê xaçbûyî [mixkirî, DT] dannasîn dikin, cihûyara pişkbûn e (1 Korn. 1:23).

Yehowa çend sedsal berê, pêşiya ku Îsa hate ser erdê bi saya Xebera xwe eyan kiribû ku Mesîh wê bi 30 zîvî bê dayîn destê xiraba (Zekerya 11:12, 13). Ji berêva hatibû gotin ku yek ji dostên Îsa wê nemamiya wî bike (Zebûr 41:9). Zekerya pêxember usa nivîsîbû: “Li şivan bixe ku, bira mîh bela bibin” (Zekerya 13:7). Gava ev pêxembertiyên ji Nivîsarên Pîroz hatine sêrî, merivên dilsax neketin şikê û nelikumîn, lê baweriya wan diha qewî bû. Gelo ev problêm îro jî heye? Belê. Li rojên me, hine Şedên Yehowa ku geleka wana nas dikir, riya rastiyê derketine, bûne raber û paşê xwestine ku kesên din jî ji riya rastiyê derxin. Wana xeberên nîvrast û derewên derheqa Şedên Yehowa rojneme, têlêvîzyon û întêrnêtêda bela kirine. Lê kesên dilpak nakevin şikê û nalikumin. Ewana rind zanin ku Kitêba Pîroz pêşda gotibû ku tiştên usa wê biqewimin (Metta 24:24; 2 Petrûs 2:18-22). w21.05 11 ¶12; 12-13 ¶18-19

Pêşem, 3 Gulanê

Rîya rasta mîna ronayîya berbangê ye, ku hêdî-hêdî dertê (Metlk. 4:18).

Kitêba Pîroz dibêje ku gerekê em zanebûnêda pêşda herin (Kolosî 1:9, 10). Yehowa rastiyê gav pey gav eyan dike, û gerekê em bi sebir hîviyê bisekinin, heta ku ronaya rastiyê hê zêde şewq bide. Gava birên ji Koma Rêberiyê têderdixin, wekî hînkirinek bi cûrekî din gerekê bê femkirinê, ewana derbêra vê guhastinê dikin. Serwêrên rêlîgiya jî gelek guhastina dikin, lê nêta wan ew e, wekî dilê meriva bikirin yan jî seva ku ji vê dinyayê cude nebin. Lê teşkîleta Yehowa bi vê nêtê guhastina dike, wekî em diha nêzîkî Yehowa bin û mîna Îsa Mesîh Xwedê bihebînin (Aqûb 4:4). Em hine femkirinên Kitêba Pîroz diguhêzin ne ji bo wê yekê, ku fikrên merivên dinyayê têne guhastinê, lê ji bo wê yekê ku em Kitêba Pîroz diha zelal fem dikin. Belê, em rastiyê hiz dikin! (1 Têsalonîkî 2:3, 4). w21.10 22 ¶12

Çarşem, 4 Gulanê

Hemû xemên xwe bavêjine ser wî (1 Pet. 5:7).

Dîna xwe bidê ku Yehowa çawa piştgiriya te dike (Zebûr 55:22). Bi vî awayî, tuyê fem bikî ku tu tenê nînî. Bifikire ku Yehowa ça alîkariyê dide xûşk û birên ku xwe tenê texmîn dikin (1 Petrûs 5:9, 10). Birakî bi navê Hîroşî, yê ku gelek sala malbeta xweda tek Şedê Yehowa ye, usa dibêje: “Her kes çi ji destê wî tê dike ku Yehowara xizmet bike, û ev yek dikare dil bide kesên ku ser riya rastiyê tenê ne”. Timê dua bike, xizmet ke û civîna bernede. Dilê xwe Yehowara veke. Berdewam ke Kitêba Pîroz bixûne û ser serhatiyên ku nîşan dikin, wekî Yehowa te hiz dike, kûr bifikire. Hine xûşk û bira rêzên ku dilbîniyê didin wan, ezberî dikin, mesela Zebûr 27:10 û Îşaya 41:10. Hine xûşk û bira jî, seva ku xwe tenê texmîn nekin, gava xwe bona civîna hazir dikin yan jî Kitêba Pîroz dixûnin, guh didin aûdîo nivîsandinên ji malpera me. w21.06 9-10 ¶5-8

Înî, 5 Gulanê

Tê ji xofa nişkêva netirsî (Metlk. 3:25).

Heger tu seva mirina merivekî xweyî hizkirî xemgîn î, wê baş be wekî tu rêzên Kitêba Pîroz yên derheqa rabûna miriya, bixûnî. Heger tu xemgîn î, çimkî merivekî te ji civatê hatiye derxistinê, wê baş be wekî tu lêkolîn bikî hela cezakirina ji Yehowa çi karê tîne. Problêma te çi be jî, ser vê problêmê ça ser mecalekê binihêre, wekî baweriya xwe diha qewî bikî. Dilê xwe Yehowara veke. Xwe başqe neke, lê xwe nêzîkî xûşk-bira bigire (Metelok 18:1). Heger dîsa jî dilê te dişewite û tera gelek çetin e, berdewam ke van tiştava mijûl be çi ku wê bawerî û sebira te qewî kin (Zebûr 126:5, 6). Timê Kitêba Pîroz bixûne, xizmet û civîna bernede, û dîna xwe bide keremên ku hîviya te ne. Çiqas tu bivînî ku Yehowa çawa alî te dike, haqas baweriya te wê diha qewî be. w21.11 23 ¶11; 24 ¶17

Şemî, 6 Gulanê

Usa jî Bavê weyî ezmana naxwaze ku ji van biçûka yek unda be (Met. 18:14).

Şagirtên Îsa çida mîna “biçûka” ne? Merivên vê dinyayê herî zêde qîmetê didin kesên dewlemend û navdar, lê şagirtên Îsa Mesîh ber çevê wan “biçûk” û bêqîmet in (1 Korintî 1:26-29). Lê Yehowa wana usa hesab nake. Gelo Îsa çira besa “van biçûka” kir? Çimkî şagirtên wî ji wî pirsîn: “Li nav Padşatiya Ezmanada kî ye yê herî mezin?” (Metta 18:1). Wî çaxî gelek Cihû difikirîn ku nava cimetêda ciyê bilind û navdengî gelek ferz in. Lêkolînkarek usa dibêje: “Wî çaxî meriv bona hurmet, nav, navdarî û qedirê xwe, dijîtin û dimirin”. Îsa rind zanibû ku bona şagirtên wî hêsa nîne nekevine bin bayê kûltûra Cihûya û merivara nekevine rikê. w21.06 20 ¶2; 21 ¶6, 8; 22 ¶9

Led, 7 Gulanê

Rûn û bixûr dil şa dikin, şîrinaya hevaltîyê jî ji şîretên qenc (Metlk. 27:9).

Pawlosê şandî rûspiyara meseleke baş hîşt. Mesele, gava xûşk-birên bajarê Têsalonîkê hewcê şîretê bûn, Pawlos xwe paş nexist, wekî bi hizkirinê şîretê bide wan. Nemên xweda, Pawlosê şandî pêşiyê besa aminî, sebir û cefê wan kir. Usa jî, ewî wanra got ku halê wan hêsa nîne û payê wan da, çimkî wana ber zêrandina sebir dikir (1 Têsalonîkî 1:3; 2 Têsalonîkî 1:4). Serda jî, ewî wanra got ku ewana bona xûşk-birên din meseleke baş in (1 Têsalonîkî 1:8, 9). Gotinên Pawlos bêşik dilê wan şa kir! Tê kifşê ku Pawlos xûşk û birên Têsalonîkê gelek hiz dikir. Lema jî, şîretên ku Pawlos nemên xweda dan wan, gelek kêrhatî bûn (1 Têsalonîkî 4:1, 3-5, 11; 2 Têsalonîkî 3:11, 12). w22.02 15 ¶6

Duşem, 8 Gulanê

Ewê ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe (Eyan. 21:4).

Mîrê-cina bi destê serwêrên rêlîgî dibêje ku Yehowa bêrem e û ku sebebê hemû kul û derda ew e. Hela hê hine kes dibêjin jî ku gava zar dimirin, ew qirara Xwedê ye, çimkî jêra ser ezmana hê zêde melek lazim in. Buxdaneke çiqas mezin e! Em rind zanin ku gava em giran nexweş dikevin yan gava merivekî meyî delal dimire, ev yek sûcê Xwedê nîne. Em bawer in ku rojekê, Xwedê wê her tiştî rast ke. Û em gerekê dinya-elamra bêjin ku Yehowa çiqas dilovan û bi hizkirin e. Xwedê mera usa dibêje: “Kurê min, serwaxt be û dilê min şa ke, ku ez bikaribim caba qardarên xwe bidim” (Metelok 27:11). Yehowa dilrem e. Gava em seva zêrandin, nexweşî yan qisûrên xwe dinalin, dilê wî ser me dişewite (Zebûr 22:23, 24). Yehowa êş û derdên me divîne, û ew dixwaze me ji vî halî xilaz ke (Beramber ke Derketin 3:7, 8; Îşaya 63:9). w21.07 9-10 ¶9-10

Sêşem, 9 Gulanê

Te . . . rûmet û rewşêva ew xemiland (Zeb. 8:5).

Zûtirekê merivên guhdar wê kerema herî mezin bistînin: Ewana wê heta-hetayê Yehowa hiz bikin û wîra xizmet bikin! Îsa Mesîh wê axiriya xirab ku ji bo gunê Adem û Hêwayê pêşda hat, kokêva bide hildanê. Yehowa wê bi mîlyona meriv ji mirinê rake û mecalê bide wan heta-hetayê bi siheta-qewata baş cinetêda bijîn (Lûqa 23:42, 43). Çaxê xizmetkarên Yehowa bibin bêqisûr, ewê “rûmet û rewşêva” bêne xemilandinê. Heger tu para ‘elaleteke mezin î’, hêviya te gelek xweş e (Eyantî 7:9). Xwedê te gelek hiz dike û ew dixwaze wekî tu bibî para malbeta wî. Lema jî, çi ji destê te tê bike wekî ew ji te razî be. Her roj sozên Xwedê bîne bîra xwe. Vê mecalê qîmet bike ku tu dikarî wîra xizmet bikî û şa be wekî tê bikaribî heta-hetayê pesnê navê wî bidî! w21.08 7 ¶18-19

Pêşem, 10 Gulanê

Emê . . . biçinin heger em nedine der (Galt. 6:9).

Yêremya pêxember jî, xebera Xwedê bi deha sala wan merivara bela dikir, yên ku hindava rastiyê bêtalaş bûn û pey wî diketin. Carekê, ew seva qerfên wan meriva haqas berxwe ket ku dixwest xizmetiya xwe bida sekinandinê (Yêremya 20:8, 9). Lê Yêremya dilteng nebû! Gelo çi alî wî kir fikrên nêgatîv ji hişê xwe derxe û ji xizmeta xwe şabûnê bistîne? Yêremya dîna xwe da du tiştên ferz: Ya yekê, elametiya ji Xwedê hêvî dida meriva (Yêremya 29:11). Ya duda, Yehowa Yêremya kifş kiribû, wekî ew pêş wîva elametiya wî derbazî cimetê ke (Yêremya 15:16). Mîna Yêremya pêxember, em jî hêviyê didine meriva, û navê Xwedê li ser me ye. Heger meriv guh nedin me jî, em dikarin ji xizmeta xwe şabûnê bistînin. Lema jî, heger xwendekarê te zû pêşda naçe, dilteng nebe û hêviya xwe unda neke. Bona şixulê hazirkirina şagirta jî sebir lazim e (Aqûb 5:7, 8). w21.10 27 ¶12-13

Çarşem, 11 Gulanê

Werin em hemû giraniyê û wî gunê ku rihet li me diwele ji xwe dûr xin (Îbrn. 12:1).

Firqî tune çend sal e em xizmetkarên Yehowa ne, gerekê em timê baweriya xwe qewî bikin. Gelo çira? Çimkî heger em haş ji xwe tune bin, baweriya me dikare sist be. Bîr neke wekî bawerî ser hîmê van îzbata ye ku nayêne dîtinê. Carna em tiştên ku navînin, zû bîr dikin. Lema jî, Pawlosê şandî baweriya sist nav kir ça “gunê ku rihet li me diwele”. Gelo em çawa dikarin xwe ji vê telikê dûr bigirin? (2 Têsalonîkî 1:3). Ya pêşin, timê ji Yehowa ruhê pîroz bixwaze. Gelo çira? Çimkî bawerî, pareke “berê ruh” e (Galatî 5:22, 23). Bê alîkariya ruhê pîroz, em nikarin baweriya xwe diha qewî kin. Kitêba Pîroz dibêje ku heger em berdewam kin ji Yehowa hîvî bikin wekî ew ruhê pîroz bide me, ewê duayên me qebûl bike (Lûqa 11:13). Em dikarin usa jî dua bikin: “Baweriya me zêde ke” (Lûqa 17:5). Ya duda, timê Kitêba Pîroz lêkolîn bike (Zebûr 1:2, 3). w21.08 18-19 ¶16-18

Înî, 12 Gulanê

Rû-gulîyê sipî kofîya rûmetê ye (Metlk. 16:31).

Xûşk-birên emirda mezin dikarin gelek tiştada karê bidin teşkîletê. Rast e qewata wan îda mîna ya berê nîne, lê ewana gelek cêribandî ne. Mesele, Kitêba Pîrozda çend serhatiyên kesên amin hene, yên ku emirê xweye mezinda jî bi dil û can Yehowara xizmet dikirin. Yek ji wana Mûsa bû. Gava ew bû pêxember û serokê miletê Îsraêl, ew weke 80 salî bû. Çaxê Daniyêl weke 90 salî zêdetir bû, Yehowa wî ça pêxember dida xebatê. Usa jî, çaxê Yûhennayê şandî ji bîna ber Xwedê kitêba Eyantî dinivîsî, emrê wî jî weke 90-î zêdetir bû. Kitêba Pîroz tenê carekê besa kalemêrekî bi navê Şimhûn dike. Lê Yehowa zanibû wekî ew yekî “rast” û “xwedêxof” e, lema jî Yehowa mecal da wî, wekî ew Îsayê virnî bivîne û derheqa wî û diya wî pêxembertiyê bike (Lûqa 2:22, 25-35). w21.09 3-4 ¶5-7

Şemî, 13 Gulanê

Xudan! Dilê minda babaxî tune, . . . ez nigên xwe gire-girara navêjim (Zeb. 131:1).

Dê-bav gerekê zarên xwe beramberî hev nekin û ji wan dewa nekin vê yekê, çi ku ji qewata wan der e (Efesî 6:4). Xûşkeke bi navê Saçîko usa dibêje: “Diya min dixwest, wekî ez her tim nîşanên herî bilind bistînim, lê qewata min nedigihîşte vê yekê. Rast e îda gelek sal derbaz bûye, lê ev yek usa ser min hukum kir, ku heta roja îro jî ez carna difikirim gelo Yehowa ji min razî ye gava ez çi destê min tê dikim”. Dawid Padşa nediket pey tiştên mezin, dêmek pey tiştên ku ji qewata wî der bûn. Milûktî alî wî dikir, wekî razî be bona wan tiştên ku cem wî hebûn (Zebûr 131:2). Gelo dê-bav dikarin ji gotinên Dawid çi hîn bin? Dê-bav gerekê milûk bin û sînorên zarên xwe jî bizanibin. Ewana gerekê sistbûn û qewata zarên xwe têderxin, wekî bikaribin nêtên qasî qewata wan daynin pêşiya wan. w21.07 21-22 ¶5-6

Led, 14 Gulanê

Her kesê xurca xwe hilgire (Galt. 6:5).

Yehowa azaya bijartinê daye me. Dêmek, em dikarin xwexa safî kin gura Yehowa bikin yan na. Hine dê-bav zarên xwera mesela baş nînin, lê zar dîsa jî ji riya rastiyê dernakevin. Ji aliyê dinva jî, hine dê-bav aliyê xweda her tiştî dikin wekî zarên xwe li gora prînsîpên Kitêba Pîroz mezin bikin, lê zar yeke pişta xwe didine rastiyê. Axiriyêda, gerekê her kes xwexa safî ke Yehowara xizmet ke yan na (Yêşû 24:15). Lema jî dê-bavno, heger hûn dilşkestî ne, çimkî zara we pişta xwe daye Yehowa, nefikirin ku ev yek gunê we ye! Carna, dê yan bav him civatê him jî neferên xwe dihêle (Zebûr 27:10). Gava tiştekî usa diqewime, zarara ew yek ziyaneke mezin tîne, çimkî ewana dê û bavê xwe gelek hiz dikin û qedrê wan digirin. Cahilno, heger dê yan bavê we ji civatê hatiye derxistinê, dilê me ser we dişewite! Bawer bin ku Yehowa jî êşa dilê we zane. Him Yehowa him jî xûşk-bira we hiz dikin û aminiya we qîmet dikin. Bîr nekin, hûn seva safîkirinên dê yan bavê xwe cabdar nînin. w21.09 27 ¶5-7

Duşem, 15 Gulanê

Xudan kê hiz dike, wî şîret dike (Îbrn. 12:6).

Gava Mesîhîk ji civatê tê derxistinê, ew mîna berxeke nexweş e û dikare berxên din jî nexweş bêxe, çimkî ew ji aliyê ruhanîva nexweş e (Aqûb 5:14). Mîna hine nexweşiyên fîzîkî, nexweşiya ruhanî jî dikare derbazî merivên din be. Lema jî, carna lazim dibe wekî kesê ku ruhanîda nexweş e, ji civatê bê derxistinê. Ev şîretkirina Yehowa hizkirina wî eyan dike, yê ku dixwaze berxên xweye din biparêze. Serda jî, ev ceza dikare alî kesê gunekar bike, wekî ew tobe bike. Merivê ji civatê derxistî, dîsa jî dikare bê civata û xwarina ruhanî bistîne. Usa jî, ew dikare edebyeta bistîne û JW Brodkastîng binihêre. Rûspiyên ku dîna xwe didin xîret û pêşdaçûyîna wî, dikarin cara şîret û rêberiyê bidine wî, wekî ew aliyê ruhanîda qenc be û dîsa bibe Şedê Yehowa. w21.10 10 ¶9, 11

Sêşem, 16 Gulanê

Ne ku ewê minra dibêje: “Xudan! Xudan!” wê bikeve Padşatiya Ezmana (Met. 7:21).

Hebandina me mîna hebandina Mesîhiyên qirna yekê ye. Mesele, em mîna civata qirna yekê organîzekirî ne. Lema jî, teşkîleta meda berpirsiyarên mihalê, rûspî û berdestiyên civatê hene (Fîlîpî 1:1; Tîto 1:5). Mîna Mesîhiyên pêşin, em guh didin qanûnên Xwedê bona zewac, navnamûsiyê û xûnê, û em wan Mesîhiyên ku gunê xwe nadine rûyê xwe, ji civatê derdixin, wekî civat temiz bimîne (Karên Şandiya 15:28, 29; 1 Korintî 5:11-13; 6:9, 10; Îbranî 13:4). Lê Kitêba Pîroz eşkere dibêje wekî Xwedê tenê bawerîk qebûl dike (Efesî 4:4-6). Em çiqas serbilind in ji bo wê yekê, ku em nav xizmetkarên Yehowada nin û rastiya derheqa Yehowa û nêtên wî zanin. Lema jî, were em çi ji destê me tê bikin, wekî xwe li riya rastiyê qayîm bigirin! w21.10 22-23 ¶15-17

Pêşem, 17 Gulanê

Rêz girê bidin û bisekinin, . . . xilaziya [ji] Xudan bivînin (2 Dîr. 20:17).

Yehoşefat padşa rastî problêmeke mezin hat. Ordîke mezin ya dijmina hicûmî ser wî, malbeta wî û cimeta wî kir (2 Dîrok 20:1, 2). Gelo Yehoşefat çi kir? Ewî îtbariya xwe Yehowa anî. Duayê wîye bi milûktî, ya ku 2 Dîrok 20:5-12-da hatiye nivîsandin, nîşan dike wekî ew Bavê xweyî ezmanîda çiqas guman bû. Yehowa bi saya Lêwîkî bi navê Yahazîêl Yehoşefatra xeber da. Lema jî Yehoşefat xwe bi temamî sparte Xwedê û guh da wî. Gava ew tevî cimeta xwe berbi dijmina çûn, ewî ne ku eskerên herî cêribandî, lê stranbêjên bêçek danî rêza pêşin. Yehowa sozê xwe anî sêrî û ordiya dijmina qir kir (2 Dîrok 20:18-23). w21.11 15-16 ¶6-7

Çarşem, 18 Gulanê

Ji xêra Xudan e ku em helaq [qir] nebûn, ji ber ku dilovaniyên wî naqedin (Lûr. Yêrem. 3:22).

Gava em rastî tengasiya tên, Yehowa alî me dike, wekî em bikaribin wîra amin bimînin (2 Korintî 4:7-9). Em dikarin bawer bin wekî hizkirina Yehowaye amin wê ser me be, çimkî ça Kitêba Pîroz dibêje, “çevê Xudan li ser xofkêşên Wî ne û li ser wane ku hîvîya huba Wî ne” (Zebûr 33:18-22). Pêşiya ku me destpêkir Yehowara xizmet kin, me ji hizkirina ku Yehowa her kesîra nîşan dike, kar distand. Lê niha, çimkî em xizmetkarên wî ne, em ji hizkirina wîye amin jî karê distînin. Ji bo vê hizkirina xweye amin, Yehowa me hemêza xweda xwey dike û me diparêze. Çevê Yehowa timê ser me ye, û ew wê hemû sozên xwe eseyî bîne sêrî. Belê, ew dixwaze ku em pêşdaçûyî bin û heta-hetayê dostên wî bin! (Zebûr 46:1, 2, 7). Lema, em rastî çi tengasiya bên jî, Yehowa wê qewatê bide me, wekî em bikaribin wîra amin bimînin. w21.11 7 ¶17-18

Înî, 19 Gulanê

Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin (Kols. 3:13).

Dibeke tu jî hine kesa nas dikî, yên ku bi sala hevalxebatçî, hevalders yan merivekî xwera kînê dajon. Mesele, ji bo kîn û nefretê, 10 birên Ûsiv ew ça xulam firotin (Destpêbûn 37:2-8, 25-28). Lê Ûsiv mîna wan nîbû. Gava mecal kete destê wî wekî heyfê hilde, ewî dilremî nîşan kir. Belê, Ûsiv kîn nedajot, lê ewî usa xwe da kifşê, çawa ku wede şûnda Qanûna Kahîntiyê 19:18-da hate nivîsarê (Destpêbûn 50:19-21). Mîna Ûsiv, şagirtên Îsa, yên ku dixwazin dilê Xwedê şa bikin, gerekê kînê nejon û heyfê hilnedin. Îsa nîşan kir, wekî em gerekê kesên ku hindava meda gune dikin, bibaxşînin (Metta 6:9, 12). Pawlosê şandî jî xûşk-birara usa got: “Heyfê hilnedin, delalno” (Romayî 12:19). w21.12 11 ¶13-14

Şemî, 20 Gulanê

Ew mirazê wan dike, kîjan ku ji Wî ditirsin, zarînîya wan dibihê û wan xilaz dike (Zeb. 145:19).

Êvarê, 14 Nîsanê, sala 33 D.M., Îsa tevî şandiyên xwe çû baxçê Gêtşemanî. Wêderê, ewî dilê xwe Yehowara vekir (Lûqa 22:39-44). Wan sihetên çetinda, Îsa bi “keser û bi hêsira lava û reca” Xwedê dikir (Îbranî 5:7). Şeva pêşiya mirina xwe, gelo Îsa bona çi dua kir? Ewî qewat xwest, wekî bikaribe Yehowara amin bimîne û qirara wî bîne sêrî. Yehowa guh da duayê Kurê xwe û melekek şand, wekî wî bişidîne. Îsa zanibû wekî gelek ferz e ku ew amin bimîne û navê Bavê xwe pîroz ke. Yehowa guh da dua-dirozgê Îsa. Gelo çira? Çimkî nêta sereke ya Îsa ew bû, wekî Bavê xwera amin bimîne û navê Wî pîroz ke. Heger nêta meye sereke jî ew be, Yehowa wê guh bide dua-dirozgê me jî (Zebûr 145:18). w22.01 18 ¶15-17

Led, 21 Gulanê

Herin hemû mileta hîn kin û wana . . . binixumînin (Met. 28:19, 20).

Gelek kes me hiz nakin, çimkî em tevnebûyînê xwey dikin û nekevine nava şixulên polîtîkî. Ewana dixwazin ku em jî hilbijartinên polîtîkada piştgiriya partîyekê yan serwêrekî bikin. Lê ewên ku însana ça hukumdarên xwe hildibijêrin bi rastî Yehowa înkar dikin (1 Samûyêl 8:4-7). Usa jî, gelek kes difikirin ku gerekê em mekteb û nexweşxana ava bikin û tiştên dinda alî meriva bikin. Ewana fem nakin ku em çira tiştekî nakin ku problêmên dinyayê safî bikin, lê herî zêde dîna xwe didin belakirina mizgînê. Seva ku em nelikumin, gerekê em çi bikin? (Metta 7:21-23). Gerekê em ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidin şixulê ku Îsa Mesîh tesmîlî me kiriye. Gerekê em îznê nedine xwe ku bikevine nava problêmên polîtîkî û sosyalî. Em hemikî însana hiz dikin û bona wana xem dikin, lê em zanin ku alîkariya herî baş ev e wekî em wanra besa Padşatiya Xwedê bikin û alî wan bikin ku ewana bibin dostên Yehowa. w21.05 7 ¶19-20

Duşem, 22 Gulanê

Rojên axiriyêda zemanên xirab wê bên (2 Tîmt. 3:1).

Îro gelek serwêr xwe ça merivên xwedênas nîşan dikin, lê ewana naxwazin qewat û hukumê xwe unda kin. Lema jî mîna serwêrên rojên Îsada, serwêrên îroyîn jî miqabilî Padşê kifşkirî radibin û hicûmî xizmetkarên Yehowa dikin (Karên Şandiya 4:25-28). Lê Yehowa ça ser vê yekê dinihêre? Zebûr 2:10-12-da, Yehowa van serwêrara usa dibêje: “De niha fem bikin, gelî padşa, serwêrên erdê werine ser hişa! Bi xof xulamtîyê Xudanra bikin, ji dest sawa Wî bilerizin, Kur ramûsin ku hêrs nekeve, ku rêda ji we kes unda nebe, gava hêrsa Wî nişkêva rabe. Xwezî li hemûyên xwe dispêrine Wî”. Yehowa bi dilovanî mecalê dide van miqabila, wekî ew bên ser hişê xwe û Padşatiya wî qebûl bikin. Lê wext hindik maye (Îşaya 61:2). Lazim e ku her kes rastiyê bibihê û zû safîkirina rast bike! w21.09 15-16 ¶8-9

Sêşem, 23 Gulanê

Kinc û xurekê me hebin, bi wan em razî bin (1 Tîmt. 6:8).

Pawlos gotibû ku çi destê meda hebe, gerekê em bi van tişta razî bin (Fîlîpî 4:12). Jîyîna meda tiştê herî ferz û qîmet ew heye dostiya nêzîk tevî Yehowa, ne ku hebûka me (Hebaqûq 3:17, 18). Paşî 40 salên beriyêda, Mûsa pêxember Îsraêliyara usa got: “Xudan Xwedêyê te hemû şixulên destên te bimbarek kir. . . . Eva çil sal e ku Xudan Xwedêyê te tevî teye û kêmasîya tu tiştî te nedît” (Qanûna Ducarî 2:7). Nava van 40 salada, Yehowa mana dida Îsraêliya. Kincên wan, dêmek kincên ku li ser wan bûn gava ewana ji Misrê derketin, nemaşiyan! (Qanûna Ducarî 8:3, 4) Yehowa dixwaze, wekî çi ku ew dide me, bişêkirînin û ça kerem hesab kin. w22.01 5 ¶10-11

Pêşem, 24 Gulanê

Bi temamîya dilê xwe xwe bispêre Xudan, gumana xwe nede li ser hişê xwe (Metlk. 3:5).

Mêrno, hûn bona xêr û xweşiya malbeta xwe cabdar in, lema hûn bi dil û can bona ebûra malbeta xwe dixebitin. Gava hûn rastî çetinaya tên, dibeke hûn difikirin wekî dikarin xwexa vana safî kin. Lê xwe nespêrin qewat û aqilê xwe. Cara başqe Yehowara dua bikin û ji wî alîkariyê bixwazin. Usa jî, tevî jina xwe ji dil dua bikin. Kitêba Pîrozda û edebyetada rêberiya Yehowa bigerin û guh bidin van şîreta. Dibeke hine kes bifikirin wekî safîkirinên ku hûn li gora rêberiya Kitêba Pîroz dikin, ne baş in. Ewana diqewime bêjin wekî bona xweykirina malbetê, pere tiştê herî ferz e. Lê serhatiya Yehoşefat padşa bînin bîra xwe (2 Dîrok 20:1-30). Bi gotin û kirên xwe, ewî xwe dispart Yehowa. Yehowa ew merivê amin nehîşt, û ewê we jî nehêle (Zebûr 37:28; Îbranî 13:5). w21.11 15 ¶6; 16 ¶8

Çarşem, 25 Gulanê

Neheqî cem [Xwedê] tuneye (Qan. Dcr. 32:4).

Em gunekar in, lema jî nihêrandina me ser heqiyê carna şaş e. Xwedê em sûretê xweda efirandine, lema jî em ji neheqiyê eciz dibin (Destpêbûn 1:26). Lê çiqas jî em bifikirin ku em her tiştî zanin, yeke em qisûrdar in û nihêrandina me dikare nerast be. Mesele, bîne bîra xwe ku gava Yehowa safî kir wekî rema xwe cimeta Neynowayê bîne, Ûnis çiqas eciz bû (Ûnis 3:10–4:1). Lê dîna xwe bidê ku safîkirina Yehowa kareke çiqas mezin anî! Zêdetirî 120 000 kesên ku tobe kirin, sax man. Eyan e ku nihêrandina Ûnis şaş bû, lê nihêrandina Yehowa rast bû. Yehowa mecbûr nîne bona safîkirinên xwe hesaba bide me. Belê, Yehowa carna îzin dida ku xizmetkarên wî fikirên xwe hindava safîkirinên wî bêjin (Destpêbûn 18:25; Ûnis 4:2, 3). Carna jî Yehowa xwexa meniyên safîkirinên xwe wanra şirovedikir (Ûnis 4:10, 11). Lê Ew hewcê qebûlkirina me nîne, ne pêşiya ku ew tiştekî bike, ne jî paşî vê yekê (Îşaya 40:13, 14; 55:9). w22.02 3-4 ¶5-6

Înî, 26 Gulanê

Yê nav wedayî herî mezin, bira bibe mîna yê herî biçûk û bira yê serwêrtiyê dike jî bibe mîna yê xulamtiyê dike (Lûqa 22:26).

Gava em meriva ser xwera digirin, bi rabûn-rûniştina xwe em dibine mîna “yê herî biçûk” (Fîlîpî 2:3). Heger nihêrandina me usa be, emê dilê kesên din neêşînin. Hemû xûşk û birên me hilbet tiştekîda me çêtir in. Heger em dîna xwe bidin xeysetên wane baş, emê vê yekê hêsa bivînin. Wê baş be ku em vê şîreta Pawlosê şandî bîr nekin: “Kî te ji xelqê firqî dike? Çî te heye, ku te pêşkêş nestandiye? Lê wekî te standiye, çima peyê xwe didî çawa te nestandibe?” (1 Korintî 4:7). Gerekê em nefikirin ku em ji kesên din çêtir in. Heger kesek payê me bide, çimkî gotarên me xweş in yan çimkî em hêsa hînbûnên Kitêba Pîroz destpêdikin, gerekê em derbêra rûmetê bidine Yehowa. w21.06 22 ¶9-10

Şemî, 27 Gulanê

[Toxim] bireşîne û . . . rihetiyê nede destê xwe (Waîz 11:6, DT).

Hine welatada, bona Şedên Yehowa gelek zor e ku meriva li malê bivînin. Gelek xanî û avayî parastî ne, û çetin e ku xûşk-birên me bikevin ciyên usa. Nobedar dibeke îznê nadin ku kesên ku nehatine teglîfkirin bikevin hundur. Li hine dera jî, xûşk-birên me mal bi mal xizmet dikin, lê gelek kes ne li malê ne, yan jî li ciyên dûr xizmet dikin, kîderê ku hine meriv dijîn. Ewana dibeke gelek rê diçin seva ku herin malekê, lê gava ewana digihîjin wê derê, tu kes li malê nîne. Gava em rastî çetinayên usa tên, gerekê em xîreta xwe unda nekin. Siheteke din here xizmetê. Seva ku em rastî diha zêde meriva bên, gerekê em roj û sihetên ku ewana li malê ne herin cem wan. Zû yan dereng, her kes diçe mala xwe, ne usa ye? Gelek xûşk û bira paşî nîvro yan êvarê diçin xizmetê, çimkî wê wextê zêdetir meriv li malê ne. Usa jî, xweyên malê wê dibeke li wan siheta diha rihet bin û hazir bin ku xeber din. w21.05 15 ¶5, 7

Led, 28 Gulanê

Badîhewa min dihebînin, temiyên meriva çawa qanûnên min cimetê hîn dikin (Marq. 7:7).

Gelo ev problêm îro jî heye? Belê. Gelek kes dixeyîdin, çimkî Şedên Yehowa rojên mexsûs û cejnên usa ça roja bûyînê yan Serê Salê tevî wan derbaz nakin. Hine kes jî hêrs dikevin, çimkî Şedên Yehowa cejnên miletiyê derbaz nakin, usa jî eydên miriya û edetên çelkirinê nakin, yên ku miqabilî Xebera Xwedê ne. Merivên ku seva van tişta eciz dibin dibeke ji dil bawer in ku ew bi cûrê rast Xwedê dihebînin. Lê heta ku ewana erf-edetên dinyayê ser gotinên Kitêba Pîrozra bigirin, Xwedê wê ji wan razî nîbe (Marqos 7:8, 9). Seva ku em nelikumin, gerekê em çi bikin? Gerekê em qanûn û prînsîpên Yehowa ji dil hiz bikin (Zebûr 119:97, 113, 163-165). Heger em Yehowa hiz bikin, emê erf-edetên ku li wî xweş nayên, înkar bikin. Emê îznê nedin ku tiştek dostiya me tevî Yehowa xirab ke. w21.05 6 ¶15-16

Duşem, 29 Gulanê

Her tiştîda serxwe bimîne, li tengasiya sebir ke, kirê mizgîndar bike, qulixê xwe biqedîne (2 Tîmt. 4:5).

Çawa em dikarin vê şîreta Pawlos bidine xebatê? Seva ku baweriya me qewî be, gerekê em berdewam Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, dua bikin û şixulê ku Yehowa daye me, bi dil û can bikin (2 Tîmotêyo 4:4). Heger baweriya me qewî be, emê seva elametiyên xirab tevlihev nebin (Îşaya 28:16). Em Yehowa, Xebera wî û xûşk-bira hiz dikin, lema jî emê nekevin ber bayê kesên ku ji riya rastiyê derketine. Qirna yekêda, gelek kes likumîn, û wana Îsa Mesîh qebûl nekirin. Ji aliyê dinda, gelek kesên din Îsa ça Mesîhê sozdayî qebûl kirin. Di nav wanda, gelek kahîn bûn û herî kêm endemekî civîna Giregira jî hebû (Karên Şandiya 6:7; Metta 27:57-60; Marqos 15:43). Îro jî, bi mîlyona kes nakevin şikê û nalikumin. Gelo çima? Çimkî ewana rastiya Kitêba Pîroz zanin û vê rastiyê hiz dikin. Xebera Xwedê usa dibêje: “Ewên xweyê hînkirina Te ne, ji rê nakevin, edilayêda ne” (Zebûr 119:165). w21.05 13 ¶20-21

Sêşem, 30 Gulanê

Qewata min sistiyada miyaser dibe (2 Korn. 12:9).

Pawlosê şandî zanibû ku gerekê ew xizmeta Yehowa, ne bi qewata xwe, lê bi qewata Xwedê bîne sêrî. Bi saya ruhê pîroz, Yehowa qewat dida Pawlos, wekî ew bikaribe xizmeta xwe wedê zêrandinê, girtinê û tengasiyên din bîne sêrî. Hevalê Pawlos Tîmotêyo jî hewcê qewata Xwedê bû ku xizmeta xwe bîne sêrî. Tîmotêyo tevî Pawlos diçû ciyên dûr ku mizgînê bela bike. Usa jî, Pawlos ew tenê dişand ciyên din jî, wekî ew mêrxasiyê bide civata (1 Korintî 4:17). Tîmotêyo dibeke carna difikirî ku ew haqas cêribandî nîne ku bikaribe van tişta bike. Lê Pawlosê şandî wîra usa got: “Nebe ku yek cahiltiya te bêhurmet ke” (1 Tîmotêyo 4:12). Serda, tê kifşê ku bal Tîmotêyo jî “stiriyek” hebû, çimkî Kitêba Pîroz dibêje ku ew gelek cara nexweş diket (1 Tîmotêyo 5:23). Lê Tîmotêyo zanibû ku bi saya ruhê pîroz, Yehowa wê qewatê bide wî, wekî ew bikaribe mizgînê bela bike û alîkariya xûşk û bira bike (2 Tîmotêyo 1:7). w21.05 21 ¶6-7

Pêşem, 31 Gulanê

Dîna xwe bide kerîyên xwe (Metlk. 27:23).

Ev prînsîpa ji Aqûb 1:19, bêşik bona kesên ku şîretê didin, gelek kêrhatî ye: “Bira her meriv bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrsketinêda giran be”. Rûspîk dikare bifikire wekî ew derheqa kesekî her tiştî zane, lê gelo bi rastî usa ye? Metelok 18:13 usa dibêje: “Yê hê nebihîstî cabê dide, ew bêhiş û qara wî ye”. Lema jî wê baş be, wekî ew rûspî berî pêşin ji vî kesî bipirsî hela çi qewimiye, û pêşiya ku xeber de, rind guh bidê wî kesî. Ew dikare pirsên usa bide wî: “Tu qe ça nî? Ez ça dikarim alî te bikim?” Heger rûspî xîret bikin ku halê xûşk-bira rind fem bikin, ewê bikaribin diha baş alî wan bikin û wana qewî kin. Seva ku em şîretên kêrhatî bidin, bes nîne ku em tenê çend rêza bixûnin. Xûşk-birên me gerekê bivînin, wekî em wana fem dikin, bona wan xem dikin û ji dil dixwazin alî wan bikin. w22.02 17 ¶14-15

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin