Tebax
Sêşem, 1 Tebaxê
Bavo, bibaxşîne van (Lûqa 23:34).
Bi van gotina, gelo Îsa besa kê dikir? Ça tê kifşê, ewî besa eskerên Romayî dikir, yên ku dest û piyên wî bi mixa qul kirin. Gava meriva Îsa Mesîh neheqî dikir, dilê wî dîsa jî bi kîn û nefretêva tije nedibû (1 Petrûs 2:23). Mîna Îsa, gerekê em hazir bin ku bibaxşînin meriva (Kolosî 3:13). Merivên me yan kesên din dibeke miqabilî me dertên, çimkî baweriya me fem nakin. Ewana dibeke derheqa me derewa bela dikin, me li ber kesên din bêhurmet dikin, edebyetên me diqelişînin yan jî me didine tirsandinê. Çi jî hebe, wê baş be ku em kînê nejon, lê ji Yehowa reca bikin wekî ew çevê dijmina veke, seva ku ewana rastiyê fem bikin (Metta 5:44, 45). Carna dibeke li me zor tê ku em bibaxşînin meriva, îlahî heger em ji aliyê wanva rastî neheqiyên mezin hatine. Lê heger em îznê bidin ku kîn û nefret di dilê meda kok berdin, emê zirarê bidin xwe (Zebûr 37:8). Gava em safî dikin ku bibaxşînin kesekî, em îzinê nadin wekî ew derecên nebaş li ser me xirab hukum kin (Efesî 4:31, 32). w21.04 8-9 ¶3-4
Çarşem, 2 Tebaxê
Çiqasî [wî] . . . bînteg dikirin (Zeb. 78:40, 41).
Gava merivekî me ji civatê tê derxistinê, agir dilê me dikeve. Hela bidine hesabê xwe ku gava hine melek ji malbeta Yehowa pişta xwe dane wî, dilê wî çiqas êşiya! (Cihûda 6) Xwedê Îsraêliya jî gelek hiz dikir, lê ewana gelek car miqabilî wî radibûn. Gelo ew yek ser Yehowa ça hukum dikir? Kitêba Pîroz dibêje wekî ew bînteng dibû û dilê wî dêşiya (Zebûr 78:41). Çaxê merivekî teyî hizkirî rastiyê dihêle, bawer be ku dilê Yehowa jî dêşe. Lema jî ew êşa te fem dike, û ew wê bi dilşewatî alî te bike. Çaxê kur yan qîza delal Yehowa dihêle, dê-bav gelek car xwe dipirsin, gelo wana bi rastî her tişt kiribû wekî zara wan ser riya rastiyê bimîne. Birakî me usa dibêje: “Min xwe sûcdar dikir. Min xewnên xirab didîtin”. Xûşkekê me jî ku rastî dereceke usa hatibû dibêje: “Ez difikirîm ku ez dayikeke xirab bûm û min ça lazim e alî kurê xwe nekiribû wekî ew Yehowa hiz bike”. w21.09 26 ¶1-2, 4
Pêşem, 3 Tebaxê
[Ew] pê hesiyan ku evana merivne nexwendî û nezan in (Kar. Şand. 4:13).
Hine kes difikirin ku xizmetkarên Xwedê mektebên rêlîgî xilaz nekirine, û lema îzna wan tune ku Kitêba Pîroz hîn bikin. Lê ferz e ku ew lêkolîn bikin ku çi rast e û çi na. Gava Lûqa kitêba xwe nivîsî, ewî jî usa kir. Ewî bi xîret her tiştî rind lêkolîn dikir, wekî xwendevan têderxin hela tiştên ku wana derheqa Îsa Mesîh bihîstibûn, rast in yan na (Lûqa 1:1-4). Cihûyên ku li bajarê Beroyayê dijîtin jî mîna Lûqa bûn. Gava wana mizgîna derheqa Îsa Mesîh cara pêşin bihîst, ewana “her roj nivîsarada kûr dibûn, ka ev tişt usa ne” (Karên Şandiya 17:11). Îro jî lazim e ku meriv rind lêkolîn bikin û gotinên Şedên Yehowa bi gotinên Kitêba Pîroz beramberî hev kin. Usa jî, wê baş be ku ewana terîxa Şedên Yehowa jî lêkolîn bikin. Heger meriv vê yekê bikin, ewana wê nekevin ber bayê nihêrandina nerast. w21.05 3 ¶7-8
Înî, 4 Tebaxê
Dilê xwe . . . vekin (2 Korn. 6:13).
Ji civata xwe, gelo tu dikarî kê teglîfî mala xwe bikî? Carna dibeke xûşk û birên me hê zêde hewcê hevaltiya me ne. Mesele, wedê cejna, gava hemû merivên wan yên nebawermend tevayî kêf dikin, ewana xwe dibeke tenê texmîn dikin. Yan jî, ewana dibeke hine roja, mesele wedê eyda mirina merivekî xwe, gelek dilteng dibin. Gava em wedê usa gazî van kesa dikin ku tevayî wext derbaz bikin, em nîşan dikin wekî em bona wan xem dikin (Fîlîpî 2:20). Gelek sebeb hene ku em xwe carna tenê texmîn bikin. Lê gerekê em bîr nekin ku Yehowa haş ji me û hestên me heye. Ew bona hewcên me xem dike, û ew vê yekê gelek cara bi saya xûşk û bira dike (Metta 12:48-50). Wê baş be ku em bi dil û can piştgiriya malbeta xweye ruhanî bikin. Bi vê yekê, em dikarin nîşan bikin ku em ji Yehowa şikirdar in, çimkî ewî xûşk û birên ruhanî daye me. Halê me çi be jî, em tenê nînin, çimkî Yehowa me tu cara tenê nahêle! w21.06 13 ¶18-20
Şemî, 5 Tebaxê
Nava pûtparistada hûn xwe usa pergal xwey kin, wekî çi tiştîda jî we rezîl bikin çawa xirab, kirên weye qenc bibînin û şikiriyê bidine Xwedê (1 Pet. 2:12).
Hine meriv çiqas guh nedida Îsa jî, ewî şabûna xwe unda nedikir û berdewam dikir mizgînê bela ke. Gelo çima? Ewî zanibû ku meriv çiqas hewcê rastiyê ne, û ewî dixwest mecalê bide meriva ku ewana mizgîna Padşatiyê qebûl bikin. Usa jî, ewî zanibû ku hine kesên ku sêrîda guh nedidane mizgînê wê paşê bêne ser riya rastiyê. Mesele, bîne bîra xwe dema ku Îsa Mesîh li dinyayê xizmet dikir, birên wî nebûn şagirtên wî (Yûhenna 7:5). Lê paşî ku ew ji mirinê rabû, ewana bûne şagirtên wî (Karên Şandiya 1:14). Em nizanin ku xilaziyêda, kî wê rastiya Kitêba Pîroz qebûl bike û kî na. Hine kesara diha zêde wext lazim e ku ewana mizgînê qebûl bikin. Kesên ku guh nadin mizgînê dîsa jî şixulên me yên baş dibînin, û rojekê, diqewime ewana wê “şikiriyê bidine Xwedê”. w21.05 18 ¶17-18
Led, 6 Tebaxê
Gava hûn herin, dannasîn kin û bêjin: “Padşatiya Ezmana nêzîk bûye” (Met. 10:7).
Gava Îsa Mesîh ser erdê bû, ewî şagirtên xwera got ku gerekê ewana du tişta bikin. Ewî got ku gerekê ewana mizgîna Padşatiyê bela kin, û nîşan kir ku gerekê ewana vê yekê çawa bikin (Lûqa 8:1). Mesele, ewî hîn kir ku gerekê ewana çi bikin gava meriv mizgînê qebûl kin yan jî qebûl nekin (Lûqa 9:2-5). Usa jî, Îsa pêşda got ku mizgîn gerekê hemû miletara bê dayînê (Metta 24:14; Karên Şandiya 1:8). Ewî şagirtên xwera got ku ewana gerekê meriva hîn bikin, wekî ewana hemû temiyên wî, pêk bînin. Îsa Mesîh pêşda got ku ev şixulê ferz wê “heta xilaziya dinyayê”, dêmek heta rojên me, berdewam bike (Metta 28:18-20). Xêncî vê yekê, Îsa xewn-xeyalêda Yûhennayê şandîra eyan kir, ku hemû şagirtên wî gerekê alî meriva bikin wekî ewana Yehowa nas bikin (Eyantî 22:17). w21.07 2-3 ¶3-4
Duşem, 7 Tebaxê
Em kubar nebin, agirê hev gur nekin û hevsûdiyê li hevdu nekin (Galt. 5:26).
Îro, gelek kes herî zêde xwe hiz dikin. Lema jî ewana hevdura dikevine lecê. Mesele, bîznêsêda hine meriv mêtodên usa didine xebatê, ku ziyanê didine bîznêsmênên din, wekî bîznêsa xwe pêşda bivin. Sportêda hine sportsmên qesta hevdu birîndar dikin, wekî lecêda serkevin. Mektebêda hine şagirt kopiyên êkzamîna ji kesekî din dikişînin, seva ku bikevin ûnîvêrsîtêta bilind. Em ça şagirtên Îsa zanin ku kirên usa, “kirên binyata însên” in (Galatî 5:19-21). Lê gelo dibe ku civatêda hine xûşk-bira bê hemdê xwe hevdura bikevine lecê? Ev pirseke gelek ferz e û em gerekê haş ji xwe hebin, çimkî ew yek dikare yektiya me xirab ke. Wê baş be wekî em dîna xwe bidin serhatiyên hine kesên amin, yên ku hevdura nediketine lecê. w21.07 14 ¶1-2
Sêşem, 8 Tebaxê
Xwezî li wî ku xem dike bona yê kesîb, rojên tengasîyêda Xudanê wî xilaz ke (Zeb. 41:1).
Hizkirina amin me hêlan dike wekî em alî yên dilteng bikin. Kesên dilgerm bi rezedilî piştgiriya xûşk û birên dilteng dikin. Ewana xûşk-bira hiz dikin, û hazir in ku çi ji destê wan tê bikin seva alî wan bikin (Metelok 12:25; 24:10). Pawlosê şandî jî usa got: “Dil bidine ber tirsoneka, kêrî ketiya werin, hindava hemûyada sebira we hebe” (1 Têsalonîkî 5:14). Gava xûşk yan birak dilteng e, wê baş be wekî em rind guh bidinê û jêra bêjin wekî em jê hiz dikin. Çaxê em bona berxên Yehowa xem dikin, Xwedê ji me razî dibe û vê yekê bîr nake. Metelok 19:17 dibêje: “Yê ku alîkarîya kesîb dike, ew deyn dide Xudan û Xudanê ji ber dayîna wîva, wî xelat ke”. w21.11 10 ¶11-12
Çarşem, 9 Tebaxê
Tem kin û bizanibin ku Xudan ça qenc e! Xwezî wî merivî, yê ku xwe daye bin sîya Wî (Zeb. 34:8).
Gelo em çawa dikarin xwe îda nihada bona axiriyê hazir kin? Gerekê em bi tiştên ku destê meda hene razî bin û herî zêde dostiya xweye tevî Yehowara şa bin. Çiqas nêzîk em Xwedê nas bikin, haqas baweriya me wê hindava wî qewî be, ku wedê hicûmkirina Gog ji Magogê, ewê me xilaz ke. Giliyên ji rêza îroyîn nîşan dikin ku Dawid çira hewara xwe Yehowa dadixist. Ewî gelek car îtbariya xwe Yehowa dianî, û Yehowa ew tu car tenê nedihîşt. Gava Dawid hê cahil bû, ew himberî Golyatê Filîstî derketibû û vî eskerê terikîra usa got: “Îro wê Xudan te bide destê min” (1 Samûyêl 17:46, ÎM). Paşê, gava Dawid ber destê Şawûl Padşa xizmet dikir, Şawûl çend cara dixwest ew bikuşta, lê Yehowa tevî Dawid bû (1 Samûyêl 18:12). Ew yek ku Dawid cahiltiyêda destê Yehowa dîtibû, baweriya wî qewî kir, wekî Yehowa wê dîsa alî wî bike. w22.01 6 ¶14-15
Pêşem, 10 Tebaxê
Hemûya lawên Xwedê bi kêfxweşiyêva bang dikirin (Îb. 38:7).
Yehowa hemû şixulên xwe bi sebir tîne sêrî, firqî tune bona vê yekê çiqas wede lazim be jî. Ew vê yekê him bona pîrozkirina navê xwe, him jî bona qenciya meriva dike. Werên em dîna xwe bidine vê yekê, ku çawa Yehowa gav pey gav erd bona meriva hazir dikir. Kitêba Pîroz dibêje Yehowa “pîvanên wê”, “bingehên wê” û “kevirê wê” danî (Îbo 38:5, 6). Yehowa hela hê wede vediqetand, wekî ser kirên destê xwe binihêre (Destpêbûn 1:10, 12). Bîne ber çevê xwe melek çiqas şa dibûn gava Yehowa tiştekî teze çêdikir. Kitêba Pîroz dibêje wekî wana bi şabûnê ‘bang dikir’. Ew yek çi me hîn dike? Bi hezara sal lazim bûn wekî Yehowa efirandinê xilaz ke, û gava Yehowa ser hemû karên destê xwe nihêrî, ewî got ku “ew gelekî qenc bûn” (Destpêbûn 1:31). w21.08 9 ¶6-7
Înî, 11 Tebaxê
Eferim, xulamê qenc û amin! (Met. 25:23)
Vê mesela Îsada, mêrekî dixwest here welatekî din. Pêşiya ku ew çû, ewî gazî xulamên xwe kir û telant dan wan, wekî ewana van telanta bikine nava şixul. Axayê wan li gora fereset û qewata wan, telant dane wan, xulamekîra pênc telant, yê dinra du telant û yê sisiyara jî telantek da. Du xulama telantên ku wanra hatibûn tesmîlkirinê, rind dane xebatê, lê yê sisiya tu tişt nekir, lema jî axayê wî berî wî da. Mîna xulamê pêşin, yê duda jî cabdariya xwe rind anî sêrî. Ewî bi dil û can şixulê axayê xwe pêşda bir, û telantên ku ewî standibûn, du car zêde kir. Ev xulam jî seva hunur û xîreta xwe hate xelatkirin. Axa him ji wî razî bû, him jî safî kir wekî ev xulam hêja ye ku diha zêde cabdariya bistîne. w21.08 21 ¶7; 22 ¶9-10
Şemî, 12 Tebaxê
Ezê demeke nêzîkda careke din erd û ezman . . . bihejînim (Hag. 2:6, ÎM).
Van rojên axiriyê, Yehowa bi rastî jî sebreke mezin eyan dike. Ew naxwaze ku kesek bimire (2 Petrûs 3:9). Ew mecalê dide her kesî ku tobe bike. Lê sînora sebra Xwedê jî heye. Kesên ku vê mecalê nedine xebatê, wê bikevin halê Firewinê rojên Mûsa. Yehowa wîra gotibû: “Heger min destê xwe dirêj kira û bi nexweşîya hal li te û cimeta te xista, tê ser dinê bihatayî undakirinê. Lê bona vê yekê min tu xweykirî, wekî qewata xwe nîşanî te bikim û li ser temamîya dinyayê navê min bê gotinê” (Derketin 9:15, 16). Rojekê, hemû milet wê bizanibin ku Xwedayê rast, Yehowa ye (Hezeqêl 38:23). Mena hejandina ku rêza rojêda hatiye dayînê ev e, ku heger meriv mîna Firewin serwêrtiya Yehowa qebûl nekin, wê ser heta-hetayê qir bin. w21.09 18-19 ¶17-18
Led, 13 Tebaxê
Tevî yên şa dibin şa bin û tevî yên digirîn bigirîn (Rom. 12:15).
Diqewime merivekî teyî hizkirî ji civatê hatiye derxistinê û seva vê yekê dilê te dêşe? Lê heger gotinên hine xûşk-bira dilê te diha dêşînin, tu dikarî çi bikî? Hine kes carna bê hemdê xwe tiştekî nerast dibêjin (Aqûb 3:2). Em gişk gunekar in, lema jî heger hine kes nizanin çi bêjin yan jî me bi gotinên xwe eciz bikin, gerekê em ecêbmayî nemînin. Vê şîreta Pawlosê şandî bîr neke: “Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe” (Kolosî 3:13). Berdewam ke piştgiriya malbetên usa bike, yên ku Xwedêra amin dimînin. Hizkirin û dilgermiya te wanra gelek lazim e (Îbranî 10:24, 25). Carna, gava kesek ji civatê tê derxistinê, hine xûşk-bira xwe ji malbeta wî jî dûr digirin, tê bêjî ewana jî ji civatê hatine derxistinê. Tu car vê şaşiyê nekin! Îlahî xûşk-birên cahil, dê-bavê kîjana Yehowa hîştin, hewcê payî û dilbîniyê ne. w21.09 29 ¶13-14; 30 ¶16
Duşem, 14 Tebaxê
Yê serwaxt bibihê hê zanebûna xwe zêde ke (Metlk. 1:5).
Çaxê kesekî emirda mezin û kesekî cahil hevdura xeber didin, herdu jî karê distînin (Romayî 1:12). Kesê cahil wê diha baş fem bike ku Yehowa xizmetkarên xweye amin çawa xwey dike, û yê emirda mezin wê şa be, çimkî xûşk yan birê cahil wî qîmet dike. Kesê emirda mezin wê bi şabûnê besa serhatiyên xwe û keremên Yehowa bike. Sal derbaz dibin û bedewbûna rûva jî derbaz dibe, lê xizmetkarên Yehowaye amin ber çevê wî diha bedew dibin (1 Têsalonîkî 1:2, 3). Gelo çima? Çimkî wana bi gelek sala îzin dane wekî ruhê Xwedê wana hîn bike û alî wan bike hunurên baş nav xweda pêşda bînin. Çiqas ku em van xûşk û birên delal nas bikin, qedirê wan bigirin û ji wan hîn bibin, haqas emê bivînin ku ewana bi rastî jî xiznên gelek qîmet in. Çawa ku ferz e wekî kesên cahil qedrê kesên emirda mezin bigirin, bona pêşdaçûyîna civatê usa jî gelek ferz e, wekî kesên emirda mezin xûşk-birên cahil qîmet kin. w21.09 7 ¶15-18
Sêşem, 15 Tebaxê
Loma nekin, ku lome li we nebin. Hûn çi loma bikin, ew lome jî wê li we bibin (Met. 7:1, 2).
Em gerekê nebin kesên dilkevir, lê mîna Xwedayê me, “xweyê rema dewlemend” bin (Efesî 2:4). Dilremî ne tenê hestê dilê me ye. Kesê ku bi rastî dilrem e, pê şixulên xwe dilremtiyê îzbat dike. Wê baş be ku em rind dîna xwe bidin hewcên malbet û civata xwe. Bi rastî gelek mecal hene hindava merivada remê bidine kifşê! Mesele, heger kesek hewcê dilbîniyê ye, em dibeke dikarin bona wî xwarinê çêkin yan bi cûrekî din alî wî bikin. Yan jî, gava kesê ku ji civatê hatibû derxistinê vedigere civatê, ew dibeke hewcê berdiliyê û hevaltiyê ye. Usa jî, gerekê em merivara besa mizgîniyê bikin (Îbo 29:12, 13; Romayî 10:14, 15; Aqûb 1:27). Her roj gelek mecal vedibin, wekî em hindava merivada dilremtiyê bidine kifşê. Heger em dilrem bin, Bavê meyî ezmana, ku “xweyê rema dewlemend e”, wê ji me razî be! w21.10 13 ¶20-22
Çarşem, 16 Tebaxê
Xudan şivanê min e, ez ne hewcê tiştekî me (Zeb. 23:1).
Zebûra 23-da, Dawid besa keremên ruhanî kir, yên ku ewî distand, çimkî Yehowa ça şivanê xwe qebûl dikir. Yehowa ew “şiverîyên rastîyêda” dibir, û wedê baş û xirabda timê bi aminî kêleka Dawid bû. Dawid fem dikir wekî jîyîna “mêrgên” Yehowada, dêmek deştên wîda, nayê hesabê jîyîneke bêderd. Ewî zanibû wekî carna, ewê dilteng be, û ça bêjî “gelîyê sîya mirinêda” derbaz be, û dijminên wî wê hebin. Lê çimkî Yehowa Şivanê wî bû, ew ji tu tiştî neditirsiya. Gelo Dawid çawa “hewcê tiştekî” nîbû? Ji aliyê ruhanîva, tu kêmasiya wî tune bû. Şabûna wî mal û milkva girêdayî nîbû. Dawid bona her tiştî çi ku Yehowa dida wî, razî bû. Bona wî tiştê herî ferz ev bû, wekî Yehowa ew kerem dikir û diparast. Em ji giliyên Dawid divînin, ku çiqas ferz e wekî nihêrandina me ser tiştên matêrîalî rast be. w22.01 3-4 ¶5-7
Pêşem, 17 Tebaxê
Her kesê heqê xwe bistîne, weke xebata xwe (1 Korn. 3:8).
Wedê berê jî, her kesî guh nedida xizmetkarên Yehowa. Mesele, Nuh pêxember “rastî dannasîn dikir”, û ewî ev yek weke 40 yan 50 sala dikir (2 Petrûs 2:5). Bêşik ew bawer bû wekî meriv wê guh bidin gotinên wî, lê Yehowa wîra negotibû ku meriv wê guh bidine wî. Gava Xwedê gote Nuh wekî gemiyê çêke, ewî got: “Tu tevî kurên xwe û tevî jina xwe û bûkên xwe bikevî gemîyê” (Destpêbûn 6:18). Çaxê Nuh gemî çêdikir, dibeke ewî fem dikir wekî gemî ne haqas mezin e ku gelek meriv bikaribin têda cî bin (Destpêbûn 6:15). Axiriyêda, tu kesî guh neda xebera Nuh (Destpêbûn 7:7). Gelo Yehowa difikirî ku Nuh xizmetiyêda pêşdaçûyî nîbû û cefê wî boş-betal bû? Hilbet na! Bi nihêrandina Xwedê, Nuh dannasînkarekî pêşdaçûyî bû, çimkî ewî cabdariya xwe bi aminî anî sêrî (Destpêbûn 6:22). w21.10 26 ¶10-11
Înî, 18 Tebaxê
Ez têr-tijî derketim çûm, lê Xudan ez destvala vegerandim (Rût 1:21).
Bi texmîna te, gelo ev gilî ça ser Rûtê hukum kirin? Rûtê bi rastî gelek zemet kişandibû wekî alî Nahomîyê bike. Ewê dilbînî da wê, tevî wê giriya û çend roj tevî wê rêda bû. Dîsa jî, Nahomîyê got: “Xudan ez destvala vegerandim”. Gava Nahomîyê usa got, Rût cem wê bû, lê Nahomîyê usa xeber da qey tê bêjî Rûtê tu tişt nekiribû. Dîsa jî, Rûtê pişta xwe neda Nahomîyê û nexeydî (Rût 1:3-18). Em çiqas xîret bikin, wekî alî xûşkeke dilteng bikin jî, dibeke ew usa xeber de qey tê bêjî me tu tiştîda alî wê nekiriye. Lê gerekê em nexeydin. Gerekê em dîsa jî kêleka wê bin û ji Yehowa rêberiyê bixwazin, hela em çawa dikarin dilê wê rihet kin û ber dilê wêda bên (Metelok 17:17). Dibeke xûşkeke ku hewcê alîkariyê ye sêrîda alîkariya me qebûl neke. Dîsa jî, hizkirina amin wê me hêlan ke, wekî em çi ji destê me tê bikin û kêleka wê bin (Galatî 6:2). w21.11 11 ¶17-19
Şemî, 19 Tebaxê
Pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda (1 Pet. 1:15).
Kitêba Pîrozda xeberên “pîroz” û “pîrozî” têne xebitandinê hindava nav-namûsiyê û hebandina rast. Usa jî ev xeber têne hesabê başqekirî bin, seva ku Xwedêra xizmet kin. Dêmek, seva ku em pîroz bêne hesabê, gerekê em ji aliyê nav-namûsiyêva temiz bin, Yehowa rast bihebînin û nêzîkî wî bin. Yehowa bi temamî pîroz e, lê em gunekar in. Dîsa jî, Yehowa hazir e me ça dostên xwe qebûl bike. Gelo em bona vê yekê şêkirdar nînin? Yehowa her aliyava pîroz û paqij e. Hine seraf, dêmek melekên ku nêzîkî textê Xwedê ne, digotin wekî “pîroz e, pîroz e, pîroz e” Yehowa Xwedê (Îşaya 6:3). Hilbet, seva ku melek nêzîkî Xwedayê pîroz bin, lazim e ku ew jî pîroz bin, û ewana bi rastî jî pîroz in. w21.12 3 ¶4-5
Led, 20 Tebaxê
Awa binihêrin ku hûn nigê xwe fesal bavêjin, nebine mîna bêfema, lê mîna serwaxta. Dest bidine ber wext (Efes. 5:15, 16).
Gelek cahilara zor e safîkirinên baş bikin. Alîkîva dersdar û merivên wane nebawermend dibeke zorê wan dikin, wekî ewana xwendina bilind bistînin, seva ku paşê gelek pera qazanc kin. Safîkirineke usa, bêşik wê gelek wede ji wana bistîne. Lê aliyê dinva, dê-bav yan xûşk-birên civatê, dibeke cahila hêlan dikin, wekî ewana jîyîna xwe xizmetiya Yehowada derbaz kin. Gelo çi dikare alî wan cahila bike, yên ku Yehowa hiz dikin, wekî safîkirineke lape baş bikin? Wê baş be ku cahil Efesî 5:15-17 bixûnin û kûr ser bifikirin. Paşî xwendina wan rêza, wê baş be ku ewana ji xwe bipirsin: “‘Çi ye qirara Xudan’? Kîjan safîkirin wê dilê wî xweş bê û mecalê bide min, wekî ez wedê xwe bi bîlanî xerc kim?” Bîr neke ku em rojên xirabda dijîn û ev dinya ku bin destê Mîrê-cinada ye, wê zûtirekê kuta be. w22.01 27 ¶5
Duşem, 21 Tebaxê
Birên wî jî baweriya xwe jê nedanîn (Yûhn. 7:5).
Gelo Aqûb kengê bû şagirtê Îsa? Çaxê Îsa ji mirinê rabû, ew “Aqûbva xuya bû, peyra hemû şandiyava” (1 Korintî 15:7). Paşî vê yekê, Aqûb bû şagirtê Îsa Mesîh. Gava şandiyên Îsa odeke jorinda li Orşelîmê hîviya ruhê pîroz bûn, Aqûb jî wêderê bû (Karên Şandiya 1:13, 14). Paşê, Aqûb bû endemê koma rêberiyê ya qirna yekê (Karên Şandiya 15:6, 13-22; Galatî 2:9). Çendek pêşiya sala 62 D.M., ewî ji bîna ber Xwedê şagirtên bi ruh kifşkirîra neme nivîsî. Hêviya me çi be jî, jîyîna li ezmana yan li ser erdê, ev neme bona me kêrhatî ye (Aqûb 1:1). Li gora terîxzan bi navê Ûsivê Flavîûs, Aqûb pê fermana Serekkahîn Hananiya Biçûk, hate kuştinê. Belê, Aqûb heta xilaziya jîyîna xwe Yehowara amin ma. w22.01 8 ¶3; 9 ¶5
Sêşem, 22 Tebaxê
Xwedêyê min, Xwedêyê min, te çima ez hiştim? (Met. 27:46)
Derseke ferz ji rêza rojê ev e ku gerekê em nefikirin wekî Yehowa wê me ji hemû tengasiyên ku baweriya me dicêribînin, xwey bike. Çawa ku Îsa Mesîh heta mirinê hate cêribandin, gerekê em jî hazir bin ku heta mirinê amin bimînin (Metta 16:24, 25). Dîsa jî, Xwedê soz daye ku ewê nehêle ku em “ji qewata xwe der bêne cêribandinê” (1 Korintî 10:13). Derseke din jî ev e ku mîna Îsa Mesîh, em jî dikarin rastî neheqiyê bên (1 Petrûs 2:19, 20). Sebeba ku pey me dikevin ne ev e ku me tiştekî xirab kiriye, lê ev e ku em şagirtên Îsa Mesîh ne, û em “ne ji dinyayê ne” (Yûhenna 17:14; 1 Petrûs 4:15, 16). Îsa Mesîh zanibû ku Yehowa çima îznê dide ku ew êşê bikişîne. Lê hine xizmetkarên Yehowa yên amin carna fem nakin ku Yehowa çima îznê dide ku hine tiştên xirab bên serê wan (Hebaqûq 1:3). Xwedayê meyî dilovan û sebirdar zane ku baweriya wan sist nîne, lê ewana hewceyî berdiliya wî ne (2 Korintî 1:3, 4). w21.04 11 ¶9-10
Çarşem, 23 Tebaxê
Bira duayê min mîna bixûrê li ber Te bê qebûlkirinê (Zeb. 141:2).
Heger hebandina me li gora qirara wî be û bi hizkirin û qedir be, Yehowa ji hebandina me razî be. Em Yehowa gelek hiz dikin. Em zanin wekî tenê Ew hêja ye ku em wî bihebînin, lema jî em dixwazin bi cûrê herî baş wî bihebînin. Dua pareke hebandina me ye. Nivîsarên Pîroz duayên me beramberî bixûrê dike, kîjan ku bi mexsûsî dihate hazirkirinê, û pêşiyê konê pîrozda, paşê jî paristgehêda dihate şewitandinê. Ev bîna bixûrê Xwedê xweş dihat. Mîna vê yekê, “duayê rasta li ber dilê Wîda şîrin e” (Metelok 15:8; Qanûna Ducarî 33:10). Seva ku Yehowa ji duayên me razî be, ne lazim e ku em giliyên mexsûs bidine xebatê. Em dikarin bawer bin, ku gava em hizkirin û razîbûna xwe ji dil didine kifşê, Yehowa gelek şa dibe. Ew dixwaze wekî em wîra besa xem, hêvî û xwestinên xwe bikin. Pêşiya ku em dua bikin, wê baş be em rind bifikirin ku emê çi bêjin. Bi vî cûreyî, emê bikaribin “bixûra” herî xweş pêşkêşî Bavê xweyî ezmana kin. w22.03 20 ¶2; 21 ¶7
Pêşem, 24 Tebaxê
Yên ji we tengasiyêda ne, tevî me bide hêsakirinê. Evê aha be, gava Xudan Îsa tevî milyaketên xweye zor ji ezmênva bi kûra êgir xuya be (2 Têsln. 1:7).
Wedê Harmegedonê emê nikaribin safî kin ku kê hêjayî rema Yehowa ye û kê na (Metta 25:34, 41, 46). Gelo emê hingê jî bawer bin wekî Yehowa timê rast dîwanê dike? Gelek ferz e ku em nihada baweriya xwe hindava Yehowa diha qewî kin, wekî axiriyêda jî bi dil û can îtbariya xwe wî bînin. Bîne ber çevê xwe wekî dinya tezeda emê çiqas şa bin. Rêlîgiyên qelp, timaya sîstêmên komêrsî û polîtîkî, yên ku bi hezara sala emirê meriva giran kirine û zulmî kirine, wê îda tune bin. Tu kes wê îda kal û pîr nebe û nexweş nekeve, û tu kes wê îda merivên xweyî hizkirî unda neke. Mîrê-cina û cinên wî wê hezar sal girtî bin. Axiriya raberîbûna wan wê kokêva bê rakirinê (Eyantî 20:2, 3). Hingê, emê çiqas razî bin ku me îtbariya xwe safîkirinên Yehowa aniye! w22.02 6-7 ¶16-17
Înî, 25 Tebaxê
Xwezî li wan, ku edilayiyê dikin (Met. 5:9).
Îsa xîret dikir ku edilayê bike nav meriva, û ewî kesên dinra digot wekî ewana problêmên nav hevda safî kin. Mesele, ewî got wekî seva ku Yehowa hebandina kesekî qebûl bike, gerekê ew pêşiyê “birê xwera li hev were” (Metta 5:23, 24). Usa jî, gava şandiyên wî ser pirsa ku nav wanda yê herî mezin kî ye, hevra diketine dewê, ewî alî wan dikir wekî hevdura nekevine lecê (Lûqa 9:46-48; 22:24-27). Seva ku em edilayîhiz bin, bes nîne wekî em tenê nebine sebebê şer-dewa. Em gerekê gava pêşin bavêjin, seva tevî kesên din li hev bên û xûşk-bira hêlan kin, wekî ewana problêmên nav hevda safî kin (Fîlîpî 4:2, 3; Aqûb 3:17, 18). Ji xwe bipirse: “Ji aliyê xweva ez hazir im çi bikim, wekî tevî meriva li hev bêm? Gava xûşk yan birak dilê min dêşîne, gelo dilê min lê dimîne? Gelo ez hîviyê me, wekî merivê din gava pêşin bavêje, seva tevî min li hev bê, yan ez hazir im gava pêşin bavêjim?” w22.03 10 ¶10-11
Şemî, 26 Tebaxê
Xwezî li dayiya, ne ku li standiya (Kar. Şand. 20:35).
Kitêba Pîroz berêda gotibû wekî xizmetkarên Xwedê wê bin rêberiya Îsada “bi rezedilî” Yehowara xizmet kin (Zebûr 110:3). Ev pêxembertî niha ber çevê me tê sêrî. Her sal, xizmetkarên Yehowa şixulê belakirina mizgînêda bi mîlyona siheta xerc dikin. Ewana vî şixulî bi rezedilî û bê pere tînin sêrî. Usa jî, ewana ji aliyê matêrîalî, êmosiyalî û ruhanîda piştgiriya xûşk-birên ser temamiya dinyayê dikin. Xêncî vê yekê, birên kifşkirî gelek wedê xwe xerc dikin, wekî civata derbaz kin û şivantiyê xûşk-bira bikin. Gelo çi wana hêlan dike, ku van tişta bikin? Ewana him Yehowa him jî meriva hiz dikin (Metta 22:37-39). Îsa herî zêde ne ku kara xwe, lê kara meriva digeriya, û em jî her tiştî dikin, wekî çev bidine wî (Romayî 15:1-3). Merivên ku çev didine wî, wê kareke mezin bistînin. w22.02 20 ¶1-2
Led, 27 Tebaxê
Heqê xebata paleyê te heta sibehê li cem te nemîne (Qan. Kah. 19:13).
Berê lazim bû ku heqê pala xilaziya her rojê bê dayînê. Ev pere wanra lazim bû, wekî ew bikaribin nanê vê rojê bikirin. Lema jî Yehowa Îsraêliyara zelal kir, wekî xebatçî hewcê wan pera ne, çimkî jîyîna wan vê yekêva girêdayî ye (Qanûna Ducarî 24:14, 15; Metta 20:8). Îro jî gelek xebatçî heqê xebata xwe xilaziya her rojê yan jî xilaziya mehê distînin. Prînsîpa ji Qanûna Kahîntiyê 19:13 heta îro jî kêrhatî ye. Sed heyf, wekî hine meriv hindik pere didin xebatçiyên xwe, çimkî zanin ku ewana nikarin xebateke din xwera bivînin û mecbûr in bal wana bixebitin. Lema jî em dikarin bêjin, wekî ew mezinên xebatê “heqê xebata paleyê” xwe nadin. Wê baş be ku şagirtên Îsa vê prînsîpê pişt guhê xweva nevêjin! w21.12 10 ¶9-10
Duşem, 28 Tebaxê
Ez tî me (Yûhn. 19:28).
Îsa gelek êş û jan kişandibû, lema ew bêşik gelek tî bû. Hingê wîra alîkariya kesekî din lazim bû ku tîbûna wî bişkêne. Îsa nedifikirî ku heger ew hestên xwe eyan bike, ew wê ça kesekî sist bê kifşê. Gerekê em jî şerm nekin ku hestên xwe eyan bikin. Em gelek cara kesekîra nabêjin ku em hewceyî çi ne. Lê cara wedekî usa tê, ku em gelek hewcê alîkariyê ne, û hingê em gerekê şerm nekin ku ji kesên din alîkariyê bixwazin. Mesele, heger em îda kal û pîr in, yan sihetqewata me ne baş e, dibeke lazim be ku em ji hevalekî xwe hîvî kin ku ew me bive bal hekîm yan hine şixulên herrojîda alî me bike. Gava em xemgîn û dilteng in, dibeke mera lazim be ku dilê xwe rûspîkîra yan xûşk yan jî birakî gihîştîra vekin, wekî ew me bibihê û bi “gotina xweş” me bişidîne (Metelok 12:25). Xûşk û bira me hiz dikin, û ewana hazir in ku “roja oxirmê giranda” alî me bikin (Metelok 17:17). Lê heta ku em wanra raste-rast nebêjin, ewana dibeke nizanin ku derdê me çi ye û em hewcê çi ne. w21.04 11-12 ¶11-12
Sêşem, 29 Tebaxê
Heger tu tengasîyêda dilsist bî, ku usa ye tu ne xurt î (Metlk. 24:10).
Carna me jî zor tê wekî hînî derecên teze bin. Hine kesên ku gelek sala xizmetkarên hertim bûn, kifşkirineke teze standine. Hinek jî xwexa ji bo emirê xweyî mezin mecbûr bûn kifşkirinekê ku hiz dikirin, bihêlin. Gava tiştekî usa tê serê me, normal e ku em xemgîn bin. Heger em ser guhastina bi çevê Yehowa binihêrin, wê mera diha hêsa be hînî derecên teze bin. Îro, Yehowa şixulên mezin dike, û em firnaq dibin ku em hevalkarên Wî ne (1 Korintî 3:9). Hizkirina Yehowa hindava me tu cara nayê guhastinê. Lema jî heger guhastineke teşkîletê ser te hukum bike, tevlihev nebe û nekeve mitala ku ev guhastin çira û ça qewimî. Dewsa ku bîra “rojên berê” bikî, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu kara dereca teze bivînî (Waîz 7:10, ÎM). Dîna xwe bide tiştên ku tu dikarî bikî. Heger em usa bikin, emê wedê guhastina amin bimînin û şabûna xwe unda nekin. w22.03 17 ¶11-12
Çarşem, 30 Tebaxê
Xudan, Xudan im! Xwedêyê . . . ku bona hezara xweyê huba amin e (Derk. 34:6, 7).
Gelo Yehowa hizkirina xweye amin hindava kê dide kifşê? Kitêba Pîroz nîşan dike wekî meriv dikare cûre-cûre tişta hiz bike. Mesele, cotkariyê, şerav, bez, şîretê, zanebûnê, serwaxtiyê û tiştên din (2 Dîrok 26:10; Metelok 12:1; 21:17; 29:3). Lê meriv nikare bi hizkirina amin tişta hiz bike. Meriv dikare hizkirina amin tenê hindava meriva eyan ke. Lê Yehowa ne her kesîra hizkirina amin eyan dike. Ew hizkirina xweye amin tenê hindava dostên xwe eyan dike. Ew wana hiz dike û wanra amin e. Ew tu car pişta xwe nade wan. Xêncî vê yekê, ewî soz daye wekî rojên xweş hîviya wan in. Yehowa hizkirina xwe temamiya însanetêra nîşan dike. Îsa Mesîh mêrekî bi navê Nîkodêmora usa got: “Xwedê usa dinya [însanet] hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe” (Yûhenna 3:1, 16; Metta 5:44, 45). w21.11 2 ¶3; 3 ¶6-7
Pêşem, 31 Tebaxê
Bi sebira xwe hûnê ruhê xwe xilaz kin (Lûqa 21:19).
Jîyîn çiqas çetin be jî, em zanin ku tengasiyên diha giran dikarin bên serê me (Metta 24:21). Gelo tu hizreta wê rojê nînî gava hemû kul-derd wê heta-hetayê xilaz bin? (Îşaya 65:16, 17). Lema jî, gelek ferz e ku em sebra xwe çiqas diçe diha zêde bikin. Çimkî Îsa Mesîh usa gotibû: “Bi sebira xwe hûnê ruhê xwe xilaz kin” (Lûqa 21:19). Seva ku sebra me zêde bibe, wê baş be ku em bînin ber çevê xwe, wekî kesên din çawa çetinayên mîna yên me sebir dikin. Ji aliyê sebrêva, mesela herî baş, Yehowa ye. Hela bifikire: Dinya bin kontrola Mîrê-cinada ye, û kul-derd gelek in. Yehowa dikaribû hemû problêm derbêra safî kira, lê ew sebir dike û hîviya wexta rast e (Romayî 9:22). w21.07 8 ¶2-4