KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es24 rûp. 57-67
  • Hezîran

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hezîran
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
  • Binserî
  • Şemî, 1 Hezîranê
  • Led, 2 Hezîranê
  • Duşem, 3 Hezîranê
  • Sêşem, 4 Hezîranê
  • Çarşem, 5 Hezîranê
  • Pêşem, 6 Hezîranê
  • Înî, 7 Hezîranê
  • Şemî, 8 Hezîranê
  • Led, 9 Hezîranê
  • Duşem, 10 Hezîranê
  • Sêşem, 11 Hezîranê
  • Çarşem, 12 Hezîranê
  • Pêşem, 13 Hezîranê
  • Înî, 14 Hezîranê
  • Şemî, 15 Hezîranê
  • Led, 16 Hezîranê
  • Duşem, 17 Hezîranê
  • Sêşem, 18 Hezîranê
  • Çarşem, 19 Hezîranê
  • Pêşem, 20 Hezîranê
  • Înî, 21 Hezîranê
  • Şemî, 22 Hezîranê
  • Led, 23 Hezîranê
  • Duşem, 24 Hezîranê
  • Sêşem, 25 Hezîranê
  • Çarşem, 26 Hezîranê
  • Pêşem, 27 Hezîranê
  • Înî, 28 Hezîranê
  • Şemî, 29 Hezîranê
  • Led, 30 Hezîranê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
es24 rûp. 57-67

Hezîran

Şemî, 1 Hezîranê

Goştê canê min bi ax û kurmika tije ye, çermê min hişk dibe û diterike (Îb. 7:5, ÎM).

Dostiya Îbo tevî Yehowa qewî bû. Ew xweyê malbeteke mezin û bextewar bû, û yekî dewletî bû (Îbo 1:1-5). Lê nava rojekêda, Îbo her tişt unda kir. Pêşiyê, ewî mal û milkê xwe unda kir (Îbo 1:13-17). Paşê, hemû zarên wî mirin. Îbo û jina wî ne tenê zareke xwe, lê deh zarên xwe rojekêda unda kirin. Derdekî çiqas giran bû! Ji ber vê êşa giran, Îbo kincê xwe çirand û kete ser erdê (Îbo 1:18-20). Paşê, Mîrê-cina nexweşîke giran anî ser Îbo (Îbo 2:6-8). Wedekî meriva qedirê Îbo digirtin û ji wî şîret distandin, lê paşê, ewana ji wî direviyan (Îbo 31:18). Birên wî, dostên wî û hela hê xulamên wî jî, xwe ji wî dûr digirtin (Îbo 19:13, 14, 16). w22.06 21 ¶5-6

Led, 2 Hezîranê

Pê hizkirinê bêjin, her aliyada bigihîjine sêrî (Efes. 4:15).

Paşî nixumandinê, gerekê em li gora şîreta Pawlosê şandî bijîn, ya ku ewî dabû xûşk-birên li bajarê Efesê. Ewî wanra gotibû wekî ewana bibin şagirtên “gihîştî” (Efesî 4:13). Dêmek, ewî wana hêlan dikir, ku berdewam kin pêşda herin. Tu îda gelekî Yehowa hiz dikî. Lê dîsa jî tu dikarî hê zêde wî hiz bikî. Gelo çawa? Li gora Fîlîpî 1:9, Pawlosê şandî dua dikir, ku hizkirina Fîlîpya hê û hê zêde be. Gelo hizkirina me çawa dikare diha zêde be? Bona vê yekê, lazim e ku em “zanebûn û serwaxtiya gihîştîva zêde” bin. Çiqas em Yehowa diha baş nas kin, haqas emê wî hê zêde hiz kin, û hunur û kirên wî qîmet kin. Emê bixwazin dilê wî şa kin û tiştên ku wî xweş nayên nekin. Bona vê yekê, em xîret dikin ku xwestina wî rind fem bikin û li gora wê yekê bijîn. w22.08 2-3 ¶3-4

Duşem, 3 Hezîranê

Eva eyantiya Îsa Mesîh e, kîjan Xwedê da wî, wekî ew wan tiştên ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamên wî ke (Eyan. 1:1).

Gotinên vê kitêbê bona xizmetkarên Xwedê hatine nivîsarê, û pêxembertiyên ku vê kitêba hewasda berêda hatibûn nivîsarê, meva jî girêdayî ye. Gava Yûhennayê şandî îda kal bû, ewî got ku gotinên vê kitêbê wê “Roja Xudanda” bêne sêrî (Eyantî 1:10). Yûhenna ev rêz sala 96 ya D.M.-da nivîsî. Hingê, “Roja Xudan” hê dûr bû (Metta 25:14, 19; Lûqa 19:12). Li gora Kitêba Pîroz, “Roja Xudan” sala 1914-da destpêbû, gava Îsa Mesîh ser ezmana bû Padşa. Ji wê salêva, pêxembertiyên ji kitêba Eyantî, yên ku cimeta Xwedêva girêdayî ne, têne sêrî. Belê, niha em “Roja Xudanda” dijîn! (Eyantî 1:3). w22.05 2 ¶2-3

Sêşem, 4 Hezîranê

Ew cenewir tevî wî pêxemberê derew dîl hatine girtinê (Eyan. 19:20).

Cenewir û pêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kirkûtêyî dişixule. Dêmek, ewana wê wedê serwêrtiya xwe, bi destê Yehowa ser heta-hetayê bêne qirkirinê. Em gerekê çi bikin? Em Mesîhî ne, lema jî gerekê em Xwedêra û Padşatiya wîra amin bimînin (Yûhenna 18:36). Gerekê em xwe ji polîtîkê dûr bigirin û tevnebûyînê xwey kin. Ev yek carna gelek zor e, çimkî serwêrên dinyayê dixwazin ku em bi gotin û kirên xwe piştgiriya wan bikin. Kesên ku piştgiriya wan dikin, nîşana cenewir distînin (Eyantî 13:16, 17). Her kesê ku vê nîşanê distîne, wê hêrsa Yehowa ser xwe bîne, û wê jîyîna her-heyî nestîne (Eyantî 14:9, 10; 20:4). Bi rastî jî gelek ferz e, wekî em bi temamî tevnebûyînê xwey kin, hela hê wî çaxî jî, gava serwêrên dinyayê zorê me bikin, wekî aliyê wan bigirin. w22.05 10-11 ¶12-13

Çarşem, 5 Hezîranê

Te ew merivê şixulkarê xwe dîtîye? Ew li ber padşa disekine, ne ku li ber merivê bêkêr disene (Metlk. 22:29).

Gelo tu dikarî çi nêtên din xwera daynî? Hergê tu feresetên xweda pêşda herî û hê zêde tişt hîn bî, tuyê bikaribî diha zêde cabdariya hildî ser xwe. Hela bifikire ku bona avakirina avayên Beytelê, Odên Civata û civatên mezin, çiqas xebatkar lazim in. Gelek ji wan bi saya hevkariya tevî birên cêribandî, pêşên teze hîn bûne. Îro xûşk-bira pêşên teze bona xweykirina Odên Civata û civatên mezin, hîn dibin. Rastî jî, “Padşayê heta-hetayê” Yehowa, û “Padşayê padşa” Îsa Mesîh, bi saya xebatkarên hoste û xîret, şixulên mezin tînin sêrî (1 Tîmotêyo 1:17; 6:15). Lema jî em dixwazin bi dil û can bixebitin û feresetên xwe ne ku bona rûmeta xwe, lê bona rûmeta Yehowa bidine xebatê (Yûhenna 8:54). w22.04 24 ¶7; 25 ¶11

Pêşem, 6 Hezîranê

Pere . . . sitar e (Waîz 7:12, ÎM).

Halê Silêman Padşa û Îsa Mesîh aliyê matêrîalîda ji hev cude bûn. Silêman yekî dewletî bû, lê mal û milkê Îsa tune bû (1 Padşatî 10:7, 14, 15; Metta 8:20). Lê herdu jî ji Yehowa Xwedê bîlanî standibûn, lema jî nihêrandina wan ser tiştên matêrîalî rast bû. Silêman qebûl dikir wekî pere dikare me biparêze. Bi saya pera, em dikarin hewcên xweye matêrîalî razî kin û dibeke hine xwestinên xwe jî bînin sêrî. Lê Silêman çiqas jî dewlemend bû, dîsa jî ewî fem dikir wekî pere tiştê herî ferz nîne. Mesele, ewî got: “Navê qenc ji hebûka pir qenctir e” (Metelok 22:1). Usa jî, Silêman didît wekî gelek merivên ku pera hiz dikin, bi tiştên ku destê wanda hene, razî nînin (Waîz 5:10, 12). Ewî got ku gerekê meriv xwe bi temamî nespêre pera, çimkî pere dikare zû “bifire” (Metelok 23:4, 5). w22.05 21 ¶4-5

Înî, 7 Hezîranê

Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide. Dîsa jî radibe ku rema xwe nîşanî we bide. Çimkî Xudan, Xwedayê edaletê [heqiyê] ye. Xwezî bi her kesê ku li benda wî ye (Îşa. 30:18, ÎM).

Çiqas em ser keremên ku me standine kûr bifikirin, haqas emê diha nêzîkî Yehowa bin. Usa jî, wê baş be wekî em ser keremên, ku Yehowa wê bide me, kûr bifikirin, ku hêviya me sax bimîne, wekî emê bikaribin heta-hetayê wîra xizmet bikin. Ev yek wê alî me bike, ku em bi şabûnê Yehowara xizmet bikin. Wexteke nêzîkda, Yehowa wê ‘rabe’ û vê dinya xirab qir ke. Em rind zanin, wekî Yehowa, yê ku Xwedayê heqiyê ye, wê dinya Mîrê-cina wexta herî rastda, qir ke (Îşaya 25:9). Mîna Yehowa, em bi sebir hîviya wê rojê ne. Heta hingê, were em her gav dua bikin, Xebera Xwedê bixûnin û li gora wê bijîn û ser keremên ku me standiye, kûr bifikirin. Hergê em usa bikin, Yehowa wê alî me bike, ku em hebandina wîda bi şabûnê sebir kin. w22.11 13 ¶18-19

Şemî, 8 Hezîranê

Hînkirina dîya xwe pêpes neke (Metlk. 1:8).

Kitêba Pîroz besa roja nixumandina Tîmotêyo nake, lê em dikarin bawer bin ku vê rojê diya wî Eynik, gelekî şa bû (Metelok 23:25). Ew firnaq dibe, çimkî cefê wê, ku kurê xwe derheqa Yehowa û Îsa Mesîh hîn ke, badîhewa nîbû. Bavê Tîmotêyo Yûnan bû, lê dê û pîrika wî Cihû bûn (Karên Şandiya 16:1). Paşê ça tê kifşê gava Tîmotêyo hê zar bû, Eynik û Loyîs bûne Mesîhî, lê bavê wî ev rê qebûl nekir. Çaxê Tîmotêyo mezin dibû, lazim bû wekî ew riya xwe bijbêre. Gelo ewî çi kir? Îro jî, dayîkên ku Mesîhî ne, zarên xwe hiz dikin. Ji her tiştî zêdetir, ewana dixwazin alî zarên xwe bikin wekî ewana bibine dostên Yehowa, û Yehowa emekê wan dayîka gelek dişêkirîne (Metelok 1:9). Yehowa rêberiya gelek dayîka kiriye wekî ewana zarên xwe rastiyêda mezin bikin. w22.04 16 ¶1-3

Led, 9 Hezîranê

Xwedê ev yek kire dilê wan, ku xwestina wî bikin (Eyan. 17:17).

Demeke nêzîkda, Yehowa wê bike dilê serwêrên polîtîkî “ku xwestina wî bikin”. Axiriya vê yekê wê çi be? Serwêrên polîtîkî, dêmek “deh padşa”, wê hicûmî ser teşkîletên rêlîgiya qelp bikin û wana qir kin (Eyantî 17:1, 2, 16). Em ji ku zanin wekî zûtirekê “Babîlona mezin” wê bê qirkirinê? Bona caba vê pirsê, bîne bîra xwe ku berê bajarê Babîlonê çawa bi ava Çemê Feratê dihate parastinê. Kitêba Eyantî jî miletên ku îro piştgiriya “Babîlona mezin” dikin, beramber dike tevî “avên” ku lê diparêzin (Eyantî 17:15). Lê kitêba Eyantî dibêje ku ev av wê ‘biçike’. Ev yek tê hesabê ku gelek meriv wê terka dînên qelp bidin (Eyantî 16:12). Ev pêxembertî îro tê sêrî. Gelek meriv pişta xwe didine rêlîgiyên qelp û mecalên din digerin wekî problêmên xwe safî kin. w22.07 5-6 ¶14-15

Duşem, 10 Hezîranê

Dîwan, ji bo wî yê ku rem nekiriye bê rem e, lê rem li hember dîwanê ser dikeve (Aqûb 2:13, ÎM).

Gava em dibaxşînin meriva, em nîşan dikin ku em rema Yehowa qîmet dikin. Metelokekêda, Îsa besa padşakî kir, yê ku deynekî mezin baxşandibû xulamekî xwe. Lê ev xulam hindava xulamekî din remtî neda kifşê, yê ku hine pere deyndarê wî bû (Metta 18:23-35). Gelo ev yek bona me çi ders e? Yehowa mîna vî padşê ji metelokê ye. Heger em ji dil rema Yehowaye mezin qîmet dikin, emê hazir bin ku bibaxşînin meriva (Zebûr 103:9). Gelek sal pêşda, jûrnala “Birca Qerewiliyêda” usa hatibû gotinê: “Em çiqas jî dibaxşînin merivên din, yeke ev tu car beramberî baxşandina ji Xwedê nabe, kîjan ku ser hîmê qurbana Mesîh ye”. Heger em dibaxşînin kesên din, Yehowa jî wê bibaxşîne me (Metta 5:7). Îsa ev yek eşkere kir, gava şagirtên xwe hîn dikir ku ça dua kin (Metta 6:14, 15). w22.06 10 ¶8-9

Sêşem, 11 Hezîranê

Bi zureta te wê dua li hemû miletên dinyayê bibe (Destp. 22:18).

Gava Îsa ser erdê dijît, ewî bi cûrekî bêqisûr çev dida xeysetê Bavê xwe (Yûhenna 14:9). Lema jî me Yehowa Xwedê bi saya Îsa nas kir û wî hiz kir. Usa jî, em ji gotinên Îsa û ji vê yekê ku ew îro çawa rêberiya civatê dike, karê distînin. Îsa me hîn dike, ku gerekê em ça bijîn, wekî Yehowa ji me razî be. Usa jî, em gişk ji mirina Îsa, dêmek ji birîndarkirina peniya wî, karê distînin. Gelo çi cûreyî? Gava Îsa ji mirinê rabû, ewî qîmeta xûna xwe ça qurbaneke bêqisûr berva da, ya ku “me ji hemû guna” paqij dike (1 Yûhenna 1:7). Niha Îsa Padşê rûmetkirî ye, yê ku wê tu car nemire. Zûtirekê ewê serê mer bihincirîne (Destpêbûn 3:15). Gava Mîrê-cina bê qirkirinê, nigên xizmetkarên Xwedê wê şabûna erd negire! Heta ku ev roj bê, mêrxasiya xwe unda nekin. Xwedayê me wê eseyî sozên xwe bîne sêrî. w22.07 18 ¶13; 19 ¶19

Çarşem, 12 Hezîranê

Hûn xwexa zanin ku ev yekana bona me ne (1 Têsln. 3:3).

Gava em xwera nêta datînin, gerekê em serwaxt bin. Gelo çira? Çimkî her tişt destê meda nîne. Mesele, bi saya alîkariya Pawlosê şandî, li bajarê Têsalonîkê civateke teze hate sazkirinê. Lê seva peyketina, Pawlos mecbûr bû ji wêderê bireve (Karên Şandiya 17:1-5, 10). Heger Pawlos wêderê bima, ewê serê xûşk-bira bikira belayê. Dîsa jî, Pawlos xîreta xwe unda nekir, lê ew hînî derecên teze bû. Paşê, ewî Tîmotêyo şande Têsalonîkê, wekî alî van xûşk-birên teze bike (1 Têsalonîkî 3:1, 2). Bîne ber çevê xwe, wekî xûşk-birên Têsalonîkî çiqas şa bûn. Gelo em dikarin ji serhatiya Pawlosê şandî çi hîn bin? Carna gava em dixwazin cabdarîk bistînin, dibeke hine derece riya me bigirin (Waîz 9:11). Heger usa be, hazir be ku xwera nêteke din daynî. w22.04 25-26 ¶14-15

Pêşem, 13 Hezîranê

Xwezî li wî merivî, ku cêribandinada teyax dike (Aqûb 1:12).

Yehowa bi saya hêviyê, dilê me rihet dike. Gava em rastî tengasiya tên, em dikarin ji gelek rêza dilbîniyê bistînin. Mesele, Kitêba Pîroz dibêje ku tu tişt û tu tengasî nikare “hizkirina Xwedê ser me sar ke” (Romayî 8:38, 39). Usa jî, Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa “nêzîkî wan hemûya ye, kîjan ku gazî Wî dikin” (Zebûr 145:18). Yehowa mera dibêje ku hergê em xwe bispêrin wî, emê bikaribin nava hemû telî-tengasiyada sebir kin û şabûna xwe unda nekin (1 Korintî 10:13; Aqûb 1:2). Xebera Xwedê tîne bîra me wekî xelata ku Yehowa dide me, heta-hetayê ye, lê tengasiyên ku em niha dikişînin, wedelû ne (2 Korintî 4:16-18). Yehowa soz dide ku ewê Mîrê-cina û piştgirên wî, yên ku sebebê hemû tengasiyên me ne, ser heta-hetayê kuta ke (Zebûr 37:10). Gelo tu çend rêzên ku dilbîniyê didin, ezberî zanî, yên ku dikarin alî te bikin, wekî nava tengasiyên axiriyêda sebir kî? w22.08 11 ¶11

Înî, 14 Hezîranê

Ser van tişta bifikirin (Fîlî. 4:8).

Gelo tu berxwe dikevî, hela tuyê bikaribî roj bi roj, sal bi sal li gora prînsîpên Yehowa bijî? Yehowa soz dide ku heqiya me wê bibe “mîna lêyên [pêlên] berê” (Îşaya 48:18). Bide ber çevê xwe ku tu ber berê sekinî yî û pêlên avê pey hev tên. Gelo tuyê bifikirî ku rojekê, ev pêl wê xilaz bin? Na! Tu zanî ku wê heta-hetayê usa be. Heqiya te dikare bibe mîna pêlên berê! Gelo çi cûreyî? Pêşiya ku tu safîkirinekê bikî, bifikire ku Yehowa wê bixwesta wekî tu çi bikî, û hema usa jî bike. Safîkirina te çiqas çetin be jî, Bavê teyî dilovan wê alî te bike, wekî tu her roj li gora rastiyê bijîyî (Îşaya 40:29-31). w22.08 30 ¶15-17

Şemî, 15 Hezîranê

Gava hezar sal temam be, Mîrêcin wê ji zindana xwe bê berdanê (Eyan. 20:7).

Xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî, ewê bê azakirinê, û ewê her tiştî bike wekî însanên bêqisûr ji riya Yehowa derxe. Ev cêribandina paşin wê mecalê bide hemû meriva ku eşkere nîşan kin, hela ewana qedirê navê Xwedê û serwêrtiya wî digirin yan na (Eyantî 20:8-10). Hergê ewana guh nedin Mîrê-cina, û Yehowara amin bimînin, navên wan wê ser heta-hetayê kitêba jîyînêda bê nivîsandinê. Hine meriv wê serwêrtiya Yehowa qebûl nekin. Lê Kitêba Pîroz hejmara wan eşkere nake. Gelo çi wê bê serê wan? Eyantî 20:15 usa dibêje: “Navê kê vê kitêba jiyînêda nivîsar tunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir”. Belê, kesên ku miqabilî Yehowa derên wê ser heta-hetayê bêne kutakirinê. Lê heçî zef merivên bêqisûr wê wedê cêribandina paşin amin bimînin. w22.09 23-24 ¶15-16

Led, 16 Hezîranê

Heger hûn li gora edetê Mûsa neyêne sinetkirinê, hûn xilaz nabin (Kar. Şand. 15:1).

Civata qirna yekêda hineka digot ku şagirtên ji miletên din jî gerekê bêne sinetkirinê, diqewime seva ku Cihû wana sûcdar nekin (Galatî 6:12). Ev nihêrandin bi dîtina Pawlosê şandî nerast bû, lê dîsa jî, ewî bi milûktî ji şandiya û rûspiyên li Orşelîmê derheqa vê pirsê şîret xwest (Karên Şandiya 15:2). Bi vî cûreyî, Pawlosê şandî alî wan kir, wekî ewana şabûn û edilaya civatê biparêzin (Karên Şandiya 15:30, 31). Hergê deweke mezin pêşda tê, wê baş be ku em ji birên cabdar, yên ku Yehowa kifş kirine, rêberiyê bixwazin. Gelek cara em dikarin rêberiya Kitêba Pîroz edebyetên meda yan ji rêberiyên teşkîletê bistînin. Hergê em van rêberiya ser nihêrandinên xweye şexsîra bigirin, emê edilayê bikine civatê. w22.08 22 ¶8-9

Duşem, 17 Hezîranê

Heval her gav hiz dike (Metlk. 17:17).

Me gişkara hevalekî usa lazim e, kêra em aza dikarin dilê xwe vekin. Dibeke mera çetin e, wekî çi ku dilê meda heye, kesekîra gilî kin. Û hergê em pêdihesin ku hevalê me giliyên me kesekîra gotiye, hemikî dilê meyê bêşe. Ji aliyê dinva jî, hergê hevalê me sura me veşartî bihêle, emê gelek şa bin, usa nîne? Ew hevalekî rast û amin e! Rûspiyên ku înformasiya şexsî yên xûşk-bira bela nakin, bi rastî jî bona wan dibin sitar (Îşaya 32:2). Em zanin ku em dikarin rihet tevî wan xeber din, çimkî ewê giliyên me kesekîra nebêjin. Usa jî em zorê wan nakin wekî giliyên kesekî mera bêjin. Xêncî vê yekê, em qedirê jinên rûspiya digirin, çimkî ewana îzinê nadine xwe, wekî tiştên konfîdênsyal ji mêrên xwe derxin. Çiqas baş e ku rûspî înformasiya şexsî yên xûşk-bira, jinên xwera nabêjin. w22.09 11 ¶10-11

Sêşem, 18 Hezîranê

Ez im Xwedê, Ezê nav miletada bilind bim (Zeb. 46:10).

Em dikarin bawer bin ku wedê ‘tengasiya mezin’, Yehowa wê xizmetkarên xwe yên amin xilaz ke (Metta 24:21; Daniyêl 12:1). Gava koalîsya mileta, bi navê Gog ji Magogê ser temamiya dinyayê hicûmî ser aminên Yehowa bike, Yehowa wê wana alt ke. Hergê ev koalîsya ji 193 endemên Miletên Yekbûyî be jî, yeke ewana wê nikaribin miqabilî Yê Bilind û ordiya wîye ezmanî ser kevin. Yehowa soz daye: “Ezê xwe mezin bikim û xwe pîroz bikim û ezê di çevê gelek neteweyanda [miletada] xwe bidim nasîn û wê bizanibin ku, ez Xudan im!” (Hezeqêl 38:14-16, 23). Gava Gog hicûmî ser xizmetkarên Xwedê bike, Yehowa wê şerê Harmegedonêda “hemû padşên dinyayê” qir ke (Eyantî 16:14, 16; 19:19-21). Ji aliyê dinva jî Yehowa “emirê aminên Xwe xwey dike” (Zebûr 97:10). w22.10 16-17 ¶16-17

Çarşem, 19 Hezîranê

[Xwedê] dixwaze hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin (1 Tîmt. 2:4).

Em nikarin bivînin ku dilê merivada çi heye. Tenê Yehowa zane ku nêta meriva bi rastî çi ye (Metelok 16:2). Ev meriva hiz dike. Firqî tune meriv ji çi miletî yan berekî ye, ew dixwaze wekî em jî çev bidine wî (2 Korintî 6:13). Lema jî, em her tiştî dikin ku hemû neferên malbeta xweye ruhanî hiz bikin, û wana sûcdar nekin. Usa jî, gerekê em kesên ku Şedên Yehowa nînin jî sûcdar nekin. Qe teyê derheqa merivekî xweyî nebawermend usa bigota, “Ewê tu cara rastiyê qebûl neke”? Tenê kesê qure, yê ku xwe ji merivên din çêtir hesab dike, wê usa bêje. Yehowa mecalê dide hemû meriva, wekî kirên xweye nerast tobe bikin (Karên Şandiya 17:30). Tu car bîr nekin, wekî Yehowa wan meriva, yên ku xwe ji kesên din çêtir hesab dikin, ça merivên nerast hesab dike. Hergê em prînsîpên Yehowaye rastiyê qîmet kin, emê şabûnê bistînin û kesên dinra bibin meseleke baş. Axiriyêda, ewana wê hê zêde me hiz bikin û diha nêzîkî Xwedê bin. w22.08 31 ¶20-22

Pêşem, 20 Hezîranê

[Ewê] bizanibin ku nav wanda pêxemberek heye (Hezql. 2:5).

Em zanin ku xizmetiyêda, em dikarin rastî peyketina bên. Axiriyêda, peyketin wê diha zêde bin (Daniyêl 11:44; 2 Tîmotêyo 3:12; Eyantî 16:21). Lê dîsa jî, em dikarin bawer bin ku Yehowa wê alî me bike, çimkî Yehowa hertim alî xizmetkarên xwe kiriye, wekî ewana cabdariyên xwe nava tengasiyada jî bînin sêrî. Were em derheqa jîyîna Hezeqêl pêxember şêwir kin, kîjan ku Cihûyên aksorkirîra pêxembertî dikir. Gelo merivên ku rastî Hezeqêl dihatin, çi cûreyî bûn? Li gora gotinên Yehowa, ew merivên raber û “dil hişk” bûn. Ewana mîna stirûyê ku ziyan didan û mîna dûpişka xof bûn. Lema jî, Yehowa çend cara Hezeqêlra got netirse! (Hezeqêl 2:3-6) Hezeqêl dikaribû cabdariya xwe bîne sêrî, çimkî (1) Yehowa ew şandibû, (2) ewî bi saya ruhê Xwedê qewat distand û (3) gotinên Xwedê baweriya wî qewî dikirin. w22.11 2 ¶1-2

Înî, 21 Hezîranê

Wê roja gava tu ji wê bixwî, tê ese bimirî (Destp. 2:17).

Zû yan dereng, hemû şînkayî diçilmisin, û hemû heywan dimirin. Ji aliyê dinva jî, gava Xwedê merivên pêşin efirand, ewî mecal da wan, ku tu car nemirin, lê heta-hetayê bijîn. Usa jî Yehowa xwestina mezin kiriye dilê me, ku em dixwazin bijîn. Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê “her-heyîtî kir dilê meriva” (Waîz 3:11, ÎM). Lema jî, mirin bona me dijmin e (1 Korintî 15:26). Çaxê em giran nexweş dikevin, em her tiştî dikin, wekî xwe ji vê nexweşiyê qenc kin. Mesele, em diçin bal doxdir, û em dibeke dermana vedixwin, wekî qenc bin. Çi ji destê me tê, em vê yekê dikin, ku sax bimînin. Û gava merivekî meyî hizkirî dimire, firqî tune cahil be yan emirda mezin, yeke gelek wext dilê me dêşe (Yûhenna 11:32, 33). Belê, Yehowa him xwestina jîyîna her-heyî kiriye dilê me, him jî em usa efirandine, ku em bikaribin heta-hetayê bijîn. w22.12 3 ¶5; 4 ¶7

Şemî, 22 Hezîranê

Xûşk-birên we jî temamiya dinyayêda xût wan cefa dikişînin (1 Pet. 5:9).

Gelek xûşk-birên me dibeke nexweş in, tirs dilê wanda heye, yan wan rojên giranda tenê ne. Timê halê xûşk-bira bipirse. Ji bo nexweşiyên belabûyî diqewime lazim e, wekî em bona xweykirina siheta-qewata xwe û ya kesên din, ji xelqê dûr bisekinin, û hela hê ji xûşk-bira jî. Derecên usada, dibeke halê te mîna halê Yûhennayê şandî be. Ewî gelek dixwest dostê xwe Gayos rû bi rû bidîta (3 Yûhenna 13, 14). Lê Yûhenna fem dikir, ku wextekê, ew nikare dostê xwe Gayos bivîne. Dîsa jî, Yûhenna çi ji destê wî dihat dikir, ku xwe bigihîne dostê xwe, û jêra nemek nivîsî. Hergê tu nikaribî herî mala xûşk-bira, dibeke tu dikarî bi cûrekî din tevî wan têklî bî. Gava tu tevî xûşk-bira xeber dî, dilê te wê diha rihet be. Hergê derdê te gelek giran be, dilê xwe rûspiyara veke û îzinê bide, wekî ewana te hêlan kin (Îşaya 32:1, 2). w22.12 17-18 ¶6-7

Led, 23 Hezîranê

Axayê Ûsiv ew girt avîte kelê, wî cîyê ku girtîyên padşê girêdayî bûn (Destp. 39:20).

Kitêba Pîroz dibêje: “Nigên wî qeydada şidandin û xelaq avîtine stukura wî” (Zebûr 105:17, 18). Belê, halê Ûsiv çiqas diçû diha xirab dibû. Ew îda dîlekî bi îtbar nîbû, lê girtîkî belengaz bû. Gelo, tu qe ketibûyî halekî giran û lavaya Xwedê dikir ku alî te bike, lê dîsa jî halê te çiqas diçû diha xirab dibû? Belê, carna usa dibe. Yehowa me ji hemû tengasiyên dinya Mîrê-cina naparêze (1 Yûhenna 5:19). Dîsa jî bawer be ku Yehowa haş ji halê te heye, û ew bona te xem dike (Metta 10:29-31; 1 Petrûs 5:6, 7). Serda jî, ewî soz daye: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim” (Îbranî 13:5). Hergê jî tera tê kifşê, ku çare îda tune, bîr neke ku Yehowa dikare alî te bike, wekî tu sebir kî. w23.01 16 ¶7-8

Duşem, 24 Hezîranê

Xwedayê me . . . wê bi zêdebarî bibaxşîne (Îşa. 55:7, ÎM).

Nivîsarên Pîroz dibêjin ku gava em şaşiya dikin, Yehowa terka me nade. Îsraêliya dîsa û dîsa ber Yehowa gune dikirin. Lê gava wana ji dil tobe dikir, Xwedê dibaxşande wan. Xizmetkarên Xwedê yên qirna yekêda jî zanibûn, wekî Xwedê wana gelekî hiz dike. Ji bîna ber Xwedê, Pawlosê şandî xûşk-birara gotibû, wekî ewana mêrekî ku gunê giran kiribû, bibaxşînin û li ber dilê wîda bên, çimkî ewî tobe kiribû (2 Korintî 2:6, 7; 1 Korintî 5:1-5). Belê, çiqas baş e ku Yehowa pişta xwe nade xizmetkarên xwe, yên ku şaşî kirine! Dewsa vê yekê, ew ji dil alî wan dike, wana rast dike û dixwaze ku ewana dîsa bibine dostên wî. Ewî soz daye ku wê îro jî hindava gunekarada rema xwe bide kifşê, yên ku tobe dikin (Aqûb 4:8-10). Kitêba Pîroz bîlanî, heqî û hizkirina Xwedê mera eşkere dike. Ev kitêb nîşan dike, ku Yehowa dixwaze em wî diha baş nas bikin û bibine dostên wî. w23.02 7 ¶16-17

Sêşem, 25 Hezîranê

Qenc e wekî hûn dîna xwe bidine wan (2 Pet. 1:19).

Femdarî ye ku em dixwazin haş pê hebin ku dinyayêda çi diqewime, çimkî ev qewimandin pêxembertiyên Kitêba Pîroz tînin sêrî. Mesele, Îsa pêşda yek bi yek gotibû ku em çawa dikarin têderxin, wekî xilaziya dinya Mîrê-cina nêzîk e (Metta 24:3-14). Giliyên Petrûsê şandî me hêlan dikin, wekî em rind dîna xwe bidin ser van pêxembertiyên ku ber çevê me têne sêrî, wekî baweriya me diha qewî be (2 Petrûs 1:20, 21). Ew me hêlan dike pêxembertiyên Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Ew yek dilê me qewî dike, ku em “hîviya Roja Xwedê bin” (2 Petrûs 3:11-13). Gelo çira? Çimkî em ne ku dixwazin bizanibin ku Harmegedon wê xût kîjan ‘rojê û sihetê’ bê, lê em dixwazin “jiyîna helal û xwedênasiyêda bimeşin” (Metta 24:36; Lûqa 12:40). Em dixwazin tiştên rast bikin û Yehowara xizmet kin, çimkî em gelek wî hiz dikin. Seva ku em usa bifikirin û usa bikin, em gerekê miqatî xwe bin û haş ji gotin û kirên xwe hebin. w23.02 16 ¶4, 6

Çarşem, 26 Hezîranê

Pezên mine din jî hene . . . Gerekê ez wana jî bînim (Yûhn. 10:16).

Seva ku ‘pezên din’ Cinetêda bijîn, lazim e ku ewana îda nihada hine tişta bikin. Ewana gerekê şêkirdariya xwe nîşan Îsara nîşan kin. Mesele, gava ewana piştgiriya birên Îsa Mesîh yên kifşkirî dikin, ewana nîşan dikin, ku wî hiz dikin. Îsa gotibû ku ewê dîwana ‘pezên din’ ser hîmê vê yekê bike (Metta 25:31-40). Lema jî, gerekê em şixulê belakirina mizgîniyêda bi dil û can piştgiriya birên Mesîh bikin (Metta 28:18-20). Gelo em çawa dikarin xwe bona jîyîna Cinetêda hazir bikin? Mesele, em dikarin xeyset-hunurên baş nav xweda pêşda bînin, wekî Yehowa ji me razî be. Em dikarin nihada xîret bikin, wekî bi gotin û kirinên xwe helal bin û merivne terbet bin. Usa jî, em dikarin Yehowara, hevalzewacê xwera û xûşk-birara amin bin. Hergê em vê dinya xirabda guh bidin Yehowa, wê mera diha hêsa bê, dinya tezeda jî guh bidin wî. w22.12 11-12 ¶14-16

Pêşem, 27 Hezîranê

Ewê ku min hiz dike, ewê ji aliyê Bavê minda bê hizkirinê (Yûhn. 14:21).

Em bextewar in ku Îsa Padşê me ye, çimkî ew Serwêrê herî baş e. Yehowa xwexa Kurê xwe hîn kiriye û ew kiriye Padşa (Îşaya 50:4, 5). Usa jî, Îsa ji hizkirina mezin, emirê xwe bona me berva da (Yûhenna 13:1). Îsa Padşê me ye, lema jî ew hêjayî hizkirina me ye. Kesên ku bi rastî wî hiz dikin dostên wî ne û guh didin temiyên wî (Yûhenna 14:15; 15:14, 15). Bona me qedirekî gelek mezin e, ku em dostên Kurê Yehowa ne! Tu zanî ku Îsa yekî milûk e û bi temamî çev dide Bavê xwe. Tu pêhesiyayî wekî ewî xwarin dida kesên birçî, hêvî dida kesên dilşkestî, û merivên nexweş qenc dikirin (Metta 14:14-21). Tu îda zanî ku ew îro çawa rêberiya civatê dike (Metta 23:10). Û tu bawer dikî ku zûtirekê, ewê ça Padşê Padşatiya Xwedê gelek tiştên baş bona me bike. Gelo tu çawa dikarî nîşan kî, wekî tu Îsa Mesîh hiz dikî? Gava tu çev bidî wî. Mîna Îsa emirê xwe tesmîlî Yehowa ke û paşê were nixumandinê. w23.03 4 ¶8, 10

Înî, 28 Hezîranê

Çevên xwe hildin û bibînin! Gelo kê ev efirandin? (Îşaya 40:26, ÎM)

Yehowa ne tenê hemû tiştên ser ezmana, lê hemû tiştên ser erdê û binê berê jî efirandine. Em dikarin ji van karên destê Xwedê gelek tişta hîn bin (Zebûr 104:24, 25). Û bifikire ku Xwedê ça em efirandine. Ewî em usa efirandine ku em dikarin ji bedewbûna tebiyetê şabûnê bistînin. Usa jî Yehowa Xwedê pênc tiştên ferz dane me, em dikarin bivînin, bibihên, bînê hildin, tema têderxin û tişta texmîn kin. Bi saya van tişta, em dikarin ji efrînên Xwedê şabûnê bistînin. Kitêba Pîroz mera derheqa menîke din jî dibêje, ku çira gerekê em dîna xwe bidine efrîna. Bi saya efrîna em dikarin diha baş derheqa hunurên Yehowa pêbihesin (Romayî 1:20). Mesele, dîna xwe bide efrînên Xwedê û bivîne ku ewana çiqas bedew in. Gelo ev tişt bîlaniya Xwedê nîşan nakin? Usa jî bifikire ku çiqas cûre-cûre xwarin heye ji kîjana em dikarin lezetê bistînin. Ev yek nîşanî me dike, wekî Yehowa çiqas me hiz dike. Çiqas zêde em dîna xwe didine tebiyetê, haqas diha baş em derheqa hunurên Yehowa pêdihesin û nêzîkî wî dibin. w23.03 16 ¶4-5

Şemî, 29 Hezîranê

Xeberên Te temamîya xweva rastî ne (Zeb. 119:160).

Dinya çiqas diçe diha xirab dibe, û baweriya me hindava rastiyê, wê bê cêribandinê. Hine meriv dibeke usa bikin, wekî hindava rastiya Kitêba Pîroz şik bikine dilê me, yan jî wekî em dudilî bin, hela xulamê amin bi rastî aliyê Xwedêda hatiye kifşkirinê yan na. Lê hergê em bawer bin, ku Xebera Yehowa hertim rast e, hicûmên usa wê nikaribin baweriya me sist kin. Emê xwera qirar kin, wekî “ji her-heyê heta xilaziyê” qanûnên Yehowa xwey kin (Zebûr 119:112). Emê şerm nekin wekî merivara besa rastiyê bikin û wanra bêjin, wekî ewana jî riya rastiyêda bimeşin (Zebûr 119:46). Serda jî, emê bikaribin qewî û bi şabûnê nava peyketin û çetinayên dinda sebir kin (Kols. 1:11; Zeb. 119:143, 157). Rastiya ji Kitêba Pîroz dilê me rihet dike û rêberiya rast dide me, usa jî hêviyê dide me, ku emê bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda bi jîyîneke xweş bijîn. w23.01 7 ¶16-17

Led, 30 Hezîranê

Ez temîke nû didime we: Hevdu hiz bikin. Çawa ku min hûn hiz kirin, hûn jî usa hevdu hiz bikin (Yûhn. 13:34).

Şeva pêşiya mirina xwe, Îsa bona şagirtên xwe dirêj dua kir. Ewî ji Bavê xwe reca kir, wekî ew wana ji Mîrê-cina xwey ke (Yûhenna 17:15). Ev yek nîşan dike ku Îsa çiqas wana hiz dikir. Rast e ew halekî gelek giranda bû, lê yeke ewî bona şandiyên xwe xem dikir. Mîna Îsa gerekê em jî ne tenê derheqa hewcên xwe bifikirin. Wê baş be ku em her gav bona xûşk-bira jî dua bikin. Bi vê yekê, em dikarin nîşanî Yehowa bikin, ku em guh didin temiya Îsa, wekî hevdu hiz bikin. Duayên bona xûşk-bira badîhewa nînin. Xebera Xwedê dibêje ku “duayê yê rast gelekî qewat e û hukum dike” (Aqûb 5:16). Ser temamiya dinyayê xûşk-birên me rastî gelek tengasiya tên. Lema jî, ewana hewcê duayên me ne. w22.07 23-24 ¶13-15

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin