KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es24 rûp. 47-57
  • Gulan

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gulan
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
  • Binserî
  • Çarşem, 1 Gulanê
  • Pêşem, 2 Gulanê
  • Înî, 3 Gulanê
  • Şemî, 4 Gulanê
  • Led, 5 Gulanê
  • Duşem, 6 Gulanê
  • Sêşem, 7 Gulanê
  • Çarşem, 8 Gulanê
  • Pêşem, 9 Gulanê
  • Înî, 10 Gulanê
  • Şemî, 11 Gulanê
  • Led, 12 Gulanê
  • Duşem, 13 Gulanê
  • Sêşem, 14 Gulanê
  • Çarşem, 15 Gulanê
  • Pêşem, 16 Gulanê
  • Înî, 17 Gulanê
  • Şemî, 18 Gulanê
  • Led, 19 Gulanê
  • Duşem, 20 Gulanê
  • Sêşem, 21 Gulanê
  • Çarşem, 22 Gulanê
  • Pêşem, 23 Gulanê
  • Înî, 24 Gulanê
  • Şemî, 25 Gulanê
  • Led, 26 Gulanê
  • Duşem, 27 Gulanê
  • Sêşem, 28 Gulanê
  • Çarşem, 29 Gulanê
  • Pêşem, 30 Gulanê
  • Înî, 31 Gulanê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
es24 rûp. 47-57

Gulan

Çarşem, 1 Gulanê

Pey vê yekêra min dîna xwe dayê, . . . elaleteke usa mezin, ku tu kesî nikaribû bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cimetê û ji her zimanî (Eyan. 7:9).

Yûhennayê şandî “elaleteke usa mezin” dît, hejmara kîjanî bêhesab bû. Kitêba Eyantî derheqa wan usa dibêje: “Evana ew in, yên ku ji wê tengasiya mezin hatine, çuxên xwe pê xûna wî Berxî şûştine” (Eyantî 7:14). Paşî vê yekê ku ew elalet ji tengasiya mezin xilaz be, ewana wê ser erdê bijîn û gelek kerema bistînin (Zebûr 37:9-11, 27-29; Metelok 2:21, 22; Eyantî 7:16, 17). Çawa ku kitêba Eyantî serê 7 nîşan dike, him 144 000 kesên bijartî, him jî elaleta mezin wê keremên mezin bistînin. Tu jî dikarî nav wanda bî! Rojên pir xweş pêşiya me ne. Hingê emê gelek şa bin, ku me piştgiriya serwêrtiya Yehowa kiriye. w22.05 16 ¶6-7

Pêşem, 2 Gulanê

Xudan e yê serwaxtîyê dide (Metlk. 2:6).

Gava ku lazim e wekî em safîkirineke ferz bikin, gelo em dua nakin wekî Xwedê bîlaniyê bide me? (Aqûb 1:5). Bîlanî bi rastî jî tiştekî gelek qîmet e. Silêman Padşa usa nivîsî: “Serî serwaxtî ye” (Metelok 4:7). Vê rêzêda, Silêman besa bîlaniya dinyayê nedikir. Ewî besa vê bîlaniyê dikir, kîjan ku ji Yehowa ye. Gelo bîlaniya Xwedê dikare alî me bike, wekî em problêmên îroyîn safî kin? Hemikî erê! Seva ku em bîlaniya rast qazanc kin, wê baş be wekî em gotinên du kesên herî bîlan, lêkolîn bikin û bidine xebatê. Pêşiyê, dîna xwe bidine Silêman Padşa. Li gora Kitêba Pîroz, “Xwedê şehrezayî [bîlanî], femdarîke kûr . . . da Silêman” (1 Padşatî 4:29, ÎM). Ya duda, dîna xwe bidine Îsa Mesîh, yê ku kesê herî bîlan bû (Metta 12:42). Derheqa Îsa berêva usa hatibû gotinê: “Wê Ruhê Xudan, Ruhê şehrezabûn û femdariyê . . . li ser wî be” (Îşaya 11:2, ÎM). w22.05 20 ¶1-2

Înî, 3 Gulanê

Qewata Te nisilê mayînra bêjim (Zeb. 71:18).

Kesên ku îda cahil nînin jî, dikarin xwera nêta daynin û bigihîjin van nêta. Hela dîna xwe bide serhatiya xûşkeke bi navê Bêvêrlî, ya ku îda 75 salî ye. Rûyê nexweşîke giranda, ew nikaribû rê here. Lê dîsa jî, ewê dixwest piştgiriya kampaniya bona Bîranînê bike. Lema jî ewê hine nêt danî pêşiya xwe. Gava Bêvêrlî gihîşte nêtên xwe, ew gelek şa bû. Xîreta wê kesên din jî hêlan kir, wekî mizgînê bi dil û can bela kin. Belê, heger sihet-qewata xûşk-birên meye emirda mezin îda ne mîna ya berê be jî, Yehowa dîsa jî xizmeta wan qîmet dike (Zebûr 71:17). Xwera nêtên usa dayne ku qewata te digihîjê. Hunurên baş nav xweda pêşda bîne û bi vî cûreyî dilê Yehowa şa ke. Tiştên teze hîn be û feresetên xwe zêde ke, wekî tu bikaribî bona Xwedê û bona teşkîleta wî, hê zêde kêrhatî bî. Mecala bigere wekî diha zêde alî xûşk-bira bikî. Mîna Tîmotêyo, bira Yehowa alî te bike, wekî “pêşdaçûyîna te hemûyava eyan be” (1 Tîmotêyo 4:15). w22.04 27 ¶18-19

Şemî, 4 Gulanê

Tu ji zarotiya xweda nivîsarên pîroz zanî (2 Tîmt. 3:15).

Heger we gelek qewat xerc kiriye ku hizkirina hindava Yehowa bikin dilê zarên xwe, lê yeke, zareke we naxwaze Yehowara xizmet ke, nefikirin ku hûn dê-bavne xirab in! Yehowa azaya bijartinê daye me her kesî. Lema jî, em dikarin xwexa safî kin, ku Xwedêra xizmet bikin yan na. Hêviya xwe unda nekin ku rojekê ewê dîsa vegere bal Yehowa. Meteloka kurê undabûyî bînin bîra xwe (Lûqa 15:11-19, 22-24). Ev xort ji riya rast gelek dûr ket, lê xilaziyê ew dîsa vegeriya. Dê-bavno, wera qedirekî mezin hatiye dayînê, ku hûn dikarin zarên xwe hîn kin, wekî ewana bibine xizmetkarên Yehowa (Zebûr 78:4-6). Ev yek hêsa nîne, û em payê we didin, çimkî hûn berdewam dikin bi xîret alî zarên xwe bikin, wekî ewana Yehowa hiz bikin û wana bi qeyde û qanûnên wî mezin dikin. Bawer bin, ku Bavê meyî ezmana wê ji we gelek razî be (Efesî 6:4). w22.05 30-31 ¶16-18

Led, 5 Gulanê

Temamiya bedenê hevva ne (Efes. 4:16).

Seva ku em civatêda edilayî û yektiyê pêşda bivin, gerekê her kes ji me bona vê yekê çi ji destê me tê bike. Qirna yekêda, cûre-cûre pêşkêş û cabdariyên Mesîhiya hebûn (1 Korintî 12:4, 7-11). Dîsa jî, ewana hevdura nediketine hucetê, û yektiya nav xweda xirab nedikirin. Pawlos wanra got ku bira her kes, “bona avabûna bedena Mesîh” xîret bike. Ewî Efesiyara jî nivîsî ku “gava her pareke bedenê şixulê xwe dike, hizkirinêda xwexa digihîje û mezin dibe” (Efesî 4:1-3, 11, 12). Ew Mesîhiyên ku temiya Pawlosê şandî anîne sêrî, yektî û tifaqî nav xweda xwey dikirin, û îro em vê yekê civatên xweda jî divînin. Xwe beramberî kesên din neke. Ji Îsa Mesîh hîn be û çev bide xeyset-hunurên wî. Çi ji destê te tê bike, û bawer be ku Yehowa “ser neheqiyê nîne”, wekî kirên te bîr ke (Îbranî 6:10). Bi şabûnê Yehowara xizmet ke, û bîr neke ku ew xîreta te gelek qîmet dike. w22.04 14 ¶15-16

Duşem, 6 Gulanê

Mesîh Îsa hate dinê, gunekara xilaz bike (1 Tîmt. 1:15).

Çiqas baş e wekî em safî nakin hela Yehowa wê bibaxşîne kesekî yan na. Ew safîkirina wî ye, ne ku ya meriva. Lê tiştek heye ku gerekê em xwexa safî kin. Gelo ew çi ye? Carna, dibeke kesekî miqabilî me gunekî giran kiribe, lê paşê dibeke ew ji me baxşandinê bixwaze. Carna jî dibeke ew baxşandinê naxwaze. Dîsa jî, em dikarin bibaxşînine wî kesî û hêrsê dilê xweda xwey nekin. Heger ewî dilê me gelek êşandiye, dibeke bona vê yekê mera wext lazim be. Çend sal pêşda, jûrnaleke meda usa hatibû gotinê: “Gava tu dibaxşînî kesekî, ev yek nayê hesabê wekî tu çevê xwe ser gunê wî dadidî. Bona Mesîhiya baxşandin tê hesabê wekî em vê problêmê didine destê Yehowa. Hakimê heq yê temamiya gerdûnê Ew e, û ewê wexta rastda heqiyê bîne sêrî” (“Birca Qerewiliyê” ya 15 Îlonê, sala 1994). w22.06 9 ¶6-7

Sêşem, 7 Gulanê

Xudanda guman be! (Zeb. 27:14)

Yehowa soz dabû ku rojên meda, ewê merivên ji hemû milet û zimana top ke, wekî ewana yektiyêda wî bihebînin. Îro ev ‘elaleta mezin’ bi rastî jî tevayî top bûye (Eyantî 7:9, 10). Ev jin, mêr û zar çiqas jî ji cûre-cûre milet, ziman û bereka ne jî, ew ser temamiya dinyayê bûne malbeteke tifaq (Zebûr 133:1; Yûhenna 10:16). Ewana hertim hazir in ku merivara besa hêviya xwe bikin (Metta 28:19, 20; Eyantî 14:6, 7; 22:17). Heger tu para vê elaleta mezin î, tu bêşik hêviya jîyîna heta-hetayê gelek qîmet dikî. Mîrê-cina dixwaze ku em hêviya xwe unda kin. Ew dixwaze me bide bawerkirinê ku Yehowa wê sozên xwe neyne sêrî. Heger Mîrê-cina bigihîje vê nêta xwe, emê mêrxasiya xwe unda kin û dibeke xizmetiya xwe Yehowara bidine sekinandinê. w22.06 20-21 ¶2-3

Çarşem, 8 Gulanê

Eva gumana bona jiyîna me dibe lengereke hîmgirtî û amin (Îbrn. 6:19).

Hêviya me alî me dike, ku em himberî firtonên jîyînê sebir kin, çimkî em rind zanin wekî xilazî nêzîk e. Îsa Mesîh gotibû ku emê rastî peyketina bên (Yûhenna 15:20). Lema jî fikirandina kûr ser sozên Yehowa wê alî me bike, wekî em ji riya rastiyê derneyên. Dîna xwe bidê ku gava Îsa ber mirinê bû, ew çawa amin ma. Roja Pênciye Hesab D.M.-da, Petrûsê şandî besa gotineke ji Zebûrê kir, ya ku nîşan dike wekî Îsa Mesîh çima haqas qewî û rihet ma: “Bedena mine mirî jî wê bi guman bijî, çimkî tu min diyarê miriyada nahêlî, ne jî tê bihêlî ku Pîrozê te birize. . . . Tê şabûna dîndara xweva min tijî kî” (Karên Şandiya 2:25-28; Zebûr 16:8-11). Îsa zanibû ku Xwedê wê wî ji mirinê rake û ewê vegere bal Bavê xwe (Îbranî 12:2, 3). w22.10 25 ¶4-5

Pêşem, 9 Gulanê

Em hemû jî gelekî şaşiya dikin (Aqûb 3:2).

Carekê, Aqûb û Yûhennayê şandî bi saya diya xwe ji Îsa xwestin, wekî ew Padşatiyêda ciyên mexsûs bide wan (Metta 20:20, 21). Bi vê yekê, wana nîşan kir ku dilê wanda qurebûn heye û wana dixwest ji kesên din çêtir bin (Metelok 16:18). Vê derecêda, ne tenê Aqûb û Yûhenna xwe ne rast dane kifşê. Dîna xwe bidinê ku caba şandiyên din çi bû: “Gava her dehe şagirtên din ev yek bihîst, dilê wan ji her du bira ma” (Metta 20:24). Kê zane ku Aqûb, Yûhenna û şandiyên din, çawa hevdura ketine dewê! Lê gelo Îsa ev derece çawa safî kir? Ew hêrs neket. Ewî negot ku ewê wan bihêle û xwera şandiyên diha milûk û dilovan bijbêre. Dewsê Îsa bi sebir şîret da wan, çimkî ewî zanibû ku ewana dixwazin tiştên rast bikin (Metta 20:25-28). Îsa wanra dida kifşê ku ew wan hiz dike. w23.03 28-29 ¶10-13

Înî, 10 Gulanê

Kurê min, serwaxt be û dilê min şa ke, ku ez bikaribim caba qardarên xwe bidim (Metlk. 27:11).

Tu îda gihîştî gelek tişta. Diqewime te gelek sal Kitêba Pîroz bi xîret lêkolîn kiriye. Bi saya vê lêkolînê, tu îzbat bûyî ku Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye. Usa jî, te Nivîskarê Kitêba Pîroz, dêmek Xwedê, nas kiriye û wî hiz kiriye. Te haqas Yehowa hiz kiriye ku te jîyîna xwe tesmîlî wî kiriye û hatî nixumandinê. Te safîkirineke gelek baş kiriye! Çaxê tu berbi nixumandinê diçûyî, aminiya te bêşik dihate cêribandinê. Çiqas ku tu mezin bî, haqas tuyê rastî cêribandinên din jî bêyî. Mîrê-cina wê her tiştî bike ku xîreta te bitemirîne û te ji Yehowa dûr xe (Efesî 4:14). Lema jî haş ji xwe hebe! Gelo çi dikare alî te bike wekî tu Yehowara amin bimînî û li gora sonda xweye tesmîlbûnê, bijîyî? Lazim e ku tu ruhanîda berdewam kî pêşda herî (Îbranî 6:1). w22.08 2 ¶1-2

Şemî, 11 Gulanê

Qedirê dê û bavê xwe bigir[e], çawa ku Xudan Xwedêyê te li te emir kir, wekî emirê te dirêj be, wekî tera qenc be (Qan. Dcr. 5:16).

Malbetêda, lazim e ku hemû neferên malê, problêmên şexsî yên malbeta xwe veşartî bihêlin. Mesele, bide ber çevê xwe, cem xûşkeke me xeysetekî usa heye, ku timê kenê mêrê wê tîne. Gelo mêrê wê kesên dinra wê besa vê yekê bike û lê bide şermê? Na. Hergê ew jina xwe hiz dike, ewê pê vê yekê dilê wê neêşîne (Efesî 5:33). Wê baş be wekî dê-bav qedirê zarên xwe jî bigirin û şaşiyên wan kesên dinra eşkere nekin (Kolosî 3:21). Zar jî gerekê hîn bin ku tiştên şexsî yên malbeta xwe xelqêra nebêjin. Hergê malbetêda her kes aliyê xweda giliyên malê dernexe, yektiya malbetê wê diha qewî be. w22.09 10 ¶9

Led, 12 Gulanê

Eyûbo [Îbo], guh bide vê yekê! Bisekine û li karên Xwedê yên mezin bifikire (Îb. 37:14, ÎM).

Seva ku Îbo bîlanî û hizkirina Yehowa diha baş fem bike, Yehowa wîra besa çend heywanên hewas kir (Îbo 38:1, 2; 39:9, 13, 19, 27; 40:15; 41:1, 2). Usa jî, Yehowa bi saya xortekî amin bi navê Elîhû mêrxasî û dilbînî da Îbo. Elîhû wîra got ku Yehowa sebira xizmetkarên xwe hertim xelat dike. Xêncî vê yekê, Yehowa hine fikirên Îbo bi saya Elîhû rast kirin. Elîhû alî Îbo kir wekî ew bi zêdeyî ser xwe nefikire, lê dîna xwe bide mezinaya Yehowa. Usa jî, Yehowa şixulek da Îbo; ewî jêra got wekî ew bona sê hevalên xwe, yên ku gune kiribûn, dua bike (Îbo 42:8-10). Gava em rastî tengasiyên giran tên, gelo Yehowa ça alî me dike? Yehowa tevî me xeber nade çawa ku ewî tevî Îbo xeber dabû, lê ew bi saya Kitêba Pîroz tevî me xeber dide (Romayî 15:4). w22.08 11 ¶10-11

Duşem, 13 Gulanê

Qenc e ne goşt bixwî, ne şeravê vexwî û ne jî tiştekî usa bikî, ku birê te bikeve (Rom. 14:21).

Civata Romêda hine Mesîhî Cihû bûn, hinek jî ji miletên din bûn. Gava Qanûna Mûsa hate betalkirinê, îda ne lazim bû ku ewana ji xwarinên ku berê qedexe bûn, xwe dûr bigirin (Markos 7:19). Hingêva, hine Mesîhî îda aza van xwarina dixwarin. Lê hinek dîsa jî difikirîn ku gerekê van xwarina nexwin. Seva ku edilayî û yektiya civatê xirab nebe, Pawlosê şandî şirovekir ku çiqas ferz e edilayê xwey kin. Ewî xûşk-bira da femkirinê, ku şer-dewên usa zirarê didine temamiya civatê (Romayî 14:19, 20). Pawlos xwexa jî hazir bû ku rabûn-rûniştina xwe biguhêze, wekî tu kes seva kirên wî nelikume û ji rastiyê dûr nekeve (1 Korintî 9:19-22). Lazim e em jî ji bo nihêrandinên xweye şexsî, tu kesîra nebine kevirê likumandinê, lê wana ava bikin û edilayê xwey kin. w22.08 22 ¶7

Sêşem, 14 Gulanê

Xudan . . . yên li pey rastîyê diçin hiz dike (Metlk. 15:9).

Paşî ku me xizmetiya Yehowada xwera nêtek daniye, em xîret dikin ku pey vê nêtê herin. Lazim e wekî em usa jî bi xîret pey rastiyê herin. Yehowa wê berdewam ke alî me bike, ku em vê yekêda pêşda herin (Zebûr 84:5, 7). Yehowa dibêje ku “temiyên wî ne giran in” (1 Yûhenna 5:3). Bi rastî temiyên wî her roj me diparêzin. Bîne bîra xwe çekên ruhanî, yên ku Pawlos besa wan kiribû (Efesî 6:14-18). Kîjan çek dilê me diparêze? Ev heye zirihê heqiyê, yê ku tê hesabê prînsîpên Yehowaye rastiyê. Çawa ku zirih dilê eskera diparast, prînsîpên Yehowaye rastiyê jî dikarin dilê meyî sîmbolîk, dêmek xwestin, hest û fikirên me, biparêzin. Lema jî, îzbat be ku zirihê rastiyê bal te heye! (Metelok 4:23) w22.08 29 ¶13-14

Çarşem, 15 Gulanê

Gotina Xwedayê me her û her dimîne (Îşa. 40:8, ÎM).

Xebera Xwedê bi hezara sala rêberiya baş daye cûre-cûre merivên amin. Gelo çi cûreyî? Yehowa usa kir, wekî kopiyên Nivîsarên Pîroz bêne çêkirinê. Merivên ku kopî dikirin, çiqas jî merivne qisûrdar bûn, dîsa jî wana şixulê xwe gelek fesal dikirin. Zandarekî derheqa Nivîsarên Îbranî usa got: “Em bawer in ku qe kitêbeke din ya kevin bi cûrekî haqas rast nehatiye kopîkirinê”. Lê dîsa jî, em dikarin bawer bin, ku gotinên Kitêba Pîroz fikirên Nivîskarê wêye esilî, dêmek fikirên Yehowa, eyan dikin. Yehowa ye Kaniya “her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil” (Aqûb 1:17). Kitêba Pîroz yek ji pêşkêşên herî baş e, ku Yehowa daye me. Gava kesek pêşkêşekê dide me, pêşkêşa wî eşkere dike, hela ew me û halê me baş zane, yan na. Em dikarin ewê yekê beramberî Nivîskarê esilîye Kitêba Pîroz bikin. Çiqas zêde em Kitêba Pîroz dixûnin, haqas baş em Yehowa nas dikin. Em ji Kitêba Pîroz pêdihesin ku Yehowa me baş nas dike û zane çi mera lazim e. w23.02 2-3 ¶3-4

Pêşem, 16 Gulanê

Dinya . . . wê bi zanîna Xudan tije bibe (Îşa. 11:9, ÎM).

Çaxê rabûna miriya wedê Serwêrtiya Îsa Mesîh ya Hezarsalî ser erdê destpêbe, nigê me wê şabûna erd negire! Em hizreta vê yekê ne ku dîsa merivên xweye hizkirî bivînin, û Yehowa jî hizreta vê yekê ye (Îbo 14:15). Bide ber çevê xwe, ku gava em dîsa wana bivînin, emê çiqas şa bin! “Yên heq”, navê kîjana kitêba jîyînêda nivîsî ne, wê “bona jiyînê” bêne saxkirinê (Karên Şandiya 24:15; Yûhenna 5:29). Him jî gelek merivên meyî hizkirî, dibeke wedê destpêka rabûna miriya, bona jîyîna ser erdê bêne rakirinê. Usa jî, “yên neheq”, dêmek kesên ku pêşiya mirinê êpêce mecala wan tune bû, ku Yehowa nas kin yan jî wîra bi aminî xizmet kin, wê “bona dîwanê” bêne rakirinê. Wê lazim be wekî hemû kesên saxkirî bêne hînkirinê (Îşaya 26:9; 61:11). Lema jî, bernama hînkirinê ya herî mezin wê destpêbe (Îşaya 11:10). w22.09 20 ¶1-2

Înî, 17 Gulanê

Xwedayê Jîndar ew e (Dan. 6:26, ÎM).

Yehowa nîşan kiriye ku ew ji hemû komên serwêra jî bilindtir e. Mesele, ewî alî Îsraêliya kir, wekî ewana parên mezin yên Erdên Sozdayî zeftî xwe kin (Yêşû 11:4-6, 20; 12:1, 7, 24). Yehowa gelek cara îzbat kiriye ku “Yê Bilind”, ew e! Çaxê padşê Babîlonê Nebûkedneser xwe qure kir, pesinê qewata xwe da û serê xwe li ber mezinaya Xwedê xar nekir, Xwedê usa kir ku ew hişê xwe unda ke. Lê çaxê hişê Nebûkedneser hate serê wî, ewî “Yê ku Bilind e” pîroz kir û qebûl kir ku “serwêrtiya [Yehowa] serwêrtiya” heta-hetayê ye. Usa jî, ewî got: “Tu kesê ku . . . jêra bêje: ‘Tu çi dikî?’ tuneye” (Daniyêl 4:30, 33-35, ÎM). Zebûrbêj usa got: “Xwezî li wî miletî, Xwedêyê kîjanî Xudan e û li wê cimetê, kîjan bijart kire warê Xwe” (Zebûr 33:12). Hergê usa ye, gelo hêja nîne ku em Yehowara amin bimînin? w22.10 15-16 ¶13-15

Şemî, 18 Gulanê

Xeberên Te . . . rastî ne (Zeb. 119:160).

Gelek tiştên ku Kitêba Pîroz pêxembertî kiribû îda hatine sêrî, û ev yek baweriya me gelek qewî dike, ku Xwedê wê axiriyêda jî sozên xwe bîne sêrî. Mîna zebûrbêjekî, em Yehowara usa dibêjin: “Ez dihelim ji dest heyra azadîya Te, min guman danîye li ser wê xebera Te” (Zebûr 119:81). Bi saya rêzên Kitêba Pîroz, Yehowa bi dilovanî “hêviyê û axiriya baş” dide me (Yêremya 29:11, DT). Hêviya me ne ku kirên merivava girêdayî ye, lê sozên Yehowava. Were em berdewam kin pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz lêkolîn kin, û bi vê yekê diha zêde îtbariya xwe Xebera Xwedê bînin. Kesên ku li gora şîretên Kitêba Pîroz dijîn, jîyîna xwe aliyê başda diguhêzin. Serhatiyên wan, baweriya me hindava Kitêba Pîroz diha qewî dike (Zebûr 119:66, 138). Mesele, gelek jin-mêrên ku hindik mabû hev biqetin, niha tevayî jîyîneke bextewar derbaz dikin, çimkî ewana îda li gora şîretên Kitêba Pîroz dijîn. Û dilê zarên wan jî rihet e, çimkî ewana divînin, wekî dê-bavê wan, wana hiz dikin û wana dibine xweyî (Efesî 5:22-29). w23.01 5 ¶12-13

Led, 19 Gulanê

Bi gumanê şa bin (Rom. 12:12).

Bifikire ku heta niha, te ji sozên Xebera Xwedê çi kar standiye. Mesele, Îsa soz daye ku Bavê wî wê bona hewcên teye sereke xem bike (Metta 6:32, 33). Usa jî, Îsa soz daye ku gava tu bixwazî, Yehowa wê ruhê pîroz bide te (Lûqa 11:13). Yehowa ev soz anîne sêrî. Ewî gelek sozên din jî dane. Mesele, ewî soz daye ku wê bibaxşîne te, dilê te rihet bike û te ruhanîda têr bike (Metta 6:14; 24:45; 2 Korintî 1:3). Fikirandina ser tiştên ku Xwedê bona te kirine, wê hêviya te diha qewî ke ku axiriyêda, Ewê sozên xweyî din jî bîne sêrî. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Xwezî li wî, ku . . . gumana wî li ser Xudan, Xwedê wî ye . . . [Ew] aminîya xwe heta-hetayê xwey dike” (Zebûr 146:5, 6). w22.10 27 ¶15; 28 ¶17

Duşem, 20 Gulanê

Wê Xudan ser teva weke zeraqê [şewq] derkeve (Îşa. 60:2, ÎM).

Gelo pêxembertiya derheqa vegerandina hebandina rast rojên meda jî hatiye sêrî? Belê! Ji sala 1919 D.M.-da, bi mîlyona meriv ji dîltiya Babîlona Mezin, dêmek ji împêriya dînên qelp, aza bûne, û ewana ketine cineta ruhanî, ya ku ji Erdê Sozdayî ku wedê Îsraêliya hebû, diha baştir e (Îşaya 51:3; 66:8). Ji sala 1919 D.M., kesên bi ruh kifşkirî cineta ruhanîda dijîn. Wede şûnda, “pezên din” jî cineta ruhanîda cîwar bûn. Niha ewana jî ji Yehowa gelek kerema distînin û hîviya jîyîna heta-hetayê ser erdê ne (Yûhenna 10:16; Îşaya 25:6; 65:13). Cineta wane ruhanî jî ser temamiya dinyayê ye. Firqî tune em kîderê dijîn, hergê em aliyê xweda her tiştî dikin, wekî piştgiriya hebandina rast bikin, em dikarin bibine para vê cineta ruhanî. w22.11 11-12 ¶12-15

Sêşem, 21 Gulanê

Ma yê ji herheyiyê ne tu yî, Ya Xudan, Xwedayê minê pîroz? Tê nemirî (Hebq. 1:12, ÎM).

Kitêba Pîroz dibêje, ku Yehowa “Xwedayê herheyî” ye. Gelo tera çetin e vê yekê fem bikî? (Îşaya 40:28, ÎM) Bi rastî jî gelek meriva zor tê ku vê yekê fem bikin. Mesele, Elîhû derheqa Xwedê gotibû ku lêkolîna “hejmara salên wî” nabe (Îbo 36:26). Lê ev yek ku em tiştekî fem nakin nayê hesabê, ku ev tişt ne rast e. Mesele, diqewime em rind fem nakin, ku ronayî çawa dixebite, lê ev yek hilbet nayê hesabê, ku ronayî tune ye. Mîna vê yekê, dibeke em tu car bi temamî fem nekin, ku Yehowa çawa timê hebû û wê timê hebe, lê ev yek nayê hesabê, ku Xwedê her û her najî. Rastiya derheqa Xwedê vê yekêva girêdayî nîne, ku em çi fem dikin û çi fem nakin (Romayî 11:33-36). Li gora Kitêba Pîroz, pêşiya çêkirina erd û ezmana, Yehowa hebû. Efirandarê her tiştî ew e (Yêremya 51:15). w22.12 2-3 ¶3-4

Çarşem, 22 Gulanê

Bira duayê min mîna bixûrê li ber Te bê qebûlkirinê (Zeb. 141:2).

Carna lazim e, wekî em ber kesên din dua bikin. Mesele, bide ber çevê xwe, ku du xûşk diçin ser hînbûneke Kitêba Pîroz. Xûşka ku hînbûnê derbaz dike, xûşka dinra dibêje wekî ew dua bike. Hergê xûşka alîkar, vê xwendekarê hela hê rind nas nake, dibeke diha baş be ku ew paşî dersê dua bike. Ev yek wê alî wê bike, wekî li gora hewcên xwendekarê dua bike. Gava birara cabdarî tê dayînê, wekî civatêda yan wedê civînên bona xizmetiyê dua bikin, gerekê ewana bîr nekin ku nêta civînê çi ye. Necayîz e wekî bira duada şîreta bide yan jî derheqa tiştekî elam bike. Bona heçî zef civata, bi temamî 5 deqe tê dayînê bona kilam û dua, lema jî ne lazim e wekî birê ku dua dike, gotinên xwe dirêj ke, îlahî çaxê civîn destpêdibe (Metta 6:7). w22.07 24 ¶17-18

Pêşem, 23 Gulanê

Hûnê dengê şera û besa şera bibihên, lê haş ji xwe hebin ku hûn xwe unda nekin. Gerekê ev tişt biqewimin, lê ew hê ne axirî ye (Met. 24:6).

Îsa pêşda gotibû ku rojên axiriyêda gelek ciya nexweşî wê bela bin (Lûqa 21:11). Gelo zanebûna vê yekê çawa edilayê dike dilê me? Çaxê nexweşî bela dibin, em ecêbmayî namînin. Em ji van qewimandina, ku dinêda diqewimin, fem dikin, ku gotinên Îsa yek pey yekê têne sêrî. Lema jî, em guh didin vê şîreta ku Îsa daye me: “Haş ji xwe hebin ku hûn xwe unda nekin”. Nexweşiyên belabûyî dikarin jîyîna meye herrojî tevlihev kin. Lê gerekê ev yek nebe menî, wekî em lêkolîna xweye şexsî û civatên xwe berdin. Hergê tu serhatiyên xûşk-birên me, edebyet û vîdêoyên meda binihêrî, tuyê bivînî, ku ewana çawa himberî kul-derdên xwe bi aminî Yehowara xizmet dikin. w22.12 17 ¶4, 6

Înî, 24 Gulanê

Wext û qewimandin têne serê her kesî (Waîz 9:11, DT).

Aqûb “ji hemûya zeftir Ûsiv hiz dikir” (Destpêbûn 37:3, 4). Lema jî kurên Aqûb yên mezin çevnebariya birê xwe dikirin. Gava mecal kete destê wan, wana Ûsiv firot bazirganên Midyanîra. Ewana jî Ûsiv birin Misirê, welatekî ku bi seda kîlomêtira dûrî mala wî bû. Wêderê, Potîfarê ku serwêrê nobedara bû, Ûsiv ça dîl kirî. Jîyîna Ûsiv bi temamî hate guhastinê. Berê ew kurê bavê xwe yê hizkirî bû, lê niha ew îda dîlê Misiriya bû (Destpêbûn 39:1). Em dikevin tengasiyên usa, yên ku “têne serê merivên mayîn” jî (1 Korintî 10:13). Carna jî meniya tengasiyên me ew e, ku em Mesîhî ne. Mesele, dibeke meriv seva baweriya me qerfa me bikin, pey me kevin, yan hela hê me bizêrînin jî (2 Tîmotêyo 3:12). Lê çi jî hebe, Yehowa dikare alî te bike wekî çetinayada jî tu serfiniyaz bî. w23.01 14-15 ¶3-4

Şemî, 25 Gulanê

Ser agir ku dar tunebin, agirê vêse (Metlk. 26:20).

Diqewime em carna difikirin, wekî em gerekê tevî xûşk yan birakî ku dilê me êşandiye, derbêra xeber din. Lê pêşiyê wê baş be ku em pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez bi temamî haş pê heme ku çira usa qewimî ye?” (Metelok 18:13). “Gelo dibeke ewî nedixwest dilê min bêşanda?” (Waîz 7:20). “Min qe şaşiyên usa bernedaye?” (Waîz 7:21, 22). “Hergê ez tevî wî xeber dim, gelo problêm wê safî be, yan wê hê xirab be?”. Hergê em derheqa vê yekê kûr bifikirin, dibeke em ji hizkirinê safî kin, wekî çevê xwe ser şaşiya xûşk yan birê xwe, bigirin. Hergê her kes ji me himberî kêmasiyên xûşk û bira sebir ke û wana hiz bike, wê îzbat ke ku ew şagirtê Îsa ye. Bi vî cûreyî emê alî kesên din jî bikin, wekî ewana rêlîgiya rast bivînin û tevî me Yehowara xizmet kin. Belê, hizkirin nîşana Mesîhiyên rast e! Lema jî em bi dil û can dixwazin timê vê hizkirinê bidine kifşê. w23.03 31 ¶18-19

Led, 26 Gulanê

Xwedê hizkirin e (1 Yûhn. 4:8).

Kitêba Pîroz dibêje, ku hunurê Yehowayî herî mezin hizkirin e. Yehowa me hiz dike, lema jî ewî gotinên ku mera ne lazim in, nedaye nivîsarê (Yûhenna 21:25). Yehowa usa jî hizkirina xwe mera daye kifşê bi vê yekê, ku Kitêba Pîrozda rêzeke dirêj ya qanûna nedaye me, wekî em jîyîna xweda çi bikin û çi nekin. Dewsa vê yekê, ew dixwaze ku em xwexa bifikirin û ji serhatî, gotinên pêxembera û şîretên Kitêba Pîroz hîn bin û safîkirinên baş bikin. Usa Xebera Xwedê dilê me qewî dike, ku em Xwedê hiz bikin û ji dil guh bidin wî. Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa bona me xem dike. Gelo çawa? Xebera wîda, gelek serhatiyên kesên, ku hestên wan mîna hestên me ne, hatine nivîsarê. Em dikarin halê wan rind fem bikin, çimkî ewana jî xût merivne “mîna me” bûn (Aqûb 5:17). Yehowa bona merivên mîna me xem dikir, û alî wan dikir. Ji vê yekê em dikarin zelal fem bikin, ku Yehowa çiqas dilşewat û “rem e” (Aqûb 5:11). w23.02 6 ¶13-15

Duşem, 27 Gulanê

Serwaxt bin, hişyar bimînin! (1 Pet. 5:8)

Kitêba paşin, ya Kitêba Pîroz, bi van giliya destpêdibe: “Eyantiya Îsa Mesîh e, kîjan Xwedê da wî, wekî ew wan tiştên ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamên wî ke” (Eyantî 1:1). Lema jî, em dixwazin haş ji tiştên ku dinyayêda diqewimin hebin, çimkî dixwazin bizanibin hela pêxembertiyên Kitêba Pîroz çawa têne sêrî. Hemikî em bi dil û can dixwazin tevî kesên din derheqa vê yekê xeber din. Gava em tevî kesên din derheqa pêxembertiyên Kitêba Pîroz xeber didin, em gerekê ber xwe dernexin ku dibeke çi û ça wê biqewime. Gelo çira? Çimkî em naxwazin pê giliyên xwe yektiya civatê xirab kin. Mesele, dibeke serwêrên dinyayê bêjin, ku wana bona problêmekê çare dîtiye û dixwazin edilayê û bêxofiyê bînin dinyayê. Dewsa ku em bi texmîna xwe bêjin, wekî ew yek pêxembertiya ji 1 Têsalonîkî 5:3 tîne sêrî, diha baş e wekî em dîna xwe bidin femkirina herî teze, ya ku edebyetên meda hatiye zelalkirinê. Hergê xeberdana me ser hîmê edebyetên teşkîleta Yehowa be, emê yektiya civatê biparêzin û “ser nêt-meremekî bin” (1 Korintî 1:10; 4:6). w23.02 16 ¶4-5

Sêşem, 28 Gulanê

Pêşda here, bona rastî, milûktîyê û heqîyê, sîyaro, bira destê Teyî rastê rêberîya Te ber bi kirên hujmekar bike (Zeb. 45:4).

Çira tu Îsa Mesîh hiz dikî? Îsa rastiyê, milûktiyê û heqiyê hiz dike. Hergê tu rastiyê û heqiyê hiz dikî, dêmek tu Îsa Mesîh jî hiz dikî. Îsa bi mêrxasî her tiştê ku rast bûn, diparast (Yûhenna 18:37). Lê ew ça milûktiyê dide kifşê? Îsa yekî milûk e. Mesele, ewî tu car rûmet nedida xwe, lê dida Bavê xwe (Markos 10:17, 18; Yûhenna 5:19). Lê milûktiya wî ça ser te hukum dike? Gelo ev yek te hêlan nake, wekî tu Kurê Xwedê hiz bikî û çev bidî wî? Bêşik, hema usa jî heye. Gelo Îsa çira yekî milûk e? Çimkî ew Bavê xweyî milûk hiz dike û çev dide wî (Zebûr 18:35; Îbranî 1:3). Îsa bi temamî hunurên Yehowa eyan dike, lema jî em dixwazin nêzîkî wî bin. w23.03 3-4 ¶6-7

Çarşem, 29 Gulanê

Hemû heq û neheqê ji mirinê rabin (Kar. Şand. 24:15).

Kitêba Pîroz dibêje ku du kom, dêmek “hemû heq û neheqê” ji mirinê bêne rakirinê, û mecala wan wê hebe heta-hetayê ser erdê bijîn. “Yên heq” ew in, yên ku bi aminî Yehowara xizmet kiribûn. Kesên “neheq” Yehowara xizmet nekiribûn. Gava ew herdu kom bêne rakirinê, gelo ev yek tê hesabê ku navên wan kitêba jîyînêda nivîsar e? Pêşiya mirinê, navên wan kitêba jîyînêda hatibû nivîsandinê. Lê çaxê ewana mirin, gelo navên wan ji vê kitêbê hatin derxistinê? Na. Bîra Yehowada, ewana hê “sax” in. Yehowa ne ku “Xwedêyê miriya ye, lê yê zêndiya ye, çimkî bona wî hemû jî sax in” (Lûqa 20:38). Lema jî gava yên heq bona jîyîna ser erdê bêne rakirinê, navên wan wê kitêba jîyînêda nivîsî bin, lê serîda tenê ça bêjî pê “qelemê” (Lûqa 14:14). w22.09 16 ¶9-10

Pêşem, 30 Gulanê

Xudan Xwedê ew mêr hilda danî baxçê Êdênê, wekî wê bêcer ke û xweyîtîyê lê bike (Destp. 2:15).

Yehowa dixwest ku merivê pêşin, Adem, ji efrîna şabûnê bistîne. Xwedê ew baxçekî bedewda cî-war kir, wekî ew lê bibe xweyî û hêdî-hêdî temamiya erdê bike cinet (Destpêbûn 2:8, 9). Çaxê Adem didît ku toxim çawa şîn dibin û kulîrk çawa vedibin, hewasa wî gelekî wê yekêra dihat. Çi qedirekî mezin bû, ku ewî xweyîtî baxçê Êdênê dikir! Usa jî, Yehowa cabdarî da Adem, ku ew nava dayne ser hemû heywana (Destpêbûn 2:19, 20). Hemikî, Yehowa xwexa dikaribû ev yek bikira. Lê dewsê, ewî ev cabdarî da destê Adem. Bêşik, Adem berî pêşin ça lazim e dîna xwe dida heywana û paşê nav dida ser wan. Ev şixul gelek Adem xweş dihat. Ev yek alî wî dikir wekî ew diha zêde bîlanî, hunur û kirên Bavê xweyî ezmana bişêkirîne. w23.03 15 ¶3

Înî, 31 Gulanê

Ew wê ewan hemû padşatiya hûrdexweşî ke û kuta ke, lê xwexa wê heta-hetayê bimîne (Dan. 2:44, DT).

Împêriya Anglo-Amêrîkayê bi sîmbolîk piyên heykel in. Dêmek, li gora Kitêba Pîroz, ev împêriya hemdinyayê ya xilaziyê ye (Daniyêl 2:31-33). Paşî vê serwêrtiyê, îda tu serwêrtî wê ciyê vê negire. Dewsê, ewê şerê Harmegedonêda tevî hemû serwêrtiyên dinyayê, ji aliyê Padşatiya Xwedêva bê wêrankirinê (Eyantî 16:13, 14, 16; 19:19, 20). Gelo em ji vê pêxembertiyê çi karê distînin? Pêxembertiya Daniyêl îzbatkirinên din jî nîşan dike, ku em niha rojên axiriyêda dijîn. Zêdetirî 2 500 sal pêşda, Daniyêl gotibû ku paşî Babîlonê, wê çar împêriyên din ser xizmetkarên Xwedê hukum bikin. Usa jî, ewî nîşan kiribû ku împêriya Anglo-Amêrîkayê wê serwêrtiya paşin be. Ev yek baweriya me diha qewî dike, ku demeke nêzîkda Padşatiya Xwedê wê hemû serwêrtiyên dinyayê bi temamî kokêva rake û xwexa ser dinyayê padşatiyê bike. w22.07 4 ¶9; 5 ¶11-12

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin