KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es25 rûp. 67-77
  • Tîrmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tîrmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
  • Binserî
  • Sêşem, 1 Tîrmehê
  • Çarşem, 2 Tîrmehê
  • Pêşem, 3 Tîrmehê
  • Înî, 4 Tîrmehê
  • Şemî, 5 Tîrmehê
  • Led, 6 Tîrmehê
  • Duşem, 7 Tîrmehê
  • Sêşem, 8 Tîrmehê
  • Çarşem, 9 Tîrmehê
  • Pêşem, 10 Tîrmehê
  • Înî, 11 Tîrmehê
  • Şemî, 12 Tîrmehê
  • Led, 13 Tîrmehê
  • Duşem, 14 Tîrmehê
  • Sêşem, 15 Tîrmehê
  • Çarşem, 16 Tîrmehê
  • Pêşem, 17 Tîrmehê
  • Înî, 18 Tîrmehê
  • Şemî, 19 Tîrmehê
  • Led, 20 Tîrmehê
  • Duşem, 21 Tîrmehê
  • Sêşem, 22 Tîrmehê
  • Çarşem, 23 Tîrmehê
  • Pêşem, 24 Tîrmehê
  • Înî, 25 Tîrmehê
  • Şemî, 26 Tîrmehê
  • Led, 27 Tîrmehê
  • Duşem, 28 Tîrmehê
  • Sêşem, 29 Tîrmehê
  • Çarşem, 30 Tîrmehê
  • Pêşem, 31 Tîrmehê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
es25 rûp. 67-77

Tîrmeh

Sêşem, 1 Tîrmehê

Bi qencîkirinê geriya . . . û hemû[ya] . . . qenc kirin (Kar. Şand. 10:38).

Îsa pê xeberdan, kirên xwe û keremetên ku dikir, çev dida Bavê xwe, û bi vê yekê nihêrandin û hestên Bavê xwe eyan dikir (Yûhenna 14:9). Em dikarin ji keremetên Îsa çi hîn bin? Îsa û Bavê wî gelekî me hiz dikin. Gava Îsa bi keremeta derdê meriva sivik dikir, ewî nîşan dikir ku ew meriva gelek hiz dike. Carekê, du mêrên kor ji Îsa lava dikirin ku alî wan bike (Metta 20:30-34). Dîna xwe bidinê ku berî pêşin “gunê Îsa li wan hat”, û paşê ewî ewana qenc kirin. Usa jî, dilşewatiya wî, ya ku nîşana hizkirina wî bû, wî hêlan dikir, ku ew kesên birçî têr bike û mêrekî kotî qenc bike (Metta 15:32; Markos 1:41). Yehowa, Xwedêyê rem û dilovan û Kurê wî, gelekî me hiz dikin û bona me xem dikin (Lûqa 1:78; 1 Petrûs 5:7). Yehowa û Îsa hizreta wê rojê ne, ku hemû kul-derdên meriva bidine hildanê! w23.04 3 ¶4-5

Çarşem, 2 Tîrmehê

Gelî Xudan hizkirîya, bijenine xirabîyê! Ew emirê aminên Xwe xwey dike, ji destê nepaka xilaz dike (Zeb. 97:10).

Em gerekê qewatê bidine xebatê, wekî guh nedin û nexûnin van tişta, yên ku dinya Mîrê-cinada bela bûyî ne, seva ku nekevine bin hukumê fikirên xirab. Gava em Kitêba Pîroz dixûnin û ser difikirin, vî çaxî fikirên baş dikevine hiş û dilê me. Çûyîna ser civata û belakirina mizgîniyê jî dikarin fikirên me biparêzin. Û Yehowa soz dide, ku emê ji qewata xwe der neyêne cêribandinê (1 Korintî 10:12, 13). Van rojên paşin û çetinda, seva ku em Yehowara amin bimînin, her kes ji me gerekê hê zêde dua bike. Yehowa dixwaze ku “em dilê xwe li ber wî vekin” (Zebûr 62:8). Pesinê Yehowa bide û bona hemû kirên wî razîbûna xwe jêra bide kifşê. Bona belakirina mizgîniyê, mêrxasiyê ji wî bixwaze. Ji Yehowa lava bike ku alî te bike, seva ku tu bikaribî himberî hemû çetinaya sebir kî û her cûre cêribandinada amin bimînî. Bira tu tişt û tu kes riya te negire, wekî her roj Yehowara dua bikî. w23.05 7 ¶17-18

Pêşem, 3 Tîrmehê

Em bona hevdu xem bikin, wekî . . . hêlana bidine hev (Îbrn. 10:24, 25).

Em çira diçin ser civata? Ya ewlin, em pesinê Yehowa Xwedê didin (Zebûr 26:12; 111:1). Usa jî, em dixwazin van rojên çetinda hevdu hêlan kin (1 Têsalonîkî 5:11). Belê, gava em destê xwe bilind dikin û cabekê didin, em pesinê Yehowa didin û hevdu qewî dikin. Lê diqewime mera zor e caba xwe bidin, dibeke em ditirsin yan jî şerm dikin. Yan jî em ji dil dixwazin diha zêde caba bidin, lê diqewime birê ku civatê derbaz dike, gelek car ji me napirse. Derecên usada em dikarin çi bikin? Pawlosê şandî got ku gerekê em “hêlana bidine hev”. Hergê em fem bikin, ku em dikarin bi giliyên hêsa jî baweriya xwe bidine kifşê û hevdu qewî kin, wê mera hêsa be cabên xwe bidin. Û hergê birê ku civatê derbaz dike, haqas car ji me napirse çiqas em dixwazin, dîsa jî em dikarin şa bin, çimkî mecal dikeve destê kesên din, ku caba xwe bidin (1 Petrûs 3:8). w23.04 20 ¶1-3

Înî, 4 Tîrmehê

Here Orşelîma Cihûdayê û Mala Xwedayê Îsraêl Xudan ji nûva çêke (Ezr. 1:3, ÎM).

Roja azabûnê hat! Paşî dîltiya 70 salî Babîlonêda, padşa îzin da Cihûya vegerin welatê xwe (Ezra 1:2-4). Tenê Yehowa dikaribû tiştekî usa mezin bike. Çimkî Împêriya Babîlonê dîlê xwe bernedidan (Îşaya 14:4, 17). Lê rojekê, bajarê Babîlonê aliyê serwêrekî dinva hate zeftkirinê. Ewî îzin da Cihûya vegerin welatê xwe. Lê lazim bû, wekî her Cihûyek, îlahî serên malbetê, safî kin hela ji Babîlonê derkevin, yan wêderê bimînin. Bi rastî, ev safîkirin hêsa nîbû. Bona kesên emirda mezin, ev rêke dûr û gelekî zemet bû. Him jî heçî zef Cihû Babîlonêda hatibûn bûyînê û wana welatekî din nas nedikirin. Bona wan, Îsraêl welatê kal-bavên wan bû. Hine Cihû Babîlonêda gelek dewletî bibûn. Lema jî, diqewime bona wan çetin bû mal-milkê xwe û dikanên xwe bihêlin, û welatekî xerîbda cî-war bin. w23.05 14 ¶1-2

Şemî, 5 Tîrmehê

Hazir bin (Met. 24:44).

Xebera Xwedê me hêlan dike, ku em sebir, dilşewatî û hizkirinêda hê zêde pêşda herin. Lûqa 21:19-da tê gotinê: “Bi sebira xwe hûnê ruhê xwe xilaz kin”. Kolosî 3:12 dibêje: “Dilşewatiyê . . . li xwe wergirin”. Û 1 Têsalonîkî 4:9, 10-da tê gotinê: “Hûn xwexa ji Xwedê hîn bûne, ku hev hiz bikin. . . . Lê em hîvî ji we dikin xûşk-birano, ku hûn wê yekêda hê pêşda herin”. Ev rêz bona şagirtên Îsa hatibûne nivîsarê, kîjana ku îda sebir, dilşewatî û hizkirin didane kifşê. Lê dîsa jî lazim bû ku ewana berdewam kin van hunura pêşda bînin. Em jî gerekê vê yekê bikin. Dîna xwe bide ku ça Mesîhiyên qirna yekê ev hunur pêşda dianîn. Paşê bifikire ku ça tu dikarî çev bidî wan û bona tengasiya mezin hazir bî. Paşê, gava tengasiya mezin destpêbe, tuyê îda bona vê yekê hazir bî û bikaribî dîsa jî teyax kî. w23.07 3 ¶4, 8

Led, 6 Tîrmehê

Wê li wir rêke mezin hebe, . . . ‘Riya Pîroz’ (Îşa. 35:8, ÎM).

Em gişk, him kesên bi ruh kifşkirî him jî ‘pezên din’ gerekê ser “Riya Pîroz” herin. Ev yek alî me dike, wekî em timê Yehowara xizmet kin û bigihîjine keremên, ku Xwedê wê bi saya Padşatiya xwe bide me (Yûhenna 10:16). Ji sala 1919 D.M., bi mîlyona jin, mêr û zar ji Babîlona Mezin, dêmek ji rêlîgiya qelp derketine û derbazî ser vê riya sîmbolîk bûne. Yehowa soz dabû Cihûyên ku ji Babîlonê derketibûn, wekî Ewê hemû çetinayên ser riya wan bide hildanê (Îşaya 57:14). Lê dewrana meda, em dikarin derheqa “Riya Pîroz” çi bêjin? Bi qirna pêşiya sala 1919, Yehowa bi saya mêrên amin rê vekir, dêmek alî geleka kir, wekî ji Babîlona Mezin derên (Beramber ke Îşaya 40:3). Bi saya vê yekê, hîm hatibû danînê, wekî merivên dilsax ji Babîlona Mezin derkevin û bikevine cineta ruhanî û Yehowara xizmet kin. w23.05 15-16 ¶8-9

Duşem, 7 Tîrmehê

Bi şabûnê Xudan bihebînin, dengê xwe hildin werine hizûrê (Zeb. 100:2).

Yehowa dixwaze wekî em bi şabûnê û rezedilî wîra xizmet kin (2 Korintî 9:7). Gava xwestina me tune ye, gelo lazim e wekî em xîret bikin ku bigihîjin nêta xwe? Were em dîna xwe bidine mesela Pawlosê şandî. Ewî got: “Ez cefayê didim bedena xwe û wê bin-dest dikim” (1 Korintî 9:25-27). Pawlosê şandî, hela hê vî çaxî jî ser xwe dixebitî, ku tiştên rast bike, gava hewasa vî tune bû. Gelo Yehowa ji xizmetiya Pawlos razî bû? Bêşik, erê! Û Yehowa xîreta wî kerem dikir (2 Tîmotêyo 4:7, 8). Hema bi vî cûreyî, hergê xwestina me tune be, lê em dîsa jî xîret bikin ku bigihîjine nêta xwe, Yehowa wê ji me razî be. Ew zane ku em hine şixula hiz nakin, lê dîsa jî em filan şixulî dikin çimkî wî hiz dikin. Çawa ku Yehowa Pawlosê şandî kerem kir, ewê xîreta me jî kerem ke (Zebûr 126:5). Gava em divînin ku Yehowa me kerem dike, em hêlanê distînin wekî diha zêde bikin. w23.05 29 ¶9-10

Sêşem, 8 Tîrmehê

Roja Xudan wê . . . bê (1 Têsln. 5:2).

Pawlosê şandî kesên ku wê qir bin, beramberî wan kir yên ku xewêda nin. Ewana nizanin ku der-dora wan çi diqewime û wext çawa derbaz dibe. Lema jî, gava tiştekî ferz diqewime, ewana pênahesin û nikarin gavên lazim bavêjin. Îro jî, heçî zef meriv bi sîmbolîk xewêda nin (Romayî 11:8). Ewana naxwazin qebûl kin, ku em rojên axiriyêda dijîn û tengasiya mezin nêzîk e (2 Petrûs 3:3, 4). Em ne mîna wan in. Em fem dikin, wekî temiya Xwedê ku gerekê em hişyar bimînin, çiqas diçe haqas diha ferz dibe (1 Têsalonîkî 5:6). Lema jî em gerekê rihet bimînin û ser hişê xwe bin. Gelo çira? Seva ku em nekevine nava şixulê polîtîkî û sosyalî. Çiqas roja Yehowa nêzîk dibe, haqas diha çetin dibe pirsên usada aminiya xwe xwey kin. Dîsa jî, ne lazim e ku em xemgîn bin. Xwedê wê bi saya ruhê pîroz alî me bike, wekî em rihet bimînin û safîkirinên bîlan bikin (Lûqa 12:11, 12). w23.06 10 ¶6-7

Çarşem, 9 Tîrmehê

Ya Xudan, Xudan, ez lava dikim, min bîra xweda bîne . . . min xwurt [qewî] bike (Hakim. 16:28).

Gava tu navê Şimşon dibihêyî, gelo çi tê bîra te? Diqewime qewata wîye mezin tê bîra te. Lê carekê Şimşon bona safîkirineke nebaş, êşeke mezin kişand. Dîsa jî Yehowa dîna xwe dida aminiya Şimşon û serhatiya wî bona kara me daye nivîsarê. Yehowa bi saya Şimşon alîkarîke mezin da cimeta xwe Îsraêliya. Bi qirna paşî mirina Şimşon, Yehowa Pawlosê şandî hêlan kir, wekî ew navê Şimşon nava rêza mêrên bawermendda binivîse (Îbranî 11:32-34). Mesela Şimşon dikare qewatê bide me. Hela hê derecên çetinda jî, ewî xwe disparte Yehowa. Em dikarin ji Şimşon hîn bin û mesela wî dikare dilê me qewî bike. w23.09 2 ¶1-2

Pêşem, 10 Tîrmehê

Xwestina we bira . . . Xwedêva eyan be (Fîlî. 4:6).

Hergê em gelek car Yehowara dua kin û wîra besa xem û derdên xwe bikin, emê bikaribin hê zêde sebir kin (1 Têsalonîkî 5:17). Dibeke çetinayên teye giran niha tune ne. Lê dîsa jî, gava tu dilteng û tevlihev dibî, yan jî nizanî çi bikî, gelo tu Yehowara bona alîkariyê dua dikî? Hergê tu nihada bona çetinayên herrojî alîkariyê ji Xwedê bixwazî, tuyê hîn bî çetinayên mezinda jî xwe bispêrî Yehowa. Bi vî cûreyî, tuyê bi temamî bawer bî, wekî ew rind zane, ku çawa û kengê alî te bike (Zebûr 27:1, 3). Hergê em nihada himberî problêmên xwe Yehowara amin bimînin, emê tengasiya mezinda jî sebir kin (Romayî 5:3). Gelo çira? Gelek xûşk-bira dibêjin, ku çaxê ewana çetinayên giranda sebir dikin, ev yek alî wan dike, wekî himberî derdên din jî teyax kin. Sebir alî wan kiriye wekî baweriya xwe diha qewî kin, û bawer bin ku Yehowa timê hazir e alî wan bike. Ev bawerî alî wan dike, ku himberî problêmên din jî serkevin (Aqûb 1:2-4). w23.07 3 ¶7-8

Înî, 11 Tîrmehê

Ezê vê xwestina te . . . bikim (Destp. 19:21).

Milûktî û dilovaniya Yehowa wî hêlan kir, bi serwaxtî safîkirina bike. Mesele, paşî ku Yehowa safî kir, wekî bajarê Sodomê wêran ke, milûktiya wî eşkere bû. Bi saya melekên xwe, Yehowa mêrekî qencra bi navê Lût got, ku ew bireve çiyê. Lê Lût ditirsiya ku here wêderê. Lema jî, ewî ji Yehowa reca kir, ku ew îzinê bide wî û malbeta wî, ku ewana herin bajarê Soharê, lê Yehowa safî kiribû ku ev bajarê biçûk jî wêran ke. Yehowa dikaribû Lûtra bigota ku gerekê ew xût li gora rêberiya wî bike. Dewsa vê yekê, Yehowa xwestina Lût qebûl kir û bajarê Soharê wêran nekir (Destpêbûn 19:18-22). Paşî çend qirna, Yehowa dilremiya xwe nîşanî cimeta Nînewayê kir. Ewî bi saya Ûnis pêxember elam kir, ku Ewê wî bajarî û merivên xirab qir ke. Lê gava wana tobe kir, Yehowa rema xwe hindava wanda da kifşê û bajarê wan wêran nekir (Ûnis 3:1, 10; 4:10, 11). w23.07 21 ¶5

Şemî, 12 Tîrmehê

[Yoaş] kuştin û ew mir . . . lê belê gorên qiralada [padşada] binax nekirin (2 Dîr. 24:25).

Em ji mesela Yoaş çi dikarin hîn bin? Çawa ku dareke bê koka qewî, hewce şidandinê ye, Yoaş jî hewcê alîkariyê bû. Gava Yehoyada, yê ku alîkarî dida wî, mir, Yoaş kete ber bayê kesên ku ji riya Xwedê derketibûn. Mesela wî nîşan dike, ku em gerekê ne ku bona xatirê malbeta xwe, ne jî bona xatirê xûşk û bira Yehowa bitirsin, lê çimkî em wî hiz dikin. Seva ku em ruhanîda qewî bimînin, em gerekê her tiştî bikin, wekî aminiya xwe xwey kin. Bona vê yekê, lazim e ku em hertim lêkolîna şexsî bikin, ser tiştên ku dixûnin kûr bifikirin û dua bikin (Yêremya 17:7, 8; Kolosî 2:6, 7). Bi rastî, Yehowa tiştên ji qewata me der ji me dewa nake. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Ji Xwedê bitirse û emrên wî bigire, wezîfeya hemû meriva ev e” (Waîz 12:13, ÎM). Bi saya tirsa ber Xwedê, emê bikaribin ber tengasiyên axiriyê sebir kin û amin bimînin. Bi vî cûreyî tu tişt wê nikaribe dostiya me tevî Yehowa xirab ke. w23.06 19 ¶17-19

Led, 13 Tîrmehê

Va ez her tiştî nû çêdikim (Eyan. 21:5).

Ev rêza 5 ji Eyantî usa destpêdibe: “Hingê ewî li ser text rûniştî got” (Eyantî 21:5a). Ev giliyên mexsûs in, çimkî ev yek ji van sê dereca ye, gava kitêba Eyantîda Yehowa xwexa xeber dide. Belê, yê ku ev soz daye, ne melek e, ne jî Îsa Mesîh ye, lê xwexa Yehowa ye! Ev yek rastiya van giliya îzbat dike, yên ku ew paşê dibêje. Gelo çira? Çimkî Yehowa “xweyê gotina xwe” ye (Tîto 1:2). Ev yek nîşan dike, ku hêja ye wekî em bi temamî îtbariya xwe giliyên ji Eyantî 21:5, 6 bînin. Paşê Yehowa xebereke usa dibêje: “Va”. Xebera Yûnanî, ya ku ça “va” hatiye welgerandinê, kitêba Eyantîda gelek car hatiye xebitandinê. Paşê Xwedê got: “Va ez her tiştî nû çêdikim”. Yehowa wê van guhastina axiriyêda bîne sêrî. Ew zane ku ew sozê wî wê eseyî bê sêrî, lema jî ew usa xeber dide, tê bêjî ew îda hatiye sêrî (Îşaya 46:10). w23.11 3-4 ¶7-8

Duşem, 14 Tîrmehê

Ew derkete derva û kele-kel giriya (Met. 26:75).

Petrûsê şandî himberî qisûrên xwe şer dikir. Mesele, Îsa ser xwe got, ku li gora Nivîsarên Pîroz, ewê êşê bikişîne û bimire. Ser vê yekê Petrûs jêra got, ku ev yek wê tu car neyê serê wî (Markos 8:31-33). Petrûs û şagirtên din hevra diketine dewê, ku kê nav wanda yê herî mezin e (Markos 9:33, 34). Şeva pêşiya mirina Îsa, Petrûs bi hêrsê guhê mêrekî jêkir (Yûhenna 18:10). Hema vê şevê, Petrûs ji bo tirsa ber meriva sê cara got, ku ew Îsa nas nake (Markos 14:66-72). Paşê ew ji wêderê çû û kele-kel giriya. Lê Îsa pişta xwe neda şagirtê xweye dilşkestî. Çaxê Îsa ji mirinê rabû, ewî mecal da Petrûs, ku ew hezkirina xwe wîra bide kifşê. Îsa Petrûsra got, ku ew bi milûktî miqatî berxên wî be (Yûhenna 21:15-17). Petrûs ev yek qebûl kir. Roja Pênciyê Hesab, ew Orşelîmêda bû û nav kesên pêşinda bû, yên ku bi ruhê pîroz hatine kifşkirinê. w23.09 22 ¶6-7

Sêşem, 15 Tîrmehê

Şivantiyê pezên min bike (Yûhn. 21:16).

Petrûs şîret da rûspiya, ku şivantiyê keriyê pezê Xwedê bikin (1 Petrûs 5:1-4). Em zanin ku rûspî xûşk-bira hez dikin û dixwazin alî wan bikin. Lê cara şixulê rûspiya usa zef e û ewana haqas diwestin, ku difikirin wekî nikarin wê cabdariya xwe bînin sêrî. Rûspî dikarin çi bikin? Ewana dikarin dilê xwe Yehowara vekin. Petrûs nivîsî: “Heger yek xizmetkariyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê” (1 Petrûs 4:11). Hemikî problêmên xûşk-birên me vê dinyayêda wê bi temamî neyêne safîkirinê. Lê bîr nekin, ku “Serekşivan”, dêmek Îsa, ji her kesî çêtir dikare alî wan bike. Ew çawa niha, usa dinya tezeda dikare vê yekê bike. Xwedê dixwaze wekî rûspî xûşk-bira hez bikin, şivantiya wan bikin û bona wan bibine mesela baş. w23.09 29-30 ¶13-14

Çarşem, 16 Tîrmehê

Xudan zane ku şêwirên serwaxta pûç in (1 Korn. 3:20).

Hergê em destpêkin mîna merivên ku guh nadin qanûnên Yehowa bifikirin, dibeke em pişta xwe bidine Yehowa û qanûnên wî (1 Korintî 3:19). “Serwaxtiya vê dinyayê” gelek car xwestinên bedenê pêşda tîne. Hine xizmetkarên Xwedê ji Pergama û Tiyatîrayê, ketin ber bayê kesên pûtparist û bênamûs. Îsa şîret da herdu civata, çimkî wana dihîşt wekî nav wanda bênamûsî hebe (Eyantî 2:14, 20). Îro nihêrandina vê dinyayê dikare ser me jî hukum ke. Dibeke nasên me û merivên me mera dibêjin, ku qanûnên Yehowa gelek sert in, lema jî ne lazim e wan qanûna xwey kin. Gelek car ewana dibêjin, ku eseyî nîne qanûnên Kitêba Pîroz derheqa nav-namûsiyê xwey kin û meriv gerekê li gora xwestina dilê xwe bijî. Cara dibeke em bifikirin, wekî rêberiya ku Yehowa dide me, bi temamî zelal nîne. Dibeke em bêne cêribandinê, ku “ji nivîsarê” derkevin (1 Korintî 4:6). w23.07 16 ¶10-11

Pêşem, 17 Tîrmehê

Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran (Metlk. 17:17).

Meryemê diya Îsara, qewat lazim bû. Ew hê mêrkirî nîbû, lê melekê Xwedê, Cibrayîl, jêra got ku ewê hemle derkeve. De bidine hesabê xwe, ku jêra çiqas çetin bû. Rast e Meryem qe zar mezin nekiribû, lê ewê gerekê bona kurekî xem kira, kîjan ku wê bibûya Mesîh. Xêncî vê yekê, Meryem bikir bû, û ewê gerekê dergîstiyê xwe, Ûsivra bigota, ku zar wê jêra bê bûyînê. Ev yek bi rastî jî hêsa nîbû (Lûqa 1:26-33). Gelo Meryemê ji kê qewat stand? Ewê ji kesên din alîkarî stand. Mesele, ewê bona vê cabdariyê rêberî ji Cibrayîl xwest (Lûqa 1:34). Paşî wedekî kin, ew çû deşta çiyayê Cihûdayê, seva ku meriva xwe, Êlîzabêtê bivîne. Êlîzabêtê payê Meryemê da û ji bîna ber Yehowa, derheqa axiriya kurê wêye nebûyî, pêxembertîke xweş got (Lûqa 1:39-45). Meryemê got, ku Yehowa “qewata destê xwe” jêra da kifşê (Lûqa 1:46-51). Belê, Yehowa bi saya Cibrayîl melek û Êlîzabêtê, Meryemê qewî kir. w23.10 14-15 ¶10-12

Înî, 18 Tîrmehê

[Ewî] em kirin kahînên padşatiyê, wekî Bavê wî Xwedêra em xizmetkariyê bikin (Eyan. 1:6).

Tenê 144 000 meriv, ji nava Mesîhiya bi saya ruhê pîroz hatine bijartinê. Ewana bona heleqetiya xweye mexsûs tevî Yehowa, gelek şa dibin, û ewana wê ser ezmana tevî Îsa ça kahîn xizmet bikin (Eyantî 14:1). Konê pîrozda, Ciyê Pîroz tê hesabê halê kurên Xwedê yên bijartî, heta ku ewana ser erdê ne (Romayî 8:15-17). Lê Ciyê Herî Pîroz konê pîrozda, tê hesabê ezmanên kîderê ku Yehowa dimîne. Perda ku Ciyê Pîroz ji Ciyê Herî Pîroz vediqetand, tê hesabê bedena Îsa Mesîh. Heta ku bedena wîye fîzîkî hebûya, ew nikaribû derbazî ezmana bûya û paristgeha ruhanîda bibûya Kahînê Mezin. Çaxê Îsa bedena xwe bona hemû meriva berva da, ewî bona xizmetkarên Xwedêye bijartî riya jîyîna ser ezmana vekir. Seva ku ewana xelata xweye ezmana war bin, ewana gerekê bedena xweye fîzîkî bihêlin (Îbranî 10:19, 20; 1 Korintî 15:50). w23.10 28 ¶13

Şemî, 19 Tîrmehê

Wext têrê nake, ku bona Gîdeyon . . . gilî kim (Îbrn. 11:32).

Gava Efrayîmiya ew sûcdar kirin, Gîdeon ne ku bi hêrs, lê bi nermî caba wan da (Hakimtî 8:1-3). Ewî bi milûktî guh da derd û xemên wan û bi merîfetî caba wan da. Îro jî rûspiyên bîlan dikarin çev bidine Gîdeon û rind guh bidine kesên ku wana sûcdar dikin û bi nermî caba wan bidin (Aqûb 3:13). Bi vî cûreyî ewana wê civatêda edilayê xwey kin. Gava cimetê bona serketina himberî Midyana, rûmet dane Gîdeon, ewî dîna wan kişande ser Yehowa Xwedê (Hakimtî 8:22, 23). Gelo rûspî çawa dikarin çev bidine Gîdeon? Ewana gerekê bona pêşdaçûyîna xwe pesina bidine Yehowa (1 Korintî 4:6, 7). Mesele, gava xûşk û bira bona hînkirina baş payê rûspîkî bidin, ew dikare dîna wan bikişîne ser Xebera Xwedê, yan jî ser hînkirina teşkîleta Yehowa. w23.06 4 ¶7-8

Led, 20 Tîrmehê

Fikirên min ne fikirên we ne (Îşa. 55:8, ÎM).

Hergê em caba duayê xwe nastînin, em dikarin pirsê bidine xwe: “Gelo ez bona tiştên rast dua dikim?” Gelek car, em difikirin ku em zanin tiştê herî baş bona me çi ye. Lê diqewime ev xwestina me bona kara me nîne. Dibeke em difikirin ku em safîkirina problêmekê zanin û bona wê yekê dua dikin. Û diqewime hine tiştên ku em dixwazin, ne li gora nêta Yehowa ne (1 Yûhenna 5:14). Were em dîna xwe bidine mesela dê û bavekî. Wana ji Yehowa lava dikir, ku zarên wan xwe li rastiyê bigirin. Rast e ev xwestineke baş e, lê Yehowa zorê tu kesî nake, wekî jêra xizmet ke. Ew dixwaze wekî her kes, hela hê zarên me jî, ji dil wîra xizmet kin (Qanûna Ducarî 10:12, 13; 30:19, 20). Lema jî dê-bav dikarin ji Yehowa lava kin, wekî xebera Wî bigihîje dilên zarên wan. Bi vî cûreyî, ewana dikarin alî zarên xwe bikin, ku Yehowa hez bikin û bibine dostên wî (Metelok 22:6; Efesî 6:4). w23.11 21 ¶5; 23 ¶12

Duşem, 21 Tîrmehê

Ber dilê hevda werin (1 Têsln. 4:18).

Gelo çira ferz e, ku em ber dilê hevda bên, û ev yek ça hezkirina me dide kifşê? Li gora kanîkî, xeberên “ber dilê hevda werin”, ku Pawlosê şandî vê rêzêda da xebatê, tê hesabê ku meriv “wedê gelek çetinda kêleka kesekî disekine û berdiliyê dide wî”. Çaxê em berdiliyê didine xûşk yan birakî, em alî wî dikin wekî ew dîsa berdewam ke bi aminî Yehowara xizmet ke. Her car çaxê em ber dilê kesekîda tên, em hezkirina xwe hindava wîda didine kifşê (2 Korintî 7:6, 7, 13). Dilşewatî û berdilî hevva girêdayî ne. Gelo çida? Merivê dilşewat dixwaze berdiliyê bide meriva û derdên wan sivik ke. Dêmek, pêşiyê dilê me bona kesekî dişewite û paşê em ber dilê wîda diçin. Dîna xwe bidinê, ku ça Pawlosê şandî dide kifşê, wekî dilşewatiya Yehowa, Wî hêlan dike berdiliyê bide kifşê. Pawlos Yehowa nav kir ça “Bavê dilşewatiyê û Xwedêyê hemû berdiliyê” (2 Korintî 1:3). w23.11 9-10 ¶8-10

Sêşem, 22 Tîrmehê

Em bi tengasiyên xwe . . . difirin (Rom. 5:3).

Pawlos got ku gava em rastî tengasiya tên, hêviya me dikare diha qewî be. Diqewime ev yek bona me ecêbmayî ye. Bi rastî, hemû şagirtên Îsa dikarin rastî çetinaya bên. Were em dîna xwe bidine serhatiya Pawlosê şandî. Ewî Têsalonîkiyara usa gotibû: “Gava em cem we bûn, me hê hingêda wera digot, ku emê rastî tengasiya bên û usa jî bû, çawa hûn zanin” (1 Têsalonîkî 3:4). Û Pawlos Korintiyara usa nivîsî: “Em naxwazin ku hûn haş ji wan telî-tengiya tunebin xûşk-birano, . . . heta ku me destê xwe ji emirê xwe jî kişand” (2 Korintî 1:8; 11:23-27). Îro xizmetkarên Xwedê jî dikarin rastî çetinaya bên (2 Tîmotêyo 3:12). Ji bo vê yekê tu baweriya xwe Îsa tînî û pey wî diçî, diqewime heval û merivên te qerfên xwe te bikin, yan jî miqabilî te derên. Ji bo vê yekê ku tu dixwazî her tiştîda rast û heq bî, gelo hevalxebatçî yan serkarê te miqabilî te naçin? (Îbranî 13:18) Ji bo vê yekê ku te kesên dinra besa hêviya xwe kiriye, gelo ji aliyê serwêrên dewletê, tu rastî peyketina hatî? Firqî tune em rastî çi tengasiya tên, Pawlos dibêje ku em gerekê şa bin. w23.12 10-11 ¶9-10

Çarşem, 23 Tîrmehê

We . . . bela anî serê min (Destp. 34:30).

Aqûb himberî gelek tengasiya sebir dikir. Kurên Aqûb, Şimhûn û Lêwî, navê malbeta xwe û navê Yehowa ber çevê xelqê reş kirin. Usa jî kulfeta wîye delal Rahêl, çaxê zara duda dianî, mir. Û ji bo xelayîke mezin, Aqûb mecbûr bû, emirê xweyî mezinda derbazî Misirê be (Destpêbûn 35:16-19; 37:28; 45:9-11, 28). Nava van tengasiyada jî, Aqûb tu car baweriya xwe hindava Yehowa û sozên wî unda nedikir. Û Yehowa Aqûbra dida kifşê, wekî ji wî razî ye. Gelo çawa? Rast e Laban hindava Aqûbda qelp bû, lê Yehowa gelek mal û milk da Aqûb. Usa jî, gava Aqûb kurê xwe Ûsiv dîsa dît, ew Yehowara gelek şêkirdar bû, çimkî ewî tirê kurê wî miriye. Dostiya Aqûb tevî Yehowa alî wî dikir, ku ew tengasiyada teyax ke (Destpêbûn 30:43; 32:9, 10; 46:28-30). Hergê dostiya me tevî Yehowa qewî bimîne, emê jî bikaribin tengasiyada teyax kin. w23.04 15 ¶6-7

Pêşem, 24 Tîrmehê

Xudan şivanê min e, ez ne hewcê tiştekî me (Zeb. 23:1).

Zebûra 23, kilama derheqa îtbariya hindava hezkirin û xemkirina Yehowa ye. Vê zebûrêda, Dawid besa dostiya orta xwe û Şivanê xwe Yehowa kir. Dawid xwe bi temamî disparte rêberiya Yehowa. Ewî zanibû, ku Yehowa wê her roj hezkirina xwe jêra bide kifşê. Gelo Dawid çira vê yekêda usa bawer bû? Dawid bawer bû, ku Yehowa lê dibe xweyî, çimkî Yehowa hertim hewcên wî razî dikir. Usa jî Dawid zanibû, wekî Yehowa dostê wî ye û ji wî razî ye. Lema jî, ew bawer bû, ku Yehowa wê timê lê bibe xweyî. Dawid baweriya xwe hezkirina Yehowa dianî, lema jî ew bi zêdeyî xemgîn nedibû, lê bextewar bû û dilê wî rihet bû (Zebûr 16:11). w24.01 29 ¶12-13

Înî, 25 Tîrmehê

Ezê her roj, heta rojên xilaziyêye vê dinyayê tevî we bim (Met. 28:20).

Ji xilaziya Şerê Hemdinyayêye II û paşê, Şedên Yehowa aza mizgînî gelek welatada bela dikirin. Axiriyêda, şixulê belakirina mizgîniyê pêşda çû, û gelek meriv Yehowa nas dikin. Îro endemên Koma Rêberiyê xwe dispêrin rêberiya Îsa Mesîh. Ewana xîret dikin wekî ev rêberiyên ku ewana didine xûşk-bira, li gora xwestina Xwedê bin. Bi saya berpirsiyarên mihalê û rûspiya, ewana rêberiyê civata dikin. Rûspiyên bi ruh kifşkirî, destê Îsayî rastêda nin (Eyantî 2:1). Ev rûspî hemikî gunekar in û carna şaşiya dikin. Mûsa, Yêşû û şandiyên Îsa jî carna şaşî dikirin (Jimar 20:12; Yêşû 9:14, 15; Romayî 3:23). Lê eyan e ku Îsa niha rêberiyê “xulamê amin” û rûspiyên kifşkirî dike, û ew wê berdewam ke usa bike. Lema jî meniyên baş hene ku em îtbariya xwe vê rêberiyê bînin, ku Îsa bi saya birên kifşkirî dide me. w24.02 23-24 ¶13-14

Şemî, 26 Tîrmehê

Çev bidine Xwedê, çawa zarên hizkirî (Efes. 5:1).

Çaxê em xeberdanêda merivara didine kifşê, ku em çiqas Yehowa hez dikin û wîra şêkirdar in, usa em dilê wî şa dikin. Gava em xizmet dikin, nêta meye sereke ew e, ku em alî meriva bikin, wekî ewana jî nêzîkî Yehowa bin (Aqûb 4:8). Em gelek hez dikin pê Kitêba Pîroz merivara eyan kin, ku Yehowa yekî çawa ye, û em wanra derheqa hezkirin, heqî, bîlanî û qewata wî gilî dikin. Usa jî, em hingê pesinê Yehowa didin û dilê wî şa dikin, gava çev didine wî. Çaxê em usa dikin, meriv divînin, wekî em ji merivên vê dinya xirab, cude dibin (Metta 5:14-16). Çaxê em jîyîna herrojîda tevî meriva xeber didin, em dikarin wanra zelal kin, ku em çima li gora Kitêba Pîroz dijîn. Ev yek dikare alî merivên dilsax bike, ku nêzîkî Yehowa bin. Gava em vî cûreyî pesinê Yehowa didin, dilê wî şa dibe (1 Tîmotêyo 2:3, 4). w24.02 10 ¶7

Led, 27 Tîrmehê

Bikaribe . . . dil bide yên mayîn û şaşiyên miqabila bide rûyê wan (Tîto 1:9).

Seva ku tu bibî yekî gihîştî, gerekê tu feresetên kêrhatî qazanc kî. Ev yek wê alî te bike, wekî tu civatêda cabdariya qebûl kî, xebatê dest xî ku ebûra malbeta xwe bikî û heleqetiya te tevî kesên din baş be. Mesele, xwendin û nivîsandinê rind hîn be. Kitêba Pîroz dibêje, ku mêrekî bextewar û pêşdaçûyî, her roj Xebera Xwedê dixûne û kûr ser difikire (Zebûr 1:1-3). Hergê bira usa bike, ewê nihêrandina Yehowa diha baş fem ke û hîn be, ku bi zelalî bifikire û safîkirinên baş bike (Metelok 1:3, 4). Xûşk-birên me hewcê birên gihîştî ne, yên ku dikarin li gora Kitêba Pîroz rêberî û şîreta bidin. Hergê xwendin û nivîsandina te baş be, tuyê bikaribî cabên baş bidî û gotarên kêrhatî hazir kî. Ev yek wê baweriya xûşk-bira diha qewî ke. Usa jî tu dikarî xwera fikirên kêrhatî binivîsî. Ev yek wê alî te bike, wekî tu baweriya xwe hê qewî kî û merivên din bişidînî. w23.12 26-27 ¶9-11

Duşem, 28 Tîrmehê

Yê ku bi wera ye, ji yê ku dinyayêda ye mezintir e (1 Yûhn. 4:4, ÎM).

Gava tirs dikeve dilê te, kûr bifikire ku Yehowa wê axiriyêda çi bike. Mîrê-cina û merivên xirab wê îda tune bin. De bide ber çevê xwe, ku emê çiqas şa bin! Ser civata sêrojî ya sala 2014, me dît ku çawa temaşekêda, bavekî tevî malbeta xwe derheqa vê yekê xeber da, ku hergê 2 Tîmotêyo 3:1-5 derheqa jîyîna Cinetêda bihata nivîsarê, rêz wê usa bûna: “Dinya tezeda, wedekî xweş wê bê. Çimkî meriv wê hevdu hez bikin, xizna ruhanî hez bikin, bibine merivên milûk, pesinê Xwedê bidin, gura dê-bavê xwe bikin, bibine merivên şêkirdar û amin, malbetên xwe hez bikin, bibine edilayîhez, hertim derheqa kesên din baş xeber din, xwegirtî bin, bibine merivên şkestî, xêrxwaz, amin, maqûl û milûk, diha zêde Xwedê hez bikin, ne ku rihetiyê û ji dil Xwedêra xizmet kin; xwe nêzîkî merivên usa bigire”. Gelo tu cara derheqa jîyîna dinya teze tevî malbeta xwe, yan tevî xûşk-bira xeber didî? w24.01 6 ¶13-14

Sêşem, 29 Tîrmehê

Tu yî . . . yê ku dilê min şa dike (Lûqa 3:22).

Berdilîke çiqas mezin e, wekî Yehowa cimeta xwe ça kom qebûl dike! Kitêba Pîroz dibêje, ku Xwedê ji cimeta xwe “razî ye” (Zebûr 149:4, ÎM). Lê hine kes ji xwe dipirsin: “Gelo Yehowa ji min jî razî ye?” Berê jî, hine xizmetkarên Yehowa dudilî dibûn ku Yehowa ji wan razî ye, yan na (1 Samûyêl 1:6-10; Îbo 29:2, 4; Zebûr 51:11). Kitêba Pîroz eşkere nîşan dike, wekî merivên qisûrdar dikarin qebûlkirina Yehowa bistînin. Gelo çi cûreyî? Em gerekê baweriya xwe Îsa bînin û bêne nixumandinê (Yûhenna 3:16). Bi vî cûreyî, em ber meriva didine kifşê, ku me gunên xwe tobe kiriye û soz daye Xwedê, ku emê xwestina wî bînin sêrî (Karên Şandiya 2:38; 3:19). Gava em usa dikin, Yehowa gelek şa dibe. Hergê em xîret bikin ku xweyê sozê xwe bin, Yehowa wê ji me razî be û me ça dostên xwe qebûl bike (Zebûr 25:14). w24.03 26 ¶1-2

Çarşem, 30 Tîrmehê

Em nikarin bona wan tiştên ku me xwexa dîtin û bihîstin nekine dengî (Kar. Şand. 4:20).

Hergê dewlet ji me dewa ke, wekî em belakirina mizgîniyê bidine sekinandinê, gerekê em mîna şagirtên qirna yekê, berdewam kin mizgîniyê bela kin. Em dikarin bawer bin, ku Yehowa wê alî me bike xizmetiya xwe bînin sêrî. Lema jî bona mêrxasî û bîlaniyê dua bike, û usa jî alîkariyê ji Yehowa bixwaze, wekî himberî problêma sebir kî. Gelek ji me cûre-cûre derda dikişînin, mesele nexweşî, diltengî, mirina kesê nêzîk, derdên malbetê, zulm, peyketin û çetinayên din. Û tiştên usa ça pandemiya û şer, derdên me diha giran kirin. Derecên usada Yehowara dua bike û dilê xwe wîra veke. Çawa tu hevalekî xweyî nêzîkra besa xem û derdên xwe dikî, bi vî cûreyî Xwedêra jî besa xem û derdên xwe bike. Tu dikarî bawer bî, wekî Yehowa Xwedê bona te xem dike (1 Petrûs 5:6, 7). Hergê em timê dua bikin, emê “tengasiyada sebir kin” (Romayî 12:12). Yehowa rind zane, wekî xizmetkarên wî çiqas derda dikişînin, Ew “zarînîya wan dibihê” (Zebûr 145:18, 19). w23.05 5-6 ¶12-15

Pêşem, 31 Tîrmehê

Bizanibin ku çi li Xudan xweş tê (Efes. 5:10).

Çaxê em gerekê safîkirinên ferz bikin, em gerekê “bizanibin ku çi li Xudan xweş tê” û li gora vê yekê tişta safî kin (Efes. 5:17). Gava em lêkolîn dikin, ku kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz dereca meva girêdayî ne, em nîşan dikin, ku em dixwazin li gora nihêrandina Xwedê safîkirina bikin. Çiqas em prînsîpên Xwedê bidine xebatê, haqas emê safîkirinên baş bikin. Dijminê me Mîrê-cina dixwaze, wekî em şixulên vê dinyayêva haqas mijûl bin, ku bona xizmetiya Xwedê îda wedê me nemîne (1 Yûhenna 5:19). Hergê em fesal nîbin, fikirên vê dinyayê dikarin ser me hukum kin. Axiriyêda dibeke em diha zêde dîna xwe bidine hebûkê, hînbûnê, yan jî xebata xwe, ne ku xizmetiyê. Em gerekê fesal bin wekî ev hemû tişt jîyîna meda tu car nebine tiştên herî ferz. w24.03 24 ¶16-17

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin