KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es26 rûp. 26-36
  • Adar

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Adar
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2026
  • Binserî
  • Led, 1 Adarê
  • Duşem, 2 Adarê
  • Sêşem, 3 Adarê
  • Çarşem, 4 Adarê
  • Pêşem, 5 Adarê
  • Înî, 6 Adarê
  • Şemî, 7 Adarê
  • Led, 8 Adarê
  • Duşem, 9 Adarê
  • Sêşem, 10 Adarê
  • Çarşem, 11 Adarê
  • Pêşem, 12 Adarê
  • Înî, 13 Adarê
  • Şemî, 14 Adarê
  • Led, 15 Adarê
  • Duşem, 16 Adarê
  • Sêşem, 17 Adarê
  • Çarşem, 18 Adarê
  • Pêşem, 19 Adarê
  • Înî, 20 Adarê
  • Şemî, 21 Adarê
  • Led, 22 Adarê
  • Duşem, 23 Adarê
  • Sêşem, 24 Adarê
  • Çarşem, 25 Adarê
  • Pêşem, 26 Adarê
  • Înî, 27 Adarê
  • Şemî, 28 Adarê
  • Led, 29 Adarê
  • Duşem, 30 Adarê
  • Sêşem, 31 Adarê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2026
es26 rûp. 26-36

Adar

Led, 1 Adarê

Gava meriv dimire, ew ji gunê xwe aza dibe (Rom. 6:7).

Kitêba Pîroz besa hine merivên rast dike, yên ku paşê bûne kesên nerast. Mesele, Silêman Padşa derheqa rêyên Yehowa hatibû hînkirinê û ji Yehowa gelek kerem standibû. Dîsa jî ewî destpêkir xudanên qelp bihebîne. Yehowa ji bo gunên wî gelek hêrs ket û rûyê vê yekêda cimeta Îsraêl bi qirna diçerçirî. Kitêba Pîroz dibêje, wekî paşê Silêman Padşa “mir û gihîşt bav û kalên xwe”. Nava van kal bavada, kesên amin, yên mîna Dawid Padşa hebûn (1 Padşatî 11:5-9, 43, ÎM; 2 Padşatî 23:13). Lê gelo cûrê definkirina wî dide kifşê ku ewê eseyî bê saxkirinê? Kitêba Pîrozda derheqa vê yekê nayê gotinê. Rabûna ji mirinê pêşkêşeke ji Xwedayê dilovan e. Ew vê pêşkêşê dide wan meriva, kîjanara ku dixwaze mecalê bide, wekî heta-hetayê jêra xizmet kin (Îbo 14:13, 14; Yûhenna 6:44). Gelo wê Silêman Padşa evê pêşkêşê bistîne? Tenê Yehowa caba vê pirsê zane. Û em bawer in, wekî Yehowa wê safîkirina rast bike. w24.05 4 ¶9

Duşem, 2 Adarê

Bira ez bijîm Konê Teda heta-hetayê (Zeb. 61:4).

Wedê berê, meriv konada hêsa dibûn û xwe ji tev û baranê xwey dikirin. Meriva mêvanên ku dihatine konên wan, gelek qîmet dikirin. Gava em emirê xwe tesmîlî Yehowa dikin û soz didin, ku emê xwestina wî bînin sêrî, em dibine mêvanê konê wî. Bal me têr-tije xwarina ruhanî heye, û em ji hevaltiya tevî kesên din, yên ku mîna me bûne mêvanên Yehowa, şabûnê distînin. Konê Yehowaye sîmbolîk ne tenê cîkî ye. Belê, xizmetkarên Xwedê kîderê bin jî, konê Wî wêderê heye (Eyantî 21:3). Lê em çi dikarin bêjin derheqa wan xizmetkarên Yehowaye amin, yên ku mirine? Gelo ewana dîsa jî mêvanên konê Yehowa ne? Belê, çimkî ewana bîra Yehowada nin û bona wî sax in. Îsa got: “Lê ev yek ku mirî radibin, Mûsa jî eyan kir. Gava ewî derheqa tûmê stiriya gilî kir, ewî Yehowa nav kir, ‘Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb’. Ew ne ku Xwedayê miriya ye, lê Xwedayê saxa ye, çimkî ewana hemû bona wî sax in” (Lûqa 20:37, 38). w24.06 3 ¶6-7

Sêşem, 3 Adarê

Xudan qewat û mertala min e (Zeb. 28:7).

Sadok pê çek çû Hebronê û hazir bû tevî Dawid bimîne û şer bike, seva ku miletê Îsraêlê ji dijmina xwey ke (1 Dîrok 12:38). Diqewime Sadok eskerekî cêribandî nîbû, lê ew mêrekî gelek mêrxas bû. Gelo çi alî Sadok dikir, wekî mêrxas be? Der-dora wî mêrên qewî û mêrxas hebûn, û bê şik ewî ji mesela wan ders distand. Mesele, Dawid bi mêrxasî rêberiya miletê Îsraêlê dikir, û lema jî temamiya milet hazir bû bi dil û can alî wî bike (1 Dîrok 11:1, 2). Dawid timê bawer bû, ku Yehowa wê alî wî bike, wekî ew dijmina alt ke (Zebûr 138:3). Usa jî Sadok mêrxasiya merivên usa didît ça Yehoyada, kurê wî Benaya û 22 serokên eşîra, yên ku piştgiriya Dawid dikirin (1 Dîrok 11:22-25; 12:26-28). w24.07 3 ¶5-6

Çarşem, 4 Adarê

Xwedê dixwaze bi qenciya xwe alî te bike, wekî tu tobe kî (Rom. 2:4).

Şawûlê ji Tarsûsê gelek xirabî kiribû û bi rastî jî hewcê tobekirin û baxşandinê bû. Ew pey şagirtên Îsa diket û ewana dizêrandin. Diqewime Mesîhî difikirîn, ku ewê tu car rast nebe û tobe neke. Lê Îsa usa nedifikirî. Îsa û Bavê wî hunurên Şawûle baş didîtin, û zanibûn ku ew dikare tobe ke û bê baxşandinê. Lema jî Îsa got: “Min ew çawa hacetek bijartiye” (Karên Şandiya 9:15). Îsa hela hê jî keremetek kir, wekî Şawûl tobe bike (Karên Şandiya 7:58–8:3; 9:1-9, 17-20). Paşî ku Şawûl bû Mesîhî, ew hate navkirinê Pawlosê şandî. Ewî gelek car digot, ku ew qencî û dilremiya Yehowa û Îsa çiqas dişêkirîne (1 Tîmotêyo 1:12-15). Lê çaxê gihîşte guhê Pawlos, ku civata Korintêda bênamûsî tê kirinê, gelo ewî ça xwe da kifşê? Ewî vê derecê usa safî kir, ku da kifşê wekî Yehowa ça gunekara bi dilovanî şîret dike, û çiqas ferz e ku hindava wanda remtî bê nîşankirinê. w24.08 13 ¶15-16

Pêşem, 5 Adarê

Bona vê yekê Kurê Xwedê eyan bû, wekî kirên Mîrêcin xirab ke (1 Yûhn. 3:8).

Paşî miqabilîbûna baxçê Êdênêda, Yehowa nava qirnada hêdî-hêdî zelal dikir, ku merivên gunekar çawa dikarin nêzîkî wî bin. Kesê pêşin, yê ku baweriya xwe Yehowa anî, Habîl bû, dêmek kurê Adem û Hêwayêye duda bû. Û çimkî Habîl Yehowa hez dikir û dixwest nêzîkî wî be, ewî qurban da. Habîl şivan bû, lema ewî hine berxên xwe serjêkirin û Yehowara qurban kirin. Lê gelo Yehowa çi kir? Ewî “berê xwe da Habîl û hedîya wî”, dêmek qurbana wî qebûl kir (Destpêbûn 4:4). Yehowa qurbanên merivên din jî qebûl kirin, yên ku wî hez dikirin û baweriya xwe wî dianîn, mesele, Nuh (Destpêbûn 8:20, 21). Bi vê yekê ku Yehowa qurbanên usa qebûl dikirin, ewî nîşan dikir ku merivên gunekar dikarin qebûlkirina wî qazanc kin û nêzîkî wî bin. w24.08 3 ¶5-6

Înî, 6 Adarê

Hindik mabû ez ji rê biketama û mûk mabû gavên min bişimitîyana (Zeb. 73:2).

Dibeke em jî gelek eciz û dilteng dibin gava rastî neheqiyê tên (Waîz 7:7). Mesele, Îbo û Hebaqûq jî xwe usa texmîn dikirin (Îbo 6:2, 3; Hebaqûq 1:1-3). Hergê em jî carna xwe usa texmîn dikin ev tiştekî normal e, lê dîsa jî em gerekê fesal bin, wekî tiştekî nerast nekin, gava rastî neheqiyê tên û bi vê yekê derece diha xirab nekin. Carna usa tê kifşê, wekî kesên ku neheqiyê li me dikin, bê cezakirinê dimînin. Diqewime ji bo vê yekê pirs cem me pêşda bê, hela bi rastî hêja ye, wekî em dîsa jî berdewam kin tiştên rast bikin. Wedê berê, zebûrbêj didît, ku merivên baş rastî neheqiyê tên, lê kesên ku neheqî dikirin bextewar dihatine kifşê. Ewî got: “Yên xirab, her gav rihet in” (Zebûr 73:12, ÎM). Gava ewî neheqî didît, ew gelek eciz bû û fikirî ku îda nehêja ye Yehowara xizmet ke. Ewî got: “Hingê ez fikirîm ku vê yekê fem bikim, lê ev yek ser min giran rûnişt” (Zebûr 73:14, 16). w24.11 3 ¶5-7

Şemî, 7 Adarê

Bidine Xudan, gelî berekên mileta, bidine Xudan rûmet û qudret (Zeb. 96:7).

Em rûmetê didine Yehowa, çimkî em qedirê wî digirin. Gelek menî hene ku em qedirê Yehowa bigirin. Yehowa Himzor e û qewata wî bêsînor e (Zebûr 96:4-7). Bîlaniya wîye mezin, ji tiştên ku ewî çêkirine zelal tê kifşê. Yehowa emir û her tiştên ku bona jîyînê lazim e, daye me (Eyantî 4:11). Ew amin e (Eyantî 15:4). Hemû kirên wî digihîjine nêta xwe û ew timê sozên xwe tîne sêrî (Yêşû 23:14). Lema jî Yêremya pêxember derheqa Yehowa usa got: “Nava hemû şehrezayên [bîlanên] mileta û hemû welatada weke te tune ye”! (Yêremya 10:6, 7, ÎM) Belê, gelek menî hene ku em qedirê Bavê xweyî ezmana bigirin. Em ne ku tenê qedirê wî digirin, lê usa jî gelekî wî hez dikin, û lema jî rûmetê didine wî. w25.01 3 ¶5-6

Led, 8 Adarê

Kesê ku xirabiyê dike ji nav xwe derxin (1 Korn. 5:13).

Dijminên Xwedê her tiştî dikin, wekî navê teşkîleta wî reş kin. Mesele, em ji Kitêba Pîroz zanin, wekî Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî temiz bin, ça aliyê nav-namûsiyêda usa jî ruhanîda. Ew dixwaze, wekî kesên ku xirabiyê dikin û tobe nakin, ji civatê bêne derxistinê (1 Korintî 5:11, 12; 6:9, 10). Em guh didine vê rêberiya Kitêba Pîroz. Lema jî dijminên me dibêjin, ku em meriva hez nakin û wana înkar dikin, û ku em van meriva qebûl nakin, yên ku ji me cude dibin. Em gerekê têderxin ku hicûmkirin ji kê tê. Mîrê-cina derheqa teşkîleta Yehowa derewa bela dike, çimkî ew “bavê derewa ye” (Yûhenna 8:44; Destpêbûn 3:1-5). Lema jî, em ecêbmayî namînin, ku Mîrê-cina bi saya piştgirên xwe derheqa teşkîleta Yehowa derewa bela dike. w24.04 10-11 ¶13-14

Duşem, 9 Adarê

Wê ese pêk bê (Hezql. 33:33, ÎM).

Paşî destpêka tengasiya mezin jî, hine kesên ku kutakirina “Babîlona Mezin” bivînin, dibeke bînin bîra xwe, ku Şedên Yehowa derheqa vê qewimandinê digotin. Gelo dibeke hine merivên ku van qewimandina bivînin, nihêrandina xwe biguhêzin û baweriya xwe Yehowa bînin? (Eyantî 17:5) Tiştekî usa wedê Mûsada jî qewimîbû. Gava cimeta Îsraêlê ji Misirê derket, “tevî wan elaleteke giran ji gelek mileta jî” çûn. Dibeke gava wana didît, ku giliyên Mûsa derheqa Deh Bela çawa dihatine sêrî, wana baweriya xwe Yehowa anî (Derketin 12:38). Hergê paşî kutakirina Babîlona Mezin jî tiştekî usa biqewime, gelo emê xemgîn bin, gava hine meriv wedekî kinda pêşiya xilaziya vê dinya xirab tevî me xilaz bin? Hemikî na! Em gerekê çev bidine xeyset-hunurên Bavê xweyî ezmana. Kitêba Pîroz derheqa Wî dibêje: “Xwedêyê rem û keremê, sebir-sikanê, bi hub û aminîyêda xinêyo” (Derketin 34:6). w24.05 11 ¶12-13

Sêşem, 10 Adarê

Tu xwe li mesela xeberên saxlem bigire (2 Tîmt. 1:13).

Hergê em xwe li “hînkirina saxlem” negirin, çi dikare biqewime? Were em dîna xwe bidine vê meselê. Qirna yekêda hine şagirtên Îsa difikirîn, ku roja Yehowa îda hatiye. Dibeke nemekêda ev yek hatibû gotinê û ewana difikirîn, ku Pawlosê şandî ev neme nivîsîbû. Hine xûşk-birên Têsalonîkî baweriya xwe vê yekê dianîn. Wana hê lêkolîn nekiribû ev yek rast e yan na, lê îda derheqa vê yekê merivên dinra jî digotin. Hergê wana bianiya bîra xwe, ku Pawlos çi wana hîn kiribû, ewana wê nehatana xapandinê (2 Têsalonîkî 2:1-5). Pawlos şîret da xûşk-bira, ku baweriya xwe her tiştî neynin, çi ku dibihên. Seva ku ewana dîsa nekevine telikeke usa, Pawlos xilaziya nema xweda usa got: “Eva silava bi destê min Pawlos e, çawa nîşana hemû nemên min. Ez aha dinivîsim” (2 Têsalonîkî 3:17). w24.07 12 ¶13-14

Çarşem, 11 Adarê

Wera sebir lazim e (Îbrn. 10:36).

Çaxê halê Cihûstanê xirab dibû, baweriya Mesîhiya hate cêribandinê. Wî çaxî hinek ji wan rastî zulma giran hatin. Ji aliyê dinva jî, gelek ji wan wedekî edilda hatibûne ser riya rastiyê. Pawlosê şandî kire bîra wan, wekî ewana xwe bona peyketinên diha mezin hazir kin û safî kin ku heta mirinê amin bimînin, çawa Îsa Mesîh (Îbranî 12:4). Lê ji ber ku mizgînî çiqas diçû bela dibû, hêrsa Cihûyên miqabil jî diha zêde dibû. Çend sal pêşda, zêdetirî 40 Cihûya “bûne yek û sond xwarin, ku heta Pawlos nekujin, ne bixwin, ne jî vexwin” (Karên Şandiya 22:22; 23:12-14). Nava tevlihevbûnên usa giranda jî, lazim bû ku şagirtên Îsa Mesîh tevayî top bûna, mizgînî bela kirana û baweriya xwe qewî xwey kirana. w24.09 12 ¶15

Pêşem, 12 Adarê

[Îsa] diya xwera got: “Va ye, kurê te!” (Yûhn. 19:26).

Yûhennayê şandî bona Îsa dostekî delal bû (Metta 10:2). Yûhenna tevî Îsa xizmet dikir, keremetên wî didîtin û rojên çetinda jî wîra amin ma. Çaxê Îsa stûnêva hate mixkirinê, Yûhenna wêderê bû. Gava Îsa ji mirinê hate rakirinê, Yûhenna dîsa ew dît. Ewî usa jî didît ku mizgînî qirna yekêda çawa dihate belakirinê. Sêrîda tenê komeke biçûk ji kesên bawermend hebû, lê paşê, ewî bi çevên xwe dît ku mizgînî çawa “wan hemûyara, yên ku bin perê ezmênda dimînin hate dannasînkirinê” (Kolosî 1:23). Yûhenna nêzîkî xilaziya emirê xweyî dirêj, ji bîna ber Xwedê kitêba Eyantî nivîsî (Eyantî 1:1). Ewî usa jî nivîsî kitêba ku îro bi navê wî eyan e, dêmek kitêba Yûhenna. Xêncî wê yekê, ewî sê nemên ji bîna ber Xwedê nivîsîn. Nema xweye sisiya ewî Mesîhiyê aminra nivîsî, navê kîjanî Gayos bû. Yûhenna, Gayos mîna zara xwe hez dikir (3 Yûhenna 1). Giliyên Yûhennayê şandî heta roja îro jî bona hemû şagirtên Îsa kêrhatî ne. w24.11 12 ¶15-16

Înî, 13 Adarê

Mêrno, . . . qedirê wan bigirin (1 Pet. 3:7).

Mêrê ku jina xwe hez dike, bi dil lê qîmet dike û ça pêşkêşa ji Yehowa hesab dike (Metelok 18:22; 31:10). Belê, ew timê jêra heyf e û qedirê wê digire. Mesele, wedê heleqetiya sêksûalî, mêr gerekê zorê jina xwe neke wekî ew tiştên usa bike, çi ku ew naxwaze bike, tiştên ku wê nimiz dike yan tiştên ku îsafa wê diçerçirîne. Hemikî îsafa mêr jî gerekê ber Yehowa temiz bimîne (Karên Şandiya 24:16). Mêrno, bawer bin ku Yehowa xîreta we divîne û dişêkirîne, gava hûn her aliyava qedirê jina xwe digirin. Jina xwe neêşînin, lê hindava wêda rem, dilgerm û bi qedir bin. Usa hûnê bidine kifşê, ku hûn jina xwe hez dikin û lê qîmet dikin. Usa jî hûnê heleqetiya xweye lape ferz unda nekin, dêmek heleqetiya xwe tevî Yehowa (Zebûr 25:14). w25.01 13 ¶17-18

Şemî, 14 Adarê

Mesîh emirê xwe bona me da, wekî . . . bona xwe cimetekê paqij ke, ku bibe ya wî. Ev cimeta wîye mexsûs e, kîjan ku bi dil û can qenciyê dike (Tîto 2:14).

Xizmetkarên Yehowa bi dil û can mizgîniyê bela dikin. Û vê yekêda ewana ji kesên din, yên ku dibêjin ku ewana Mesîhî ne, cude dibin. Lê seva ku em xîreta xwe unda nekin, em çi dikarin bikin? Mesela Îsa dikare alî me bike, ku em xîreta xwe unda nekin. Çaxê ew ser erdê bû, ewî bi xîret mizgînî bela dikir. Mîna mêrê ku sê sal hîviyê bû wekî berê dara xwe ya hêjîrê bistîne, lê nestand, Îsa weke sê sal Cihûyara besa mizgîniyê dikir, lê heçî zef ji wan guh nedane wî. Lê çawa ku mêrê ji metelokê gumana xwe unda nedikir, wekî dara hêjîrê wê ber bide, Îsa jî gumana xwe unda nedikir, wekî meriv wê guh bidine mizgîniyê (Lûqa 13:6-9). Seva ku em xîreta xwe unda nekin, em gerekê him guh bidine giliyên wî, him jî çev bidine kirên wî. w25.03 14-15 ¶1-4

Led, 15 Adarê

Her kesê aqil bi zanistîyê dike (Metlk. 13:16).

Dibeke tu derheqa kesekî difikirî ku evê bona te bibe hevalzewacekî layîq. Gelo wê baş be ku tu derbêra jêra bidî kifşê, wekî tu lê begem dikî? Kitêba Pîroz dibêje, ku merivê bîlan pêşiyê difikire, paşê hereket dike. Lema jî hergê tu dixwazî kesekî diha nêzîk nas bikî, pêşiyê rind dîna xwe bide rabûn-rûniştina wî. Gelo tu ça dikarî dûrva dîna xwe bidî rabûn-rûniştina kesekî? Mesele, ser civata yan jî gava xûşk-bira tevayî wede derbaz dikin, dîna xwe bide rabûn-rûniştina wî. Gelo ew ruhanîda gihîştî ye? Gelo ew tevî kê hevaltiyê dike û xeberdana wî derheqa çi ye? (Lûqa 6:45) Gelo nêtên we mîna hev in? Tu dikarî ji rûspiyên civata wî, yan ji xûşk-birên cêribandî, yên ku wî rind nas dikin, derheqa wî pêbihesî (Metelok 20:18). Mesele, tu dikarî bipirsî hela ew merivekî çawa ne û xweyê çi navî ye (Rût 2:11). Lê gava tu dîna xwe didî wî, fesal be wekî ew ji bo vê yekê xwe nerihet texmîn neke. Qedirê hestên wî bigire û bi zêdeyî derheqa emirê wîyî şexsî pirsa nede kesên din. w24.05 22 ¶7-8

Duşem, 16 Adarê

Min guneyê xwe Teva eyan kir (Zeb. 32:5).

Mîna Îsa, rûspî gerekê derbêra nefikirin, ku kesê gunekar naxwaze tobe ke. Gava rûspî cara pêşin tevî kesên gunekar xeber didin, hine meriv derbêra tobe dikin. Lê hinekara jî diha zêde wede lazim e. Lema jî dibeke lazim be wekî rûspî çend cara rastî wî merivî bên. Paşî hevdîtina pêşin, dibeke kesê gunekar derheqa tiştên ku jêra hatibûne gotinê, kûr bifikire. Dibeke ew bi milûktî Yehowara dua bike (Zebûr 38:18). Wedê hevdîtineke din, diqewime nihêrandina kesê gunekar îda bê guhastinê. Seva ku alî kesê gunekar bikin, wekî ew tobe ke, rûspî gerekê hindava wîda dilşewatî û qenciyê nîşan kin. Ewana gerekê gumana xwe wî nebirin û dua bikin ku Yehowa xîreta wan kerem ke, wekî kesê gunekar bê ser hişê xwe û tobe ke (2 Tîmotêyo 2:25, 26). w24.08 22-23 ¶12-13

Sêşem, 17 Adarê

Gotina Reb Xudan ev e: “Çimkî dilê min bi mirina tu kesî xweş nabe. Ji gunên xwe vegerin û bijîn” (Hezql. 18:32, ÎM).

Yehowa naxwaze ku kesek qir be. Ew dixwaze ku kesên gunekar dîsa heleqetiya xwe tevî wî baş kin (2 Korintî 5:20). Lema jî nava terîxiyêda Yehowa timê ji xizmetkarên xwe, yên ku ji wî dûr ketine, reca kiriye wekî ewana tobe kin û vegerin bal wî. Rûspiyara qedirekî mezin hatiye dayînê wekî tevî Yehowa hevkariyê bikin û alî wan meriva bikin, yên ku gune kirine, wekî tobe kin û vegerin civatê (Romayî 2:4; 1 Korintî 3:9). De bidine ber çevê xwe, gava kesên gunekar tobe dikin, ser ezmên şabûneke çiqas mezin pêşda tê. Çaxê pezeke undabûyî vedigere civatê, Yehowa gelek şa dibe. Gava em difikirin derheqa remtî, dilşewatî û qenciya Yehowa, hezkirina me hindava wî hê mezin dibe! (Lûqa 1:78) w24.08 31 ¶16-17

Çarşem, 18 Adarê

Îsa fem kir, ku ewana dixwazin wî bi destê zorê bikine padşa, lema ew tenê dîsa çû ser çiyê (Yûhn. 6:15).

Hergê Îsa îzin bida ku ewana wî bikine padşa, ewê tev polîtîka Cihûya bibûya yek, ku bin serwêrtiya Romêda bûn. Lê Îsa hilkişiya çiyê. Dêmek, meriva çi jî dikirin, yeke Îsa tev polîtîkê nedibû. Ev yek derseke çiqas baş e bona me! Hemikî tu kes wê mera nebêje, wekî em bi keremetî nan bidine meriva yan nexweşa qenc kin, û usa jî tu kes wê me neke padşa yan serokê welatekî. Lê dibeke ewana bixwazin, ku wedê hilbijartina, em dengê xwe bidine kesekî, yê ku wê bi texmîna wan bibe serwêrekî baş. Lê Îsa tu car tevî polîtîkê nedibû. Carekê ewî usa got: “Padşatiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhenna 17:14; 18:36). Were em çev bidine fikir û kirên Îsa, û mîna wî piştgiriya Padşatiya Xwedê bikin, mizgîniya vê Padşatiyê bela kin û dua kin, wekî ev Padşatî bê (Metta 6:10). w24.12 4 ¶5-6

Pêşem, 19 Adarê

Yê ku temiyên min qebûl dike û wan tîne sêrî, ew min hez dike. Û yê ku min hez dike, Bavê min jî wê wî hez bike, û ezê jî wî hez bikim û xwe wîra eyan kim (Yûhn. 14:21).

Gava tu lêkolînê dikî, bifikire wekî tu ça dikarî li gora tiştên ku tu hîn dibî, bijîyî. Mesele, tu dikarî çev bidî heqiya Yehowa û firqiyê nekî orta meriva. Çawa ku Îsa Bavê xwe û kesên din hez dike, tu jî dikarî bona xatirê navê Yehowa alî xûşk-bira bikî, hela hê wî çaxî jî, gava tera hêsa nîne. Û mîna Îsa, tu jî dikarî mizgîniyê bela kî. Bi vî cûreyî mecala wan jî wê hebe ku pêbihesin, wekî Yehowa bona însanetê çi kiriye, û usa jî wê bikaribin baweriya xwe hindava qurbana Îsa bidine kifşê. Hergê em berdewam kin diha zêde derheqa qurbana Îsa pêbihesin, emê hê zêde Yehowa û Kurê wî hez kin. Hergê em usa bikin, Yehowa û Îsa jî wê hê zêde me hez bikin (Aqûb 4:8). Lema jî were em van tişta, çi ku Yehowa dane me, rind bidine xebatê, wekî berdewam kin derheqa qurbana Îsa hê zêde pêbihesin. w25.01 25 ¶16-17

Înî, 20 Adarê

Te hemû sûcên min avît paşî pişta xwe (Îşa. 38:17).

Rêza rojê nîşanî me dike, wekî Yehowa îda dîna xwe nade gunên merivê ku tobe kiriye. Ew gilî dikaribûn bi vî cûreyî jî bihatana welgerandinê: “Te usa kiriye, tê bêjî min qe gune nekiribû”. Kitêba Pîroz evê fikirê bi meseleke din jî nîşan dike. Li gora Mîxa 7:18, 19, Yehowa gunên me davêje binê berê. Mesele, çaxê wedê berê tiştek dikete binê berê, ev îda tu car nedihate dîtinê. Bi alîkariya van mesela em pêdihesin, ku gava Yehowa dibaxşîne me, ew me ji barê guna xilaz dike. Çawa ku Dawid Padşa gotibû, “xwezî li wan, ku neheqiyên wan hatine baxşandinê û gunên wan hatine nixamtinê” (Romayî 4:7). Belê, ev e baxşandina rast! w25.02 9 ¶7-8

Şemî, 21 Adarê

Bi ya ku ez diefirînim şa û her û her dilgeş bibin (Îşa. 65:18, ÎM).

Îro ser erdê cineta sîmbolîk heye. Vê cinetêda bi mîlyona meriv in, yên ku edilayêda nin û şixulên baş dikin. Merivên ku ketine cineta ruhanî, dixwazin têda bimînin û alî merivên din bikin, wekî ewana jî bikevine vê cinetê. Ev cinet, cineta ruhanî ye! Mîrê-cina vê dinêda nefretî, xirabî û xofî tije kiriye, lê Yehowa cîkî sîmbolîk saz kiriye, kîderê ku edilayî û yektî heye (1 Yûhenna 5:19; Eyantî 12:12). Xwedayê meyî dilovan divîne, ku ev sîstêma xirab çawa zirarê dide meriva, lê Ew alî xizmetkarên xwe dike, wekî ewana xwe bêxofiyêda texmîn kin û bi şabûnê Wîra xizmet kin. Kitêba Pîroz dibêje, ku cineta ruhanî mîna “sitargeh” û “baxçeke avî” ye (Îşaya 4:6; 58:11, ÎM). Bi saya kerema Yehowa, merivên ku vê cineta ruhanîda dijîn, dikarin van rojên xilaziyêda, yên ku gelek çetin in, bextewar û xweykirî bin (Îşaya 54:14; 2 Tîmotêyo 3:1). w24.04 20 ¶1-2

Led, 22 Adarê

Xwestina we bira . . . Xwedêva eyan be (Fîlî. 4:6).

Hergê nêta te heye bizewicî yan mêr kî, bê şik te dua kiriye, wekî xwera hevalzewacekî layîq bivînî. Rast e Yehowa soz nade, ku Ewê hevalzewac bide te, lê Ew hest û hewcên te hildide hesab. Lema jî gava tu hevalekî layîq xwera digerî, Ew dikare alî te bike. Berdewam ke Yehowara derheqa xwestin û hestên xwe dua bike (Zebûr 62:8). Reca ke, ku Ew sebir û bîlaniyê bide te (Aqûb 1:5). Hergê tera hêsa nîne xwera hevalekî li gora dilê xwe bivînî, bawer be ku heta tu xwera kesekî layîq bivînî, Yehowa wê bi dilovanî bona hewcên teye fîzîkî û êmosiyalî xem bike (Zebûr 55:22). Fesal be, wekî emirê teda ciyê lape ferz ev nîbe, ku xwera hevalzewacekî layîq bivînî (Fîlîpî 1:10). Tiştê ku me bi rastî bextewar dike, ev heye dostiya me tevî Yehowa, ne ku em zewicî ne yan na (Metta 5:3). Usa jî, heta tu azep î, diha zêde wede û mecala te bona xizmetiyê heye (1 Korintî 7:32, 33). Lema jî wedê xwe bi cûrê baş bide xebatê. w24.05 21 ¶4; 22 ¶6

Duşem, 23 Adarê

Tenê kara xwe negerin, lê kara kesên din jî bigerin (Fîlî. 2:4).

Hevnaskirin gerekê çiqas wext bikişîne? Safîkirinên bi lez gelek car axiriya xirab tînin (Metelok 21:5). Lema jî, hevdunaskirina we gerekê haqas wede bikişîne, çiqas lazim e, wekî hûn hevdu rind nas kin. Lê dîsa jî hergê menî tune ye, wedê hevnaskirinê gerekê gelek dirêj nekişîne. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Gumana ku derengî dibe, dil dêşîne” (Metelok 13:12). Kesên din ça dikarin alî wan qîz û xorta bikin, kîjan ku rastî hev tên? Em dikarin wana teglîfî ser nan-xwarinê kin, ser qulixkirina tevî malbetê, yan jî tevayî wede derbaz kin (Romayî 12:13). Gava ewana dixwazin tevayî herine cîkî, gelo em dikarin tevî wan herin, yan jî wana teglîfî mala xwe kin, wekî mecala wan hebe tevayî xeber din? (Galatî 6:10) Hergê cotê ku rastî hev tên, tera bêjin tevî wan herî cîkî, vê mecalê bide xebatê wekî alî wan bikî. Bira dîna te lê be, wekî ewana tenê nemînin, him jî mecalê bide wan, wekî ewana başqe tevayî xeber din. w24.05 30 ¶13-14

Sêşem, 24 Adarê

Min wext da wê, wekî ew ji gunekirinê vegere (Eyan. 2:21).

Rûspî her tiştî dikin wekî fem kin, ku çi bû menî wekî meriv gune kir. Mesele, çi bû menî ku heleqetiya wî tevî Yehowa sist bû? Gelo ewî hînbûna şexsî dabû sekinandinê, yan jî nediçû xizmetiyê? Gelo ew ketibû bin hukumê xwestinên nerast? Gelo ew rex hevalên xirab diket û wedederbazkirinên nebaş dijbart? Ev bijartinên wîye nebaş ça ser fikir û xwestinên wî hukum kirine? Gelo ew fem dike ku safîkirin û kirên wîye nebaş dilê Bavê wî, Yehowa, êşandine? Rûspî dikarin pirsên usa bidine kesê gunekar, kîjan ku wê alî wî bikin wekî ew fem ke, ku dostiya wî tevî Yehowa çira sist bûye û çira ewî gune kir. Hemikî ewana gerekê fesal bin, wekî pirsên usa nedine wî, çi ku wan nakeve (Metelok 20:5). Rûspî jî dikarin bi saya mesela alî kesê gunekar bikin, wekî ew fem ke ku kirên wî çiqas xirab in. Dibeke wedê hevdîtina pêşin tevî rûspiya, ew bona kirên xwe poşman be û hela hê tobe ke jî. w24.08 22 ¶9-11

Çarşem, 25 Adarê

Ez gerekê mizgîniya Padşatiya Xwedê li bajarên din jî bela kim, çimkî ez bona vê yekê hatime şandinê (Lûqa 4:43).

Îsa “mizgîniya Padşatiya Xwedê” bi xîret bela dikir, çimkî ewî zanibû ku Xwedê dixwaze wekî ew vî şixulî bike. Emirê Îsada xizmetî ciyê pêşin digirt. Nêzîkî xilaziya xizmetiya xwe jî, ewî “gund û bajarara derbaz dibû û meriv hîn dikirin” (Lûqa 13:22). Usa jî ewî şagirta şixulê belakirina mizgîniyê hîn dikirin (Lûqa 10:1). Îro jî belakirina mizgîniyê şixulê lapî ferz e, ya ku Yehowa û Îsa dane me (Metta 24:14; 28:19, 20). Seva ku xîreta me zêde be, em gerekê bi nihêrandina Yehowa ser meriva binihêrin. Ew dixwaze wekî meriv mizgîniyê bibihên û qebûl kin (1 Tîmotêyo 2:3, 4). Bona vê yekê, ew me hîn dike, wekî em vê mizgîniya ferz, ya ku dikare emirê wan xilaz ke, bigihînin wan. Hergê ewana guh nedine me jî, dibeke ew pêşiya xilaziya tengasiya mezin bêne ser riya rastiyê. w25.03 15-16 ¶5-7

Pêşem, 26 Adarê

Kî silavê bide wî, ew tevî kirên wiye xirab dibe (2 Yûhn. 11).

Her Mesîhî xwexa ser hîmê îsafa xweye li gora Kitêba Pîroz hînkirî, safî dike silavê bide kesê ku îda nayê hesabê Şedê Yehowa, yan na. Hinek dibeke safî kin silavê bidine kesên usa gava ewana têne ser civatê, lê dîsa jî gerekê em dirêj jêra xeber nedin û tevî wî wede derbaz nekin. Dibeke hine kes ji xwe bipirsin: “Gelo Kitêba Pîroz nabêje ku Mesîhî, yê ku silavê dide kesekî usa, ‘tevî kirên wiye xirab dibin’?” (2 Yûhenna 9-11). Kontêksta 2 Yûhenna nîşan dike, ku ev rêberî derheqa rabera ye û derheqa wan, yên ku kesên din ji riya rast derdixin (Eyantî 2:20). Lema jî, hergê kesek hînkirinên qelp bela dike, yan kesên din berbi kirên xirab hêlan dike, rûspî wê teseliya wî nekin. Hemikî guman heye ku rojekê ewê bê ser hişê xwe. Lê heta hingê, emê silavê nedine wî û ne jî teglîfî civatê kin. w24.08 30-31 ¶14-15

Înî, 27 Adarê

Dilê wan bona femkirinê hê hazir nîbû (Mark. 6:52).

Paşî ku Îsa meriv têr kirin, ewî şandiyên xwe bi qeyîkê şandine Kepernahûmê, lê xwexa hilkişiya ser çiyê, seva ku ji wan meriva dûr keve, yên ku dixwestin lê bikine padşa (Yûhenna 6:16-20). Gava şandî berêda bûn, firtone rabû û tevî xwe bayê qewî û pêlên mezin anî. Paşê Îsa ser avêra berbi qeyîka wan meşiya û Petrûsra got, ku ew jî ser avêra bê (Metta 14:22-31). Gava Îsa kete qeyîkê, ba sekinî. Şagirtên wî usa gotin: “Rastî jî tu Kurê Xwedê yî” (Metta 14:33). Dîsa jî wana fem nekir ku hevgirêdana vê keremetê û keremeta nan, çi bû. Kitêba Markosda usa tê gotinê: “[Şandî] ser vê yekê zendegirtî man, çimkî ewana mena keremeta derheqa nan jî hê fem nekiribûn” (Markos 6:50-52). Belê, wana fem nekir ku bona wan keremeta Yehowa qewat dabû Îsa. w24.12 5 ¶7

Şemî, 28 Adarê

[Xwedê] dixwaze wekî hemû cûre meriv xilaz bin û bigihîjine rastiyê (1 Tîmt. 2:4).

Em dikarin razîbûna xwe hindava hezkirina Yehowa bi cûrekî mayîn jî bidine kifşê. Mesele, wedê Bîranînê, em dikarin nîşanî Yehowa kin, ku em bona qurbanê gelek razî ne. Xêncî vê yekê ku em xwexa herine ser Bîranînê, em dikarin gazî kesên din jî bikin û wanra şirovekin, ku Bîranîn ça derbaz dibe. Mesele, tu dikarî bona vê yekê bidî xebatê vîdêoya bi navê Îsa Mesîh Çima Mir? û Bîranîna Mirina Îsa Mesîh. Rûspî gerekê gazî xûşk û birên neaktîf jî bikin. De bide ber çevê xwe, ku gava pezên undabûyî vedigerin cem Yehowa, ser ezmana û ser erdê şabûneke çiqas mezin pêşda tê! (Lûqa 15:4-7) Were em ser Êvara Bîranînê ne tenê hevdu silav kin, lê wan kesa jî, yên ku cara pêşin hatine û yên ku demeke dirêj nehatibûn. Em dixwazin ku ewana xwe nav meda rihet texmîn kin (Romayî 12:13). w25.01 29 ¶15

Led, 29 Adarê

Xwedê . . . em hiz kirin û Kurê xwe şand çawa mecala baxşandina gunên me (1 Yûhn. 4:10).

Xêncî vê yekê ku qurbana Îsa alî me dike heqiya Yehowa fem kin, ev usa jî alî me dike kûraya hezkirina wî bivînin (Yûhenna 3:16; 1 Yûhenna 4:9, 10). Yehowa Kurê xwe şand, wekî emirê xwe bona me bidê, çimkî Ew dixwaze wekî em heta-hetayê bijîn û bibine para malbeta wî. Gava Adem gune kir, Yehowa ew ji malbeta xwe derxist. Lema jî em gişk malbeta Yehowada nehatine bûyînê. Lê bi saya qurbanê, Yehowa gunên me dibaxşîne me, û hine wext şûnda Ewê hemû merivên ku baweriya xwe wî tînin û guh didine wî, dîsa bike para malbeta xwe. Îro jî em dikarin heleqetiya xwe tevî Yehowa û xûşk-bira qewî kin. Rastî jî Yehowa me gelek hez dike! (Romayî 5:10, 11) w25.01 21 ¶6

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 9 Nîsanê) Yûhenna 12:12-19; Markos 11:1-11

Duşem, 30 Adarê

Bi vê yekê hizkirina Xwedê hindava meda xuya bû (1 Yûhn. 4:9).

Yehowa bona me pêşkêşeke gelek qîmet daye, ewî Kurê xwe şande ser erdê, wekî ew emirê xwe bona me qurban ke! (2 Korintî 9:15) Û bi saya qurbana Îsa, em dikarin bibine dostên Yehowa Xwedê û heta-hetayê bijîn. Gelo ev yek me hêlan nake, wekî razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê, yê ku ji bo hezkirina mezin, qurbaneke usa qîmet bona me daye? (Romayî 5:8) Seva ku em tu cara qîmeta qurbanê bîr nekin, Îsa dixwaze wekî em her sal Bîranîna mirina wî derbaz kin (Lûqa 22:19, 20). Îsal, Bîranîna Mirina Îsa wê 2 Nîsanê, roja Pêşemê bê derbazkirinê û em gişk dixwazin herin ser vê cejinê. Pêşiya û paşî Bîranînê mecaleke baş mera tê dayînê, wekî kûr ser van tişta bifikirin, çi ku Yehowa û Îsa bona me kirine. w25.01 20 ¶1-2

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 10 Nîsanê) Yûhenna 12:20-50

Sêşem, 31 Adarê

Dersê min hildin, ne ku zîv, zanistîyê, ne ku zêrê xas (Metlk. 8:10).

Seva ku tu diha zêde derheqa hezkirina Yehowa û Îsa pêbihesî, berdewam ke derheqa vê yekê kûr bifikire. Wedê Bîranînê, diqewime tu dikarî kitêba Metta, Markos, Lûqa û Yûhenna bixûnî, yan jî yek ji wan kitêba. Lê carekêra gelekî nexûne. Hêdî bixûne û lêkolîn ke, ku çira em gerekê Yehowa û Îsa hez bikin. Hergê tu îda gelek sal Şedê Yehowa yî, diqewime tu bifikirî wekî îda tu tiştên teze tune ye, ku derheqa qurbanê, heqiya Xwedê û hezkirina wî pêbihesî. Lê bi rastî gelek tişt hene, çi ku em dikarin lêkolîn kin. Mesele, tu dikarî edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz bixûnî û lêkolîn kî. w25.01 24-25 ¶13-15

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 11 Nîsanê) Lûqa 21:1-36

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin