KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es26 rûp. 17-26
  • Sibat

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Sibat
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2026
  • Binserî
  • Led, 1 Sibatê
  • Duşem, 2 Sibatê
  • Sêşem, 3 Sibatê
  • Çarşem, 4 Sibatê
  • Pêşem, 5 Sibatê
  • Înî, 6 Sibatê
  • Şemî, 7 Sibatê
  • Led, 8 Sibatê
  • Duşem, 9 Sibatê
  • Sêşem, 10 Sibatê
  • Çarşem, 11 Sibatê
  • Pêşem, 12 Sibatê
  • Înî, 13 Sibatê
  • Şemî, 14 Sibatê
  • Led, 15 Sibatê
  • Duşem, 16 Sibatê
  • Sêşem, 17 Sibatê
  • Çarşem, 18 Sibatê
  • Pêşem, 19 Sibatê
  • Înî, 20 Sibatê
  • Şemî, 21 Sibatê
  • Led, 22 Sibatê
  • Duşem, 23 Sibatê
  • Sêşem, 24 Sibatê
  • Çarşem, 25 Sibatê
  • Pêşem, 26 Sibatê
  • Înî, 27 Sibatê
  • Şemî, 28 Sibatê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2026
es26 rûp. 17-26

Sibat

Led, 1 Sibatê

Hevza xwe şerkirinê, qedirê merîya ye, lê her bêhiş ser şêr bengî ye (Metlk. 20:3).

Birên ku xweyê hunurên baş in, bona civatê keremeke mezin in. Merivê berbihêr edilayê pêşda tîne. Hergê tu dixwazî, wekî te ça merivekî berbihêr nas kin, guh bide kesên din û hazir be ku nihêrandinên wan hildî hesab. Mesele, hergê heçî zef rûspî piştgiriya safîkirineke usa bikin, ya ku miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz nîne, lê ne li gora dilê te ye, gelo tuyê piştgiriya vê safîkirinê bikî? Usa jî timê ser ya xwe nesekine. Guh bide fikir û nihêrandinên kesên din (Destpêbûn 13:8, 9; Metelok 15:22). Dewsa ku sert û serhişk bî, nerm û bi merîfet be. Gava problêmek pêşda tê, tu gerekê her tiştî bikî, wekî edilayî bê xweykirinê (Aqûb 3:17, 18). Hergê tu bi nermî tevî meriva xeber dî, ev yek dikare dilê wan nerm ke, û hela hê dilê merivên miqabil jî (Hakimtî 8:1-3; Metelok 25:15; Metta 5:23, 24). w24.11 23 ¶13

Duşem, 2 Sibatê

Ewê melekên xwe bişîne û ji her çar aliyên dinyayê, ji serê erdê heta serê ezmên, bijartiyên xwe top ke (Mark. 13:27).

Rast e, Îsa tenê “carekê” bona me emirê xwe kire qurban, lê niha jî ew gelek tişt bona me dike (Romayî 6:10). Gelo çi cûreyî? Ew wede û qewata xwe xerc dike, seva ku em ji qurbana wî karê bistînin. Mesele, ew Padşa, Kahînê Mezin û serê civatê ye (1 Korintî 15:25; Efesî 5:23; Îbranî 2:17). Ew cabdar e bona topkirina kesên ku wê ser ezmana bijîn û kesên ku wê ser erdê bijîn. Ev şixul wê bê temamkirinê, pêşiya ku tengasiya mezin xilaz be (Metta 25:32). Usa jî Îsa van rojên xilaziyê bi saya xulamê amin û serwaxt ruhanîda me têr dike (Metta 24:45). Wedê Serwêrtiya Hezarsalî, Îsa wê dîsa bona kara me gelek tişt bike. Belê, Yehowa bi rastî jî Kurê xwe bona me daye! w25.01 24 ¶12

Sêşem, 3 Sibatê

Mesîh Îsa ewana xilaz kirin, ku bona gune heq da û usa ewana ber Xwedê rast hatine hesabê. Û ev yek pêşkêş e, ku Xwedê bi qenciya xweye mezin daye wan (Rom. 3:24).

Çaxê Yehowa dibaxşîne me, ew bi temamî dibaxşîne, û bona gunên meye berê me ceza nake. Bi vî cûreyî mera mecal tê dayînê, ku dîsa bibine dostên Bavê xweyî ezmana, Yehowa. Ev yek ku Yehowa dibaxşîne me, nayê hesabê ku em hêjayî vê yekê ne, lê ev pêşkêşa wîye mezin e, ku Ew bi qenciya xweye mezin dide me. Em gelek şêkirdar in, ku Yehowa bi temamî dibaxşîne me! (Zebûr 130:4; Romayî 4:8) Lê hergê em dixwazin wekî Yehowa bibaxşîne me, em gerekê ji aliyê xweda tiştekî ferz bikin. Îsa got: “Hergê hûn gunên meriva nabaxşînin, Bavê we jî wê gunên we nebaxşîne” (Metta 6:14, 15). Eşkere ye, ku em gerekê çev bidine baxşandina Yehowa. w25.02 13 ¶18-19

Çarşem, 4 Sibatê

Kesên rast û nerast wê ji mirinê rabin (Kar. Şand. 24:15).

Were em derheqa merivên ji Sodom û Gomorayê şêwir kin. Lût, yê ku merivekî rast bû, nav wanda dijît. Gelo Lût xebera Xwedê gîhande her kesê ku wêderê dijît? Em vê yekê nizanin. Hemikî cimeta ji wan bajara merivên xirab bûn, lê gelo hemûya zanibû ku çi rast e û çi na? Bîne bîra xwe, ku mêrên bajêr dixwestin xirabiyê li mêvanên Lût bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku “ji çûka heta mezina” dora mala wî girtin (Destpêbûn 19:4; 2 Petrûs 2:7). Gelo em bi rastî zanin, ku Xwedayê dilovan Yehowa wê ji cimeta Sodom û Gomorayê tu kesî ji mirinê raneke? Na. Yehowa Birahîmra gotibû, ku şeherda 10 merivên rast jî tune ne (Destpêbûn 18:32). Ewana merivne nerast bûn, lema Yehowa bi heqî wana qir kir. Lê gava merivên neheq “ji mirinê rabin”, gelo cimeta ji Sodom û Gomorayê tu kes wê ji mirinê neyê rakirinê? Em vê yekê nizanin! w24.05 2 ¶3; 3 ¶8

Pêşem, 5 Sibatê

Berê pêşin bikevine heyra Padşatiya Xwedê û rastiya wî, û hemû tiştên lazim wê wera bêne dayînê (Met. 6:33).

Ji bo guhastinên êkonomîkî hine meriva safî kiribûn xebateke usa qebûl kin, ji bo kîjanî ewana mecbûr bûn ji malbeta xwe dûr bixebitin, lê paşê geleka fem kir, ku ev safîkirineke bîlan nîbû. Pêşiya ku tu xebateke teze qebûl kî, ne tenê ser vê yekê bifikire ku tuyê çiqas pere qazanc kî, lê usa jî bifikire ku rûyê vê yekêda tu çi dikarî unda kî (Lûqa 14:28). Pirsên usa bide xwe: “Hergê ez ji malbeta xwe dûr bim, ev yek wê ser zewaca min ça hukum ke? Gelo ezê bikaribim xizmet kim, timê herim civata û tevî xûşk-bira wede derbaz kim?” Lê hergê zarên te hene, evê pirsê bide xwe: Hergê ez ji zarên xwe dûr bim, ezê ça wana “bi şîret û hînkirina Xudan mezin” kim? (Efesî 6:4) Çaxê safîkirina dikî, ne ku guh bide şîretên heval û merivên xwe, yên ku li gora Kitêba Pîroz najîn, lê li gora nihêrandina Yehowa safîkirina bike. w25.03 29 ¶12

Înî, 6 Sibatê

Em gerekê îda mîna zara nîbin (Efes. 4:14).

Ji aliyê dinva jî, merivê ku ruhanîda ça zarok dimîne, hêsa dikare bikeve ber bayê hînkirinên derew, yên ku raber nûçeyada bela dikin. Merivê usa dikare bibe yekî hevsûd, şerûd yan jî xeydok û çaxê ew tê cêribandinê, ew zû şaşiya dike (1 Korintî 3:3). Kitêba Pîrozda gihîştîbûna ruhanî beramberî gihîştîbûna zara dibe (Efesî 4:15). Zar gelek tişta nizanin, lema jî lazim e ku mezin rêberiya wan bikin. Mesele, dê dibêje qîza xweye biçûk ku destê wê bigire, gava ewana rê derbaz dibin. Çaxê keçik mezin dibe, dibeke dayîk îda îzinê bidê, wekî ew tenê rê derbaz be. Dîsa jî, ewê jêra bêje, ku ew fesal be û rind dîna xwe bide rê çaxê derbaz bibe. Çiqas keçik mezin dibe, haqas ew diha baş zane ku ça derecên usada fesal be. Hema bi vî cûreyî gava kesê ruhanîda gihîştî tiştekî safî dike, ew ser prînsîpên Kitêba Pîroz difikire û têderdixe, hela nihêrandina Yehowa çi ye. Paşê ew li gora van prînsîpa hereket dike. w24.04 3 ¶5-6

Şemî, 7 Sibatê

Xudano! Kî dikare Konê Teda bimîne? (Zeb. 15:1)

Wedekî tenê melek mêvanên konê Yehowa bûn. Paşê jî Yehowa însan efirandin û îzin da, wekî ewana jî bikevine konê wî. Mesele, nav wanda Henox, Nuh, Birahîm û Îbo bûn. Ewana dostên Xwedê bûn û “rîya Xwedêda” dimeşiyan (Destpêbûn 5:24; 6:9; Îbo 29:4; Îşaya 41:8). Îda gelek qirne ye, ku Yehowa Xwedê dostên xwe teglîf dike, wekî ewana bibine mêvanên wî (Hezeqêl 37:26, 27). Mesele, kitêba Hezeqêl nîşanî me dike, wekî Xwedê bi rastî jî dixwaze, ku xizmetkarên wîyî amin nêzîkî wî bin. Ewî soz daye, wekî wê tevî wan peymana edilayê girêde. Ji van giliya tê femkirinê, wekî rojekê hemû xizmetkarên Yehowa wê konê wîye sîmbolîkda bibine “kerîk”, him yên ku wê li ezmana bijîn, him jî yên ku wê ser erdê bijîn (Yûhenna 10:16). Belê, ev roj îda hatiye! w24.06 2 ¶2, 4; 3 ¶5

Led, 8 Sibatê

Bi saya Xwedayê xwe mêrxas bûne (1 Têsln. 2:2).

Çawa xizmetkarên Yehowa, em bi dil û can piştgiriya Padşatiya wî dikin. Lê seva vê yekê mera mêrxasî lazim e (Metta 6:33). Mesele, vê dinya xirabda mera mêrxasî lazim e, wekî em li gora qanûnên Yehowa bijîn û mizgîniya Padşatiya Xwedê bela kin. Usa jî mera mêrxasî lazim e, seva ku em pirsên polîtîkîda tevnebûyînê xwey kin (Yûhenna 18:36). Gelek Şedên Yehowa, carna aliyê matêrîalîda zirarê distînin û rastî zulim û zordariyê tên. Û wana dikine kelê, çimkî ewana nakevine nava şixulên polîtîkî û naçine eskeriyê. Gava em serhatiyên wan meriva dixûnin, yên ku bi mêrxasî piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikirin, qewat û mêrxasiya me jî zêde dibe. Mesele, gava Padşê me Îsa Mesîh ser erdê bû, ewî înkar dikir bikeve nava şixulên polîtîkî ya sîstêma Mîrê-cina (Metta 4:8-11; Yûhenna 6:14, 15). Ewî timê ji Yehowa qewat û mêrxasî dixwest, wekî çi ku rast e, vê yekê bike. w24.07 3 ¶4; 4 ¶7

Duşem, 9 Sibatê

Kulfetê . . . dest avîte berê wê xwar û da mêrê tevî xwe, ewî jî xwar (Destp. 3:6).

Yehowa ev serhatî Kitêba Pîrozda daye nivîsarê, wekî em fem kin, ku ew çira gune haqas nefret dike. Gune me ji Yehowa dûr dixe û berbi mirinê dibe (Îşaya 59:2). Lema jî Mîrê-cina, dêmek melekê raber, yê ku bû sebebê hemû kul-derda, gune hez dike. Çawa ku ewî Adem û Hêwa cêribandibûn, ew heta îro jî meriva dicêribîne, wekî gune bikin. Ew diqewime difikirî ku baxçê Êdênêda ew serket, û qirara Yehowa hindava însanetê betal kir. Lê ewî fem nedikir ku Yehowa çiqas bi hezkirin e. Xwedê qirara xweye bona zarên Adem û Hêwayê neguhastiye. Û çimkî ew însanetê hez dike, ewî derbêra guman da wan (Romayî 8:20, 21). Yehowa zanibû ku hine zarên Adem û Hêwayê wê wî hez bikin û ji wî alîkariyê bixwazin, wekî bikaribin miqabilî gune şer bikin. Lema jî Yehowa rê vekiriye wekî kesên ku wî hez dikin nêzîkî wî bin û ji gune û mirinê xilaz bin. w24.08 3 ¶3-4

Sêşem, 10 Sibatê

Dîna xwe bidine tiştên diha ferz (Fîlî. 1:10).

Gelek xizmetkarên Yehowa merivne betal nînin. Em dixebitin, wekî ebûra xwe û malbeta xwe bikin (1 Tîmotêyo 5:8). Gelek xûşk û bira bona merivên xweye nexweş, yan jî emirda mezin, xem dikin. Usa jî em bona sihet-qewata xwe xem dikin, çi ku gelek wede ji me distîne. Xêncî van tişta, civatêda jî cabdariyên me hene. Yek ji cabdariyên meye here ferz ev e, ku em mizgîniya xêrê bi dil û can bela dikin. Bona me Mesîhiya, yek ji tiştên “here qenc” ev e, ku Kitêba Pîroz bixûnin, û ev yek gerekê emirê meda ser ciyê pêşin be. Kitêba Pîroz derheqa merivê bextewar usa dibêje: “Şabûna wî hînkirina Xudanda ye, şev û roj ser wê hînkirinê kûr difikire” (Zebûr 1:1, 2). Eşkere ye ku em gerekê bona xwendina Kitêba Pîroz wede veqetînin. Lê gelo bona vê yekê, wedê herî baş kengê ye? Dereca me her kesî ji hev cude dibe. Firqî tune kengê em Kitêba Pîroz bixûnin, ferz ev e ku em her roj vê yekê bikin. w24.09 3 ¶5-6

Çarşem, 11 Sibatê

Her kes wê barê xwe hilgire (Galt. 6:5).

Gelo kesên ruhanîda gihîştî qe hewcê alîkariyê ne? Hemikî erê. Ewana jî carna dikarin alîkariyê ji kesên din bixwazin. Merivê ruhanîda negihîştî, diqewime hîviyê ye, ku kesên din dewsa wî safîkirina bikin, yan jî jêra bêjin ku gerekê ew çi bike. Lê merivê ruhanîda gihîştî, gava ji kesên bîlan û cêribandî alîkariyê dixwaze, dîsa jî ew zane ku gerekê her kes “barê xwe hilgire”, dêmek xwexa safîkirina bike. Çawa ku rûva meriv ji hev cude dibin, usa jî merivên ruhanîda gihîştî ji hev cude dibin, mesele hunurên usada ça bîlanî, mêrxasî, merdanî û dilovanî. Xêncî vê yekê, gava du merivên ruhanîda gihîştî rastî derecekê tên, dibeke safîkirinên wan ji hev cude bin, lê dîsa jî ser hîmê Kitêba Pîroz bin, îlahî gava ewana li gora îsafa xwe safîkirina dikin. Lema jî ewana hevdu sûcdar nakin, lê xîret dikin, wekî yektiyêda bimînin (Romayî 14:10; 1 Korintî 1:10). w24.04 4 ¶7-8

Pêşem, 12 Sibatê

Dema derd-kul dilê minda zêde dibin, baristanîyên Te nefsa min şa dikin (Zeb. 94:19).

Hergê tu carna xwe bêqîmet hesab dikî, tu çi dikarî bikî? Rêzên ku nîşan dikin, wekî Yehowa çiqasî me qîmet dike, bixûne û ser wan kûr bifikire. Xwe beramberî kesên din neke û dîna xwe nede ser van tişta, çi ku tu nikarî bikî. Yehowa yekî dilovan e û van tişta ji me dewa nake, çi ku ji qewata me der e (Zebûr 103:13, 14). Hergê kesekî xirabî li te kiriye, bona vê yekê xwe sûcdar neke. Ev yek neheqiya te nîne! Bîr neke ku Yehowa wê dîwana kesên neheq bike, ne ku yên zirardîtî (1 Petrûs 3:12). Yehowa dikare te bide xebatê, wekî alî kesên din bike. Şixulê belakirina mizgîniyêda tu hevalkarê Yehowa yî (1 Korintî 3:9). Ev yek ku tu emirê xweda rastî gelek tengasiya hatî, tu dikarî halê kesên din diha baş fem kî. Belê, tu dikarî cûre-cûre aliyada alî meriva bikî. w24.10 7-8 ¶6-7

Înî, 13 Sibatê

Gelo Xwedê jî bijartiyên xwera, yên ku şev û roj hewar-gaziya xwe wî dikin, wê heqiyê neke wî wedeyîda ku ew hindava wanda bi sebir e? Ez wera dibêjim, ewê derbêra bona wan heqiyê bike (Lûqa 18:7, 8).

Gava em rastî neheqiyê tên, Yehowa eciz dibe, çimkî ew rastiyê û heqiyê hez dike (Zebûr 37:28). Çawa ku Îsa gotibû, wedê rastda Yehowa wê heqiyê vegerîne. Zûtirekê ewê hemû zirara ku me dîtiye, bide hildanê û wê îda nehêle ku em dîsa rastî neheqiyê bên (Zebûr 72:1, 2). Heta Yehowa heqiyê vegerîne, Ew îda niha alî me dike, ku em ber neheqiyê sebir kin (2 Petrûs 3:13). Mesele, ew me hîn dike, wekî em rûyê neheqiya ku hindava meda hatiye kirinê, tiştekî nebaş nekin, wekî halê me diha xirab nebe. Bi saya Kitêba Pîroz Yehowa mera nîşan dike, wekî Îsa çi dikir, ku ber neheqiyê sebir ke. Usa jî ew mera şîretên kêrhatî dide, yên ku em dikarin bidine xebatê, gava hindava meda neheqî tê kirinê. w24.11 2-3 ¶3-4

Şemî, 14 Sibatê

Hûn xwarinê bidine wan (Met. 14:16).

Îsa got ku elaletê têr kin, lê bi rastî hêsa nîbû ku xwestina wî baniyana sêrî, çimkî wêderê weke 5 000 mêr hebûn. Tevî jin û zara, hejmara meriva diqewime weke 15 000 bû (Metta 14:21). Şandiyê Îsa, Endrawis, usa got: “Vira gedekî biçûk heye, cem wî pênc nanên ceh û du mesiyên biçûk hene. Lê wê çawa têra haqas meriva bike?” (Yûhenna 6:9). Wî çaxî, gelek meriva nanê ceh û mesiyên zihakirî dixwarin. Lê haqas meriv wê çawa pê nan û mesiyên ku destê vî gedeyîda hebûn, têr bûna? Îsa yekî mêvanhez û dilovan bû, lema ewî merivara got, ku ewana kom bi kom ser çêrê rûnên (Markos 6:39, 40; Yûhenna 6:11-13). Kitêba Pîroz dibêje, ku Îsa bona nan û mesiya şikirî da Bavê xwe. Ev yek bi rastî jî lazim bû, çimkî xwarin dayîna Yehowa Xwedê ye. Were em jî mîna Îsa pêşiya nanxwarinê dua bikin. Paşê Îsa xwarin da belakirinê, û her kesî têr xwar. w24.12 2-3 ¶3-4

Led, 15 Sibatê

Xwedayê xwe pîroz kin (1 Dîr. 29:20).

Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî timê digot ku ew bi saya qewata Bavê xwe keremeta dike û bi vê yekê Îsa rûmet dida Bavê xwe (Markos 5:18-20). Usa jî Îsa şikirî dida Yehowa, him bi vê yekê ku derheqa Bavê xwe merivara gilî dikir û him jî ku ew hindava merivada çawa bû. Carekê çaxê Îsa kinîştêda hîn dikir, nava guhdarada jinikek jî hebû, ya ku 18 sala nexweş bû, çimkî ew bin hukumê cinekîda bû. Cin ew qûz kiribû û ewê nikaribû pişta xwe rast kira. Belengazê halekî çiqas giranda bû! Îsa bi dilovanî jêra got: “Tu ji nexweşiya xwe qenc bûyî”. Paşê ewî destê xwe danî ser wê, û jinikê derbêra pişta xwe rast kir û “destpêkir pesinê Xwedê bide”. Jinik gelek razî bû, ku Yehowa lê qenc kir (Lûqa 13:10-13). Mîna wê jinikê, me jî destê Yehowa emirê xweda dîtiye û bona vê yekê em jî dikarin rûmetê bidine Yehowa. w25.01 2-3 ¶3-4

Duşem, 16 Sibatê

Gunên me bibaxşînine me (Lûqa 11:4).

Em nikarin tiştên ku Adem û Hêwayê unda kiribûn, bi qewata xwe dîsa vegerînin (Zebûr 49:7-9). Hergê Xwedê alî me nekira, mecala me wê tune bûya ku heta-hetayê bijîn, yan jî bihatana saxkirinê. Bi rastî, mirina me wê bibûya mîna mirina heywana, çimkî heywan nayêne saxkirinê (Waîz 3:19; 2 Petrûs 2:12). Bavê meyî dilovan, Yehowa, pêşkêşek daye me, kîjan ku deynê gunê me dadide, ya ku me ji Adem standiye. Îsa usa got: “Xwedê dinya usa hez kir, wekî Kurê xweyî tayê-tenê da, seva ku her kesê ku baweriya xwe wî tîne, nemire, lê jîyîna heta-hetayê bistîne” (Yûhenna 3:16). Usa jî bi saya vê pêşkêşa qîmet, em dikarin bibine dostên Yehowa û baxşandina gunên xwe bistînin. w25.02 3 ¶3-6

Sêşem, 17 Sibatê

[Şawûl] rabû û hate nixumandinê (Kar. Şand. 9:18).

Çi alî Şawûl kir ku bê nixumandinê? Gava Îsa Mesîh xwe nîşanî wî kir, çevê Şawûl kor bû (Karên Şandiya 9:3-9). Sê roja ewî rojî girt û ser tiştên ku hatine serê wî, kûr fikirî. Şawûl bawer kir, ku Îsa bi rastî jî Mesîh e û şagirtên wî xwe li riya rast girtine. Ji mesela Şawûl em dikarin çend dersa hîn bin. Qurebûn yan jî tirsa ber meriva dikaribû bibûya menî, ku ew nehata nixumandinê. Lê Şawûl îzin neda wekî ev tişt riya wî bigirin. Şawûl zanibû ku ewê rastî peyketina bê, lê dîsa jî ew hazir bû bibe şagirtê Îsa (Karên Şandiya 9:15, 16; 20:22, 23). Çaxê ew hate nixumandinê, ewî berdewam dikir îtbariya xwe Yehowa bîne, wekî bikaribe himberî çetinaya sebir ke (2 Korintî 4:7-10). Hergê tu bêyî nixumandinê, dibeke tu jî rastî hine çetinaya bêyî. Lê tu dikarî bawer bî ku Xwedê û Îsa wê timê alî te bikin (Fîlîpî 4:13). w25.03 4 ¶8-9

Çarşem, 18 Sibatê

Ez bê nêt narevim (1 Korn. 9:26).

Xwendina Kitêba Pîroz nêteke baş e. Lê seva ku em bi temamî karê bistînin, ev yek bes nîne. Were em vê meselê bidin ber çevê xwe: Baran tiştekî baş û lazim e. Lê hergê demeke kinda gelek baran bibare, dibeke erd îda nikaribe avê hilçîne xwe. Dereceke usada kara baranê wê tune be. Bi rastî wede lazim e, wekî erd ava baranê hilçîne û tişt şîn bin. Mîna vê yekê, hergê em Kitêba Pîroz lez-bez bixûnin, emê nikaribin ser wê bifikirin û tiştên ku me xwendine bîra xweda xwey kin û bînin sêrî (Aqûb 1:24). Gelo tu carna zû-zû Kitêba Pîroz dixûnî? Hergê erê, tu çi dikarî bikî? Destpêke hêdî-hêdî bixûne, û wedê xwendinê yan jî paşî xwendinê kûr bifikire. w24.09 4 ¶7-9

Pêşem, 19 Sibatê

Guhdariya rêberên xwe bikin û gura wanda bin (Îbrn. 13:17).

Gava rûspî rêberiyê distînin, ewana gerekê rind dîna xwe bidine vê rêberiyê û her tiştî bikin, wekî bînin sêrî. Ewana derheqa vê yekê rêberiyê distînin, ku gerekê çawa civîna derbaz kin, ça civatêda dua bikin û ça berxên Îsa bibine xweyî. Gava rûspî pey rêberiya teşkîletê diçin, xûşk-bira ser xwe texmîn dikin, ku Yehowa wana hez dike û bona wan xem dike. Çaxê em ji rûspiya rêberiyê distînin, em gerekê hazir bin, guh bidine wan. Usa em dikarin barê birên cabdar sivik kin. Kitêba Pîroz dibêje, ku em gerekê guhdariya wan bikin (Îbranî 13:7, 17). Diqewime carna ev yek hêsa nîbe, çimkî ewana jî merivne qisûrdar in. Hergê em bi zêdeyî dîna xwe bidine kêmasiyên wan û hunurên wane baş texmîn nekin, emê dilê dijmina şa kin. Gelo çi cûreyî? Emê îda îtbariya xwe rêberiya teşkîleta Xwedê neynin. w24.04 10 ¶11-12

Înî, 20 Sibatê

Ewê meriva ji hevdu veqetîne (Met. 25:32).

Gelo hêviya wan meriva wê tune be, ku ji mirinê bêne rakirinê, yên ku wedê tengasiya mezin bimirin? Kitêba Pîroz eşkere dibêje, wekî ev dijminên ku Yehowa û ordiya wîye ezmanî Harmegedonêda qir kin, wê ji mirinê ranebin (2 Têsalonîkî 1:6-10). Lê halê kesên din wê ça be? Mesele, hergê kesek ji bo nexweşî, kalbûn-pîrbûnê û qeziya bimire, yan jî ji destê merivekî din bê kuştinê, halê wan meriva wê çawa be? (Waîz 9:11; Zekerya 14:13) Gelo dinya tezeda ev meriv wê bêne hesabê ça kesên “nerast”, yên ku wê ji mirinê bêne rakirinê? (Karên Şandiya 24:15) Em nizanin. Lê derheqa axiriyê em tenê hine tişta zanin. Mesele, em zanin, wekî Harmegedonêda meriv wê li gora vê yekê bêne dîwankirinê, ku wana bona birên Îsa çi kiriye (Metta 25:40). Û merivên ku piştgiriya Îsa û kesên bi ruh kifşkirî kiribûn, wê ça berx bêne hesabê (Eyantî 12:17). w24.05 10-11 ¶9-11

Şemî, 21 Sibatê

Xudan sax e, pesinê Qeyayê min bidin! Bira bilind be Xwedêyê azadîya min (Zeb. 18:46).

Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku em rojên xilaziyêda dijîn (2 Tîmotêyo 3:1). Xêncî wan çetinaya, rastî kîjana ku hemû meriv tên, xizmetkarên Yehowa rastî peyketina û miqabilîbûnê jî tên. Gelo çi dikare alî me bike, wekî em van çetinayada berdewam kin Yehowara xizmet kin? Menîke ferz ev e, ku em bîr nekin, wekî Yehowa Xwedayê sax e (Yêremya 10:10; 2 Tîmotêyo 1:12). Yehowa hemû tengasiyên me divîne û hazir e alî me bike (2 Dîrok 16:9; Zebûr 23:4). Hergê em bîr nekin, ku ew Xwedayê sax e, emê bikaribin hemû tengasiya sebir kin. w24.06 20 ¶1-2

Led, 22 Sibatê

Rîya rasta mîna ronayîya berbangê ye, ku hêdî-hêdî dertê, heta ku temamîya rojê ronayî dibe (Metlk. 4:18).

Em gerekê îtbariya xwe teşkîleta Yehowa bînin. Gava lazim dibe hînkirineke Kitêba Pîroz bi cûrekî din bê femkirinê, yan mêtodeke belakirina mizgîniyê bê guhastinê, birên ku rêberiya me dikin, hazir in van guhastina bikin. Meniya vê yekê ev e, ku ewana dixwazin ji her tiştî zêdetir dilê Yehowa şa kin û xwestina wî bînin sêrî. Usa jî ewana çi ji destê wan tê dikin, wekî ser hîmê Kitêba Pîroz safîkirina bikin. Pawlosê şandî temî da: “Xwe li wî nexşê saxlem bigire” (2 Tîmotêyo 1:13). “Hînkirina saxlem” tê hesabê hînkirinên Kitêba Pîroz (Yûhenna 17:17). Baweriya me bi temamî ser hîmê van hînkirina ava bûye. Teşkîleta Yehowa alî me dike, wekî em xwe li wan hînkirina bigirin. Hergê em vê yekê bikin, Yehowa wê me kerem ke. w24.07 11-12 ¶12-13

Duşem, 23 Sibatê

Xudan . . . bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin (2 Pet. 3:9).

Petrûsê şandî ji emirê xwe îda fem dikir, ku çi ye tobekirin û baxşandin. Lema jî ewî dikaribû kesên din hîn ke, wekî ewana tobe kin û bêne baxşandinê. Hine wede şûnda paşî cejina Roja Pênciye Hesabê, Petrûs bi saya gotarekê Cihûyara zelal kir, wekî merivê ku wana kuştibû, Mesîh bû. Lê ewî bi hezkirinê wanra got: “Tobe kin û berbi Xwedê vegerin, ku gunên we bêne resîtkirinê” (Karên Şandiya 3:14, 15, 17, 19). Bi vî cûreyî Petrûs nîşan kir, wekî gunekarê ku gunê xwe tîne rûyê xwe, gerekê vegere, dêmek fikir û kirên xweye nerast biguhêze, û usa bijî ça li Xwedê xweş tê. Usa jî Petrûs nîşan kir ku gunên wan wê ji aliyê Yehowava “bêne resîtkirinê”, dêmek bêne paqijkirinê û betavekirinê. Belê, ew yek dilbînîke çiqas mezin e bona Mesîhiya, çaxê ewana gune dikin, û hela hê gunên giran jî! w24.08 12 ¶14

Sêşem, 24 Sibatê

Perehizî bira nava jiyîna weda cî negire (Îbrn. 13:5).

Hergê em bawer in, ku xilaziya vê dinya xirab ber şêmîkê ye, emê xwe ji pereheziyê dûr bigirin. Gava meriv fem bikin, ku “roja Xudan ya xezebêda, zîv û zêrên wan, [wê] wan xilaz nekin”, ewana wê “zîvên xwe bavêjin kûça” (Hezeqêl 7:19). Lema jî dewsa ku em pey hebûkê kevin, em gerekê safîkirinên rast bikin, wekî bikaribin him ebûra xwe bikin, him jî Yehowara xizmet kin. Mesele, were em deynên nelazim nekine stiyê xwe û bi zêdeyî wedê xwe ser tiştên pûç xerc nekin. Usa jî, bira dilê me bi zêdeyî hebûkêva girêdayî nîbe (Metta 6:19, 24). Xilaziya vê dinya xirab nêzîk dibe, lema jî em gerekê safî kin ku emê îtbariya xwe Yehowa bînin yan hebûka xwe. w24.09 11 ¶13-14

Çarşem, 25 Sibatê

Kî difikire ku ew qayîm sekinî ye, bira haj xwe hebe ku nekeve (1 Korn. 10:12).

Heta ku em qisûrdar in, em nikarin bi temamî ji hemû kêmasiyên xwe aza bin. Were em dîna xwe bidine dereca Petrûsê şandî. Ji bo tirsa ber meriva, ewî Îsa sê cara înkar kir (Metta 26:69-75). Lê gava Petrûs bi mêrxasî ber Civîna Giregira derheqa Îsa xeber da, usa dihate kifşê, ku tê bêjî ew îda ji meriva neditirsiya (Karên Şandiya 5:27-29). Lê çend sal şûnda, Petrûs ji bo tirsa ber merivên “ku digotin, gerekê necihû bêne sinetkirinê”, wextekî tevî Mesîhiyên necihû xwarin nedixwar (Galatî 2:11, 12). Belê, dîsa tirs dikete dilê Petrûs û dibeke ew bi temamî ji tirsên xwe ne jî aza bû. Em jî dikarin bikevine halekî usa. Lê dîsa jî em dikarin nihêrandinên belabûyî înkar kin, hergê guh bidine temiya Îsa “hişyar bimînin” (Metta 26:41). Hergê hûn hesab dikin, wekî hûn qewî sekinîne, dîsa jî xwe ji van dereca dûr bigirin, kîderê ku hûn dikarin bêne cêribandinê. Berdewam kin van tişta bikin, çi ku alî we dike neyêne cêribandinê (2 Petrûs 3:14). w24.07 18-19 ¶17-19

Pêşem, 26 Sibatê

Meriv ça pêşkêş dan (Efes. 4:8).

Îsa ji her kesî zêdetir alî meriva kiriye. Gava ew ser erdê bû, ewî gelek car bi saya keremeta alî meriva dikir (Lûqa 9:12-17). Ewî pêşkêşa lape qîmet daye me, dêmek emirê xwe bona me berva daye (Yûhenna 15:13). Paşî saxkirinê jî Îsa berdewam dike alî me bike. Çawa ku ewî soz dabû, ewî ji Yehowa reca kir wekî ruhê pîroz bide me, ku me hîn ke û ber dilê meda bê (Yûhenna 14:16, 17; 16:13). Usa jî Îsa bi saya civata me hîn dike, ku em mizgîniyê bela kin û şagirta hîn kin (Metta 28:18-20). Pawlosê şandî nivîsî, ku gava Îsa çû ser ezmana, ewî pêşkêşên bi cûrê meriva dane me (Efesî 4:7, 8). Pawlos zelal kir ku Îsa ew pêşkêş dan, seva ku ewana cûre-cûre aliyada alîkariyê bidine civatê (Efesî 1:22, 23; 4:11-13). Hemikî ewana bêqisûr nînin, lema jî ewana şaşiya dikin (Aqûb 3:2). Lê dîsa jî Axayê me Îsa Mesîh, bi saya van birên qîmet alî me dike. w24.10 18 ¶1-2

Înî, 27 Sibatê

Aqilê miqatîyê li te bike (Metlk. 2:11).

Dawid kurê xwe Silêmanra got, wekî heta ku ew gura Yehowa Xwedê bike, ewê timê serketî be. Yazix, lê gava Silêman îda emirda mezin bû, ewî destpêkir xudanên qelp bihebîne. Lema jî Yehowa terka wî da, û Silêman bîlaniya xwe unda kir û îda nikaribû bi heqî serwêrtî bikira (1 Padşatî 11:9, 10; 12:4). Ders bona me çi ye? Gava em gura Yehowa dikin, ew me kerem dike û alî me dike (Zebûr 1:1-3). Hemikî Yehowa mera soz nedaye, ku ewê me mîna Silêman dewlemend ke. Lê hergê em gura Xwedê bikin, ewê bîlaniyê bide me, wekî em bikaribin safîkirinên baş bikin (Metelok 2:6, 7; Aqûb 1:5). Prînsîpên Xwedê rêberiyê didine me bona xebatê, hînkirinê, wedederbazkirinê û pera. Bi saya bîlaniya Xwedê, em dikarin dostiya xwe tevî Yehowa biparêzin û emirê heta-hetayê bistînin (Metelok 2:10, 11). Prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin, wekî em xwera dostên baş bivînin û seva bextewariya malbetê rêberiyê bistînin. w24.11 10-11 ¶11-12

Şemî, 28 Sibatê

Her tiştî bicêribînin, têderxin çi qenc e û xwe qayîm li vê bigirin (1 Têsln. 5:21).

Mecala bigerin ku tevî zarên xwe derheqa Kitêba Pîroz, yan jî derheqa baweriya hindava Xwedê, xeber din. Gava hûn tevayî diçine myûzêyê, dibeke wera mecal vebe, ku tevî zarên xwe xeber din. Hûn dikarin dîna zarên xwe bikişînin ser tiştên terîxî, yên ku dikarin baweriya wan diha qewî kin, wekî giliyên Kitêba Pîroz rast in. Mesele, hûn dikarin dîna wan bikişînin ser Kevirê Mowabê, yê ku 3 000 sal pêşda hatibû çêkirinê. Gelo zarên we zanin, ku ser vê kevirê kevin navê Xwedê heye? Kopiyeke Kevirê Mowabê li Ofîsa Sereke ya Şedên Yehowada heye, li Worwîkê (Niyû York). Ev kevir li galêrêya bi navê “Kitêba Pîroz û Navê Xwedê” hatiye danînê. Nivîsara ser Kevirê Mowabê dibêje ku Padşê Mowabê, Mêşa, himberî Îsraêlê derket. Kitêba Pîrozda jî derheqa vê yekê tê gotinê (2 Padşatî 3:4, 5). Hergê zarên we bi çevê xwe bivînin, ku giliyên ji Kitêba Pîroz rast in, baweriya wan wê diha qewî be. w24.12 14 ¶4; 15 ¶6

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin