Cotmeh
Led, 1 Cotmehê
Xwezî li wî, ku minda şik nakeve (Met. 11:6).
Hîmê baweriya me Kitêba Pîroz e. Dîsa jî, gelek kes dikevin şikê, çimkî ewana difikirin ku hebandina me gelek berbiçev nîne, û tiştên ku em hîn dikin li gora dilê wan nînin. Seva ku em nelikumin, gerekê em çi bikin? Pawlosê şandî şagirtên Îsa yên Romayîra usa got: “Bawerî ji bihîstinê tê û bihîstin jî ji gotinên bona Mesîh” (Romayî 10:17). Gelek eyd-qeydên rêlîgî li meriva xweş tên, lê bi rastî ewana ne li gora Kitêba Pîroz in. Gelek ferz e ku em baweriya xwe, ne ku bi eyd-qeydên pûtparist, lê bi lêkolîna Nivîsarên Pîroz ava bikin. Lazim e ku baweriya me li ser zanebûna rast ava be, çimkî “bê bawerî tu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê” (Îbranî 11:1, 6). Mera nelazim e ku keremetekî ji ezmên bivînin, wekî fem bikin hela em li ser riya rast in yan na. Gotinên Kitêba Pîroz baweriya me diha qewî dikin û me didine bawerkirinê ku me rastî dîtiye. w21.05 4-5 ¶11-12
Duşem, 2 Cotmehê
Çi ku hate serê min, ewê hê kar da pêşdaçûyîna Mizgîniyê (Fîlî. 1:12).
Pawlosê şandî rastî gelek tengasiya dihat. Îlahî gava ew dihat lêdanê, wî didane ber kevira û davîtin kelê, ew hingê hewcê qewatê bû (2 Korintî 11:23-25). Pawlos dianî ser xwe û venedişart ku carna ew himberî fikrên xweye nêgatîv şer dike (Romayî 7:18, 19, 24). Usa jî, di bedena wîda “stiriyek” hebû, û ewî gelek cara reca kir ku Xwedê wî ji vê êşê xilaz ke (2 Korintî 12:7, 8, ÎM). Yehowa qewat dida Pawlosê şandî, wekî ew bikaribe xizmeta xwe wedê tengasiya bîne sêrî. Bîne ber çevê xwe ku Pawlos şixulên çiqas mezin dikirin. Mesele, gava ew li Romê li malê girtî bû, ewî derheqa mizgînê bi dil û can gilî dikir rêberên Cihûyara û dibeke jî serwêrên dewletêra (Karên Şandiya 28:17; Fîlîpî 4:21, 22). Usa jî, ewî derheqa mizgînê gelek nobedarara û hemû kesên ku dihatin teseliya wî, gilî dikir (Karên Şandiya 28:30, 31; Fîlîpî 1:13). Nemên ku Pawlosê şandî li wê demê bi rêberiya Xwedê nivîsî, îro jî gelek kêrhatî ne. w21.05 21 ¶4-5
Sêşem, 3 Cotmehê
“Ji nivîsarê derneyên”. Hingê ji we tu kes wê yek pê yekî nefire (1 Korn. 4:6).
Ûzîya Padşa seva quretiyê, şîret qebûl nekir û miqabilî Yehowa rabû. Bi eslê xwe, Ûzîya merivekî gelek aqil û serxwe bû. Ew şerada serketî bû, ewî gelek bajar ava kirin û ewî îşê cotkariyê pêşda dibir. Belê, “Xwedê karê wî serfiraz kir” (2 Dîrok 26:3-7, 10). Lê Kitêba Pîroz dibêje wexta ku ew bû yekî qewî, quretî kete dilê wî. Li gora qanûna Yehowa, tenê kahîna dikaribûn paristgehêda bixûrê bişewitînin. Lê Ûzîya Padşa dîsa jî li gora xwestina xwe kete paristgehê ku bixûrê bişewitîne. Ev yek Yehowa xweş nehat, lema ewî ev mêrê qure bi kotîbûnê ceza kir (2 Dîrok 26:16-21). Gelo em jî dikarin seva quretiyê mîna Ûzîya bikevin telikê? Belê, heger em destpêkin diha zêde bikevine heyra navê xwe. Bira em tu car bîr nekin ku hemû hunur, fereset û cabdariyên ku em civatêda distînin ji Yehowa tên (1 Korintî 4:7). Heger em qure bin, Yehowa wê me şixulê xweda nede xebatê. w21.06 16 ¶7-8
Çarşem, 4 Cotmehê
Bi wê yekê şa nebin ku cin êlimî we dibin, lê şa bin, ku navên we li ezmana nivîsar e (Lûqa 10:20).
Îsa Mesîh zanibû wekî seva şagirtên wî, xizmetî wê hertim haqas xweş û hewas derbaz nebe. Em nizanin çiqas meriv yên ku sêrîda guh dabûne şagirta, bûne bawermend. Lema jî, lazim bû wekî şagirt ne tenê vê yekêra şabûna, ku çiqas meriv mizgîniyê qebûl dikirin, lê herî zêde gerekê vê yekêra şa bûna, wekî Yehowa ji xîreta wan razî ye. Heger em xizmetêda sebir bikin, emê jîyîna heta-hetayê bistînin. Gava em toximên mizgîniya Padşatiyê diçînin, em usa jî ‘bona ruh diçînin’, dêmek em îznê didin wekî ruhê Xwedê ser me hukum bike. Firqî tune, me alî kesekî kiriye ku bibe Şedê Yehowa yan na, heger em “aciz nebin” û newestin, Yehowa wê jîyîna heta-hetayê bide me (Galatî 6:7-9). w21.10 26 ¶8-9
Pêşem, 5 Cotmehê
Gunê wî li wan hat . . . Destpêkir gelek tişt ew hîn kirin (Marq. 6:34).
Carekê, Îsa Mesîh û şagirtên wî paşî xizmetê gelek westiyayî bûn. Wana dixwest herin cîkî rihet ku hevekî hêsa bin, lê elaleteke mezin pey wan çûn. Dilê Îsa ser wan şewitî, lema jî ewî “destpêkir gelek tişt ew hîn kirin”. Îsa halê wan fem dikir, çimkî xwe datanî dewsa wan. Ewî didît ku derdê wan çiqas giran e û ewana çiqas hewceyî hêviyê ne, lema jî dixwest alî wan bike. Îro jî halê meriva usa ye. Ewana çiqas rûva bextewar bêne kifşê jî, bi rastî ewana berxên undabûyî û bê şivan in. Pawlosê şandî got ku merivên usa bê hêvî û “bê Xwedê” ne (Efesî 2:12). Gava em difikirin ku merivên deşta meda çiqas hewcê rastiyê ne, gelo dilê me ser wan naşewite? Belê, em meriva hiz dikin û dixwazin alî wan bikin. Alîkariya herî baş ev e ku em tevî wan hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin. w21.07 5 ¶8
Înî, 6 Cotmehê
Em kubar nebin, . . . û hevsûdiyê li hevdu nekin (Galt. 5:26).
Merivekî xwehiz qure ye û tenê dikeve heyra xwe. Kesê çevnebar ne ku tenê van tişta dixwaze çi ku cem kesên din hene, lê hela hê dixwaze ku ew tişt cem wan tune bin jî. Bi rastî hevsûdî nefretêva girêdayî ye. Hunurên usa ça xwehizî û çevnebarî mîna kurmên darê ne, yên ku hindurê darê dixwin û dirizînin. Diqewime derbêra eşkere nîne ku dar îda riziya ye, lê rojekê, ev dar wê bikeve. Mîna vê yekê, kesek dikare wextekê Yehowara xizmet bike, lê heger dilê wîda xwehizî û hevsûdî hebin, ewê mîna dareke riziyayî bikeve (Metelok 16:18). Axiriyêda ev kes wê xizmeta xwe bihêle û zirarê bide xwe û kesên din. Seva ku em xwehiziyê ji xwe dûr xin, wê baş be ku em guh bidine vê şîreta Pawlosê şandî: “Tiştekî bi hevrikiyê nekin û li navê xwe negerin, lê ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire” (Fîlîpî 2:3). w21.07 15-16 ¶6-8
Şemî, 7 Cotmehê
Mizgînîdayîna me ne ku tenê bi xeberê wera hate dayînê, lê usa jî bi qewatê, bi ruhê pîroz û bê şikiyê (1 Têsln. 1:5).
Hine kes difikirin, wekî dînê rast gerekê caba her pirsê bide – heta pirsên usa jî, ku Kitêba Pîroz raste-rast cab nade. Gelo ev fikir rast e? Hela dîna xwe bidine mesela Pawlosê şandî. Ewî kesên bawermend hêlan dikir, wekî “her tiştî bicêribînin”, lê dîsa jî ewî qebûl dikir wekî ew gelek tişta fem nake (1 Têsalonîkî 5:21). Pawlosê şandî usa nivîsî: “Em ji pirî-hindikî zanin . . . Niha em çawa qeretûkî neynikêda dibînin” (1 Korintî 13:9, 12). Pawlos her tişt fem nedikir, û em jî her tiştî fem nakin. Lê Pawlos xwestin û nêta Yehowaye sereke fem dikir, lema jî bawer bû ku ew ser riya rastiyê ye. Seva ku em bawer bin wekî em ser riya rastiyê ne, wê baş be em lêkolîn bikin hela Îsa Mesîh çawa Xwedê diheband, û vê yekê beramberî hebandina Şedên Yehowa bikin. w21.10 18-19 ¶2-4
Led, 8 Cotmehê
Pêncîsalîya xweda bira ew xizmetkarîyê bihêlin û îdî nexebitin (Jimar 8:25).
Firqî tune, kesên emirda mezin xizmeta hertimda bin yan na, ewana hemû dikarin alî kesên din bikin. Wê baş be wekî ewana hînî halê xweyî teze bin û xwera nêtên teze daynin. Dewsa ku dilê wan ser kifşkirinên wane berê bimîne, wê baş be ewana nêtên teze daynin pêşiya xwe û dîna xwe bidin tiştên ku qewata wan digihîjê bikin. Dawid Padşa jî sînorên xwe qebûl dikir. Ewî gelek dixwest bona Yehowa paristgehê ava kira. Lê gava Yehowa wîra got wekî kurê wî Silêman wê vî şixulî bîne sêrî, Dawid qirara Yehowa qebûl kir û bi dil û can piştgiriya vê safîkirinê kir (1 Dîrok 17:4; 22:5). Dawid nedifikirî wekî Silêman hê “cahil e” û necêribandî ye, û wê diha baş be wekî ew xwexa vî şixulî bike (1 Dîrok 29:1). Dawid zanibû ku pêşdaçûyîna avakirinê kerema Yehowava girêdayî ye, ne ku vê yekêva ku serkar çend salî ye yan çiqas cêribandî ye. Çaxê cabdariya kesên emirda mezin tê guhastinê û îda lazim e wekî ewana şixulên civatê tesmîlî birên diha cahil bikin, ewana dîsa jî civatêda şixulên din dikin. Ewana bawer in wekî Yehowa wê xîreta birên cahil kerem bike. w21.09 9 ¶4; 10 ¶5, 8
Duşem, 9 Cotmehê
Ew berbi heqîyê milûka dibe û rîya Xwe milûka hîn dike (Zeb. 25:9).
Gava em nêtên ruhanî datînin pêşiya xwe, em bextewar dibin. Lê gerekê em ne li gora qewata û derecên kesên din, lê qasî qewat û derecên xwe xwera nêta daynin. Ev yek ferz e seva ku em dilteng nebin û şabûna xwe unda nekin (Lûqa 14:28). Tu xizmetkarekî Yehowa yî, lema tu malbeta wîda endemekî hêja yî. Yehowa tu kişandiye bal xwe, ne ji bo vê yekê ku tu ji merivên din çêtir î, lê çimkî ewî dilê te nihêrî, dît ku tu yekî milûk î, hazir î ji wî hîn bî û bêyî guhastinê. Bawer be ku gava tu çi ji destê te tê dikî wekî wîra xizmet bikî, ew vê yekê gelek qîmet dike. Aminiya te nîşan dike wekî dilê te “sax û qenc” e (Lûqa 8:15). Lema, berdewam ke çiqas ji destê te tê bi dil û can Yehowara xizmet ke. Heger tu usa bikî, tuyê bikaribî kirên xwera û pêşdaçûyîna xwera şa bî! (Galatî 6:4). w21.07 24 ¶15; 25 ¶20
Sêşem, 10 Cotmehê
Yê ku gunekar ji riya wiye xalifî vedigerîne, ew ruhekî ji mirinê xilaz dike (Aqûb 5:20).
Gelek car em gerekê himberî neheqiyê sebir kin, heta ev bê safîkirinê. Mesele gava rûspî pêdihesin, wekî xûşk yan birakî gunekî giran kiriye, ewana dua dikin, ku Yehowa bîlaniyê bide wan ser vê derecê bi çevê wî binihêrin (Aqûb 3:17). Nêta wan ev e, wekî alî kesê gunekar bikin ji riya şaş vegere (Aqûb 5:19, 20). Usa jî, ewana çi ji destê wan tê dikin, wekî civatê biparêzin û berdiliyê bidin wan kesa, yên ku ji vê derecê zirar standine (2 Korintî 1:3, 4). Û çaxê rûspî derecên usa lêkolîn dikin, berî pêşin lazim e, wekî ewana pêbihesin ku bi rastî çi qewimiye, û bona vê yekê wede lazim e. Ewana dua dikin, û bi nermî ser hîmê Kitêba Pîroz şîretê didin kesê gunekar, û paşê bi heqî wî şîret û rast dikin (Yêremya 30:11). Rûspî leze-lez dîwana wî kesî nakin. Gava ev derece rast û heq tê safîkirinê, ev yek civatêra kareke mezin tîne. w21.08 11 ¶12-13
Çarşem, 11 Cotmehê
Tu kuda herî ezê bêm . . . Cimeta teyê cimeta min be, Xwedê teyê Xwedêyê min be (Rût 1:16).
Gava welatê Îsraêlêda xelayî destpêbû, Nahomî tevî mêr û du kurên xwe mala xwe hîşt û çû welatê Mowabê. Wêderê, mêrê Nahomîyê mir. Du kurên wê zewicîn, lê yazix wede şûnda kurên wê jî mirin (Rût 1:3-5). Ji bo van derdên giran, Nahomîyê xwe bêçare texmîn dikir, û ew difikirî ku Yehowa pişta xwe da wê. Dîna xwe bidin ewê çi got: “Destê Xudan li ser min giran bûye . . . Yê Herî Zor derd û kulava ez danîme”. Ewê usa jî got: “Xudan çerxa min çep kir û Yê Herî Zor ez kirime vê rojê” (Rût 1:13, 20, 21). Yehowa zane wekî rûyê kul-derdada merivê bîlan dikare bêhemdê xwe xeber de (Waîz 7:7). Ewî Rût hêlan kir wekî Nahomîyêra hizkirina amin nîşan bike. Rûtê bi rezedilî û bi nermî dilê xasiya xwe qewî kir û alî wê kir ew fem ke wekî Yehowa lê hiz dike. w21.11 9 ¶9; 10 ¶10, 13
Pêşem, 12 Cotmehê
Hîvî ji Xwedê bike (Aqûb 1:5).
Wê baş be ku em herî zêde dîna xwe bidin kifşkirinên ku niha cem me hene. Lê gelo ew yek tê hesabê ku ne lazim e em xîret bikin wekî xizmetêda diha pêşda herin? Hilbet na! Em dikarin û him jî lazim e ku em nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe. Heger nêtên meye ruhanî hebin, emê çi ji destê me tê bikin, wekî him xizmetêda bibine hoste him jî civatêda kêrî xûşk-bira bên. Seva em bigihîjin van nêta, gerekê em bi serwaxtî û milûktî dîna xwe bidin vê yekê, ku em çawa dikarin alî kesên din bikin (Metelok 11:2; Karên Şandiya 20:35). Gelo tu dikarî xwera kîjan nêta daynî? Ji Yehowa alîkariyê bixwaze wekî têderxî hela tu dikarî bigihîjî kîjan nêta (Metelok 16:3). Mesele, gelo tu dikarî bibî pêşengê wedelû yan pêşengê hertim? Gelo tu dikarî Beytelêda yan proêktên avakirinêda xizmet bikî? Yan jî, seva ku tu mizgînê diha zêde bela kî, gelo tu dikarî zimanekî teze hîn bî yan derbazî deşteke din bî? w21.08 23 ¶14-15
Înî, 13 Cotmehê
Huba Wî [hizkirina amin, DT] heta-hetayê ye (Zeb. 136:1).
Yehowa xweş tê hizkirina amin bide kifşê (Hoseya 6:6). Bi saya Mîxa pêxember, Xwedê mera dibêje wekî em vî hunurî hiz bikin (Mîxa 6:8). Lê seva ku em bikaribin vê yekê bikin, lazim e bizanibin hela hizkirina amin çi ye. Xebera Îbranî “hizkirina amin”, “Welgerandina Dinya Tezeda” ser zimanê Înglîzî, weke 230 cara hatiye xebitandinê. Lê welgerandinên Kitêba Pîrozda ser zimanê Kurmancî ça “huba amin”, “aminî”, “dilsozî” û “hizkirin” hatiye welgerandinê. Yehowa eyankirina vî hunurîda mesela herî mezin e. Gelo hizkirina amin çi ye? Hizkirina wî cûreyî gelek qewî ye û tu car kuta nabe, û ew hêlan dike bi aminî timê kêleka wî kesî bin, kîjanî ku hiz dikin. Xwedê vî hunurî hindava meriva eyan dike, û meriv jî dikarin vî hunurî hevdura eyan kin. Bêşik, Dawid padşa hêlan bû ku bêje: “Ya Xudan! Huba Te heta ezmên e . . . Huba Te çiqas bêhimber e, Xwedêyo” (Zeb. 36:5, 7). Lê em mîna Dawid, hizkirina Yehowayî amin qîmet dikin? w21.11 2 ¶1-2; 3 ¶4
Şemî, 14 Cotmehê
Hûn aha dua bikin: “Bavê meyî ezmana!” (Met. 6:9).
Îsa Mesîh, dêmek “Nixuriyê Xwedê”, û bi mîlyona melek para malbeta Yehowa ne (Kolosî 1:15; Zebûr 103:20). Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî got wekî merivên amin dikarin Yehowa ça Bavê xwe hesab kin. Gava ewî şagirtên xwera besa Yehowa kir, ewî got ku ez diçim cem “Bavê xwe û cem Bavê we” (Yûhenna 20:17). Çaxê em emirê xwe tesmîlî Yehowa dikin û têne nixumandinê, em dibin para malbeteke bi hizkirinê tije (Marqos 10:29, 30). Yehowa xweyîhukumê mezin e, lê ew yekî sert û dilsar nîne. Îsa dixwaze wekî em jî Yehowa ça Bavekî dilgerm û dilovan hesab kin. Îsa dua bi van giliya destpêkir: “Bavê meyî ezmana”. Îsa dikaribû mera bigota, wekî em Yehowa ça “Yê Herî-Zor”, ça “Efirandar” yan ça “Padşayê heta-hetayê” nav bikin, çimkî ev sernavên Xwedê rastî jî hêjayî wî ne û Kitêba Pîrozda jî nivîsar in (Destpêbûn 49:25; Îşaya 40:28; 1 Tîmotêyo 1:17). Lê dewsê Îsa got wekî em Yehowara bêjin “Bavo”. w21.09 20 ¶1, 3
Led, 15 Cotmehê
Manaşşe pê zanî bû ku Xudan, Xwedê ew e (2 Dîr. 33:13).
Mîna Ahab, Minaş jî yekî serhişk bû, û ewî guh nedida pêxemberên Yehowa. Xilaziyê, Yehowa serokên ordiya padşê Asûrê miqabilî Cihûdayê şand, û Minaş “li hesin xistin û bi du qatî zincîrêva girêdan û wî birin Babîlê”. Kifş e, paşî ku Minaş welatekî xerîbda kete kelê, ew li ser kirên xwe kûr fikirî û “xwe li ber Xwedayê bapîrên xweva zef nimiz kir”. Usa jî, ewî “ji Xwedayê xwe Xudanra lava kir” û “jêra dua kir” (2 Dîrok 33:10-12). Wede şûnda, Yehowa guh da duayên Minaş. Ewî dît ku Minaş hate guhastinê û ev yek ji duayên wî eşkere bû. Lema, Yehowa guh da wî û ew vegerand ser textê padşatiyê. Belê, Minaş pê kirên xwe îzbat kir, wekî ewî ji dil tobe kiribû. w21.10 4 ¶10-11
Duşem, 16 Cotmehê
Du kes ji kesekî çêtir in, çimkî qezanca keda wan çêtir e (Waîz 4:9, ÎM).
Priskîla û Ekîla mala xwe bar kirin û çûne bajarê Korintê. Wêderê lazim bû ewana her tiştî tezeda destpêkin. Korintêda wana piştgiriya civatê dikir û tevî Pawlos hêlanê dida xûşk û bira. Paşê, ewana derbazî bajarên din jî bûn, wekî mizgînê bela kin (Karên Şandiya 18:18-21; Romayî 16:3-5). Jîyîna wan bêşik gelek xweş bû, çimkî ewana tevayî şixulê Yehowava mijûl dibûn! Îro jî, cotên zewicî dikarin mîna Priskîla û Ekîla şixulê Padşatiyê daynin ciyê pêşin. Wê baş be wekî ewana pêşiya zewacê, gava hevdu nas dikin, derheqa nêtên xwe xeber din. Heger jin û mêr tevayî safîkirina bikin û xîret bikin wekî bigihîjin nêtên ruhanî, ewana wê jîyîna xweda diha zêde destê Yehowa bivînin (Waîz 4:12). w21.11 17 ¶11-12
Sêşem, 17 Cotmehê
Ji we her kes qedirê dê û bavê xwe bigire . . . ez Xudan Xwedêyê we me (Qan. Kah. 19:3).
Eyan e wekî em gerekê bi dil temiya Xwedê bînin sêrî, ku qedirê dê-bavê xwe bigirin. Bîr nekin wekî gotinên Qanûna Kahîntiyê 19:3 – ku gerekê meriv qedirê dê-bavê xwe bigire – derbêra paşî van gotina tên: “Pîroz bin, çimkî ez Xudan Xwedêyê we pîroz im” (Qanûna Kahîntiyê 19:2). Yehowa dixwaze, wekî em qedirê dê-bavê xwe bigirin, lema jî wê baş be em ji xwe bipirsin: “Gelo ez bi rastî qedrê dê û bavê xwe digirim?” Heger tu fem dikî ku te heta niha guh nedaye vê temiyê, wê baş be ser xwe bixebitî ku bêy guhastinê. Tu hilbet nikarî rojên derbazbûyî vegerînî, lê tu dikarî îroda diha zêde wede tevî dê-bavê xwe derbaz kî û aliyê matêriyalî û ruhanîva alî wan bikî. Bi vî cûreyî tuyê li gora şîreta ji Qanûna Kahîntiyê 19:3 bijîyî. w21.12 4-5 ¶10-12
Çarşem, 18 Cotmehê
Loma nekin (Met. 7:1).
Dawid Padşa gunên giran kir. Mesele, Dawid tevî Bat-Şebayê bênamûsî kir û serda jî ewî mêrê wê da kuştinê (2 Samûyêl 11:2-4, 14, 15, 24). Usa Dawid bela anî ser xwe û malbeta xwe (2 Samûyêl 12:10, 11). Careke din, Dawid xwe bi temamî nesparte Yehowa û ferman da, wekî ordiya Îsraêlê bê jimartin. Evê yekê çi axirî anî? Weke 70 000 Îsraêlî ji bo nexweşîke giran mirin (2 Samûyêl 24:1-4, 10-15). Gelo tuyê bifikiriyayî ku Dawid hêjayî rema Yehowa nîne? Yehowa usa nedifikirî. Ewî dîna xwe da aminî û tobekirina Dawid. Axiriyêda Yehowa gunên Dawide giran, baxşand. Yehowa zanibû, wekî Dawid gelek wî hiz dike û dixwaze tiştên rast bike. Gelo tu şêkirdar nînî, wekî Xwedê dîna xwe dide xeyset-hunurên meye baş? (1 Padşatî 9:4; 1 Dîrok 29:10, 17). w21.12 19 ¶11-13
Pêşem, 19 Cotmehê
Destxweda çevên wî dîtin, da pey Îsa çû û şikirî dida Xwedê (Lûqa 18:43).
Îsa hindava kesên seqet dilrem bû. Xebera ku ewî Yûhennayê Nixumdarra şandibû, bîne bîra xwe: “Kor dibînin, seqet digerin, kotî paqij dibin, ker dibihên, mirî radibin”. Kesên ku keremetên Îsa didîtin, “pesinê Xwedê didan” (Lûqa 7:20-22). Em şagirtên Îsa ne, lema jî em dixwazin mîna wî hindava kesên seqet dilrem, heyf û bi sebir bin. Em hilbet nikarin mîna Îsa keremeta bikin, lê em dikarin mizgînê bidin kesên ku fîzîkî yan ruhanîda kor in. Em dikarin wanra bêjin wekî cinetêda her kes wê ji aliyê fîzîkî û ruhanîva bêqisûr be (Lûqa 4:18). Bi saya vê mizgînê, gelek kes îda pesinê Xwedê didin. w21.12 9 ¶5
Înî, 20 Cotmehê
We bona sebira Îbo bihîstiye û we dît, Xudan axiriya wî çawa xêr kir (Aqûb 5:11).
Aqûb ser hîmê Nivîsarên Pîroz hîn dikir. Bi alîkariya Xebera Xwedê, ewî nîşan kir wekî Yehowa kesên amin xelat dike, çawa ku ewî Îbo xelat kir. Aqûb ev ders bi gotinên hêsa û logîkî şirovekir. Bi vî cûreyî, ewî dîna meriva kişande ser Yehowa, ne ku ser xwe. Ders: Bi gotinên hêsa xeber de û ji Xebera Xwedê hîn ke. Nêta me ne ev e ku nîşanî meriva bikin, wekî zanebûna me çiqas kûr e, lê ev e ku nîşanî wan bikin, wekî zanebûna Yehowa çiqas kûr e û ew çiqas bona wan xem dike (Romayî 11:33). Seva ku em bigihîjin vê nêtê, gelek ferz e wekî gotinên me hertim ser hîmê Nivîsarên Pîroz bin. Mesele, dewsa ku em xwendekarên xwera bêjin meyê çi bikira, gerekê em alî wan bikin, wekî ewana dîna xwe bidin meselên ji Kitêba Pîroz, û usa jî fikir û hestên Yehowa fem bikin. Bi vî cûreyî, ewana wê bixwazin ne ku dilê me, lê dilê Yehowa şa kin. w22.01 11 ¶9-10
Şemî, 21 Cotmehê
Hevalê xwe weke xwe hiz bikî (Qan. Kah. 19:18).
Xwestina Xwedê ne tenê ev e wekî em merivara xirabiyê nekin. Heger em dixwazin dilê Xwedê şa kin, gelek ferz e em meriva hiz bikin. Gotinên Îsa nîşan dikin, ku temiya ji Qanûna Kahîntiyê 19:18 gelek ferz e. Carekê Fêrisîkî ji Îsa pirsî: “Dersdar. Qanûnêda kîjan e temiya here mezin?” Îsa got wekî temiya herî mezin ev e ku Yehowa hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe. Paşê, ewî giliyên ji Qanûna Kahîntiyê 19:18 wekiland û got: “Ya duda jî mîna vê ye: ‘Hevalê xwe weke xwe hiz bike’” (Metta 22:35-40). Em hilbet dikarin cûre-cûre aliyava nîşan bikin, wekî em meriva hiz dikin. Mesele, Qanûna Kahîntiyê 19:18 me hîn dike, ku em ça dikarin nîşan bikin, wekî meriva hiz dikin: “Heyfê hilnedî û kînê zarên cimeta xwera nejoyî”. w21.12 10-11 ¶11-13
Led, 22 Cotmehê
Çaxê ewî bayê qayîm dît tirsiya û îdî wê nuq bûya, kire qîrîn: “Xudan, min xilaz ke!” (Met. 14:30).
Îsa destê xwe dirêjî wî kir û Petrûs xilaz kir. Hewas ew e ku heta Petrûs dîna xwe dida Îsa, ewî dikaribû li ser avêra here. Lê gava Petrûs dîna xwe da firtonê, tirs û şik ketine dilê wî, û ewî destpêkir nuq be (Metta 14:24-31). Em dikarin ji serhatiya Petrûs hine dersa hîn bin. Gava Petrûs ji qeyikê peya bû û li ser avêra çû, ew nedifikirî ku ewê ji bo firtonê bikeve panîkê û nuq be. Ew difikirî, wekî ew dikare li ser avêra here bal Axayê xwe. Lê ewî heta xilaziyê dîna xwe neda vê nêtê. Em hilbet nikarin li ser avêra herin, lê baweriya me bi cûrekî din tê cêribandinê. Heger em dîna xwe nedin Yehowa û sozên wî, em dikarin ji aliyê ruhanîva “nuq bin”. Jîyîna meda bager û firtone çiqas mezin bin jî, gerekê em hertim dîna xwe bidine Yehowa û bawer bin, wekî ew dikare alî me bike. w21.12 17-18 ¶6-7
Duşem, 23 Cotmehê
Ezê saya huba Teye pir, bikevime nava Xana Te (Zeb. 5:7).
Dua, lêkolîn û fikirandina kûr, pareke hebandina me ye. Gava em dua dikin, em bi vî cûreyî tevî Bavê xweyî ezmana xeber didin, yê ku me gelek hiz dike. Gava em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, em ji Xwedê hîn dibin, yê ku Kaniya bîlaniyê ye (Metelok 2:1-5). Gava em ser tiştên ku em derheqa Yehowa hîn dibin, kûr difikirin, em nêt û hunurên wî divînin, û em fem dikin wekî nêta wîda rola me çi ye. Heger em wedê xwe bi vî cûreyî bidine xebatê, emê tu car poşman nebin! Lê heger wedê me hindik be, gelo em ça dikarin ev wede bi bîlanî bidine xebatê? Heger dibe, xwera cîkî başqe û rihet bivîne. Dîna xwe bide mesela Îsa. Pêşiya ku ewî xizmeta xwe destpêkir, ew 40 roj beriyêda bû (Lûqa 4:1, 2). Wêderê mecala wî hebû, wekî Yehowara dua bike û derheqa qirara Wî hindava xwe, kûr bifikire. Bêşik, ev yek bona tengasiyên axiriyê, wî hazir dikir. w22.01 27-28 ¶7-8
Sêşem, 24 Cotmehê
Bi saya gelek şîretkara ew têne sêrî (Metlk. 15:22).
Diqewime rûspîk yan birakî cêribandî mera bêje, ku gerekê em ser kêmasîke xwe bixebitin. Ew bira usa me hiz dike, ku ser hîmê Kitêba Pîroz şîretê dide me. Gelo ne lazim e wekî em guh bidine wî û vê şîretê qebûl kin? Cara çaxê mera raste-rast şîreta didin, mera hêsa nîne van şîreta qebûl kin. Em hela hê dikarin bixeydin jî. Gelo çira? Em hilbet qebûl dikin wekî em gunekar in, lê gava kesek dîna me dikişîne ser kêmasîke me, em dikarin eciz bin (Waîz 7:9). Dibeke vî çaxî em destpêkin xwe heq derxin, û nêta kesê ku şîretê dide me bikine bin şikê, yan jî ser cûrê şîretdayîna wî hêrs kevin. Diqewime em meniya bigerin û usa bêjin: “Çi îzna wî heye ku şîretê bide min? Bira pêşiyê xwe binihêre!” Çaxê şîreta ku em distînin, me xweş nayê, hingê dibeke em vê şîretê pişt guhê xweva bavêjin, yan jî şîreteke ku me xweş tê, bigerin. w22.02 8-9 ¶2-4
Çarşem, 25 Cotmehê
Qewata we wê yekêda ne, wekî dilê xweda rihetiyê xweyî kin û îtbarî bidine kifşê (Îşa. 30:15, DT).
Gelo îtbariya me hindava safîkirinên Yehowa, dinya tezeda jî dikare bê cêribandinê? Bîne bîra xwe ku gava Îsraêlî ji xulamtiya Misrê aza bûn, wede şûnda çi qewimî. Hine ji wana dikire kute-kut û gazinê xwe dikirin, çimkî wana bîra xwarinên Misrê dikirin, û ev mana ya ku Yehowa dida wan, nedişêkirandin (Jimar 11:4-6; 21:5). Paşî tengasiya mezin, gelo emê jî seva hine tişta eciz bin? Mesele, em nizanin ku çiqas şixul wê hebe heta ku em erdê temiz kin û hêdî-hêdî bikin cinet. Diqewime wê gelek şixul hebe, û pêşiyê jîyîna me wê hevekî çetin be. Gelo emê hingê seva tiştên ku Yehowa daye me, gazina bikin? Heger em nihada bona tiştên ku Yehowa dide me razî bin, ew yek wê alî me bike wekî em hingê jî şêkirdar bin. w22.02 7 ¶18-19
Pêşem, 26 Cotmehê
Wê xwe rîşiyê kincê Cihûkîva bigirin, û bêjin: “Em dixwazin tevî we bên, çimkî me bihîstiye Xwedê tevî we ye” (Zeker. 8:23, DT).
Vê pêxembertiyêda ji Zekerya 8:23 mêrekî “Cihû”, bi sîmbolîk tê hesabê koma Mesîhiyên bi ruh kifşkirî (Romayî 2:28, 29). Deh kesên ji miletên din têne hesabê pezên din, yên ku bi aminî tevî Mesîhiyên bijartî Yehowara xizmet dikin. Çawa ku pêxembertiya ji Hezeqêl 37:15-19, 24, 25-da tê kifşê, Yehowa Mesîhiyên bi ruh kifşkirî û pezên din kirine yek. Pêxembertî besa du “çoya” dike, dêmek du dara. Kesên bi ruh kifşkirî ça darê “Cihûda” ne (bereka ku padşên Îsraêlê jê dihatin), pezên din jî ça darê “Efrayîm” in. Yehowa gotibû ku ewê van du koma bike yek, wekî ew bibin darek. Lema, ev du kom, bin serwêrtiya Îsada tevayî yektiyêda xizmet dikin (Yûhenna 10:16). w22.01 22 ¶9-10
Înî, 27 Cotmehê
Haş ji xwe hebin, ku hûn qenciyên xwe ber meriva nekin, wekî ji wan bêne kifşê (Met. 6:1).
Îsa besa hine kesa dikir, yên ku kesîbara qencî dikirin, çimkî dixwestin biketana çeva û payî bistandana. Kirên van kesa çiqas jî ça qencî dihate kifşê, yeke qenciya wan ber çevê Yehowa bêqîmet bû (Metta 6:2-4). Heger em bi nêta rast qenciyê dikin, vî çaxî em bi rastî merivne qenc in. Ji xwe bipirse: “Xêncî ku ez zanim wekî tiştên rast çi ye, gelo ez xwexa jî van tişta dikim? Gava ez qenciyê dikim, ez vê yekê bi çi nêtê dikim?” Ruhê Xwedê qewateke usa ye, ku me hêlan dike tiştên rast bikin (Destpêbûn 1:2). Lema jî, lazim e ku her xeysetekî “berê ruh” li ser me hukum ke û qewatê bide me tiştên rast bikin. Mesele, Aqûb usa nivîsîbû: “Bawerî bêyî kira mirî ye” (Aqûb 2:26). Vê yekê em dikarin bêjin derheqa hemû xeyset-hunurên ku dikevin nava “berê ruh”. Çiqas em wan hunura didine kifşê, haqas em nîşan dikin ku ruhê Xwedê ser me hukum dike. w22.03 11-12 ¶14-16
Şemî, 28 Cotmehê
Mîna wî Pîrozê ku gazî we kir, hûn jî pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda (1 Pet. 1:15).
Em çiqas Yehowara xizmet bikin û qenciyê bikin jî, ev yek bes nîne. Pêşiya ku Petrûs got, wekî em “pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda”, ewî gotibû ku gerekê em “fikirên xweda piştgirêdayî û hişyar bin” (1 Petrûs 1:13). Gelo bona çi? Ewî zelal kir wekî birên Îsa yên bi ruh kifşkirî wê ‘keremetên Xwedê bikine dengî’, yê ku “gazî” wan kiriye (1 Petrûs 2:9). Îro jî lazim e, wekî hemû şagirtên Îsa vî şixulê ferz bikin. Bi rastî ev cabdarî qenciya herî mezin e, ku em dikarin bona meriva bikin. Qedrekî çiqas mezin e, ku em ça cimeteke pîroz dikarin mizgînê bi dil û can bela kin! (Marqos 13:10) Gava em bi xîret mizgîniyê bela dikin, em îzbat dikin wekî em Xwedê û meriva hiz dikin. Usa jî em bi vî cûreyî nîşan dikin, ku em dixwazin “pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda”. w21.12 13 ¶18
Led, 29 Cotmehê
Heger hûn tiştekî dibaxşînine yekî, ez jî tevî we me (2 Korn. 2:10).
Pawlosê şandî hertim ser xûşk-bira bi pozîtîv dinihêrî. Ewî fem dikir, ku gava kesek şaşî dike, ev yek nayê hesabê ku ew merivekî xirab e. Ewî xûşk-bira hiz dikir û dîna xwe dida xeysetên wane baş. Gava wanara çetin bû ku tiştên rast bikin, Pawlos dîsa jî nedifikirî ku nêta wan xirab e, lê fem dikir ku ewana hewcê alîkariyê ne. Mesele, bîne bîra xwe ku gava nav du xûşkên civata Fîlîpyayêda problêm pêşda hat, Pawlos çi kir (Fîlîpî 4:1-3). Pawlos ev du xûşk, Eyodiya û Sintîxa, rind nas dikirin. Ewî zanibû ku wana gelek sala bi milûktî xizmet kiribûn, û ew bawer bû ku Yehowa wana hiz dike. Lema jî Pawlos ew sert sûcdar nekirin, lê ewî dîna xwe da xeysetên wane baş, û dixwest alî wan bike wekî ewana li hev bên. Bi saya nihêrandina pozîtîv, ewî şabûna xwe unda nedikir, û dostiya wî tevî xûşk-bira xirab nedibû. w22.03 30 ¶16-18
Duşem, 30 Cotmehê
Xudan nêzîkî dilşkestîya ye û merim-belengaza didebirîne (Zeb. 34:18).
Edilaya ku Yehowa dide, rihetiyê dike hiş û dilê me. Dîna xwe bidin ku Yehowa ça alî xûşkeke bi navê Lûz kir. Ew dibêje: “Carna, ez xwe tenê texmîn dikim û difikirim wekî Yehowa min hiz nake. Lê vê demê, ez derbêra dilê xwe Yehowara vedikim. Dua dilê min rihet dike”. Çawa ku mesela xûşka me nîşan dike, em dikarin bi saya dua rihetiya dil bistînin (Fîlîpî 4:6, 7). Em zanin ku heger em merivê xweyî hizkirî unda kin, Yehowa û Îsa wê dilbîniyê bidine me. Usa jî, hêsirên wî tînin bîra me, wekî em gerekê mizgîniyê bi dilremî bela kin, çimkî dilê Yehowa û Îsa ser meriva dişewite. Xêncî vê yekê, hêsirên Îsa nîşanî me dikin ku Yehowa û Kurê wî sistbûnên me fem dikin û dixwazin alî me bikin wekî em amin bimînin. Em gelek hizreta vê rojê ne, ku Yehowa “hemû hêsirên [me] paqij ke” (Eyantî 21:4). w22.01 15 ¶7; 19 ¶19-20
Sêşem, 31 Cotmehê
Derê tengra bikevine hindur, çimkî fire ye ew derî û ber e ew riya ku dibe berbi undabûnê û gelek in ewên ku wêda diçin (Met. 7:13).
Îsa besa du deriya kir, yên ku ber du cûre rê vedibin, riya “fire” û riya “teng” (Metta 7:14). Riya sisiya tune! Gerekê em safî bikin ku emê kîjan rêra herin. Ev safîkirineke gelek ferz e, çimkî jîyîna meye heta-hetayê vê yekêva girêdayî ye. Sed heyf wekî heçî zef meriv riya “fire” dijbêrin, çimkî ev rêke hêsa ye. Ewana fem nakin ku ev rê, riya Mîrê-cina ye, ya ku “dibe berbi undabûnê” (1 Korintî 6:9, 10; 1 Yûhenna 5:19). Riya din riya “teng” e, û ça Îsa gotibû, “hindik in ewên ku wê rêyê dibînin”. Gelo çira? Rêza dinda, Îsa şagirtên xwera got, wekî ewana xwe “ji pêxemberên derew” dûr bigirin (Metta 7:15). w21.12 22-23 ¶3-5