Hezîran
Led, 1 Hezîranê
Gerekê em bi gelek cefakişandinê bikevine Padşatiya Xwedê (Kar. Şand. 14:22).
Yehowa kerem dikir şagirtên Îsa yên ku qirna yekêda, gelek car rastî peyketina dihatin. Were em şêwir kin, ku çi hate serê Barnabas û Pawlosê şandî, çaxê Lîstrayêda wana mizgînî bela dikir. Sêrîda meriva bi dilgermî ewana qebûl kirin. Lê paşê dijmina “elalet dane aliyê xwe” û hine merivên ku pêşda Pawlos qebûl kiribûn, wî dane ber kevira û wêderê hîştin, çimkî difikirîn ku ew miriye (Karên Şandiya 14:19). Lê Barnabas û Pawlos çûne cîkî din, ku mizgîniyê bela kin. Axirî çi bû? Wana gelek meriv “kirine şagirt” û pê mesela xwe gelek xûşk-bira qewî kirin (Karên Şandiya 14:21, 22). Ew yek ku Barnabas û Pawlos hela hê wedê peyketina jî mizgînî bela dikirin, gelekara kar anî. Hergê em jî şixulê ku Yehowa daye me bi aminî bînin sêrî, Ewê me jî kerem ke. w23.04 16-17 ¶13-14
Duşem, 2 Hezîranê
Bibihê Xudano, duayê min û dîna Xwe bide lavayên min. Oxirmê giranda, Te dikim gazî, Tu bona min dibî hewarî (Zeb. 86:6, 7).
Dawid Padşa emirê xweda rastî gelek dijminên xof dihat, û ewî bona alîkariyê timê Yehowara dua dikir. Dawid Padşa bawer dikir, wekî Yehowa duayên wî him dibihê him jî caba wî dide. Tu jî dikarî vê yekêda bawer bî. Kitêba Pîroz îzbat dike, ku Yehowa dikare bîlanî û qewatê bide me, wekî em sebir kin. Dibeke ew bi saya xûşk-bira, yan jî bi saya kesên ne bawermend, alî me bike. Em zanin wekî Yehowa caba duayên me dide, lê cara ne usa çawa ku em dixwazin. Tiştên ku mera lazim in, ew wexta rastda dide me. Lema jî, her gav dua bike û bawer be, ku Yehowa dengê te dibihê. Tu dikarî bawer bî, wekî Yehowa wê te bibe xweyî û dinya tezeda “xwestinên dilê te bide te” (Zebûr 37:4). w23.05 8 ¶4; 13 ¶17-18
Sêşem, 3 Hezîranê
Ez çi bidime Xudan, bona temamîya qencîya Wîye ser min? (Zeb. 116:12)
Wê baş be dîna xwe bidî wan kerema, yên ku tu distînî gava digihîjî nêta xwe. Gelo tu dikarî dîna xwe bidî kîjan kerema? Hergê nêta te ev e ku Kitêba Pîroz bixûnî, yan duayên xwe baş kî, bifikire ku ev yek wê ça dostiya te tevî Yehowa diha qewî ke (Zebûr 145:18, 19). Lê hergê nêta te ev be, wekî tu ser hunurekî xwe bixebitî, dîna xwe bidê ku ev hunur çawa alî te dike wekî heleqetiya xwe tevî kesên din hê baş kî (Kolosî 3:14). Xwera binivîse ku tuyê çi karê bistînî, gava bigihîjî nêta xwe û timê dîna xwe bide vê nivîsarê. Usa jî wede tevî van meriva derbaz ke, yên ku te hêlan dikin (Metelok 13:20). Cara xwestina me tune ku em tiştekî bikin. Gelo ev tê hesabê ku em nikarin ser xwe bixebitin wekî bigihîjine nêta xwe? Na. Em jî dikarin mecala bigerin ku bigihîjin nêta xwe, hela hê vî çaxî jî gava xwestina me tune ye. Hemikî ev yek hêsa nîne. Lê gava em bigihîjin nêta xwe, emê gelek şa bin. w23.05 27-28 ¶5-8
Çarşem, 4 Hezîranê
Meriv çi diçîne, wê jî diçine (Galt. 6:7).
Zanebûna vê yekê, ku em bona safîkirinên xwe cabdar in, alî me dike wekî em gunên xwe bînin rûyê xwe, şaşiyên xwe rast kin û dîsa van şaşiya nekin. Hergê em usa bikin, emê reva jîyînêda serkevin. Hergê te safîkirineke nebaş kiriye, tu çi dikarî bikî? Tiştê çû nede dû. Wede û qewata xwe ser vê yekê xerc neke, wekî xwe heq derxî yan jî kesên din sûcdar kî. Dewsa vê yekê, şaşiyên xwe qebûl ke û li gora dereca xwe, safîkirinên baş bike. Hergê tu xwe neheq dikî, bi milûktî Yehowara dua bike, şaşiya xwe wîra bêje û ji wî reca bike, ku ew bibaxşîne te (Zebûr 25:11; 51:3, 4). Ji kesên ku te dilê wan êşandiye, baxşandinê bixwaze. Hergê lazim be, ji rûspiya alîkariyê bixwaze (Aqûb 5:14, 15). Ji şaşiyên xwe hîn be, wekî dîsa van şaşiya nekî. Hergê tu usa bikî, tu dikarî bawer bî wekî Yehowa wê hindava teda dilrem be û alî te bike (Zebûr 103:8-13). w23.08 28-29 ¶8-9
Pêşem, 5 Hezîranê
[Yoaş] temamiya rojên xwe, tiştên çevê Xudanda rast in kirin, çimkî Yehoyadayê Kahîn hînî wî dikir (2 Padş. 12:2, ÎM).
Yehoyada alî Yoaş padşa kir, wekî ew bibe merivekî baş. Lema jî cahiltiya xweda, Yoaş dixwest dilê Yehowa şa kira. Lê paşî mirina Yehoyada, Yoaş destpêkir gura serokên raber bike (2 Dîrok 24:4, 17, 18). Wana guh nedida pêxemberên Yehowa. Bi vê yekê, wana dilê Yehowa dêşand. Yoaş hela hê guh nedida Zekerya jî, kurê Yehoyada, yê ku him pêxemberê Yehowa bû him jî merivê Yoaş bû. Yoaş Padşa Zekerya da kuştinê (2 Dîrok 22:11; 24:19-22). Tirsa ber Xwedê dilê Yoaşda nemabû. Yehowa gotibû, ku kê Wî nefret dike, wê bê nefretkirinê (1 Samûyêl 2:30). Paşê, ordiya biçûk ya Sûryayê ordiya mezin ya Yoaş alt kir û wî birîndar kirin (2 Dîrok 24:24, 25). Xulamên Yoaş heyfa Zekerya hildan û wî kuştin. w23.06 18-19 ¶16-17
Înî, 6 Hezîranê
Hûn jî wextekê terî bûn, lê niha hûn . . . ronayî ne (Efes. 5:8).
Weke 10 sal pêşda, Efesêda Pawlos mizgînî bela dikir (Karên Şandiya 19:1, 8-10; 20:20, 21). Ewî xûşk-bira gelek hez dikir û dixwest alî wan bike, wekî ewana Yehowara amin bimînin. Efesî, kêra ku Pawlos neme nivîsî, bin hukumê bawerî û edetên qelpda bûn. Rabûn-rûniştina Efesiya, aliyê nav-namûsiyêda gelek xirab bû. Têatrada û hela hê wedê cejinên rêlîgî jî, xeberdan derheqa tiştên bênamûsî diçû (Efesî 5:3). Kitêba Pîroz dibêje, wekî gelek merivên ku wêderê dijîtin, “şerma rûyê xwe” unda kiribûn, dêmek ewana îda ji bênamûsiyê eciz nedibûn (Efesî 4:17-19). Pêşiya ku ewana hîn bûn ku çi rast e û çi na, kirên wan ser îsafa wan hukum nedikir. Lema jî Pawlos got, ku “ewana femên xweda şûna reşva çûn û ji jiyîna Xwedê dûr ketine”. Lê hine merivên ku Efesêda dijîtin, teriyêda neman. w24.03 20 ¶2, 4; 21 ¶5-6
Şemî, 7 Hezîranê
Kesên li benda Xudan in hêza [qewata] xwe teze dikin. . . . Ew dimeşin lê nawestin (Îşa. 40:31, ÎM).
Gîdeon hakimê miletê Îsraêlê bû, û seva ku cabdariya xwe bianiya sêrî, ew gerekê xîret bûya. Gava şev eskerên Midyanî ji şer reviyan, Gîdeon ji Newala Yîzrêelê heta çemê Ûrdunê da pey wan (Hakimtî 7:22). Gelo, gava Gîdeon gihîşte çemê Ûrdunê, ewî îda neda pey wan? Ew û 300 mêrên tevî wî çiqas jî westiyayî bûn, derbazî aliyê dine çemê Ûrdunê bûn. Wana xwe gîhande Midyana û ew alt kirin (Hakimtî 8:4-12). Gîdeon bawer bû ku Yehowa wê qewatê bide wî, û bi rastî jî Xwedê alî wî kir (Hakimtî 6:14, 34). Carekê, Gîdeon û eskerên wî, niga dabûne pey du padşên Midyanî, yên ku dibeke pê deveya direviyan (Hakimtî 8:12, 21). Ewana bi alîkariya Xwedê serketin. Rûspî jî dikarin xwe bispêrin Yehowa, yê ku “ne diweste, ne jî qels dibe, ÎM”. Bê şik, Xwedê wê qewatê bide wan, çaxê ewana hewce bin (Îşaya 40:28). w23.06 6 ¶14, 16
Led, 8 Hezîranê
Xudan Xwedêyê te . . . ew dûrî te nakeve û te bernade (Qan. Dcr. 31:6).
Firqî tune em rastî çi çetinaya bên yeke em dikarin mêrxas bin. Em gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin. Were em dîna xwe bidine serhatiya Barak. Ew yekî pêşdaçûyî bû, çimkî ewî îtbariya xwe rêberiya Yehowa dianî. Wê demê, miletê Îsraêl bona şer hazir nîbû. Çekên wan jî tune bûn. Lê Yehowa Barakra got, ku ew here û miqabilî fermandarê Kenaniya Sîsera û ordiya wî şer bike, yên ku gelek çekên wan hebûn (Hakimtî 5:8). Jinikeke bi navê Debora, ya ku pêxember bû, Barakra got ku ew dakeve deştê, wekî miqabilî Sîsera û 900 erebên wî şer bike. Deştêda, wê gelek çetin bûya ku Îsraêliya miqabilî dijminên pê ereba şer bikirana. Lê yeke, Barak guh da rêberiya Yehowa. Gava eskerên Îsraêlî ji Çiyayê Taborê daketin, Yehowa baraneke qewî şand. Erebên Sîsera heriyêda man, û Yehowa alî Barak kir ku ew serket (Hakimtî 4:1-7, 10, 13-16). Hema bi vî cûreyî, hergê em îtbariya xwe Yehowa û rêberiya teşkîleta wî bînin, emê serketî bin. w23.07 19 ¶17-18
Duşem, 9 Hezîranê
Yê ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be (Met. 24:13).
Bê sebirkirinê em nikarin emirê heta-hetayê bistînin. Mîna xizmetkarên Xwedêyê berê, em jî gerekê bi sebir hîviyê bin, heta ku Xwedê sozên xwe bîne sêrî (Îbranî 6:11, 12). Kitêba Pîroz halê me beramberî halê cotkarekî dike (Aqûb 5:7, 8). Cotkar bona çandin û avdayîna toxim, gelekî dixebite, lê ew nizane ku toxim wê kengê şîn be. Ew bi sebir hîviya berê erdê xwe disekine. Mîna vê yekê, rast e em “nizanin Xudanê [me] kîjan rojê bê”, dîsa jî em şixulên ruhanîda kar dikin (Metta 24:42). Em bi sebir hîviya vê rojê ne û bawer in, ku Yehowa wê hemû sozên xwe wededa bîne sêrî. Hergê sebira me nemîne, dibeke em biwestin û hêdî-hêdî ji rastiyê dûr kevin. Usa jî dibeke em pey wan tişta kevin, kîjan ku tenê wedelû dikarin dilê me şa kin. Lê hergê em sebir kin, emê heta xilaziyê teyax kin û bêne xilazkirinê (Mîxa 7:7). w23.08 22 ¶7
Sêşem, 10 Hezîranê
Nig û tiliyên wî ji gil [herî] û hesin in (Dan. 2:42, ÎM).
Gava em gotinên kitêba Daniyêl 2:41-43 beramberî pêxembertiyên din ji kitêba Daniyêl û Eyantî dikin, em fem dikin, wekî nigên heykel Împêriya Anglo-Amêrîkayê ye. Îro ew Împêriya lape qewî ye. Daniyêl derheqa Împêriya Hemdinyayê dibêje, ku wê pareke “padşatiyê hêzdar [qewî] be, yê din jî, ÎM” sist be. Gelo çira? Çimkî cimeta ku bi sîmbolîk tê hesabê heriya sore nerm, ser qewata vê Împêriya Hemdinyayê hukum dike û lê sist dike. Ji şirovekirina Daniyêl pêxember derheqa heykel û îlahî derheqa nigên wî, em çend rastiyên ferz pêdihesin. Ya pêşin, Împêriya Hemdinyayê, dêmek Anglo-Amêrîka, qewata xwe hine derecada nîşan kiriye. Mesele, Şerê Hemdinyayêda ya I û II, ewê roleke sereke lîstiye. Lê paşê qewata vê sist bû, çimkî bineliyên wê destpêkirin him miqabilî hev û him jî miqabilî dewletê şer kin. Ya duda, pêşiya ku Padşatiya Xwedê hemû serwêrtiyên meriva kuta ke, ev Împêriya wê hê hukum bike. w23.08 10-11 ¶12-13
Çarşem, 11 Hezîranê
Tengasîya xweda min gazî Xudan kir, hewar-gazîya xwe Xwedê xwe kir. Ewî ji Paristgeha Xwe bihîst dengê min (Zeb. 18:6).
Dawid carna ji bo derd û problêma xemgîn dibû (Zebûr 18:4, 5). Dîsa jî, hezkirin û dilovaniya Yehowa dilê wî rihet dikir. Yehowa dostê xweyî westiyayî dibir ber “mêrgên şîn, ÎM” û “avên nerme edil”. Paşî vê yekê Dawid dîsa qewat distand û dikaribû bi şabûnê Yehowara xizmet ke (Zebûr 18:28-32; 23:2). Gava em rastî tengasiya tên û divînin ku “dilovaniya Xudan bêdawî ye, rema wî qet” xilaz nabe, em dişidin (Lûrînên Yêremya 3:22, ÎM; Kolosî 1:11). Emirê Dawid gelek car dikete bin qeziyê û gelek dijminên wî hebûn. Lê ji bo hezkirina Yehowa, ewî xwe bêxofiyêda texmîn dikir. Dawid pê çevê xwe didît, wekî Yehowa hemû derecada kêleka wî ye. Lema jî, ewî kilameke xweda usa got: “[Yehowa, DT] ez ji hemû xof-tirsa xilaz kirim” (Zebûr 34:4). Hemikî, carna tirs dikete dilê Dawid, lê hezkirina Yehowa ji hemû tirsên wî mezintir bû. w24.01 30 ¶15-17
Pêşem, 12 Hezîranê
Gava yên gunekar bixwazin te ji rê derxin, tu guh nede wan (Metlk. 1:10).
Ji safîkirinên nebaş yên Yoaş hîn be. Paşî mirina Kahînê Mezin, Yehoyada, Yoaş xwera hevalên nebaş bijart (2 Dîrok 24:17, 18). Ewî safî kir guh bide serokên Cihûdayê, yên ku Yehowa hez nedikirin. Wê diha baş bûya ku Yoaş xwe dûrî wan xêrnexwaza xista. Lê sed heyf, ewî guh da şîretên wane nebaş. Gava pismamê Yoaş, Zekeriya, xîret dikir ku wî vegerîne ser riya rast, Yoaş ew da kuştinê (2 Dîrok 24:20, 21; Metta 23:35). Ewî xirabîke gelek mezin kir! Yoaş destpêka jîyîna xweda yekî baş bû, lê paşê ew bû yekî xweserîxwe û mêrkuj. Axiriyêda xulamên wî ew kuştin (2 Dîrok 24:22-25). Hergê ewî guh bida Yehowa û kesên ku Yehowa hez dikirin, jîyîna wî wê cûrekî mayîn bûya! w23.09 9 ¶6
Înî, 13 Hezîranê
Netirse (Lûqa 5:10).
Îsa haş ji tirsa wî hebû û zanibû, ku Petrûs dîsa jî dikare amin bimîne. Lema jî ewî bi dilovanî Petrûsra got: “Netirse!” Gotinên Îsa emirê Petrûs bi temamî guhast. Petrûs û birê wî Endrawis şixulê mesîgiriyê hîştin û pey Mesîh çûn (Markos 1:16-18). Bona vê safîkirina xwe, wana keremên mezin standin. Petrûs ça peyçûyê Mesîh, bû şedê gelek keremeta. Ewî dît, ku Îsa ça nexweşa qenc dikir, cina derdixist û hela hê miriya jî radikir (Metta 8:14-17; Markos 5:37, 41, 42). Usa jî Petrûsra xeyalek hate dayînê, kîjanêda ewî dît ku Îsa ça Padşê Padşatiya Xwedê serwêrtiyê dike. Petrûs vê yekê tu car bîr nedikir (Markos 9:1-8; 2 Petrûs 1:16-18). Belê, hergê Petrûs nebûya şagirtê Îsa, ewî ev tişt wê qe nedîta. Bê şik, Petrûs gelek şa bû ku ewî fikirên xweye nêgatîv hindava xweda alt kir û ev hemû kerem dît! w23.09 21 ¶4-5
Şemî, 14 Hezîranê
Îsa caba wî da: “Ez tera dibêjim, ne ku 7 cara, lê 77 cara” (Met. 18:22).
Neme xweye pêşinda, Petrûsê şandî got ku bira hezkirina we hindava hevda “bi dil û can be”, dêmek em gerekê hazir bin timê hevdu bibaxşînin (1 Petrûs 4:8). Diqewime Petrûs kire bîra xwe, ku çend sal pêşda, Îsa derheqa baxşandinê çend şîret dane wî. Wî çaxî, gava Petrûs got ku ewê “heta heft cara” bibaxşîne birê xwe, diqewime ewî hesab dikir, ku ew yekî gelek dilovan e. Lê Îsa wîra got, ku ew gerekê 77 cara bibaxşîne birê xwe, dêmek timê (Metta 18:21). Hergê tera çetin e li gora vê temiya Îsa bijiyî, ber xwe nekeve! Em merivne gunekar in, lema jî cara mera hêsa nîne hevdu bibaxşînin. Lê gelek ferz e çi ji destê me tê bikin, wekî bibaxşînine xûşk-bira û edilayê tevî wan xweyî kin. w23.09 29 ¶12
Led, 15 Hezîranê
Min tengasîya xweda gazî Xudan kir û wî caba min da (Ûns. 2:2).
Çaxê Ûnis zikê mesîda bû, ew bawer bû, wekî Yehowa wê guh bide duayê wî û ese wî xilaz ke, çimkî ewî bi milûktî şaşiya xwe anî rûyê xwe. Çaxê mesiya mezin Ûnis avîte ber devê berê, ew hazir bû ev cabdarî, kîjan ku Yehowa dabû wî, bîne sêrî (Ûnis 2:10–3:4). Gelo cara usa dibe, wekî tu ji bo çetinaya, gelek ber xwe dikevî û nikarî Yehowara dua bikî? Yan jî tu usa diwestî, ku qewata te tune ye lêkolînê bikî? Bîr neke, Yehowa halê te gelek baş fem dike. Duayên te çiqas kin bin jî, tu dikarî bawer bî wekî Yehowa wê bona te xem bike (Efesî 3:20). Hergê tu ji bo sihet-qewata xweye nebaş, yan jî ji bo diltengiyê nikaribî bixûnî û lêkolîna bikî, tu dikarî guh bidî aûdîoya Kitêba Pîroz yan jî edebyetên me. Tu usa jî dikarî ser jw.org guh bidî kilamên me, yan jî vîdêo binihêrî. Çaxê tu Yehowara dua dikî û caba duayê xwe edebyetada digerî, bi vê yekê tu mecalê didî Yehowa, wekî Ew te qewî ke. w23.10 13 ¶6; 14 ¶9
Duşem, 16 Hezîranê
Ruhê Pîroz dide kifşê, ku riya Ciyê Herî Pîroz nevekiriye, heta ku goza der heye (Îbrn. 9:8).
Konê pîroz û paristgehên ku paşê Orşelîmêda hatine avakirinê, mîna hev bûn. Hindurda du ode hebûn, “Ciyê Pîroz” û “Ciyê Herî Pîroz”, û orta wanda perdek hebû (Îbranî 9:2-5; Derketin 26:31-33). Hindurê Ciyê Pîrozda şemdana zêrîn, qurbangeha bona bixûrê û sifreke bona nanê qurbankirî hebû. Tenê îzina kahînên bijartî hebû, ku bikevine Ciyê Pîroz, wekî xizmetiya pîroz bînin sêrî (Jimar 3:3, 7, 10). Ciyê Herî Pîrozda sindoqa peymanê hebû, ku dida kifşê wekî Yehowa wêderê ye (Derketin 25:21, 22). Tenê îzina kahînê mezin hebû, ku her sal Roja Kewandinê pişt perdêva bikeve Ciyê Herî Pîroz (Qanûna Kahîntiyê 16:2, 17). Ewî xûna heywanên qurbankirî bona gunên xwe û yên cimetê dianî. Paşê, Yehowa zelal kir, ku ev her tişt bi rastî çi tê hesabê (Îbranî 9:6, 7). w23.10 27 ¶12
Sêşem, 17 Hezîranê
Hevdu hez bikin (Yûhn. 15:17).
Xebera Xwedêda gelek car temî hatiye dayînê, ku “hevdu hiz bikin” (Yûhenna 15:12; Romayî 13:8; 1 Têsalonîkî 4:9; 1 Petrûs 1:22; 1 Yûhenna 4:11). Hezkirin ji dil tê, û tu kes nikare dilê me bivîne. Lê meriv ça dikarin têderxin, ku em bi dil û can wana hez dikin? Hezkirina me wê pê gotin û kirên me bê kifşê. Cûre-cûre mêtod hene, ku ça em dikarin hezkirina xwe xûşk-birara bidine kifşê. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî hevdura “rastiyê bêjin” (Zekerya 8:16). “Hevra edilayiyêda bijîn” (Markos 9:50). “Qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin” (Romayî 12:10). “Hevdu qebûl kin” (Romayî 15:7). Berdewam kin “bibaxşînine hev” (Kolosî 3:13). “Barên hevdu hildin” (Galatî 6:2). “Ber dilê hevda werin” (1 Têsalonîkî 4:18). “Alîkariya hevdu bikin” (1 Têsalonîkî 5:11). “Bona hev dua bikin” (Aqûb 5:16). w23.11 9 ¶7-8
Çarşem, 18 Hezîranê
Bi gumanê şa bin (Rom. 12:12).
Em her roj safîkirina dikin û bona wê yekê mera baweriya qewî lazim e. Mesele, em safîkirinên usa dikin ça bijartina hevala, wedederbazkirinê, hînbûnê, zewacê, zara û xebatê. Em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo safîkirinên min didine kifşê, ku xilaziya vê dinya xirab gelek nêzîk e û zûtirekê Xwedê wê temamiya erdê bike cinet? Gelo ez mîna wan meriva safîkirina dikim, yên ku bawer nakin wekî emirê heta-hetayê heye?” (Metta 6:19, 20; Lûqa 12:16-21). Emê bikaribin safîkirinên baş bikin, hergê bawer kin, ku dinya teze gelek nêzîk e. Usa jî em rastî çetinaya tên, kîjanada baweriya qewî lazim e. Mesele, peyketin, nexweşiyên giran yan jî tengasiyên din, dikarin bibine menî ku em dilteng bin. Çaxê em rastî tengasîkê tên, sêrîda dibeke em teyax kin. Lê hergê ev tengasî dirêj bikişîne, wî çaxî îda baweriya qewî wê mera lazim be, wekî em sebir kin û bi dilê şa berdewam kin Yehowara xizmet kin (1 Petrûs 1:6, 7). w23.04 27 ¶4-5
Pêşem, 19 Hezîranê
Her gav dua bikin (1 Têsln. 5:17).
Yehowa dixwaze ku em li gora duayên xwe kar bikin. Mesele, birakî me Yehowara dua dike, wekî serkarê xebatê îzinê bide wî, ku here ser civata mezin. Yehowa çawa dikare caba duayê wî bide? Ew dikare mêrxasiyê bide birê me, ku serkarê xwera derheqa vê yekê xeber de, lê birê me gerekê xwexa here cem serkarê xwe û xwestina xwe jêra bêje. Diqewime lazim be, wekî ew gelek car îzinê ji wî bixwaze. Dibeke birê me serkarê xwera bêje, wekî ew dikare rojeke din bixebite, yan jî ew dikare wî wedeyî gava here ser civata mezin, heqê xwe nestîne. Yehowa dixwaze ku em berdewam kin bona xemên xwe dua bikin. Ji giliyên Îsa tê kifşê, ku dibeke hine xwestinên me zû neyêne sêrî (Lûqa 11:9). Lema jî xîreta xwe unda neke! Timê ji dil dua bike (Lûqa 18:1-7). Hergê em usa bikin, Yehowa wê bivîne ku ev yek bona me gelek ferz e. Usa jî emê îzbat kin, ku em xwe dispêrin alîkariya Yehowa. w23.11 22 ¶10-11
Înî, 20 Hezîranê
Guman . . . me rûreş nake (Rom. 5:5).
Yehowa soz dabû dostê xwe Birahîm, ku ewê hemû miletên dinyayê bi saya zureta wî kerem ke (Destpêbûn 15:5; 22:18). Baweriya Birahîm qewî bû û ew dudilî nedibû, ku sozê Xwedê wê bê sêrî. Lê gava Birahîm 100 salî û jina wî 90 salî bû, kurê wan hê tune bû (Destpêbûn 21:1-7). Dîsa jî Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Birahîm bi guman bawer kir, ku ewê bibe bavê gelek mileta, çawa hatibû gotinê” (Romayî 4:18). Axiriyêda gumana Birahîm hate sêrî. Ew bû bavê Îshaq, kurê ku ew bi hizret hîviyê bû. Birahîm çira bawer bû, ku Yehowa wê sozê xwe bîne sêrî? Dostiya Birahîm tevî Yehowa gelek qewî bû. Lema jî ew “wê yekêda bawer bû, ku [Xwedê] soz daye wê bîne sêrî jî” (Romayî 4:21). Yehowa ji Birahîm razî bû. Ji bo baweriya wî, Xwedê ew ça merivekî rast hesab kir (Aqûb 2:23). w23.12 8 ¶1-2
Şemî, 21 Hezîranê
Yê ku tiştên biçûkda amin e, tiştên mezinda jî amin e, û yê ku tiştên biçûkda neamin e, tiştên mezinda jî neamin e (Lûqa 16:10).
Xortê bi îtbar hemû cabdariyên xwe tîne sêrî. Îsa meseleke bêqisûr mera hîştiye. Ew yekî xîret bû û timê cabdariyên xwe dianîn sêrî. Ew hazir bû wî çaxî jî cabdariyên ku Yehowa dabû wî, bîne sêrî, gava wîra çetin bû. Ewî meriva û îlahî şagirtên xwe usa hez dikir, ku hazir bû emirê xwe jî bona wan bide (Yûhenna 13:1). Mîna Îsa xîret be, wekî her cabdariyên xwe, ku te standiye, bînî sêrî. Hergê tu nizanî çi cûreyî cabdariya xwe bînî sêrî, milûk be û ji birên gihîştî alîkariyê bixwaze. Cabdariya xwe ça lazim e bîne sêrî (Romayî 12:11). Vê yekê bi dil û can bike, “çawa bona Xudan, ne ku bona meriva” (Kolosî 3:23). Hemikî tu bêqisûr nînî, lema jî milûk be û şaşiyên xwe qebûl ke (Metelok 11:2). w23.12 26 ¶8
Led, 22 Hezîranê
Xwezî li wî zilamî ku, bi Xudanra ewle dibe [îtbariya xwe tîne] (Yêrem. 17:7).
Gava em têne nixumandinê û dibine para malbeta Yehowa, em gelek şa dibin. Çawa Dawid Padşa gotibû: “Xwezî li wî ku Tu [Yehowa, DT] dibijêrî û nêzîkî Xwe dikî, ku ew hewşên Teda bimîne” (Zebûr 65:4). Seva ku tu bibî dostê Yehowa, gerekê tu ji dil bixwazî nêzîkî wî bî (Aqûb 4:8). Gava tu emirê xwe tesmîlî Yehowa dikî û têyî nixumandinê bawer be ku paşî nixumandinê, ewê gelek kerema ser teda bibarîne (Malaxî 3:10; Yêremya 17:8). Nixumandin tenê destpêka xizmetiyê ye. Tu gerekê xîret bikî wekî wedê tengasî û cêribandina jî sonda xwe bînî sêrî (Waîz 5:4, 5). Ça şagirtê Îsa, wê baş be wekî tu her tiştî bikî, ku çev bidî wî û guh bidî temiyên wî (Metta 28:19, 20; 1 Petrûs 2:21). w24.03 8 ¶1-3
Duşem, 23 Hezîranê
Mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek (Destp. 2:24).
Hergê hûn û hevalzewacê we hiz nakin wedê xwe tevayî derbaz kin, hûn dikarin çi bikin? Mesela agir bidin ber çevê xwe. Bona agir qirşik lazim in, paşê jî seva ku agir gur be, lazim e dara bavêjinê. Mîna vê yekê, sêrîda hûn jî dikarin rojê hema çend deqa tevayî derbaz kin. Tevayî tiştên usava mijûl bin, çi ku we herda xweş tê (Aqûb 3:18). Çawa ku agir hêdî-hêdî gur dibe, hizkirin jî dikare gav bi gav qewî be. Çawa ku bona agirekî gur û qewî oksîjen lazim e, seva ku zewac jî qewî be, qedirgirtin lazim e. Agir bê oksîjen ditemire. Mîna vê yekê, hergê jin-mêr qedirê hev negirin, hizkirina nav wanda wê sar be. Ji aliyê dinva jî, hergê jin-mêr xîret bikin ku qedirê hev bigirin, hizkirina wan wê timê qewî be. Diqewime tu difikirî, wekî tu ça lazim e qedirê jin yan mêrê xwe digirî. Lê ferz ev e, ku hevalzewacê te vê yekê texmîn ke. w23.05 22 ¶9; 24 ¶14-15
Sêşem, 24 Hezîranê
Dema derd-kul dilê minda zêde dibin, baristanîyên Te nefsa min şa dikin (Zeb. 94:19).
Hine xizmetkarên Xwedê yên berê jî carna ji bo dijmina, yan ji bo çetinaya tirs dikete dilê wan (Zebûr 18:4; 55:1, 5). Bi vî cûreyî, em jî dikarin mektebêda, ser xebatê, ji aliyê malbeta xwe, yan ji aliyê dewletê rastî peyketina bên. Yan jî dibeke em ji bo nexweşîke giran ber mirinê bin. Lema jî, diqewime em xwe bêçare texmîn kin. Derecên usada, gelo Yehowa çawa alî me dike? Em gerekê timê dua bikin û Kitêba Pîroz bixûnin. Usa emê bikaribin diha zêde heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin (Zebûr 77:1, 12-14). Hergê em dua û xwendina Kitêba Pîroz xwera bikine xeyset, emê rojên çetinda jî xwe bispêrin Yehowa. Were em Yehowara besa tirs û xemên xwe bikin û mecalê bidine wî, ku ew bi saya Nivîsarên Pîroz tevî me xeber de û ber dilê meda bê (Zebûr 119:28). w24.01 24-25 ¶14-16
Çarşem, 25 Hezîranê
Xwedê xwexa vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin (Fîlî. 2:13).
Seva ku em bigihîjin nêtên ruhanî, xwestin gelek ferz e. Çimkî gava xwestina meye mezin heye, em her tiştî dikin wekî bigihîjine nêta xwe. Xwestina dilê me çiqas mezin be, haqas mecal diha zêde dibe, ku emê bigihîjine nêta xwe. Lê tu çi dikarî bikî wekî xwestina te zêde be? Bona xwestinê dua bike. Bi saya ruhê pîroz, Yehowa dikare dilê te qewî ke, wekî tu bigihîjî nêta xwe. Cara em nêtekê datînin pêşiya xwe, çimkî em zanin ku gerekê vê yekê bikin. Lê dibeke xwestina me tune ye ku em bigihîjine vê nêtê. Kûr bifikire ku Yehowa bona te çi kiriye (Zebûr 143:5). Pawlosê şandî ser keremên Yehowa kûr difikirî. Ev yek lê hêlan dikir, wekî diha zêde Yehowara xizmet ke (1 Korintî 15:9, 10; 1 Tîmotêyo 1:12-14). Hergê tu jî kûr bifikirî, ku Yehowa bona te çi kiriye, xwestina te wê hê zêde be, wekî bigihîjî nêta xwe (Zebûr 116:12). w23.05 27 ¶3-5
Pêşem, 26 Hezîranê
Pesinê navê Xudan bidin (Zeb. 113:1).
Gava em pesinê navê Yehowa didin, em dilê wî şa dikin (Zebûr 119:108). Merivên gunekar dixwazin, wekî kesên din pesinê wan bidin, çimkî ewana ji vê yekê mêrxasiyê distînin. Gelo Xwedê jî mîna wan hewcê pesina ye? Hemikî na. Gava em pesinê Bavê xweyî ezmana didin, em îzbat dikin ku Mîrê-cina derewîn e. Mîrê-cina dibêje ku hergê em bikevine tengasiyê, emê Xwedêra amin nemînin. Xêncî vê yekê, ew dibêje ku em tenê bona kara xwe Yehowara xizmet dikin (Îbo 1:9-11; 2:4). Lê Îbo amin ma Yehowara û îzbat kir, ku Mîrê-cina derewîn e. Tu jî dixwazî Yehowara amin bimînî? Em gişk jî dikarin bi kirên xwe navê Xwedê pîroz kin, bi aminî wîra xizmet kin û usa dilê wî şa kin (Metelok 27:11). Qedirekî çiqas mezin e! w24.02 8-9 ¶3-5
Înî, 27 Hezîranê
Pêxemberên wî bawer bikin, wê karên we rast here! (2 Dîr. 20:20)
Paşî rojên Mûsa û Yêşû, Yehowa hakim kifş kirin, wekî rêberiyê cimeta wî bikin. Paşê, rojên padşada, Yehowa pêxember kifş kirin, wekî rêberiyê cimeta wî bikin. Padşên amin guh didan şîretên pêxembera. Mesele, gava Dawid Padşa ji aliyê Natan pêxemberda hate şîretkirinê, ewî şîreta pêxember bi milûktî qebûl kir (2 Samûyêl 12:7, 13; 1 Dîrok 17:3, 4). Yehoşefat Padşa xwe disparte rêberiya Yahazîêl pêxember, û ewî cimeta Cihûdayêra got, wekî îtbariya xwe pêxemberên Xwedê bînin (2 Dîrok 20:14, 15). Gava Hizqiya Padşa kete belayê, ewî ji Îşaya pêxember alîkarî xwest (Îşaya 37:1-6). Çaxê padşa pey rêberiya Yehowa diçûn, wana kerem distand, û cimet jî xweykirî bû (2 Dîrok 20:29, 30; 32:22). Eşkere bû ku Yehowa bi saya pêxemberên xwe rêberiyê cimeta xwe dike. Lê dîsa jî, heçî zef padşa û usa jî gelek Îsraêliya pêxemberên Yehowa înkar dikirin. w24.02 21 ¶8
Şemî, 28 Hezîranê
Hûn tevî yên usa nebin! (Efes. 5:7)
Mîrê-cina dixwaze, wekî em tevî van meriva hevaltiyê bikin, yên ku qedirê qanûnên Yehowa nagirin, wekî em qanûnên Yehowa biteribînin. Em gerekê diha zêde fesal bin, çimkî îro meriv dikare ne tenê rû bi rû, lê bi saya întêrnêtê jî tevî kesên din hevaltiyê bike. Dinya Mîrê-cina bênamûsiyê ça tiştekî normal hesab dike, lê em zanin ku ev yek usa nîne (Efesî 4:19, 20). Were em ji xwe bipirsin: “Gelo ez xîret dikim ku bi zêdeyî wedê xwe derbaz nekim tevî hevalxebatçiyên xwe, hevaldersxanên xwe yan jî tevî kesên din, yên ku qedirê qanûnên Yehowa nagirin? Hergê hine meriv min ça fanatîk hesab kin jî, gelo ez dîsa jî her tiştî dikim, wekî li gora qanûnên Yehowa bijîm?” Çawa em 2 Tîmotêyo 2:20-22-da dixûnin, em gerekê civatêda jî hevala xwera bijbêrin, çimkî hevalên nebaş dikarin dostiya me tevî Yehowa xirab kin. w24.03 22-23 ¶11-12
Led, 29 Hezîranê
Xudan gelek dilovan û tije rem e (Aqûb 5:11, ÎM).
Gelo te qe daye ber çevê xwe, ku Yehowa yekî çawa ye? Rast e, em nikarin Yehowa pê çevê xwe bivînin, lê Kitêba Pîroz dibêje, ku ew mîna agir, roj û mertalê ye (Zebûr 84:11; Îbranî 12:29). Xeyala Hezeqêl pêxemberda, haziriya Yehowa Xwedê mîna safîrê, mêtaleke biriqok û keskesoreke bedew tê eyankirinê (Hezeqêl 1:26-28). Yehowa nayê dîtinê, lema jî hinekara zor e bawer kin, ku ew wana hez dike. Hinek jî emirê xweda rastî gelek kul-derda hatine, lema jî difikirin ku Xwedê wana hez nake. Yehowa hestên usa fem dike û zane ku hine merivara çira çetin e nêzîkî wî bin. Lema jî, Yehowa bi saya Kitêba Pîroz nîşan dike, ku ew Xwedêkî çiqas dilovan e. Hezkirin hunurê Yehowayî sereke ye. Lema jî Kitêba Pîroz dibêje, ku “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). Yehowa her tiştî ji bo hezkirinê dike. Hezkirina Wî usa mezin e, ku ew hela hê wan meriva jî hez dike, yên ku wî hez nakin (Metta 5:44, 45). w24.01 26 ¶1-3
Duşem, 30 Hezîranê
Ewî ji nava stûna ewrîda wanra xeber dida (Zeb. 99:7).
Yehowa xizmetkarê xwe Mûsa kifş kiribû, wekî Îsraêliya ji welatê Misirê derxe. Ewî roj pê “stûneke ewr” û şev pê “stûneke agir” rêberî wan dikir (Derketin 13:21). Mûsa pey stûnê diçû, kîjanê ew û Îsraêliya dibirine berbi Bera Sor. Ser rê, gava cimet îda ber berê bû û ordiya Misirê pey wan ketibû, ewana tirsiyan ku ketine telikê. Lê ev yek şaşî nîbû! Yehowa bi nêt ewana pê Mûsa anîbû wêderê (Derketin 14:2). Paşê, Xwedê ewana bi keremeteke mezin ji destê dijmina xilaz kirin (Derketin 14:26-28). Paşî 40 sala jî, Mûsa pey stûna ewr diçû, wekî beriyêda rêberiyê cimeta Xwedê bike (Derketin 33:7, 9, 10). Yehowa ji stûnê Mûsara xeber dida, û ewî jî gilî û rêberiyên Xwedê cimetêra digotin. Belê, gelek îzbatkirin hebûn ku Yehowa pê Mûsa rêberî Îsraêliya dikir. w24.02 21 ¶4-5