Nîsan
Çarşem, 1 Nîsanê
Qirara Bavê min ev e, wekî her kesê ku Kur qebûl dike û wî bawer dike, jîyîna heta-hetayê bistîne (Yûhn. 6:40).
Seva ku em ji beden û xûna Îsa Mesîh karê bistînin, em gerekê baweriya xwe qurbana wî bînin (Efesî 1:7). Kesên ku Îsa ew ça “pezên din” nav dikirin, gerekê ji nan û şerava li Şîva Xudan nexwin, ya ku her sal tê derbazkirinê (Yûhenna 10:16). Ewana baweriya xwe qîmeta qurbana Îsa tînin, lema jî ji beden û xûna wî karê distînin (Yûhenna 6:53). Ji aliyê dinva jî, gava kesên kifşkirî ji sîmbola dixwin, bi vê yekê ewana nîşan dikin ku ketine peymana teze, ya ku rê vekiriye, wekî ewana Padşatiya ezmana war bin. Lema jî, firqî tune ku em kesên bijartî ne, yan pezên din in, seva ku em jîyîna heta-hetayê bistînin, em gerekê baweriya xwe qurbanê bînin. w24.12 13 ¶14, 16
Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 12 Nîsanê) Metta 26:1-5, 14-16; Lûqa 22:1-6
ROJA BÎRANÎNÊ
Çaxê Ro Çû Ava
Pêşem, 2 Nîsanê
Netirse, keriyê biçûk, çimkî Bavê we xwest Padşatiyê bide we (Lûqa 12:32).
Wedê Şîva Xudan, Îsa nanê bê hevîrtirşk da şandiyên xwe û wanra got, ku ev nan bi sîmbolîk tê hesabê bedena wî. Paşê ewî şerav da wan û got ku ev şerav bi sîmbolîk tê hesabê ‘xûna peymanê’ (Markos 14:22-25; Lûqa 22:20; 1 Korintî 11:24). Peymana teze hate girêdanê tevî mala Îsraêla ruhanî, ya ku wê bikeve Padşatiya Xwedê (Îbranî 8:6, 10; 9:15). Wedê Şîva Xudan, Îsa besa “keriyê biçûk” kir. Kesên pêşin, yên ku bûne para vê koma biçûk, şandiyên wî bûn, yên ku wê odêda tevî wî bûn. Ewana wê li ezmana kêleka Îsa bin. w24.12 11 ¶9-10
Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 13 Nîsanê) Metta 26:17-19; Markos 14:12-16; Lûqa 22:7-13 (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 14 Nîsanê) Yûhenna 13:1-5; 14:1-3
Înî, 3 Nîsanê
Xwedê dinya usa hez kir, wekî Kurê xweyî tayê-tenê da, seva ku her kesê ku baweriya xwe wî tîne, nemire, lê jîyîna heta-hetayê bistîne (Yûhn. 3:16).
Hindava Îsada nemamî, bêhurmetî, buxdan, neheqî hate kirinê û hela hê jî ew gelek çerçirandin. Eskera ew bire ciyê dardakirinê û ew stûna cefêva mix kirin. Îsa bi aminî ber hemû êş û derda teyax kir. Lê Yehowa ça Bav êşeke diha qewî kişand. Qewata Yehowa hebû ku nehêle, wekî Kurê wî biçerçire, lê ewî usa nekir. Gelo çira? Kin bêjin, menî hezkirin bû. Qurbanbûna Îsa nîşan dike, ku Yehowa te gelek hez dike. Yehowa Kurê xweyî delal şande ser erdê û êşeke mezin kişand, wekî me ji gune û mirinê xilaz ke (1 Yûhenna 4:9, 10). Belê, ew bi rastî jî dixwaze alî me bike, wekî em miqabilî gune şer bikin û serkevin! w24.08 6 ¶13-14
Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 14 Nîsanê) Yûhenna 19:1-42
Şemî, 4 Nîsanê
Mesîh . . . bona we cefa kişand (1 Pet. 2:21).
Gava Îsa diçerçirî, dilê Yehowa gelek dêşiya. Ev yek dide kifşê, wekî Yehowa gelekî me hez dike. Mîrê-cina got, ku dereca çetinda, tu xizmetkarê Xwedê wê wîra amin nemîne. Seva ku îzbat ke wekî Mîrê-cina derewîn e, Yehowa îzin da ku Îsa pêşiya mirina xwe biçerçire (Îbo 2:1-5). Yehowa didît wekî çawa serwêrên rêlîgî qerfên xwe Îsa dikin, û ça esker wî dane ber qamçiya û paşê ser stûnê mix kirin. Paşê Yehowa dît, ku ça Îsa êşeke giran kişand û mir (Metta 27:28-31, 39). Hergê Yehowa bixwesta, wê îzin neda wekî Kurê wî bikujin (Metta 27:42, 43). Lê hergê Yehowa usa bikira, Îsa wê nikaribûya emirê xwe ça qurban bona me bida û gumana me wê tune bûya. Lema jî Yehowa îzin da, wekî Kurê wî heta mirinê cefê bikişîne. w25.01 22 ¶7
Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 15 Nîsanê) Metta 27:62-66 (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 16 Nîsanê) Yûhenna 20:1
Led, 5 Nîsanê
Wana nava 40 rojîda ew didîtin (Kar. Şand. 1:3).
Sala 33 D.M., 16 Nîsanê, du şagirtên Îsa ji Orşelîmê berbi gundê Emwasê diçûn. Gumana wan ew bû, ku Mesîh wê bibe xilazkarê wan, lê usa dihate kifşê ku tê bêjî gumana wan pûç bû. Rêda mêrekî ku wana lê nas nedikir, nêzîkî wan bû û tevî wan çû. Şagirta jêra besa sebeba diltengiya xwe kirin û gotin ku çi hate serê Îsa. Paşê tiştekî usa qewimî, ku wana tu car bîr nekir. Vî mêrî “destpêkir wanra ji Mûsa û ji hemû Pêxembera” tiştên ku derheqa wî temamiya Nivîsarên Pîrozda nivîsar bûn, şiroveke. Ewî wanra hûr bi hûr zelal kir ku çira lazim bû wekî Mesîh cefê bikişîne û bimire! Gava ewana gihîştine gundê Emwasê, şagirta fem kir ku ev mêr Îsa ye, yê ku ji mirinê hatiye rakirinê! (Lûqa 24:13-35) Gava Îsa ser erdê bû, ew nava 40 rojên paşinda çend cara şagirtên xwera xuya bû. Şagirtên Îsa bi saya hêlankirina wî, ji xem û tirsên xwe aza bûn, û bûne dersdar û mizgînvanên Padşatiyêye şa û mêrxas. w24.10 12 ¶1-3
Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 16 Nîsanê) Yûhenna 20:2-18
Duşem, 6 Nîsanê
Xwe li ser baweriya xwe ya herî pîroz ava bikin (Cihûd. 20, ÎM).
Çiqas wede derbaz dibe, zar haqas mezin dibe, lê heleqetiya me tevî Yehowa xwexa qewî nabe, çimkî bona vê yekê em gerekê qewatê bidine xebatê. Mesele, xûşk-birên ji bajarê Korintê mizgîniya xêrê qebûl kirin, hatine nixumandinê, ruhê pîroz standin û ji Pawlosê şandî gelek tişt hîn bûn (Karên Şandiya 18:8-11). Lê dîsa jî çend sal paşî nixumandinê, hinek ji wan meriva hela hê ruhanîda negihîştî bûn (1 Korintî 3:2). Seva ku em ruhanîda bibine merivne gihîştî, gerekê xwestina me hebe ku em bigihîjine vê nêtê. Kesên ku qewatê nadine xebatê wekî ruhanîda pêşda herin, wê ruhanîda ça zar bimînin û pêşda neçin (Metelok 1:22). Em naxwazin mîna wan meriva bin, yên ku îda mezin bûne, lê dîsa jî hîviyê ne, wekî dê-bavê wan dewsa wan safîkirina bikin. Em dixwazin xwexa bona ruhaniya xwe cabdar bin. Hergê tu xîret dikî wekî ruhanîda gihîştî bî, dua ke ku Yehowa xwestina te zêde ke û qewatê bide te (Fîlîpî 2:13). w24.04 4 ¶9-10
Sêşem, 7 Nîsanê
Xudan . . . naxwaze tu kes unda be (2 Pet. 3:9).
Kitêba Pîrozda, Yehowa mera dibêje, ku ew ser qirkirina meriva ça dinihêre (Hezeqêl 33:11). Yehowa derbêra bi qirkirina her-heyî meriva ceza nake. Ew gelek dilovan û rem e, û hergê lazim e, ew remê hindava meriva dide kifşê. Em derheqa kesên ku wê ji mirinê neyêne rakirinê çi zanin? Kitêba Pîroz tenê besa çend kesa dike, yên ku wê ji mirinê neyêne rakirinê. Mesele, Îsa gotibû, wekî Cihûda Îsxeryot wê ji mirinê neyê rakirinê (Markos 14:21; usa jî binihêre Yûhenna 17:12 û elametî bona hînbûnê). Cihûda bi hemdê xwe himberî Yehowa û Kurê wî derket (Binihêre Markos 3:29 û elametiyên bona hînbûnê). Usa jî, Îsa got wekî hine serwêrên rêlîgî jî, yên ku miqabilî wî derdiketin, wê ji mirinê neyêne rakirinê (Metta 23:33; binihêre Yûhenna 19:11 û elametî bona hînbûnê “wî”). Pawlosê şandî jî gotibû, wekî kesên ku himberî rastiyê dertên, wê ji mirinê neyêne rakirinê (Îbranî 6:4-8; 10:29). w24.05 4 ¶10-11
Çarşem, 8 Nîsanê
Xudan şîrhelala xwey dike (Zeb. 31:23).
Heta ku em nêzîkî Yehowa bin, Mîrê-cina nikare zirara heta-hetayê bide me (1 Yûhenna 3:8). Dinya tezeda, Yehowa wê dostên xwe ne tenê ruhanîda biparêze, lê usa jî ji mirinê xwey ke (Eyantî 21:4). Bona me qedirekî mezin e, ku em konê Yehowada nin û dostên wî ne (Hezeqêl 37:27). Lê em gerekê xwe ça bidine kifşê, hergê em dixwazin timê mêvanên Yehowa bin? Gava em mêvantî diçine mala kesekî, em gerekê bizanibin ku qeydên wê malbetê çi ne. Hema bi wî cûreyî, em gerekê bizanibin, ku Yehowa ji mêvanên xwe çi dewa dike. Em Yehowa hez dikin, lema jî em hemû tiştî dikin, wekî “her aliyava li wî xweş bên” (Kolosî 1:10). Were em tu cara bîr nekin, ku ew kî ye. Ev yek wê alî me bike, wan tişta nekin, çi ku wî xweş nayê. Belê, em dixwazin her gav bi milûktî tevî Xwedayê xwe bimeşin (Mîxa 6:8). w24.06 4 ¶8-9
Pêşem, 9 Nîsanê
Ji bo wan serhildêra lava kir (Îşa. 53:12, ÎM).
Yehowa gote Birahîm, ku ew kurê xwe Îshaq qurban ke. Bê şik, ev yek bona Birahîm zef zor bû! Lê dîsa jî ewî xwe hazir kir, wekî gura Yehowa bike. Lê gava ewî îda gerekê kurê xwe bikuşta, Xwedê ew da sekinandinê. Ji vê meselê hemû kesên bawermend dikarin tiştekî gelek ferz hîn bin. Yehowa jî hazir bû Kurê xweyî delal ça qurban berva bide. Belê, Yehowa meriva zef hez dike! (Destpêbûn 22:1-18) Çend qirne şûnda, Qanûna ku miletê Îsraêlra hate dayînê, besa gelek qurbana dikir, yên ku xizmetkarên Xwedê gerekê bona baxşandina gunên xwe qurban kirana (Qanûna Kahîntiyê 4:27-29; 17:11). Ewan qurbana nîşan dikirin, ku Yehowa wê qurbaneke hê mezin bida, ya ku wê însanet bi temamî ji gune xilaz kira. Pêxembera ji bîna ber Xwedê pêşda gotibûn ku zureta sozdayî, dêmek Kurekî Xwedêyî mexsûs, wê cefê bikişîne û bê kuştinê, wekî meriva, dêmek usa jî te, ji gune û mirinê xilaz ke! (Îşaya 53:1-12) w24.08 4 ¶7-8
Înî, 10 Nîsanê
Hînkirina Te çiqasî ez hiz dikim! Temamîya rojê ez ser wê difikirim (Zeb. 119:97).
Firqî tune tu Kitêba Pîroz kengê dixûnî û bona vê yekê çiqas wede vediqetînî, ya ferz ev e dîna xwe bidêyî, wekî tu ça dikarî elametiya ku te xwendiye, emirê xweda bidî xebatê. Çaxê tu Nivîsarên Pîroz dixûnî, ji xwe bipirse: “Gelo ez ça dikarim evê înformasiyayê niha yan demeke nêzîkda emirê xweda bidime xebatê?” Mesele, bide ber çevê xwe ku te 1 Têsalonîkî 5:17, 18 xwendiye. Paşî xwendina van du rêza, bisekine û bifikire ku tu nava rojêda çend cara û çiqas kûr dua dikî. Usa jî, ser van tişta bifikire bona çi tu şêkirdar î. Diqewime tu safî kî bona sê tişta razîbûna xwe Yehowara bidî kifşê. Hergê tu hema çend deqa jî ser rêzên Kitêba Pîroz kûr bifikirî, ev yek wê alî te bike Xebera Xwedê fem bikî û emirê xweda bidî xebatê. Bide ber çevê xwe, hergê tu her roj vê yekê bikî, tuyê kareke çiqas mezin bistînî! w24.09 4-5 ¶9-10
Şemî, 11 Nîsanê
Haş ji xwe hebin, wekî hûn keda xwe unda nekin, lê heqê xwe temam bistînin (2 Yûhn. 8).
Yehowa em usa efirandine, ku em ji dayînê diha zêde şabûnê distînin ne ku ji standinê. Gava mecala me heye ku alî xûşk-bira bikin, em şabûnê distînin. Û gava ewana razîbûna xwe mera didine kifşê, ev yek dilê me şa dike. Lê hergê ewana razî nîbin, dîsa jî em dikarin şa bin ku me tiştekî rast kiriye. Tu car bîr neke ku tu çi bidî jî, Yehowa dikare hê zêde bide te (2 Dîrok 25:9). Em tu car nikarin ji Yehowa zêdetir merd bin. Û xelata ku Yehowa dide, xelata here baş e. Lema jî, were em çev bidine merdaniya Bavê xweyî ezmana! w24.09 31 ¶20-21
Led, 12 Nîsanê
Bi temamîya dilê xwe ezê şikirîyê bidime Te, Xudan Xwedêyê min û heta-hetayê rûmetê bidime navê Te (Zeb. 86:12).
Yehowa dilşewat û rem e (Zebûr 103:13; Îşaya 49:15). Gava em xemgîn in, ew jî xemgîn dibe (Zekerya 2:8). Ewî rê vekiriye, ku em bibine dostên wî (Zebûr 25:14; Karên Şandiya 17:27). Usa jî, ew milûk e, lema jî ew “xwe qûz dike, dîna xwe dide erd û ezmana” û yên belengaz “ji ser xwelîyê radike” (Zebûr 113:6, 7). Belê, Yehowa bi rastî jî hêjayî ye, wekî em rûmetê bidine wî! Û em rûmetê didine Yehowa, çimkî dixwazin wekî kesên din jî wî nas kin. Gelek meriv rastiya derheqa Yehowa nizanin. Gelo çira? Çimkî Mîrê-cina derheqa Wî gelek derew bela kirine û ça bêjî femê meriva kor kiriye (2 Korintî 4:4). Mîrê-cina meriv dane bawerkirinê, wekî Yehowa yekî sert û bêxem e, û ew e sebebê kul-derdên dinyayê. Lê em rastiya derheqa Xwedê zanin! Em dikarin merivara bêjin, ku Xwedê bi rastî yekî çawa ye û bi vî cûreyî rûmetê bidine wî (Îşaya 43:10). w25.01 3 ¶6-7
Duşem, 13 Nîsanê
Şeytan . . . temamiya dinê xalifandiye (Eyan. 12:9).
Îsa merivekî bêqisûr bû û ewî gelek keremet dikirin. Dîsa jî, piştgirên Mîrê-cina derheqa wî gelek derew bela dikirin. Mesele, serwêrên rêlîgî merivara digotin, ku Îsa “cina bi saya serwêrê cina derdixe” (Markos 3:22). Gava Îsa ber dîwanê sekinî bû, serwêrên rêlîgî gotin, ku ew kifiriya dike, û wana meriv hêlan dikirin, wekî ewana mirina wî bixwazin (Metta 27:20). Paşê, gava şagirtên Îsa mizgînî bela dikirin, dijmina meriv himberî wan rakirin, wekî ewana zulmiyê li wan bikin (Karên Şandiya 14:2, 19). Derheqa Karên Şandiya 14:2, Birca Qerewiliyêda ya 1 Kanûna Pêşin, sala 1998, hatibû zelalkirinê, ku Cihûyên miqabil ne tenê xwexa mizgînî înkar kirin, lê usa jî kesên necihû hêlan dikirin, ku miqabilî Mesîhiya derên. Îro Mîrê-cina berdewam dike ‘temamiya dinê bixalifîne’. w24.04 11 ¶15-16
Sêşem, 14 Nîsanê
Ev yek nabe ku hakimê temamîya dinyayê dîwana rast neke? (Destp. 18:25)
Axiriya meriva vê yekêva girêdayî nîne, ku ewana wê kengê bimirin. Yehowa Hakimê kamil e, û safîkirinên wî rast û heq in (Zebûr 33:4, 5). Belê, em dikarin bawer bin, ku Hakimê temamiya dinyayê wê ya rast bike. Usa jî, axiriya meriva ya her-heyî vê yekêva girêdayî nîne, ku ewana kîderê dijîn. Hine welatada, bi mîlyona meriv mizgînî nebihîstine. Ev yek naqewime, ku Yehowa van meriva derbêra ça “bizina” hesab ke (Metta 25:46). Hakimê heq yê temamiya dinyayê, ji me zêdetir bona wan xem dike. Em nizanin ku wedê tengasiya mezin, Yehowa wê çi bike. Dibeke gava Yehowa ber hemûya navê xwe pîroz ke, mecala hine ji wan meriva hebe, ku Yehowa nas bikin û baweriya xwe wî bînin (Hezeqêl 38:16). w24.05 12 ¶14-15
Çarşem, 15 Nîsanê
Hevdu hez bikin (Yûhn. 15:12).
Xizmetkarên Yehowa hazir in alî hev bikin (2 Korintî 8:4). Lê carna bona vê yekê wanra mêrxasî lazim e. Mesele, gava şer destpêdibe, rûspî fem dikin ku xûşk-bira hewcê hêlanê û alîkariyê ne. Usa jî dibeke wanra alîkariya matêrîalî û ruhanî lazim be. Rûspî gelekî xûşk-bira hez dikin, lema jî ewana hela hê emirê xwe jî dikine bin xofê, seva ku alîkariyê bidine wan. Gelek ferz e ku em wedê usa yektiya xwe xwey kin. Lema jî, li gora rêberiya fîlîala mihala xwe hereket bike (Îbranî 13:17). Mesele, rûspî gerekê timê dîna xwe bidine van rêberiya, yên ku ewana bona teşqelên tebiyetê ji fîlîalê distînin (1 Korintî 14:33, 40). Mêrxas be, lê haş ji xwe hebe (Metelok 22:3). Pêşiya ku tiştekî bikî, rind bifikire û çiqas dikarî fesal be. Xwe bispêre Yehowa. Ew dikare alî te bike, wekî tu bikaribî usa alî xûşk-bira bikî, ku ziyanê nedî xwe. w24.07 4 ¶8; 5 ¶11
Pêşem, 16 Nîsanê
Tengasîya xweda min gazî Xudan kir, . . . gihîşte guhê Wî ew zarînîya min (Zeb. 18:6).
Dawid Yehowa nas dikir û xwe disparte wî. Gava Şawûl Padşa û dijminên din pey Dawid diketin, ewî ji Yehowa alîkarî xwest (Zebûr 18:6). Çaxê Xwedê caba duayê wî da û ew xilaz kir, Dawid got: “Xudan sax e” (Zebûr 18:46). Bi van giliya tê kifşê, wekî Dawid ne tenê qebûl dikir, ku Xwedê heye. Lê çawa kanîkêda tê gotinê, Dawid Yehowa “ça xwedêkî sax hesab dikir, yê ku timê alî xizmetkarên xwe dike”. Belê, Dawid ji derecên jîyîna xwe zanibû, ku Yehowa Xwedayê sax e. Zanebûna vê yekê, alî wî dikir berdewam ke Yehowara xizmet ke (Zebûr 18:28, 29, 49). Zanebûna vê yekê, ku Yehowa Xwedayê sax e dikare alî me jî bike, ku em bi dil û can jêra xizmet kin. Baweriya me wê qewatê bide me, wekî em himberî tengasiya sebir kin û usa jî wê xwestina me zêde ke, wekî em ji Yehowa dûr nekevin û berdewam kin Wîra xizmet kin. w24.06 20-21 ¶3-4
Înî, 17 Nîsanê
Nehêlin kesek we bixapîne (2 Têsln. 2:3).
Em ji giliyên Pawlosê şandî, ku ewî Têsalonîkiyara nivîsî, çi hîn dibin? Gava em tiştekî dibihên, çi ku miqabilî hînkirinên Kitêba Pîroz e, yan jî qewimandineke ecêb dibihên, em gerekê miqatî xwe bin. Gelek sal pêşda, Yektiya Sovyetêda, dijminên me neme bela kirin, ya ku yan çi ji ofîsa sereke, ya Şedên Yehowa bû. Vê nemêda hine birara hatibû gotinê, ku xwera teşkîleteke başqe saz kin. Usa dihate kifşê, ku tê bêjî ev neme bi rastî ji ofîsa sereke bû. Lê birên amin nehatine xapandinê. Wana fem kir, ku giliyên ji vê nemê li gora hînkirinên Kitêba Pîroz nîbûn. Îro jî dijminên rastiyê carna têxnolojiya modêrn didine xebatê, wekî me bixalifînin û yektiya me xirab kin. Seva ku em “fikirê xweda zû şaş nebin”, em gerekê fesal bin û îzbat bin, hela ew tiştên ku em dibihên yan jî dixûnin, li gora hînkirinên Kitêba Pîroz in, yan na (2 Têsalonîkî 2:2; 1 Yûhenna 4:1). w24.07 12 ¶14-15
Şemî, 18 Nîsanê
Heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye (1 Yûhn. 2:1).
Safîkirina here ferz ku meriv dikare bike, ev e, wekî emirê xwe tesmîlî Yehowa ke û bibe para malbeta Wî. Yehowa dixwaze wekî her kes evê safîkirinê bike, çimkî ew dixwaze wekî meriv bibine dostên wî û heta-hetayê bijîn (Qanûna Ducarî 30:19, 20; Galatî 6:7, 8). Lê Yehowa zorê tu kesî nake ku wîra xizmet ke. Ew mecalê dide wekî her kes xwexa safî ke çi bike. Hergê xûşk yan birakî nixumandî qanûna Xwedê biteribîne û gunekî giran bike, hingê wê çi bibe? Hergê ew tobe neke, ew îda gerekê neyê hesabê ça endemê civatê (1 Korintî 5:13). Dîsa jî gumana Yehowa heye û ew hîviyê ye ku kesê gunekar vegere bal wî. Lema jî meniya ferz ku çira Ewî emirê Kurê xwe berva da, ev e, wekî riya baxşandinê bona gunekarên ku tobe dikin, veke. Xwedayê meyî dilovan ji gunekara hîvî dike, wekî ewana tobe kin (Zekerya 1:3; Romayî 2:4; Aqûb 4:8). w24.08 14 ¶1-2
Led, 19 Nîsanê
Heger dilê te serwaxt e, dilê min jî şa dibe (Metlk. 23:15).
Gava Yûhennayê şandî nema xweye sisiya nivîsî, hine meriva îda destpêkiribûn hînkirinên qelp bela kin û yektiya civatê xirab kin. Lê yên din, hê berdewam dikirin riya rastiyêda herin. Wana guh dida Yehowa û li gora temiyên wî hereket dikirin (2 Yûhenna 4, 6). Ew kesên amin ne ku tenê dilê Yûhenna şa dikirin, lê usa jî dilê Yehowa (Metelok 27:11). Em çi dikarin ji vê yekê hîn bin? Aminî şabûnê tîne (1 Yûhenna 5:3). Mesele, em şa ne, çimkî em dilê Yehowa şa dikin. Gava em xwe ji tiştên xirab dûr digirin û gura temiyên wî dikin, ew şa dibe. Usa jî melekên ezmana şa dibin (Lûqa 15:10). Him jî gava em divînin, ku xûşk-birên me Xwedêra amin dimînin, em şa dibin (2 Têsalonîkî 1:4). Û paşê gava dinya Mîrê-cina bê kutakirinê, emê şa bin ku em Yehowara amin mane. w24.11 12 ¶17-18
Duşem, 20 Nîsanê
Bira her kes ne ku kara xwe bigere, lê kara kesê din (1 Korn. 10:24).
Çiqas wede gerekê tu dîna xwe bidî wî merivî, pêşiya ku hûn destpêkin hevdu nas kin? Hergê tu lez kevî û jêra bêjî ku tu wî begem dikî, diqewime ew dişirmîş be, wekî tu rind nafikirî pêşiya ku safîkirinekê bikî û vê yekê ser hîmê êmosiya dikî (Metelok 29:20). Ji aliyê dinva jî, hergê tu vê yekê gelek derengî xî, îlahî hergê ew îda pêhesiya ye, ku çevê te lê ye, diqewime ew bifikire, wekî tu xwexa nizanî çi dixwazî (Waîz 11:4). Bîr neke ku hergê tu kesekîra bêjî, wekî hûn hevdu nas bikin, ev yek nayê hesabê wekî hûn sed selefî gerekê hev bistînin. Lê dîsa jî, tu gerekê bawer bî, wekî tu bona zewacê hazir î û ku ew kes dikare bona te bibe hevalzewacekî baş. Hergê tu pêbihesî, ku kesek dixwaze diha nêzîk tevî te bibe nas tu gerekê çi bikî? Hergê tu naxwazî wî merivî bistînî, pê kirên xwe jêra bide kifşê, ku ew fem bike, wekî hestên te hindava wîda tune ne (Efesî 4:25). w24.05 22-23 ¶9-10
Sêşem, 21 Nîsanê
Ezê dîsa bêm û we bivime cem xwe (Yûhn. 14:3).
Ji kesên bi ruh kifşkirî, tenê yên rast û amin wê Padşatiya ezmana war bin. Yên ku hişyar namînin, wê neyne qebûlkirinê (Metta 24:31). Hemikî lazim e, ku hemû xizmetkarên Xwedê, dêmek ne tenê kesên ku hîviya jîyîna ser ezmana ne, hişyar û amin bimînin. Em Yehowa Xwedê rind nas dikin û îtbariya xwe safîkirinên wî tînin, lema jî em ecêbmayî namînin, wekî Ewî safî kiriye rojên meda jî hine meriva bi ruh kifş ke. Hela bîne bîra xwe, ku li meteloka derheqa rezên tiriya, Îsa derheqa xebatçiya çi got (Metta 20:1-16). Kesên ku dereng destpêkirin rezda bixebitin û kesên ku zû destpêkiribûn, mîna hev heq standin. Mîna vê yekê, firqî tune kesên kifşkirî kengê têne bijartinê, tenê hingê ewana wê xelata xweye ezmanî bistînin, hergê amin bimînin. w24.09 24 ¶15-17
Çarşem, 22 Nîsanê
Mesîh . . . bona we cefa kişand û nexşek wera hişt, wekî hûn pêgeha wîda herin (1 Pet. 2:21).
Îsa meseleke baş hîşt vê yekêda, ku çawa ber neheqiyê sebir kin. Bîne bîra xwe ku ewî him aliyê malbeta xweda, him jî aliyê kesên dinda çiqas neheqî didît. Merivên wî digotin ku ew dîn bûye, serwêrên rêlîgî digotin wekî ew cina ketiye, û eskerên Romayî qerfên xwe wî dikirin û lê dixistin. Paşê jî wana ew kuşt (Markos 3:21, 22; 14:55; 15:16-20, 35-37). Dîsa jî Îsa sebir dikir û heyfê ji wan hilnedida. Gelo em ji mesela wî çi dikarin hîn bin? (1 Petrûs 2:21-23) Gava em rastî neheqiyê tên, werên em mîna Îsa hereket bikin. Ewî rind zanibû, ku gerekê kengê xeber nede û kengê xeber de (Metta 26:62-64). Ewî cab nedida ser hemû cûre derewa, ku miqabilî wî dihate gotinê (Metta 11:19). Îsa xeberdana xweda nifir li wan meriva nedikir, yên ku zulmî li wî dikirin û ne jî wana dida tirsandinê. w24.11 4-5 ¶9-10
Pêşem, 23 Nîsanê
Mesîh Îsa hate dinyayê, wekî gunekara xilaz ke (1 Tîmt. 1:15).
Bide ber çevê xwe, wekî tu pêşkêşeke mexsûs, ya ku him bedew e him jî kêrhatî ye, didî hevalekî xwe. Hergê hevalê te vê pêşkêşê bike qutiyê û paşê jî derheqa vê bîr ke, gelo tuyê xemgîn nebî? Lê hergê hevalê te pêşkêşa te bide xebatê û razîbûna xwe tera bide kifşê, tuyê gelek şa bî! Mîna vê yekê, Yehowa Kurê xwe şande ser erdê, wekî ew emirê xwe bona me bide. Hergê em bona vê pêşkêşa qîmet û bona hezkirina Yehowa razî bin, Yehowa jî wê şa be! (Yûhenna 3:16; Romayî 5:7, 8) Hemikî em şa ne, ku ev pêşkêşa qîmet mera hatiye dayînê, lê diqewime hêdî-hêdî sal pey salara razîbûna me bona qurbana Îsa kêm be, û ça bêjî em vê pêşkêşa Xwedê bikine qutiyê û bîr kin. Seva ku ev yek neqewime, em gerekê tiştên ku Xwedê û Îsa bona me kirine, timê bînin bîra xwe. w25.01 26 ¶1-2
Înî, 24 Nîsanê
Ser van tişta kûr bifikire û bi temamî dîna xwe bide van, wekî pêşdaçûyîna te hemûyara eyan be (1 Tîmt. 4:15).
Seva ku birak ça rûspî bê kifşkirinê, ew gerekê bawermendê nû nîbe. Hemikî eseyî nîne wekî tu gelek sal nixumandî bî, lê dîsa jî wede lazim e, wekî tu ruhanîda bigihîjî. Pêşiya ku tu ça rûspî bêyî kifşkirinê, tu gerekê îzbat kî wekî tu mîna Îsa milûk î û hazir î hîviyê bî, heta Yehowa hine cabdariya bide te (Metta 20:23; Fîlîpî 2:5-8). Xêncî vê yekê, aminiya xwe îzbat ke, dêmek xwe li Yehowa û riya wî bigire û li gora rêberiya teşkîleta wî bijî. Li gora Nivîsarên Pîroz birê cabdar gerekê hînkirinêda serxwe be. Gelo ev yek tê hesabê, wekî tu gerekê gotarvanekî bêqisûr bî? Na. Gelek rûspiyên xîret gotarvanên hoste nînin, lê ewana xizmetiyêda rind hîn dikin û wedê serlêdanên şivantiyê rind xûşk-bira qewî dikin. w24.11 23-24 ¶14-15
Şemî, 25 Nîsanê
Hizkirina emirên Te, minra ji zêr û ji zêrê xalis çêtir e (Zeb. 119:127).
Gava tu Kitêba Pîrozda rêzeke usa dixûnî, ya ku rind fem nakî, vê rêzê kûr lêkolîn ke. Paşê nava rojêda ser van tiştên teze kûr bifikire, çi ku tu derheqa Yehowa, Îsa û hezkirina wan pêhesiyayî (Zebûr 119:97). Hergê tu timê edebyetên me dixûnî û lêkolîn dikî, lê tiştên teze û hewas pênahesî, dîsa jî xemgîn nebe. Mesele, kesên ku zêr digerin bide ber çevê xwe. Ewana gerekê bi siheta û hela hê gelek roja jî zêr bigerin, heta ku zêrekî biçûk bivînin. Dîsa jî ewana bi xîret dixebitin, çimkî zêr tiştekî gelek qîmet e. Lê qîmeta her tiştên teze, yên ku em ji Kitêba Pîroz pêdihesin, diha mezin e! (Metelok 8:10) Lema jî bi sebir berdewam ke tiştên teze ji Kitêba Pîroz pêbihese (Zebûr 1:2). w25.01 25 ¶14-15
Led, 26 Nîsanê
Çawa ku Yehowa bi dil baxşande we, gerekê hûn jî usa bibaxşînine hev (Kols. 3:13).
Yehowa dixwaze, ku em bibaxşînin wan meriva, yên ku dilê me dêşînin (Zebûr 86:5; Lûqa 17:4; Efesî 4:32). Dibeke em ji bo gilî yan kirên kesekî din gelek dilteng bin, îlahî hergê ev meriv dost yan merivê me ye (Zebûr 55:12-14). Carna aliyê êmosiyalîda êşa dilê me dikare usa giran be, ku ça bêjî şûr dilê me xistine (Metelok 12:18). Diqewime em her tiştî dikin, wekî hestên xwe veşêrin, yan jî dîna xwe nedine hestên xwe. Lê hergê em usa bikin, ev yek tê hesabê ku ça bêjî em şûr birînêda dihêlin. Anegorî vê yekê, hergê em dîna xwe nedine hestên xwe, dilê me wê rihet nebe. Çaxê kesek dilê me dêşîne, dibeke em serîda hêrs kevin. Li gora Kitêba Pîroz, ev yek dikare biqewime. Lê em gerekê hêrsê dilê xweda xwey nekin (Zebûr 4:4; Efesî 4:26). Gelo çira? Çimkî eşkere ye ku ev yek berbi tiştekî baş nabe (Aqûb 1:20). Bîr neke, ku carna destê meda nîne, ku em hêrs kevin yan na, lê destê meda ye, ku emê hêrsê dilê xweda xwey kin yan na! w25.02 15 ¶4-6
Duşem, 27 Nîsanê
Şehrezayî jîyana xweyê xwe diparêze (Waîz 7:12, ÎM).
Bi saya metelokekê, Îsa nîşan kir, wekî merivê ku xwera hebûkê top dike, “lê çevê Xwedêda dewletî nîne”, bêaqil e (Lûqa 12:16-21). Tu kes nizane ku sibê çi wê biqewime (Metelok 23:4, 5; Aqûb 4:13-15). Em şagirtên Îsa ne, lema jî em diha zêde rastî çetinaya tên. Îsa got, ku ça şagirtên wî, em gerekê hazir bin wekî “destê xwe ji temamiya hebûna xwe” bikişînin (Lûqa 14:33). Qirna yekêda xûşk-birên li Cihûstanê bi dil û can hazir bûn vê şîretê qebûl kin û hergê lazim be jî, hebûka xwe unda kin (Îbranî 10:34). Îro jî gelek xûşk-birên me xebata xwe unda kirine ji bo vê yekê, ku piştgiriya partiyên polîtîkê nakin (Eyantî 13:16, 17). Gelo çi alî wan kir ku evê safîkirinê bikin? Ewana ji dil îtbariya xwe Yehowa tînin, yê ku soz daye: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim” (Îbranî 13:5). Lema jî em çi ji destê me tê dikin, wekî bona hewcên xweye axiriyê xem bikin, û gava nişkêva tiştek biqewime, em dudilî nabin ku Yehowa wê alî me bike. w25.03 29 ¶13-14
Sêşem, 28 Nîsanê
Em hînbûnên pêşine ser Mesîh alîkî bihêlin, bêne ser hînbûna gihîştî (Îbrn. 6:1).
Yehowa zane, seva ku em ruhanîda bigihîjin, em hewcê alîkariyê ne. Rûspiyên civatê hazir in alî me bikin, wekî em “bibine merivên gihîştî”, heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin û vê yekêda çev bidine Îsa (Efesî 4:11-13). Yehowa usa jî ruhê pîroz dide me, wekî “nêt-fikira Mesîh serê meda” be (1 Korintî 2:14-16). Xêncî vê yekê, Xwedê çar kitêbên Mizgînîye pêşin daye me, wekî em pêbihesin ku Îsa ça hîn dikir, ça xeber dida û çi dikir heta ku ew ser erdê bû. Hergê em çev bidine fikir û kirên Îsa, emê bikaribin bibine Mesîhiyên gihîştî. Lê seva ku em ruhanîda pêşda herin, “hînbûnên pêşine” derheqa Mesîh bes nîne. w24.04 4-5 ¶11-12
Çarşem, 29 Nîsanê
Hingê firasetê te xwey ke û aqilê miqatîyê li te bike (Metlk. 2:11).
Her roj lazim e ku em safîkirina bikin. Hine safîkirin hêsa ne. Mesele, em gerekê safî kin ku emê çi xwarinê çêkin û çiçax herin razên. Lê hine safîkirin jî hêsa nînin, û dikarin ser sihet-qewata me, şabûna me, merivên meye hezkirî û hebandina me, hukum kin. Em dixwazin wekî safîkirinên me karê ça mera usa jî malbeta mera bînin. Û ya lape ferz, em dixwazin ku safîkirinên me Yehowa xweş bên (Romayî 12:1, 2). Seva ku em safîkirinên baş bikin, gelek ferz e wekî em înformasiyayê derheqa vê yekê bistînin. Gelo ev yek çira ferz e? Bide ber çevê xwe ku kesek ji bo nexweşiya xwe diçe bal doxdir. Gelo doxdir, heta ku pirsa nede û pênehese nexweşiya wî çi ye, qe wê derbêra safî ke tiştekî bike? Hemikî na. Mîna vê yekê, seva ku em safîkirinên baş bikin, em gerekê pêşiyê rind bizanibin ku hal çi ye. w25.01 14 ¶1-3
Pêşem, 30 Nîsanê
Xudan gunê te afû kir, tê nemirî (2 Sam. 12:13, ÎM).
Ji aliyê dinva jî, em derheqa rema Yehowa çi zanin? Gelo ewî ça nîşan kiriye, wekî ew “naxwaze tu kes unda be”? (2 Petrûs 3:9) Bide ber çevê xwe ku Yehowa rema xwe hindava wan merivada jî dida kifşê, yên ku gunên giran kiribûn. Mesele, Dawid Padşa him bênamûsî kir, him jî kesekî neneheq da kuştinê. Lê paşê Dawid tobe kir û Yehowa bi dilovanî baxşande wî (2 Samûyêl 12:1-12). Minaşe Padşa emirê xweda gelek xirabî dikir, lê gava ewî tobe kir, Yehowa rema xwe hindava wîda da kifşê û baxşande wî (2 Dîrok 33:9-16). Ji van mesela em fem dikin, wekî Yehowa hazir e bibaxşîne meriva çaxê bona vê yekê menî heye. Kesên usa wê ji mirinê bêne rakirinê, çimkî wana anî ser xwe, ku gunên wan gelek giran in û wana tobe kir. w24.05 4 ¶12