Hezîran
Pêşem, 1 Hezîranê
Jinebîke belengaz jî hat û du pol, ku dikire qurûşek, avîtê (Marq. 12:42).
Jîyîna wê jinebiyê gelek zemet e. Ça tê kifşê jêra çetin e ku ebûra xwe bike. Dîsa jî, ew nêzîkî peredankê dibe û du polên biçûk davêje hundur. Ev pere haqas sivik in ku ew bê deng dikevin binê peredankê. Îsa zane ku ewê çi avîtiye – du pol, dêmek perên herî biçûk, yên ku li wê demê hebûn. Ev du pol têra çivîkeke biçûk jî nedikir, yên ku bona xwarinê dihatin firotin. Kirinên vê jinebiyê dilê Îsa Mesîh digirin. Lema, ew gazî şagirtên xwe dike û dîna wan dikişîne ser wê. Ew dibêje: “Evê jinebiya belengaz ji van hemûya zeftir avîte peredangê, van [îlahî yên dewletî] hemûya ji zêdeya hebûka xwe avîtinê. Lê evê vê belengaziya xweda çî wê hebû ku pê ebûrê xwe bikira hemû avîtê” (Marqos 12:43, 44). Gava vê jinebiya amin perê xwe yê paşin avîte peredankê, ewê nîşan kir ku bi temamî îtbariya xwe Yehowa tîne ku ew wê bona wê xem bike (Zebûr 26:3). w21.04 6 ¶17-18
Înî, 2 Hezîranê
Dîna xwe bidinê we Orşelîm bi hînkirina xweva tijî kiriye (Kar. Şand. 5:28).
Îsa xizmeta xwe her tim bi şabûnê dianî sêrî, û ewî dixwest ku şagirtên wî jî bi şabûnê xizmet bikin (Yûhenna 4:35, 36). Heta ku Îsa li cem wan bû, wana mizgîn bi şabûn û bi xîret bela dikirin (Lûqa 10:1, 5-11, 17). Lê paşî ku Îsa hat kuştin, wana wextekê xîreta xwe unda kir (Yûhenna 16:32). Paşê, gava Îsa Mesîh ji mirinê hat rakirin, ewî wanra got ku gerekê ewana mizgînê bela bikin. Lema şagirtên Îsa dîsa destpêkirin bi xîret mizgînê bela kin. Paşî ku Îsa çû ezmana, şagirtên wî di îşê belakirina mizgînêda haqas bixîret bûn ku dijmina gotine wan ev çi ku rêza rojêda nivîsiye. Qirna yekêda, Îsa rêberiya şixulê belakirina mizgînê dikir, û Yehowa ev şixul kerem dikir. Mesele, roja Pênciyê Hesabê ya sala 33 D.M., weke 3 000 kes hatin nixumandin (Karên Şandiya 2:41). Paşî vê yekê, hejmara şagirta her ku diçû zêde dibû (Karên Şandiya 6:7). Dîsa jî, Îsa pêxembertî kiribû ku rojên axiriyêda, şixulê belakirina mizgînê wê diha pêşda here (Yûhenna 14:12; Karên Şandiya 1:8). w21.05 14 ¶1-2
Şemî, 3 Hezîranê
Xwezî li wî, ku minda şik nakeve (Met. 11:6).
Gava te fem kir ku te rastî dîtiye, te çi texmîn kir? Tu dibeke fikirî ku her kes wê rastiya Kitêba Pîroz hêsa qebûl bike. Tu bawer bûyî ku ewana wê bi saya gotinên Kitêba Pîroz diha bextewar bin û hêvîke pir baş qazanc bikin (Zebûr 119:105). Lema, te hemû heval û merivên xwera bi xîret besa rastiyên Kitêba Pîroz kir. Lê çi qewimî? Geleka ji wan gotinên te qebûl nekirin, ne usa ye? Heger kesên din mizgîna ku em bela dikin, qebûl nekin, gerekê em ecêbmayî nemînin. Li rojên Îsa Mesîh, piraniya meriva ew înkar kirin. Keremetên ku Îsa Mesîh dikirin, îzbat dikir ku Xwedê piştgiriya wî dike. Mesele, ewî hevalê xwe Lazar ji mirinê rakir. Kesên ku Îsa hiz nedikirin jî nikaribû ev keremet înkar bikirana. Dîsa jî, serwêrên dînê Cihûya, Îsa ça Mesîhê sozdayî qebûl nedikirin. Serda jî, wana dixwest him Îsa him jî Lazar bikuştana! (Yûhenna 11:47, 48, 53; 12:9-11). w21.05 2 ¶1-2
Led, 4 Hezîranê
Bira em dest ji lihevcivînê nekişînin, . . . lê em dil bidine hev (Îbrn. 10:25).
Timê here civîna. Bi vê yekê tuyê him ji bernamê karê bistînî him jî xûşk û bira nas bikî. Civatêda xûşk û birên ji cûre-cûre kok û kûltûra hene. Hine ji wan cahil in, hine jî emirda mezin in. Tu dikarî ji wan her kesa tiştekî hîn bî. Mesele, tu dikarî ji bîlaniya xûşk û birên ku ji te mezintir in, hîn bibî (Îbo 12:12). Usa jî, tu dikarî ji yên ku te biçûktir in jî gelek tişta hîn bibî. Dawid jî ji Yonatan biçûktir bû, lê ewana bûne dostên hev (1 Samûyêl 18:1). Dawid û Yonatan alî hevdu dikirin ku nava tengasiyên giranda jî Yehowara xizmet bikin (1 Samûyêl 23:16-18). Xûşkeke bi navê Îrîna, ya ku malbeta xweda tek Şeda Yehowa ye, dibêje: “Xûşk û birên me bi rastî dikarin bibin malbeta me ya ruhanî. Bi saya wan, Yehowa dikare bê hewara me”. Dost û hevalên te hilbet hazir in ku dilê te qewî kin û piştgiriya te bikin, lê gerekê tu wanra bêjî ku ew çawa dikarin vê yekê bikin. w21.06 10-11 ¶9-11
Duşem, 5 Hezîranê
Bavê minî Ezmana wê li serê we her yekî bike, heger hûn bi dil nebaxşînine birê xwe (Met. 18:35).
Îsa mesela padşa û xulamê deyndar anî. Padşa deynê mezin yê xulam baxşand, lê paşê, vî xulamî deynê biçûk yê xulamekî din nebaxşand. Axiriyêda, padşa xulamê bêrem avîte kelê. Xulamê bêrem bi kirên xwe zirar da xwe û kesên din. Pêşiyê, ewî xulamê din “avîte kelê, heta ku ew deynê xwe bide”. Bi vî awayî, ewî zirar da xulamên din jî, çimkî “çaxê xulam-hevalên wiye din ev yek dîtin, gelekî ber xwe ketin” (Metta 18:30, 31). Gerekê em bîr nekin ku kirên me ser kesên din jî hukum dikin. Heger kesek dilê me êşandiye û em nabaxşînin wî, çi dikare biqewime? Ya pêşin, gava em naxwazin bibaxşînin wî, em zirarê didine wî, çimkî em hindava wîda dilsar dibin, û dibeke xwe ji wî dûr digirin. Ya duda, gava orta me û vî kesîda edilayî tune, ev yek dikare xûşk û birên civatêda jî eciz bike. w21.06 22 ¶11-12
Sêşem, 6 Hezîranê
[Ewê] qira wan [bîne], yên ku dinê xirab dikin (Eyan. 11:18).
Însan sûretê Xwedêda hatine efirandinê, lema jî ewana gerekê çev bidine xeyset-hunurên Yehowa. Lê Mîrê-cina her tiştî dike ku meriva ji rê derxe, wekî ewana xirabiyê û zinêkariyê bikin. Rojên Nuhda, Yehowa “dît ku xirabîya meriva li ser erdê zêde dibe”, ew “ber xwe ket ku li ser erdê merî xuliqandîye û gelekî dilteng bû” (Destpêbûn 6:5, 6, 11). Gelo îro halê dinyayê çawa ye? Mîrê-cina bêşik şa dibe ku zinêkarî, homosêksûalî û heramiyên din gelek belabûyî ne (Efesî 4:18, 19). Ew îlahî dixwaze xizmetkarên Yehowa bike telikên xwe. Hukumdariya însana zirarê dide him merivên din him jî tebiyetê, ya ku Yehowa da meriva wekî ewana lê bibine xweyî (Waîz 8:9; Destpêbûn 1:28). Hine zandar dibêjin ku riyê kirên merivada, nava çend salada mîlyonek zêdetir cisnên şînkayî û heywana dikarin unda bin. w21.07 12 ¶13-14
Çarşem, 7 Hezîranê
[Xwedê] wê bi zêdebarî bibaxşîne (Îşa. 55:7, ÎM).
Hine xizmetkarên Xwedê, seva şaşiyên xweye berê bi zêdeyî xwe sûcdar dikin. Ewana difikirin wekî ew çiqas tobe bikin jî, yeke Yehowa wê tu car nebaxşîne wan. Heger tu jî usa difikirî, wê baş be wekî tu ser hizkirina Xwedêye amin bifikirî û bi îsafeke temiz Yehowara xizmet bikî, çimkî “xûna Îsayê Kurê wî wê me ji hemû guna paqij ke” (1 Yûhenna 1:7). Gava tu seva kêmasîke xwe berxwe dikevî, bîne bîra xwe wekî Yehowa hazir e gunekarên ku tobe dikin ji dil bibaxşîne. Hela binihêre ku li gora gotinên Dawid, hizkirina amin û baxşandin çawa hevva girêdayî ne: “Çiqas ezman ji erdê bilindtir e, haqas jî huba Wî hindava xofkêşên Wîda mezin e. Çiqas rohilat ji roavayê dûrtir e, haqasî jî guneyên me ji me dûr xistî ne” (Zebûr 103:11, 12). w21.11 5-6 ¶12-13
Pêşem, 8 Hezîranê
Zarên wê radibin xwezîya xwe wê tînin û malxê wê jî pesinê wê dide (Metlk. 31:28).
Mêr gerekê qedrê jina xwe bigire û wê qîmet bike (1 Petrûs 3:7). Ew ça dikare vê yekê bide kifşê? Mêr gerekê payê jina xwe bide û ji qewata wê zêdetir tişta ji wê dewa neke. Usa jî, gerekê ew wê beramberî jinên din neke. Gelo çira? Mêrê xûşkeke me bi navê Roza, yê ku Şedê Yehowa nîne, gelek car lê beramberî jinên din dike. Seva gotinên wîye sert, Roza xwe bêqîmet hesab dike. Roza usa dibêje: “Ez timê hewcê vê yekê me, ku kesek minra bêje, wekî Yehowa min qîmet dike”. Mêrê ku prînsîpên Kitêba Pîroz tîne sêrî, payê jina xwe dide, çimkî ew zane ku ev yek wê him ser zewaca wî him jî ser dostiya wî tevî Yehowa baş hukum ke. Mêrê ku jina xwe qîmet dike, payê wê dide û timê jêra dibêje, wekî ew lê hiz dike. w21.07 22 ¶7-8
Înî, 9 Hezîranê
Ezê hîviya Xwedê xilazkarê xwe bim (Mîx. 7:7, DT).
Gava tiştekî ku te bi onlaynê kirîbû wededa nagihîje te, gelo tu eciz nabî? Lê heger tu pêbihesiyayî, wekî ev tişt ji bo hine meniyên ferz derengî dikeve, tuyê îda bi sebir hîviyê bûyayî, usa nîne? Metelok 13:11 rind nîşan dike, wekî çima ferz e sebir bikin. Wêderê tê gotinê: “Hebûka heramîyê hatî, heramîyê jî diçe, lê bi xûdana helal kedkirî wê zêde be”. Gelo tu prînsîpa vê rêzê fem dikî? Merivê bîlan, wê bi sebir her tiştî hêdî-hêdî bîne sêrî û wê pêşdaçûyî be. Usa jî, Metelok 4:18 usa dibêje: “Rîya rasta mîna ronayîya berbangê ye, ku hêdî-hêdî dertê, heta ku temamîya rojê ronayî dibe”. Gotinên vê rêzê nîşan dikin, wekî Yehowa nêta xwe çawa gav pey gav zelal dike. Dikarin bêjin wekî prînsîpa vê rêzê usa jî derheqa wan xizmetkara ye, yên ku gav pey gav ruhanîda pêşda diçin. Belê, bona pêşdaçûyîna ruhanî, wext lazim e. w21.08 8 ¶1, 3-4
Şemî, 10 Hezîranê
Ez li vir im, min bişîne (Îşa. 6:8, ÎM).
Xilaziya vê dinyayê nêzîk e, lema jî şixulê me gelek e (Metta 24:14; Lûqa 10:2; 1 Petrûs 5:2). Em gişk dixwazin bi dil û can Yehowara xizmet bikin. Gelek xûşk û bira xizmeta xwe zêde dikin. Hine kes dixwazin bibin pêşeng. Hine xûşk û bira jî dixwazin Beytelêda yan proêktên avakirinêda bixebitin. Usa jî, gelek bira dixwazin bibin berdestiyên civatê yan rûspî (1 Tîmotêyo 3:1, 8). Gava Yehowa rezedilî û xîreta xizmetkarên xwe divîne, bêşik dilê wî gelekî şa dibe! (Zebûr 110:3). Lê heger tu xemgîn î, çimkî tu hê negihîştiyî nêteke ruhanî, dilê xwe Yehowara veke (Zebûr 37:5-7). Usa jî, ji birên gihîştî bipirse hela tu çawa dikarî xizmetêda pêşda herî, û şîretên wan hilde hesab. Heger tu usa bikî, tuyê bikaribî bigihîjî nêta xwe. w21.08 20 ¶1; 21 ¶4
Led, 11 Hezîranê
Xudan . . . pişt nade aminên Xwe (Zeb. 37:28).
Jinebî bi navê Hanna, pêxember bû, û gava ew 84 salî bû jî, “ji paristgehê dûr nediket”. Ji bo vê yekê ku Hana berdewam dikir diçû paristgehê, ewê Îsayê biçûk dît (Lûqa 2:36-38). Rojên meda jî, gelek xûşk-birên emirda mezin bona cahila meselên baş in. Heger em tevî wana wede derbaz kin û bêjine wana ku derheqa jîyîna xwe mera gilî kin, emê kareke mezin bistînin. Xûşk-birên me yên emirda mezin bi rastî jî bona Yehowa û teşkîleta wî gelek qîmet in. Wana ji Yehowa gelek kerem standine, û wana gelek cara dîtiye ku Yehowa teşkîleta xwe çawa kerem dike. Usa jî, wana ji şaşiyên xweye berê ders standine. Lema jî, wê baş be ku em wana ça “kanîya serwaxtîyê” hesab kin, û ji bîlanî û jîyîna wan karê bistînin (Metelok 18:4). Heger em wana rind nas bikin, baweriya me wê diha qewî be û emê gelek tiştên teze ji wana hîn bin. w21.09 3 ¶4; 4 ¶7-8; 5 ¶11, 13
Duşem, 12 Hezîranê
Wê malbeta biçûk hezar kes be, ya herî biçûk wê bibe miletekî hêzdar [qewî] (Îşa. 60:22, ÎM).
Ça Îşaya pêxember gotibû, xizmetkarên Yehowa “şîrê mileta” dimêjin (Îşaya 60:5, 16, ÎM). Bi saya alîkariya van kesên hêja, îşê belakirina mizgînê 240 welatada pêşda diçe, û xwarina ruhanî ser 1 000 zimana zêdetir tê hazirkirin. Van rojên axiriyê, hejandina mileta zorê meriva dike wekî safîkirinê bikin. Gelo ewana wê piştgiriya Padşatiya Xwedê bikin yan jî xwe bispêrin serwêrên vê dinyayê? Lazim e her kes safîkirina xwe bike! Xizmetkarên Yehowa hilbet guh didin qanûnên dewletê, lê ewana tev polîtîkê nabin (Romayî 13:1-7). Ewana rind zanin wekî tenê Padşatiya Xwedê dikare hemû problêmên me safî bike. Ev Padşatî para vê dinyayê nîne (Yûhenna 18:36, 37). w21.09 17-18 ¶13-14
Sêşem, 13 Hezîranê
Wîra dilê xwe vekin (Zeb. 62:8).
Gava heval yan merivekî te Yehowa dihêle, gelek ferz e wekî tu berdewam kî him xwe him jî malbeta xwe aliyê ruhanîda qewî bikî. Gelo tu ça dikarî vê yekê bikî? Seva ku tu ji Yehowa qewatê bistînî, Kitêba Pîroz her roj bixûne û here civîna. Coana, bav û xûşka kîjanê ji rastiyê derketin, usa dibêje: “Gava ez derheqa kesên usa ça Abîgaîl, Ester, Îbo, Ûsiv û Îsa dixûnim, dilê min rihet dibe. Serhatiyên wan êşa dilê min sivik dikin”. Gava tu dilteng dibî, dilê xwe Yehowara veke û timê duada derheqa xemên xwe wîra gilî ke. Ji Xwedayê hizkirî alîkariyê bixwaze, wekî tu bikaribî ser vê derecê pê çevê wî binihêrî. Yehowa sozekî usa dide: “Ezê te aqil û serwaxt kim û rîya ku têda herî ber te vekim” (Zebûr 32:6-8). Dibeke tera ne hêsa ye Yehowara derdê xwe gilî kî. Lê bawer be ku Yehowa êşa dilê te rind fem dike. Ew dixwaze wekî tu dilê xwe wîra vekî (Derketin 34:6; Zebûr 62:7). w21.09 28 ¶9-10
Çarşem, 14 Hezîranê
Ev e Kurê minî delal, ku ez jê razî me. Guhdariya wî bikin! (Met. 17:5)
Paşî Cejna Derbazbûnê ya sala 32 D.M., Petrûs, Aqûb û Yûhenna xewn-xeyala hewas dîtin. Li ser çiyakî bilind, rûyê Îsa ber çevê wan hate guhastinê: “Rûyê wî mîna tevê biriqî û kincên wî jî mîna nûrê çîl-qerqaş bûn” (Metta 17:1-4). Şandiya dengê Xwedê bihîst: “Ev e Kurê minî delal, ku ez jê razî me. Guhdariya wî bikin!”. Ev yek ku wana paşê çi cûreyî dijîtin, nîşan dike wekî wana bi rastî jî guhdariya Îsa dikirin. Em jî dixwazin çev bidine wan. Em çiqas razî ne wekî Yehowa bi hizkirinê rêberiyê dide me bi saya “serê Civînê” Îsa Mesîh (Efesî 5:23). Were timê mîna Petrûs, Aqûb û Yûhenna “guhdariya wî bikin”. Heger em usa bikin emê niha keremên mezin bistînin û axiriyê jî şabûna heta-hetayê. w21.12 22 ¶1; 27 ¶19
Pêşem, 15 Hezîranê
Ezê te bi heqiyê şîret kim (Yêrem. 30:11, DT).
Qirna yekêda civata Korintêda mêrekî tevî jina bavê xwe bênamûsî dikir. Pawlos civata Korintêra got, wekî wî ji civatê derxin. Bênamûsiya vî merivî ser civatê jî xirab hukum dikir. Hine kesên ji civata Korintê vê zinêkariyê ça gunekî giran hesab nedikirin (1 Korintî 5:1, 2, 13). Wede şûnda, Pawlos bihîst wekî ew mêrê gunekar poşman bûye û bi rastî tobe kiriye. Pawlos rûspiyara got wekî “bibaxşînine wî û li ber dilê wîda bên”. Pawlos usa got wekî ew mêr “kerbî berxweketinê” gelek dilteng nebe. Dilê Pawlos bi vî mêrê ku tobe kir, dişewitî. Ewî nedixwest, wekî ev mêr bin barê sûcê xweda bimîne û hêviya baxşandinê unda ke (2 Korintî 2:5-8, 11). Rûspî gerekê mîna Yehowa dilrem bin. Ewana safîkirinên sert tenê wî çaxî dikin, gava bi rastî hewce ye, lê dîsa jî derece çiqas dest dide, ewana gerekê dilremtiyê bidine kifşê. Rast e rûspî gerekê dilrem bin, lê ev yek nayê hesabê wekî ewana gerekê çevê xwe ser gune dadin. w21.10 11-12 ¶12-15
Înî, 16 Hezîranê
Heyfê hilnedî û kînê . . . nejoyî (Qan. Kah. 19:18).
Birînên dil em dikarin beramberî birînên bedenê bikin. Hine birîn biçûk in, hinek jî kûr in. Mesele, gava em xwarinê çêdikin, dibeke kêr tiliya me hevekî birîndar bike. Ew birîn wê wedekî bêşe, û dibeke paşî du-sê roja em birîna xwe bîr bikin jî. Mîna vê yekê, hine birînên dil jî ne haqas mezin in. Mesele, dibeke hevalekî me bêhemdê xwe pê gilî yan kirên xwe dilê me bêşîne, lê emê vê yekê zû bîr bikin. Lê heger birîna me gelek kûr be, dibeke lazim be wekî hekîm birînê bidirû û bipêçe. Heger em timê destê xwe bidine birînê, emê xwera ziyanê bînin, çimkî birîn wê zû qenc nebe. Mîna vê yekê, hergê em timê bifikirin ser vê yekê ku kesekî ça dilê me êşandiye, emê ziyanê bidine xwe, çimkî vî cûreyî em nahêlin birîna dil zû qenc be. Belê, heger em kînê bajon, bi rastî emê tenê xwe bêşînin. Lema jî wê diha baş be, wekî em guh bidin şîreta ji rêza îro. w21.12 12 ¶15
Şemî, 17 Hezîranê
Tu çima loma birê xwe dikî? (Rom. 14:10)
Besa xeberê, rûspîk seva kinc yan xemilandina xûşk yan birakî eciz dibe. Heta ku ew şîretê bide, wê baş be wekî ew ji xwe bipirse: “Gelo li gora Kitêba Pîroz bi rastî menî heye wekî ez tiştekî bêjim?”. Rûspî naxwaze li gora nihêrandina xwe şîretê bide, lema jî ew ji rûspîkî din, yan ji xûşk-birakî gihîştî dipirse, hela bi rastî lazim e vê derecêda şîretê bide. Ewana dikarin tevayî şêwir kin, ku Pawlosê şandî derheqa vê yekê çi gotibû (1 Tîmotêyo 2:9, 10). Pawlosê şandî besa prînsîpên konkrêt nekiribû, lê ewî got wekî kincên Mesîhiya gerekê cayîz û maqûl bin, û bi zêdeyî nekevin çeva. Lê Pawlos raste-rast negotibû, ku gerekê ew kîjan kinca xwe kin û kîjan na. Ewî fem dikir, wekî heta xûşk-bira ji sînorên ku Kitêba Pîroz datîne, dernakevin, ewana dikarin li gora dilê xwe safîkirina bikin. Lema jî rûspî gerekê têderxin hela kincên wî kesî bi rastî maqûl û cayîz in, yan na. Gerekê em bîr nekin ku bijartinên şexsî yên du Mesîhiyên gihîştî, dikarin ji hev cude bin, lê herdu jî dikarin rast bin. Lema jî gerekê em zorê xûşk-bira nekin, wekî ewana li gora nihêrandina me bijartina bikin. w22.02 16 ¶9-10
Led, 18 Hezîranê
Rem û dilsozî [hizkirina amin, DT] nîşanî hev bikin (Zeker. 7:9, ÎM).
Gelek ferz e wekî em hevdura hizkirina amin nîşan kin. Gelo çira? Kitêba Pîroz gelek car dîna me dikişîne ser vê yekê, ku hizkirina amin hunurekî çiqas qîmet e. Serda jî, kesê ku hizkirina amin nîşan dike, ew xwexa jî karê distîne. Kitêba Pîroz dibêje, heger em hizkirina amin bidine kifşê, emê him li Xwedê him li meriva xweş bên. Usa jî merivê bi hizkirina amin “qencîyê li xwe dike”. Kesê ku hizkirina amin dide kifşê ewê “emir, rastîyê û rûmetê bibîne” (Metelok 3:3, 4; 11:17; 21:21). Kitêba Metelok besa sê meniya dike, ku çira lazim e em hizkirina amin nîşan bikin. Ya yekê, heger em vî hunurî eyan bikin, emê ber çevê Xwedê gelek qîmet bin. Ya duda, heger em hizkirina amin nîşan bikin, emê xwexa jî karê bistînin. Mesele, heger em hizkirina amin nîşan bikin, emê xwera hevalên baş bivînin. Ya sisiya, kesên ku hizkirina amin eyan dikin, wê jîyîna heta-hetayê û keremên din bistînin. Lema jî, wê baş be em guh bidin vê şîreta Yehowa: “Rem û dilsozî [hizkirina amin, DT] nîşanî hev bikin”. w21.11 8 ¶1-2
Duşem, 19 Hezîranê
Baweriya me zêde ke (Lûqa 17:5).
Heger tengasiyên weye berê û yên niha didine kifşê, wekî baweriya we hine aliyava sist e, dilteng nebin, lê her tiştî bikin wekî baweriya xwe diha qewî bikin. Bi dil û can dua bike, îlahî gava tu rastî tengasîke mezin têyî. Bawer be, wekî Yehowa dikare bi saya meriv û hevalên te alî te bike. Gava tu îznê didî, wekî wedê tengasiya Yehowa alî te bike, hingê baweriya te wê diha qewî bibe û tuyê dudilî nebî ku heger tu rojekê rastî tengasîke din bêyî, ewê alî te bike sebir kî. Îsa Mesîh şandiyên xwera digot wekî baweriya wan kîjan aliyava sist e, lê ew bawer bû wekî bi alîkariya Yehowa, ewana wê bikaribin ber cêribandinên axiriyê amin bimînin (Yûhenna 14:1; 16:33). Îsa dudilî nedibû ku bi saya bawerîke qewî, “elaleteke mezin” wê wedê “tengasiya mezin” sax bimîne (Eyantî 7:9, 14). Bi saya rema Yehowa, heger tu her mecala bidî xebatê, wekî baweriya xwe diha qewî bikî, tu jî dikarî nav wanda bî! (Îbranî 10:39). w21.11 25 ¶18-19
Sêşem, 20 Hezîranê
Milyaketê Xudan tevî xofkêşên Wî ye (Zeb. 34:7).
Em îro bi keremet nayêne xilazkirinê, lê em zanin ku tu zirara her-heyî wê neyê serê kesên ku baweriya xwe Yehowa tînin. Demeke nêzîkda baweriya me wê bê cêribandinê. Gava Gog ji Magogê, dêmek koalîsya mileta, hicûmî ser xizmetkarên Xwedê bike, dibeke emê bitirsin ku ewana wê me bikujin. Wê demê, gerekê em bawer bin ku Yehowa wê me xilaz ke. Ber çevê mileta emê mîna pezên bêxweyî bêne kifşê (Hezeqêl 38:10-12). Lê çimkî emê bê çek bin, milet wê bifikirin ku wê hêsa bikaribin qira me bînin. Bi çevê baweriyê, emê bivînin wekî ordiya meleka dora me girtiye, lê milet wê nikaribin vê yekê bivînin, çimkî ewana aliyê ruhanîva kor in. Gava ordiya ezmanî bê hewara me, dijminên Xwedê wê zendegirtî bimînin! (Eyantî 19:11, 14, 15). w22.01 6 ¶12-13
Çarşem, 21 Hezîranê
Xûşk-bira hiz bikin (1 Pet. 2:17).
Yehowa hemû xûşk û birên me qîmet dike, lema em jî gerekê wana qîmet bikin. Gerekê em çi ji destê me tê bikin, ku wan biparêzin û xwey bikin. Heger em têderxin wekî me dilê kesekî êşandiye, gerekê em nefikirin ku ev yek tiştekî biçûk e yan ku ev kes bi zêdeyî xeydok e. Gelo hine kes çima zû dixeyîdin? Hine xûşk û birên me seva milet û kûltûra xwe nimiz hesab dikin. Hine kes jî teze hatine ser riya rastiyê û nizanin ku gerekê ewana ser kêmasiyên xûşk û bira çawa binihêrin. Problêm çi be jî, gerekê em her tiştî bikin wekî li hev bên. Hilbet lazim e wekî ewê ku zû dixeyide hîn be vê xeysetê xwe biguhêze. Ev yek wê alî wî bike ku ew şabûna xwe unda neke û dostiya tevî xûşk û bira xwey ke. w21.06 21 ¶7
Pêşem, 22 Hezîranê
Xudan nêzîkî wan hemûya ye, kîjan ku gazî Wî dikin, wan hemûya ku dilê rast gazî dikin (Zeb. 145:18).
Îsa hestên te fem dike. Çaxê em dilteng in û hevalekî me ber dilê meda tê, em gelek şa dibin. Îlahî heger em zanin ku ew me rind fem dike, çimkî ew xwexa jî rastî tengasîke usa hatibû. Îsa hema dostekî usa ye, çimkî ewî xwexa ser xwe texmîn kiriye, ku çi tê hesabê diltengî û bêtaqetî. Ew me fem dike, û “gava em hewce bin” ewê eseyî bê hewara me û dilbîniyê bide me (Îbranî 4:15, 16). Çawa ku baxçê Gêtşemanîda, Îsa alîkariya melekekî qebûl kir, gerekê em jî hazir bin wekî alîkariya Yehowa qebûl kin, kîjan ku ew bi saya edebyet, vîdêo, gotar, serlêdana rûspiya yan dostên gihîştî dide me (Lûqa 22:39-44). Yehowa wê “edilayiya Xwedê” bide me. Gelo Yehowa wê ça alî me bike? Hergê em dua dikin, emê “edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e” bistînin (Fîlîpî 4:6, 7). w22.01 18-19 ¶17-19
Înî, 23 Hezîranê
Temiyên ku şandiya . . . qirar kiribûn, didane bawermenda (Kar. Şand. 16:4).
Em sed selefî bawer in, wekî hemû şixul û safîkirinên Yehowa rast in. Lê dibeke mera çetin be îtbariya xwe birên kifşkirî bînin. Em dibeke berxwe dikevin hela ewana li gora rêberiya Yehowa her tiştî dikin, yan li gora hiş-aqilê xwe. Lê rastî ev e wekî Yehowa îtbariya xwe wan meriva tîne, kîjana ku ewî teşkîleta xweda kifş kirine. Lema jî, heger em îtbariya xwe wana naynin, em nikarin bêjin wekî em îtbariya xwe Yehowa tînin. Îro, Yehowa bi saya “xulamê amin û serwaxt”, rêberiya teşkîleta xwe dike (Metta 24:45). Mîna koma rêberiyê ya qirna yekê, ev xulam bona xizmetkarên Xwedê ser temamiya dinyayê xem dike û rêberiyê dide rûspiyên civata. Rûspî jî vê rêberiyê civatada didine xebatê. Gava em guh didin rêberiya ku em ji teşkîletê û ji rûspiya distînin, em nîşan dikin ku em îtbariya xwe safîkirinên Yehowa tînin. w22.02 4 ¶7-8
Şemî, 24 Hezîranê
Ji qencîkirinê . . . aciz nebin (Galt. 6:9).
Em çiqas şa ne û çiqas firnaq dibin, wekî em Şedên Yehowa ne! Gava em alî kesên dilpak dikin wekî ewana bêne ser riya rastiyê, em gelek şa dibin (Karên Şandiya 13:48). Çaxê şagirtên Îsa ji xizmetê vegeriyan û besa qewimandinên baş kirin, Îsa “bi ruhê pîroz şa bû”, û em jî ji xizmetê şabûneke mezin distînin (Lûqa 10:1, 17, 21). Pawlos Tîmotêyora usa gotibû: “Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe . . . bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kîjanên guhdariya te dikin” (1 Tîmotêyo 4:16). Dêmek, jîyîna meriva şixulê xizmetkirinêva girêdayî ye. Ji bo wê yekê ku em bineliyên Padşatiya Xwedê ne, em her gav dîna xwe didin rabûn-rûniştina xwe. Em dixwazin pê kirên xwe rûmetê bidine Yehowa û anegorî rastiyê bijîn (Fîlîpî 1:27). Bi vê yekê ku em bona xizmetê xwe rind hazir dikin û pêşiya ku mizgînê bela kin, em kerema ji Yehowa dixwazin, em nîşan dikin wekî em “haş ji xwe û hînkirina xwe” hene. w21.10 24 ¶1-2
Led, 25 Hezîranê
[Merivê] nû li xwe [kin] (Kols. 3:10).
“Merivê nû” bi xeberdan û kirên xwe çev dide Yehowa. Seva ku em “merivê nû” li xwe kin, gerekê em hunurên “berê ruh” nav xweda pêşda bînin û îznê bidin wekî ruhê pîroz ser fikir, hest û kirên me hukum ke. Heger em usa bikin, emê Yehowa û xizmetkarên wî hiz bikin (Metta 22:36-39). Emê nava tengasiyada jî şabûna xwe unda nekin (Aqûb 1:2-4). Emê edilayê pêşda bînin (Metta 5:9). Emê hindava meriva nerm û bi sebir bin (Kolosî 3:13). Emê qenciyê hiz bikin û xwexa jî qenciyê bikin (Lûqa 6:35). Emê pê kirên xwe nîşan kin wekî em baweriya xwe Bavê xweyî ezmana tînin (Aqûb 2:18). Emê zû hêrs nekevin û wedê cêribandina xwegirtî bin (1 Korintî 9:25, 27; Tîto 3:2). Seva ku em “merivê nû” li xwe kin, gerekê em hemû hunurên ku Galatî 5:22, 23-da û rêzên dinda hene, nav xweda pêşda bînin. w22.03 8-9 ¶3-4
Duşem, 26 Hezîranê
Çev bidine min (1 Korn. 11:1).
Mîna Pawlosê şandî, wê baş be ku rûspî ne tenê mal bi mal xizmet bikin, lê hazir bin ku cûre-cûre derecada merivara besa mizgînê bikin (Efesî 6:14, 15). Gava rûspî xizmetêda nin, wê baş be ku ew mîna Pawlos xîret bikin, wekî berdestiyên civatê û kesên din hîn kin (1 Petrûs 5:1, 2). Cabdariyên rûspiya çiqas zef bin jî, gerekê ewana bi van cabdariya haqas mijûl nebin, ku bona şixulê belakirina mizgînê wext nemîne (Metta 28:19, 20). Bona vê yekê, dibeke carna lazim be ku ew hine cabdariyên din qebûl nekin. Pêşiya ku cabdarîkê qebûl kin, wê baş be ku ewana bona tiştên diha ferz bîr nekin, mesele qulixkirina tevî malbetê derbaz kin, mizgînê bi xîret bela kin yan jî zarên xwe hîn kin ça xizmet kin. Ewana dikarin bawer bin ku Yehowa fem dike, wekî ewana dixwazin her tiştîda orta zêrîn bivînin. w22.03 27 ¶4, 7; 28 ¶8
Sêşem, 27 Hezîranê
Ji wan netirsin yên ku bedenê dikujin, lê nikarin ruh bikujin (Met. 10:28).
Gava tu rastiyê hîn dibûyî, gelo tu hevekî ditirsiyayî ku bibî Şedê Yehowa? Dibeke te digot ku tuyê tu car nikaribî mal bi mal xizmet bikî? Yan jî, dibeke tu ji meriv û hevalên xwe ditirsiyayî, wekî ewana wê miqabilî te rabin? Heger usa ye, tu bêşik tirsên xwendekarê xwe rind fem dikî. Îsa jî zanibû ku tirsên meriva dikarin hebin. Lê ewî şagirtên xwera got ku bira ewana seva tirsên xwe xizmetiya xwe Yehowara nedin sekinandin (Metta 10:16, 17, 27). Timê alî xwendekarê xwe bike ku ew kesên dinra besa mizgînê bike. Gava Îsa Mesîh şagirtên xwe şandin ku ew mizgînê bela kin, wana dibeke xem dikir ku vê yekê ça bikin. Lê Îsa wanra bi zelalî got ku gerekê ewana mizgînê kîderê bela bikin û çi bêjin (Metta 10:5-7). Tu ça dikarî çev bidî Îsa? Alî xwendekar bike ku ew têderxe, wekî ew kîderê dikare mizgînê bela ke. Mesele, bipirse dibeke ew kesekî nas dike, yê ku wê bixwaze derheqa têmekê ji Kitêba Pîroz pêbihese. Paşê, alî wî bike wekî ew xwe hazir bike û bizanibe ku çawa vê têmê bi cûrekî hêsa zelal bike. w21.06 6 ¶15-16
Çarşem, 28 Hezîranê
Ezê hemû mileta bihejînim û wê tiştên hêja yên hemû mileta bên vir (Hag. 2:7, ÎM).
Paşî erdheja sala 2015 Nepalêda, hine kesa usa got: “Nava çend deqada, dikan û avayên kevn hilşiyan”. “Gişk ketine panîkê . . . Hineka digot wekî erd weke du deqe dileqiya, lê bona min, ev wext zef dirêj kişand”. Niha, em wedekî usada dijîn, ku dinya bi cûrekî din diheje, dêmek hemû milet têne hejandinê. Hagay pêxember berêva gotibû ku tiştekî usa wê biqewime. Ewî got: “Xudanê Karîndar aha dibêje: ‘Ezê demeke nêzîkda careke din erd û ezman bihejînim’” (Hagay 2:6, ÎM). Hejandina ku Hagay besa wê kiribû mîna erdhejê nîne, ya ku her tiştî hildişîne. Dewsê ev hejandin axiriya baş tîne. Yehowa usa dibêje: “Ezê hemû mileta bihejînim û wê tiştên hêja yên hemû mileta bên vir. Ezê vê Malê bi rûmetê dagirim”. w21.09 14 ¶1-3
Pêşem, 29 Hezîranê
Hûn in, yên ku nava cêribandinên minda heta niha tevî min mane (Lûqa 22:28).
Dostên rast gelek car bi dil tevî hev xeber didin. Dostiya me tevî Yehowa jî gerekê usa be. Gava em duayên xweda wîra besa hest, fikir û derdên xwe dikin, em nîşan dikin ku em xwe dispêrin wî û zanin ku ew me hiz dike (Zebûr 94:17-19; 1 Yûhenna 5:14, 15). Tevî dostên amin wext derbaz ke. Ewana pêşkêşên ji Yehowa ne, û bi destê wan, Yehowa hizkirina xwe mera nîşan dike (Aqûb 1:17). Ça Kitêba Pîroz dibêje: “Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17). Di nema Kolosiyarada, Pawlosê şandî got ku ewî ji hine bira dilbînîke mezin standibû (Kolosî 4:10, 11). Îsa Mesîh jî bona alîkariya ku ewî ji dostên xwe – him ji meleka him jî ji însana – standibû, razî bû (Lûqa 22:43). Heger tu dostekî gihîştîra besa derdên xwe bikî, ev yek nayê hesabê ku baweriya te sist e. Xeberdanên usa dikarin te biparêzin. w21.04 24-25 ¶14-16
Înî, 30 Hezîranê
Hizkirin her gav dadixe, her gav bawer dike, her gav xweyîguman e, her gav sebir dike (1 Korn. 13:7).
Heger xûşk yan birak te gelek eciz dike, gerekê tu çi bikî? Her tiştî bike ku edilayê xwey kî. Dilê xwe Yehowara veke. Ji Yehowa reca bike ku bira ew wî kesî, ku dilê te êşandiye, kerem bike, û alî te bike wekî tu jî hunurên wîye baş bivînî, seva kîjana ku Yehowa wî hiz dike (Lûqa 6:28). Heger tu nikarî çevê xwe ser şaşiya wî bigirî, rind bifikire ku tu çawa dikarî tevî wî xeber dî. Nefikire ku ewî bi hemdê xwe dilê te êşandiye (Metta 5:23, 24). Gava hûn xeber din, bawer be ku nêta wî baş e. Lê heger ew naxwaze tevî te li hev bê, gerekê tu çi bikî? Bi sebir be û hêviya xwe ji wî nebire (Kolosî 3:13). Ya herî ferz, kînê nejo, çimkî kîn dikare dostiya te tevî Yehowa xirab ke. Îznê nede ku tiştek te bilikumîne. Bi vî cûreyî tu dikarî îzbat bikî ku tu ji her tiştî zêdetir Yehowa hiz dikî (Zebûr 119:165). w21.06 23 ¶15