Tebax
Pêşem, 1 Tebaxê
Ji bo kesên ji Xudan ditirsin û qedirê navê wî digirin, li ber wî nivîseke bîranînê hate nivîsandin (Malx. 3:16, ÎM).
Gelo Yehowa çira navên wan meriva ‘pirtûkeke bîranînêda’ dinivîse, yên ku bi xeberdana xwe nîşan dikin ku ji wî ditirsin û ser navê wî difikirin? Xeberdana me nîşan dike, ku dilê meda çi heye. Îsa usa gotibû: “Çi ku dilada heye zar jî wê dibêje” (Metta 12:34). Yehowa wê jîyîna heta-hetayê bide wan meriva, kî ku wî hiz dikin. Ev yek ku Yehowa wê hebandina me qebûl bike yan na, xeberdana meva jî girêdayî ye (Aqûb 1:26). Hine kesên ku Xwedê hiz nakin, hêrs, sert û qure xeber didin (2 Tîmotêyo 3:1-5). Hemikî em naxwazin mîna wan bin. Em dixwazin ku Yehowa ji xeberdana me razî be. Heger em tenê xizmetêda yan civatada şîrin-şîrin, bi merîfetî û dilovanî xeber din, lê çaxê xûşk-bira me navînin, tevî neferên xwe sert xeber din, gelo Yehowa wê ji me razî be? (1 Petrûs 3:7). w22.04 5 ¶4-5
Înî, 2 Tebaxê
[Ewê] bijenine ya qav . . . destê wê ji her tiştî bikin, wê tezî kin û goştê wê bixwin, êgirda bişewitînin (Eyan. 17:16).
Xwedê ev yek wê bike dilê deh stirûya û cenewirê, wekî qira Babîlona Mezin bînin. Belê, Yehowa wê fikira xwe bike dilê mileta, wekî ewana bi saya cenewirê sorê gevez, dêmek teşkîleta Miletên Yekbûyî, hicûmî ser hemû rêlîgiyên qelp bikin û wana bi temamî qir kin (Eyantî 18:21-24). Em gerekê çi bikin? Gerekê xwedênasiya me ber çevê Xwedêyê me “rast û bêqusûr” be (Aqûb 1:27). Gelek ferz e ku em nekevin bin hukumê hînkirinên qelp, cejinên pûtparistî, bênamûsiyê û sêrbaziya Babîlona Mezin. Usa jî, gerekê em berdewam kin gazî meriva bikin, wekî ewana jî “ji nava wê derkevin”, seva ku “nebine heval-parên gunên wê” (Eyantî 18:4). w22.05 11 ¶17; 14 ¶18
Şemî, 3 Tebaxê
Ezê karên Xudan yên dilovaniyê . . . bi bîr bînim (Îşa. 63:7, ÎM).
Dê-bavno, Mecala bigerin ku derheqa Yehowa û keremên ku we ji wî standine, zarên xwera gilî kin (Qanûna Ducarî 6:6, 7). Ev yek gelek ferz e, îlahî heger hûn nikarin lêkolîna Kitêba Pîroz her heftê malda tevî zarên xwe derbaz kin ji bo vê yekê, ku kesek malbeta weda Şedê Yehowa nîne. Xûşkeke me Krîstîna, dibêje: “Timê nedihate standinê wekî derheqa Yehowa tevî zarên xwe xeber dim, lema jî çiqas destê min dihat min hemû mecal rind didane xebatê”. Tevî zarên xwe derheqa teşkîleta Yehowa û xûşk-bira pozîtîv xeber din. Rûspiya sûcdar nekin, wekî zarên we çaxê hewce bin, hêsa nêzîkî wan bin û alîkariyê ji wan bixwazin. Malda edilayê xwey kin. Dayîkên delal û qîmet, timê mêr û zarên xwera nîşan kin, ku hûn wana hiz dikin. Bi nermî û bi qedir besa mêrê xwe bikin, û zarên xwe hîn bikin wekî ewana jî bi xeberdana xwe qedirê bavê xwe bigirin. Usa hûn dereceke baş saz dikin, ya ku mecalê dide, wekî zar derheqa Yehowa hîn bin (Aqûb 3:18). w22.04 18 ¶10-11
Led, 4 Tebaxê
Ez haş ji kirên te heme (Eyan. 3:1).
Elametiya ku Îsa şandibû civata Efesê nîşan dike, ku xûşk-birên wêderê himberî çetinaya sebir dikirin û bi aminî Yehowara xizmet dikirin. Lê sed heyf ku wana hizkirina xweye pêşin unda kiribû. Seva ku Yehowa hebandina wan qebûl kira, lazim bû ku wana hizkirina xwe tezeda gur kira. Îro jî sebirkirin ferz e, lê gerekê em vê yekê bi nêta rast bikin. Xwedê ne tenê dîna xwe didê ku em çi dikin, ew dîna xwe didê ku em vê yekê çira dikin. Nêta dilê me bona wî gelek ferz e, çimkî ew dixwaze wekî em bi hizkirin û razîbûnê wî bihebînin (Metelok 16:2; Markos 12:29, 30). Gerekê em berdewam kin hişyar bimînin. Civata Sardeysda problêmeke din hebû. Xûşk-birên wêderê berê bi dil û can Yehowara xizmet dikirin, lê xîreta wan îda sist bibû. Lema jî, Îsa wanra got wekî ewana hişyar bin (Eyantî 3:1-3). Belê, Yehowa wê tu car cefê me bîr neke (Îbranî 6:10). w22.05 3 ¶6-7
Duşem, 5 Tebaxê
Her şixulîda kar heye (Metlk. 14:23).
Silêman digot wekî ew şabûna ku meriv ji keda xwe distîne, “dayîna Xwedê” ye (Waîz 5:18, 19). Silêman vê yekêda xwexa jî bawer bû. Ewî mal ava kiribûn, rez û bax çandibûn, hewz çêkiribûn û hela hê çend bajar jî ava kiribûn (1 Padşatî 9:19; Waîz 2:4-6). Ev yek bi rastî jî xebateke mezin bû, û Silêman bêşik ji keda xwe kêf distand. Lê Silêman zanibû seva ku bextewariya rast bistînin, ev yek bes nîne. Lema jî xêncî van şixula, ewî bona Yehowa jî gelek tişt kir. Mesele, ewî paristgeha Yehowa ava kir. Ev avakirina mezin heft sala kişand (1 Padşatî 6:38; 9:1). Silêman paşî kirina hemû şixulên xwe, fem kir wekî xizmetiya Yehowara tiştê herî ferz e. Ewî usa nivîsî: “Ji Xwedê bitirse û emrên wî bigire” (Waîz 12:13, ÎM). w22.05 22 ¶8
Sêşem, 6 Tebaxê
Xwedê bi Mesîh baxşande we (Efes. 4:32).
Kitêba Pîroz besa gelek meriva dike, kîjana ku ji Yehowa baxşandin standine. Mesela Minaşe Padşa bîne bîra xwe. Ewî gelek xirabî kiribû. Mesele, ewî pût dihebandin û him jî cimet berbi vê yekê hêlan dikir. Ewî hela hê zarên xwe jî pûtara qurban kiribû. Serda jî, ewî paristgeha Yehowada pûtek danîbû. Kitêba Pîroz dibêje ku Minaşe pê xirabiya xwe hêrsa Yehowa rakiribû (2 Dîrok 33:2-7). Dîsa jî, gava Minaşe ji dil tobe kir, Yehowa baxşande wî (2 Dîrok 33:12, 13). Dawid Padşa jî bîne bîra xwe. Ewî jî gunên giran kiribûn. Mesele, Dawid bênamûsî kiribû û mêrek dabû kuştinê. Dîsa jî, gava Dawid ji dil gunên xwe anî rûyê xwe, Yehowa baxşande wî (2 Samûyêl 12:9, 10, 13, 14). Belê, em dikarin bawer bin, wekî Yehowa hazir e bibaxşîne me. w22.06 3 ¶7
Çarşem, 7 Tebaxê
Sebir kin, gumana xwe unda nekin (Aqûb 5:8).
Carna hêsa nîne ku em hêviya xwe qewî xwey kin. Ev yek ku sozên Xwedê hê nehatine sêrî, dikare sebira me bicêribîne. Yehowa Xwedêyê heta-hetayê ye, lema jî nihêrandina wî ser wede, ji ya me cude ye (2 Petrûs 3:8, 9). Ewê nêta xwe bi cûrê herî baş bîne sêrî, lê dibeke ew vî wedeyî neyne sêrî, çaxê em hîviyê ne. Gelo çi dikare alî me bike, wekî hêviya me qewî be û em bi sebir hîviya vî wedeyî bin, çaxê Xwedê sozên xwe bîne sêrî? (Aqûb 5:7) Nêzîkî Yehowa bin, çimkî ewê her tiştî bîne sêrî, çi ku em hîviyê ne. Li gora Kitêba Pîroz, hêvî baweriyêva girêdayî ye. Belê, gerekê em bawer bikin “ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin” (Îbranî 11:1, 6). Çiqas ku baweriya me hindava Yehowa qewî dibe, haqas em diha zêde îzbat dibin, ku ewê hemû sozên xwe bîne sêrî. Seva ku hêviya me qewî bimîne, em gerekê Yehowara dua kin û Xebera wî bixûnin. Em nikarin Yehowa bivînin, lê dîsa jî em dikarin nêzîkî wî bin. Em bawer in ku gava em bi saya dua wîra xeber didin, ew me dibihê (Yêremya 29:11, 12). w22.10 26-27 ¶11-13
Pêşem, 8 Tebaxê
Eyûb [Îbo] devê xwe vekir û nalet [nifir] li roja bûyîna xwe anî (Îb. 3:1, ÎM).
Bide ber çevê xwe ku Îbo çawa nava xweliyêda rûniştî ye û êşê dikişîne (Îbo 2:8). Hevalên wî dibêjin ku ew merivekî baş nîne û hemû qenciya ku ewî kiriye, badîhewa ye. Derdên wî mîna barekî giran ser stûyê wî ne, û dilê wî seva mirina zarên wî gelek dêşe. Sêrîda, Îbo dengê xwe nake (Îbo 2:13). Hevalên Îbo dibeke difikirin ku ew wê îda pişta xwe bide Yehowa, lê Îbo usa nekir. Bi dengekî bawer, ew van hevalên qelpra dibêje: “Heta mirinê bêqisûrtiya xwe nahêlim!” (Îbo 27:5, DT). Gelo çi alî Îbo dikir, wekî ew van tengasiyên giranda qewî û mêrxas bimîne? Gava halê wî gelek xirab bû jî, ewî tu cara hêviya xwe unda nedikir, ku rojekê Xwedayê dilovan wê wî xilaz ke. Ewî zanibû ku heger ew bimire jî, Yehowa wê wî ji mirinê rake (Îbo 14:13-15). w22.06 22 ¶9
Înî, 9 Tebaxê
Lê hûn aha dua bikin: “Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be, Padşatiya te bê, emirê te be” (Met. 6:9, 10).
Dua pêşkêşeke gelek qîmet e, çimkî bi saya vê, em dikarin Efirandarê erd û ezmanara aza dua bikin. Hela bifikire: Sihet çi be jî û em kîderê bin jî, em dikarin dilê xwe Yehowara vekin. Yehowa her zimanî fem dike, û pêşiya ku em dua bikin, ne lazim e wekî em ji wî îzinê bistînin. Hergê em nexweşxanêda yan kelêda bin jî, Bavê meyî dilovan hertim guh dide duayên me. Em bona vê pêşkêşa qîmet gelek razî ne! Dawid Padşa mecala dua gelek qîmet dikir. Ewî Yehowara usa got: “Bira duayê min mîna bixûrê li ber Te bê qebûlkirinê” (Zebûr 141:1, 2). Rojên Dawidda, bixûra pîroz, ya ku ji aliyê kahînava bona hebandinê dihate xebitandinê, fesal dihate hazirkirinê (Derketin 30:34, 35). Mîna vê yekê, Dawid dixwest xeberên duayên xwe jî rind bijbêre. Xwestina me jî ev e, çimkî em jî dixwazin wekî duayên me Yehowa xweş bên. w22.07 20 ¶1-2; 21 ¶4
Şemî, 10 Tebaxê
Heyfhildan destê min e, ezê heyfê hilînim, Xudan dibêje (Rom. 12:19).
Heyfhildan ya Yehowa ye. Gava kesek miqabilî me gune dike, Yehowa îzinê nade ku em heyfê hildin (Romayî 12:20, 21). Xwedê her tiştî divîne, lê em nikarin bivînin. Em gunekar in û her tiştî nizanin (Îbranî 4:13). Carna jî, êmosiyên me dikarin ser nihêrandina me hukum kin. Lema jî Aqûb ji bîna ber Xwedê usa nivîsîbû: “Hêrsa mêriv rastiya Xwedê nayne sêrî” (Aqûb 1:20). Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê heqiyê û dîwana rast bike. Gava em dibaxşînine meriva, em nîşan dikin ku em îtbariya xwe heqiya Yehowa tînin. Xwedê soz daye wekî wê hemû zirarê ku me ji bo gune standiye, bi temamî bide hildanê. Lema jî wê baş be ku em problêmên xwe bidine destê wî. Dinya tezeda, birînên êmosiyalî û derdên berê wê îda “neyên bîranîn û neyên ser hişa” (Îşaya 65:17). w22.06 10-11 ¶11-12
Led, 11 Tebaxê
Hingê . . . [hûnê] bona navê min ber çevê hemû mileta reş bin (Met. 24:9).
Ev yek ku meriv me nefret dikin, îzbat dike wekî Yehowa ji me razî ye (Metta 5:11, 12). Sebeba vê nefretê, Mîrê-cina ye. Lê Îsa ji wî qewîtir e! Dîsa tiştek ku belakirina mizgîniya Padşatiyê çetin dike ev e, ku gelek ziman hene û em van zimana nizanin. Lê kitêba Eyantîda Îsa pêxembertî kiribû, ku rojên meda mizgînî wê nava gelek çetinayada jî bê belakirinê (Eyantî 14:6, 7). Gelo çi cûreyî? Ser malpera me jw.org, ser 1 000 zimanî zêdetir edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz hene, û em xîret dikin ku xebera Padşatiyê bigihînin her kesî. Ji bo vê yekê, Koma Rêberiyê safî kir ku kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” ser 700 zimanî zêdetir bê welgerandinê. w22.07 9 ¶6-7
Duşem, 12 Tebaxê
Cimet bi koma şêwirkira xilaz dibe (Metlk. 11:14).
Îsa yekî dilşewat bû. Mettayê şandî derheqa wî usa nivîsî: “Gava ewî elalet dît, gunê wî li wan hat, çimkî ewana mîna pezê bê şivan, beredayî û belabûyî bûn” (Metta 9:36). Lê gelo Yehowa ça ser meriva dinihêre? Îsa usa got: “Bavê weyî ezmana naxwaze ku ji van biçûka yek unda be” (Metta 18:14). Xeberên ça xweş in! Belê, çiqas baş em Îsa nas bikin, haqas zêde emê Yehowa hiz bikin. Seva ku tu bibî şagirtekî dilovan û gihîştî, tevî xûşk-birên cêribandî wede derbaz ke. Dîna xwe bidê ku ewana çiqas şa ne. Ewana seva safîkirina xwe ku Yehowara xizmet bikin, tu car poşman nabin. Bêje wan ku derheqa hine serhatiyên xweye xizmetiyêda gilî kin. Çaxê tu gerekê safîkirineke ferz bikî, ji wana şîretê bixwaze, çimkî ça Kitêba Pîroz nîşan dike, “koma şêwirkira” karê tîne. w22.08 3 ¶6-7
Sêşem, 13 Tebaxê
Çevê Xudan li ser rasta ye (1 Pet. 3:12).
Zû yan dereng, emê gişk rastî tengasiya bên. Lê emê tu car tenê nîbin. Mîna bavekî dilovan, çevê Yehowa hertim ser me ye. Ew kêleka me ye, ew hewar-gaziya me dibihê, û ew hazir e ku piştgiriya me bike (Îşaya 43:2). Em zanin ku em dikarin nava çetinayada amin bimînin, çimkî Yehowa bi merdanî her tişt daye me, wekî em bikaribin sebir kin. Wedê çetinaya em ji dua, Kitêba Pîroz, xwarina ruhanî û xûşk-birên dilgerm, qewatê distînin. Em çiqas şêkirdar in ku çevê Bavê meyî ezmana ser me ye. “Dilê me pê Wî şa dibe” (Zebûr 33:21). Seva ku em Yehowara nîşan kin, wekî em alîkariya wî qîmet dikin, em gerekê hemû tiştên ku ewî daye me, bidine xebatê. Usa jî, gerekê em xîret bikin ku bin perê Xwedêda bimînin. Hergê em çi ji destê me tê bikin, wekî guh bidin Yehowa û tiştên rast bikin, çevê wî wê heta-hetayê ser me be! w22.08 13 ¶15-16
Çarşem, 14 Tebaxê
Xeberên Te temamîya xweva rastî ne (Zeb. 119:160).
Gelek meriv nizanin ku îtbariya xwe kê bînin. Ewana bawer nakin wekî kesên navdar, mesele polîtîk, zandar yan bîznêsmên, bi rastî bona wan xem dikin. Usa jî, ewana îda qedirê rêberên rêlîgî nagirin, yên ku dibêjin ew Mesîhî ne, çimkî ewana tenê rûva nîşan dikin, wekî guh didine Xebera Xwedê. Lema jî îda baweriya gelek meriva hindava Kitêba Pîroz unda bûye. Em xizmetkarên Yehowa ne, lema jî em bawer in, wekî “Xwedayê rastiyê” ew e, û ew timê xêra me dixwaze (Zebûr 31:5; Îşaya 48:17). Bêşik, em dikarin îtbariya xwe gotinên Kitêba Pîroz bînin. Em tevî gotinên zandarekî Kitêba Pîroz qayîl in, ew dibêje: “Gotinên Xwedêda qet şaşî tune û qet şik jî tune, ku gilîkî Xwedê wê neyê sêrî. Xizmetkarên Xwedê dikarin îtbariya xwe gotinên wî bînin, çimkî ewana îtbariya xwe Xwedê tînin”. w23.01 2 ¶1-2
Pêşem, 15 Tebaxê
Bira em bona hevdu xem bikin (Îbrn. 10:24).
Gava em baweriya xûşk-bira diha qewî dikin, em wana ava dikin. Mesele, hine xûşk-birên me ji aliyê nebawera rastî miqabilîbûnê tên. Hinek jî giran nexweş in yan dilbirîndar in. Usa jî, hine xûşk-birên me bi gelek sala hîviya xilaziya vê dinya xirab in. Tiştên usa dikarin baweriya wan bicêribînin. Qirna yekêda jî, hine kes rastî tengasiyên usa dihatin. Pawlos Nivîsarên Pîroz dida xebatê wekî baweriya xûşk-bira ava bike. Mesele, hine Mesîhiyên Cihûra dibeke çetin bû, ku caba neferên xweye nebawermend bidin, yên ku xwe qure dikirin û digotin ku Cihûtî ji Mesîhîtiyê çêtir e. Nema Pawlos Îbraniyara, bêşik gelek qewat da wan xûşk-bira (Îbranî 1:5, 6; 2:2, 3; 9:24, 25). Bi alîkariya şirovekirina wî, wana dikaribû dengê miqabila bibiriya. w22.08 23-24 ¶12-14
Înî, 16 Tebaxê
Xwezî li wî zilamê ku, bi Xudanra ewle dibe (Yêrem. 17:7).
Îro meriv nizanin îtbariya xwe kê bînin. Ewana gelek cara seva kirên serwêrên komêrsî, polîtîkî û rêlîgî eciz dibin û îtbariya xwe hindava wan unda dikin. Lema jî wanra çetin e îtbariya xwe heval, cînar û hela hê merivên xwe jî bînin. Kitêba Pîroz derheqa rojên me pêşda gotibû, ku meriv wê bibin “heram”, “buxdanbêj” û “nemam”, dêmek xeysetên wan wê mîna yê “mîrê vê dinyayê” be, yê ku qe bi îtbar nîne (2 Tîmotêyo 3:1-4; 2 Korintî 4:4). Em Mesîhî, zanin ku em dikarin îtbariya xwe Yehowa bînin. Em bawer in ku ew me hiz dike û tu car wê terka me nede (Zebûr 9:10). Usa jî, em dikarin îtbariya xwe Îsa Mesîh bînin, yê ku emirê xwe bona me berva da (1 Petrûs 3:18). Xêncî vê yekê, me bi çevê xwe dîtiye ku rêberiya Kitêba Pîroz bi îtbar e (2 Tîmotêyo 3:16, 17). w22.09 2 ¶1-2
Şemî, 17 Tebaxê
Xwezî li wan hemûyên ku ji Xudan xof dikin û rîya Wîda dimeşin (Zeb. 128:1).
Bextewariya rast tişteke usa nîne, ku zû tê û diçe. Meriv dikare temamiya emirê xweda bextewar be. Gelo çawa? Îsa Mesîh usa gotibû: “Bextewar in ew, yên ku fem dikin hewcetiya xweye ruhanî, çimkî Padşatiya Ezmana ya wan e” (Metta 5:3, DT). Îsa Mesîh zanibû ku xwestina însana heye, wekî Yehowa Xwedê nas bikin û wî bihebînin. Û çimkî Yehowa “Xwedêyê xwezilî” ye, yên ku jêra xizmet dikin jî dikarin bextewar bin (1 Tîmotêyo 1:11). Gelo bextewarî tê hesabê ku jîyîna meda qe derd wê tune bin? Na. Îsa wedê xizmetkirina ser çiyê got wekî ewên ku “bona rastîqedandinê têne zêrandinê” û kesên ku seva baweriya xwe têne bêhurmetkirinê jî, dikarin bextewar bin (Metta 5:4, 10, 11). Îsa hîn dikir ku bextewarî ne ev e gava jîyîna meda qe çetinayî tune ne, lê ev e, gava em haş ji hewcên xweye ruhanî hene û nêzîkî Xwedê dibin (Aqûb 4:8). w22.10 6 ¶1-3
Led, 18 Tebaxê
Merivê aqil xwe ker dike (Metlk. 11:12).
Serwaxtî alî me dike, ku em “dema hişbûnê û dema peyivînê” ji hev derxin (Waîz 3:7, ÎM). Hine kûltûrada gotineke usa heye, “xeberdan zîv e, lê hişbûn zêr e”. Belê, carna diha baş e ku em hiş bin û xeber nedin. Hela dîna xwe bidine vê meselê: Rûspîkî cêribandîra gelek cara dibêjin ku here alî civatên din bike, gava ewana rastî problêmên mezin tên. Rûspîkî din derheqa wî usa dibêje: “Ew tu cara derheqa civatên din înformasiya veşartî eyan nake”. Lema jî rûspî qedirê vî rûspiyê serwaxt digirin. Ewana bawer in ku ewê surên wan jî kesên dinra nebêje. Helalî jî hunurekî ferz ya îtbariyê ye. Em îtbariya xwe kesê helal tînin, çimkî em zanin wekî ewê hertim rastiyê bêje (Efesî 4:25; Îbranî 13:18). w22.09 12 ¶14-15
Duşem, 19 Tebaxê
Tu serwaxtî, bîlantî û şêwir tune ku himberî Xudan bisekine (Metlk. 21:30).
Gava bîlaniya rast “kûçada dike gazî”, gelek kes guh nadinê (Metelok 1:20). Kitêba Pîroz kesên usa nav dike ça “bêhiş”, “qerfkir” û “axmax” (Metelok 1:22-25). Merivên “bêhiş”, dêmek kesên necêribandî ev in, yên ku hêsa her tiştî bawer dikin yan jî têne xapandinê (Metelok 14:15). Îro bi mîlyona meriv ji aliyê serwêrên rêlîgî yan polîtîkê têne xapandinê. Hine merivên ku fem dikin wekî ewana hatine xapandinê, ecêbmayî dimînin, lê yên ku Metelok 1:22 besa wan dike, safî dikin wekî “bêhiş” bimînin, dêmek necêribandî, çimkî ev yek wana xweş tê (Yêremya 5:31). Ewana naxwazin bizanibin ku Kitêba Pîroz çi dibêje û guh bidin qanûnên wê. Yazix ku gelek meriv usa difikirin, lê em naxwazin mîna van meriva necêribandî bin! (Metelok 1:32; 27:12) w22.10 19 ¶5-7
Sêşem, 20 Tebaxê
Gura her serwêriyên merivayêda bin (1 Pet. 2:13).
Teşkîleta Xwedê bona sax-silametiya me rêberiyê dide me. Mera îda gelek car hatiye gotinê, ku gerekê em adrês û hejmara têla xwe bidin rûspiyên civatê, wekî ewana derecên çetinda bikaribin tevî me têklî bin. Diqewime mera rêberî bê dayînê, ku em çawa dikarin xwe biparêzin, kuda birevin û ji kîderê alîkariyê bistînin. Yan jî, dibeke mera bê gotinê, ku em çawa û kengê dikarin alîkariyê bidin kesên din. Hergê em guh nedin van rêberiya, em dikarin jîyîna xwe û jîyîna rûspiya jî bikine qeziyê, yên ku miqatî me dibin û bona me xem dikin (Îbranî 13:17). Gelek xûşk-birên me ji bo teşqelên tebiyetê yan tevlihevbûna welatda, bûne koçber. Ewana her tiştî dikin, wekî hînî halê xweyî teze bin û berdewam dikin şixulên ruhanîva mijûl bin. Mîna Mesîhiyên qirna yekê, yên ku ji bo peyketina bibûne koçber, ewana jî her dera “Mizgîniya xeberê” bela dikin (Karên Şandiya 8:4). Belakirina xebera xêrê alî wan dike, ku berî her tiştî dîna xwe bidin Padşatiya Xwedê, ne ku çetinayên xwe. Lema jî ewana dilrihetî û şabûna xwe unda nakin. w22.12 19 ¶12-13
Çarşem, 21 Tebaxê
Xudan tevî min e, ez natirsim (Zeb. 118:6).
Yehowa her kesî ji me qîmet dike. Pêşiya ku Îsa şagirtên xwe şande xizmetiyê, ewî alî wan kir, wekî ewana tirsa ber meriva alt kin (Metta 10:29-31). Ewî wanra besa çivîka kir, yên ku Îsraêlêda gelek belabûyî bûn. Rojên Îsada çivîkên usa yên lape erzan bûn. Lê ewî şagirtên xwera got: “Lê yek jî ji wan bêyî emirê Bavê we nakeve erdê”. Paşê ewî zêde kir: “Hûn ji gelek çivîka qîmettir in”. Bi van giliya Îsa dilê şagirtên xwe qewî kir, ku her yek ji wan ber çevê Yehowa qîmet e. Lema jî ne lazim e ku ewana peyketina bitirsin. Bêşik, gava şagirtên Îsa mizgînî li gund û bajara bela dikirin û çivîk didîtin, gotinên Îsa dihatin bîra wan. Niha her car gava tu çivîkên biçûk bivînî, bîne bîra xwe wekî tu ber çevê Yehowa “ji gelek çivîka qîmettir” î. Yehowa tevî te ye, lema jî ne lazim e wekî tu meriva bitirsî. w23.03 18 ¶12
Pêşem, 22 Tebaxê
We em ber çevê Firewin û xulamên wî reş kirin û şûr jî da destê wan ku me bikujin (Derk. 5:21).
Carna, jîyîna xweda em rastî çetinaya tên. Mesele, dibeke malbeta me qerfê xwe me bike, çimkî em Şedê Yehowa ne, yan dibeke em xebata xwe unda kin. Hergê tengasî dirêj bikişînin, dibeke em mêrxasiya xwe unda kin û xwe bêçare texmîn kin. Mîrê-cina mecalên usa dide xebatê, wekî şikê bike dilê me, ku Yehowa bi rastî me hiz dike. Ew dixwaze ku em bifikirin, wekî sebebê derdê me Yehowa yan jî teşkîleta wî ye. Berê, halê hine Îsraêliyên Misirêda usa bû. Serîda, wana bawer kir ku Mûsa û Harûn ji aliyê Yehowada hatine kifşkirinê, wekî wana ji dîltiyê aza bikin (Derketin 4:29-31). Lê paşê, gava Firewin barê wan hê giran kir, ewana fikirîn ku ev tengasî rûyê Mûsa û Harûnda pêşda hatin (Derketin 5:19, 20). Belê, Îsraêliya xizmetkarên Xwedê yên amin sûcdar dikirin. Sed heyf! Hergê tu jî mîna wan wextekî dirêj nav tengasiyêda bî, duada dilê xwe Yehowara veke û alîkariyê ji wî bixwaze. w22.11 15 ¶5-6
Înî, 23 Tebaxê
Ez rast bê xêlif wera dibêjim, wext tê û pêra gihîştiye jî, ku miriyê dengê Kurê Xwedê bibihên û ewên ku bibihên wê bijîn (Yûhn. 5:25).
Yehowa Kaniya Jîyînê ye, û qewata wî digihîjê ku miriya vegerîne jîyînê. Mesele, ewî qewat dabû Êlyas pêxember, wekî kurê jinebîke li bajarê Sereptayê ji mirinê rake (1 Padşatî 17:21-23). Paşê, Êlîşa bi alîkariya Xwedê kurê jinikeke Şûnemî ji mirinê rakir (2 Padşatî 4:18-20, 34-37). Serhatiyên usa nîşan dikin, ku qewata Yehowa digihîjê, wekî miriya ji mirinê rake. Gava Îsa ser erdê bû, ewî îzbat kir, wekî Bavê wî qewat daye wî ku miriya rake (Yûhenna 11:23-25, 43, 44). Îsa niha ser ezmana ye, û “hemû hukumê erd û ezmên” jêra hatiye dayînê. Lema jî, qewata Îsa digihîjê, “ku hemûyên tirbada” ji mirinê rake û mecalê bide wan heta-hetayê bijîn (Metta 28:18; Yûhenna 5:26-29). w22.12 5 ¶10
Şemî, 24 Tebaxê
Mala Îsraêlê nexwaze ku te guhdarî bike, ji ber naxwazin ku min guhdarî bikin (Hezql. 3:7).
Bi vê yekê ku Îsraêliya Hezeqêl înkar kir, bi rastî wana Yehowa înkar kir. Ji van giliyên rêza rojê, Hezeqêl fem dikir, wekî neguhdarîkirina cimetê nayê hesabê, ku ew pêxemberekî bêkêr e. Serda jî, Yehowa Hezeqêlra got ku gava dîwanên ku ewî elam dikir, bêne sêrî, cimet wê bizanibe wekî “nav wanda pêxemberek heye” (Hezeqêl 2:5; 33:33). Van gotinên Yehowa dilbînî û qewat dida Hezeqêl, wekî xizmetiya xwe bîne sêrî. Yehowa em jî şandine, û ev yek qewatê dide me. Em serbilind in, ku ew me ça “Şedên” xwe nav dike (Îşaya 43:10, ÎM). Ev qedirekî gelek mezin e! Çawa ku Yehowa Hezeqêlra gotibû “netirse”, ew mera jî dibêje: “Netirsin!” (Hezeqêl 2:6). Gelo çira em gerekê dijmina netirsin? Çimkî mîna Hezeqêl, Yehowa em jî şandine, û ew piştgiriya me dike (Îşaya 44:8). w22.11 3-4 ¶4-5
Led, 25 Tebaxê
Gilîgero surê eyan dike, lê şîrhelal wê yekê vedişêre (Metlk. 11:13).
Îro em rûspî û alîkarçiyê civatêye amin gelekî qîmet dikin. Belê, ev birên amin bona me xem dikin, û em ji Yehowa razî ne ku ewî birên usa delal daye me. Gelo em çawa dikarin nîşan kin, ku em jî merivên bi îtbar in? Em xûşk-bira ji dil hiz dikin, û em xêra wan dixwazin. Lê dîsa jî, em gerekê xwegirtî bin û nekevine nav şixulên wane şexsî. Qirna yekêda, Pawlos derheqa hine Mesîhiya gotibû ku ewana gilîgero ne, û “tevî şixulê xelqê dibin û tiştên necayîz xeber didin” (1 Tîmotêyo 5:13). Em naxwazin mîna wan bin. Bide ber çevê xwe, kesek tiştekî şexsî mera dibêje, û naxwaze wekî ev yek bikeve guhê kesekî din. Mesele, dibeke xûşkek mera besa nexweşî yan problêmeke xwe dike û mera dibêje ku bira ev yek orta meda bimîne. Lazim e wekî em li gora xwestina wê bikin. w22.09 10 ¶7-8
Duşem, 26 Tebaxê
Hiş-aqilê xwe nû kin û bi vê yekê werin guhastin (Rom. 12:2).
Gilî-gotina Yûnanî “hiş-aqilê xwe nû kin”, ne tenê ev e, ku em jîyîna xwe bi çend kirên qenc bixemilînin. Lazim e ku em dilê xwe û xeysetê xwe bicêribînin. Hergê lazim be, gerekê em xwe biguhêzin, wekî jîyîna me heta destê me tê, li gora prînsîpên Yehowa be. Gerekê em vê yekê ne tenê carekê, lê timê bikin. Gava em bigihîjin bêqisûrtiyê, wî çaxî wê hêsa be wekî em pê hemû kirên xwe dilê Yehowa şa kin. Lê heta wê demê, gerekê em ser xwe bixebitin ku bigihîjin vê nêtê. Dîna xwe bidinê ku Romayî 12:2-da, Pawlos nav nûkirina hiş-aqilê me û femkirina qirara Xwedêda çi girêdan çêkir. Em gerekê nekevin ber bayê vê dinyayê, lê xwe bicêribînin û têderxin hela fikirên Xwedê ser nêt û safîkirinên me çiqas hukum dikin. w23.01 8-9 ¶3-4
Sêşem, 27 Tebaxê
Tu barê xwe bide Xudan Ewê hilgire dewsa te. Ewê tu car nehêle, wekî yê rast bilikume (Zeb. 55:22).
Em çi dikarin ji jîyîna Ûsiv hîn bin? Yehowa nakeve nav hemû dereca ku rastî me tên. Gelo Yehowa usa dike, wekî tiştên xirab bêne serê me bona menîke baş? Kitêba Pîroz usa nabêje (Waîz 8:9; 9:11). Çi jî hebe em zanin, ku çaxê em dikevine tengasiya, Yehowa divîne û hewar-gaziya me dibihê (Zebûr 34:15; Îşaya 59:1). Xêncî wê yekê, Yehowa dikare alî me bike, wekî em nava hemû cûre çetinayada serkevin. Gelo çawa? Gelek car Yehowa alî me dike bi wê yekê, ku em wextda berdilî û hêlanî bistînin (2 Korintî 1:3, 4). Gelo derecekî usa tê bîra te, çaxê te wedê lazimda berdilî û hêlanî ji Yehowa stand? Gelek car, tenê paşî wê yekê ça tengasiya me xilaz dibe, em fem dikin ku Yehowa çawa alî me kiriye. w23.01 17-18 ¶13-15
Çarşem, 28 Tebaxê
Ew cenewirê ku wextekê hebû û niha tune, . . . wê here unda be (Eyan. 17:11).
Ev cenewir mîna cenewirê bi heft seriya ye, lê rengê wî sorê gevez e. Ew ça “heykelê cenewir” û ça “padşê heyşta” tê navkirinê (Eyantî 13:14, 15; 17:3, 8). Kitêba Eyantî dibêje ku ev “padşa” hebû, paşê betavebû û paşê dîsa xuya bû. Ew yek bi rastî jî eyan dike, wekî ew teşkîleta Miletên Yekbûyî ye, ya ku bona piştgiriya sîstêma polîtîka hemdinyayê hate sazkirinê. Pêşiyê, ev ça Lîga Mileta eyan bû. Lê Wedê Şerê Hemdinyayê ya II, ew hilşiya. Paşê, ew ça Miletên Yekbûyî tezeda dîsa pêşda hat. Cenewirên polîtîkî bi saya propaganda xwe, wê nav meriva din, wekî miqabilî Yehowa û xizmetkarên wî rabin. Bi sîmbolîk, ewana wê “hemû padşên dinyayê” bona şerê Harmegedonê, dêmek bona “Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê”, bicivînin (Eyantî 16:13, 14, 16). w22.05 10 ¶10-11
Pêşem, 29 Tebaxê
Tu çawa dixûnî? (Lûqa 10:26)
Wext şûnda, Îsa xwexa jî hîn bû Nivîsarên Pîroz bixûne. Lema jî, ewî Nivîsarên Pîroz baş zanibû, ewî nivîsar hiz dikir û dihîşt ku ew ser wî hukum bikin. Mesele, bînin bîra xwe ev derece, gava Îsayê 12 salî paristgehêda bû. Dersdarên ku Qanûna Mûsa rind zanibûn, “xeberdana wî dibihîstin, ser zanebûn û cabên wî zendegirtî diman” (Lûqa 2:46, 47, 52). Em jî dikarin Xebera Xwedê baş bizanibin û hiz bikin. Bona vê yekê, lazim e wekî em her roj Xebera Xwedê bixûnin. Em dikarin ji xeberên ku Îsa qanûnzana, Fêrisî û Sadûqiyara gotibû, hine tişta hîn bin. Wana gelek car Nivîsarên Pîroz dixwendin, lê Xebera Xwedê ser hiş û dilê wan hukum nedikir. Îsa dîna wan kişande ser sê tişta, yên ku wana nedikir. Giliyên wî ku ewî wanra gotibû, alî me dikin wekî em (1) tiştên ku dixûnin fem bikin, (2) rastiyên qîmet bivînin, û (3) bihêlin wekî Xebera Xwedê ser hiş û dilê me hukum ke. w23.02 8-9 ¶2-3
Înî, 30 Tebaxê
Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike (Metlk. 22:3).
Hine telikên ku gerekê em xwe ji wan dûr bigirin ew in: Flîrt, xwarin û vexwarina zêde, gotinên ku dila birîndar dikin, usa jî nihêrandina zordariyê, pornografiyayê û tiştên mîna wê (Zebûr 101:3). Mîrê-cina her gav mecala digere, wekî zirarê bide dostiya me tevî Yehowa (1 Petrûs 5:8). Hergê em haş xwe tune bin, Mîrê-cina dikare toximên hevsûdiyê, qelpiyê, timayê, kîn û nefretê, qurebûn û xeydê, hiş û dilê meda biçîne (Galatî 5:19-21). Hergê em wana zû kokêva ranekin, ewê mîna şînkaya jerdadayî şîn bin û zirarê bidine me (Aqûb 1:14, 15). Hevaltiya xirab telikeke veşartî ye. Gerekê em vê yekê bîr nekin: Kesên ku em wedê xwe tevî wan derbaz dikin, dikarin gelek ser me hukum kin (1 Korintî 15:33). Hergê em haş ji xwe hebin, emê tevî kesên usa hevaltiyê nekin, çimkî ew li gora qanûn û prînsîpên Yehowa Xwedê nameşin (Lûqa 21:34; 2 Korintî 6:15). Em gerekê pêşda telik û xofê têderxin û xwe ji van dûr bigirin. w23.02 16 ¶7; 17 ¶10-11
Şemî, 31 Tebaxê
Bi vê yekê em hizkirina xwe hindava Xwedêda didine kifşê, gava em temiyên wî diqedînin (1 Yûhn. 5:3).
Çiqas baş tu Yehowa nas bikî, haqas hê zêde tê wî hiz bikî. Bêşik, tu dixwazî him niha him jî heta-hetayê nêzîkî wî bî. Û ev yek rêalî ye. Ew dixwaze wekî tu bi gotin û kirên xwe dilê wî şa bikî (Metelok 23:15, 16). Tu dikarî jîyîna xweda bidî kifşê, wekî tu bi rastî Yehowa hiz dikî. Eva nêta here baş e ya ku tu dikarî bidî pêşiya xwe! Gelo tu ça dikarî hizkirina xwe Yehowara bidî kifşê? Ya ewlin, duayê xweyî şexsîda Yehowara bêje, wekî tu dixwazî jîyîna xwe tesmîlî wî kî (Zebûr 40:8). Paşê gava tu bêyî nixumandinê, her kes wê bivîne, wekî te jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kiriye. Roja nixumandinê rojeke gelek xweş û mexsûs e. Tu jîyîneke teze destpêdikî ne ku bona xwe, lê bona Yehowa (Romayî 14:8; 1 Petrûs 4:1, 2). Ev yek dide kifşê wekî te gaveke gelek ferz avîtiye. Dêmek nixumandin derê jîyîneke xweş û bextewar ber te vedike. w23.03 5-6 ¶14-15