Kanûna Pêşin
Înî, 1 Kanûna Pêşin
Ewê dengê min bibihên (Yûhn. 10:16).
Îsa heleqetiya xwe tevî şagirtên xwe beramberî heleqetiya şivan tevî pêz kir (Yûhenna 10:14). Ev mesele bi rastî jî rind e. Pez şivanê xwe nas dikin û guh didine dengê wî. Rêvîkî ev yek bi çevê xwe dîtibû. Ewî got: “Me dixwest çend pez bi vîdêo bikişanda, û me dixwest ku ew nêzîkî me bin. Lê wana guh neda me, çimkî wana dengê me nas nedikir. Paşê, şivanekî cahil hat, gazî pêz kir û ewana hatin”. Mesela vî rêvî tîne bîra me ku Îsa Mesîh derheqa pezên xwe – dêmek derheqa şagirtên xwe – çi gotibû: “Ewê dengê min bibihên”. Lê Îsa îda li ezmana ye. Gelo em ça dikarin dengê wî bibihên? Gava em li gora gotinên wî dijîn, em nîşan dikin ku em guh didine dengê Axayê xwe (Metta 7:24, 25). w21.12 16 ¶1-2
Şemî, 2 Kanûna Pêşin
Hemûya gune kir û negihîştine rûmeta Xwedê (Rom. 3:23).
Pêşiya ku Pawlosê şandî bû şagirtê Îsa Mesîh, ew yekî sert û serhişk bû, û ewî Mesîhî dizêrandin. Lê paşê, ewî şaşiyên xwe anî rûyê xwe, û hazir bû ku nihêrandin û xeyset-hunurên xwe biguhêze (1 Tîmotêyo 1:12-16). Bi saya alîkariya Yehowa, Pawlos bû şivanekî dilovan, dilrem û milûk. Rast e ew seva kêmasiyên xwe eciz dibû, lê ewî baweriya xwe rema Yehowa dianî (Romayî 7:21-25). Ewî zanibû ku ew bêqisûr nîne, lê ewî xîret dikir ku xeysetê xwe li gora xwestina Xwedê biguhêze, û ewî xwe bi milûktî dispart alîkariya Xwedê, wekî şixulê xwe bîne sêrî (1 Korintî 9:27; Fîlîpî 4:13). Gava kesek ça rûspî tê kifşkirinê, ev nayê hesabê wekî ew bêqisûr e. Dîsa jî, Yehowa dixwaze ku ewana kêmasiyên xwe qebûl kin û “merivê nû” li xwe kin (Efesî 4:23, 24). Heger rûspî li gora Xebera Xwedê dilê xwe bicêribînin û xîret bikin ku xwe rast bikin, Yehowa wê alî wan bike, ku ew bextewar û pêşdaçûyî bin (Aqûb 1:25). w22.03 29-30 ¶13-15
Led, 3 Kanûna Pêşin
Loma nekin (Met. 7:1).
Heger em têderxin wekî me xûşk yan birak sûcdar kiriye, wê baş be ku em çi bikin? Bîr neke wekî em gerekê xûşk-bira hiz bikin (Aqûb 2:8). Usa jî, gerekê em ji dil dua bikin, wekî Yehowa alî me bike, em loma meriva nekin. Wê baş be li gora duayên xwe her tiştî bikin û tevî kesên ku em sûcdar dikin, wext derbaz kin. Em dibeke dikarin tevî wana herin xizmetê, yan jî wana teglîfî mala xwe bikin û tevayî nan bixwin. Çiqas diha nêzîk em wana nas kin, haqas emê bikaribin mîna Yehowa û Îsa dîna xwe bidin xeyset-hunurên wane qenc. Usa emê nîşan kin, wekî em guh didin temiya şivanê qenc û loma tu kesî nakin. Çawa ku pez guh didin dengê şivanê xwe, şagirtên Îsa jî guh didin dengê wî. Heger em bona hewcên xwe bi zêdeyî xema nekin û loma meriva nekin, Yehowa û Îsa wê bona vê yekê me kerem kin. Hêviya me çi be jî – jîyîna li ser ezmana yan li ser erdê – were em berdewam kin guh bidin dengê şivanê xweyî qenc (Lûqa 12:32; Yûhenna 10:11, 14, 16). w21.12 19 ¶11; 21 ¶17-18
Duşem, 4 Kanûna Pêşin
Ewî dev ji [terka] şîreta zilamên kalepîr berda [da] (1 Padş. 12:8).
Çaxê Rehobowam bû padşê Îsraêlê, cimetê tiştek ji wî xwest. Wana gotê wekî ew, barê ku bavê wî Silêman kiribû stûyê wan, sivik ke. Serîda, Rehobowam ji rûspiya pirsî, ku çi cab bide wan. Wana got ku heger ew li gora xwestina cimetê bike, ewana wê hertim piştgiriya wî bikin (1 Padşatî 12:3-7). Eşkere ye ku ev şîret Rehobowam xweş nehat, lema jî ewî ji kesên ku tevî wî mezin bibûn şîret pirsî. Wana wîra got, wekî barê cimetê diha giran bike (1 Padşatî 12:9-11). Gelo wê baş nîbûya ku Rehobowam dua bikira û ji Yehowa bipirsiya, ku kîjan şîret diha baş e. Dewsê ewî guh da hevalên xwe. Axiriya vê yekê gelek xirab bû, him bona Rehobowam him jî bona miletê Îsraêlê. Dibeke şîretên ku em jî distînin carna me xweş neyên. Dîsa jî, heger şîret ser hîmê Xebera Xwedê hatibe dayînê, wê baş be ku em vê şîretê qebûl kin. w22.02 9 ¶6
Sêşem, 5 Kanûna Pêşin
Rewşa cahila qewata wanda ye (Metlk. 20:29).
Kesên ku milûk in û sînorên xwe zanin, eciz nabin ku kesên cahil cêribandî nînin, lê dewsê ewana dîna xwe didin hunurên wan û qewata wan. Ewana cahilara nakevine lecê, û ça hevalkarên xwe hesab dikin. Kesên emirda mezin xûşk-birên cahil ça pêşkêşên ji Yehowa hesab dikin, û ewana bona van pêşkêşa razî ne. Çiqas qewata kesên emirda mezin kêm dibe, ewana şa ne wekî kesên cahil hazir in dewsa wan şixulên civatê bikin. Kitêba Pîroz besa jinebîke bi navê Nahomî dike. Gava ew pîr bû, ew hazir bû alîkariyê ji kesê diha cahil qebûl ke, û ew bona vê alîkariyê şêkirdar bû. Pêşiyê, Nahomyê bûka xwe Rûtêra got, wekî ew vegere cem miletê xwe. Lê Rûtê safî kir wekî tevî Nahomyê here Beytlehmê, û ewê alîkariya Rûtê qebûl kir (Rût 1:7, 8, 18). Axiriyêda, her du jina jî keremên mezin standin (Rût 4:13-16). Wê baş be ku kesên emirda mezin bi milûktî mîna Nahomyê alîkariyê qebûl bikin. w21.09 10-11 ¶9-11
Çarşem, 6 Kanûna Pêşin
Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirên we û ew hizkirina ku we . . . da kifşê bîr bike (Îbrn. 6:10).
Bavê meyî ezmana fem dike, ku derecên me her kesî ji hev cude ne. Dibeke halê te usa ye, wekî tu dikarî ji kesên din zêdetir bona Yehowa bikî. Yan jî, dibeke tu îda emirda mezin î, sihet-qewata te tune yan jî cabdariyên teye malbetêda giran in û tu nikarî haqas bikî, çiqas kesên din dikin. Xemgîn nebe! (Galatî 6:4). Yehowa wê şixul û cefê te tu car bîr neke. Heger tu çi ji destê te tê bikî û vê yekê bi nêta rast bikî, ewê ji te razî be. Yehowa nêta dilê te divîne. Ew dixwaze wekî tu ji vê yekê şabûnê bistînî, çi ku qewata te digihîjê bona wî bikî. Dilê me rihet e, çimkî em zanin ku heger em rastî tengasiya bên, Yehowa wê alî me bike (Îşaya 41:9, 10). Gelek menî hene ku em bi şabûnê Bavê xweyî ezmana bihebînin. Belê, ew bi rastî hêja ye “ku rûmet, hurmetê û qewatê” bistîne (Eyantî 4:11). w22.03 24 ¶16; 25 ¶18
Pêşem, 7 Kanûna Pêşin
Dilezînim, derengî naxim, ku emirên Te biqedînim (Zeb. 119:60).
Em dixwazin çev bidine Îsa, hemikî em nikarin bi temamî bibine mîna wî, lê seva vê yekê em gerekê dilteng nebin (Aqûb 3:2). Şagirt nikare bi temamî bibe mîna dersdarê xwe. Lê dîsa jî ew dikare çev bide mesela dersdarê xwe û ji şaşiyên xwe dersa hîn be. Bi vî cûreyî, şagirt wê gav bi gav pêşda here. Mîna vê yekê, heger em çi ji Kitêba Pîroz hîn dibin, didine xebatê, û çi ji destê me tê dikin wekî kêmasiyên xwe rast kin, emê bikaribin diha baş çev bidine Îsa (Zebûr 119:59). Heçî zef merivên vê dinyayê xwehiz in. Lê xizmetkarên Yehowa mîna wan nînin. Îsa timê hazir bû alî meriva bike, û ew yek dilê me digire, lema jî em dixwazin çev bidine wî (1 Petrûs 2:21). Heger em çi ji destê me tê bikin wekî çev bidine Îsa, Yehowa wê ji me razî be, û dilê me wê şa be! w22.02 24 ¶16; 25 ¶18
Înî, 8 Kanûna Pêşin
Wanda çend tişt hene ku zemet têne femkirinê (2 Pet. 3:16).
Îro, Yehowa bi saya Kitêba Pîroz rêberiya xizmetkarên xwe dike. Heger em ser tiştên ku Yehowa me hîn dike, kûr bifikirin, emê bikaribin li gora rêberiya wî bikin û şixulê belakirina mizgînê bînin sêrî (1 Tîmotêyo 4:15, 16). Usa jî, Yehowa bi saya “xulamê amin û serwaxt” rêberiyê dide me (Metta 24:45). Carna dibeke em rind fem nekin ku çira “xulamê amin” filan rêberî daye. Mesele, dibeke mera bê gotinê ku gerekê em xwe bona teşqeleke tebiyetê hazir kin, lê em dibeke difikirin ku tiştekî usa welatê meda nikare biqewime. Heger em bifikirin wekî rêberiya ku em distînin, badîhewa ye, wê baş be em çi bikin? Halekî usada, wê baş be em ser van rêzên ji Kitêba Pîroz bifikirin, çi ku me xwend. Carna, rêberiya ku xizmetkarên Xwedê distandin sêrîda bêkêr dihate kifşê, lê paşê eşkere dibû ku bi saya vê rêberiyê emirê meriva xilaz dibû (Hakimtî 7:7; 8:10). w22.03 18-19 ¶15-16
Şemî, 9 Kanûna Pêşin
Bavo, ruhê xwe didime destê te (Lûqa 23:46).
Îsa bi bawerîke tam, ev giliyên ji rêza rojê got. Îsa zanibû ku tenê Yehowa dikare wî vegerîne jîyînê, û ew bawer bû ku Bavê wî wê tu car ew bîr neke. Em dikarin ji gotinên Îsa çi hîn bin? Jîyîna xwe tesmîlî destê Yehowa bike. Bona vê yekê, “bi temamîya dilê xwe xwe bispêre Xudan” (Metelok 3:5). Dîna xwe bide serhatiya birakî cahil bi navê Coşûa. Gava ew 15 salî bû, ew bi nexweşiya giran nexweş ket, lê ewî mêtodên qenckirinê yên ku miqabilî qanûnên Xwedê ne, qebûl nekir. Pêşiya mirina xwe, ewî diya xwera got: “Dayê, ez destê Yehowada me . . . ez ji dil bawer im ku Yehowa wê min ji mirinê rake. Ew zane ku dilê minda çi heye, û ez wî gelek hiz dikim”. Wê baş be ku em jî ji xwe bipirsin: “Heger ez mîna vî birê cahil li ber mirinê bûma, gelo minê jî jîyîna xwe tesmîlî destê Yehowa bikira û bawer bûma ku ewê min bîr neke?” w21.04 12-13 ¶15-16
Led, 10 Kanûna Pêşin
Avdarra . . . avê bê dayînê (Metlk. 11:25).
Cimeta Yehowa ji xizmetê qewatê distîne. Gava em kesên dinra derheqa rastiyên ji Kitêba Pîroz gilî dikin, ewana guh didine me yan na, yeke şabûna me unda nabe. Hine kes dibeke difikirin ku halê wan îznê nade ku diha zêde xizmet bikin. Heger tu jî usa difikirî, bîr neke ku heger tu çi ji destê te tê bikî, Yehowa wê ji te razî be. Heger em nikarin ji malê derkevin jî, Yehowa zane ku em hazir in ku mizgînê bela kin, û ew qîmet dike vê xwestina me. Lema, Xwedê dikare mecala çêke ku em mizgînê bidin kesên ku tên mala me. Seva ku dilteng nebin, gerekê em halê xweyî îro beramberî halê xweyî berê nekin. Lê heger em fem bikin ku Yehowa niha çawa alî me dike, emê qewatê bistînin ku li himberî tengasiya bi şabûnê sebir bikin. Em nizanin ku ji toximên ku em diçînin, kîjanê wê kok berde û mezin bibe (Waîz 11:6). w21.05 24-25 ¶14-17
Duşem, 11 Kanûna Pêşin
Te çima ew tişt çevê Xudanda xirabî kir û te peyva [xebera] wî kêm dît? (2 Sam. 12:9, ÎM)
Dawid Padşa seva timayê bîr kir ku Yehowa çiqas mal û milk, navdarî û serketina ser dijmina, dabû wî. Dawid bi razîbûnê gotibû ku pêşkêşên Yehowa bêhesab in (Zebûr 40:5). Lê carekê, Dawid bi tiştên ku destê wîda hebûn, ne razî bû. Rast e çend jinên Dawid hebûn, yeke dîsa jî dilê wî kete Bat-Şeba, dêmek jina mêrekî din, jina Ûriyayê Hîttî. Dawid tevî Bat-Şebayê zinê kir, û Bat-Şeba hemle ma. Serda jî, Dawid Ûriya da kuştinê! (2 Samûyêl 11:2-15) Gelo Dawid çira usa kir? Gelo ew difikirî ku Yehowa wî navîne? Rast e Dawid gelek Yehowa hiz dikir, lê îjar, ewî seva timayê gunên giran kirin. Axiriyêda, tiştên gelek xirab hatin serê wî. Çiqas baş e ku wext şûnda, Dawid seva gunên xwe poşman bû û tobe kir, û Yehowa baxşande wî. Bidine ber çevê xwe ku Dawid bona rema Yehowa çiqas razî bû! (2 Samûyêl 12:7-13). w21.06 17 ¶10
Sêşem, 12 Kanûna Pêşin
Ne ku em . . . layîqî vê kirinê ne, lê karîna me ji Xwedê ye (2 Korn. 3:5).
Em dibeke difikirin ku feresetên me nagihîjin vê yekê, ku em hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz bikin. Diqewime em difikirin ku pêşiya em tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz bikin, gerekê em zanebûna xwe zêde kin yan jî hînkirinêda bibine hoste. Heger tu usa difikirî, van sê tişta hilde hesab: Ya pêşin, Yehowa bawer e ku tu dikarî kesên din hîn bikî. Ya duda, Îsa, yê ku “hemû hukumê erd û ezmên” destê wîda ye, îzin daye te ku tu meriva hîn bikî (Metta 28:18). Û ya sisiya, tu dikarî alîkariyê ji kesên din bistînî. Mesele, Îsa xwe dispart Bavê xwe, û tiştên ku ew ji Bavê xwe hîn dibû, digot (Yûhenna 8:28; 12:49). Wê baş be ku tu jî xwe bispêrî Bavê xweyî ezmana. Usa jî, derheqa destpêkirin û derbazkirina hînbûnên Kitêba Pîroz, tu dikarî ji berpirsiyarê koma xizmetê, ji pêşengekî yan ji mizgînvanekî cêribandî alîkariyê bixwazî. Mesele, seva ku diha cêribandî bî û bawer bî ku tuyê jî bikaribî vê yekê bikî, tu dikarî ji van xûşk-bira bixwazî, wekî te teglîfî ser hînbûna xwe kin. w21.07 6 ¶12
Çarşem, 13 Kanûna Pêşin
Ewê ku nava tiştên hindikîda amin e, nava tiştên gelekîda jî amin e, lê ewê ku nava tiştên hindikîda bêamin e, nava tiştên gelekîda jî bêamin e (Lûqa 16:10).
Çiqas em nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, haqas diha zêde em gerekê îtbariya xwe safîkirinên Yehowa bînin. Gelo çira? Wedê tengasiya mezin, diqewime rêberiya ku emê bistînin cara mera ecêb yan nelogîkî bê kifşê. Yehowa wê hemikî raste-rast tevî me xeber nede. Lê ewê bi saya birên kifşkirî rêberiyê bide me. Wedê tengasiya mezin, gelo emê bikevine şikê hela rêberiya ku me ji birên cabdar standiye, bi rastî ji Yehowa ye yan na? Hingê wê gelek ferz be wekî em îtbariya xwe Yehowa û teşkîleta wî bînin. Lema jî gerekê em îda nihada guh bidin rêberiya teşkîleta Xwedê. Heger em îtbariya xwe van rêberiya tînin, kîjan ku em îro distînin û pey van rêberiya diçin, wê mera hêsa be wedê tengasiya mezin jî usa bikin. w22.02 6 ¶15
Pêşem, 14 Kanûna Pêşin
Li cem kirina we, ya ku niha ez dikim çi ye? (Hakim. 8:2)
Bi saya alîkariya Yehowa, Gîdeon û 300 eskerên wî şerekî mezinda serketin. Mêrên Efrayîmî çûn bal Gîdeon, ne seva ku payê wî bidin, lê wekî wîra şer bikin, çimkî ewî gazî wan nekiribû, wekî tevî wî himberî dijmina şer bikin (Hakimtî 8:1). Gîdeon dîna wan kişande ser vê yekê ku Yehowa ewana çawa kerem kirin. Kitêba Pîroz dibêje ku hingê hêrsa wan danî (Hakimtî 8:3). Gîdeon bona ku edilayê xwey ke, xwe şkênand û bi milûktî caba wan da. Ji mesela Efrayîmiya, em divînin ku gerekê em herî zêde ne ku pey navê xwe kevin, lê her tiştî bikin ku navê Yehowa rûmet kin. Heger tu serê malbetê yan rûspî yî, tu dikarî çev bidî Gîdeon. Çaxê kesek seva kirên te xeyîdî ye, xwe dayne dewsa wî û bifikire ku çi dilê wî êşand. Usa jî, mîna Gîdeon, tu dikarî payê vî kesî bidî. Bona vê yekê milûktî lazim e. Dîsa jî, bîr neke ku diha baş e edilayê xwey kî, ne ku xwe heq derxî û pey navê xwe kevî! w21.07 16-17 ¶10-12
Înî, 15 Kanûna Pêşin
Em merî dilqê xweda û mîna xwe bixuliqînin (Destp. 1:26).
Yehowa em sûretê xweda xuliqandine. Ji bo wê yekê ku em sûretê Xwedêda hatine efirandin, em dikarin hunurên baş ça hizkirin, dilremî, aminî û heqiyê nav xweda pêşda bînin (Zebûr 86:15; 145:17). Gava em hunurên usa pêşda tînin, em Yehowa rûmet dikin û razîbûna xwe eyan dikin (1 Petrûs 1:14-16). Heger em bi rabûn-rûniştina xwe dilê Bavê xweyî ezmana şa bikin, emê jî şabûnê bistînin. Usa jî, ew yek ku Xwedê em sûretê xweda efirandine tê hesabê, wekî em dikarin bibin merivên layîqî malbeta wî. Yehowa maleke xweş daye me. Pêşiya ku Yehowa merivên pêşin efirand, ewî erd bona wan hazir kir (Îbo 38:4-6; Yêremya 10:12). Yehowa yekî xemkêş û merd e, lema jî ewî gelek tiştên baş efirandine, wekî em bextewar bin (Zebûr 104:14, 15, 24). Gava Xwedê ser ki-rên destê xwe nihêrî, ewî dît ku her kirên wî “gelekî qenc bûn” (Destpêbûn 1:10, 12, 31). w21.08 3 ¶5-6
Şemî, 16 Kanûna Pêşin
Berê ruh ev in: Hizkirin, şabûn, edilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, bawerî, milûktî, xwegirtin. Hindava van tiştada qanûn tune (Galt. 5:22, 23, DT).
Me hemûyara şixul hatiye dayînê, wekî mizgînê bela kin û meriva bikin şagirtên Îsa (Metta 28:19, 20; Romayî 10:14). Heger tu dixwazî vî şixulê ferzda bibî hoste, xwera nêt dayne wekî tu şîretên ji broşûra “Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be”, lêkolîn bikî û bidî xebatê. Gava tu xwera nêta datînî, bîr neke wekî nêta herî ferz ew e ku tu hunurên baş nav xweda pêşda bînî (Kolosî 3:12; 2 Petrûs 1:5-8). Bêşik em gişk dixwazin Yehowara hê zêde xizmet bikin. Dinya tezeda, emê bikaribin bi cûrê herî baş wîra xizmet bikin. Heta ev roj bê, wê baş be em hemû mecala ku dikeve destê me, bidine xebatê, çimkî usa şabûna me wê zêde be, û emê gelek berxwe nekevin. Serda jî, emê pesnê Yehowa bidin, yê ku “Xwedêyê xwezilî” ye (1 Tîmotêyo 1:11). Lema were em timê cabdarî û şixulên xwera şa bin, yên ku cem me îda hene! w21.08 25 ¶18-20
Led, 17 Kanûna Pêşin
Ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye (Îbrn. 11:6).
Heger dê-bavê te Şedên Yehowa ne, dêmek tu ji zarotiyê zanî wekî Yehowa ye Efirandar. Mesele, tu pêhesiyayî ku ewî her tişt efirandiye, ku xeyset-hunurên wî çi cûreyî ne û nêta wî bona me çi ye (Destpêbûn 1:1; Karên Şandiya 17:24-27). Lê gelek kes bawer nakin wekî Xwedê heye û ku ewî her tişt efirandiye. Ewana dibêjin ku jîyîn xwexa ji şanên biçûk pêşda hatiye û paşê hêdî-hêdî dihatine guhastinê û dibûne formên diha qewî. Hine kesên ku vê yekê bawer dikin, merivne gelek xwendî ne. Ewana difikirin ku zandarî îzbat kiriye, wekî Kitêba Pîrozda şaşî hene, û tenê merivên nexwendî, belengaz û nezan bawer dikin wekî Efirandar heye. Firqî tune çend sal e em Şedên Yehowa ne, gerekê em timê baweriya xwe qewî kin. Heger em usa bikin, emê nekevin ber bayê “serwaxtiya derewe pûç” yên merivên ku Kitêba Pîroz ret dikin (Kolosî 2:8). w21.08 14 ¶1-3
Duşem, 18 Kanûna Pêşin
Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî (Eyan. 4:11).
Habîl, Nuh, Birahîm û Îbo, bi guhdarîbûna xwe û usa jî bi bawerî û qurbanên xwe, nîşan dikirin wekî ewana Yehowa hiz dikin û qedrê wî digirin. Eşkere ye, ku ew kesên amin çi ji destê wan dihat dikirin, wekî rûmetê bidine Yehowa, û Yehowa hebandina wan qebûl dikir. Paşê, Yehowa Qanûna Mûsa da zureta Birahîm. Van qanûnada rêberî hatibûn dayînê, ku gerekê wana ça Yehowa bihebanda. Paşî mirin û rabûna Îsa, Yehowa îda dewa nedikir, wekî li gora Qanûna Mûsa Wî bihebînin (Romayî 10:4). Şagirtên Îsa îda gerekê li gora qanûna teze bijîtana, dêmek li gora “qanûna Mesîh” (Galatî 6:2). Seva ku guh bidin vê “qanûnê”, ne lazim bû ku wana qeyde ezberî bikin. Wana gerekê çev bida Îsa û li gora hînkirinên wî bijîtana. Îro, em jî çi ji destê me tê dikin, ku pey Îsa herin wekî Yehowa ji me razî be û em bikaribin “rihetiyê bibînin” (Metta 11:29). w22.03 20-21 ¶4-5
Sêşem, 19 Kanûna Pêşin
Ewî xwe li ciyê xewle digirt û dua dikir (Lûqa 5:16).
Yehowa guh dide zarên xwe. Gava Îsa ser erdê bû, ewî gelek cara dua dikir, û Yehowa guh dida duayên wî. Gava Îsa derheqa safîkirinên ferz dua dikir, mesele derheqa bijartina 12 şandiya, Xwedê guh dida wî (Lûqa 6:12, 13). Usa jî, gava Îsa Yehowara besa xemên xwe dikir, Yehowa guh dida wî. Pêşiya ku Îsa hate girtinê, ewî derheqa çetinayên ku wê bihatana serê wî, dua kir. Yehowa him guh da vê duayê him jî melekek şand, wekî ew dilê Kurê wîyî delal qewî bike (Lûqa 22:41-44). Îro jî Yehowa guh dide duayên xizmetkarên xwe, û wexta rastda bi cûrê herî baş caba wan dide (Zebûr 116:1, 2). Serhatiya xûşkeke ji Hindistanê vê yekê zelal nîşan dike. Ew gelek dilteng dibû û êmosiyalîda xwe xirab texmîn dikir, lema ewê derheqa vê problêmê Yehowara dua kir. Ew dibêje: “Bernama JW Brodkastîng ya meha Gulanê, sala 2019, wededa bû û hema bona min bû. Ez hîn bûm ku gerekê çi bikim gava xemgîn û dilteng im. Bi rastî jî ev bername caba duayên min bû!”. w21.09 21-22 ¶6-7
Çarşem, 20 Kanûna Pêşin
Birevine çiya (Lûqa 21:21).
Hela bide ber çevê xwe ku bona van şagirtên Îsa Mesîh, kîjan ku qirna yekêda diman, çiqas zor bû her tiştî bihêlin û tezeda her tiştî destpêkin! Lazim bû ku ewana baweriya xwe Yehowa bînin, wekî ew wê bona hewcên wan xem bike. Lê pênc sal pêşiya ku Romaya dora bajarê Orşelîmê girt, Pawlosê şandî ev şîreta kêrhatî dabû xûşk-birên Îbranî: “Perehizî bira nava jiyîna weda cî negire û destên weda çiqas heye, razî bin, çimkî Xwedê got: ‘Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim’. Lema jî rûyê me digire ku em bêjin: ‘Xudan piştovanê min e û ez natirsim. Însanê çi li min bike?’” (Îbranî 13:5, 6). Wan Mesîhiyara, yên ku pêşiya hatina ordiya Romê guh dabû şîreta Pawlos, bêşik diha hêsa bû halê xwe razî bin. Wana zanibû wekî Yehowa wê bona hewcên wan xem bike. w22.01 4 ¶7, 9
Pêşem, 21 Kanûna Pêşin
Rema [Xudan] ser hemû efirînên Wî ye (Zeb. 145:9).
Dilremî hunurekî gelek xweş e. Ev hunur bi qenciyê, dilgermiyê, dilşewatiyê, û merdaniyêva girêdayî ye. Meteloka Îsa derheqa mêrekî Sameriyê dilrem bînin bîra xwe. Ev mêr ji miletekî din bû, lê gava ewî mêrekî Cihû dît, yê ku ketibû destên qaçaxa, “gunê wî lê hat”. Mêrê Samerî bi dilovanî Cihûyê birîndar bû xweyî, çimkî dilê wî ser şewitî (Lûqa 10:29-37). Ev metelok dîna me dikişîne ser remtiya Xwedê. Xwedê hindava meda rem e, çimkî ew me hiz dike û ew her roj rema xwe mera nîşan dike. Xêncî vê yekê, dilremî carna tê hesabê wekî kesekî ku hêjayî ceza ye, ceza nekin. Yehowa rema xwe bi vî cûreyî mera gelek car nîşan dike. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Ew weke guneyên me, serê me nake” (Zebûr 103:10). Lê cara lazim e wekî Yehowa kesê ku gune kiriye, ceza bike. w21.10 8 ¶1-2
Înî, 22 Kanûna Pêşin
Wê dilovaniya min ji ser te ranebe (Îşa. 54:10, ÎM).
Yehowa hizkirina xweye amin tenê dostên xwera, dêmek xizmetkarên xwera nîşan dike. Gotinên Dawid Padşa û Daniyêl vê yekê nîşan dikin. Mesele, Dawid usa gotibû: “Huba Xwe ji nasên Xwe nebire”. “Huba Xudan . . . heta-hetayê ye, li ser xofkêşên Wî ye”. Daniyêl jî got, wekî Xwedayê rast Yehowa, hizkirina amin dide kifşê hindava wan, yên ku wî hiz dikin û temiyên wî tînin sêrî (Zebûr 36:10; 103:17; Daniyêl 9:4). Li gora van gotinên ji Xebera Xwedê, Yehowa huba xweye amin, dêmek hizkirina amin, nîşan dike hindava kesên ku wî nas dikin, ji wî ditirsin, wî hiz dikin û temiyên wî tînin sêrî. Belê, seva em ji hizkirina Yehowaye amin karê bistînin, gerekê em bi cûrê rast wîra xizmet bikin. Pêşiya ku me destpêkir Yehowara xizmet kin, me ji hizkirina wî kar distand, ya ku ew hindava temamiya însanetê nîşan dike (Zebûr 104:14). Lê çaxê em bûne xizmetkarên wî, em usa jî ji hizkirina wîye amin karê distînin. w21.11 4 ¶8-9
Şemî, 23 Kanûna Pêşin
Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tenê wî bihebîne! (Met. 4:10)
Çi jî bibe em hazir in guh bidine van xeberên Îsa ji rêza vê rojê. Gelek meriv pey serwêrên rêlîgiya û keşîşên nav-deng diçin. Ewana haqas wanara firnaq dibin, qey tê bêjî serê xwe ber wan datînin. Ew diçin dêrên wan, kitêbên wan dikirin û pê qurbankirinên qalim piştgiriya wan dikin. Gotinên wan bona meriva qanûn e. Meriv usa wan serwêrên rêlîgiyara şa dibin û wanra diricifin, tê bêjî Îsa ber wan sekiniye! Lê Şedên Yehowa usa nakin. Serok û keşîşên me tune ne. Em çiqas jî qedrê birên cabdar digirin, em van gotinên Îsa qebûl dikin: “Hûn hemû jî bira ne” (Metta 23:8-10). Em serê xwe ber serwêrên rêlîgiyayê û ber serwêrên polîtîkê danaynin. Em, Şedên Yehowa, piştgiriya nêtên wan nakin. Em tevnebûyînê xwey dikin û tevî şixulê vê dinyayê nabin. Bi wî cûreyî, Şedên Yehowa bi rastî jî ji rêlîgiyên, ku xwe ça Mesîhî nav dikin, cude dibin (Yûhenna 18:36). w21.10 20 ¶6-7
Led, 24 Kanûna Pêşin
Ez Xudan Xwedêyê te me . . . Pêştirî min xwedêyên teye mayîn tune bin (Derk. 20:2, 3).
Her şagirtê Îsa, yê ku dixwaze pîroz be, gerekê haş ji xwe hebe wekî tu tişt û tu kes dostiya wî tevî Xwedê xirab neke. Em Şedên Yehowa ne. Navê Xwedê li ser me ye, lema gerekê em xwe ji hemû kirên usa dûr bigirin, yên ku dikarin leke bînin ser navê wîyî pîroz (Qanûna Kahîntiyê 19:12; Îşaya 57:15). Gava Îsraêliya gura qanûnên Xwedê dikirin, bi vê yekê wana dida kifşê wekî Yehowa ça Xwedayê xwe qebûl dikin. Qanûna Kahîntiyê 18:4 usa dibêje: “Qirarên min biqedînin û qeydeqanûnên min xwey kin pê wan herin, ez Xudan Xwedêyê we me”. Hine ji van “qeyde-qanûnên” Xwedê serê 19-da nivîsar in. Mesele, rêzên 5 heta 8 û 21 û 22 besa qurbana dikin. Lazim bû ku meriva qurbanên layîq pêşkêş kirana, wekî “tiştên Xudane pîroz” neherimînin. Xwendina van rêza dikare xwestina me zêde bike, wekî dilê Yehowa şa bikin û “qurbana pesindayînê” pêşkêşî wî bikin (Îbranî 13:15). w21.12 5-6 ¶14-15
Duşem, 25 Kanûna Pêşin
Pê jina xortanîya xwe şa be (Metlk. 5:18).
Cotên zewicî dikarin ji mesela xûşk-birên ku îtbariya xwe Yehowa tînin, karê bistînin. Hine cotên zewicî dibeke bi deha sala xizmeta hertimda ne. Seva ku hûn xwera nêtên baş daynin, hûn dikarin ji kesên usa şîreta bixwazin. Bi vî cûreyî hûnê nîşan kin, wekî xwe dispêrin Yehowa (Metelok 22:17, 19). Bîr nekin zewac pêşkêşeke ji Yehowa ye (Metta 19:5, 6). Ew dixwaze wekî cotên zewicî ji vê pêşkêşê şabûnê bistînin. Jin-mêrên cahil, bifikirin hûn jîyîna xwe ça derbaz dikin. Gelo hûn çi ji destê we tê dikin, wekî razîbûna xwe Yehowara nîşan bikin? Timê duada tevî Yehowa xeber din. Dîna xwe bidinê ku kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî we bikin safîkirinên baş bikin. Paşê jî wan şîretên Yehowa jîyîna xweda bidine xebatê. Bawer bin ku heger hûn zewaca xweda xizmeta Yehowa daynin ciyê pêşin, hûnê gelek bextewar bin! w21.11 19 ¶16, 18
Sêşem, 26 Kanûna Pêşin
Em hemû jî gelekî şaşiya dikin (Aqûb 3:2).
Aqûb xwe ji kesên din bilindtir hesab nedikir. Rast e Aqûb birê Îsa bû û cabdariyên wîye mexsûs hebûn, lê dîsa jî ewî xwe ser bawermendên dinra nedigirt. Ewî wanra digot: “Xûşk-birayên mine delal!” (Aqûb 1:16, 19; 2:5). Ewî xwe ça merivê bêqisûr hesab nedikir. Ders: Bîr neke ku em gişk gunekar in. Gerekê em xwe ji xwendekarên xwe bilindtir hesab nekin. Gelo çira? Heger em xwe usa bidine kifşê ku tê bêjî em bêqisûr in û şaşiya nakin, ewê diqewime bifikirin ku ewana tu car nikaribin bibine mîna me û hemû aliyava bê şaşî gura Xwedê bikin. Wê baş be em bi helalî bînin ser xwe, wekî mera jî carna zor e li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijîn. Usa jî, em dikarin xwendekarên xwera gilî kin, ku Yehowa ça alî me kiriye wekî em pêşda herin. Bi vî cûreyî, ewê fem bikin ku ewana jî dikarin Yehowara xizmet kin. w22.01 11-12 ¶13-14
Çarşem, 27 Kanûna Pêşin
Mesîh Îsa ser çi nêt-fikirê bû, ji we her kes jî usa bifikire (Fîlî. 2:5).
Çiqas hê zêde em mîna Îsa bifikirin, haqas hê zêde emê kirên xweda çev bidine wî, û xeysetê me wê diha zêde bibe mîna xeysetê wî (Îbranî 1:3). Diqewime tu bêjî: “Îsa yekî bêqisûr bû. Ez tu car nikarim bi temamî bibime mîna wî!” Lê van tişta bîr neke: Ya yekê, em sûretê Yehowa û Îsada hatine efirandinê, lema jî em xeyset-hunurên xweda dikarin bibine mîna wan. Ew tê hesabê ku tu dikarî çev bidî wan û vê yekêda pêşda herî (Destpêbûn 1:26). Ya duda, ruhê pîroz temamiya gerdûnêda qewata herî mezin e. Ruhê pîroz dikare alî te bike, tiştên usa bikî, kîjan ku teyê tu car pê qewata xwe nikaribûya bikira. Ya sisiya, Yehowa nabêje ku gerekê tu “berê ruh” bi cûrekî bêqisûr eyan kî. Dinya tezeda, Bavê meyî delal, 1 000 salî wê hîviyê be heta meriv bigihîjine bêqisûrtiyê (Eyantî 20:1-3). Lê niha Yehowa tenê dixwaze ku em çi ji destê me tê bikin û îtbariya xwe qewata wî bînin. w22.03 9 ¶5-6
Pêşem, 28 Kanûna Pêşin
Hela hê xeber ne ser zarê min e, Xudan, fikir îdî Teva eyan e (Zeb. 139:4).
Xêncî duakirinê, hine tiştên din jî dikarin dostiya me tevî Yehowa diha qewî kin, mesele lêkolîna Kitêba Pîroz û civatên me. Gelo tu dikarî çi bikî wekî wedê xwe bona lêkolînê û civîna bi bîlanî bidî xebatê? Ji xwe usa bipirse: “Gava ez guh didime civata yan jî lêkolîna şexsî dikim, heçî zef çi hiş-aqilê min direvîne?” Diqewime problêm ev e, ku kesek wedê civatê yan wedê lêkolînê tera têlê dixe yan jî smsa dişîne? Heger tu têderdixî wekî wedê lêkolînê yan civînê, hişê te diçe ser tiştên din, ji Yehowa alîkariyê bixwaze. Heger tu seva tiştekî berxwe dikevî yan jî dilteng î, dibeke ne hêsa ye rind dîna xwe bidî ser tiştên ruhanî, lê gelek ferz e vê yekê bikî. Dua bike wekî edilaya Xwedê ne tenê dilê te, lê hişê te jî xwey ke (Fîlîpî 4:6, 7). w22.01 29-30 ¶12-14
Înî, 29 Kanûna Pêşin
Guh bide û gotinên serwaxta bibihê (Metlk. 22:17).
Ûzîya Padşa şîret înkar kir. Carekê, ew kete paristgeha Yehowa, cîkî usa, kîderê tenê îzna kahîna hebû bikevinê, û ewî dixwest bixûrê bişewitîne. Hingê kahîna wîra got: “Ya Ûzziya ji Xudanra buxur vêxistin ne ji tera ye, lê ji kahînên, ji lawên Harûn, yên ku bona buxur vêxistinê hatine pîroz kirinra dikeve”. Gelo Ûzîya çi kir? Heger ewî ev şîret bi milûktî qebûl kira û derbêra ji paristgehê derketa, diqewime Yehowa bibaxşanda wî. Lê Ûzîya hêrs ket. Gelo ewî şîreta ku jêra hate dayînê, çira înkar kir? Eşkere ye, wekî ew difikirî ku ew padşa ye, û lema jî îzna wî heye wekî li gora dilê xwe bike. Lê Yehowa usa nedifikirî. Seva qurebûna xwe, Ûzîya bi kotîbûnê hate cezakirinê û “heta roja mirina xwe” kotî ma (2 Dîrok 26:16-21). Serhatiya Ûzîya nîşan dike, wekî firqî tune ku em kî bin jî, heger em şîreta ku ser hîmê Kitêba Pîroz mera tê dayînê, înkar kin, emê dostiya xwe tevî Yehowa unda kin. w22.02 9 ¶7
Şemî, 30 Kanûna Pêşin
Awa tobe kin û berbi Xwedê vegerin, ku gunên we bêne resîtkirinê (Kar. Şand. 3:19).
“Merivê kevin” tê hesabê ew meriv, yê ku li gora xwestinên bedenêye gunekar difikire û dijî (Kolosî 3:9). Ew meriv dikare xwehiz, hêrs, bêşêkir û qure be. Usa jî ew meriv dibeke pornografiya û fîlmên bi bênamûsî û zordarî, hiz dike. Bal wî bêşik hine xeysetên baş jî hene, û diqewime ew xwe seva gotin û kirên xweye xirab sûcdar dike. Lê xwestina wî haqas tune, wekî nihêrandin û rabûn-rûniştina xwe biguhêze (Galatî 5:19-21; 2 Tîmotêyo 3:2-5). Em gunekar in, lema jî em nikarin hemû fikir û xwestinên xirab ji hiş û dilê xwe derxin. Carna, em seva tiştekî ku me gotiye yan kiriye poşman dibin (Yêremiya 17:9; Aqûb 3:2). Lê gava em “merivê kevin” ji xwe dêxin, xwestinên bedenê îda me kontrol nakin. Hingê nihêrandin, rabûn-rûniştin û xeyset-hunurên me têne guhastinê (Îşaya 55:7). w22.03 3 ¶4-5
Led, 31 Kanûna Pêşin
Bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire (Fîlî. 2:3).
Rûspîno, dîna xwe bidine xeysetên baş yên xûşk-bira! Rast e her kes gunekar e, lê xeyset-hunurên baş bal her kesî heye. Dibeke carna lazim be ku rûspî fikir û nihêrandinên xûşk-bira rast kin. Dîsa jî, mîna Pawlosê şandî, wê baş be ku hêrsa wan seva gotin û kirên xûşk-bira ranebe, lê dîna xwe bidin vê yekê ku xûşk-bira Yehowa çiqas hiz dikin, çawa bi sebir Xwedêra xizmet dikin û dikarin qenciyê bikin. Rûspî bi nihêrandina xweye pozîtîv, civat dikine mîna hêlûneke xweş û germ. Bîr nekin ku Yehowa ji we hîviya bêqisûrtiyê nîne, ew hîviya aminiyê ye (1 Korintî 4:2). Hûn dikarin bawer bin, wekî Ew xizmeta we jî qîmetê dike. Yehowa wê tu car bîr neke “kirên we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê . . . , ya ku we cimeta Xwedêra xizmetkarî kir û dikin jî”! (Îbranî 6:10). w22.03 31 ¶19, 21