KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es26 rûp. 7-17
  • Çile

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çile
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2026
  • Binserî
  • Pêşem, 1 Çileyê
  • Înî, 2 Çileyê
  • Şemî, 3 Çileyê
  • Led, 4 Çileyê
  • Duşem, 5 Çileyê
  • Sêşem, 6 Çileyê
  • Çarşem, 7 Çileyê
  • Pêşem, 8 Çileyê
  • Înî, 9 Çileyê
  • Şemî, 10 Çileyê
  • Led, 11 Çileyê
  • Duşem, 12 Çileyê
  • Sêşem, 13 Çileyê
  • Çarşem, 14 Çileyê
  • Pêşem, 15 Çileyê
  • Înî, 16 Çileyê
  • Şemî, 17 Çileyê
  • Led, 18 Çileyê
  • Duşem, 19 Çileyê
  • Sêşem, 20 Çileyê
  • Çarşem, 21 Çileyê
  • Pêşem, 22 Çileyê
  • Înî, 23 Çileyê
  • Şemî, 24 Çileyê
  • Led, 25 Çileyê
  • Duşem, 26 Çileyê
  • Sêşem, 27 Çileyê
  • Çarşem, 28 Çileyê
  • Pêşem, 29 Çileyê
  • Înî, 30 Çileyê
  • Şemî, 31 Çileyê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2026
es26 rûp. 7-17

Çile

Pêşem, 1 Çileyê

Hiş-aqilê xweda bi temamî gihîştî bin (1 Korn. 14:20).

Gava zar tê bûyînê, dê-bavê wî gelek şa dibin. Lê dîsa jî, ewana naxwazin ku zara wan hertim biçûk bimîne. Hergê zar mezin nebûya, ewana wê xemgîn bûna. Mîna vê yekê, gava em teze destpêdikin pey Îsa herin, Yehowa gelek şa dibe, lê ew naxwaze ku em nava rastiyêda ça zar bimînin (1 Korintî 3:1). Ew dixwaze ku em bibine merivne “gihîştî”. Xebera Yûnanî, ya ku Kitêba Pîrozda hatiye welgerandinê ça “gihîştî”, hindava kesên kamil yan kesên mezin, dêmek kesên ku îda zar nînin, tê xebitandinê (1 Korintî 2:6). Çaxê em ruhanîda îda zar nînin, dostiya me tevî Yehowa diha qewî dibe û em dibine merivne gihîştî. Gava em bigihîjine vê nêtê, hemikî lazim e, ku em cîda nesekinin, lê berdewam bikin pêşda herin (1 Tîmotêyo 4:15). w24.04 2 ¶1, 3

Înî, 2 Çileyê

Wê . . . [konê] min li ser wan be û ezê bibim Xwedayê wan (Hezql. 37:27).

Hergê kesek te bipirse, ku Yehowa bona te kê ye, gelo tuyê ça caba wî bidî? Dibeke tu bêjî, ku Yehowa Xwedayê te, Dost û Bavê te ye. Belê, bona me Yehowa bi rastî jî yekî usa ne. Lê tu qe fikirî yî, wekî tu mêvanê wîyî delal î? Dawid Padşa dostiya orta Yehowa û xizmetkarên wî, beramberî xweyê malê û mêvanê wî kir. Dawid usa nivîsî: “Xudano! Kî dikare Konê Teda bimîne? Kî wê serê çîyayê Teyî pîroz bihêwire?” (Zebûr 15:1). Ji van giliyên ji bîna ber Xwedê em pêdihesin, wekî em dikarin bibin mêvan û dostên Wî. Pêşiya ku Yehowa her tişt biefiranda, ew tenê bû. Pêşiyê ewî Kurê xwe kire mêvanê konê xweyî sîmbolîk. Kitêba Pîroz dibêje, wekî Yehowa mêvanê xweyî pêşin gelek hez dikir. Kurê wî jî hertim li ber Wî şa dibû (Metelok 8:30). w24.06 2 ¶1-3

Şemî, 3 Çileyê

Sadokê egît, xort û . . . [mêrxas] bû (1 Dîr. 12:28).

Bide ber çevê xwe, ku zêdetirî 340 000 mêr tevayî top bibûn, seva ku Dawid ser temamiya miletê Îsraêlê bikine padşa. Ji çiyayên nêzîkî Hebronê, sê roj dengê xeberdan, şabûnê û stiranên pesindayînê dihat (1 Dîrok 12:39). Nava van merivada, xortekî bi navê Sadok hebû. Hergê em wêderê bûna, nava haqas merivada dibeke me Sadok nedîta. Lê Yehowa ew didît û xwest wekî em jî bizanibin, ku Sadok wêderê bû (1 Dîrok 12:22, 26-28). Sadok kahîn bû û tevî Kahînê Mezin Abiyatar, hevkarî dikir. Ew mêrekî bîlan bû û fem dikir ku qirara Xwedê çi ye (2 Samûyêl 15:27). Usa jî ew yekî mêrxas bû. Wan rojên axiriyêda, çiqas diçe haqas Mîrê-cina hê zêde hicûmî ser xizmetkarên Xwedê dike (1 Petrûs 5:8). Heta ku Yehowa Mîrê-cina û vê sîstêma xirab kuta ke, mera mêrxasî lazim e (Zebûr 31:24). Û seva ku mêrxasiyê pêşda bînin, em dikarin çev bidine mêrxasiya Sadok. w24.07 2 ¶1-3

Led, 4 Çileyê

Adem nesid sî salî emir kir û mir (Destp. 5:5).

Gava Yehowa merivên pêşin efirandin, ewî dixwest ku ewana bextewar bin. Ewî maleke xweş û şixulê hewas da wan. Ewî usa jî ew zewicandin û mecal da wan, wekî ewana hevra şa bin. Xwedê wanra got ku ewana temamiya erdê bi zarên xwe tije kin û bikine cineta xweş, ça baxçê Êdênê. Ewî tenê tiştekî biçûk wanra qedexe kir û pêşda wanra got, ku hergê ewana guh nedine vê temiyê û miqabilî wî rabin, wê ji bo gunê xwe bimirin. Em rind zanin ku paşê çi qewimî. Melekekî ku ne Xwedê ne jî ewana hez dikirin, bû sebeb ku ewana gune bikin. Sed heyf ku Adem û Hêwa ketine ber bayê wî. Ewana dewsa ku îtbariya xwe Bavê xweyî dilovan bînin, gune kirin. Ça em zanin, giliyên Yehowa rast derketin. Ji wê rojêda, ewana îda kal-pîr dibûn, û axiriya-axiriyê mirin (Destpêbûn 1:28, 29; 2:8, 9, 16-18; 3:1-6, 17-19, 24). w24.08 3 ¶3

Duşem, 5 Çileyê

Xeberê biqedînin, ne ku tenê bibihên (Aqûb 1:22).

Yehowa û Kurê wî Îsa Mesîh dixwazin wekî em bextewar bin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Xwezî li yên temîyên Wî xwey dikin û bi temamîya dilê xwe li Wî digerin” (Zebûr 119:2). Îsa jî got: “Diha bextewar ew in, yên ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin!” (Lûqa 11:28). Em xizmetkarên Yehowa dibine merivne bextewar, çaxê her roj Kitêba Pîroz dixûnin û xîret dikin, wekî li gora tiştên ku em hîn dibin, bijîn (Aqûb 1:22-25). Û bi vê yekê em dilê Yehowa şa dikin (Waîz 12:13). Usa jî gava em giliyên ji Kitêba Pîroz emirê xweda didine xebatê, malbeta me bextewar dibe û heleqetiya me tevî xûşk-bira diha qewî dibe. Xêncî vê yekê, gelek tiştên ku tên serê van meriva, yên ku guh nadine Yehowa, nayên serê me, çimkî em gura Yehowa dikin. Bê şik, em jî mîna Dawid Padşa difikirin, yê ku derheqa qanûn û dîwanên Yehowa usa got: “Yê pêk tîne, xelata wî pir mezin e” (Zebûr 19:7-11). w24.09 2 ¶1-3

Sêşem, 6 Çileyê

Dilşkestîya qenc dike û birînên wan dipêçe (Zeb. 147:3).

Yehowa her tiştî divîne, him şabûna me him jî derdên me (Zebûr 37:18). Gava ew divîne ku em çetinayada jî berdewam dikin jêra xizmet kin, ew gelekî şa dibe. Usa jî ew hazir e ber dilê meda bê û alî me bike. Zebûr 147:3 dibêje, wekî Yehowa birînên dilşkestiya dipêçe. Ev rêz nîşan dike, ku Yehowa çawa kesên xemgîn dibe xweyî. Gelo em gerekê çi bikin, wekî ji alîkariya Yehowa karê bistînin? Were em dîna xwe bidine vê meselê: Doxdirekî baş û hoste dikare alî kesekî birîndar bike, wekî ew qenc be. Lê dîsa jî lazim e, wekî kesê birîndar rind guh bide temiyên doxdir. Bi saya Kitêba Pîroz Yehowa tevî merivên dilteng xeber dide û bi hezkirinê şîreta dide wan. w24.10 6 ¶1-2

Çarşem, 7 Çileyê

Her jîndarên li ser rûyê erdê hatin . . . [qirkirinê] (Destp. 7:23, ÎM).

Gelo halê wan meriva wê ça be, kîjana ku Yehowa ça merivên nerast hesab dike? Berê em difikirîn ku bona wan meriva gumana saxkirinê tune ye. Hine serhatiyên Kitêba Pîroz dîwanên Yehowaye miqabilî merivên nerast nîşan dikin. Mesele, Yehowa wedê Tofanê xêncî Nuh û malbeta wî tu kes sax nehîşt. Usa jî Ewî ferman da Îsraêliya, ku ewana heft miletên Erdê Sozdayîda qir kin. Carekê jî Ewî bi saya melekekî şevekêda 185 000 eskerên Asûrê kuşt (Qanûna Ducarî 7:1-3; Îşaya 37:36, 37). Gelo ev serhatî îzbat nakin, wekî Yehowa ser heta-hetayê wana qir kiriye û hêviya wan tune ye, ku ji mirinê rabin? Na, çimkî em nizanin ku çi cûreyî Yehowa dîwana her kesî dikir. Usa jî em nizanin, wekî mecala her kesê ku hatibû kuştinê hebû, yan na, wekî Yehowa nas ke û tobe bike. w24.05 3 ¶5-7

Pêşem, 8 Çileyê

Nehêle ku xirabî ser te keve, lê bi qenciyê tu ser xirabiyê keve (Rom. 12:21).

Carekê Îsa serhatiya jinebîkê gilî kir, ya ku berdewam dikir ji hakimekî heqiyê bixwaze. Şagirtên Îsa bê şik halê vê jinebiyê rind fem dikirin, çimkî hingê meriv gelek cara rastî neheqiyê dihatin (Lûqa 18:1-5). Ev mesele bona me jî ferz e, çimkî em jî carna rastî neheqiyê tên. Îro meriv firqiyê dikine orta hev, û dinya bi neheqiyê û zorbetiyê tije ye, lema jî em ecêbmayî namînin gava ji aliyê kesên ku Yehowa nas nakin, rastî neheqiyê tên (Waîz 5:8). Lê gava xûşk yan birak neheqiyê li me dike, em ecêbmayî dimînin. Xûşk-birên me dijminên rastiyê nînin. Problêm tenê vê yekêda ne, ku ewana merivne gunekar in. Gelo em çi gerekê bikin gava rastî dereceke usa bên? Ev yek ku ça Îsa ber neheqiya ji aliyê dijminên rʹastiyê sebir dikir, bona me mesele ye. Hergê em ber neheqiya vê dinyayê sebir dikin, gelo nelazim e wekî em hindava xûşk-bira jî bi sebir bin? w24.11 2 ¶1-2

Înî, 9 Çileyê

Em kîderê nan bikirin, wekî evan meriva têr kin (Yûhn. 6:5).

Wedê berê nan ça xwarina here ferz dihate hesabê (Destpêbûn 14:18; Lûqa 4:4). Lema jî Kitêba Pîrozda xebera “nan” carna bona hemû xwarina tê xebitandinê (Metta 6:11). Du keremetên Îsa nanva girêdayî bûn (Metta 16:9, 10). Kitêba Yûhenna serê 6 besa yek ji van keremeta dike. Paşî ku şandiyên Îsa mizgînî cîkî bela kiribûn, Îsa ewana bi qeyîkê birine aliyê dine bera Celîlê, ku wêderê hêsa bin (Markos 6:7, 30-32; Lûqa 9:10). Ewana çûne cîkî xewle nêzîkî Beytsaydayê. Lê hine wext şûnda bi hezara meriv hatine wêderê. Gava Îsa meriv dîtin, ew eciz nebû, lê bi dilovanî derheqa Padşatiya Xwedê ew hîn dikirin û kesên nexweş qenc dikirin. Berî êvarê, şandî xemgîn bûn ku xelq wê çi bixwe. Cem hine meriva dibeke hine xwarin hebû, lê heçî zef ji wan gerekê biçûna gundên der-dor, wekî xwera xwarinê bikirin (Metta 14:15). w24.12 2 ¶1-2

Şemî, 10 Çileyê

Pêşkêşa Xwedê jîyîna heta-hetayê ye, kîjan ku ew bi saya Xudanê me Îsa Mesîh dide me (Rom. 6:23).

Dê-bavê me, Adem û Hêwa, merivên bêqisûr bûn û cineta bedewda dijîtin (Destpêbûn 1:27; 2:7-9). Mecala wan hebû, ku heta-hetayê bextewar bijîn. Lê nişkêva her tişt hate guhastinê. Wana mecala xwe ku cinetêda heta-hetayê bijîn, unda kir. Gelo wana çi zarên xwera hîşt? Kitêba Pîroz dibêje: “Çawa bi merivekî [Adem] gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (Romayî 5:12). Belê, milkê ku Adem mera hîştiye, gune û mirin e. Ew gunê ku ça milk derbazî me bûye, mîna deynekî mezin e, ku qewata me nagihîjê ewî deynî dadin (Zebûr 49:8). Îsa gune beramberî deyn kir (Metta 6:12; Lûqa 11:4). Gava em gune dikin, em dikevin bin deyna, û îzina Yehowa heye ji me dewa ke, ku em deynê xwe bidin. Hergê Yehowa delîlek nekira, wekî gunê me bihata baxşandinê, wî çaxî tenê mirinê wê gunê me betal kira, û gumana me ku heta-hetayê bijîn, wê tune bûya (Romayî 6:7). w25.02 2-3 ¶2-3

Led, 11 Çileyê

Min navê te wanra eyan kir (Yûhn. 17:26).

Bona me qedirekî gelek mezin e, ku em dikarin kesên dinra derheqa Padşatiya Xwedê gilî kin. Ev qedir her kesîra nehatiye dayînê. Mesele, gava Îsa ser erdê bû, ewî îzin nedida, wekî cin derheqa wî xeber din (Lûqa 4:41). Îro, hergê kesek bixwaze tevî xizmetkarên Yehowa mizgîniyê bela ke, pêşiyê ew gerekê li gora prînsîpên Yehowa bijî û îzbat ke, ku ew bona vê yekê hazir e. Çaxê em hemû mecala didine xebatê, wekî mizgîniyê bela kin, bi vê yekê em didine kifşê, ku vî şixulî qîmet dikin. Mîna Îsa, nêta me ev e, ku toximên rastiyê dilê merivada biçînin û av din (Metta 13:3, 23; 1 Korintî 3:6). Teşkîleta Yehowa çev dide Îsa û bi dil û can her tiştî dike, wekî meriv derheqa navê Xwedê pêbihesin. Sed heyf ku navê Xwedê ji gelek welgerandinên Kitêba Pîroz hatiye derxistinê. Lê Nivîsarên Pîroz Welgerandina Dinya Tezeda, navê Xwedê van hemû ciya hatiye nivîsarê, kîderê ku nivîsarên orîjînalêda hebû. Ev welgerandina Kitêba Pîroz yan hine parên wê, ser 270 zimana zêdetir hatiye derxistinê. w24.04 9 ¶8-9

Duşem, 12 Çileyê

Malxê wê . . . pesinê wê dide (Metlk. 31:28).

Hine bira xwera kirine xeyset, wekî her roj jinên xwera bidine kifşê, ku çiqas wan hez dikin, û bi saya vê yekê malbeta wan bextewar e (1 Yûhenna 3:18). Mêr dikare pê tiştên biçûk jî bide kifşê, wekî ew jina xwe hez dike. Mesele, ew dikare destê wê bigire, yan jî lê hemêz ke. Yan jî ew dikare sms jêra bişîne û jêra bêje “Emirê min, min bîra te kiriye” yan jî “Roja te çawa derbaz dibe?”. Carna seva ku hezkirina xwe nîşan ke, ew dikare pêşkêşeke biçûk, yan jî kulîrka jêra bîne. Bi vî cûreyî mêr dide kifşê, wekî ew qedirê jina xwe digire û dixwaze zewaca xwe diha bextewar ke. Mêrê ku qedirê jina xwe digire, nîşanî wê dike, ku ew seva çi lê qîmet dike. Mesele, çaxê jina wî tiştekîda piştgiriya wî dike, ew razîbûna xwe jêra dide kifşê (Kolosî 3:15). Gava mêr ji dil payê jina xwe dide, ew dilê wê şa dike û nîşanî wê dike, ku lê hez dike û qedirê wê digire. w25.01 11 ¶15; 13 ¶16

Sêşem, 13 Çileyê

Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku . . . vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî (Îşa. 48:17, DT).

Xilaziya Zebûra 15 tê gotinê, ku kê van tişta dike, “tu car ewê nelikume”. Belê, qanûnên Yehowa bona kara me ne. Hergê em xwe li riya wî bigirin, Ewê me biparêze, û emirê me jî wê diha baş be. Mêvanên Yehowa hîviya rojên xweş in. Kesên bi ruh kifşkirî wê herin ser ezmana, ciyê ku Îsa wanra hazir kiriye (Yûhenna 14:2). Kesên ku wê ser erdê bijîn, wê pê çevê xwe bivînin, ku çawa giliyên ji Eyantî 21:3 têne sêrî. Bona me bi rastî qedirekî gelek mezin e, ku Yehowa me ça dost û mêvanên xweye her-heyî teglîfî konê xwe dike! (Zebûra 15:1-5) w24.06 13 ¶19-20

Çarşem, 14 Çileyê

Şikiriyê bidine Yehowa, çimkî navê wî rûmet e (Zeb. 96:8, DT).

Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî Yehowa Xwedê hêjayî şikiriyê û rûmetê ye. Wextekî kin, paşî ku miletê Îsraêlê ji dîltiya Misirê aza bû, Yehowa rûmeta xwe bi cûrê mexsûs eyan kir. Hela bide ber çevê xwe: Bi mîlyona Îsraêlî ber Çiyayê Sînayê civiyan, ku dengê Xwedê bibihên. Ser çiyê ewrên reş top bûn û nişkêva erd qayîm hejiya, birûskê lêxist, dengê gure-gura ezmana hat û dengê boriyêye bilind hate bihîstinê (Derketin 19:16-18; 24:17; Zebûr 68:8). Gava Yehowa rûmeta xwe bi vî cûreyî nîşan kir, bê şik Îsraêlî heyr-hujmekar man. Îro em rûmetê didine Yehowa, çaxê merivara besa qewata wîye mezin û hunurên wî dikin, û usa jî çaxê bona pêşdaçûyînên xwe pesina didine wî, ne ku xwe (Îşaya 26:12). w25.01 2 ¶2-3

Pêşem, 15 Çileyê

Xudan ez şandime (Jimar 16:28).

Carekê, gava miletê Îsraêlê berbi Erdê Sozdayî diçû, hine serok miqabilî Mûsa û cabdariya ku Yehowa dabû wî, derketin. Wana got: “Temamîya civînê [ne tenê Mûsa], hemû jî pîroz in û Xudan li nava wanda ye” (Jimar 16:1-3). Rast e ber çevê Yehowa “temamîya civînê” pîroz bû, lê Yehowa tenê Mûsa kifş kiribû, ku rêberiya cimeta Wî bike. Bi vê yekê ku wana Mûsa înkar dikir, bi rastî wana Yehowa înkar dikir. Dewsa ku wana dîna xwe bida xwestina Yehowa, wana dîna xwe dida xwestina xwe. Axiriyêda, Xwedê wan serokên ku bûne raber û bi hezara merivên ku piştgiriya wan dikirin, qir kir (Jimar 16:30-35, 41, 49). Îro jî em dikarin bawer bin, ku Yehowa ji wan meriva razî nîne, yên ku qedirê rêberiya wî nagirin, kîjan ku ew bi saya teşkîleta xwe dide. w24.07 11 ¶11

Înî, 16 Çileyê

Tiştên dîtinokê . . . [hîviya] dema xweye . . . [kifşkirî] ne (Hebq. 2:3, ÎM).

Îro heçî zef meriv giliyên Kitêba Pîroz derheqa xilaziya vê dinya xirab, bawer nakin. Serda jî gelek meriv qerfên xwe giliyên Kitêba Pîroz dikin (2 Petrûs 3:3, 4). Gelek tiştên usa hene ku em nizanin. Em gerekê bawer bin, ku xilaziya vê dinya xirab wê wedê rastda bê, û Yehowa wê me bibe xweyî. Em usa jî gerekê îtbariya xwe hindava “xulamê amin û serwaxt” qewî kin, kîjanî ku Yehowa îro dide xebatê wekî rêberiya me bike (Metta 24:45). Çaxê tengasiya mezin destpêbe, dibeke em hine rêberiyên mexsûs bistînin. Lema jî gelek ferz e ku em nihada îtbariya xwe rêberiya teşkîleta Yehowa bînin, ya ku ew bi saya birên cabdar dide me. Hergê niha mera çetin e guh bidine rêberiya wan û îtbariya xwe wan bînin, wedê tengasiya mezin wê mera diha çetin be. w24.09 11 ¶11-12

Şemî, 17 Çileyê

Hûn xwexa qirara Xwedê fem bikin, ya ku qenc e, xweş e û bêkêmasî ye (Rom. 12:2).

Dê-bav gerekê bîr nekin, wekî baweriya wan hindava Yehowa çawa milk derbazî zarên wan nabe. Lema jî dibeke wede şûnda cem zarên we hine pirs pêşda bên, mesele: “Em ji ku zanin wekî Xwedê heye? Gelo ez dikarim baweriya xwe Kitêba Pîroz bînim?” Kitêba Pîroz dibêje, wekî em serwaxtiyê bidine kifşê û “tiştên qenc qewîn bigirin” (Romayî 12:1; 1 Têsalonîkî 5:21). Lê hûn ça dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana baweriya xwe diha qewî kin? Alî zarên xwe bikin, wekî ewana îzbatiya bigerin, ku hînkirinên Kitêba Pîroz rast in. Gava zarên we pirsa didin, nîşanî wan kin, ku ewana ça dikarin bi saya Îndêksa Edebyeta Birca Qerewiliyê û Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa îzbatiya bigerin, ku bawer bin wekî Kitêba Pîroz ne tenê kitêbeke kêrhatî ye, ya ku meriva nivîsiye, lê bi rastî jî “Xebera Xwedê” ye (1 Têsalonîkî 2:13). w24.12 14-15 ¶4-5

Led, 18 Çileyê

Merivên amin hîn ke, ku ewana jî bikaribin van tişta kesên din hîn kin (2 Tîmt. 2:2).

Rûspiyên civatê ça dikarin çev bidine Îsa? Gelek ferz e wekî rûspî hemû birên civatê, hela hê yên cahil jî, hîn kin, wekî ewana hazir bin cabdariyên hê mezin hildin ser xwe. Rûspî zanin ku ew bira gerekê gelek tişta hîn bin. Lema jî lazim e, ku ewana bi hezkirinê şîretê bidine birên cahil, wekî ewana milûk û amin bin, û hazir bin alî kesên din bikin (1 Tîmotêyo 3:1; 1 Petrûs 5:5). Xêncî vê yekê, ku şagirtên Îsa mizgînî bela dikirin, usa jî lazim bû ku ewana meriva hîn kin. Dibeke şagirt difikirîn, ku wê nikaribin vê cabdariyê bînin sêrî. Lê Îsa îtbariya xwe wan dianî, ku ewana wê bikaribin vî şixulî bi cûrekî baş bînin sêrî, lema ewî usa got: “Çawa ku Bav ez şandime, ez jî we dişînim” (Yûhenna 20:21). w24.10 16 ¶15; 17 ¶17

Duşem, 19 Çileyê

Min . . . merivekî li gora dilê xwe dît (Kar. Şand. 13:22).

Dawid padşakî bi nav û deng bû. Ew usa jî sazbend, nivîskar, esker û pêxember bû. Dawid jîyîna xweda rastî gelek çetinaya hatibû. Gelek sala ew mecbûr bû ji Şawûl Padşa bireve, yê ku çevnebariya wî dikir û dixwest wî bikuje. Carekê, kurê Dawid, Abşalom xwest dewsa wî bibe padşa, lema jî dîsa lazim bû wekî Dawid bireve. Lê hela hê kêmasiyên xweda û çetinayên dinda jî, Dawid heta xilaziya emirê xwe Xwedêra amin ma. Yehowa derheqa wî usa got: “Min . . . merîk dilê xwera dît”. Bê şik, em gerekê guh bidine şîretên Dawid! (1 Padşatî 15:5) Mesele, were em binihêrin Dawid çi şîret da kurê xwe Silêman, yê ku paşî wî bû padşa. Yehowa Silêman bijartibû ku ew paristgehekê bona wî ava ke (1 Dîrok 22:5). Ev şixulekî hêsa nîbû, û Silêman hewcê alîkariya Yehowa bû. Gelo Dawid kurê xwera çi got? Ewî gote Silêman ku hergê ew gura Yehowa bike ewê emirê xweda yekî pêşdaçûyî be (1 Padşatî 2:2, 3). w24.11 10 ¶9-11

Sêşem, 20 Çileyê

Rîya xwe bide destê Xudan, gumana xwe bide ser Wî û Ewê bîne sêrî (Zeb. 37:5).

Mêrê ku bi gilî yan kirên xwe dilê jina xwe dêşîne, gerekê gavên ferz bavêje, wekî dîsa heleqetiya xwe tevî Yehowa û tevî jina xwe baş ke. Ya pêşin, ew gerekê fem ke, ku problêmeke wîye mezin heye. Yehowa her kirên wî divîne û her giliyên wî dibihê (Zebûr 44:21; Waîz 12:14; Îbranî 4:13). Ya duda, ew gerekê ziyanê nede jina xwe û ser xwe bixebite, wekî bê guhastinê (Metelok 28:13). Ya sisiya, ew gerekê baxşandinê ji jina xwe û ji Yehowa bixwaze (Karên Şandiya 3:19). Usa jî ew gerekê ji Yehowa lava ke, ku xwestina wî pêşda bê, wekî ew bikaribe fikir, xeberdan û kirên xwe kontrol ke (Zebûr 51:10-12; 2 Korintî 10:5; Fîlîpî 2:13). Ya çara, ew gerekê li gora duayên xwe gava bavêje, wekî bikaribe hemû xeberdan û kirên xirab nefret ke (Zebûr 97:10). Ya pênca, ew gerekê here cem rûspiya û alîkariyê ji wan bixwaze (Aqûb 5:14-16). Ya şeşa, ew gerekê xwera nêt dayne, wekî îda van tiştên xirab neke. w25.01 11 ¶14

Çarşem, 21 Çileyê

Çi riya te digire? Rabe, were nixumandinê (Kar. Şand. 22:16).

Emir û her tiştê qenc ku cem te heye, ji Yehowa Xwedê ye. Gelo tu naxwazî bona wan tişta hezkirina xwe Yehowara nîşan kî? Cûrê lapî baş ku ça tu dikarî vê yekê bikî ev e, wekî sonda tesmîlbûyînê bidî û bêyî nixumandinê. Bi vî cûreyî tuyê bibî para malbeta Yehowa. Ewê ça Dost û Bavê teyî ezmana rêberiya te bike û bona te xem bike (Zebûr 73:24; Îşaya 43:1, 2). Usa jî sonda tesmîlbûyînê û nixumandin rê vedikin, wekî tu emirê heta-hetayê bistînî (1 Petrûs 3:21). Gelo tiştek riya te digire wekî tu bêyî nixumandinê? Hergê erê, tu tenê nînî. Gelek merivara pêşiya nixumandinê lazim bû rabûn-rûniştin û nihêrandina xwe biguhêzin. Lê niha ewana bi xîret û şabûnê Yehowara xizmet dikin. w25.03 2 ¶1-2

Pêşem, 22 Çileyê

Baxşandin destê Te ye (Zeb. 130:4).

Kitêba Pîrozda, gune cara beramberî barê giran dibe. Dawid Padşa derheqa gunên xwe usa got: “Neheqîyên min ji serê min bilindtir bûne, mîna barê giran ew li ser min giran bûne” (Zebûr 38:4). Yehowa hazir e bibaxşîne wan meriva, yên ku gunên xwe tînin rûyê xwe (Zebûr 25:18; 32:5). Xebera Îbranî, ya ku ça “baxşandin” hatiye welgerandinê, tê hesabê “hildan”. Dêmek, gava Yehowa gunên me dibaxşîne, ew barekî giran ji milê me hildide. Meseleke din jî dide kifşê, ku Yehowa gunên me ji me çiqas dûr dixe. Zebûr 103:12 usa dibêje: “Çiqas rohilat ji roavayê dûrtir e, haqasî jî guneyên me ji me dûr xistî ne”. Çawa ku rohilat û roava gelekî dûrî hev in û nikarin bigihîjine hev, hema bi vî cûreyî Yehowa gunên me ji me dûr dixe. Belê, gava Yehowa gunên me dibaxşîne, em dikarin bawer bin, ku ew bi temamî dibaxşîne. w25.02 9 ¶5-6

Înî, 23 Çileyê

Çaxê tu . . . qenciyê dikî, neke dengî (Met. 6:2).

Çaxê Îsa vegeriya ezmana, Petrûsê şandî mêrekî ku ji bûyînê seqet bû, qenc kir (Karên Şandiya 1:8, 9; 3:2, 6-8). Ev keremet ber çevê gelek meriva hate kirinê (Karên Şandiya 3:11). Kûltûra Cihûyada meriv pey navê xwe diketin, û Petrûs jî vê kûltûrêda mezin bibû. Dîsa jî ewî payê xwe neda, lê bi milûktî dîna meriva kişande ser Yehowa û Îsa. Ewî got: “Pê navê Îsa û bi saya baweriya meye hindava navê wî, nigên wî merivî şidiyan” (Karên Şandiya 3:12-16). Mîna Petrûs em jî gerekê milûktiyê nav xweda pêşda bînin. Em hazir in alî meriva bikin ne ku seva vê yekê, wekî kesên din payê me bidin, lê çimkî em Yehowa Xwedê û meriva hez dikin. Hergê em bi rastî milûk bin, emê hazir bin bona Yehowa û xûşk-bira van şixula jî bikin, çi ku kesên din navînin (Metta 6:1-4). w25.03 10-11 ¶11-12

Şemî, 24 Çileyê

Haj xwe û hînkirinên xwe hebe (1 Tîmt. 4:16).

Seva ku em ji belakirina mizgîniyê diha zêde şabûnê bistînin, em gerekê dîna xwe bidinê, hela em çiqas Yehowa û meriva hez dikin (Metta 22:37-39). Bide ber çevê xwe ku gava em mizgîniyê bela dikin Yehowa çiqas şa dibe. Usa jî gava meriv destpêdikin Kitêba Pîroz hîn bin, ewana jî gelek şa dibin. Merivên ku guh didine me û safî dikin Yehowara xizmet kin, dikarin heta-hetayê bijîn (Yûhenna 6:40). Hergê menî heye ku tu nikarî ji malê derkevî, tu dîsa jî dikarî bidî kifşê, wekî tu Yehowa û meriva hez dikî. Were em dîna xwe bidine serhatiya Samûêl û Danîyayê. Wedê pandemiya COVID-19, ewana nikaribûn ji malê derketana. Lê wana berdewam dikir pê têlê xizmet kin, neme dinivîsîn û bi saya programa Zûmê hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikirin. Belê, çiqas jî derece îzin nedida ku Samûêl û Danîya haqas xizmet kin, çiqas ku dixwazin, yeke wana çi destê wan dihat, dikirin. Û ji vê yekê wana şabûneke mezin distand. w24.04 18 ¶15-16

Led, 25 Çileyê

Kî dikare kulfeta esil bibîne? Qîmetê wê ji lal-dur jortir e (Metlk. 31:10).

Seva ku meriv bextewar be, zewac eseyî nîne, lê dîsa jî gelek xûşk-birên cahil û mezin dixwazin bizewicin. Hemikî, pêşiya hevnaskirinê dostiya te tevî Yehowa gerekê qewî be. Tu gerekê ruhanîda û êmosiyalîda hazir bî û usa jî bikaribî ebûra malbeta xwe bikî (1 Korintî 7:36). Pêşiya ku tu bi nêta zewacê kesekî nas kî, tu gerekê pêşda bizanibî, ku tu dixwazî hevalzewacê te yekî ça be. Hergê tu usa nekî, tu dikarî mecaleke baş ji destê xwe berdî, yan jî dibeke dîna xwe bidî wî kesî, yê ku layîqî te nîne. Hemikî, ew meriv, tevî kîjanî tu dixwazî bibî nas, gerekê nixumandî be (1 Korintî 7:39). Lê dîsa jî ev yek bona zewaca bextewar bes nîne. Lema pirsên usa bide xwe: “Nêtên min çi ne? Hevalzewacê min gerekê xweyê kîjan hunura be? Gelo dewakirinên min bi bîlanî ne?” w24.05 20 ¶1; 21 ¶3

Duşem, 26 Çileyê

Hindava hevda qenc û dilşewat bin (Efes. 4:32).

Wedê hevdunaskirinê hûn ça dikarin çetinaya safî kin, yên ku carna dikarin pêşda bên? Gelo ev yek tê hesabê ku hûn layîqî hev nînin? Na. Çimkî nihêrandinên cotên zewicî jî ji hev cude dibin. Lê zewaca qewîda, jin-mêr hazir in qedirê nihêrandinên hev bigirin û problêmên nav xweda safî kin. Lema jî, ev yek ku hûn niha problêmên xwe ça safî dikin, dikare bide kifşê, ku zewaca we wê baş be, yan na. Ji xwe bipirsin: “Gelo em dikarin bi nermî û bi qedir derheqa problêma xeber din? Gelo em hazir in şaşiyên xwe bînin ser xwe û îda van şaşiya nekin? Gelo em rê didine hev, baxşandinê ji hevdu dixwazin û hazir in bibaxşînin hev?” (Efesî 4:31). Lê hergê hûn wedê hevdunaskirinê timê hevdura qayîl nînin û dikevine dewa, zewacêda jî derece wê baş nebe. Hergê hûn fem kin, ku hûn para hev nînin, diha baş e hûn heleqetiya xwe bidine sekinandinê, ev yek wê bona we herda jî safîkirina baş be. w24.05 29 ¶12

Sêşem, 27 Çileyê

Şikir ji Xudanra, qeyayê min, ku destê min hînî şêr dike (Zeb. 144:1).

Hergê em qewî ser riya rastiyê bisekinin û li gora prînsîpên Kitêba Pîroz safîkirina bikin, ev yek dikare ser kesên din jî baş hukum ke. Bawerî û zanebûna me çiqas zêde be, haqas hê qewî emê ser riya rastiyê bisekinin û nekevine ber bayê hînkirin û fikirên vê dinyayê (Efesî 4:14; Aqûb 1:6-8). Usa jî em hazir in alîkariyê bidine kesên ku tengasiyêda nin (1 Têsalonîkî 3:2, 3). Kitêba Pîroz dibêje, ku rûspî gerekê xwegirtî, aqilda giran, maqûl û berbihêr bin. Ewana alî xûşk-bira dikin dilrihet bin û Yehowara amin bimînin bi vê yekê, ku xwe li “gotina amin” qewî digirin (Tîto 1:9; 1 Tîmotêyo 3:1-3). Him bi mesela xwe, him jî bi saya şivantiyê, rûspî dikarin alî xûşk-bira bikin, wekî ewana lêkolîna şexsî, belakirina mizgîniyê û civîna bernedin. Gava xûşk-birên me rastî çetinaya tên, rûspî dikarin alî wan bikin, wekî ewana gumana xwe Yehowa bînin û derheqa sozên Wî bîr nekin. w24.06 31 ¶16-18

Çarşem, 28 Çileyê

Tobe kin, çimkî Padşatiya ezmana nêzîk bûye (Met. 4:17).

Îsa nîşanî meriva dikir, ku Bavê wî çiqas afûkar e, dêmek dibaxşîne meriva. Şêwir kin meteloka derheqa kurê undabûyî. Vê metelokêda, xortekî wedekî bi jîyîneke necayîz dijît. Lê paşê, “hişê wî hate serê wî”, û ew vegeriya malê. Gelo bavê wî çi kir? Gava kur “hê rêda bû, bav ew ji dûrva dît . . . , bi lez çû pêşiya wî, ew hemêz kir û paç kir”. Kur xwest mala bavê xweda bibe xulam, lê bavê ser wî got “kurê min”, û ew dîsa ça neferê malê qebûl kir. Bav got: “Ew undabûyî bû û hate dîtinê” (Lûqa 15:11-32). Gava Îsa hê li ezmana dijît pêşiya ku ew bihata dinyayê, ewî bê şik dîtibû ku Bavê wî çawa remtî û dilşewatî dida kifşê hindava gelek gunekarên ku gunên xwe dianîne rûyê xwe. Ev meteloka ku Îsa mera gilî kir, bi rastî dilbîniyê dide me û mera nîşan dike ku Bavê me Yehowa çiqas dilrem e! w24.08 11 ¶11-12

Pêşem, 29 Çileyê

Serwaxt û ser xwe bin (1 Pet. 4:7).

Em gerekê safîkirinên usa bikin, yên ku dilê Yehowa xweş tên. Em zanin wekî dostiya tevî Yehowa emirê meda tiştekî lapî ferz e. Em gerekê bi zêdeyî derheqa xwe nefikirin û qebûl kin, wekî em her tiştî nizanin. Usa jî em gerekê bi milûktî Yehowara dua bikin û bi vê yekê bidine kifşê, wekî em xwe dispêrin wî. Em gerekê berdewam kin Yehowara dua kin û alîkariyê bixwazin, hergê em difikirin, ku hine tiştada cêribandî ne jî. Lema jî îlahî gava em safîkirinên ferz dikin, em gerekê ji Yehowa rêberiyê bixwazin û bawer bin, ku ew zane em hewcê çi ne. Em ji Yehowa razî ne, çimkî ewî em usa efirandine, ku em dikarin çev bidine hunurên wî (Destpêbûn 1:26). Hemikî em nikarin vê yekê bi cûrê bêqisûr bikin (Îşaya 55:9). w25.03 11 ¶13; 13 ¶17-18

Înî, 30 Çileyê

[Hezkirin] her gav xweyîguman e, û ber her tiştî teyax dike (1 Korn. 13:7).

Nefikirin ku nêta meriva xirab e. Hergê kesek razîbûna xwe mera nade kifşê, pirsê bide xwe: “Gelo ew bi rastî yekî bêşêkir e, yan ewî bîr kir razîbûna xwe bide kifşê?” Diqewime meniyên din jî hene, ku çira ewî razîbûna xwe neda kifşê. Hine meriv şêkirdar in, lê nizanin ku çawa razîbûna xwe eyan kin. Diqewime ewana şerm dikin, çimkî îda nikarin mîna berê alî kesên din bikin, û îda xwexa hewcê vê yekê ne. Menî çi bin jî, em gerekê nefikirin ku nêta wan xirab e, çimkî em xûşk-birên xwe hez dikin (Efesî 4:2). Sebir kin. Silêman Padşa derheqa merdaniyê usa nivîsî: “Nanê xwe bavêje ser avê, çimkî paşî gelek roja tê bivînî” (Waîz 11:1, ÎM). Ça vê rêzêda tê kifşê, dibeke hine meriv şêkirdariya xwe “paşî gelek roja” nîşan kin. w24.09 30 ¶18-19

Şemî, 31 Çileyê

Kesên ku gune dikin, ber çevê hemûya şaşiya wan bide rûyê wan, wekî bona yên din bibe ders (1 Tîmt. 5:20).

Cara civatêda tê elamkirinê ku kesek hatiye lêhilatinê. Dereca usada em heleqetiya xwe tevî wî nabirin, çimkî em zanin ku ewî tobe kiriye û terka gunekirinê daye. Ew hê para civatê ye, û hewcê hêlana xûşk-bira ye (Îbranî 10:24, 25). Lê halê kesekî ku îda para civatê nîne cûrekî mayîn e. Em gerekê îda tevî yê usa hevaltiyê nekin, “heta nên jî nexwin” (1 Korintî 5:11). Gelo ev yek tê hesabê ku gerekê em ji wî bi temamî birevin? Na. Hemikî em gerekê pêra hevaltiyê nekin. Lê Mesîhî dikarin li gora îsafa xwe, ya ku ser hîmê Kitêba Pîroz hatiye hînkirinê, safî kin wekî kesê ku îda Şedê Yehowa nîne, yê ku dibeke merivê wan e yan hevalê wan bû, teglîfî ser civatê kin. w24.08 30 ¶13-14

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin