KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es23 rûp. 108-118
  • Mijdar

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mijdar
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2023
  • Binserî
  • Çarşem, 1 Mijdarê
  • Pêşem, 2 Mijdarê
  • Înî, 3 Mijdarê
  • Şemî, 4 Mijdarê
  • Led, 5 Mijdarê
  • Duşem, 6 Mijdarê
  • Sêşem, 7 Mijdarê
  • Çarşem, 8 Mijdarê
  • Pêşem, 9 Mijdarê
  • Înî, 10 Mijdarê
  • Şemî, 11 Mijdarê
  • Led, 12 Mijdarê
  • Duşem, 13 Mijdarê
  • Sêşem, 14 Mijdarê
  • Çarşem, 15 Mijdarê
  • Pêşem, 16 Mijdarê
  • Înî, 17 Mijdarê
  • Şemî, 18 Mijdarê
  • Led, 19 Mijdarê
  • Duşem, 20 Mijdarê
  • Sêşem, 21 Mijdarê
  • Çarşem, 22 Mijdarê
  • Pêşem, 23 Mijdarê
  • Înî, 24 Mijdarê
  • Şemî, 25 Mijdarê
  • Led, 26 Mijdarê
  • Duşem, 27 Mijdarê
  • Sêşem, 28 Mijdarê
  • Çarşem, 29 Mijdarê
  • Pêşem, 30 Mijdarê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2023
es23 rûp. 108-118

Mijdar

Çarşem, 1 Mijdarê

Hemûyê ji aliyê Xwedêda bêne hînkirinê (Yûhn. 6:45).

Yehowa bi cûre-cûrê mêtoda piştgiriya me dike. Ew dikare alî te bike gava tu rastî peyketina bêy, wekî tu dilrihet bimînî. Usa jî, ewê alî te bike hine rêzên lazim bînî bîra xwe wekî wan merivara bixûnî, yên ku guh didine te. Gava tu kes guh nedida te jî, ew qewatê bide te wekî tu xizmeta xwe berdewam bikî (Yêremya 20:7-9). Yehowa usa jî qenciya xwe mera nîşan dike ku me hîn dike çawa xizmet bikin. Mesele, ser civata “Bijîn û Xizmet kin”, em hîn dibin ça tevî meriva xeberdanê destpêkin. Sêrîda dibeke mera hevekî çetin e mêtodeke teze bidine xebatê, lê wede şûnda em divînin wekî ev mêtod bona deşta me kêrhatî ye. Usa jî, carna ser civata û civatên mezin tê gotinê, wekî em mizgînê bi cûrên teze bela kin. w21.08 27 ¶5-6

Pêşem, 2 Mijdarê

Dest bidine ber wext, çimkî zemanî xirab e (Efes. 5:16).

Pawlosê şandî nema xweye Korintiyara şîretên raste-rast nivîsî. Paşî ku ewî ev neme wanra nivîsî, ewî Tîto şande bal wan. Gava ewî bihîst ku wana şîretên wî qebûl kirin û pêk anîn, ew gelek şa bû (2 Korintî 7:6, 7). Mîna Pawlosê şandî, wê baş be ku rûspî tevî xûşk-bira wede derbaz kin. Mesele, wê baş be ku ewana hinekî zû herin Oda Civatê, wekî bikaribin pêşiya civîna tevî xûşk-bira xeber din û wan hêlan kin. Carna, bona hêlandayînê bes e wekî rûspî tevî kesekî çend deqa xeber din (Romayî 1:12). Mîna Pawlosê şandî, wê baş be ku rûspî bi saya Xebera Xwedê xûşk-bira qewî kin û wana bidin bawerkirinê ku Xwedê wana hiz dike. Usa jî gerekê rûspî mecala bigerin ku payê wan bidin. Heger lazim be ku rûspî şîretê bidin kesekî, gerekê ewana vê yekê ser hîmê Xebera Xwedê bikin. Seva ku şîretek bigihîje dilê xûşk-bira, lazim e ku ev şîret bi zelalî û bi dilovanî bê dayînê (Galatî 6:1). w22.03 28-29 ¶11-12

Înî, 3 Mijdarê

Ev xizne nava me derdanên herîda heye, wekî bê kifşê ku zorayiya qewatê ji Xwedê ye, ne ku ji me (2 Korn. 4:7).

Îro jî, Yehowa “zorayiya qewatê” dide xizmetkarên xwe, wekî ewana bikaribin wîra bi aminî xizmet bikin. Efesî 6:18-da, Pawlosê şandî gotibû ku bira em “her gav” dua bikin, wekî Xwedê qewatê bide me. Carna, em dibeke nizanin ku duayên xweda çi bêjin. Lê çiqas mera zor be jî xeberên rast bijbêrin, Yehowa dixwaze ku em wîra dua bikin (Romayî 8:26, 27). Ew usa jî bi saya Kitêba Pîroz qewatê dide me. Çawa ku Pawlosê şandî ji Nivîsarên Pîroz qewat û dilbînî distand, wê baş be ku em jî xwe bispêrin Kitêba Pîroz (Romayî 15:4). Hergê em Kitêba Pîroz bixûnin û li ser wê kûr bifikirin, Yehowa dikare bi saya ruhê pîroz nîşanî me bike ku em çawa dikarin ji vê xwendinê karê bistînin (Îbranî 4:12). w21.05 22 ¶8-10

Şemî, 4 Mijdarê

Xwedê xwexa vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin (Fîlî. 2:13).

Em hilbet zanin ku çiqas ferz e wekî em meriva hîn bikin. Lê hine tişt dikarin bibin sebeb ku em xwe paş xin. Derecên me dikarin riya me bigirin. Mesele, sihet-qewata hine mizgînvana ne baş e, û hinek jî îda kal û pîr bûne. Heger bal te problêmeke usa heye, bîr neke ku em hêsa dikarin hînbûnên Kitêba Pîroz bi saya Întêrnêtê derbaz bikin. Lema, dibeke tu jî dikarî ji malê tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkî. Vê yekêda kareke din jî heye. Hine meriv dixwazin hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin, lê ewana vî wedeyî çaxê xûşk-birên me diçin xizmetê, vala nînin. Ewana dibeke sibehê zû yan şev vala ne. Gelo tu dikarî li sihetên usa hînbûneke Kitêba Pîroz derbaz kî? Îsa jî şev tevî mêrekî bi navê Nîkodêmo xeber dida, çimkî Nîkodêmo li wê wextê dixwest xeber de (Yûhenna 3:1, 2). w21.07 5 ¶10-11

Led, 5 Mijdarê

Ev gel [cimet] bi devê xwe nêzîkî min dibe û bi lêvên xwe min rûmet dike lê dilê wan ji min dûr e (Îşa. 29:13, ÎM).

Li rojên Îsa Mesîh, şagirtên Yûhennayê Nixumdar ecêbmayî diman, çimkî şagirtên Îsa Mesîh rojî nedigirtin. Îsa wanra got ku heta ew sax e, nelazim e ku ewana rojiyê bigirin (Metta 9:14-17). Fêrisî û dijminên din yên Îsa, wî neheq dikirin çimkî ewî erf-edetên wan nedianîn sêrî. Wexta ku Îsa Mesîh kesên nexweş li roja Şemiyê qenc dikirin, ewana hêrs diketin (Marqos 3:1-6; Yûhenna 9:16). Ji aliyîkîva, Cihûya digot ku ewana qedrê roja Şemiyê digirin, lê ji aliyê dinva, wana paristgehêda arş-vêrşî dikirin, û gava Îsa seva vê yekê wana sûcdar kir, ewana gelek hêrs ketin (Metta 21:12, 13, 15). Carekê jî, gava Îsa Mesîh li kinîşta Nisretê besa hine meselên ji terîxê kir û usa jî xwehizî û bêbaweriya wana eşkere kir, hêrsa wan rabû (Lûqa 4:16, 25-30). Gelek kes ser gotin û kirinên wî dilikumîn, çimkî ev li gora dilê wan nîbûn (Metta 11:16-19). w21.05 5-6 ¶13-14

Duşem, 6 Mijdarê

Em haş ji hunurên wî hene (2 Korn. 2:11).

Bi saya serhatiyên kesên din, Yehowa me derheqa quretî û timayê hişyar dike û şîret dike. Aliyê timayêda, mesela pêşin Mîrê-cina ye. Ew yek ji melekên Yehowa bû, û bêşik gelek şixulên qîmet jêra hatibûn dayînê. Lê ew bi tiştên ku destê wîda hebûn, ne razî bû. Ewî dixwest ku melek û însan ne ku Yehowara, lê wîra xizmet kin. Mîrê-cina dixwaze ku em jî mîna wî bin, lema ew her tiştî dike wekî timayê bike dilê me. Li baxçê Êdênê, ewî ev mêtod cara pêşin da xebatê. Yehowa têr-tije xwarin dabû Adem û Hêwayê. Îzna wan hebû ku ji hemû darên baxçê bixwin; tenê darek hatibû qedexekirin (Destpêbûn 2:16). Dîsa jî, Mîrê-cina Hêwa xapand ku ew berê qedexekirî bixwaze û bixwe. Hêwayê bi tiştên ku destê wêda hebûn, ne razî bû. Seva timayê, Hewayê gune kir û xilaziyêda mir (Destpêbûn 3:6, 19). w21.06 14 ¶2-3; 17 ¶9

Sêşem, 7 Mijdarê

Şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin (Destp. 1:28).

Yehowa dixwest ku Adem û Hêwayê zar dinê xistana û temamiya erdê bikirana cinet. Heger wana guh bidana Yehowa û li gora nêta wî bijîtana, ewana û zureta wan wê heta-hetayê bibûna para malbeta Xwedê. Adem û Hêwayê malbeta Yehowada cîkî mexsûs digirtin. Zebûr 8:5-da Dawid derheqa wana usa got: “Te hinekî ji milyaketa ew nimiztir kir, rûmet û rewşêva ew xemiland”. Rast e, qewat, bîlanî û hunurên meriva mîna yên meleka nînin (Zebûr 103:20). Dîsa jî, Kitêba Pîroz dibêje wekî meriv tenê “hinekî” ji meleka nimiztir in. Sed heyf, Adem û Hêwayê ciyê xwe malbeta Yehowada unda kirin. Ew yek axiriya xirab anî serê zureta wan. Lê nêta Yehowa bona meriva nehatiye guhastinê. Ew dîsa jî dixwaze, wekî merivên guhdar bibine zarên wî û heta-hetayê bijîn. w21.08 2-3 ¶2-4

Çarşem, 8 Mijdarê

“Wê ne bi hêz û qewatê lê bi ruhê min be” dibêje Xudanê Karîndar (Zeker. 4:6, ÎM).

Îro, gelek xizmetkarên Yehowa rastî peyketina tên. Mesele, şixulê Şedên Yehowa hine welatada hatiye qedexekirinê. Van welatada, xûşk-birên me carna dikine kelê, dibine “ber weliya û padşa”, wekî wanra şedetiyê bidin (Metta 10:17, 18). Hine xûşk-birên me jî ne ku ji aliyê dewletêva, lê ji aliyê merivên xweva rastî miqabilîbûnê tên (Metta 10:32-36). Gelek car, gava yên miqabil fem dikin ku ewana nikarin merivên xwe, yên ku Şedên Yehowa ne, bidin sekinandinê, ewana îda pey wan nakevin. Serda jî, hine kesên ku berê gelek miqabilî xûşk-birên me derdiketin, bûne Şedên Yehowa. Lema jî, gava tu rastî miqabilîbûnê têyî, mêrxasiya xwe unda neke! Çimkî Yehowa û ruhê wîyî pîroz piştgiriya te dikin, û ne lazim e ku tu bitirsî! w22.03 16 ¶8

Pêşem, 9 Mijdarê

Gelî Xudan hizkirîya, bijenine xirabîyê (Zeb. 97:10).

Nefret ke wan tişta, çi ku Yehowa nefret dike. Li gora Kitêba Pîroz, Yehowa “çevên kubar, zimanê derewîn, destên ku xûna bêsûc dirêjin” nefret dike (Metelok 6:16, 17). Usa jî, merivên “qetil û qelp” ber çevê wî reş in (Zebûr 5:6). Rojên Nuhda, Yehowa qira hemû merivên xirab anî, çimkî wana erd bi zulm û zordariyê tije kiribû (Destpêbûn 6:13). Usa jî, Yehowa bi saya Malaxî pêxember gotibû, wekî Ew wan kesa nefret dike, yên ku qesta nemamiya hevalzewacê xwe dikin, seva ku ji wana biqetin. Xwedê hebandina wan qebûl nake, û wê dîwana wan bike (Malaxî 2:13-16; Îbranî 13:4). Yehowa dixwaze ku em “ji xirabiyê zivêr bin” (Romayî 12:9). Xebera “zivêr” tê hesabê gava tiştek ber çevê meriva reş e û heram e. Lema jî gerekê em van tişta nefret bikin çi ku ber çevê Yehowa reş in, û xwe ji wan tişta dûr bigirin. w22.03 4-5 ¶11-12

Înî, 10 Mijdarê

Hemûşk ku hîviya wî ne bextewar in (Îşa. 30:18, DT).

Zûtirekê Bavê meyî ezmana wê bi saya Padşatiya xwe kerema ser meda bibarîne. Kesên ku hîviya Yehowa ne, wê him niha him jî dinya tezeda gelek kerema bistînin. Çaxê xizmetkarên Xwedê bikevine dinya teze, ewana wê ji kul-derdên îroyîn xilaz bin. Neheqî û êş wê îda derbaz bin (Eyantî 21:4). Emê îda bona tu tiştî xema nekin, çimkî her tişt wê têr-tije be (Zebûr 72:16; Îşaya 54:13). Keremeke çiqas mezin hîviya me ye! Yehowa alî me dike terka xeysetên xirab bidin û hunurên baş pêşda bînin, û bi wê yekê me bona jîyîna bin serwêrtiya xweda hazir dike. Mêrxasiya xwe unda neke û neweste. Rojên xweş nêzîk in! Lema jî werên em bi sebir hîviya Yehowa bin, heta ku ew qirara xwe bîne sêrî! w21.08 13 ¶17-19

Şemî, 11 Mijdarê

Qencî û alîhevkirinê bîr nekin, çimkî qurbanên usa li Xwedê xweş tên (Îbrn. 13:16).

Çaxê şagirtên Îsa Cihûstanêda ev nema Pawlosê şandî standin, lazim bû wekî ewana mal, xebat û merivên xweyî nebawermend bihêlin û “birevine çiya” (Metta 24:16). Hingê hewcetî hebû wekî ewana alî hevdu bikin. Bona wan Mesîhiya, yên ku pêşda jî guh dabûne vê şîreta Pawlos, wekî çi cem wan hebû hevdura paravekirana, bêşik diha hêsa bû ku hînî derecên xweye teze bin. Cara xûşk-bira raste-rast derheqa hewcên xwe mera navêjin. Hindava wanda dilgerm be. Civata teda bêşik xûşk-birên usa hene, yên ku her gav hazir in, wekî alî kesên din bikin û tu car ji vê yekê eciz nabin. Em zanin, ku heger em hewcê alîkariyê bin, ewê bêne hewara me. Em jî dixwazin bibine mîna wan, usa nîne? w22.02 23-24 ¶13-15

Led, 12 Mijdarê

Yektiya ruh pê hevgirêdana edilayiyê xwey kin (Efes. 4:3).

Van salada gelek civat û mihal tezeda hatine organîzekirinê. Gava mera tê gotinê wekî em derbazî civateke din bin, diqewime mera çetin e heval û merivên xwe bihêlin. Gelo rûspî raste-rast ji Xwedê rêberiyê distînin ku kîjan mizgînvan gerekê here kîjan civatê? Hilbet na. Lema jî dibeke mera nehêsa ye wekî vê rêberiyê qebûl kin. Lê Yehowa îtbariya xwe rûspiya tîne û îznê dide, wekî ewana safîkirinên usa bikin, û gerekê em jî îtbariya xwe wana bînin. Heger safîkirinên rûspiya ne li gora dilê me bin jî, wê baş be ku em tevî wan hevkariyê bikin û piştgiriya safîkirinên wan bikin, wekî yektiya nav xizmetkarên Xwedêda xirab nebe. Gava her kes bi milûktî gura safîkirinên koma rûspiya dikin, civat diha pêşda diçe û geş dibe (Îbranî 13:17). Ya herî ferz, gava em îtbariya xwe birên kifşkirî tînin, em nîşan dikin wekî em îtbariya xwe Yehowa tînin (Karên Şandiya 20:28). w22.02 4-5 ¶9-10

Duşem, 13 Mijdarê

Xwe bide wê yekê, ku cimetêra nivîsarên pîroz bixûnî, şîret kî, hîn kî (1 Tîmt. 4:13).

Heger tu birakî nixumandî yî, wê baş be ku tu pêşda herî û bibî gotarvan û dersdarekî diha baş. Bi vî cûreyî, guhdarên te wê ji xwendin, xeberdan û hînkirina te diha karê bistînin (1 Tîmotêyo 4:15). Mesele, xwera bike nêt wekî hemû mêtodên ku li broşûra “Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be” hene, yek pey yekêra lêkolîn bikî û bidî xebatê. Dersekê bijbêre û wextekî ser bixebite. Pêşda xwe hazir bike û van şîreta, ders û gotarên xweda bide xebatê. Ji birê şîretkar yan ji rûspiyên din, ku “xeberdan û hînkirinêda dixebitin”, şîretê bixwaze (1 Tîmotêyo 5:17). Hilbet bes nîne ku tu tenê wan mêtoda ku broşûrêda hatine dayînê, bidî xebatê. Nêta te gerekê ev be wekî baweriya guhdara diha qewî bikî û wana hêlan kî wekî tiştên ku ewana dibihên, jîyîna xweda bidine xebatê. Bi vî cûreyî, tuyê him şabûna wan him jî şabûna xwe zêde kî. w21.08 24 ¶17

Sêşem, 14 Mijdarê

Bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire (Fîlî. 2:3).

Hergê em xûşk-bira ser xwera digirin, gava em nava wanda feresetên usa bivînin ku ji yên me çêtir in, emê şa bin. Û emê diha şa bin gava ewana van feresetên xwe bona xizmet û rûmeta Yehowa bidine xebatê. Bi vê yekê, em gişk dikarin edilayî û yektiya civatê pêşda bivin. Seva ku em çevnebariyê kesekî nekin, wê baş be ku em sînorên xwe bizanibin. Heger em milûk bin, emê merivara nedine kifşê ku feresetên me ji yên wan baştir in. Dewsê emê çev bidine kesên zên û ji wana gelek tişt hîn bin. Mesele, birak gotarên pir xweş dixûne. Em dikarin ji wî bipirsin ku ew ça xwe bona gotarê hazir dike. Yan jî, heger xûşkek xwarinên tem çêdike, em dikarin ji wê bipirsin ku ew çawa usa xweş çêdike. w21.07 16 ¶8-9

Çarşem, 15 Mijdarê

Neheqî cem [Xudan] tuneye (Qan. Dcr. 32:4).

Kitêba Jimarda tê gotinê ku Yehowa ferman da, wekî mêrekî ku roja Şemiyê qirş top kiribû, bikujin. Lê kitêba 2 Samûyêlda em divînin ku çend qirne paşî vê yekê, Yehowa bênamûsî û mêrkujiya Dawid baxşand (Jimar 15:32, 35; 2 Samûyêl 12:9, 13). Em dibeke difikirin: “Yehowa çima gunên giran yên Dawid baxşandin, lê ferman da wekî mêrekî ku gunekî biçûk kiribû, bikujin?” Kitêba Pîroz carna her tiştî zelal nake. Mesele, em zanin ku Dawid seva gunên xwe ji dil tobe kir (Zebûr 51:2-4). Lê gelo mêrê ku qanûna Şemiyê teriband, yekî çawa bû? Gelo ew seva gunê xwe poşman bû? Gelo ewî berê jî qanûnên Yehowa diteriband û temiyên wî pişt guhê xweva davît? Kitêba Pîroz caba van pirsa nade. Lê wê baş be wekî em bînin bîra xwe, ku Yehowa “rast e, hemû rê-dirbên Xweda” (Zebûr 145:17). w22.02 2-3 ¶3-4

Pêşem, 16 Mijdarê

Serwaxtî tevî şkestîya ye (Metlk. 11:2).

Merivên milûk heger îda nikarin hine tişta bikin, şabûna xwe unda nakin. Halê wan mîna halê merivekî ye ku dixwaze hilkişe çiyakî. Ew dibeke nikare zû rê here, lê hêdî-hêdî ewê bigihîje serê çiyê. Mîna vê yekê, kesên ku sînorên xwe zanin, fem dikin wekî carna lazim e ewana “hêdî-hêdî bimeşin”, seva ku bikaribin berdewam kin Yehowara xizmet kin û alî kesên din bikin (Fîlîpî 4:5). Carekê, Dawid Padşa merivekî bi navê Barzîllayra got wekî ew tevî wî here Orşelîmê û cem wî bimîne. Lê Barzîllay îda 80 salî bû, û ewî sînorên xwe zanibû, lema teglîfa Dawid Padşa qebûl nekir. Dewsê ewî got wekî bira cahilekî bi navê Kîmham dewsa wî here (2 Samûyêl 19:35-37). Mîna Barzîllay, wê baş be wekî birên emirda mezin mecalê bidin birên cahil ku cabdariya hildin ser xwe. w21.09 10 ¶6-7

Înî, 17 Mijdarê

Kesek nizane Kur kî ye, pêştirî Bavê û kesek nizane Bav kî ye, pêştirî Kur û yên ku Kur bixwaze wanva Bavê bide naskirinê (Lûqa 10:22).

Hinekara çetin e Yehowa ça Bavekî hizkirî hesab kin, çimkî bavên wan merivên sert bûn. Lê çiqas baş e ku Yehowa hestên me fem dike. Ew dixwaze nêzîkî me be. Lema jî Kitêba Pîroz usa dibêje: “Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe” (Aqûb 4:8, ÎM). Belê, Yehowa me hiz dike, û ew dixwaze mera bibe Bavekî baş. Îsa dikare alî me bike wekî em diha nêzîkî Yehowa bin. Îsa gelek rind Yehowa nas dike û hemû hunurên wî bi temamî eyan dike. Lema, ewî got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûhenna 14:9). Mîna birakî mezin, Îsa me hîn dike ça em gerekê qedrê Bavê xwe bigirin, guh bidine wî û dilê wî şa kin. Usa jî ewî nîşanî me kiriye, ku Yehowa çiqas heyf û bi hizkirin e. w21.09 21 ¶4-5

Şemî, 18 Mijdarê

Şivantiyê wî keriyê pezê Xwedêyî li ber xwe bikin (1 Pet. 5:2).

Cimeta Yehowa yektiyêda Xwedayê rast û tayê tenêra xizmet dikin. Yehowa dixwaze wekî rûspî civat ruhanîda temiz xwey kin, û eva cabdarîke mezin e. Gava Mesîhîk gunekî giran dike, Yehowa dixwaze wekî rûspî safî kin ku hela ev kes dikare civatêda bimîne yan na. Ji bo vê yekê, gerekê ewana têderxin hela ew seva kirên xwe bi rastî poşman dibe yan na. Heger ew dibêje jî wekî ew tobe dike, gelo ew kirên xwe bi rastî nefret dike? Gelo ewî xwera qirar kiriye wekî vî guneyî careke din neke? Heger rûyê hevalên nebaşda ewî gunê giran kiriye, gelo ew hazir e wekî hevaltiya xwe tevî wan bibire? Rûspî gerekê bi alîkariya Kitêba Pîroz dîna xwe bidin hemû faktora û usa jî vê yekê ku kesê gunekar ça ser kirên xwe dinihêre. Paşê, gerekê ewana safî kin hela ew kes dikare civatêda bimîne yan lazim e wekî ew ji civatê bê derxistinê (1 Korintî 5:11-13). w22.02 5 ¶11-12

Led, 19 Mijdarê

[Merivê] nû li xwe [kin] (Kols. 3:10).

Firqî tune em zûdava hatine nixumandinê yan jî teze, em gişk dixwazin bibine merivne usa, ku dilê Yehowa xweş bên. Seva vê yekê, lazim e em fikrên xwe kontrol bikin. Gelo çira? Çimkî cûrê fikirandina me ser kirên me hukum dikin. Heger em berdewam kin li ser xwestinên bedenê bifikirin, emê tiştên xirab bêjin û bikin (Efesî 4:17-19). Lê aliyê dinva jî, heger em hişê xwe pê fikrên baş tije kin, xeberdan û kirên me wê diha baş bin, û Yehowa jî wê ji me razî be (Galatî 5:16). Dîsa jî, meva girêdayî hela emê bikevine ber bayê wan fikra yan na. Pêşiya ku em bêne nixumandinê, gerekê em terka xeberdan û kirên usa bidin, kîjan ku Yehowa nefret dike. Ew heye gava pêşin û lape ferz, kîjan ku wê alî me bike “merivê kevin” ji xwe bêxin. Usa jî, seva ku Yehowa ji me razî be, gerekê em “merivê nû” li xwe kin û xwey kin? w22.03 8 ¶1-2

Duşem, 20 Mijdarê

We hemû aliyava xwe da kifşê, ku hûn van yekada ser nixta helal in (2 Korn. 7:11).

Bona rûspiya hêsa nîne têderxin hela kesekî ku gunekî giran kiriye ji dil tobe dike yan na. Gelo çira? Rûspî nikarin bivînin ku dilê merivada çi heye, lema jî wanra îzbatî lazim in, yên ku eşkere dikin hela kesê gunekar kirên xwe bi rastî nefret dike yan na. Rûspî gerekê îzbat bin, hela ewî him fikirên xwe him jî rabûn-rûniştina xwe bi rastî guhastiye yan na. Dibeke êpêce wext lazim be ku ew bê guhastinê. Heger kesê ku ji civatê hatiye derxistinê dixwaze nîşan ke, wekî ew ji dil tobe dike, gerekê ew here hemû civîna û li gora şîreta rûspiya timê dua bike û Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Usa jî, gerekê ew xwe ji tiştên usa dûr bigire, yên ku dikarin wî dîsa berbi guna bivin. Heger ew xîret bike dostiya xwe tevî Yehowa tezeda ava bike, Yehowa wê bi temamî bibaxşîne wî û rûspî wê wî vegerînin civatê. w21.10 6 ¶16-18

Sêşem, 21 Mijdarê

Tu pûtî mîna dilqê tiştekîda xwera çênekî, ne jor li ezmên, ne jêr li ser erdê . . . Ber tu pûtî ta nebî (Derk. 20:4, 5).

Îsa gelek Xwedê hiz dikir. Ewî tenê Yehowa diheband, him çaxê ew ser ezmana bû him jî çaxê ser erdê bû (Lûqa 4:8). Îsa Mesîh şagirtên xwera got wekî ewana jî usa bikin. Îsa û şagirtên wîye amin tu car pê pûta û şikla, Xwedê nedihebandin. Xwedê Ruh e, lema jî tu kes nikare tiştekî dilqê wîda çêke (Îşaya 46:5). Lê gelo îzin heye wekî em şiklên meriva, yên ku ça kesên pîroz hesab dikin, çêkin û wanra dua bikin? Qanûna dudada ji Deh Temiya, Yehowa çi ku rêza rojêda nivîsiye got. Kesên ku dixwazin dilê Xwedê şa kin, van gotina rind fem dikin. Li gora lêkolînên terîxzana, Mesîhiyên pêşin tenê Xwedê dihebandin. Îro, Şedên Yehowa mîna Mesîhiyên pêşin tenê Yehowa dihebînin. w21.10 19-20 ¶5-6

Çarşem, 22 Mijdarê

Ewê ku ser xanî ye bira jorda neyê xwarê ku ji mala xwe tiştekî hilde (Met. 24:17).

Îsa pêşda şagirtên xwera gotibû, wekî rojekê ewana wê “bibînin ku ordiya dora Orşelîmê girtiye” (Lûqa 21:20-24). Hingê wê lazim bûya ku ew “birevine çiya”. Belê, ewana wê wedê wêrankirina Orşelîmê sax bimana, lê seva vê yekê wana gerekê gelek tişt qurban kira. Çend sal pêşda, “Birca Qerewiliyêda” usa hatibû gotinê: “Wana xanî û zeviyên xwe hîşt, û nikaribûn hebûka xwe tevî xwe bivin. Ewana bawer bûn wekî Yehowa wê alî wan bike û wana xwey ke, û jîyîna wanda hebandina Yehowara ser ciyê pêşin bû”. Vê “Birca Qerewiliyêda” usa jî hatibû gotinê: “Rojên axiriyêda, dibeke nihêrandina me ser hebûkê wê bê cêribandinê. Wî çaxî bona me tiştê herî ferz wê çi be? Tiştên matêrîalî yan ev yek ku Yehowara amin bimînin û xilaz bin? Rojên xilaziya vê dinyayê dibeke em rastî tengasiyên usa bên, ku emê mecbûr bin gelek tişta ji xwe kêm kin. Gerekê em jî hazir bin çi lazim be bikin, wekî xilaz bin”. w22.01 4 ¶7-8

Pêşem, 23 Mijdarê

Huba Te çiqas bêhimber e, Xwedêyo! (Zeb. 36:7)

Wexteke kin paşî ku miletê Îsraêlê ji Misirê derketibû, Yehowa navê xwe û hunurên xwe Mûsara eyan kir. Ewî got: “Xudan, Xudan im! Xwedêyê rem û keremê, sebir-sikanê, bi hub û aminîyêda xinêyo, ku bona hezara xweyê huba amin e [hizkirina amin, DT], neheqîyê, nerastîyê û guna dibaxşîne” (Derketin 34:6, 7). Bi van gotinên dilgerm, Yehowa dîna Mûsa kişand ser hunureke ferz, dêmek ser hizkirina xweye amin. Yehowa ne tenê got wekî hizkirina wîye amin heye, lê ewî got wekî ew bi vê hizkirinê “xinêyo” ye, dêmek tije ye. Ev gotin şeş rêzên dinda jî hene (Jimar 14:18; Nehemiya 9:17; Zebûr 86:15; 103:8; Yowêl 2:13; Ûnis 4:2). Van şeş rêzada tenê derheqa Yehowa ev gilî tê xebitandinê, ne ku derheqa meriva. Gelo ew yek dilê me nagire, wekî Yehowa xwe bi vî xeysetî mera eyan dike? w21.11 2-3 ¶3-4

Înî, 24 Mijdarê

Bona emirê xwe xema nekin (Met. 6:25).

Cotên zewicî dikarin ji serhatiya Petrûsê şandî û jina wî hine dersa hîn bin. Weke şeş meh yan salek, paşî ku Petrûs cara pêşin rastî Îsa Mesîh hat, ewî gerekê safîkirineke ferz bikira. Petrûs pê mesîgirtinê ebûra malbeta xwe dikir. Lema jî gava Îsa gazî wî kir ku pey wî here, Petrûs gerekê halê malbeta xwe jî hilda hesab (Lûqa 5:1-11). Petrûs safî kir pey Îsa here û mizgînê tevî wî bela ke. Tê kifşê jina Petrûs piştgiriya safîkirina wî dikir. Kitêba Pîroz nîşan dike wekî paşî ku Îsa ji mirinê rabû, jina Petrûs carna tevî mêrê xwe rêwîtî dikir (1 Korintî 9:5). Ji bo vê yekê ku jina Petrûs Mesîhîke baş bû, Petrûs bi azayî dikaribû şîreta bide jin û mêra (1 Petrûs 3:1-7). Eşkere ye, wekî him Petrûs him jina wî baweriya xwe vê sozê Yehowa dianîn, ku ewê bona hewcên wan xem bike, heger ewana Padşatiya wî daynin ser ciyê pêşin (Metta 6:31-34). w21.11 18 ¶14

Şemî, 25 Mijdarê

Çev bidine min (1 Korn. 11:1).

Pawlosê şandî xûşk-bira gelek hiz dikir. Ewî bona halxweşiya wan gelek şixul dikir û bona wan xem dikir (Karên Şandiya 20:31). Wana jî Pawlos gelek hiz dikir. Carekê, gava rûspiyên ji Efesê pêhesiyan ku ewana wê Pawlosê şandî îda nevînin, “hemû jî gelekî digiriyan” (Karên Şandiya 20:37). Îro jî, rûspiyên xîret xûşk-bira gelek hiz dikin û bi dil û can bona wan şixul dikin û alî wan dikin (Fîlîpî 2:16, 17). Lê rûspî jî carna rastî çetinaya tên. Gelo çi dikare alî wan bike ku serî ji van çetinaya derxin? Wê baş be ku rûspî dîna xwe bidine mesela Pawlosê şandî. Pawlosê şandî merivekî mîna me bû, û carna wîra jî zor bû tiştên rast bike (Romayî 7:18-20). Lê nava çetinayada Pawlos mêrxasî û şabûna xwe unda nedikir. Îro jî rûspî rastî çetinaya tên. Seva ku ewana bikaribin van çetinaya safî kin û şabûna xwe unda nekin, wê baş be ku ewana çev bidine Pawlosê şandî. w22.03 26 ¶1-2

Led, 26 Mijdarê

Şemîyên min xwey kin, ez Xudan Xwedêyê we me (Qan. Kah. 19:3).

Qanûna Kahîntiyê 19:3-da derheqa xweykirina roja Şemiyê tê gotinê. Lê şagirtên Îsa bin hukumê Qanûna Mûsada nînin û îda ne lazim e ku em roja Şemiyê xwey kin. Dîsa jî, em dikarin ji vê yekê ku Îsraêliya ça roja Şemiyê xwey dikirin û ji vê çi kar distandin, hine dersên ferz bistînin. Roja Şemiyê lazim bû wekî ewana şixulên herrojî nekin û bi temamî şixulên ruhanîva mijûl bin. Lema jî Îsa Şemiya diçû kinîştê û wêderê Xebera Xwedê dixwend (Derketin 31:12-15; Lûqa 4:16-18). Ev yek ku Xwedê Qanûna Kahîntiyê 19:3-da Îsraêliyara gotibû wekî ewana rojên Şemiyê xwey kin, nîşanî me dike ku gerekê em jî bona şixulên ruhanî wede veqetînin. Gelo tu texmîn dikî, wekî vî alîva tu gerekê hê zêde bikî, seva ku vê temiyê bînî sêrî? Heger tu berdewam kî bona şixulên ruhanî wede veqetînî, tuyê hê nêzîkî Yehowa bî, û ev yek gelek ferz e seva ku tu pîroz bêy hesabê. w21.12 5 ¶13

Duşem, 27 Mijdarê

Ez nehatime gazî yên rast kim, lê gazî gunekara bona tobeyiyê (Lûqa 5:32).

Gava Îsa Mesîh li dinyayê dijît, ewî tevî cûre-cûre meriva hevaltî dikir. Rast e, ewî tevî kesên dewlemend û nav û deng xwarin dixwar, lê ewî tevî kesên kesîb û belengaz jî gelek wext derbaz dikir. Serda jî, dilê wî ser kesên ku ji aliyê xelqêva ça “gunekar” dihatin dîtin, dişewitî. Hine kesên qure bi kirinên Îsa Mesîh ne razî bûn. Wana ji şagirtên wî usa pirsî: “Çima hûn tevî xercgir û gunekara dixwin û vedixwin?” Îsa Mesîh caba wan da çawa ku rêza rojêda nivîsar e (Lûqa 5:29-31). Çend sedsal pêşiya hatina Mesîh, Îşaya pêxember gotibû ku dinya wê Mesîh qebûl neke. Ewî derheqa Mesîh usa nivîsîbû: “Ji aliyê merivava ew hat kêmkirin û redkirin . . . Wekî zilamê ku meriv rûyê xwe jê vedişêrin, ew hat kêmkirin. Me qedir neda wî” (Îşaya 53:3, ÎM). Li gora gotinên vê rêzê, gerekê Cihûyên li qirna yekê bizanibûna ku Mesîh wê bihata redkirin. w21.05 8-9 ¶3-4

Sêşem, 28 Mijdarê

Xudan wê wî rake ser piya (Aqûb 5:15).

Gava hine şagirtên Îsa şîret distandin, ewana lez nediketin ku vê şîretê bînin sêrî (Aqûb 1:22). Hine xûşk-bira jî kesên dewletî ser kesên dinra digirtin (Aqûb 2:1-3). Hinekara jî zor bû ku zimanê xwe bikaribin (Aqûb 3:8-10). Belê, kêmasiyên van xûşk-bira hebûn, lê dîsa jî Aqûb hêviya xwe ji wan nedibirî. Ewî zelal û bi nermî şîret da wan, û wanra, yên ku aliyê ruhanîda sist bûn, digot wekî ewana ji rûspiya jî alîkariyê bixwazin (Aqûb 5:13, 14). Ders: Bîr neke ku her kes gunekar e, lê hêviya xwe ji wana nebire. Hine xwendekarên mera dibeke çetin e, wekî li gora rêberiya Kitêba Pîroz bijîn (Aqûb 4:1-4). Dibeke wanra wext lazim be, ku xeysetên xweye xirab biterikînin û hunurên baş nav xweda pêşda bînin. Wê baş be wekî em xwendekarên xwera bêjin, ku gerekê ewana çida xwe rast kin. Usa jî, gerekê em hêviya xwe unda nekin, lê bawer bin ku Yehowa wê merivên milûk bikişîne bal xwe û qewatê bide wan, wekî jîyîna xwe biguhêzin (Aqûb 4:10). w22.01 11 ¶11-12

Çarşem, 29 Mijdarê

Kî tilîya dike guhê xwe ku dengê kesîb nebihê, ewê jî têke gazî û dengê wî neyê bihîstinê (Metlk. 21:13).

Em hemûşk jî gerekê çev bidine rema Yehowa. Gelo çima? Meniya ferz ev e wekî Yehowa guh nade kesên ku hindava merivada dilrem nînin. Heger em dixwazin Yehowa guh bide duayên me, em gerekê haş ji xwe hebin, wekî em nebine merivne dilsar û bêrem. Em gerekê guhê xwe ser derd û gazinên xûşk-bira danedin, lê hertim hazir bin guh bidine wan. Usa jî em gerekê bîr nekin, ku “bê rem wê dîwana bêrema bibe” (Aqûb 2:13). Heger em bi milûktî bînin bîra xwe wekî em xwexa çiqas hewcê remê ne, mera wê diha hêsa be hindava kesên din remê bidine kifşê. Mesele, gava gunekarekî tobe kiriye û vedigere civatê, em gerekê hindava wîda dilrem bin û bi dil û can wî qebûl kin. Hine serhatiyên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin dilrem bin û hindava merivada dilsar nebin. w21.10 12 ¶16-17

Pêşem, 30 Mijdarê

Vira rûnên, heta ez herim dera han dua bikim (Met. 26:36).

Şeva pêşiya mirina xwe, gava xizmeta wî ser erdê îda xilaz dibû, dîsa jî Îsa cîkî rihet digeriya wekî dua bike û bifikire. Bona vê yekê ew çû baxçê Gêtşemanî. Hingê Îsa şandiyên xwera derheqa duakirinê tiştekî ferz got. Gava ewana gihîştine baxçê Gêtşemanî, îda gelek dereng bû, dibeke nîvê şevê bû. Îsa şandiyên xwera got, wekî ewana hişyar bimînin û paşê çû wekî dua bike (Metta 26:37-39). Lê gava ewî dua dikir, şandiyên wî xewra çûn. Çaxê Îsa dît ku ewana xewra çûn, ewî dîsa wanra got ku gerekê ewana “hişyar bimînin û dua bikin” (Metta 26:40, 41). Îsa halê wan rind fem dikir û didît, wekî ewana ji bo strêsê gelek westiyayî bûn. Ewî zanibû ku “beden sist e”. Îsa dîsa du cara çû ku dua bike, lê gava ew vedigeriya, şandiyên wî dewsa ku dua bikin, razayî bûn (Metta 26:42-45). w22.01 28 ¶10-11

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin