Îlon
Led, 1 Îlonê
Heger yek xwe xwedênas hesab dike û zimanê xwe nikare, ew xwexa xwe dixapîne, xwedênasiya wî pûç e (Aqûb 1:26).
Heger em pêşkêşa xeberdanê rast bidine xebatê, merivên din wê zelal bivînin, ku em xizmetkarên Yehowa ne. Ewana wê firqiya nav merivên ku Xwedêra xizmet dikin û kesên ku jêra xizmet nakin, rind bivînin (Malaxî 3:18). Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşkeke bi navê Kîmbêrlî. Mektebêda, ewê ders standibû, kîjan ku gerekê tevî hevaldersxaneke xwe hazir kira. Çaxê wana tevayî ders hazir dikir, hevaldersxana Kîmbêrlîyê dît ku ew derheqa tu kesî xirab xeber nade, timê pozîtîv xeber dide û çêra nake. Ev yek usa ser wê hukum kir, ku wede şûnda ewê destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Gava em zar-zimanê xwe rast didine xebatê, em meriya dikişînin ser riya rastiyê û dilê Yehowa gelek şa dikin! Em gişk jî dixwazin bi xeberdana xwe Yehowa rûmet kin. w22.04 5-6 ¶5-7
Duşem, 2 Îlonê
[Kulfet] bi hebûka xweva wanra berdestî dikirin (Lûqa 8:3).
Îsa Mesîh Meryema Mejdelanî ji hukumê cina xilaz kir! Ew usa razî bû, ku xwest bibe şagirta Îsa û xizmetiyêda piştgiriya wî bike (Lûqa 8:1-3). Rast e Meryem bona gelek tişta ji Îsa şêkirdar bû, lê dibeke ewê hê fem nedikir ku Îsa Mesîh wê axiriyêda bona wê çi bike. Ewî gerekê jîyîna xwe bida, wekî “her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe” (Yûhenna 3:16). Meryemê şêkirdariya xwe bi vê yekê da kifşê, ku Îsa Mesîhra amin ma. Gava Îsa Mesîh li ser stûna cefayê diçerçirî, Meryem nêzîkî wî sekinî bû, çimkî ewê bona wî xem dikir, û dixwest dilbîniyê bide wî û merivên din, yên ku wêderê bûn (Yûhenna 19:25). Paşî mirina Îsa, Meryemê û du jinên din biharetên bînxweş bona definkirina wî anîne tirbê (Markos 16:1, 2). Çaxê Îsa ji mirinê hate rakirinê, Meryemê ew dît û pêra xeber da. Ev mecal neketibû destê gelek şagirta (Yûhenna 20:11-18). w23.01 27 ¶4
Sêşem, 3 Îlonê
Xwezî tu yan sar bûyayî yan jî germ (Eyan. 3:15).
Gerekê em nefikirin ku heger me berê bi dil û can Yehowara xizmet dikir, niha îda ne lazim e wekî em haqas xîret bin. Heger sihet-qewata me îda ne mîna ya berê ye, dîsa jî em gerekê hişyar bimînin û heta xilaziyê “her gav şixulê Xudanda pêşda herin” (1 Korintî 15:58; Metta 24:13; Markos 13:33). Hebandina me gerekê bi xîret û bi dil û can be. Elametiya ku Îsa şandibû civata Lawdikya eşkere dike ku wêderê, problêmeke din hebû. Hebandina wan îda “golî” bibû. Lema jî, Îsa wanra got ku ewana “merim, reben, belengaz, kor û tezî” ne. Lazim bû ku wana hebandinêda xîreta xwe gur kira (Eyantî 3:16, 17, 19). Ders bona me çi ye? Heger xîreta me kêm bûye, gerekê em keremên ku me ji Yehowa û ji teşkîleta wî standine, diha zêde bişêkirînin (Eyantî 3:18). Usa jî em gerekê haş ji xwe hebin, wekî xwestina me ku bi jîyîneke rihet bijîn, nebe menî ku em hebandina xwe Yehowara daynin ser ciyê duda. w22.05 3-4 ¶7-8
Çarşem, 4 Îlonê
Bona yên ku ji Xudan ditirsin . . . li ber wî pirtûkek[e] bîranînê hate nivîsandin (Malx. 3:16).
Bi hezara sala, Yehowa kitêbeke mexsûs dinivîse. Vê kitêbêda, navên kesên amin hene. Merivê pêşin, yê ku navê wî vê kitêbêda hatibû nivîsandinê, kurê Adem Habîl bû (Lûqa 11:50, 51). Ji wî çaxîva, Yehowa navên merivên din jî vê kitêbêda zêde kirine, û îro têda bi mîlyona nav hene. Kitêba Pîroz vê kitêbê ça “pirtûkek[e] bîranînê” û “kitêba jiyînê” nav dike (Malaxî 3:16; Eyantî 3:5; 17:8). Vê kitêba mexsûsda navên wan hemû meriva nivîsî ye, yên ku bi xof û hurmetê Yehowa dihebînin, û navê wî qîmet dikin. Mecala wan heye ku jîyîna heta-hetayê bistînin. Hergê em ser hîmê qurbana Îsa Mesîh nêzîkî Yehowa bin, navê me jî dikare vê kitêbêda bê nivîsandinê (Yûhenna 3:16, 36). Firqî tune ku em hîviya jîyîna ser ezmana ne yan ser erdê, em gişk jî dixwazin wekî navê me vê kitêbêda hebe. w22.09 14 ¶1-2
Pêşem, 5 Îlonê
Ew Mîrêcinê ku ew xalifandin, wê bê avîtinê nava gola agirê kirkûtê (Eyan. 20:10).
Kitêba Eyantî besa “ziyakî zerî mezin” dike (Eyantî 12:3). Ev ziya tevî Îsa Mesîh û melekên wî şer dike (Eyantî 12:7-9). Ew hicûmî xizmetkarên Xwedê dike û qewatê dide cenewirên polîtîkî (Eyantî 12:17; 13:4). Gelo ev ziya kê ye? Ew “merê berê” ye, ku “jêra Mîrêcin û Şeytan dibêjin” (Eyantî 12:9; 20:2). Ew hemû dijminên Yehowa kontrol dike. Çi wê bê serê ziya? Eyantî 20:1-3 dibêje ku melekek wê Mîrê-cina bavêje “geliyê hey-wayê”, dêmek ça bêjî ewê kelêda girtî be. Hingê ewê “îdî mileta nexalifîne, heta hezar sal temam be”. Paşî vê yekê, Mîrê-cina û cinên wî wê bêne avîtinê “nava gola agirê kirkûtê”, çi ku qirkirina heta-hetayê tê hesabê. De bide ber çevê xwe, ku bê Mîrê-cina û cinên wî, jîyîn wê çiqas xweş be! w22.05 14 ¶19-20
Înî, 6 Îlonê
Ewê ku diziyê dike, bira îdî nedize, lê bi xûdana xweye helal bi destên xwe bixebite, ku bikaribe dest bavêje ketiya jî (Efes. 4:28).
Îsa yekî xebathiz bû. Ewî ji zarotiyêda şixulê necartiyê dikir (Markos 6:3). Bona dê-bavê wî hêsa nîbû ebûra malbetê bikin. Bêşik wana alîkariya Îsa gelek qîmet dikir. Îsa bêqisûr bû û qisûra xebata wî jî tune bû, lema jî dibeke mişteriya dixwestin çêkirina destên wî qazanc kirana. Rast e Îsa ji xebata xweye necartiyê şabûn distand, dîsa jî ewî wede didît wekî Yehowara xizmet ke (Yûhenna 7:15). Paşê ça xizmetkarê hertim, Îsa guhdarên xwera usa got: “Bona xwarina pûç nexebitin, lê bona wê xwarinê bixebitin, ya ku jiyîna heta-hetayêda dimîne” (Yûhenna 6:27). Wedê xizmetiya ser Çiyê, Îsa usa got: “Xiznê xwera li ezmên bicivînin” (Metta 6:20). Bîlaniya ji Xwedê alî me dike, wekî em nihêrandina rast hindava xebatê xwey kin. Kitêba Pîroz dibêje, wekî em gerekê bi dil û can bixebitin. w22.05 22 ¶9-10
Şemî, 7 Îlonê
Bira dê . . . pê te eşq [be] (Metlk. 23:25).
Eynikê Tîmotêyora meseleke baş hîşt. Bêşik, Tîmotêyo ji kirên diya xwe didît, ku ew çiqas Yehowa hiz dike û ku xizmetiya Yehowara, şabûneke çiqas mezin jêra tîne. Îro jî, gelek dayîk “bê gotin” neferên xwe anîne ser riya rastiyê (1 Petrûs 3:1, 2). Hûn jî dikarin usa bikin. Gelo çi cûreyî? Herî zêde dîna xwe bidin dostiya xwe tevî Yehowa (Qanûna Ducarî 6:5, 6). Mîna gelek dayîka, hûn jî gelek qurbana dikin. Bona hewcên fîzîkî yên zarên xwe, hûn wext, pere, xew û tiştên din qurban dikin. Dîsa jî, gerekê hûn bi van tişta haqas mijûl nebin, wekî wedê we nemîne ku hûn dostiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Lema jî berdewam kin wede veqetînin bona duayê şexsî, lêkolîna Kitêba Pîroz û civîna. Bi vî cûreyî, hûnê nêzîkî Yehowa bin, û hûnê him neferên xwera him jî kesên dinra bibine mesela baş. w22.04 16 ¶1; 19 ¶12-13
Led, 8 Îlonê
Gunê kesê sûcdar bîne serê wî, kesê rast jî li gora rastdariya wî mafdar [rast] derxe (1 Padş. 8:32, ÎM).
Em çiqas şa ne ku cabdariya me nîne, wekî em dîwana meriva bikin. Hakimê mezin, Yehowa, wê xwexa vê yekê bike (Romayî 14:10-12). Yehowa ji me baştir zane ku çi rast e û çi na, û em dikarin bi temamî bawer bin, ku Ewê hertim li gora prînsîpên xweyî bêqisûr dîwanê bike (Destpêbûn 18:25). Ew tu car neheqiyê nake! Em hizreta wê rojê ne, gava Yehowa wê hemû ziyanên ku ji qisûrdariyê û gune tên, bide hildanê. Hingê hemû birînên meye fîzîkî û êmosiyalî wê îda qenc bin (Zebûr 72:12-14; Eyantî 21:3, 4). Emê wana îda neynin bîra xwe. Heta ku ev roja xweş bê, were em mîna Yehowa rem bin û bibaxşînine meriva! w22.06 13 ¶18-19
Duşem, 9 Îlonê
Ev yek nabe ku hakimê temamîya dinyayê dîwana rast neke (Destp. 18:25).
Hakimekî baş gerekê qanûna rind bizanibe. Xêncî vê yekê, pêşiya ku hakim safîkirinê bike, ew gerekê bizanibe ku bi rastî çi qewimiye. Wî alîda jî Yehowa Hakimê herî baş e, çimkî ew haş ji her tiştî heye. Dinyayêda, gava hakim dîwana kesekî dikin, ewana bi temamî haş ji dereca wî tune ne. Ewana tenê li gora tiştên ku dibihên yan divînin, safîkirinê dikin. Lê Yehowa usa nîne. Ew bi temamî haş ji her tiştî heye (Destpêbûn 18:20, 21; Zebûr 90:8). Yehowa rind zane ku ser rabûn-rûniştina kesekî hukum dikin faktorên gênêtîk, tiştên ku biçûktayêda hatine serê wî, tiştên ku der-dora wî diqewimin û halê wîyî psîxolojî. Serda jî, Yehowa dilê meriva jî divîne. Ew nêt, fikir û xwestinên her kesî zane. Tu tişt nikare ji Yehowa bê veşartinê (Îbranî 4:13). Lema jî gava Yehowa dibaxşîne kesekî, menî ew e ku ew hûr bi hûr her tiştî zane. w22.06 4 ¶8-9
Sêşem, 10 Îlonê
Meriv ji bo canê xwe her tiştî dide (Îb. 2:4, ÎM).
Gerekê em rind bizanibin ku Mîrê-cina kîjan mêtod dida xebatê, wekî Îbo amin nemîne, çimkî îro jî ew wan mêtoda dide xebatê. Mîrê-cina digot ku em Yehowa ji dil hiz nakin, û heger em mecbûr bin, emê terka wî bidin, wekî emirê xwe xilaz kin. Usa jî, Mîrê-cina dibêje ku Xwedê me hiz nake û aminiya me bona wî badîhewa ye. Em haş ji derewên wî hene û îtbariya xwe Yehowa tînin, lema jî em nayêne xapandinê. Gava em rastî tengasiya tên, mecal dikeve destê me wekî diha baş xwe nas kin. Tengasiyên ku rastî Îbo hatibûn, alî wî kirin wekî ew hine kêmasiyên xwe bivîne û rast ke. Mesele, ew hîn bû ku gerekê diha milûk be (Îbo 42:3). Em jî gava rastî tengasiya tên, dikarin gelek tişt derheqa xwe hîn bin û kêmasiyên xwe bivînin. Gava em kêmasiyên xwe têderdixin, em dikarin ser xwe bixebitin û xwe rast kin. w22.06 23 ¶13-14
Çarşem, 11 Îlonê
Gotina Xudan ev e: “Hûn şedên min in, Xulamê min yê hilbijartî hûn in” (Îşa. 43:10, ÎM).
Yehowa soz dide ku ewê alî me bike. Mesele, pêşiya ku Yehowa got “hûn şedên min in”, ewî usa gotibû: “Gava tu avara derbaz bibî, ezê bi tera bim. Gava tu çemara derbaz bibî jî, wê ser tera neqelibin. Gava tu nav êgirra derbaz bibî, tê neşewitî û wê pêta êgir te neşewitîne” (Îşaya 43:2, ÎM). Wedê xizmetiyê, em carna rastî çetinayên usa tên, yên ku ça bêjî mîna “av” yan “êgir” in. Lê dîsa jî, bi alîkariya Yehowa, em berdewam dikin xizmetiya xwe tînin sêrî (Îşaya 41:13). Îro gelek meriv guh nadin mizgîniya Xwedê, ya ku em bela dikin. Lê ev yek nayê hesabê, ku em xizmetkarên baş nînin. Em zanin ku gava em xizmetiya xwe bi aminî tînin sêrî, Yehowa ji me razî ye. Pawlosê şandî usa gotibû: “Her kesê heqê xwe bistîne, weke xebata xwe” (1 Korintî 3:8; 4:1, 2). w22.11 4 ¶5-6
Pêşem, 12 Îlonê
Nava pûtparistada hûn xwe . . . pergal xwey kin (1 Pet. 2:12).
Îro pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz ber çevê me têne sêrî. Merivên “ji her ziman û ji her miletî” niha ‘zimanê paqij’ ya rastiya Kitêba Pîroz hîn dibin (Zekerya 8:23, ÎM; Sêfanya 3:9). Teşkîleta Yehowada zêdetirî 8 mîlyon meriv ji 240 welatî hene, û her sal bi deha hezara meriv têne nixumandinê. Tiştekî ku ji van hejmara ferztir e ev e, ku ev şagirtên teze “merivê nû” li xwe kirine (Kolosî 3:8-10). Gelek ji wan terka bênamûsî, zordarî, nasyonalîzm û firqîkirina orta meriva, dane. Çawa ku Îşaya 2:4-da hatibû pêxembertîkirinê, ew îda ‘hînî şer nabin’. Xîreta me ku “merivê nû” li xwe bikin, ser kesên din jî hukum dike û alî wan dike ku ew jî bibin şagirtên Îsa Mesîh. Usa jî, gava em çi ji destê me tê dikin ku “merivê nû” li xwe bikin, em îzbat dikin wekî em pey rêberê xwe Îsa Mesîh diçin (Yûhenna 13:35). Ev her tişt nişkêva nabe. Bi saya alîkariya Îsa em pêşda diçin. w22.07 9 ¶7-8
Înî, 13 Îlonê
Bira duayê min mîna bixûrê li ber Te bê qebûlkirinê (Zeb. 141:2).
Çaxê em Yehowara dua dikin, gerekê em bi qedir xeber din. Were em dîna xwe bidine xewn-xeyala Îşaya, Hezeqêl, Daniyêl û Yûhenna. Van xewn-xeyalada Yehowa ça Padşakî mezin eyan dibe. Mesele, xewn-xeyala Îşaya pêxemberda, Yehowa “li ser textekî bilind û mezin rûniştî” bû (Îşaya 6:1-3). Xewn-xeyala Hezeqêl pêxemberda, Yehowa li ser erebeya xwe ya ezmanî rûniştî bû, û der-dora wî mîna keskesor dibiriqî (Hezeqêl 1:26-28). Xewn-xeyala Daniyêlda, “Yê Herheyî” bi kincê sipî xuya dikir û textê wî mîna alava agir dişixulî (Daniyêl 7:9, 10, ÎM). Xewn-xeyala Yûhennayê şandîda, Yehowa li ser textekî rûniştî bû, û “keskesorê jî dora text girtibû, mîna îşiqa zimrûdê” (Eyantî 4:2-4). Gava em rûmeta Yehowaye mezin didin ber çevê xwe, em fem dikin wekî dua qedirekî çiqas mezin e. Lema jî gerekê em bi qedir wîra dua bikin. w22.07 20 ¶3
Şemî, 14 Îlonê
Bi derewên meriva [nexapin] (Efes. 4:14).
Cahilno Mîrê-cina dixwaze riya we bigire, wekî hûn ruhanîda pêşda neçin. Mesele, ew her tiştî dike, ku derheqa hine hînkirinên Kitêba Pîroz, şikê bike dilê we. Hine kes diqewime wera bêjin, wekî Xwedê tune û her tişt xwexa pêşda hatiye. Gava tu biçûk bûy, dibeke tu derheqa vê yekê gelek nedifikirîyî, lê diqewime ev têma rojekê ser dersên mektebê derbaz be. Gotinên dersdara derheqa têoriya êvolûsiyayê, dibeke bi logîkî bê kifşê. Lê dersdar hilbet van îzbatiya ku Xwedê heye, tu car kûr lêkolîn nekirine. Bîne bîra xwe ku Metelok 18:17 çi dibêje: “Yê pêşîyê gotina xwe dibêje, ku ew rast derê, lê gava dewkirê wî bê, wê bê enenekirinê”. Dewsa ku tu van tişta yên ku mektebêda têne gotinê, çevgirtî qebûl kî, rind dîna xwe bide rastiyên Kitêba Pîroz. w22.08 2 ¶2; 4 ¶8
Led, 15 Îlonê
Ev kitêba Qanûnê gerekê ji devê te neqete . . . Hingê wê riya te vebe û tuyê bi bîlanî tişta bikî (Yêşû 1:8, DT).
Em dixwazin mena gotinên ku em Xebera Xwedêda dixûnin fem bikin. Hergê em usa nekin, emê ji xwendinê bi temamî karê nestînin. Mesele, dîna xwe bide xeberdana Îsa tevî qanûnzanekî (Lûqa 10:25-29). Ewî Îsa pirsî ku ew çawa dikare jîyîna heta-hetayê qazanc ke. Îsa caba wî ji Xebera Xwedê da. Îsa usa got: “Qanûnêda çi nivîsar e? Tu çawa dixûnî?” Wî mêrî caba rast da. Ewî ji Nivîsarên Pîroz xeber da û got ku gerekê em Xwedê û hevalê xwe hiz bikin (Qanûna Kahîntiyê 19:18; Qanûna Ducarî 6:5). Lê paşê ewî Îsara usa got: “Hevalê min kî ye?” Evê pirsê derheqa wî tiştek eşkere kir. Ewî mena tiştên ku xwendibû fem nekiribû. Lema jî ewî nizanibû ku çawa van rêza jîyîna xweda bide xebatê. Em hewcê alîkariya Yehowa ne, ku bikaribin Xebera wî fem bikin. Lema jî ji wî ruhê pîroz bixwaze ku bikaribî ça lazim e dîna xwe bidî Xebera wî û jîyîna xweda bidî xebatê. w23.02 9 ¶4-5
Duşem, 16 Îlonê
Nava rastiyêda [bijîn] (3 Yûhn. 4).
“Tu çawa hatî ser riya rastiyê?” Nava Şedên Yehowada, ev pirs gelek cara tê dayînê. Gava em hevra dibine nas, yek ji pirsên pêşin, yên ku em ji hevdu dipirsin, ev e. Em gelek hiz dikin hevdura derheqa xwe gilî kin û bêjin, wekî me çawa Yehowa nas kiriye (Romayî 1:11). Xeberdanên usa tînin bîra me, wekî riya rastiyê çiqas qîmet e. Usa jî, em safî dikin ku timê “nava rastiyêda” bimînin, dêmek li gora xwestina Yehowa. Menî gelek in ku çira em rastiyê hiz dikin. Ya herî ferz, em Yehowa hiz dikin, yê ku Kaniya rastiyê ye. Bi saya Kitêba Pîroz, em ne tenê hîn bûne ku ew Efirandarê erd û ezmana ye, lê em pêhesiyane ku ew Bavê meyî dilovan e û bona me xem dike (1 Petrûs 5:7). w22.08 14 ¶1, 3
Sêşem, 17 Îlonê
Belengaza bîr nekin (Galt. 2:10).
Pawlosê şandî xûşk-birara got wekî ewana “qencîkirinêda” hêlana bidine hev (Îbranî 10:24). Ewî ne tenê bi gotinên xwe, lê bi kirên xwe jî alî xûşk-bira dikir. Mesele, gava Cihûstanêda xela destpêbû, Pawlos bona hine hewcên xûşk-birên wêderê xem kir (Karên Şandiya 11:27-30). Pawlos çiqas jî şixulê belakirina mizgîniyêva girêdayî bû, dîsa jî ew hertim hazir bû alîkariyê bide belengaza. Bi vî cûreyî, ewî baweriya xûşk-bira ava dikir, ku Yehowa wê wana xwey ke. Îro, gava em wext, xîret û feresetên xwe didine xebatê, wekî paşî teşqelên tebiyetê alîkariyê bidin xûşk-bira, yan jî bona şixulê hemdinyayê pera qurban dikin, bi vê yekê em jî baweriya xûşk-bira ava dikin. Usa em alî xûşk-bira dikin, wekî îtbariya xwe Yehowa bînin, ku ewê tu car wana nehêle. w22.08 24 ¶14
Çarşem, 18 Îlonê
Tu pêxembertî bi xwestina dilê meriva nehatiye dayînê, lê meriva bi rêberiya Ruhê Pîroz ji Xwedêda xeber dane (2 Pet. 1:21).
Terîxî nîşan dike, wekî gelek tiştên ku berêda Kitêba Pîrozda hatibûn nivîsarê, bi qirna şûnda hatin sêrî. Em ecêbmayî namînin, çimkî em zanin, ku kaniya van gotina, Yehowa ye. Bide ber çevê xwe, ku Kitêba Pîrozda derheqa wêrankirina Babîlonê çi hatibû gotinê. Qirna 8-da B.D.M., Îşaya pêxember ji bîna ber Xwedê nivîsî bû, ku bajarê Babîlonê, kîjan ku wî çaxî nav û deng bû, wê bê zeftkirinê. Serda jî, ewî pêxembertî kiribû, ku navê wî mêrî, kîjan ku wê bajêr bindest ke, Koreş e. Îşaya pêxember gotibû, ku ça dora bajar wê bê girtinê (Îşaya 44:27–45:2). Usa jî, Îşaya pêşda gotibû, ku axiriyêda Babîlon wê bi temamî bê wêrankirinê û tu car wê neyê avakirinê (Îşaya 13:19, 20). Sala 539-da B.D.M., bajarê Babîlonê kete destê Mediya-Farisa, û îro wî ciyî tenê kevir-kuçik mane. w23.01 4 ¶10
Pêşem, 19 Îlonê
Dil bidine hev (1 Têsln. 5:11).
Yehowa me bijartiye, ku em bibine para malbeta wî. Were bifikire ku ev yek bona me qedirekî çiqas mezin e û em ji vê yekê çiqas karê distînin! (Markos 10:29, 30) Ser temamiya dinyayê, xûşk-birên me hene, yên ku mîna me Yehowa hiz dikin û xîret dikin ku li gora prînsîpên wî bijîn. Gava em xûşk-birên din cara pêşin nas dikin, em hevdu derbêra ça neferên malê qebûl dikin. Û firqî tune ziman, kûltûr û kincxwekirina me çiqas ji hev cude dibin. Lê heçî zef me xweş tê çaxê em tevî wan Bavê xweyî ezmana dihebînin, û gelek ferz e wekî em tevî xûşk-bira yektiyêda bin (Zebûr 133:1). Carna ewana alî me dikin, wekî em barê xwe hilgirin (Romayî 15:1; Galatî 6:2). Usa jî, ewana dilê me qewî dikin, seva ku em xizmetiya Yehowada xîret bimînin û dostiya xwe tevî Yehowa xwey kin (Îbranî 10:23-25). Were bifikirin, halê me wê ça bûya, hergê civatê alî me nekira wekî em himberî dijminên xwe, dêmek himberî Mîrê-cina û dinya xirab, qewî bisekinin. w22.09 2-3 ¶3-4
Înî, 20 Îlonê
Yê zimanê xwe dikare ew aqil e (Metlk. 10:19).
Çaxê em malperên sosyal didine xebatê, ev yek carna zor e. Hergê em miqatî xwe nîbin, em dikarin bê hemdê xwe tiştên konfîdênsyal gelekara eşkere kin. Paşî ku em înformasiyekê bela kin, em îda nikarin kontrol kin meriv wê ça vê yekê bidine xebatê, û çi ziyan ev yek dikare bîne. Usa jî, xwegirtin alî me dike xwe ker kin, gava yên miqabil bi fêlbaziyê dixwazin înformasiya ji me derxin, ya ku dikare ziyanê bide xûşk-birên me. Carna polîs tiştên usa dikin, îlahî wan welatada kîderê ku şixulê Şedên Yehowa bi temamî yan hine tiştada qedexekirî ye. Derecên usada, çawa ku Kitêba Pîrozda tê gotinê, gerekê em ‘gemekê bavêjine’ devê xwe (Zebûr 39:1). Belê, lazim e ku em hertim bi îtbar bin, hindava malbeta xwe, hevalê xwe, hindava xûşk-bira û hindava kesên din. Û seva ku em bi îtbar bin, em hewcê xwegirtinê ne. w22.09 13 ¶16
Şemî, 21 Îlonê
Xwezî li wî bendeyî, ku . . . şabûna wî hînkirina Xudanda ye, şev û roj ser wê hînkirinê kûr difikire (Zeb. 1:1, 2).
Seva bi rastî bextewar bin, gerekê em xwarina ruhanî bistînin. Îsa usa gotibû: “Însan tenê bi nên najî, lê bi her xebera ku ji devê Xwedê derdikeve” (Metta 4:4). Lema bira rojek jî usa derbaz nebe, ku em Xebera Xwedê nexûnin. Bi saya Kitêba Pîroz, Yehowa bi hizkirinê me hîn dike ku em çawa dikarin bi jîyîneke bextewar bijîn. Ji vê kitêbê em pêdihesin, ku qirara wî bona me çi ye. Usa jî, em hîn dibin ku em çawa dikarin nêzîkî wî bin û gerekê em çi bikin, wekî Ew gunên me bibaxşîne. Xêncî vê yekê, em pêdihesin ku Yehowa bona axiriyê çi soz daye (Yêremya 29:11). Gava em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, rastiya derheqa van tişta dilê me şa dike. Gava em seva problêmên jîyînê dilteng dibin, wê baş be wekî em Xebera Yehowa hê zêde bixûnin û ser wê kûr bifikirin. w22.10 7 ¶4-6
Led, 22 Îlonê
Hişê xweda gihîştî bin (1 Korn. 14:20).
Kitêba Pîrozda şîret tê dayînê, ku cêribandî bin. Çaxê em li gora prînsîpên Kitêba Pîroz dijîn, em bîlaniyê qazanc dikin û dibine merivne cêribandî. Hêdî-hêdî, em pêdihesin ku ev prînsîp çawa dikarin alî me bikin, wekî em xwe ji problêma dûr bigirin û safîkirinên bîlan bikin. Wê baş be ku em xwe bicêribînin, hela em vê yekêda pêşda diçin yan na. Mesele, hergê em Kitêba Pîroz hîn dibin û tenê çend cara çûne civata, wê baş be ku em ji xwe bipirsin, hela me çima hê soz nedaye Yehowa, wekî wîra xizmet kin û hê nehatine nixumandinê. Yan jî, hergê em îda nixumandî ne, gelo em ça mizgînvan û dersdar pêşda diçin? Gelo safîkirinên me nîşan dikin, wekî em li gora rêberiya Kitêba Pîroz dijîn? Gelo em van hunura hindava merivada didine kifşê, yên ku Îsa dida kifşê? Hergê lazim be ku em hine tiştada xwe rast kin, were em guh bidin şîretên Yehowa, yên ku bîlaniyê didine kesên necêribandî (Zebûr 19:7). w22.10 20 ¶8
Duşem, 23 Îlonê
Ruh xwest ku biçe . . . diçûn wir (Hezql. 1:20).
Hezeqêl pêxember pê çevê xwe dîtibû, wekî ruhê Xwedê çiqas qewat e. Xewn-xeyalêda, Yehowa nîşanî wî kir, wekî ruhê pîroz çawa ser meleka û ser tekerekên mezin yên ereba ezmanî, hukum dike (Hezeqêl 1:21). Gava Hezeqêl ev yek dît, ew deverûya kete ser erdê (Hezeqêl 1:28). Paşê, her car çaxê Hezeqêl ev xewn-xeyal dianî bîra xwe, baweriya wî bêşik diha qewî dibû, ku bi alîkariya ruhê Xwedê, ewê bikaribe xizmetiya xwe bîne sêrî. Yehowa Hezeqêlra usa got: “Lawê meriv, rabe ser piya ku ez bi tera biaxifim [xeber dim]!”. Van gotina û ruhê Xwedêyî pîroz qewat da Hezeqêl, wekî ew rabe ser piya (Hezeqêl 2:1, 2). Gava Hezeqêl xizmetiya xwe dianî sêrî, “destê” Yehowa, dêmek ruhê pîroz, hertim rêberiya wî dikir (Hezeqêl 3:22; 8:1; 33:22; 37:1; 40:1). w22.11 4 ¶7-8
Sêşem, 24 Îlonê
Wê guhên te ji paşva . . . bibihên (Îşa. 30:21, ÎM).
Îşaya pêxember got ku Yehowa mîna dersdarekî ye ku pişt şagirtên xwe rê diçe û rêberiyê dide wan. Belê, Yehowa jî bi saya Kitêba Pîroz, ya ku bi qirna berê hatibû nivîsarê, tevî me xeber dide. Lema jî gava em Kitêba Pîroz dixûnin, em dengê Xwedê ça bêjî pişt xweva dibihên (Îşaya 51:4). Gelo em çawa dikarin ji rêberiya Yehowa karê bistînin? Were em bînine bîra xwe, ku Îşaya çi gotibû: “Rê ev e, vê rêra herin!”. Bes nîne, wekî em tenê bizanibin ku “rê” kîjan e. Lazim e ku em “vê rêra herin”. Yehowa bi saya teşkîleta xwe û Xebera xwe mera şirovedike û zelal dike, wekî em hîn bin, ku Ew ji me çi dewa dike û em çawa dikarin li gora xwestina Wî bijîn. Seva ku em bi şabûnê Yehowara xizmet kin û keremên wî bistînin, em gerekê herdu gava bavêjin. w22.11 11 ¶10-11
Çarşem, 25 Îlonê
Pey çûyîna minra gurên devxûn wê bikevine nava we (Kar. Şand. 20:29).
Zûtirekê paşî wê yekê çaxê heçî zef şandiyên Îsa mirin, Mesîhiyên qelp ketin nav civatê (Metta 13:24-27, 37-39). Ewana “tiştên xêlif” xeber didan, seva ku “şagirta pey xwe bibin” (Karên Şandiya 20:30). Mesele, ew Mesîhiyên qelp digotin, ku ji bo baxşandina gunên meriva, bes nîne ku bedena Îsa Mesîh “carekê bona gunehildana geleka” ça qurban bê dayînê. Wana digot ku qurbanbûna Îsa dîsa û dîsa gerekê bê dayînê (Îbranî 9:27, 28). Îro jî gelek meriv baweriya xwe vê hînkirina qelp tînin. Ewana her heftê, yan jî carna her roj dêrêda top dibin, seva ku qurbanbûna Îsa Mesîh derbaz kin. Lê hine dêrên dinda, mirina Îsa Mesîh diha kêm derbaz dikin, û heçî zef ji wana zelal fem nakin, wekî qurbanbûna Îsa Mesîh çi tê hesabê. w23.01 21 ¶5
Pêşem, 26 Îlonê
Qencî û alîhevkirinê bîr nekin (Îbrn. 13:16).
Wedê Serwêrtiya Hezarsalî, kesên mirî wê bêne rakirinê, û merivên guhdar wê bigihîjine bêqisûrtiyê. Merivên ku Yehowa wana ça kesên rast hesab dike, wê “li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:10, 11, 29). Û mirin, dêmek “dijminê xilaziyê” wê kokêva bê rakirinê (1 Korintî 15:26). Hêviya jîyîna her-heyî hêvîke saxlem e, çimkî hîmê vê hêviyê, Xebera Xwedê ye. Bi saya vê hêviyê, em dikarin li himberî tengasiyên van rojên axiriyê Yehowara amin bimînin. Hemikî, seva ku Yehowa ji me razî be, bes nîne, ku em tenê ji bo jîyîna her-heyî amin bimînin. Ya herî ferz ev e, ku em Yehowa û Îsa Mesîhîra amin bimînin, çimkî em wana gelek hiz dikin (2 Korintî 5:14, 15). Lema jî, em dixwazin çev bidine wan û kesên dinra derheqa hêviya xwe gilî kin (Romayî 10:13-15). Hergê em xwehiz nîbin, lê destvekirî bin, Yehowa wê me heta-hetayê ça dostên xwe qebûl bike. w22.12 6-7 ¶15-16
Înî, 27 Îlonê
Her kesê ku dixwaze yektiya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê (2 Tîmt. 3:12).
Wedê peyketina, em dikarin gelek tiştên ku dilrihetiyê didin me, unda kin. Tirs û xof dikare bikeve dilê me, ku axiriyêda çi wê biqewime. Fikir û hestên usa normal in. Lê gerekê em haş ji xwe hebin, çimkî Îsa pêşda gotibû ku şagirtên wî dikarin wedê zêrandina bilikumin (Yûhenna 16:1, 2). Rast e em dikarin rastî zêrandina bên, lê çawa Îsa gotibû, em dikarin amin bimînin (Yûhenna 15:20; 16:33). Gava şixulê me bi temamî yan hine aliyada tê qedexekirinê, dibeke em ji Beytelê yan ji rûspiya rêberiyê bistînin. Nêta vê rêberiyê ew e, ku em bêne xweykirinê, xwarina ruhanî berdewam kin bistînin û heta ku mecal heye mizgîniyê bela kin. Em bi dil û can dixwazin li gora wê bimeşin (Aqûb 3:17). Usa jî, gerekê em tu car înformasiya derheqa xûşk-bira yan şixulên civatê, wan merivara eşkere nekin, îzina kê tune vê yekê bizanibe (Waîz 3:7). w22.12 20-21 ¶14-16
Şemî, 28 Îlonê
Xîretê bide kifşê (Îbrn. 6:11).
Îro, Îsa rêberiya şagirtên xwe dike, wekî ewana mizgîniya Padşatiya Xwedê hemû dera bela kin. Bi saya teşkîleta Yehowa, Îsa me hîn dike û hacetên lazim dide me, wekî em mizgîniyê bela kin (Metta 28:18-20). Em dixwazin gura Îsa bikin, lema jî em mizgîniyê bi dil û can bela dikin û meriva hîn dikin. Usa jî, heta ku Yehowa xilaziya vê dinya xirab bîne, em dixwazin hişyar bimînin. Hergê em şîreta ji Îbranî 6:11, 12 bînin sêrî, emê “heta xilaziyê” hêviya xwe unda nekin. Yehowa îda roj kifş kiriye ku kengê dinya Mîrê-cina qir ke. Gava ew roj bê, Yehowa wê hemû sozên xwe bîne sêrî. Dibeke em carna difikirin ku xilaziya vê dinyayê derengî dikeve. Lê roja Yehowa ‘wê dereng nemîne’ (Hebaqûq 2:3, ÎM). Heta hingê, em dixwazin bi dil û can û bi sebir “hîviya Xwedê xilazkarê xwe” bin (Mîxa 7:7, DT). w23.02 19 ¶15-16
Led, 29 Îlonê
Tu heyîn tune mîna Te (Zeb. 40:5).
Merivê ku hildikişe ser çiyê, nêta wî ew e ku bigihîje serê çiyê. Ser riya xwe ew rastî gelek ciyên bedew tê, ber kîjana disekine û dîna xwe dide bedewbûna tebiyetê. Anegorî vê yekê, tu jî timê wede xwera veqetîne, seva ku awa gotî bisekinî û bifikirî, hela Yehowa çawa alî te kiriye, wekî nava tengasiyada sebir kî. Her êvar ji xwe bipirse: “Gelo, min îro çida kerema Yehowa dît? Hergê jî problêma min safî nabe, gelo Yehowa çawa alî min dike ku ez sebir kim?” Çi jî hebe, alîkarî û keremên Yehowa tu car bîr neke. Diqewime tu dua dikî, seva ku tengasiya te xilaz be (Fîlîpî 4:6). Lê gerekê em tu car bîr nekin, ku Yehowa îro ça me kerem dike. Yehowa soz daye me, ku ewê qewatê bide me û alî me bike, wekî em sebir kin. Lema jî timê seva alîkariya Yehowa razî be. Çawa ku Yehowa hertim riya Ûsiv rast dikir, bawer be ku ewê riya te jî rast ke, wekî tu serkevî! (Destpêbûn 41:51, 52) w23.01 19 ¶17-18
Duşem, 30 Îlonê
Hîviya Roja Xwedê bin (2 Pet. 3:12).
Ji xwe bipirse: “Gelo jîyîna min nîşan dike, wekî ez rind fem dikim, ku xilaziya vê dinyayê gelek nêzîk e? Gelo safîkirinên min derheqa bijartina xebat û hînbûnê didine kifşê, wekî jîyîna minda xizmetiya Yehowara tiştê herî ferz e? Gelo ez bawer dikim ku Yehowa wê bona hewcên min û malbeta min xem bike?” Gava Yehowa divîne ku em li gora qirara wî dijîn, ew gelek şa dibe (Metta 6:25-27, 33; Fîlîpî 4:12, 13). Em gerekê fikirên xwe hertim bicêribînin û hergê lazim be, gerekê em wana rast bikin. Pawlos Korintiyara usa got: “Hûn dilê xwe bicêribînin û dîna xwe bidinê, ka hûn nava baweriyêda ne? Xwe enene kin” (2 Korintî 13:5). Seva ku berdewam kin hişê xwe nû kin, gerekê em Xebera Xwedê bixûnin û hîn bin ku mîna wî bifikirin. Paşê, çi lazim be jî, gerekê em vê yekê bikin ku xwe li gora qirara Yehowa rast bikin (1 Korintî 2:14-16). w23.01 9 ¶5-6