Îlon
Înî, 1 Îlonê
Jê xwestin ku ji ezmana nîşanekê nîşanî wana ke (Met. 16:1).
Li rojên Îsa Mesîh, hine merivara hînkirinên Îsa bes nîbûn. Lê gava Îsa bi ya wan nekir, wana ew înkar kir (Metta 16:4). Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Îşaya pêxember derheqa Mesîh ji berêva usa nivîsîbû: “Wê ew neqêre û dengê xwe bilind neke û wê di kûçêda nede bihîstin” (Îşaya 42:1, 2). Îsa Mesîh bi milûktî xizmet dikir û dîna meriva nedikişande ser xwe. Ewî dêr yan paristgeh ava nedikirin, kincên mexsûs li xwe nedikirin û nedixwest ku meriv wî bi sernavên mex sûs rûmet bikin. Gava Îsa Mesîh dihat dîwankirin, ewî keremeteke mexsûs nekir ku Hêrodes Padşa ecêbmayî bike (Lûqa 23:8-11). Belê, Îsa Mesîh hine keremet dikirin, lê ewî herî zêde dîna xwe dida şixulê belakirina mizgînê. Ewî şagirtên xwera usa got: “Ez bona vê yekê hatime” (Marqos 1:38). w21.05 4 ¶9-10
Şemî, 2 Îlonê
Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye (Yûhn. 17:3).
Em digerin merivên usa, dilê kîjana bona jîyîna herheyî hazir e (Karên Şandiya 13:48). Seva ku ewana bibin şagirtên Îsa Mesîh, gerekê em alî wan bikin ku ewana hînkirinên Kitêba Pîroz (1) fem bikin, (2) qebûl kin û (3) jîyîna xweda bînin sêrî (Kolosî 2:6, 7; 1 Têsalonîkî 2:13). Gava xwendekarên Kitêba Pîroz tên civîna, em gişk dikarin hizkirin û dilgermiya xwe wanra nîşan kin û vê yekêda wanra bibine mesele (Yûhenna 13:35). Dibe ku gelek wext û qewat lazim e, wekî dersdar alî xwendekarê xwe bike ku ew terka edet û baweriyên nerast bide (2 Korintî 10:4, 5). Diqewime gelek meh derbaz bin heta ku kesek van gava bavêje û hazir be ku bê nixumandinê. Lê qewat ku em bona wan xerc dikin, badîhewa nîne. w21.07 3 ¶6
Led, 3 Îlonê
Her tiştî bicêribînin, tiştên qenc qewîn bigirin (1 Têsln. 5:21).
Gelo em bawer in wekî em ser riya rastiyê ne û Yehowa hebandina Şedên Yehowa qebûl dike? Pawlosê şandî bawer bû wekî ew ser riya rastiyê ye (1 Têsalonîkî 1:5). Baweriya wî ne ku ser hîmê êmosiya bû, lê ser hîmê îzbatkirina bû. Pawlos Xebera Xwedê hûr û kûr lêkolîn dikir, û bawer dikir ku “temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye” (2 Tîmotêyo 3:16). Gelo Pawlosê şandî, ji lêkolîna Nivîsarên Pîroz çi hîn bû? Mesele, ewî îzbatên eşkere dîtin wekî Îsa bi rastî jî Mesîhê sozdayî bû. Serokê dînê Cihûya çevên xwe ser van îzbatiya digirtin. Wana xwe ça bijartiyên Xwedê hesab dikir, lê bi kirên xwe Xwedê înkar dikir (Tîto 1:16). Pawlos mîna wan nîbû. Ewî ne tenê hine tişt ji Xebera Xwedê, lê “temamiya qirara Xwedê” hîn dikir û pêk dianî (Karên Şandiya 20:27). w21.10 18 ¶1-2
Duşem, 4 Îlonê
Tu kes nikare bê cem min, heta Bavê ku ez şandime, wî berbi min nekişîne (Yûhn. 6:44).
Çiqas ku em toximên rastiyê diçînin û av didin, gerekê em rola Xwedê fem bikin (1 Korintî 3:6, 7). Yehowa hemû meriva qîmet dike. Lema, ew dixwaze ku em tevî Kurê wî hevkariyê bikin û pêşiya xilaziya vê sîstêmê merivên ji hemû mileta top bikin (Hagay 2:7). Xebata belakirina mizgînê mîna xebata lêgerîn û xilazkirinê ye. Paşî erdhejekê, kesên ku xebata lêgerîn û xilazkirinê dikin, zanin ku yên ku hê sax in dibeke hindik in. Dîsa jî, heger tenê kesekî sax hebe, ewana bi dil û can dixebitin ku wî xilaz kin. Lema jî, şixulê lêgerîn û xilazkirinê pir hêja ye. Em nizanin ku çiqas meriv wê wedê kutakirina sîstêma Şeytan xilaz bin. Lê Yehowa dikare bi destê me alî van kesa bike. Birakî bi navê Andrêas, yê ku li Bolîvyayê dijî, usa dibêje: “Bi dîtina min, gava ku kesek Kitêba Pîroz hîn dibe û tê nixumandinê, ev yek serketina hemû xûşk û bira ye.” Were em jî ser xizmeta xwe usa binihêrin! Heger em nihêrandineke pozîtîv xwey bikin, Yehowa wê me bereket bike, û emê ji xizmeta xwe şabûnê bistînin. w21.05 19 ¶19-20
Sêşem, 5 Îlonê
Ji teleka . . . Mîrêcin xilaz bin (2 Tîmt. 2:26).
Nêta nêçîrvan ev e ku heywana bigire yan jî bikuje. Çawa ku Kitêba Pîroz jî nîşan dike, nêçîrvan cûre-cûre telika dide xebatê ku bigihîje nêta xwe (Îbo 18:8-10). Gelo nêçîrvan çi dike ku heywanekî bike telikê? Ya pêşin, ew dîna xwe dide vê heywanê. Mesele, heywan kuda diçe? Ew çi hiz dike? Ew çawa dikare nişkêva bê girtin? Mîrê-cina mîna vî nêçîrvanî ye. Ew jî dîna xwe dide me û me lêkolîn dike. Ew divîne ku em kuda diçin û çi hiz dikin. Paşê, ew telikekê datîne û hîviyê disekine ku em bikevin vê telikê. Lê Kitêba Pîroz dibêje ku heger em bên girtin jî, em dikarin xwe xilaz kin. Usa jî, Kitêba Pîroz me hîn dike ku em ça dikarin xwe ji van telika dûr bigirin. Nav telikên Mîrê-cinada, quretî û timayî du telikên lapî qewî ne. Bi hezara sala, Mîrê-cina ev hunurên xirab dide xebatê. Ew mîna nêçîrvanekî ye ku çivîka bi saya telika yan torekê digire (Zebûr 91:3). Lê em dikarin xwe ji van telika biparêzin, çimkî Yehowa mera mêtodên Mîrê-cina eşkere kiriye (2 Korintî 2:11). w21.06 14 ¶1-2
Çarşem, 6 Îlonê
Rû-gulîyê sipî kofîya rûmetê ye, ku ew nava rîya rastîyêda ye (Metlk. 16:31).
Xûşk-birên meye emirda mezin xizne ne. Li gora Kitêba Pîroz, porê wane spî, “kofîya rûmetê ye” (Metelok 20:29). Yazix carna qîmeta wana eşkere nayê kifşê. Lê heger em têderxin ku ewana çiqas qîmet in, em dikarin ji mesela jîyîna wan kareke mezin bistînin. Yehowa xizmetkarên xweye emirda mezin gelek qîmet dike. Ew wana rind nas dike û hunurên wane baş zane. Xwedê dixwaze wekî ev bîlaniya ku wana bi sala destxistiye, cahilara parevekin (Îbo 12:12; Metelok 1:1-4). Usa jî, Yehowa aminiya wan qîmet dike (Malaxî 3:16). Ber cûre-cûre derd û tengasiya, wana baweriya xwe tu car unda nekiriye. Hêviya wan çiqas diçe, diha qewî dibe. Xêncî vê yekê, Yehowa wana hiz dike, çimkî ewana “heta mezinayîya xweda jî” navê wî pîroz dikin (Zebûr 92:12-15). w21.09 2 ¶2-3
Pêşem, 7 Îlonê
Bira her kes kirinên xwe bide ser mêzînê û paşî hingê ji xwe razî be (Galt. 6:4).
Car-cara lazim e ku em nêtên xwe bicêribînin. Mesele, em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo ez xwe her tim beramberî kesên din dikim? Gelo ez pey çi dikevim û nêta min çi ye? Ez pey vê yekê dikevim ku civatêda ji kesên din çêtir bim, yan ez dixwazim dilê Yehowa şa kim?” Kitêba Pîroz dibêje ku gerekê em xwe beramberî tu kesî nekin. Gelo çira? Heger em xwe ji kesekî din çêtir hesab bikin, quretî dikare bikeve dilê me. Ji aliyê dinva, heger em bifikirin ku kesên din ji me çêtir in, em dikarin dilteng bin û şabûna xwe unda kin (Romayî 12:3). Gerekê em bîr nekin ku Yehowa em kişandine bal xwe ne ji bo vê yekê ku em bedew yan xeberxweş in, yan jî çimkî gelek kes me hiz dikin. Lê bona vê yekê ku em hazir bûn wî hiz bikin û guh bidin Îsa (Yûhenna 6:44; 1 Korintî 1:26-31). w21.07 14-15 ¶3-4
Înî, 8 Îlonê
Bi ruh û fikirên xweda nûyejiyîn bin (Efes. 4:23).
Seva ku fikirên xwe nûyejiyîn bikin, gerekê em dua bikin, Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û kûr ser bifikirin. Her gav van tişta bike û ji Yehowa qewatê bixwaze. Yehowa wê bi saya ruhê pîroz alî te bike, wekî tu xwe beramberî kesên din nekî. Heger dilê teda quretî yan çevnebarî koka xwe bide, Yehowa wê alî te bike ku tu van hunurên xirab bivînî û ji dilê xwe derxî (2 Dîrok 6:29, 30). Yehowa dilê me divîne. Ew zane ku em him miqabilî ruhê vê dinyayê him jî miqabilî kêmasiyên xwe şer dikin. Gava ew divîne ku em çiqas ser xwe dixebitin, wekî ji van hunurên nebaş aza bin, ew me diha zêde hiz dike. Çawa ku dayikek zara xwe hiz dike, Yehowa jî usa me hiz dike (Îşaya 49:15). Gava Yehowa divîne ku em çiqas ser xwe dixebitin û cefa dikişînin wekî bi dil û can wîra xizmet kin, ew me diha qayîm hiz dike! w21.07 24-25 ¶17-19
Şemî, 9 Îlonê
Tevî yên şa dibin şa bin (Rom. 12:15).
Em dikarin şabûna xwe zêde kin, heger cabdariyên xwe bi xîret bînin sêrî. Heger tu “temamiya wextê xwe” tesmîlî şixulê belakirina mizgînê dikî û şixulên civatê bi dil û can tînî sêrî, tuyê şabûnê bistînî (Karên Şandiya 18:5; Îbranî 10:24, 25). Xwe rind hazir bike, wekî tu bikaribî civatêda pê cabên xwe xûşk-bira bişidînî. Dersên ku tu bona civata “Bijîn û Xizmet kin” distînî, rind û bi xîret hazir ke. Heger civatêda tera şixulek bê dayînê, vî şixulî wededa û bi temamî bîne sêrî. Derheqa tu şixulê ruhanî nefikire ku hêja nîne wextê xwe ser xerc kî. Feresetên xweda pêşda here û şixulên xweda bibe hoste (Metelok 22:29). Çiqas tuyê bi şixulên ruhanî û şixulên civatêva mijûl bî, tuyê hê zû pêşda herî û diha zêde şabûnê bistînî (Galatî 6:4). Serda jî, gava kesekî din kifşkirinekê distîne, ya ku te jî dixwest bistanda, ev yek ku tu şixulên civatêva mijûl î, wê alî te bike wekî tu tevî wî şa bî (Galatî 5:26). w21.08 22 ¶11
Led, 10 Îlonê
Serwaxtiya jorin, berê pêşin paqij e, paşê edil e, milûk û berbihêr e, bi remê û berên qenciyêva tijî ye, bê tagêr û bê hilekarî ye (Aqûb 3:17).
Em gerekê qure nebin û vê yekê bîra xweda xwey kin. Çawa ku nexweşî dikare tamarên dil bixitimîne û nehêle wekî dil rind bikute, usa jî qurebûn dikare bibe sebeb, ku dilê meyî sîmbolîk rêberiya Yehowa qebûl neke. Dilê Fêrisiya haqas hişk bû ku wana îzbatên zelal, yên ku ruhê pîroz eşkere dikir wekî Îsa kurê Xwedê ye, înkar dikirin (Yûhenna 12:37-40). Seva kubar-babaxiya xwe, wana mecala jîyîna heta-hetayê ji destê xwe berda (Metta 23:13, 33). Lema jî gelek ferz e, wekî em bi milûktî îznê bidin, wekî Kitêba Pîroz û ruhê Xwedê xeyset-hunurên me biguhêzin, û ser fikir û safîkirinên me hukum kin. Aqûb yekî milûk bû, lema jî ew hazir bû ji Yehowa hîn be. Aqûb usa jî dersdarekî baş bû, çimkî milûk bû. w22.01 10 ¶7
Duşem, 11 Îlonê
Bixwazin hûnê bistînin (Met. 7:7).
Em dikarin bawer bin, ku heger em “her gav” dua bikin, Bavê meyî ezmana wê me bibihê û caba duayên me bide (Kolosî 4:2). Carna, em dibeke difikirin wekî caba duayê me derengî dikeve. Lê Yehowa soz daye, wekî ewê wextda, dêmek “gava em hewce bin” caba duayê me bide (Îbranî 4:16). Lema, heger xwestina me zû neyê sêrî jî, gerekê em tu car nefikirin, wekî Yehowa pişta xwe daye me. Mesele, gelek kes bi sala dua dikin, wekî Padşatiya Xwedê bê û vê sîstêma xirab kuta ke. Îsa jî digot, wekî em gerekê bona vê yekê dua bikin (Metta 6:10). Heger kesek baweriya xwe unda ke ji bo vê yekê ku li gora nihêrandina wî xilaziya dinyayê wextda nehatiye, ev yek çi bêaqilayî ye! (Hebaqûq 2:3; Metta 24:44) Wê baş be em berdewam kin hîviya Yehowa bin û bawer bin wekî ewê caba duayên me bide. Xilaziya dinyayê wê wextê xweda bê, çimkî Yehowa “wê rojê û wê sihetê” îda kifş kiriye. Û ew roj wê bona her kesî wexta herî baş be (Metta 24:36; 2 Petrûs 3:15). w21.08 10 ¶10-11
Sêşem, 12 Îlonê
Bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire (Fîlî. 2:3).
Kesên emirda mezin gerekê bi milûktî qebûl kin ku qewata wan îda mîna ya berê nîne. Mesele, bifikirin derheqa berpirsiyarên mihalê. Gava ewana dibin 70 salî, ewana kifşkirineke din distînin. Bona hine berpirsiyara zor tê vê kifşkirina xwe bihêlin. Wana bi dil û can alî xûşk-bira dikir, lê ewana fem dikin ku wext hatiye wekî vê cabdariyê bidin destê kesên ji wan cahiltir. Bi vê yekê ewana çev didine Lêwiyên Îsraêla berê: Gava Lêwî dibûn 50 salî, wana xizmeta xwe konê pîrozda dida sekinandinê. Yeke Lêwîya şabûna xwe unda nedikir, çimkî şabûna wan şixulekî yan kifşkirinekîva girêdayî nîbû. Çi destê wan dihat wana dikir, wekî bi dil û can piştgiriya cahila bikin (Jimar 8:25, 26). Îro, gava berpirsiyarên mihalê dibin 70 salî, ewana vê kifşkirinê dihêlin, lê ewana dîsa jî bi dil û can piştgiriya civata xwe dikin. w21.09 8-9 ¶3-4
Çarşem, 13 Îlonê
Bavo, min ber te û ezmên gune kir. Ez îdî ne hêjayî kurtiya te me (Lûqa 15:21).
Lûqa 15:11-32-da, Îsa Mesîh besa xortekî kir, yê ku miqabilî bavê xwe rabû û çû “welatekî dûr”. Wêderê ewî bi jîyîneke xirab û bênamûs dijît. Gava serê wî kete belayê, ew ser kirên xwe kûr fikirî. Ewî fem kir, wekî jîyîna mala bavê wîda çiqas xweş bû. Îsa got ku “ew ser hişê xweda hat”. Axiriyêda, ewî safî kir vegere mala bavê xwe û ji bavê xwe baxşandinê bixwaze. Ev yek ku ewî fem kir, wekî çiqas xirabî kiriye, hilbet ferz bû. Lazim bû ku ew emirê xwe biguhêze! Kurê undabûyî seva kirên xwe ji dil tobe kir. Vê metelokêda çend dersên ferz hene. Ew mesele dikare alî rûspiyên civatê bike, ku têderxin hela xûşk yan bira bi rastî gunê xwe tobe dike yan na. w21.10 5 ¶14-15
Pêşem, 14 Îlonê
Ezê demeke nêzîkda . . . erd û ezman . . . bihejînim (Hag. 2:6, ÎM).
Gelo çi wê neyê hejandin, dêmek neyê qirkirinê? Pawlosê şandî usa got: “Awa em vê yekê bişêkirînin, ku em padşatîke nehejiyayî distînin û bi vî awayî bi xof û tirs Xwedê bihebînin, çawa ku li wî xweş tê” (Îbranî 12:28). Belê, paşî hejandina xilaziyê, tenê Padşatiya Xwedê wê li ciyê xwe neheje! (Zebûr 110:5, 6; Daniyêl 2:44). Wext hindik maye! Gerekê her kes safîkirinê bike, yan piştgiriya vê dinyayê bike, ya ku diçe berbi kutabûnê, yan jî li gora xwestina Xwedê bijî û jîyîna heta-hetayê bistîne (Îbranî 12:25). Bi saya belakirina mizgînê, em dikarin alî meriva bikin, wekî ewana safîkirina ferz bikin. Û bira em van gotinên Îsa Mesîh bîr nekin: “Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14). w21.09 19 ¶18-20
Înî, 15 Îlonê
Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim (Îbrn. 13:5).
Rûspîno, çi ku ji destê we tê bikin, wekî dilê malbetên usa qewî kin. Gava kesek ji civatê tê derxistinê, lazim e ku hûn dilê malbeta wî rihet kin. Ev yek cabdariya we ye (1 Têsalonîkî 5:14). Pêşiya û paşî civîna tevî wan xeber din û wana bişidînin. Tevî wan derkevin xizmetê, yan wana cara teglîfî ser qulixkirina malbetê bikin. Belê, lazim e ku şivanên ruhanî berxên Xwedê yên dilşkestî xwey kin û wanra dilrem û dilşewat bin (1 Têsalonîkî 2:7, 8). Yehowa “naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Petrûs 3:9). Heger kesekî gunekî giran kiribe jî, jîyîna wî bona Yehowa gelek qîmet e. Bîr neke, Yehowa emrê Kurê xweyî delal bona her kesî qurban kir. Yehowa bi dilremî gazî gunekara dike wekî ewana vegerin cem wî. Çawa ji meteloka Îsa derheqa kurê undabûyî em divînin, çevê Yehowa riya wan e (Lûqa 15:11-32). w21.09 30-31 ¶17-19
Şemî, 16 Îlonê
Hinekên din xebitîn û hûn li ser xebata wan rûniştin (Yûhn. 4:38).
Heger sihet û qewata te îda têra te nake, wekî mizgînê ça berê bela kî, gelo tu dîsa jî dikarî ji vî şixulî şabûnê bistînî? Belê! Serhatiya Dawid Padşa bîne bîra xwe. Çaxê Amalêkiya hebûka Dawid û eskerên wî talan kirin û neferên wan jî revandin, Dawid tevî eskerên xwe kete pey wan. Lê 200 esker gelek westiyayî bûn, û wana nikaribû şer bikira. Lema, ewana ber hûr-mûra man. Paşî şer, Dawid temî da ku tiştên zeftkirî weke hev bêne parevekirin (1 Samûyêl 30:21-25). Şixulê hazirkirina şagirta jî usa ye. Gava kesek teze tê ser riya jîyînê, her kesê ku çi ji destê wî hat kir wekî alî wî merivî bike, dikare şa be. Yehowa dîna xwe dide xîreta me û zane em çiqas wî hiz dikin, lema jî ew me xelat dike. Usa jî, ew me hîn dike wekî ça ji şixulê hazirkirina şagirta şabûnê bistînin (Yûhenna 14:12). Em dikarin bawer bin wekî Xwedê wê ji me razî be, serî ew e em dilteng nebin û newestin! w21.10 28 ¶15-17
Led, 17 Îlonê
Rewşa cahila qewata wanda ye (Metlk. 20:29).
Gava em kal û pîr dibin, em dibeke ditirsin wekî rojekê, emê îda nikaribin ça berê xizmet kin. Rast e, diqewime qewata me wê diha kêm be, lê em dikarin bi saya bîlanî û emirê xweye cêribandî alî cahila bikin, wekî ewana ruhanîda pêşda herin û cabdariyên teze bistînin. Seva ku kesên emirda mezin bikaribin alî kesên cahil bikin, lazim e wekî ewana milûk bin. Merivên milûk kesên din ji xwe bilindtir hesab dikin (Fîlîpî 2:3, 4). Kesê milûk qebûl dike ku li gora Kitêba Pîroz îzin heye wekî hine şixulên civatê bi cûre-cûre mêtoda bêne kirinê. Lema jî wê baş be wekî yên emirda mezin milûk bin û nefikirin ku gerekê her kes van şixula bi mêtodên berê bikin (Waîz 7:10). Ewana çiqas cêribandî bin jî, gerekê fem bikin ku “ev dinya eyan derbaz dibe” û lazim e wekî meriv hînî derecên teze be (1 Korintî 7:31). w21.09 8 ¶1, 3
Duşem, 18 Îlonê
Kî ye mîna te nav xwedêyada, ya Xudan? Kîjan e mîna te pîrozîyêda xweyîrûmet? (Derk. 15:11)
Yehowa bi temamî pîroz e. Ser berenîkê ji zêrê xalis, ya ku li ser papaxa serekkahîn dihat girêdanê, usa nivîsî bû: “Pîroz Xudanra” (Derketin 28:36-38). Vê nivîsarê dianî bîra meriva ku Yehowa bi rastî jî pîroz e. Lê Îsraêliyên ku ev nivîsar nedidîtin, ji ku zanibûn wekî Yehowa pîroz e? Gava Qanûn ber cimetê dihate xwendinê, her mêr, jin û zar ev rastiya ferz dibihîst (Qanûna Ducarî 31:9-12). Heger em wêderê bûna, meyê jî ev gotin bibihîsta: “Ez Xudan Xwedêyê we me, . . . pîroz bin, çimkî ezî pîroz im”. “Hûn bona min pîroz bin, çimkî ez Xudan pîroz im” (Qanûna Kahîntiyê 11:44, 45; 20:7, 26). w21.12 3 ¶6-7
Sêşem, 19 Îlonê
Ber xwe nekevin (Lûqa 12:29).
Hine kes derheqa hewcên xwe xema dikin. Welatên kesîbda carna zor e, wekî meriv ebûra mala xwe bike. Yan jî dibeke malxê malê miriye û kes tune ku malbetê xwey ke. Dewsa ku em xema bikin, gerekê em baweriya xwe diha qewî kin. Bîr neke, Yehowa soz daye, wekî wê bona hewcên me xem bike, heger em “berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin û bikin ku rastiya wî biqedînin (Metta 6:32, 33). Ew vî sozê xwe hertim tîne sêrî! (Qanûna Ducarî 8:4, 15, 16; Zebûr 37:25). Heger Yehowa gul û çivîka xwey dike, îda ne lazim e em bona kinc û xwarinê xema bikin (Metta 6:26-30; Fîlîpî 4:6, 7). Çawa dê-bav bona hewcên zarên xwe xem dikin, çimkî wana hiz dikin, Bavê meyî ezmana jî bona hewcên fîzîkî yên zarên xwe xem dike, çimkî wana hiz dike. w21.12 17 ¶4-5; 18 ¶8
Çarşem, 20 Îlonê
Xudan tevî Ûsiv bû û huba xweye amin da kifşê (Destp. 39:21).
Gelo xûşk yan birakî qe neheqî te kiriye û dilê te birîndar kiriye? Dîna xwe bide mesela Ûsiv, ew ji birên xwe rastî neheqiyê hat. Lê dîsa jî berdewam dikir dîna xwe bide dostiya xwe tevî Yehowa. Xilaziyê, Yehowa sebra wî xelat kir. Wede şûnda Ûsiv baxşande birên xwe û dît, wekî Yehowa ça wî kerem kir (Destpêbûn 45:5). Mîna Ûsiv, heger em nêzîkî Yehowa bin û bawer bin ku ewê wexta rastda vê derecê safî ke, dilê me wê rihet be (Zebûr 7:17; 73:28). Heger dilê te jî êşandine yan tu rastî neheqiyê hatî, bîr neke wekî Yehowa “nêzîkî dilşkestîya ye” (Zebûr 34:18). Ew te hiz dike û ew şa dibe çaxê tu sebir dikî û barê xwe didî destê wî (Zebûr 55:22). Ew Hakimê dinyayê ye, û ew her tiştî divîne (1 Petrûs 3:12). Gava tu rastî problêma têyî û nikarî çarekê bivînî, gelo tuyê hîviyê bî heta ku Yehowa problêma te safî ke? w21.08 11 ¶14; 12 ¶16
Pêşem, 21 Îlonê
Bizanibin çi ye qirara Xudan (Efes. 5:17).
Gelek ferz e ku em usa bijîn, wekî dilê Yehowa şa kin. Lema jî em gerekê tiştên ferz daynin ser ciyê pêşin. Carna, seva ku em bikaribin wedê xwe bi bîlanî xerc kin, lazim e em ji du tişta, yên ku ne xirab in, tenê yekê bijbêrin. Bîne bîra xwe ku gava Îsa çû mala Meryem û Mertayê, çi qewimî. Merta gelek şa bû ku Îsa hat mala wan, lema jî ew çû wekî xwarineke xweş hazir ke. Lê xûşka wê Meryem kêleka Îsa rûnişt û guh dida gotinên wî. Hilbet, nêta Mertayê ne xirab bû, lê belê Meryemê “para qenc xwera bijart” (Lûqa 10:38-42). Wede şûnda, Meryemê dibeke bîr kir, ku wê rojê wana çi xwar, lê em dikarin bawer bin wekî ewê gotinên Îsa bîr nekir. Çawa ku Meryemê qîmet dikir wedê ku ewê tevî Îsa derbaz kir, em jî qîmet dikin wedê ku bona Yehowa xerc dikin. w22.01 27 ¶5-6
Înî, 22 Îlonê
Ahav çawa li ber min nimiz bû te dît? (1 Padş. 21:29, ÎM)
Rast e Ahab xwe ber Yehowa nimiz kir, yeke kirên wî nîşan dikirin wekî ewî ji dil tobe nekiribû. Mesele, ewî tiştekî nedikir wekî welatê xwe ji pûtparistiyê paqij ke. Usa jî, ewî piştgiriya hebandina Yehowa nedikir. Paşî mirina Ahab, Yehowa eşkere kir, wekî ber çevê wî Ahab yekî ça bû. Yehû pêxember got ku ew yekî “xirab” bû (2 Dîrok 19:1, 2). Hela bifikire: Heger Ahab ji dil tobe kira, gelo pêxember wê bigota wekî Ahab yekî xirab e û Yehowa nefret dike? Pêşda Ahab çiqas poşman bû jî, eşkere ye, ewî bi temamî tobe nekir. Em dikarin ji serhatiya Ahab çi hîn bin? Gava Ahab fermana Yehowa bihîst, ewî xwe ber Xwedê nimiz kir. Ev yek hilbet gaveke baş bû. Lê paşê, ewî pê kirên xwe nîşan kir, wekî ji dil tobe nekiribû. Eyan e ku tobekirin tenê ev nîne, gava meriv seva kirên xwe poşman dibe, lê hê zêde tişt lazim e. w21.10 3 ¶4-5, 7-8
Şemî, 23 Îlonê
Ev Mizgîniya Padşatiyê wê . . . bê dannasînkirinê (Met. 24:14).
Îşaya pêxember bû û jina wî jî ça “pêxember” dihate navkirinê (Îşaya 8:1-4, ÎM). Tê kifşê wekî Îşaya û jina wî xizmeta Yehowa datanîn ser ciyê pêşin. Rojên meda jî, wê baş be jin-mêr çi ji destê wan tê bikin, wekî jîyîna xweda xizmeta Yehowa daynin ser ciyê pêşin. Gava ewana Kitêba Pîroz tevayî lêkolîn dikin û divînin ku sozên Yehowa çawa têne sêrî, baweriya wan hindava Yehowa û sozên wî diha qewî dibe (Tîto 1:2). Usa jî ewana dikarin bifikirin, hela ewana xwexa ça dikarin piştgiriya pêkhatina hine pêxembertiyên Kitêba Pîroz bikin. Mesele, Îsa pêşda gotibû wekî pêşiya xilaziya vê dinyayê, mizgîna Padşatiyê wê ser temamiya dinyayê bê belakirinê, û ewana jî dikarin pêkanîna vê pêxembertiyêda kar bikin. Çiqas jin û mêr bawer dibin wekî gotinên Kitêba Pîroz hertim têne sêrî, haqas xwestina wan wê diha zêde bibe, wekî bi dil û can Yehowara xizmet bikin. w21.11 16 ¶9-10
Led, 24 Îlonê
Paşê gote şagirt: “Va ye diya te!” (Yûhn. 19:27).
Gava Îsa Mesîh dardakirî bû, ewî bona diya xwe xem dikir, çimkî ça tê kifşê ew hingê îda jinebî bû. Îsa bona Meryemê diya xwe xem dikir û wê hiz dikir, lema jî ewî lê tesmîlî Yûhenna kir, çimkî ewî zanibû ku Yûhenna wê bona hewcên wêye ruhanî xem bike. Hingêda, Yûhenna Meryemêra bû kur, û ewî ça diya xwe wê hesab dikir. Belê, Îsa Mesîh gelek qîmet dikir vê kulfeta ku ew dinê xistibû, dema mirina wî kêleka wî bû, û jêra hizkirineke mezin nîşan kir! Em dikarin ji gotinên Îsa çi hîn bin? Em hilbet merivên xwe hiz dikin û xwe nêzîkî wan texmîn dikin. Lê em dikarin xwe diha zêde nêzîkî xûşk-birên xweye ruhanî texmîn bikin. Merivên me dikarin miqabilî me derên, yan hela hê terka me jî bidin, lê çawa ku Îsa soz dabû, heger em nêzîkî Yehowa û teşkîleta wî bimînin, emê ji tiştên ku me unda kirine “sed qatî” zêdetir bistînin. Gelek xûşk û bira wê mera bibin ça qîz, kur, dê û bav (Marqos 10:29, 30). Gelo ew bawerî û yektiya xûşk-bira, yên ku him Yehowa him jî hevdu hiz dikin, dilê te germ nake? (Kolosî 3:14; 1 Petrûs 2:17). w21.04 9-11 ¶7-8
Duşem, 25 Îlonê
Qencî û alîhevkirinê bîr nekin (Îbrn. 13:16).
Kesên ku hizkirina amin nîşan dikin hazir in zemetê bikişînin. Gelek Şedên Yehowa xûşk-birên xwera hizkirina amin nîşan dikin, hela hê wanra jî kîjana nas nakin. Mesele, gava ewana dibihên ku cîkî teşqela tebiyetê qewimiye, ewana hazir in bêne hewara wan. Gava xûşk yan birak dikeve tengasiyê, ewana hazir in alî wî bikin. Qirna yekêda, civatên Mekedonî hazir bûn bona xûşk û bira cefa bikişînin. Îro jî, gelek xizmetkarên Xwedê usa dikin. Hine ji wan “ji qewata xwe zêdetir” qurbana dikin, wekî alî xûşk-bira bikin (2 Korintî 8:3). Rûspiyên civatê jî payê xûşk û birên dilovan didin. Bi saya van paya, xûşk û bira wê qewat û dilbîniyê bistînin (Îşaya 32:1, 2). w21.11 11 ¶14; 12 ¶21
Sêşem, 26 Îlonê
Guh bide û gotinên serwaxta bibihê (Metlk. 22:17).
Em gişk jî hewcê şîreta ne. Cara dibeke em xwexa şîretê ji merivekî usa dixwazin, qedrê kîjanî ku em digirin. Cara jî dibeke kesek, ku bona me xem dike, bê û mera bêje ku em gaveke nerast davêjin (Galatî 6:1). Usa jî, diqewime paşî şaşîke meye giran, kesek şîretê bide me û me rast ke. Şîret çi cûre jî bê dayînê, wê baş be wekî em guh bidinê. Ev yek bona kara me ye û dikare jîyîna me xwey ke (Metelok 6:23). Rêza rojê dibêje, ku gerekê em ‘gotinên serwaxta bibihên’. Gerekê em qebûl kin, wekî em her tiştî nizanin, û zanebûn yan feresetên kesekî din dikare ji ya me zêdetir be (Metelok 12:15). Lema jî, gerekê em milûk bin û guh bidin şîreta. Bi vî cûreyî em nîşan dikin, wekî em sînorên xwe zanin û hewcê alîkariyê ne. Bi rastî, bê alîkariyê emê nikaribin bigihîjin nêtên xwe. Silêman Padşa nivîsî ku “bi saya gelek şîretkara” meriv pêşda diçin (Metelok 15:22). w22.02 8 ¶1-2
Çarşem, 27 Îlonê
Ewê ku neheqîya xwe vedişêre xêrê nabîne, lê yê ku xwe mukur tê û dihêle, wê remê bibîne (Metlk. 28:13).
Tobekirina rast ne tenê ev e gava meriv bona gunê xwe poşman dibe. Xêncî vê yekê, lazim e wekî ew dilê xwe û hiş-aqilê xwe biguhêze. Bona vê yekê, gerekê ew riya xirab bihêle û vegere bal Yehowa (Hezeqêl 33:14-16). Nêta wîye sereke gerekê ew be, wekî ew tezeda bibe dostê Yehowa. Soz mesele, te bihîst wekî dostekî te gunekî giran kiriye. Tu gerekê çi bikî? Heger tu gunê dostê xwe veşêrî, ev yek wê zirarê bide wî, çimkî Yehowa her tiştî divîne, û em nikarin tiştekî ji wî veşêrin (Metelok 5:21, 22). Lema jî wê baş be dostê xwera bêjî, wekî ew ji rûspiya alîkariyê bixwaze. Lê heger ew derheqa gunê xwe rûspiyara nebêje, gerekê tu xwexa rûspiyara bêjî ku çi qewimiye. Bi vê yekê tuyê nîşan kî wekî dixwazî alî wî bikî. w21.10 7 ¶19-21
Pêşem, 28 Îlonê
Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere (Fîlî. 2:4).
Em gişk dikarin çev bidine Îsa û bikevine heyra meriva. Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa “kete binyata xulamekî” (Fîlîpî 2:7). Xulamê baş mecala digeriya, wekî axayê xwe razî ke. Em xulamên Yehowa û komekdarên xûşk-bira ne, lema em bêşik dixwazin dilê Yehowa û dilê xûşk-bira hê zêde şa kin û kêrî wan bên. Ji xwe bipirse: “Gelo ez hazir im ku bona merivên din wede û qewata xwe xerc kim? Çaxê lazim e, wekî Oda civatê yan jî ciyê civata mezin bê temizkirinê yan tezekirinê, gelo ez hazir im van şixulada alîkariyê bidim?” Heger em têderxin ku gerekê em xwe hine aliyava biguherînin, lê xwestina me hindik e, gerekê em ji dil dua bikin û derheqa problêma xwe Yehowara bêjin. Yehowa dikare xwestin û qewata me zêde ke, wekî em bixwazin vê yekê bikin (Fîlîpî 2:13). w22.02 22-23 ¶9-11
Înî, 29 Îlonê
Ezê rihetiyê bidime we (Met. 11:28).
Îsa yekî heyf û qenc bû. Gava zor bû jî, ew hindava merivada nerm bû û dikete halê wan (Metta 11:29, 30). Mesele, çaxê jinikeke Kenanî ji wî xwest, wekî ew qîza wê qenc ke, ewî sêrîda xwestina wê înkar kir, lê gava ewî dît ku baweriya wê çiqas qewî ye, ewî qîza wê qenc kir (Metta 15:22-28). Îsa çiqas yekî dilşewat bû jî, gava lazim dibû ku kesekîra şîret bida, ewî xwe paş nedixist. Mesele, çaxê Petrûsê şandî dixwest Îsa hêlan kira, ku ew xwestina Yehowa neyne sêrî, Îsa ew li ber şagirtên din rast kir (Marqos 8:32, 33). Îsa hemikî nedixwest Petrûs ber gişka bide şermê û nimiz ke, lê ewî dixwest Petrûs hîn ke û dersê bide şagirtên din, wekî ewana gelek xweda bawer nîbin. Petrûs bêşik şerm kir, lê çi jî hebû ev şîret gelek kêrî wî hat. Carna lazim e wekî tu raste-rast şîretê bidî kesên ku tu wana hiz dikî. Mîna Îsa, hertim li gora prînsîpên Kitêba Pîroz, bi nermî şîretê bide wan. w22.03 11 ¶12-13
Şemî, 30 Îlonê
De werin em . . . timê qurbana pesindayînê bidine Xwedê, awa gotî berê zar-zimanê xwe, yên ku navê wî îqrar dikin (Îbrn. 13:15).
Pesindayîna Yehowa pareke hebandina me ye (Zebûr 34:1). Gelek menî hene ku em bi razîbûnê besa hunur û karên Yehowa bikin û bi vî cûreyî pesnê wî bidin. Heger em derheqa qenciya Yehowa, dêmek derheqa hemû tiştên ku ewî bona me kiriye, kûr bifikirin, emê her gav bixwazin pesnê wî bidin. Şixulê belakirina mizgînê mecaleke baş dide me, wekî em “qurbana pesindayînê bidine Xwedê, awa gotî berê zar-zimanê xwe”. Em gerekê rind bifikirin ku emê duayên xweda çi bêjin, usa jî em gerekê rind bifikirin ku emê xizmetêda merivara çi bêjin. Em dixwazin ku “qurbana pesindayînê”, ya ku em pêşkêşî Yehowa dikin, ya herî baş be. Lema jî em bi dil û can merivara rastiyê gilî dikin. w22.03 21 ¶8