Tîrmeh
Şemî, 1 Tîrmehê
Rast e her şîretek wê demê dilê meriya şa nake, . . . paşê yên ku bi wê hînbûyî ne, berê edilayiyê ji jiyîna rast diçinin (Îbrn. 12:11).
Piştgiriya safîkirina rûspiya bike. Gava kesek ji civatê tê derxistinê, ev yek tê hesabê wekî Yehowa wî şîret dike. Şîretkirina wî bona qenciya her kesî ye – dêmek bona kesê ku ji civatê hatiye derxistinê jî. Hine kes dikarin vê safîkirinê bikine bin şikê, çimkî naxwazin derheqa kesê ku gune kiriye, tiştekî xirab bêjin yan jî kirên wîye xirab eyan kin. Lê gerekê em bîr nekin ku em her tiştî nizanin. Lema, em gerekê îtbariya xwe rûspiya bînin, çimkî wana li gora prînsîpên Kitêba Pîroz ew yek safî kirine û bona vê safîkirinê ber Yehowa cabdar in (2 Dîrok 19:6). Heger tu piştgiriya safîkirina rûspiya bikî, ev yek dikare alî kesê ku ji civatê hatiye derxistinê bike, wekî ew vegere bal Yehowa. Êlîzabêt usa dibêje: “Mera gelek çetin bû heleqetiya xwe tevî kurê xweyî mezin biqetînin. Lê gava ew vegeriya cem Yehowa, ewî got wekî ew bi rastî jî hêja bû ji civatê bê derxistinê. Paşê, ewî got ku ew gelek tiştên ferz hîn bû”. w21.09 28-29 ¶11-12
Led, 2 Tîrmehê
Ewî belengazeke jinebî jî dît ku du pol avîte wir (Lûqa 21:2).
Derheqa vê jinebiyê bifikire. Ewê bêşik dixwest diha zêde tişt bida Yehowa. Dîsa jî, ewê çi ji destê wê dihat, kir. Ewê tiştê herî baş, yê ku destê wêda hebû, da Yehowa. Usa jî, Îsa zanibû ku Bavê wî qurbankirina vê jinebiyê qîmet dikir. Derseke ferz ev e: heger em bi dil û can Yehowara xizmet bikin, ew wê ji me razî be (Metta 22:37; Kolosî 3:23). Gava em wext û qewata xwe çiqas ji destê me tê bona xizmet û civîna xerc dikin, Yehowa gelek şa dibe. Tu çawa dikarî dersa ji serhatiya jinebiyê bidî xebatê? Derheqa wan hine xûşk-bira bifikire, yên ku xemgîn in, çimkî ewana îda nikarin ça berê Yehowara xizmet bikin. Dibeke civata teda xûşkeke emirda mezin heye, ya ku xwe bêkêr hesab dike, çimkî siheta wê îda îznê nadê ku ew ça berê derkeve xizmetê. w21.04 6 ¶17, 19-20
Duşem, 3 Tîrmehê
Xwezî li wî merivî, ku cêribandinada teyax dike, çimkî gava bi cêribandinê rûspî derê, ewê kofiya jiyînê bistîne (Aqûb 1:12).
Yehowa bona qirkirina vê sîstêma xirab roj kifş kiriye. Bi saya sebra wî, bi mîlyona merivên dilpak hatine topkirin. Ewana şa ne ku Yehowa sebir kiriye û mecal daye wan ku bêne bûyînê, wî nas bikin û jîyîna xwe bidine destê wî. Gava bi mîlyona meriv ku heta xilaziyê sebir kirine bên xilazkirin, hingê emê bivînin wekî çiqas baş bû ku Yehowa sebir dikir. Mîrê-cina çiqas êş û derd anî jî, yeke Yehowa şabûna xwe unda nake, çimkî ew “Xwedêyê xwezilî” ye (1 Tîmotêyo 1:11). Em jî dikarin bi şabûnê sebir bikin heta ku Yehowa navê xwe pîroz ke, îzna serwêrtiya xwe îzbat ke, xirabiyê kokêva rake û derdên me kuta ke. Bira em sebra xwe tu cara unda nekin, lê bînin bîra xwe ku Bavê meyî ezmana jî sebir dike. w21.07 13 ¶18-19
Sêşem, 4 Tîrmehê
Qet dibe ku tiştekî pak ji Nisretê derkeve? (Yûhn. 1:46)
Gelek kesa baweriya xwe hindava Îsa Mesîh nedianî. Bi dîtina wan, ew kurê necarekî kesîb bû. Usa jî, ew ji bajarê Nisretê bû, bajarekî ku ji aliyê gelek merivava dihat nimizdîtin. Mesele, pêşiya ku Natanyêl bû şagirtê Îsa Mesîh, ewî usa gotibû: “Qet dibe ku tiştekî pak ji Nisretê derkeve?” Ewî belkî dianî bîra xwe ku li gora Nivîsarên Pîroz, Mesîh wê ne ku Nisretêda, lê Beytlehmêda bihata bûyînê (Mîxa 5:2). Îşaya pêxember ji berêva gotibû ku dijminên Îsa Mesîh wê hûr bi hûr dîna xwe nedin ku Mesîh ji kîjan rikiniyatê hat (Îşaya 53:8). Heger merivên li rojên Îsa Mesîh dîna xwe bidana van hûrgiliya, wana wê fem bikira ku ça Mîxa 5:2-da hatiye pêxembertîkirinê, Îsa Mesîh Beytlehmêda hatibû bûyînê. Usa jî, ew ji zureta Dawid Padşa bû (Lûqa 2:4-7). Gelo problêma wan meriva çi bû? Ewana diketin şikê, çimkî hemû îzbatkirina rind lêkolîn nekiribûn. w21.05 2-3 ¶4-6
Çarşem, 5 Tîrmehê
Bira yê rast . . . min hilê, ew yek rûnê xas e (Zeb. 141:5).
Kitêba Pîroz besa hine kesên din dike, yên ku şîret qebûl dikirin û axiriyêda dihatine kerem kirinê. Mesele, serhatiya Îbo bîne ber çevê xwe. Ew çiqas ji Xwedê ditirsiya jî, yeke hine kêmasiyên wî hebûn. Gava ew bin strêseke mezinda bû, ewî bêhemdê xwe xeber dida û tiştê şaş digot. Lema jî, him Elîhû him jî Yehowa raste-rast şîret dane wî. Gelo Îbo çi kir? Ewî ev şîret bi milûktî qebûl kirin. Ewî got: “Tiştên ku fem nekirime gotim; . . . Ji ber vêya, ez xwe biçûk divînim û xwelî û tozêda tobe kirinêda me”. Seva milûktiya wî, Yehowa gelek kerem ser wîda barand (Îbo 42:3-6, 12-17). Milûktiya wî ji vê yekê eşkere ye, ku ewî şîreta Elîhû, yê ku ji wî biçûktir bû, qebûl kir (Îbo 32:6, 7). Heger em bifikirin, ku em hewcê şîreta nînin, yan heger kesê ku şîretê dide me, ji me cahiltir be, milûktî wê alî me bike, wekî em dîsa jî şîretê qebûl kin. Belê, me her kesîra lazim e, berê ruhê pîroz nav xweda pêşda bînin û xizmetiyêda diha pêşda herin. w22.02 11 ¶8; 12 ¶12
Pêşem, 6 Tîrmehê
Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtên min in, heger hûn hevdu hiz bikin (Yûhn. 13:35).
Civatêda, lazim e ku em gişk edilayê xwey kin û hizkirinê nîşan kin, wekî tu kes xwe tenê texmîn neke. Gotin û kirinên me dikarin kesên din bişidînin. Gelo tu ça dikarî alî wan xûşk-bira bikî yên ku rastiyêda tenê ne, wekî ewana xwe ça neferên civatê texmîn bikin? Tevî kesên teze hevaltiyê bike. Gava kesên teze tên civînên me, bi dilgermî silavê bide wan (Romayî 15:7). Lê bes nîne ku em tenê silavê bidin wan, gerekê em wext şûnda wanra bibin dost û heval. Lema, hindava yên tezeda qenc be û bide kifşê ku tu bona wan xem dikî. Xîret bike ku tu tengasiyên wan fem bikî, lê nekeve nav şixulên wane şexsî. Hine kesara çetin e dilê xwe vekin, lema jî zorê wan neke. Bi nermî û merîfetî pirsa bide wan û guh bide cabên wan. Mesele, tu dikarî bipirsî ku wana çawa derheqa rastiyê bihîst. w21.06 11 ¶13-14
Înî, 7 Tîrmehê
Ewê dengê min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî (Yûhn. 10:16).
Em vî qedrî qîmet dikin ku em bi yektî Yehowara xizmet dikin. Em kerîk in û şivanê me yek e. Kitêbeke me usa dibêje: “Hergê tu ji vê yektiyê karê distînî, gerekê tu jî aliyê xweda tiştekî bikî wekî vê xwey bikî”. Lema jî, gerekê em “xwe hîn bikin ku em mîna Yehowa ser xûşk û bira binihêrin”. Yehowa me hemûya ça zarên “biçûk” hesab dike. Gelo tu jî usa ser xûşk-bira dinihêrî? Yehowa her tiştî qîmet dike çi ku tu dikî, wekî alî xûşk-bira bikî (Metta 10:42). Em xûşk û bira hiz dikin, lema gerekê em “nig nedine li ber bira, ku nelikumin yan pişk nebin” (Romayî 14:13). Em xûşk û bira ji xwe bilindtir hesab dikin, û em hazir in ku ji dil bibaxşînine wan. Bira em seva kirên kesên din nelikumin, lê “em hindava hevda ser nêta edilayiyê û bawerî avakirinê bin” (Romayî 14:19). w21.06 24 ¶16-17
Şemî, 8 Tîrmehê
Xwedê . . . mezin dike (1 Korn. 3:7, ÎM).
Heger em bi xîret lêkolînê bikin û şîretên Xebera Xwedê û teşkîleta wî jîyîna xweda bînin sêrî, xeyset-hunurên me wê hêdî-hêdî mîna yên Îsa bin. Usa jî, emê Xwedê diha baş nas bikin. Îsa mizgîniya Padşatiyê beramberî toximekî kir, yê ku dilê kesên dilsaxda hêdî-hêdî mezin dibe. Ewî got: “Toxim şîn dibe, bilind dibe û xwexa [toximreş] pê nahese ku ev çawa dibe. Erd ji xwe ber dide, pêşiyê zîl, paşê simbil, peyra jî genimê gihîştî simbilda” (Marqos 4:27, 28). Îsa dixwest bigota wekî hema çawa genim hêdî-hêdî mezin dibe, usa jî merivê ku mizgînê qebûl dike, ruhanîda hêdî-hêdî pêşda diçe. Mesele, çiqas xwendekarên me diha nêzîkî Yehowa dibin, haqas em divînin wekî ewana aliyê başda têne guhastinê (Efesî 4:22-24). Lê yeke gerekê em bîr nekin wekî yê ku toxim mezin dike, Yehowa ye. w21.08 8-9 ¶4-5
Led, 9 Tîrmehê
Ya ku çev dibîne ji ya ku canê meriv dixwaze çêtir e (Waîz 6:9, ÎM).
Em dikarin şabûnê bivînin heger ciyê rast bigerin. Merivê ku bi tiştên “ku çev divîne” şa dibe, ji halê xwe razî ye. Lê merivê ku her tim difikire tenê ser vê yekê çi ku ‘canê wî dixwaze’, pey van tişta dikeve, yên ku cem wî tune ne. Ev bona me çi ders e? Seva ku em şabûnê bivînin, gerekê em dîna xwe bidin ser tiştên ku cem me îda hene û ser nêtên usa ku em bi rastî dikarin bigihîjinê. Gelo bi rastî dibe wekî em ji tiştên ku cem me hene, razî bin? Hine kes difikirin ku ev yek nabe, çimkî meriv cîkî nasitire û her tim tiştên teze digere. Lê bi rastî ew yek dibe! Em dikarin bi tiştên “ku çev divîne” him razî bin him jî şabûnê bistînin. Gelo çi cûreyî? Mesela Îsa derheqa telanta lêkolîn bikin, ya ku Metta 25:14-30-da nivîsar e, û dîna xwe bidinê ku çi hûn dikarin ji vê meselê hîn bin wekî şabûnê unda nekin û çawa şabûna xwe diha zêde kin. w21.08 21 ¶5-6
Duşem, 10 Tîrmehê
Ez him li dera bilind û pîroz rûdinim û him jî bi kesên nimiz [milûk] û nefsbiçûkra me (Îşa. 57:15, ÎM).
Yehowa “nêzîkî dilşkestîya ye”. Wê baş be ku ne tenê rûspî, lê em gişk dil bidin van xûşk û birên hêja. Mesele, gava em ji dil bona wana xem dikin, ev yek wana geş û qewî dike. Yehowa dixwaze ku em nîşanî wan bikin, wekî ew pezên xwe çiqas hiz dike (Metelok 19:17). Usa jî, milûktiya me dikare alî xûşk-bira bike. Em naxwazin bibin sebeb ku ew çevnebariyê me bikin, lê em dixwazin bi saya hunur û zanebûna xwe dil bidin hevdu (1 Petrûs 4:10, 11). Em dikarin gelek tişt hîn bin ji vê yekê ku Îsa hindava şagirtên xweda ça bû. Dinyayêda kes mîna wî tune bû. Dîsa jî, Îsa “şkestî” û “dilmilahîm” bû (Metta 11:28-30). Xeberdana wî dilê meriva digirt, çimkî ewî bi zimanekî hêsa û bi mesela xeber dida (Lûqa 10:21). w21.07 23 ¶11-12
Sêşem, 11 Tîrmehê
Bipirse . . . ji kalên xwe û ewê tera bêjin (Qan. Dcr. 32:7).
Gava pêşin bavêje, wekî tevî xûşk-birên emirda mezin xeberdanê destpêkî. Dibeke çevê wan îda rind navîne, ewana îda nikarin zû rê herin û dengê wan îda qewî nîne, lê ça tê gotinê, dil pîr nabe. Serda jî, wana cem Yehowa “navê baş” qazanc kiriye (Waîz 7:1, ÎM). Bîr neke ku çima Yehowa wana qîmet dike. Qedrê wan bigire. Mîna Êlîşa be. Ew heta xilaziyê cem Êlyas ma, û ewî sê cara wîra got: “Ez te bernadim” (2 Padşatî 2:2, 4, 6). Ji dil guh bide xûşk-birên emirda mezin û bi saya pirsa wana hêlan ke dilê xwe vekin (Metelok 1:5; 20:5; 1 Tîmotêyo 5:1, 2). Mesele, tu dikarî pirsên usa bipirsî: “Gava hûn cahil bûn, hûn çawa bawer bûn wekî riya Yehowa, riya rast e? Qewimandinên jîyîna weda we çawa diha nêzîkî Yehowa kirin? Bi dîtina we, meriv çawa dikare xizmeta Yehowada bextewar bimîne?” (1 Tîmotêyo 6:6-8). Paşê, rind guh bide cabên wan. w21.09 5 ¶14; 7 ¶15
Çarşem, 12 Tîrmehê
Xwedê xwexa vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin, çawa li wî xweş tê (Fîlî. 2:13).
Gava em çi ji destê me tê dikin, wekî mizgînê bela kin û meriva bikin şagirtên Îsa, em nîşan dikin ku em Xwedê hiz dikin (1 Yûhenna 5:3). Hela bifikire: Ji bo vê yekê ku tu Yehowa hiz dikî, tu mizgînê mal bi mal bela dikî. Diqewime serîda tera çetin bû ku vê temiyê bînî sêrî. Gava te cara pêşin wedê xizmetê derê kesekî xistî, dibeke nigên te dilerizîn. Lê te zanibû ku Îsa dixwaze wekî tu vî şixulî bikî, lema te guh da temiya wî. Wext şûnda, tu îda hînî vî şixulî bûyî. Lê gelo tu hê ditirsî hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz bikî? Heger usa ye, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku ew vê tirsê ji dilê te derxe, wekî tu bikaribî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkî. Belê, bi alîkariya Yehowa em dikarin xwestina xwe zêde kin, ku bibine dersdar û meriva bikin şagirtên Îsa. w21.07 3 ¶7
Pêşem, 13 Tîrmehê
Nîşanê bidine ser destê xweyî rastê yan eniya xwe (Eyan. 13:16).
Wedê berê, ser xulama nîşan dihate dayînê, wekî bê kifşê xweyê wan kê ye. Mîna vê yekê, dewletên dinyayê wê bixwazin ku ser dest yan eniya her kesî nîşaneke sîmbolîk hebe. Dêmek, ewana wê bixwazin wekî meriv pê rabûn-rûniştin û nihêrandina xwe, bidine kifşê ku piştgiriya sîstêma polîtîkê dikin. Gelo emê vê nîşana sîmbolîk qebûl bikin û piştgiriya polîtîkê bikin? Kesên ku vê nîşanê qebûl nakin, wê rastî tengasî û peyketina bên. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Tu kes nikaribe ne bikire, ne jî bifiroşe, pêştirî wî, yê ku nîşan . . . ser e” (Eyantî 13:17). Lê xizmetkarên Xwedê zanin çi wê bê serê kesên ku vê nîşanê qebûl bikin (Eyantî 14:9, 10). Dewsa ku vê nîşanê qebûl bikin, ewana wê nîşaneke usa ser destê xwe binivîsin: “Para Yehowa ne” (Îşaya 44:5). Niha ye wede wekî aminiya xwe hindava Yehowa qewî kin. Heger em usa bikin, Yehowa wê mera bibe xweyî û xilazkar! w21.09 18 ¶15-16
Înî, 14 Tîrmehê
Çawa hesin bi hesin tê tûjkirinê, usa jî meriv hesinê hevalê xwe ye (Metlk. 27:17).
Seva ku xizmetêda pêşdaçûyî bin mera alîkariya kesên din lazim e. Pawlosê şandî mêtodên belakirina mizgînê û hînkirinê Tîmotêyo hîn kir, û ewî Tîmotêyo hêlan kir ku ew bi saya van mêtoda alîkariya kesên din jî bike (1 Korintî 4:17). Ça Tîmotêyo, em jî dikarin ji xûşk û birên cêribandî hîn bin. Usa jî em gerekê ji Yehowa alîkariyê bixwazin. Her car ku tu diçî xizmetê, ji Yehowa rêberiyê bixwaze. Bê alîkariya ruhê pîroz, em nikarin serkevin (Zebûr 127:1; Lûqa 11:13). Di duayên xweda raste-rast bêje ku xwestina te çi ye. Mesele, ji Yehowa reca bike ku ew rêberiya te bike wekî rastî wî kesî bêyî, yê ku hazir e guh bide mizgînê. Em usa jî gerekê bona lêkolîna şexsî wext veqetînin. Xebera Xwedê usa dibêje: “Bizanibin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kamilî ye” (Romayî 12:2). Çiqas ku baweriya me zêde dibe ku em li ser riya rast in, kesên ku em mizgînê didin wan wê eseyî baweriya me bivînin. w21.05 18 ¶14-16
Şemî, 15 Tîrmehê
Xebata we boş-betal nîne li ber Xudan (1 Korn. 15:58).
Soz mesele, xwendekarekî te heye û tu bona pêşdaçûyîna wî her tişt dikî û dua dikî. Lê ew dîsa jî ruhanîda pêşda naçe û lazim e tu vê hînbûnê bidî sekinandinê. Yan jî, dibeke heta niha tu xwendekarê te nehatiye nixumandinê. Gelo lazim e tu xwe sûcdar bikî û bifikirî wekî Yehowa xizmeta te kerem nake? Yehowa dîna xwe dide xîret û sebra me. Bona Yehowa, tiştê herî ferz ev e, wekî em şixulê wî bi dil û can bikin, firqî tune meriv guh bidine me yan na. Pawlos usa nivîsî: “Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirên we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike, ya ku we cimeta Xwedêra xizmetkarî kir û dikin jî” (Îbranî 6:10). Heger xîreta me xizmetêda berên baş nayne, dîsa jî Yehowa xîret û hizkirina me tu car bîr nake. Ew yek tê kifşê ji giliyê Pawlosê şandî ji rêza îroyîn. w21.10 25 ¶4-6
Led, 16 Tîrmehê
Ew hemûyên ku Bav dide min, wê bêne cem min û her kesê ku bê cem min, ez tu car berî wî nadim (Yûhn. 6:37).
Qencî û hizkirina Îsa dihate kifşê ji heleqetiya wî tevî şagirtên wî. Ewî zanibû ku fereset û derecên wan ji hev cuda ne. Lema jî, cabdariyên wan ji hev cude dibûn û ewana nikaribûn xizmetêda mîna hev pêşdaçûyî bûna. Dîsa jî, Îsa xîreta her yekî ji wan qîmet dikir. Nihêrandina Îsa ji mesela telanta eşkere ye. Vê meselêda, axa her xulamên xwera “weke qewata” wan şixul da wan. Yek ji van xulama ji yê din zêdetir telant qazanc kir. Lê axa payê herduya mîna hev da: “Eferim, xulamê qenc û amin!” (Metta 25:14-23). Îsa hindava meda jî qencî û hizkirin nîşan dike. Ew zane ku fereset û derecên me ji hev cuda ne, û gava çi ji destê me tê em bi dil û can dikin, ew şa dibe. Gerekê em mîna Îsa qedrê kesên din bigirin. w21.07 23 ¶12-14
Duşem, 17 Tîrmehê
Ez destê xwe li xweyê xwe ranakim (1 Sam. 24:10, ÎM).
Dawid Padşa ne hertim dilremtî dida kifşê. Mesele, gava Nabal, yê ku merivekî qure bû, Dawid û eskerên wî bêhurmet kir û xwarin neda wan, Dawid hêrs ket û safî kir Nabal û hemû mêrên mala wîda, bikuje. Şikir ku jina Nabal, Abîgaîl, ya ku jinikeke qenc û bisebir bû, Dawid ji xûnrêtinê xwey kir (1 Samûyêl 25:9-22, 32-35). Dîna xwe bidin, gava Dawid hêrs ket, ewî got ku Nabal û hemû xulamên wî hêjayî mirinê ne. Carekê jî Dawid fikirî ku mêrê ji çîroka Natan, hêjayî mirinê ye. Îlahî ji dereca duda, em dibeke ecêbmayî dimînin wekî merivekî dilgerm çima safîkirina haqas sert kir. Were em ser kontêkstê bifikirin. Wî çaxî îsafa Dawid nerihet bû. Heger kesek hertim kesên din sert sûcdar dike, ev yek nîşan dike ku ew ruhanîda sist bûye. w21.10 12 ¶17-18; 13 ¶20
Sêşem, 18 Tîrmehê
Pîroz bin, çimkî ezî pîroz im (1 Pet. 1:16).
Ji giliyên rêza îroyîn em divînin, wekî em dikarin çev bidin Xwedayê pîroz Yehowa. Em gerekê rabûn-rûniştina xweda pîroz bin. Ji bo wê yekê ku em gunekar in, em dibeke difikirin, wekî ev yek ji qewata me der e. Petrûsê şandî xwexa jî gelek şaşî dikirin. Dîsa jî mesela Petrûs nîşan dike, wekî em dikarin “pîroz bin”. Hine kes difikirin wekî kesên pîroz tu car nakenin, hertim xwe giran digirin û kincên mexsûs xwe dikin. Lê bi rastî ev yek nayê hesabê pîrozî. Kitêba Pîroz dibêje wekî Yehowa him pîroz e, him jî “Xwedêyê xwezilî” ye, dêmek yekî dilşa ye (1 Tîmotêyo 1:11). Xizmetkarên wî jî dilşa ne (Zebûr 144:15). Îsa wan kesa înkar dikir, yên ku kincên mexsûs xwe dikirin û qenciyê tenê bona wê yekê dikirin, ku bikevine çeva (Metta 6:1; Marqos 12:38). Nihêrandina Mesîhiyên rast derheqa pîroziyê ser hîmê Kitêba Pîroz e. Em bawer in, wekî Xwedayê meyî dilovan, tiştên usa ji me dewa nake, çi ku ji qewata me der e. w21.12 2 ¶1, 3
Çarşem, 19 Tîrmehê
Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, bi temamiya dilê xwe (Marq. 12:30).
Me gelek tiştên qenc ji Xwedê standine. Pêşkêşa herî qîmet ev e, wekî em dikarin wîra xizmet bikin. Gava em “temiyên wî diqedînin”, em nîşan dikin wekî em wî hiz dikin (1 Yûhenna 5:3). Bi hukumê ku Îsa ji Bavê xwe standibû, ewî temî da, wekî em, merivên ji hemû mileta bikin şagirtên wî û wana binixumînin (Metta 28:19). Usa jî ewî temî da, wekî em hevdu hiz bikin (Yûhenna 13:35). Belê, Yehowa wê kesên guhdar bike para malbeta xweye hemdinyayê (Zebûr 15:1, 2). Meriva hiz bike. Hizkirin hunurê Yehowa ya sereke ye (1 Yûhenna 4:8). Pêşiya ku me wî nas kir, Yehowa îda me hiz dikir (1 Yûhenna 4:9, 10). Gava em meriva hiz dikin, em çev didine Yehowa (Efesî 5:1). Heta wext heye, wê baş be ku em alî meriva bikin, wekî ewana Yehowa nas bikin. Bi vê yekê, emê nîşan kin, wekî em meriva hiz dikin (Metta 9:36-38). Bi saya vê yekê, em mecalê didin wan ku ew jî bibin neferên malbeta Yehowa. w21.08 5-6 ¶13-14
Pêşem, 20 Tîrmehê
Tu hizkirin ser wê hizkirinêra tune (Yûhn. 15:13).
Îsa gelek Yehowa hiz dike, lema jî ewî him bona xatirê Bavê xwe him jî bona me emirê xwe qurban kir (Yûhenna 14:31). Jîyîna Îsaye ser erdê eşkere dikir, ku ew meriva çiqas hiz dike. Roj bi roj, ew hindava meriva, hela hê hindava dijminên xwe jî, bi hizkirin û dilşewat bû. Hizkirina xwe hindava meriva Îsa vê yekêda dida kifşê, ku derheqa Padşatiya Xwedê wana hîn dikir (Lûqa 4:43, 44). Serda jî Îsa hazir bû ku bikeve destê gunekara, biçerçire û bê kuştinê. Ev yek nîşan dike ku Îsa çiqas Xwedê û meriva hiz dike. Bi saya vê qurbanê, ewî riya jîyîna herheyî bona me hemûya vekiriye. Me jîyîna xwe daye destê Yehowa û em hatine nixumandinê, çimkî em Bavê xweyî ezmana hiz dikin. Lema jî mîna Îsa, gerekê em hindava meriva baş bin û bi vî cûreyî nîşan kin ku em Yehowa hiz dikin. Yûhennayê şandî nivîsîbû: “Heger ewê birê xwe ku dibîne hiz nake, wê çawa bikaribe Xwedê hiz bike ku nabîne?” (1 Yûhenna 4:20). w22.03 10 ¶8-9
Înî, 21 Tîrmehê
Binihêrin ku hûn nigê xwe fesal bavêjin, nebine mîna bêfema, lê mîna serwaxta. Dest bidine ber wext (Efes. 5:15, 16).
Çiqas jî em hiz dikin wedê xwe bona Yehowa xerc kin, dîsa jî carna ev yek hêsa nîne. Her roj hezar şixulên me hene û carna zor e bona tiştên ruhanî wext veqetînin. Cabdariyên malbetê, xebat û gelek şixulên din haqas wext ji me distînin, ku em diqewime difikirin wekî wedê me bona dua, lêkolîn û fikirandina kûr namîne. Usa jî, hine tiştên din jî dikarin wede ji me bistînin. Heger em fesal nîbin, em dikarin bi zêdeyî şixulên usava mijûl bin, çi ku diqewime xirab nînin, lê axiriyêda wedê me wê nemîne, seva ku em dostiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Em hilbet carna hewcê hêsabûnê ne, lê heger em fesal nîbin û gelek wede ser hêsabûnê xerc kin, wedê me bona şixulê ruhanî wê nemîne. Hemikî wedederbazkirinên ku em dijbêrin, dikarin baş bin, lê dîsa jî gerekê em bîr nekin wekî hêsabûn, tiştê herî ferz nîne (Metelok 25:27; 1 Tîmotêyo 4:8). w22.01 26 ¶2-3
Şemî, 22 Tîrmehê
Xerîbê ku nava weda bimîne bona we bira mîna binelîyê welatê we be, weke xwe wî hiz bikî (Qan. Kah. 19:34).
Gava Yehowa Îsraêliyara got, wekî ewana meriva hiz bikin, ev yek nedihate hesabê ku gerekê ewana tenê Îsraêliya hiz bikin. Wana gerekê yên xerîb jî hiz kirana, ku nav wanda dijîtin. Ev yek ji Qanûna Kahîntiyê 19:33, 34 tê kifşê. Lazim bû, wekî ewana xerîba ça bineliyên xwe hesab kin û wana mîna xwe hiz bikin. Mesele, wana gerekê îzin bida him xerîba him jî kesîba, wekî simbilên bermayî top bikin (Qanûna Kahîntiyê 19:9, 10). Ev prînsîp bona Mesîhiyên îroyîn jî ferz e (Lûqa 10:30-37). Gelo ça? Temamiya dinyayêda, bi mîlyona koçber hene, û dibeke hinek ji wan nêzîkî me dijîn û gelek ferz e, wekî em qedrê wan bigirin. w21.12 12 ¶16
Led, 23 Tîrmehê
Ewên ku Yehowa digerin wê kêmasiya tu qenciyê nevînin (Zeb. 34:10, DT).
Çiqas zêde em jîyîna xweda rêberiya Yehowa bigerin, haqas emê diha bawer bin ku ew dikare axiriyêda me xilaz ke. Jîyîna meda gelek mecal hene wekî nîşan kin, ku em xwe dispêrin Yehowa. Mesele, bawerî û xwestineke qewî lazim e, ku em herin bal mezinê xebata xwe û ji wî bixwazin wekî îznê bide me em herin ser civata mezin. Yan jî wekî ew grafîka xebata me biguhêze, seva ku em bikaribin herin hemû civata û diha zêde xizmet kin. Lê heger mezinê xebata me qayîl nîbe û me ji xebatê derxe, hingê emê ça xwe bidine kifşê? Gelo emê bawer bin, wekî Yehowa wê me tu car tenê nehêle û bona hewcên me xem bike? (Îbranî 13:5) Serhatiyên gelek xûşk-birên me ku xizmeta hertimda nin, nîşan dikin, wekî Yehowa timê tê hewara xizmetkarên xwe. Belê, Yehowa amin e. Yehowa tevî me ye, lema jî ne lazim e wekî em axiriyê bitirsin. Heta ku em şixulê Padşatiyê datînin ciyê pêşin, Yehowa wê tu car me nehêle. w22.01 7 ¶16-17
Duşem, 24 Tîrmehê
Hûn ne bona meriva, bona Xudan serwêrtiyê dikin (2 Dîr. 19:6).
Gelo baweriya me hindava rûspiya çawa dikare bê cêribandinê? Bide ber çevê xwe, wekî kesê ku ji civatê hatiye derxistinê, ew hevalê meyî nêzîk e. Dibeke em berxwe dikevin hela rûspiya bi rastî dîna xwe dane hemû faktora yan na. Usa jî, dibeke em dudilî bin hela wana bi rastî li gora xwestina Yehowa ev yek safî kirine yan na. Gelo çi dikare alî me bike wekî em safîkirina wan qebûl kin? Gava kesek ji civatê tê derxistinê, gerekê em bîr nekin wekî ev yek bona kara civatê ye û dikare kesê gunekarra jî karê bîne. Heger kesekî ku tobe nake civatêda bimîne, ew dikare zirarê bide civatê (Galatî 5:9). Usa jî, dibeke ew fem neke ku gunê wî çiqas giran e, û xîret neke wekî nihêrandin û rabûn-rûniştina xwe rast ke, seva ku dîsa dostiya xwe tevî Yehowa qazanc ke (Waîz 8:11). Em dikarin bawer bin ku gava rûspî safî dikin wekî kesek gerekê ji civatê bê derxistinê, ewana vê safîkirinê li gora prînsîpên Yehowa dikin. w22.02 5-6 ¶13-14
Sêşem, 25 Tîrmehê
Ew qamîşê perçiqî hûr nake, pilta diçirûse vênasîne (Met. 12:20).
Heger kesek sêrîda şîreta ser hîmê Kitêba Pîroz qebûl neke jî, lazim e ku rûspî dîsa jî heyf û bi sebir bin. Heger şîreta wan derbêra qebûl nakin yan jî nadine xebatê, gerekê ewana hêrs nekevin. Lema jî wê baş be, ku rûspî duayên xweye şexsîda ji Yehowa hîvî ke, wekî kesê ku hewcê şîretê ye kerem ke, alî wî bike nêta şîretê fem ke û vê şîretê bide xebatê. Dibeke wî kesîra, yê ku şîretê distîne, wext lazim e wekî ser vê şîretê bifikire. Heger şîret bi sebir û bi nermî bê dayînê, wê wîra diha hêsa bê şîretê qebûl ke. Hemikî ferz e wekî şîret timê ser hîmê Kitêba Pîroz bê dayînê. Usa jî, bîr neke wekî şîreta te gerekê ne tenê kêrhatî be, lê usa jî dilê xûşk-bira şa ke (Metelok 27:9). w22.02 18 ¶17; 19 ¶19
Çarşem, 26 Tîrmehê
Gumana ku derengî dibe, dil dêşîne (Metlk. 13:12).
Gava em Yehowara dua dikin, wekî ew qewatê bide me seva ku serî bi tengasîkîra derxin yan seva ku em kêmasîke xwe alt kin, em dibeke xemgîn dibin ku çima cab derengî dikeve. Gelo Yehowa çira derbêra caba hemû duayên me nade? Çaxê em ji dil dua dikin, ew divîne wekî em bi rastî baweriya xwe wî tînin (Îbranî 11:6). Gava em dua dikin, Yehowa dixwaze bivîne hela em li gora duayê xwe her tişt dikin û xîret dikin, wekî qirara wî bînin sêrî, yan na (1 Yûhenna 3:22). Mesele, gava em dixwazin terka xeysetekî xirab yan sistbûnekê bidin, wê mera lazim be bi sebir çi ji destê me tê bikin, wekî serkevin. Ji vê gotina Îsa, em fem dikin wekî caba hine duayên xwe emê derbêra nestînin: “Bixwazin hûnê bistînin, bigerin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe. Çimkî kî ku dixwaze distîne, kî ku digere dibîne û kî ku derî dixe ber vedibe” (Metta 7:7, 8). w21.08 8 ¶1; 10 ¶9-10
Pêşem, 27 Tîrmehê
Hînkirina Te çiqasî ez hiz dikim! Temamîya rojê ez ser wê difikirim (Zeb. 119:97).
Seva ku baweriya te diha qewî be, gerekê tu berdewam kî Kitêba Pîroz lêkolîn bikî (Yêşû 1:8). Dîna xwe bidê ku Kitêba Pîroz çawa pêxembertî kiribû, wekî çi wê biqewime, û gotinên nivîskarên Kitêba Pîroz çawa hevva girêdayî ne. Bi vî cûreyî, baweriya te wê diha qewî be ku Xwedayekî dilovan û bîlan em efirandine û Kitêba Pîroz ji bîna ber wî hatiye nivîsandin (2 Tîmotêyo 3:14; 2 Petrûs 1:21). Gava tu Kitêba Pîroz lêkolîn dikî, bîne ber çevê xwe wekî şîretên wê çiqas kêrhatî ne. Mesele, Kitêba Pîroz ji berêva gotibû ku “perehizî” tiştekî xirab e û dibe sebeba “kul û derda” (1 Tîmotêyo 6:9, 10; Metelok 28:20; Metta 6:24). Belê, bi rastî jî şîreta Kitêba Pîroz ku “perehiz” nîbin, çiqas kêrhatî ye! Bi texmîna te, dîsa kîjan prînsîpên din ji Kitêba Pîroz kêrhatî ne? Çiqas em şîretên Kitêba Pîroz qîmet bikin, haqas emê xwe bispêrin bîlaniya Xwedê, ku her tim kêrhatî ye (Aqûb 1:5). Axiriyêda, emê ji jîyîna xwe diha zêde şabûnê bistînin (Îşaya 48:17, 18). w21.08 17-18 ¶12-13
Înî, 28 Tîrmehê
Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirên we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike (Îbrn. 6:10).
Heger tu îda kal yan pîr bûyî, bawer be wekî Yehowa şixulê ku te cahiltiya xweda dikir, bîr nekiriye. Te mizgîna Padşatiyê bi dil û can bela dikir. Te himberî tengasiya sebir dikir, te hertim guh dida qanûnên Xwedê û te cabdariyên giran dianîne sêrî. Te çi ji destê te dihat dikir, wekî li gora rêberiya teze ya teşkîleta Yehowa bijîyî. Te dilê xûşk-bira qewî dikir, wekî ewana xizmeta xwe ça pêşengên hertim, berdewam kin. Belê, Yehowa te gelek hiz dike, çimkî tu wîra amin dimînî. Xwedê soz dide ku ewê xizmetkarên xweye amin nehêle (Zebûr 37:28). Ew usa dibêje: “Heta hûn porspî bibin jî ezê we hilgirim” (Îşaya 46:4, ÎM). Lê nefikire ku heger tu kal yan pîr bûyî, tu teşkîleta Yehowada îda kêrî tiştekî nayêyî. Bawer be ku bi rastî rola te gelek ferz e! w21.09 3 ¶4
Şemî, 29 Tîrmehê
Dilê Xudan li ser xofkêşên Wî dişewite (Zeb. 103:13).
Rema Yehowa bîlaniya wîye mezinva girêdayî ye. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Serwaxtiya jorin . . . bi remê û berên qenciyêva tijî ye” (Aqûb 3:17). Çawa bavekî dilovan, Yehowa zane ku rema wî karê dide zarên wî (Îşaya 49:15). Meriv çiqas qisûrdar bin jî, ewana dikarin xwe bavêjin ber rema Xwedê. Bîlaniya Yehowa bêsînor e. Lema, heger menî hebin, ew hazir e remtiyê bide kifşê. Yehowa rema xwe bi serwaxtî eyan dike, lema ev nayê hesabê wekî ew çevê xwe ser guna dadide. Belê, safîkirina Yehowa hertim bi bîlanî ye û bona qenciya me ye. Besa xeberê xizmetkarekî Xwedê bi hemdê xwe gune kiriye. Gerekê em çi bikin? Ji bîna ber Xwedê, Pawlosê şandî usa got: “Tevî wî nebin” (1 Korintî 5:11). Kesên ku gunên giran dikin û tobe nakin, ji civatê têne derxistinê. Ev yek lazim e seva ku xûşk-birên amin bên parastin û prînsîpên Yehowa xwey kin. w21.10 9-10 ¶7-8
Led, 30 Tîrmehê
Xwedê yê bi dil û eşq dide hiz dike (2 Korn. 9:7).
Qurbankirinên bona şixulê Padşatiyê jî pareke hebandina me ye. Îsraêliyara hatibû gotinê wekî “dest vala li ber Xudan nesekinin” (Qanûna Ducarî 16:16). Wana dikaribû haqas bianiyana, çiqas ku destê wanda hebû. Bi vê yekê wana dikaribû razîbûna xwe bidana kifşê, bona her tiştê ku Yehowa seva wan kiribû. Gelo em çawa dikarin nîşan kin, wekî em Yehowa hiz dikin û keremên ku em ji wî distînin, gelek qîmet dikin? Wê baş be ku em çiqas ji destê me tê pê qurbanên xwe piştgiriya civata xwe û şixulê hemdinyayê bikin. Pawlosê şandî usa gotibû: “Heger hûn bi rezedilî komekê bidin, ew weke wê yekê qebûl e, çiqas destê kêva tê, lê ne weke wê yekê, ku dêstda tune” (2 Korintî 8:4, 12). Bona Yehowa, tiştê herî ferz ne ev e ku emê çiqas bidin, lê ev e ku em ji dil vê yekê bikin (Marqos 12:42-44). w22.03 24 ¶13
Duşem, 31 Tîrmehê
Yên bêpergale bêxîret şîret kin, dil bidine ber tirsoneka, kêrî ketiya werin, hindava hemûyada sebira we hebe (1 Têsln. 5:14).
Rûspî hemikî nikarin hemû çetinayên xûşk-bira safî kin. Dîsa jî, Yehowa dixwaze ku rûspî çi ji destê wan tê bikin, wekî xizmetkarên wî qewî kin û biparêzin. Heger şixulên rûspiya gelek in, ewana ça dikarin alîkariyê bidine xûşk-bira û dilbîniyê bidine wan? Çev bidine mesela Pawlosê şandî. Pawlos mecal digeriya ku payê xûşk-bira bide û wana bişidîne. Wê baş be ku rûspî çev bidine wî û bi dilovanî alî xûşk-bira bikin (1 Têsalonîkî 2:7). Pawlos wanra digot wekî ew wana hiz dike û Yehowa jî wana hiz dike (2 Korintî 2:4; Efesî 2:4, 5). Pawlos xûşk-bira ça dostên xwe hesab dikir û tevî wana wede derbaz dikir. Ev yek ku ewî wanra aza derheqa tirs û kêmasiyên xwe gilî dikir, nîşan dike wekî ewî îtbariya xwe wana dianî (2 Korintî 7:5; 1 Tîmotêyo 1:15). Lê Pawlosê şandî herî zêde dîna xwe nedida derdên xwe, lê ewî dîna xwe dida ser vê yekê ku ça alî xûşk-bira bike. w22.03 28 ¶9-10