KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es24 rûp. 67-77
  • Tîrmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tîrmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
  • Binserî
  • Duşem, 1 Tîrmehê
  • Sêşem, 2 Tîrmehê
  • Çarşem, 3 Tîrmehê
  • Pêşem, 4 Tîrmehê
  • Înî, 5 Tîrmehê
  • Şemî, 6 Tîrmehê
  • Led, 7 Tîrmehê
  • Duşem, 8 Tîrmehê
  • Sêşem, 9 Tîrmehê
  • Çarşem, 10 Tîrmehê
  • Pêşem, 11 Tîrmehê
  • Înî, 12 Tîrmehê
  • Şemî, 13 Tîrmehê
  • Led, 14 Tîrmehê
  • Duşem, 15 Tîrmehê
  • Sêşem, 16 Tîrmehê
  • Çarşem, 17 Tîrmehê
  • Pêşem, 18 Tîrmehê
  • Înî, 19 Tîrmehê
  • Şemî, 20 Tîrmehê
  • Led, 21 Tîrmehê
  • Duşem, 22 Tîrmehê
  • Sêşem, 23 Tîrmehê
  • Çarşem, 24 Tîrmehê
  • Pêşem, 25 Tîrmehê
  • Înî, 26 Tîrmehê
  • Şemî, 27 Tîrmehê
  • Led, 28 Tîrmehê
  • Duşem, 29 Tîrmehê
  • Sêşem, 30 Tîrmehê
  • Çarşem, 31 Tîrmehê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
es24 rûp. 67-77

Tîrmeh

Duşem, 1 Tîrmehê

Tu bawermendara bibe nexşek, xeberdanêda (1 Tîmt. 4:12).

Ew yek ku em dikarin xeber din pêşkêşeke ji Xwedê ye. Lê pêşkêşa xeberdanê bi cûrekî xirab hate xebitandinê. Mîrê-cina Hêwayê xapand, û ev derew bû sebeba gune û qisûrdariyê (Destpêbûn 3:1-4). Paşê, Adem seva şaşiyên xwe, him jina xwe him jî Yehowa neheq kir. Bi vî cûreyî, ewî zimanê xwe bi cûrekî xirab da xebatê (Destpêbûn 3:12). Paşî ku Qayîn birê xwe Habîl kuşt, ewî Yehowara derewî got (Destpêbûn 4:9). Îro meriv gelek giliyên xirab didine xebatê. Him mektebada him jî ciyên xebatê, giliyên xirab têne bihîstinê. Heger em haş ji xwe tune bin, em dikarin usa hînî zimanê xirab bin, ku gotinên xirab dikarin bê hemdê me ji devê me derkevin. Em Şedên Yehowa ne, lema jî em dixwazin dilê Yehowa şa kin. Bona vê yekê, bes nîne ku em tenê çêra nekin. Gerekê em bi xeberdana xwe pesinê Xwedê bidin. w22.04 4 ¶1-3

Sêşem, 2 Tîrmehê

Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin (Met. 6:24).

Gelo Îsa çawa ser tiştên matêrîalî dinihêrî? Ewî ji xwarin û vexwarinê lezet distand (Lûqa 19:2, 6, 7). Carekê, ewî şeraveke xweş çêkir. Û ev yek keremeta wîye pêşin bû (Yûhenna 2:10, 11). Roja mirina Îsa kinceke biha li wî bû (Yûhenna 19:23, 24). Lê Îsa tiştên matêrîalî ça tiştên herî ferz hesab nedikir. Îsa got ku heger em berî her tiştî Padşatiya Xwedê bigerin, Yehowa wê bona hewcên meye matêrîalî xem bike (Metta 6:31-33). Gelek meriv ji şîretên Xwedêye bi bîlanî yên bona xebitandina pera, kar standine. Were em dîna xwe bidin mesela birakî azep bi navê Dênîêl. Ew dibêje: “Çaxê ez cahil bûm, min qirar kir wekî ezê jîyîna xweda herî zêde dîna xwe bidim xizmetiya Yehowara”. Ew bi jîyîneke hêsa dijî, lema jî ew dikare wext û feresetên xwe bona şixulên teşkîletê bide xebatê. Ew dibêje: “Pere tu car nikare dewsa wan kerema bigire, yên ku min ji Yehowa standiye”. w22.05 21-22 ¶6-7

Çarşem, 3 Tîrmehê

[Yehowa] hûn ji terîstaniyê gazî ronaya xweye hujmekar kirine (1 Pet. 2:9).

Bi vê yekê ku em berdewam dikin Kitêba Pîroz û edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, em nîşan dikin ku em rastiyê hiz dikin. Firqî tune ku çend sal e em Şedên Yehowa ne, gerekê em terka hînbûnê nedin. Bona lêkolînkirinê wede û qewat lazim e, lê ew yek hêjayî vê yekê ye. Hine meriv xwendin û lêkolînê haqas hiz nakin. Lê Yehowa mera dibêje ku timê rastiyê lêkolîn kin, wekî bikaribin diha baş rastiyê fem kin (Metelok 2:4-6). Gava em vê yekê dikin, cefê me badîhewa naçe, çimkî ev yek timê karê dide me. Birakî bi navê Korî dibêje ku gava ew Kitêba Pîroz dixûne, ew dîna xwe dide temamiya rêzê: “Ez hemû spartina dixûnim, her elametiya zêde dinihêrim û diha zêde lêkolînê dikim. . . . Bi vî cûreyî, ez ji xwendinê kareke mezin distînim!” Firqî tune em çi cûre lêkolînê dikin, wê baş be wekî em vê yekê bi dil û can bikin. Usa emê nîşan kin, ku em rastiyê gelek qîmet dikin (Zebûr 1:1-3). w22.08 17 ¶13; 18 ¶15-16

Pêşem, 4 Tîrmehê

Ez li cem Wî çîredest bûm. Ez şabûna Wîye her roj bûm, her tim li ber Wî şa dibûm (Metlk. 8:30).

Gava Îsa hate ser erdê ewî bi saya efrîna alî şagirtên xwe dikir, wekî ewana Bavê wî nas bikin. Meselekê şêwir kin. Yehowa hizkirina xwe her kesîra dide kifşê. Wedê Xizmetiya ser Çiyê, Îsa dîna guhdarên xwe kişande ser şewqa tevê û baranê, kîjan ku bona gelek meriva tiştên ecêbmayî nînin. Jîyîn bê şewqa tevê û bê baranê nabe. Yehowa dikaribû ev tişt nedana merivên ku wîra xizmet nakin, lê ew bi hizkirinê şewqa tevê û baranê dide her kesî (Metta 5:43-45). Bi vê meselê Îsa nîşan kir, wekî Yehowa dixwaze ku em her kesî hiz bikin. Mesele, çaxê ro diçe ava yan jî baraneke xweş dibare, bîne bîra xwe ku Yehowa her kesî hiz dike. Ev yek me hêlan dike, wekî em jî hemû merivara hizkirinê bidine kifşê û her kesîra mizgîniyê bela kin. w23.03 17 ¶9-10

Înî, 5 Tîrmehê

Ez gelekî ecêbmayî mam (Eyan. 17:6).

Yûhennayê şandî tiştekî ecêb dît, jinek li ser cenewirekî sorê gevez siyar bibû. Ew qaveke mezin e û ew tê navkirinê “Babîlona Mezin”, ya ku tevî “padşên dinyayê” bênamûsiyê dike (Eyantî 17:1-5). “Babîlona Mezin” çi ye? Eşkere ye, ku ev jin teşkîleteke polîtîkî nîne, çimkî ew xwexa tevî serwêrên polîtîkî yên vê dinyayê, bênamûsiyê dike (Eyantî 18:9). Serda jî, ev qav wana siyar bûye, dêmek ew wana bin kontrola xweda digire. Usa jî eyan e ku ew qav sîstêma komêrsiyaye tima nîne, çimkî kitêba Eyantî vê sîstêmê nav dike ça “bazirganên dinyayê” (Eyantî 18:11, 15, 16). Babîlona berê ciyê sereke bû, ji kîderê ku hebandina qelp pêşda hat. Lema eşkere ye, wekî Babîlona Mezin hemû cûrên hebandina qelp tê hesabê. Ew bi rastî jî împêriya hemdinyayê ya rêlîgiya qelp e (Eyantî 17:5, 18). w22.05 11 ¶14-16

Şemî, 6 Tîrmehê

Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke (1 Pet. 5:8).

Hukumê dinya Mîrê-cina gelek qewî ye. Lema jî dayîk carna berxwe dikevin, gelo zarên wan wê riya Yehowa bijbêrin yan na. Serda jî, gelek dayîk zarên xwe tenê mezin dikin, yan jî malxê wan Şedê Yehowa nîne. Hilbet, heger tenê dê yan bav Mesîhî ye, ev yek hêsa nîne. Lê heger him dê him jî bav Şedên Yehowa ne, carna wanra jî hêsa nîne ku rastiyê bigihînin dilê zarên xwe, wekî ewana Yehowa hiz bikin û bibine xizmetkarên wî. Lê bi zêdeyî berxwe nekevin, Yehowa wê alî we bike. Usa jî, hûn dikarin ji dê û bavên din bipirsin hela ewana ça hacetên bona hînkirinê wedê Qulixkirina tevî Malbetê didine xebatê (Metelok 11:14). Xêncî vê yekê, Yehowa dikare alî we bike ku hûn fikirên zara rind fem kin û rastiyê bigihînin dilê wan (Metelok 20:5). w22.04 17 ¶4, 7; 18 ¶9

Led, 7 Tîrmehê

Ez vê duayê dikim, ku hizkirina we hê-hê bi zanebûn û serwaxtiya gihîştîva zêde be (Fîlî. 1:9).

Seva ku hê zêde Yehowa hiz bikin, gerekê em Kurê wî, yê ku hemû tiştîda çev dide Bavê xwe, diha rind nas bikin (Îbranî 1:3). Bona vê yekê, ya herî baş ev e, ku em çar kitêbên Mizgîniyêye pêşin kûr lêkolîn bikin. Hergê te hê xwera nekiriye xeyset ku her roj Kitêba Pîroz bixûnî, îroda destpêke. Wedê xwendina van kitêba, rind dîna xwe bide hunurên Îsa Mesîh. Ew yekî dilgerm bû, û ewî zara gelekî hiz dikirin û wana hemêz dikirin (Markos 10:13-16). Şandiyên wî dikaribûn hêsa wîra besa hest û fikirên xwe bikin (Metta 16:22). Meniya vê yekê ev bû, ku Îsa çev dida Bavê xweyî ezmana. Yehowa jî gelek dilgerm e. Em dikarin wîra aza dua bikin û dilê xwe wîra vekin, çimkî em zanin ku ew me înkar nake, lê me hiz dike û bona me xem dike (1 Petrûs 5:7). w22.08 3 ¶4-5

Duşem, 8 Tîrmehê

Tu Xudano, qenc û afû kir î (Zeb. 86:5).

Yehowa em efirandine, lema jî ew derheqa me her tiştî zane. Bide hesabê xwe, wekî Ew derheqa her merivê ser erdê her tiştî hûr bi hûr zane! (Zebûr 139:15-17) Lema jî Yehowa hemû kêmasiyên ku me ji dê û bavê xwe standiye, divîne. Yehowa hela hê her tiştê ku ser xeysetê me hukum kiriye jî, zane. Gelo ew yek ku Yehowa derheqa me haş her tiştî heye, wî berbi çi hêlan dike? Ev yek wî hêlan dike, wekî hindava meda rem be (Zebûr 78:39; 103:13, 14). Yehowa îzbat kiriye wekî ew hazir e bibaxşîne me. Ew rind zane ku seva gunê Adem, em gişk ketine bin nifira gune û mirinê (Romayî 5:12). Qewata me nagihîjê, wekî em xwe yan jî kesekî din ji vê nifirê xilaz kin (Zebûr 49:7-9). Lê Xwedayê meyî dilşewat tiştek kiriye, wekî em aza bin. Çawa ku Yûhenna 3:16 nîşan dike, Yehowa Kurê xweyî tayê tenê şand, wekî ew bona me emirê xwe bide (Metta 20:28; Romayî 5:19). w22.06 3 ¶5-6

Sêşem, 9 Tîrmehê

Merivê rem qencîyê li xwe dike (Metlk. 11:17).

Yehowa nîşanî xizmetkarê xweyî amin Îbo kiribû, wekî ewên ku baxşandinê dixwazin wê bêne baxşandinê. Gotinên Elîfaz, Bîldad û Zofar dilê Îbo gelek êşandibûn. Dîsa jî, Yehowa wîra got wekî ew bona wan dua bike. Paşî ku Îbo ev yek kir, Yehowa ew kerem kir (Îbo 42:8-10). Gava em kînê dilê xweda xwey dikin, em zirarê didine xwe. Kîn barekî giran e, û Yehowa dixwaze wekî em vî barî ser xwe bavêjin (Efesî 4:31, 32). Ew mera usa dibêje: “Hêrs nekeve . . . bînteng nebe” (Zebûr 37:8). Ev yek bi rastî jî şîreteke bi bîlanî ye. Kîn dikare sihet-qewata me ça fîzîkîda usa jî psîxîkîda xirab ke (Metelok 14:30). Çawa ku kesek jerê vedixwe zirarê dide xwe, ne ku kesên din, bi vî cûreyî kesê ku kînê dajo, zirarê tenê dide xwe. Lê kesê ku dibaxşîne meriva, xwexa xwera karê tîne. Heger em bibaxşînine meriva, edilayî wê bikeve dilê me û emê bikaribin bi dilekî rihet Yehowara xizmet bikin. w22.06 10 ¶9-10

Çarşem, 10 Tîrmehê

Ziriha baweriyê û hizkirinê li xwe wergirin, kumzirihê gumana xilazbûnê jî bidine serê xwe (1 Têsln. 5:8).

Mîna kumzirihê, hêviya me hişê me diparêze û alî me dike, wekî em tenê li ser xwestinên xwe nefikirin, çimkî em zanin ku hergê em usa bijîn çawa dilê me dixwaze, wî çaxî dostiya me tevî Yehowa dikare xirab be (1 Korintî 15:33, 34). Hêvî dikare me ji nihêrandinên şaş biparêze. Hine kes difikirin ku ewana çi bikin jî, Yehowa ji xîreta wan razî nîne. Bîne bîra xwe ku Elîfaz, dostekî Îboyî derewîn, çi got: “Ma mirov çî ye ku paqij bibe?” Usa jî, Elîfaz derheqa Xwedê usa got: “A vay, Xwedê ji pîrozên xwera ewle nîne, heta ezman jî di çevê wîda ne paqij in” (Îbo 15:14, 15). Dereweke ça mezin e! Bîr neke ku nihêrandina usa ji Mîrê-cina ye. Ew zane ku hergê fikirên usa dilê teda pêşda bên, tuyê hêviya xwe unda kî. Lema jî, derewên usa înkar ke. Bawer be, Yehowa dixwaze wekî tu heta-hetayê bijî û ewê alî te bike, wekî tu bigihîjî vê nêtê (1 Tîmotêyo 2:3, 4). w22.10 25-26 ¶8-10

Pêşem, 11 Tîrmehê

Gune bi lêvên Eyûb [Îbo] nebû (Îb. 2:10, ÎM).

Mîrê-cina dixwest Îbo bide bawerkirinê wekî sebeba derdên wî ev e, ku Yehowa îda ji wî razî nîne. Mesele, Mîrê-cina bakî qayîm da xebatê, wekî xaniyê ku zarên Îbo têda tevayî top bibûn, hilşîne (Îbo 1:18, 19). Usa jî, ewî keriyên Îbo û şivanên wî bi agirê ji ezmên kuştin (Îbo 1:16). Ev yek ku ba û agir ji ezmên hatin, Îbo difikirî ku ew ji Yehowa bû. Ew difikirî ku Yehowa ser wî hêrs ketiye, lê dîsa jî ewî nifir Bavê xweyî ezmana nekir. Bi sala, Îbo gelek tiştên baş ji Yehowa standibûn, û ew difikirî ku heger ew hazir bû van tişta qebûl ke, gerekê ew hazir be ku tiştên xirab jî qebûl bike. Lema jî, ewî got: “Bira navê Xudan pîroz be!” (Îbo 1:20, 21). w22.06 21 ¶7

Înî, 12 Tîrmehê

Bona navê min hûnê ber çevê hemûya reş bin. Lê ewê ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be (Mark. 13:13).

Îsa dîsa şagirtên xwera got ku ewana wê ber çevê vê dinyayê reş bin, ev yek Yûhenna 17:14-da nivîsar e. Îlahî 100 salên paşwextiyê, me pêkhatina vê pêxembertiyê dîtiye. Gelo çawa? Wexteke kin paşî ku Îsa sala 1914-da bû Padşê Padşatiya Xwedê, Mîrê-cina ji ezmana hate avîtinê. Ew îda nikare vegere ezmana, û demeke nêzîkda, wê qira wî bê (Eyantî 12:9, 12). Lema ew gelek hêrs e, xwera cî navîne û hêrsa xwe ser xizmetkarên Xwedêda dirijîne (Eyantî 12:13, 17). Ew e menî ku ev dinya, Şedên Yehowa hê zêde nefret dike. Dîsa jî, ne lazim e wekî em Mîrê-cina û piştgirên wî bitirsin. Mîna Pawlosê şandî, em dikarin bi bawerî usa bêjin: “Heger Xwedê pişta me ye, kî dikare miqabilî me be?” (Romayî 8:31). Em dikarin bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînin. w22.07 18 ¶14-15

Şemî, 13 Tîrmehê

Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê (Met. 24:14).

Îsa berxwe nediket, ku nêzîkî xilaziya vê dinyayê xebatkar wê hindik bin. Ewî zanibû ku ev gotin wê bêne sêrî: “Roja herî şêr, cimeta Teyê bi rezedilî bê” (Zebûr 110:3). Gava tu mizgîniyê bela dikî, tu piştgiriya Îsa û xulamê amin dikî û vê yekêda kar dikî, wekî ew pêxembertî bê sêrî. Belê, şixul pêşda diçe, lê çetinayî jî hene. Yek ji çetinaya ev e ku gelek kes şixulê me nefret dikin. Raber, serwêrên rêlîgî û polîtîk derheqa şixulê me derewa bela dikin. Hergê merivên me, heval yan hevalxebatçiyên me van derewa bawer bikin, dibeke ewana zorê me bikin, ku em xizmeta Yehowara û belakirina mizgînê bihêlin. Hine welatada, xûşk-birên me didine tirsandinê, digirin û dikine kelê. w22.07 8 ¶1; 9 ¶5-6

Led, 14 Tîrmehê

Gerekê em bi gelek cefakişandinê bikevine Padşatiya Xwedê (Kar. Şand. 14:22).

Yehowa dixwaze ku em berdewam kin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û kûr ser bifikirin. Em çiqas tiştên ku hîn dibin jîyîna xweda tînin sêrî, haqas baweriya me diha qewî dibe, û em diha nêzîkî Bavê xweyî ezmana dibin. Ev yek alî me dike wekî em nava tengasiyada sebir kin. Usa jî, Yehowa ruhê pîroz dide kesên ku xwe dispêrin Xebera wî. Tengasiya me çi be jî, ruhê pîroz “zorayiya qewatê ji Xwedê” dide me, wekî em bikaribin ber her tiştî sebir bikin (2 Korintî 4:7-10). Pê alîkariya Yehowa, “xulamê amin û serwaxt” xwarina ruhanî têr û tije dide me. Bi saya vê yekê, Yehowa alî me dike, wekî em baweriya xwe ava kin û ruhanîda hişyar bimînin (Metta 24:45). Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî hevdu hiz bikin û wedê tengasiya, dilbîniyê bidine hev (2 Korintî 1:3, 4; 1 Têsalonîkî 4:9). Xûşk-birên me hazir in alî me bikin, gava em rastî çetinaya tên. w22.08 12 ¶12-14

Duşem, 15 Tîrmehê

Bicedînin, ku yektiya Ruh pê hevgirêdana edilayiyê xwey kin (Efes. 4:3).

Çaxê em derheqa hunurên xûşk-biraye baş xeber didin,em hizkirin û dostiya nav xûşk-birada ava dikin. Car-cara xûşk-birên cêribandî jî dikarin ser hine pirsa hevdura qayîl nebin yan jî hevra bikevine dewê. Pawlosê şandî û dostê wî Barnabas jî carekê hevra ketine dewê, ku Marqos tevî xwe bivin yan na. Kitêba Pîroz dibêje: “Ya wan li hev negirt, ev bû menî ji hev qetiyan” (Karên Şandiya 15:37-39). Lê Pawlos, Barnabas û Marqos paşê dîsa li hev hatin. Wext şûnda, Pawlos payê Barnabas û Marqos da (1 Korintî 9:6; Kolosî 4:10). Hergê orta me û xûşk-birada problêm çêbe, gerekê em jî tevî wan li hev bên û dîna xwe bidin hunurên wane baş. Bi vî cûreyî, em dikarin edilayê û yektiyê xwey kin. w22.08 23 ¶10-11

Sêşem, 16 Tîrmehê

Loma nekin, ku lome li we nebin (Met. 7:1).

Çaxê em ser xwe dixebitin ku li gora prînsîpên Yehowa bijîn, em gerekê fesal bin, wekî kesên din sûcdar nekin û xwe ji wan çêtir hesab nekin, çimkî “Hakimê temamîya dinyayê” Yehowa ye (Destpêbûn 18:25). Yehowa em kifş nekirine, wekî kesên din sûcdar kin. Dîna xwe bidine serhatiya Ûsiv. Ewî meriva sûcdar nedikir, hela hê wana jî, yên ku xirabî wî dikirin. Birên wî nemamiya wî kirin, û ew ça xulam firotine dîltiyê û paşê bavê xwera gotin, wekî ew miriye. Gelek sal şûnda, Ûsiv dîsa rastî birên xwe hat. Vî çaxî ew îda serwêrekî qewî bû, û dikaribû dîwana wan bikira û heyfê hilda. Birên wî çiqas jî seva kirên xwe poşman bibûn, dîsa jî ewana ditirsiyan ku Ûsiv wê heyfê hilde. Lê Ûsiv wanra got: “Netirsin, çima ez dewsa Xwedê digirim?” (Destpêbûn 37:18-20, 27, 28, 31-35; 50:15-21). Belê, Ûsiv bi milûktî ev yek da destê Yehowa, çimkî ewî zanibû wekî tenê îzina Yehowa heye dîwana meriva bike. w22.08 30 ¶18-19

Çarşem, 17 Tîrmehê

Gava ji destê te tê, ku alîkarîya desttenga bikî, xwe ji vê yekê nede paş (Metlk. 3:27).

Gava kesek Yehowa Xwedêra dua dike û ji wî alîkariyê dixwaze, ew gelek car bi saya xizmetkarên xwe dilrihetiyê dide wî (Kolosî 4:11). Firqî tune rûspî, berdestiyê civatê, pêşeng, mizgînvan, cahil yan emirda mezin be, Yehowa dikare bi saya wî alîkariyê bide kesên din. Ça baş e ku em dikarin bi vî cûreyî him Yehowara him jî xûşk-birên xwera xizmetiyê bikin! Mesele, gava nexweşî bela dibin, teşqelên tebiyetê diqewimin yan peyketin destpêdibin, em dikarin bêne hewara wan. Dibeke em dixwazin diha zêde alî xûşk-bira bikin, lê çimkî em neferê xweyî nexweş dinihêrin, ev jî carna mera zemet e. Lê dîsa jî, em dixwazin alî xûşk-bira bikin. Û gava çi ji destê me tê em dikin, ku alî wan bikin, em dilê Yehowa şa dikin (Metelok 19:17). w22.12 22 ¶1-2

Pêşem, 18 Tîrmehê

Ev e temiya min: Hevdu hiz bikin, çawa ku min hûn hiz kirin (Yûhn. 15:12).

Hizkirin hîmê îtbariyê ye. Îsa gotibû ku du temiyên herî mezin ev in, wekî em Yehowa û meriva hiz bikin (Metta 22:37-39). Em Yehowa gelek hiz dikin, lema jî em dixwazin çev bidine wî û bi îtbar bin. Em xûşk-bira jî hiz dikin, lema jî em naxwazin înformasiya şexsî derheqa wan kesên dinra gilî kin. Em naxwazin bi gotinên xwe zirarê bidine wan, ku ewana şermî bin yan dilteng bin. Milûktî usa jî wê alî me bike wekî em merivên bi îtbar bin. Mesîhiyê milûk wê xwe bera neke ku pêşiya gişka înformasiyekê bela ke, seva pê wê yekê xwe qure ke (Fîlîpî 2:3). Ew naxwaze xwe ber çevê meriva bilind ke, ew wanara nade kifşê ku ew înformasiyeke konfîdênsyal zane, ya ku ew nikare eşkere ke. Usa jî, kesê milûk wê pê nihêrandina xwe van tişta şiroveneke û bela neke, çi ku Kitêba Pîrozda yan edebyetên meda nayê gotinê. w22.09 12 ¶12-13

Înî, 19 Tîrmehê

Wê zanîn zêde bibe (Dan. 12:4).

Melek Daniyêlra gotibû, ku zanebûna rast wê zêde be û xizmetkarên Xwedê wê gotinên ji kitêba wî diha baş fem bikin, lê “wê tu kesî ji yên xiraba ye, fem nekin” van gotina (Daniyêl 12:10). Gerekê em bi rabûn-rûniştina xwe îzbat kin, ku em nava merivên xirabda nînin (Malaxî 3:16-18). Yehowa îro van meriva top dike, kîjana ku ew ça malê xweye xas hesab dike. Gelo em naxwazin nava wanda bin? Rojên me bi rastî jî rojên mexsûs in. Demeke nêzîkda, hemû kesên xirab wê bêne kutakirinê. Paşê, emê pêkhatina vê yekê bivînin, çi ku Yehowa Daniyêlra soz dabû: “Tê hişyar bibî û xelata xwe bistînî” (Daniyêl 12:13, ÎM). Hergê tu hizreta wê rojê yî ku Daniyêl û merivên teyî hizkirî ji mirinê rabin, her tiştî bike wekî tu amin bimînî. Hingê navê te wê kitêba jîyînêda bimîne! w22.09 24 ¶17; 25 ¶19-20

Şemî, 20 Tîrmehê

Ez te dişînim (Hezql. 2:3).

Hezeqêl ji van gotina qewat distand. Gelo çira? Bêşik, ewî zanibû, ku gava Yehowa Mûsa û Îşaya ça pêxember kifş kiribûn, ewî wanra jî usa gotibû (Derketin 3:10; Îşaya 6:8). Usa jî, Hezeqêl zanibû, wekî Yehowa alî van du pêxembera kiribû, ku ewana nava tengasiyada serkevin. Bi saya vê yekê ku Yehowa du cara Hezeqêlra got “ez te dişînim”, ewî dikaribû xwe bispêre alîkariya Yehowa. Xêncî vê yekê, kitêba Hezeqêlda gelek cara usa tê gotinê: “Gotina Xudan ji minra hat” (Hezeqêl 3:16; 6:1). Hezeqêl bêşik bawer bû ku Yehowa ew şandibû. Usa jî, Hezeqêl kurê kahîn bû, û bêşik bavê wî jêra gilî kiribû, wekî Yehowa çawa pêxemberên xwera gotibû, ku ew kêleka wan e. Mesele, Yehowa Îshaq, Aqûb û Yêremyara usa gotibû: “Ez tevî te me” (Destpêbûn 26:24; 28:15; Yêremya 1:8). w22.11 2 ¶3

Led, 21 Tîrmehê

Ev e jiyîna heta-hetayê (Yûhn. 17:3).

Rast e Adem û Hewayê gune kirin û bi vê yekê mirin anîne ser zarên xwe, lê yeke Yehowa qirara xwe neguhastiye (Îşaya 55:11). Ew dixwaze ku merivên amin her-heyî bijîn. Tiştên ku Yehowa gotiye û kiriye, wekî qirara xwe pêk bîne, vê yekê eşkere nîşan dikin. Yehowa soz daye ku ewê miriya rake û mecalê bide wan, wekî heta-hetayê bijîn, û xizmetkarên Xwedê yên berê bi vê yekê bawer bûn (Karên Şandiya 24:15; Tîto 1:1, 2). Mesele, Îbo bawer bû, ku Yehowa ji dil dixwaze miriya rake (Îbo 14:14, 15). Daniyêl pêxember zanibû ku mecala miriya heye, wekî bêne rakirin û heta-hetayê bijîn (Zebûr 37:29; Daniyêl 12:2, 13). Cihûyên ku rojên Îsada dijîtin zanibûn, wekî Yehowa dikare “jiyîna heta-hetayê” bide xizmetkarên xweye amin (Lûqa 10:25; 18:18). Îsa jî çend cara besa vê yekê kiribû, û ew xwexa jî pê qewata Bavê xwe ji mirinê hat rakirin (Metta 19:29; 22:31, 32; Lûqa 18:30; Yûhenna 11:25). w22.12 4-5 ¶8-9

Duşem, 22 Tîrmehê

Ez Teda guman im, Xudano (Zeb. 31:14).

Yehowa dixwaze ku em nêzîkî wî bin (Aqûb 4:8). Ew hazir e ku bona me bibe Xwedê, Bav û Dost. Ew duayên me dibihê, û gava em dikevin tengasiya, ew alî me dike. Usa jî, ew me bi saya teşkîleta xwe hîn dike û diparêze. Seva ku em nêzîkî Yehowa bin, gerekê em jêra dua bikin, Xebera wî bixûnin û ser Xebera wî kûr bifikirin. Bi saya van tişta, emê diha zêde wî hiz bikin û qîmet kin. Emê bixwazin guhdariya wî bikin û pesinê wî bidin (Eyantî 4:11). Çiqas zêde em Yehowa nas bikin, haqas emê diha zêde îtbariya xwe wî û teşkîleta wî bînin, ya ku ewî bona kara me saz kiriye. Mîrê-cina her tiştî dike, ku em îtbariya xwe Yehowa û teşkîleta wî neynin. Seva ku em nekevin vê telikê û terka Xwedê û teşkîleta wî nedin, gelek ferz e ku baweriya me qewî be û em bi dil û can îtbariya xwe Yehowa bînin (Zebûr 31:13, 14). w22.11 14 ¶1-3

Sêşem, 23 Tîrmehê

Ji bo ku ji Xwedayê xwe pêva neperizin îlahekî [xudanekî] din û jêra xulamtiyê nekin, wana canê xwe avît xeterê (Dan. 3:28, ÎM).

Gelek Mesîhî azaya xwe û hela hê emirê xwe jî dikine bin xofê, çimkî Yehowa hiz dikin û wî ça Serwêr qebûl dikin. Mîna sê xortên Îbranî, yên ku seva aminiya xwe Yehowara, ji agir hatin xilazkirinê, Mesîhî jî her tiştî dikin wekî Yehowara amin bimînin. Bi van gotina, Dawid Padşa nîşan kir ku çiqas ferz e wekî em Yehowara amin bimînin û bêqisûrtiya xwe xwey kin: “Xudan ser miletada dinihêre. Xudano, Tu heqîyê li min bike, li gora wê rastî û bêsûcîya min” (Zebûr 7:8). Rêzeke dinda jî, Dawid usa got: “Helalî û rastî bira min xwey kin, çimkî ez bi guman hîvîya Te me” (Zebûr 25:21). Em dixwazin Yehowara amin bimînin! Vî çaxî emê jî xwe mîna zebûrbêj texmîn kin, yê ku Yehowara got: “Aminên Te bira eşq û şa bin” (Zebûr 132:9). w22.10 17 ¶18-19

Çarşem, 24 Tîrmehê

Hunurên wiye nexuya, . . . bi efirîna xuya dibin (Rom. 1:20).

Îbo jîyîna xweda tevî gelek meriva xeber dida, lê xeberdana wî tevî Yehowa xeberdaneke lape mexsûs bû. Yehowa dîna Îbo kişande ser çend efrînên xwe. Bi vê yekê, Îbo fem kir ku bîlaniya Xwedê bêqisûr e û ew dikare xizmetkarên xwe bibe xweyî. Mesele, Xwedê anî bîra Îbo, ku hergê Ew bona heywana xem dike, Ewê eseyî bona wî jî xem bike (Îbo 38:39-41; 39:1, 5, 13-16). Îbo rind dîna xwe dida efrîna, lema jî ew derheqa hunurên Yehowa gelek tiştên qîmet hîn bû. Hergê em rind dîna xwe bidine tiştên ku Xwedê efirandine, emê jî derheqa Wî gelek tişta pêbihesin. Lê ev yek carna çetin e. Mesele, hergê em şeherda dimînin em nikarin bi temamî dîna xwe bidine tebiyetê. Lê kesên ku ji şeher der dimînin, kîderê ku tebiyet heye, diqewime wedê wan tune ye, ku dîna xwe bidine tebiyetê, lema jî lazim e, wekî em wede veqetînin ku rind dîna xwe bidine tebyetê. w23.03 15 ¶1-2

Pêşem, 25 Tîrmehê

Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike (Metlk. 22:3).

Îsa gotibû, pêşiya ku xilazî bê, “erdhejên mezin” û teşqelên din jî wê biqewimin (Lûqa 21:11). Usa jî, ewî besa “zêdebûna neheqiyê” kiribû. Mesele, em îro divînin ku zulm, zordarî û têrorîzm diqewimin (Metta 24:12). Îsa qe negotibû, ku ev bela wê tenê bêne serê kesên ku Yehowa Xwedê înkar dikin. Çawa em zanin, gelek xizmetkarên Yehowa jî rûyê van teşqelada zirar standine (Îşaya 57:1; 2 Korintî 11:25). Dibeke Yehowa me bi keremetî ji hemû teşqela xwey neke, lê ew wê bona hewcên me xem bike, wekî em bîna xwe fire kin û dilrihetiyê unda nekin. Hergê em nihada xwe hazir kin, wê mera diha hêsa be, wekî dilrihet bimînin. Gelo ev hazirbûn tê hesabê, ku baweriya me hindava Yehowa kêm e? Hemikî na. Bi rastî gava em xwe hazir dikin, em baweriya xwe nîşan dikin, ku Yehowa bi rastî dikare alî me bike. Xebera Xwedê şîretê dide me, wekî em xwe bona teşqelên tebiyetê hazir kin. w22.12 18 ¶9-10

Înî, 26 Tîrmehê

Xwedê ez berî we şandime vira, bona xweykirina jîyîna we (Destp. 45:5).

Çaxê Ûsiv kelêda bû, Yehowa du xewnên ecêb nîşanî Firewin kir. Firewin gelek dixwest mena wan xewna bizanibûya. Gava Firewin bihîst ku Ûsiv dikare xewna şiroveke, ewî gazî Ûsiv kir. Bi alîkariya Yehowa, Ûsiv xewnên Firewin şirovekirin û jêra got ku gerekê ew çi bike. Firewin ew li ser temamiya welatê Misirê kire wezîrê belakirina xwarinê, çimkî fem kir ku Yehowa tevî Ûsiv e (Destpêbûn 41:38, 41-44). Paşê, birçîbûneke giran him Misirêda, him jî Kenanêda destpêbû, dêmek wî welatîda, kîderê ku malbeta Ûsiv dijît. Hingê Ûsiv dikaribû malbeta xwe ji xelayê xilaz ke. Bi vî cûreyî, Ûsiv çawa malbeta bavê xwe xwey kir, usa jî xeza rikiniyata Mesîhê sozdayî. Eşkere ye, ev Yehowa Xwedê bû, yê ku her tiştîda destê Ûsiv li hev dianî! Axiriyêda, Yehowa xirabiya birên Ûsiv da xebatê ça mecal, bi saya çi jî ewî qirara xwe anî sêrî. w23.01 17 ¶11-12

Şemî, 27 Tîrmehê

Miqatî xwe bin (Lûqa 21:34).

Kesê ku miqatî xwe dibe û haş ji xwe heye, dîna xwe dide tiştên ku dikarin zirarê bidin dostiya wî tevî Yehowa, û ew aliyê xweda her tiştî dike, wekî xwe ji van xofa xwey ke. Bi vî cûreyî, ew hizkirina Xwedêda dimîne (Metelok 22:3; Cihûda 20, 21). Pawlosê şandî Mesîhiyara gotibû, wekî ewana miqatî xwe bin. Mesele, ewî Efesiyara usa gotibû: “Awa binihêrin ku hûn nigê xwe fesal bavêjin, nebine mîna bêfema, lê mîna serwaxta” (Efesî 5:15, 16). Mîrê-cina timê xîret dike, wekî dostiya me tevî Yehowa xirab ke. Lema jî Kitêba Pîroz vê şîretê dide me: “Bizanibin çi ye qirara Xudan”. Hergê em usa bikin, emê xwe ji hemû hicûmên Mîrê-cina biparêzin (Efesî 5:17). Seva ku em safîkirinên baş bikin, em gerekê fem bikin ku “çi ye qirara” Yehowa. Lema jî gelek ferz e, wekî em her roj Xebera Xwedê bixûnin û ser gotinên wê kûr bifikirin. Çiqas em fem bikin ku xwestina Yehowa çi ye, û çiqas em li gora “nêt-fikira Mesîh” bifikirin, emê haqas zêde mîna ‘serwaxta bimeşin’. Hergê em usa bikin, bona her tiştî mera îda wê qanûn û qeyde ne lazim bin (1 Korintî 2:14-16). w23.02 16-17 ¶7-9

Led, 28 Tîrmehê

Hiş-aqilê xwe nû kin û bi vê yekê werin guhastin, seva fem kin çi ye qirara Xwedê ku qencî, xweşî û kamilî ye (Rom. 12:2, DT).

Em timê jî mala xwe temiz dikin, usa nîne? Gava em derbazî maleke teze dibin, hemikî em wî rind paqij dikin. Lê hergê em mala xwe hertim paqij nekin, emê wext şûnda nava tozêda bifetisin. Lema jî, lazim e ku em hertim mala xwe temiz kin, wekî mala me ter-temiz û cî-war be. Mîna vê yekê, lazim e ku em berdewam kin ser fikir û xeysetê xwe bixebitin. Pêşiya ku em hatine nixumandinê, me hilbet gelek xîret dikir ku jîyîna xwe biguhêzin û “xwe ji hemû kirêtiya qalib û ruhê xwe paqij kin” (2 Korintî 7:1). Lê niha jî lazim e ku em berdewam kin “bi ruh û fikirên xweda nûyejiyîn bin” (Efesî 4:23). Toz û qirêjaya vê dinyayê dikare me zû bilewitîne. Lema jî, seva ku em ber çevê Yehowa temiz bimînin, gerekê em timê fikir, xeyset û xwestinên xwe bicêribînin. w23.01 8 ¶1-2

Duşem, 29 Tîrmehê

Ewî dît ku Ruhê Xwedê mîna kevotkekê hate xwarê û ser wî danî (Met. 3:16).

Bîne ber çevê xwe ku tu guh didî xeberdana Îsa Mesîh. Gotinên Nivîsarên Pîroz timê bîra wîda bûn û ewî gelek cara ev yek bi serbestî dida xebatê! Gava Îsa hate nixumandinê û bi ruhê pîroz ça Mesîh hat bijartinê, ça kifş e jîyîna wîye li ezmana dîsa kete bîra wî. Mesele, gotinên wîyî pêşin ku ewî paşî nixumandinê got û hine gotinên wîyî pêşiya mirina wî, rêzên ji Nivîsarên Pîroz bûn (Qanûna Ducarî 8:3; Zebûr 31:5; Lûqa 4:4; 23:46). Îsa wedê xizmetiyê jî nava sê sal û nîvada gelek cara ber cimetê ji Nivîsarên Pîroz dixwend, rêz diwekilandin û şirovedikirin (Metta 5:17, 18, 21, 22, 27, 28; Lûqa 4:16-20). Gelek sala pêşiya ku Îsa xizmetiya xwe destpêkir, ewî timê Xebera Xwedê dixwend û dibihîst. Malda, ewî bêşik dibihîst ku Ûsiv û Meryemê çawa raste-rast ji Nivîsarên Pîroz xeber didan (Qanûna Ducarî 6:6, 7). Usa jî Îsa timê roja Şemiyê tevî malbeta xwe diçû kinîştê (Lûqa 4:16). Çaxê wêderê Nivîsarên Pîroz dihatine xwendinê, ewî baş guhdarî dikir. w23.02 8 ¶1-2

Sêşem, 30 Tîrmehê

Xudan Xwedêyê xwe hiz bike (Mark. 12:30).

Gelek menî hene, ji bo çi jî em Yehowa hiz dikin. Mesele, te fem kiriye ku Yehowa “kanîya jîyanê” ye û “her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil” ji wî tê (Zebûr 36:9; Aqûb 1:17). Belê, her tiştê qenc dayîna Bavê meyî dilovan û destvekirî ye. Qurbana Îsa pêşkêşeke gelek qîmet e, ku Yehowa daye me. Em çima dikarin usa bêjin? Hela ser dostiya Yehowa û Kurê wî bifikire. Îsa usa got: “Bav min hiz dike” û “ez Bavê hiz dikim” (Yûhenna 10:17; 14:31). Yehowa û Îsa bi mîlyarda sala tevayî bûn, lema jî dostiya wan gelekî qewî ye (Metelok 8:22, 23, 30). Hela bifikire, gava Xwedê hîşt wekî Kurê wî gelek cefa bikişîne û bê kuştinê, êşa dilê wî çiqas giran bû. Yehowa te û hemû meriva usa hiz dike, ku ewî Kurê xweyî hizkirî bona me kire qurban. Lema jî em dikarin emirê heta-hetayê bistînin (Yûhenna 3:16; Galatî 2:20). Gelo eva menîke mezin nîne, ku em Xwedê hiz bikin? w23.03 4-5 ¶11-13

Çarşem, 31 Tîrmehê

Çî we heye qewîn bigirin (Eyan. 2:25).

Em gerekê guh nedin hînkirinên rabera. Îsa hine kesên civata Pergamayêda rast kirin, çimkî wana yektiya civatê xirab dikir (Eyantî 2:14-16). Ewî payê xûşk-birên li Tiyatîrayê da, çimkî wana xwe ji “Surên Mîrêcine Kûr” dûr digirt, û ewî wanra got wekî ewana rastiyê “qewîn bigirin” (Eyantî 2:24-26). Lazim bû wekî kesên ku ketibûn ber bayê hînkirinên qelp tobe kirana. Gelo ders bona me çi ye? Gerekê em hînkirinên ku miqabilî fikirên Yehowa ne, înkar kin. Raber xwe usa nîşan dikin ku tê bêjî xwedêxof in, lê bi rastî ewana ji Yehowa dûr in (2 Tîmotêyo 3:5). Seva ku em bi hînkirinên qelp nexapin, gerekê em Xebera Xwedê bi dil û can lêkolîn bikin (2 Tîmotêyo 3:14-17; Cihûda 3, 4). Em gerekê bi cûrê rast Yehowa bihebînin. Heger em tiştekî usa dikin, seva çi jî Yehowa dikare hebandina me qebûl neke, em gerekê derbêra ser xwe bixebitin û xwe rast kin (Eyantî 2:5, 16; 3:3, 16). w22.05 4 ¶9; 5 ¶11

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin