Gulan
Înî, 1 Gulanê
Xwedê firqiyê nake nava meriva (Rom. 2:11).
Çaxê Yehowa xizmetkarên xwe ji dîltiya Misirê xilaz kir, ewî kahîn kifş kirin, wekî konê pîrozda xizmet kin. Usa jî van Lêwiyara, yên ku konda xizmet dikirin, hine cabdarî hatibûne dayînê. Lê gelo Yehowa bona wan meriva, yên ku konda xizmet dikirin, yan jî nêzîkî kon dijîtin, diha zêde xem dikir? Na, çimkî Yehowa firqiyê nake orta xizmetkarên xwe û her kes dikaribû bibe dostê wî. Mesele, Yehowa usa kir, wekî her kes stûna ewr û stûna agir bivîne, ya ku ser konê pîroz disekinî (Derketin 40:38). Gava stûna ewr cîguhastî dibû, kesên ku dûrî konê pîroz diman jî, dikaribûn vê yekê bivînin, hûr-mûrê xwe û konên xwe top kin û rê kevin (Jimar 9:15-23). Îro jî, firqî tune em kuderê dijîn, Yehowa me hez dike û bona me xem dike. w24.06 4 ¶10-12
Şemî, 2 Gulanê
Em rabin û birevin! Yan na emê ji destê Abşalom xilaz nebin (2 Sam. 15:14, ÎM).
Carekê emirê Dawid Padşa kete bin qeziyê. Kurê wî Abşalom îzin da xwe, wekî textê padşatiyê ji wî bistîne (2 Samûyêl 15:12, 13). Lema jî Dawid gerekê ji Orşelîmê bireviya! Lê gava ewana diçûn, Dawid gote Sadok û hine kahînên din, ku ewana Orşelîmêda bimînin, wekî derheqa nêtên Abşalom elamî wî kin (2 Samûyêl 15:27-29). Lazim bû ku ewana gelek fesal bin, çimkî cabdariya wan gelek xof bû. Dawid gote Sadok û dostekî xweyî din, bi navê Hûşa, ku ewana piştgiriya planeke wî bikin (2 Samûyêl 15:32-37). Hûşa li gora plana Dawid hereket kir û usa kir, wekî Abşalom îtbariya xwe wî bîne, û gote Abşalom ku çi cûreyî ew dikare hicûmî ser Dawid ke. Bi saya vê planê mecal Dawidra vedibû, wekî xwe bona hicûmkirinê hazir ke. Paşê Hûşa derheqa vê planê gote Sadok û Abiyatar (2 Samûyêl 17:8-16). Û wana ev yek elamî Dawid kirin û emirê wî xweyî kirin (2 Samûyêl 17:21, 22). w24.07 4-5 ¶9-10
Led, 3 Gulanê
Xudan dibêje: “Niha werên em li doza xwe binihêrin” (Îşa. 1:18, ÎM).
Hine xizmetkarên Yehowa ji bo şaşiyên, ku wana yan berê yan paşî nixumandinê kiribûn, gelek dilteng in. Lê em gerekê bîr nekin, wekî Yehowa qurbaneke qîmet bona me daye, çimkî ew me hez dike û ew dixwaze ku em pêşkêşa wî qebûl kin. Yehowa mera dibêje, ku hergê me ‘doza’, dêmek problêma orta xwe û wîda safî kiriye, ew gunên me bi temamî dibaxşîne. Belê, Yehowa gelek dilovan e û ew gunên meye berê nayne bîra xwe! Him jî ew tu car qenciya me bîr nake (Zebûr 103:9, 12; Îbranî 6:10). Hergê tu ji bo şaşiyên xweye berê dilteng dibî, xîret bike wekî tu hiş-aqilê xwe bidî ser roja îroyîn û axiriyê, ne ku ser tiştên berê. Tu nikarî kirên xweye berê biguhêzî. Lê tu dikarî îroda rûmetê bidî Yehowa û hîviyê bî heta ew sozên xwe bîne sêrî. w24.10 8 ¶8-9
Duşem, 4 Gulanê
Merivê nû li xwe kin (Kols. 3:10).
Gava tu Kitêba Pîroz dixûnî, dibeke tu têderdixî, wekî gelek aliyada gerekê bêyî guhastinê, û dibeke cara ji bo vê yekê tu dilteng dibî. Bide ber çevê xwe tu îro Kitêba Pîroz dixûnî û pêdihesî ku em gerekê firqiyê nekine orta meriva (Aqûb 2:1-8). Tu fem dikî, wekî vî alîda gerekê ser xwe bixebitî. Rojek şûnda, rêzên ku tu dixûnî nîşan dikin, wekî em gerekê xeberdana xwe kontrol kin (Aqûb 3:1-12). Û tu têderdixî, ku carna xeberdana te hinekî nêgatîv e. Lema jî tu safî dikî, wekî tuyê tevî kesên din îda bi pozîtîv xeber dî. Roja din, rêzên ku tu dixûnî dibêjin, wekî em gerekê tevî wê dinê hevaltiyê nekin (Aqûb 4:4-12). Tu fem dikî, wekî tu gerekê diha zêde miqatî xwe bî, hela tu çi dixûnî yan çi temaşe dikî. Roja çara, tu îda ber xwe dikevî ku ça tuyê himberî haqas kêmasiyên xwe şer bikî. Dilteng nebe, seva ku em bibine merivne nû, em gerekê timê ser xwe bixebitin. w24.09 5-6 ¶11-12
Sêşem, 5 Gulanê
Mesîh çawa Xudanê pîroz dilê xweda bilind bigirin. Her gav hazir bin, caba wan hemûya bidin, yên ku bona wê gumana nava weda dipirsin. Lê wê yekê bi xof û milûktiyê bikin (1 Pet. 3:15).
Îsa zanibû wekî ya here ferz ev e, ku Yehowa ser tişta ça dinihêre, û ew bawer bû ku wedê rastda, Ewê neheqiyê bide hildanê. Gava neheqî li me tê kirinê, werên em mîna Îsa miqatî giliyên xwe bin. Hine neheqî haqas mezin nînin û dibeke mera çetin nîne çevê xwe ser vê yekê bigirin. Yan jî dibeke em dengê xwe nekin, wekî derecê diha xirab nekin (Waîz 3:7; Aqûb 1:19, 20). Lê carna dibeke lazim e, ku em kesekî biparêzin, yê ku rastî neheqiyê hatiye, yan jî lazim be ku em bi xeberdana xwe piştgiriya rastiyê bikin (Karên Şandiya 6:1, 2). Hergê jî lazim be ku em tiştekî bêjin, werên em her tiştî bikin, ku rihet û bi qedir xeber din. Usa jî emê çev bidine Îsa, çaxê gumana xwe bidine ser ‘hakimê rastiyê’ (1 Petrûs 2:23). w24.11 5-6 ¶10-12
Çarşem, 6 Gulanê
Melekên Xwedê jî usa şa dibin gava gunekarek tobe dike (Lûqa 15:10).
Çaxê kesê gunekar tobe dike, em gelek şa dibin (Lûqa 15:7). Lê gelo kê bi rastî alî wî dike wekî ew tobe ke? Bînin bîra xwe ku Pawlosê şandî derheqa kesên gunekar çi nivîsîbû: “Belkî Xwedê mecalê bide wan, ku ji gunekirinê vegerin” (2 Tîmotêyo 2:25). Belê, yê ku alî Mesîhîkî dike, wekî ew nihêrandin û fikirên xwe rast ke, Yehowa ye. Pawlos besa hine tiştên baş dikir, yên ku dikarin biqewimin gava kesek tobe dike: Kesê gunekar dikare rastiyê hê rind fem bike, bê ser hişê xwe û ew dikare ji telikên Mîrê-cina bireve (2 Tîmotêyo 2:26). Hergê gunekarek tobe bike, rûspî wê berdewam kin serlêdana wî bikin, wekî baweriya wî diha qewî be û ew xwe ji telikên Mîrê-cina dûr bigire û gavên rast bavêje (Îbranî 12:12, 13). w24.08 23 ¶14-15
Pêşem, 7 Gulanê
Hûn min digerin, ne bona wê yekê, ku we keremet dîtine, lê bona wê yekê, ku we ji wî nanî xwariye û têr bûne (Yûhn. 6:26).
Ev elaleta mezin ku bi saya Îsa hatine têrkirinê, bi rastî ketibûne heyra xwestinên xweye fîzîkî. Gelo çi vê yekê îzbat dike? Rojek şûnda, meriva dît ku Îsa û şandiyên wî ji wêderê çûbûn. Lema jî ewana ketine qeyîka û berê xwe dane Kepernahûmê wekî Îsa bivînin (Yûhenna 6:22-24). Gelo nêt û xwestina wane sereke ew bû ku derheqa Padşatiya Xwedê hê zêde pêbihesin? Na. Ewana hê zêde ketibûne heyra zikê xwe. Lê em vê yekê ji ku zanin? Dîna xwe bidinê, gava meriv nêzîkî Kepernahûmê Îsa dîtin, çi qewimî. Îsa raste-rast got, ku ewana herî zêde pey hewcên xwe ketine. Ewî got ku wana tenê “ji wî nanî xwariye û têr bûne . . . ku îro heye û sibê tune ye”. Lema jî ewî wanra got, wekî dewsa vê yekê, ewana gerekê “bixebitin bona xwarina ku tu car xirab nabe û jîyîna heta-hetayê dide” (Yûhenna 6:26, 27). Îsa got ku Bavê wî dikare xwarineke usa bide wan. w24.12 5 ¶8-9
Înî, 8 Gulanê
Merivê dilda serwaxt serwaxtîyê dide zimên û zanebûnê li zarê wî zêde dike (Metlk. 16:23).
Birano, seva ku bibine dersdarekî baş, hûn gerekê ser hîmê Kitêba Pîroz hîn kin û şîreta bidin. Seva ku vê yekê bi hostetî bikin, Kitêba Pîroz û edebyetên me rind lêkolîn kin (Metelok 15:28). Gava hûn lêkolîna dikin, rind dîna xwe bidinê, ku edebyetên me ça Nivîsarên Pîroz zelal dikin. Wedê hînkirinê, xîret bikin ku bigihîjine dilê guhdara. Seva ku hînkirinêda pêşdaçûyî bin, ji rûspiyên cêribandî şîreta bixwazin û li gora wan hereket bikin (1 Tîmotêyo 5:17). Rûspî gerekê bikaribe dil bide xûşk-bira û carna jî gerekê şaşiyên wan bide rûyê wan. Rûspî gerekê timê vê yekê bi nermî bike. Hergê tu mîna Dersdarê Mezin, Îsa Mesîh, nerm û dilovan bî û ser hîmê Kitêba Pîroz hîn kî, tuyê bibî dersdarekî baş (Metta 11:28-30; 2 Tîmotêyo 2:24). w24.11 24 ¶16
Şemî, 9 Gulanê
Rûmeta Wî bikin dengî, nava hemû miletada (Zeb. 96:3).
Em dikarin bi zar-zimanê xwe rûmetê bidine Yehowa. Xizmetkarên Yehowara tê gotinê, ku jêra “bistirên, pesinê navê Wî bidin, roj bi roj xilazkirina Wî danasîn kin” û “nava hemû miletada keremetên Wî” bikine dengî (Zebûr 96:1-3). Bi vî cûreyî, em dikarin rûmetê bidine Bavê xweyî ezmana (Karên Şandiya 4:29). Em usa jî dikarin bi mal û milkê xwe rûmetê bidine Yehowa. Xizmetkarên Yehowaye amin timê usa dikin (Metelok 3:9). Mesele, Îsraêliya pê pera û tiştên din piştgiriya şixulê avakirin û xweykirina paristgehê dikirin (2 Padşatî 12:4, 5; 1 Dîrok 29:3-9). Hine şagirtên Îsa “pê mal-milkê xwe” alî Îsa û şandiyên wî dikirin (Lûqa 8:1-3). Şagirtên Îsa, yên qirna yekê alîkarî didane xûşk-bira jî (Karên Şandiya 11:27-29). Îro em jî dikarin bi qurbankirinên rezedilî rûmetê bidine Yehowa. w25.01 4 ¶8; 5 ¶11
Led, 10 Gulanê
Kî dikare riya wan bigire ku ewana pê avê bêne nixumandinê (Kar. Şand. 10:47).
Çi alî Kornêlyo kir ku bê nixumandinê? Kitêba Pîroz dibêje ku ewî “temamiya malbeta xweva Xwedê diheband” û “her gav Xwedêra dua dikir” (Karên Şandiya 10:2). Gava Petrûs Kornêlyora derheqa mizgîniya xêrê got, ewî tevî malbeta xwe baweriya xwe Îsa Mesîh anî û derbêra hate nixumandinê (Karên Şandiya 10:47, 48). Kornêlyo hazir bû emirê xwe biguhêze û tevî malbeta xwe Yehowara xizmet ke (Yêşû 24:15; Karên Şandiya 10:24, 33). Kornêlyo dikaribû bifikire wekî ew yekî navdeng e, û nehata nixumandinê. Lê ewî îzin neda ku ev yek riya wî bigire. Seva ku tu bêyî nixumandinê, gelo lazim e wekî tu jî emirê xweda guhastinên mezin bikî? Hergê te safî kiriye, ku li gora prînsîpên Kitêba Pîroz Yehowara xizmet kî, Yehowa wê safîkirina te kerem ke û alî te bike. w25.03 5 ¶12-13
Duşem, 11 Gulanê
Guh nede çîrokên pîra (1 Tîmt. 4:7).
Hergê tu derheqa teşkîletê, yan derheqa birên cabdar derewa bibihêyî, bîne bîra xwe, ku qirna yekêda dijminên Xwedê ça hicûmî ser Îsa û şagirtên wî dikirin. Ça Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, xizmetkarên Yehowa îro jî rastî zulmiyê û peyketina tên (Metta 5:11, 12). Hergê em fem bikin, ku derewî ji kê tê, emê neyêne xapandinê û bikaribin xwe biparêzin. Gelo çi cûreyî? Derewa înkar kin. Pawlosê şandî got, ku em gerekê çi bikin gava em derewa dibihên. Ewî got ku “guh nedine çilovîskiya” û xwe ji “çilovîskiyên . . . heram dûr xwey” kin (1 Tîmotêyo 1:3, 4). Em derewa înkar dikin, çimkî em zanin, ku ewana ji kuderê tên, û em xwe li “hînkirina saxlem” digirin (2 Tîmotêyo 1:13). w24.04 11 ¶16; 13 ¶17
Sêşem, 12 Gulanê
Ewana bi giliyê xweş û xeberdana şîrin merivên dilê xweyî sax dixapînin (Rom. 16:18).
Tevî xizmetkarên Yehowaye amin yektiyêda bin. Xwedê dixwaze wekî em yektiyêda jêra xizmet kin. Heta ku em xwe li rastiyê bigirin, yektiya me wê xirab nebe. Her kesê ku tiştên nerast bela dike, dibine sebebê vê yekê, ku civatêda yektî xirab dibe, lema jî Xwedê dibêje, ku em gerekê “ji wan dûr bin”. Hergê em usa nekin, em dikarin bikevine telikê û ji rastiyê derkevin (Romayî 16:17). Hergê em rastiyê têderdixin û xwe vê rastiyê digirin, hingê baweriya me qewî dibe û em diha nêzîkî Yehowa dibin (Efesî 4:15, 16). Emê ji hukumê propaganda û derewên Mîrê-cina bêne xweykirinê, û wedê tengasiya mezin, emê bin siya perê Yehowada bin. Belê, xwe li rastiyê bigirin û “Xwedêyê edilayiyê wê tevî we be” (Fîlîpî 4:8, 9). w24.07 13 ¶16-17
Çarşem, 13 Gulanê
Evî kahînî tenê carekê bona guna qurban da (Îbrn. 10:12).
Îsa îlahî dîna xwe dida kesên ku bona gunên xwe dilteng dibûn, û ewî ewana teglîf dikirin ku bibine şagirtên wî. Ewî zanibû ku gune sebebê hemû kul-derda ye. Lema jî ewî xût alî wan meriva dikir, yên ku bona gunên xwe diçerçirîn. Ewî got: “Ne ku merivên sihet-qewat hewcê hekîm in, lê yên nexweş”. Serda jî ewî got: “Ez hatim, ne ku gazî yên rast, lê gazî gunekara kim” (Metta 9:12, 13). Îsa bi rastî jî usa dikir. Ewî gunên kulfeta ku nigên wî pê hêsirên xwe şûştin, bi dilremî baxşandê (Lûqa 7:37-50). Gava Îsa ber bîra avê rastî jinikeke Samerî hat, ewî zanibû ku ew bi jîyîneke bênamûsî dijî. Lê dîsa jî ewî derheqa rastiyên Xwedê lê hîn kir (Yûhenna 4:7, 17-19, 25, 26). Axiriya here xirab ya gune, mirin e. Lê Xwedê qewat da Îsa, wekî meriva, dêmek jina, mêra, biçûk û mezina ji mirinê rake (Metta 11:5). w24.08 4 ¶9-10
Pêşem, 14 Gulanê
Ewê bi heqîyê dîwana dinê bike û mileta bi rastîya Xwe (Zeb. 96:13).
Gelo demeke nêzîkda, Yehowa wê çawa navê xwe rûmet ke? Ewê dîwana dinyayê bike. Pêşiyê ewê qira Babîlona Mezin bîne, çimkî ewê navê Wîyî pîroz reş kiriye (Eyantî 17:5, 16; 19:1, 2). Paşî qirkirina Babîlona Mezin, dibeke hine meriv safî kin, ku tevî me Xwedêra xizmet kin. Paşî vê yekê, Harmegedonêda, Yehowa wê temamiya dinya Mîrê-cina qir ke. Ewê hemû dijminên xwe, yên ku navê wî reş dikin, kuta ke, lê wan kesa, yên ku wî hez dikin, guh didine wî û bi mêrxasî navê wî rûmet dikin, wê xilaz ke (Markos 8:38; 2 Têsalonîkî 1:6-10). Paşî Serwêrtiya Hezarsalî cêribandina xilaziyê wê biqewime û paşî vê yekê, navê Yehowa wê bi temamî bê rûmetkirinê (Eyantî 20:7-10). Wê demê, “çawa av deryaya [ber] tije dike, dinya jî wê bi zanîna rûmeta Xudan tije bibe” (Hebaqûq 2:14, ÎM). De bidine hesabê xwe, ku wedekî çiqas xweş wê bê, gava her kes rûmetê bide Yehowa, ya ku ew hêja ye! w25.01 7 ¶15-16
Înî, 15 Gulanê
Hûn şîretê sebir kin (Îbrn. 12:7).
Gelo çi alî xûşk-birên Îbranî kir, wekî himberî miqabilîbûnê sebir kin? Pawlosê şandî wanra got, ku nihêrandina wan ser çetinaya gerekê çi cûreyî be. Ewî şirovekir ku Xwedê dikare îzinê bide wekî ewana rastî tengasiya bên, ku baweriya wan bê cêribandinê û şidandinê. Cêribandinên usa dikarin alî meriva bikin hunurên baş pêşda bînin, yên ku Xwedê xweş tên. Pawlos Mesîhiyên Îbranîra got, ku hergê ewana dîna xwe bidine axiriya wan çetinaya, wê bona wan diha hêsa be sebir kin (Îbranî 12:11). Pawlosê şandî Mesîhiyên Îbranîra got, ku gava ewana rastî çetinaya tên, gerekê mêrxasiya xwe unda nekin û dilteng nebin. Pêşiyê ew pey şagirtên Îsa Mesîh diket, û rind zanibû ku halê wan çiqas zor e. Usa jî, çaxê Pawlos bû şagirtê Îsa Mesîh, ew jî gelek cara rastî peyketina dihat, û lazim bû ku ew sebir ke (2 Korintî 11:23-25). w24.09 12-13 ¶16-17
Şemî, 16 Gulanê
Hişyar bimînin (Met. 25:13).
Wext hindik maye, lema jî xizmetiya me çiqas diçe diha ferz dibe. Were em şêwir kin, ku Îsa derheqa şixulê xizmetiyê, ya rojên meda, Markos 13:10-da çi pêxembertî kir. Li gora kitêba Metta, Îsa got, wekî pêşiya ku “xilzaî” bê, mizgînî wê ser temamiya dinyayê bê belakirinê (Metta 24:14). Vê rêzêda, “xilzaî” tê hesabê xilaziya vê dinya xirab, û Yehowa ‘roj û siheta’ vê xilaziyê kifş kiriye (Metta 24:36; Karên Şandiya 1:7). Roj bi roj, em diha nêzîkî xilaziyê dibin (Romayî 13:11). Û heta hingê, em gerekê mizgîniyê bela kin. Em gerekê ser vê pirsa ferz bifikirin: Gelo em çira mizgîniyê bela dikin? Çimkî em mizgîniyê û meriva hez dikin û ya lape ferz ev e, ku em Yehowa û navê wî hez dikin. w24.05 14-15 ¶2-3
Led, 17 Gulanê
Xwedê dîna xwe da hemû kirina xwe ku va yê ew gelekî qenc bûn (Destp. 1:31).
Dê-bavno, alî zarên xwe bikin, ku ewana derheqa tebiyetê bifikirin. Gava hûn derva digerin, dîna zarên xwe bikişînin ser nexş û cûrên efrînên tebiyetêda. Gelo çira? Nexş û cûrên wan efrîna nîşan dikin, ku ev her tişt kesekî serwaxt çêkiriye. Mesele, zandar gelek sal efrînên bi nexşên spîral lêkolîn dikin. Biyofîzîkvan Nîkola Famêlî dibêje, ku çaxê hejmarên nexşên spîralên tebiyetêda hesab dikî, hejmarên usa dertên, kîjan ku têne hesabê rêzkirina hejmarên Fîbonaçî. Gelek efrînada nexşên bi cûrê spîral hene, mesele hine galaktîkada, efrînên berêda, belgên şînkayada û gulberojkada. w24.12 16 ¶7
Duşem, 18 Gulanê
Ew emirê te ye (Qan. Dcr. 30:20).
Rojên Mûsa, Dawid û Yûhenna ji rojên me cude bûn. Usa jî wede û derecên wan jî ji yên me cude bûn. Lê dîsa jî em gelek aliyava mîna hev in. Wana Yehowara xizmet dikir, û em jî usa dikin. Mîna wan, em jî Yehowara dua dikin, xwe dispêrin wî û li gora rêberiya wî dijîn. Em him jî mîna xizmetkarên Xwedêyî berê, bawer in ku Yehowa kerema xwe ser wan merivada dibarîne, yên ku gura wî dikin. Lema jî werên em guh bidine giliyên paşin yên kesên amin, û gura temiyên Yehowa bikin. Usa emê her tiştîda serkevin û emirê me wê dirêj be, dêmek emê heta hetayê bijîn! Xêncî wê yekê, emê şa bin, ku me dilê Yehowa şa kiriye. Belê, hergê em gura Xwedê bikin, ewê bêhesab me kerem ke! (Efesî 3:20) w24.11 13 ¶20-21
Sêşem, 19 Gulanê
Xwedê civatêda her yek bona tiştekî kifş kiriye (1 Korn. 12:28).
Qirna yekêda, hine bira ça berdestiyên civatê dihatine kifşkirinê (1 Tîmotêyo 3:8). Ça tê kifşê, yên ku li gora giliyên Pawlosê şandî “komekdariyê” didan, ewana bûn. Berdestiyên civatê hine şixulên ferz dikirin, wekî mecala rûspiya hê zêde hebe, ku dîna xwe bidine şixulê hînkirinê û şivantiyê. Mesele, dibeke berdestiyên civatê kopiyên Nivîsarên Pîroz çêdikirin, yan jî tiştên ku bona kopîkirinê lazim bûn, dikirîn. Were em şêwir kin hine şixula, yên ku berdestiyên civatê dikin (1 Petrûs 4:10). Ewana dibeke bona hesab yan jî mihalên civatê cabdar in, edebyeta sifareş dikin û didine mizgînvana, bona sîstêma deng û vîdêoya cabdar in, cûre-cûre şixulada kar dikin, yan jî bona xweykirina Oda Civatê alîkariyê didin. Ev hemû şixul gelek ferz in, seva ku xûşk-bira ji civatê şabûnê bistînin, û şixulê belakirina mizgîniyê bi organîze bê kirinê (1 Korintî 14:40). w24.10 19 ¶4-5
Çarşem, 20 Gulanê
Ez dikarim bi saya Xwedê, yê ku qewatê dide min, her tiştî bikim (Fîlî. 4:13).
Hergê em bîr nekin, ku Yehowa Xwedayê sax e û hazir e alî me bike, emê bikaribin himberî hemû tengasiya sebir kin. Ew Xwedayê Himzor e, û ew dikare qewatê bide me, wekî em sebir kin. Lema jî hergê em rastî tengasiya bên, were em mêrxasiya xwe unda nekin. Hergê me çetinayên biçûkda alîkariya Yehowa dîtiye, em dikarin bawer bin, ku ewê çetinayên mezinda jî alî me bike. Were em dîna xwe bidine du derecên emirê Dawid Padşa, yên ku baweriya wî hindava Yehowa diha qewî kirin. Carekê, gava Dawid cahil bû û şivantî dikir, hirçek hat û pezeke bavê wî bir. Careke din jî şêrek hat û pezek bir. Herdu derecada jî Dawid bi mêrxasî pey wan ket û pez xilaz kirin. Lê Dawid payê xwe neda, çimkî ewî zanibû, ku ew bi alîkariya Yehowa serket (1 Samûyêl 17:34-37). Ev qewimandin paşê jî alî Dawid dikirin, ku ew îtbariya xwe qewata Xwedayê sax bîne. w24.06 21 ¶5-6
Pêşem, 21 Gulanê
Yê hê nebihîstî cabê dide, ew bêhiş û qara wî ye (Metlk. 18:13).
Besa xeberê, kesekî gazî te kiriye ser wedederbazkirinekê. Gelo tuyê herî yan na? Hergê tu wî kesî nas nakî, yê ku gazî te kiriye, yan jî nizanî ku ev wedederbazkirin wê çi cûreyî derbaz be, tu gerekê hine pirsa bidî wî kesî. Mesele: “Ew yek wê kengê û kîderê bê derbazkirinê? Çiqas merî wê bên? Kê wê bona organîzekirinê cabdar be? Kê wê bên? Çi wê bê kirinê? Gelo îçke wê hebe yan na?” Cabên van pirsa wê alî te bikin, ku tu safîkirineke rast bikî. Paşê tu çi pêhesiyayî, ser vê yekê bifikire. Mesele, hergê tu pêhesiyayî, wekî merivên ku qedirê prînsîpên Kitêba Pîroz nagirin wê bêne wêderê, yan jî hergê îçke wê hebe, lê tu kes wê kontrol neke çiqas wê bê vexwarinê, tuyê çi bikî? Tu têderdixî telika ku wêderê dikare hebe? (1 Petrûs 4:3) Înformasiyên usa dikarin alî te bikin, wekî safîkirinên baş bikî. w25.01 15 ¶4-5
Înî, 22 Gulanê
Heger sûcên we mîna qirmiz bin jî wê mîna berfê sipî bibin (Îşa. 1:18).
Bi alîkariya vê meselê Yehowa nîşanî me dike ku ew gunên wan meriva, yên ku tobe dikin, çawa bi saya kirînê paqij dike. Rastî jî gelek çetin e, ku lekên sor bêne paqijkirinê. Lê bi saya vê meselê, Yehowa eşkere dike, wekî gunên me dikarin usa rind bêne şûştinê, ku wê îda tu car neyêne dîtinê. Gune usa jî beramberî deyna dibin (Metta 6:12; Lûqa 11:4). Em çiqas himberî Yehowa gune dikin, haqas deynê me zêde dibe. Lê gava Yehowa dibaxşîne me, ew vî deynê meyî mezin betal dike. Çaxê gunên me têne baxşandinê, Yehowa me îda deyndar hesab nake. Çawa ku nigê meriv ji şabûnê erd nagire, gava deynê wî tê baxşandinê, usa jî bîna me gelek fire dibe, gava Yehowa gunên me dibaxşîne me! w25.02 9-10 ¶9-10
Şemî, 23 Gulanê
Gerekê ne ku zar bona dê-bavê xwe mal-milk top kin, lê dê-bav bona zarên xwe (2 Korn. 12:14).
Gava dê-bav mezin dibin, hemikî dibeke wanra alîkarî lazim be, û gelek zar hazir in alî dê-bavê xwe bikin (1 Tîmotêyo 5:4). Lê dê-bavên bawermend fem dikin, wekî şabûna lape mezin ev nîne ku axiriyêda zar wan bibine xweyî û aliyê matêrîalîda komekê bidine wan, lê ev e, wekî zarên wan bibine xizmetkarên Yehowa (3 Yûhenna 4). Dê-bavno, bi mesela xwe zarên xwe hîn kin, ku çaxê ewana mezin bin, bikaribin him ebûra xwe bikin, him jî îtbariya xwe Yehowa bînin. Ji biçûktayêda nîşanî wan kin, ku çiqas ferz e, wekî ewana şixulda xîret bin (Metelok 29:21; Efesî 4:28). Alî wan bikin, wekî ewana mektebêda rind hîn bin. Usa jî prînsîpên Kitêba Pîroz bigerin, yên ku wê alî wan bikin, wekî ewana aliyê hînbûnêda safîkirinên rast bikin. Usa ewana wê bikaribin him ebûra xwe bikin, him jî hê zêde Yehowara xizmet kin. w25.03 30-31 ¶15-16
Led, 24 Gulanê
Merivê nû li xwe kin (Efes. 4:24).
Îşaya serê 65-da Yehowa dibêje ku emir cineta ruhanîda wê çawa be. Ev pêxembertî cara pêşin sala 537, B.D.M.-da hatine sêrî. Wî wedeyî, Cihûyên ku tobe kirin, ji dîltiya Babîlonê hatine xilazkirinê û vegeriyane welatê xwe. Yehowa Xwedê cimeta xwe kerem kir û alî wan kir, wekî ewana bajarê Orşelîmê tezeda ava kin û paristgehê dîsa bikine ciyê hebandina rast (Îşaya 51:11; Zekerya 8:3). Giliyên ji kitêba Îşaya serê 65, cara duda ji sala 1919 D.M.-da destpêkirin bêne sêrî. Wê salê xizmetkarên Yehowa ji dîltiya Babîlona Mezin hatine azakirinê. Paşê, cineta ruhanî ser temamiya dinyayê hêdî-hêdî mezin bû. Mizgînvanên xîret gelek civat ava kirin û xeyset-hunurên baş nav xweda pêşda anîn. Kesên ku berê mîna gur û şêra, zulim û zordar bûn, terka xeysetên xirab dan, “merivê nû” li xwe kirin û bûne merivne baş. w24.04 20-21 ¶3-4
Duşem, 25 Gulanê
Her kes wê barê xwe hilgire (Galt. 6:5).
Hine welatada, dê-bav yan jî kesên din hevalzewac cahilara dijbêrin. Hine dera jî, kesên azep hevdu bi alîkariya meriv yan jî hevalên xwe nas dikin. Paşê, ewana xwexa safî dikin, ku hevdu nêzîk nas kin, yan na. Hergê tera bêjin, wekî tu alî kesekî bikî, ku ew bizewice, xwestin û hewcên wan hilde hesab. Çaxê tu jêra hevalzewacekî baş bivînî, têderxe hela ew meriv xweyê çi xeyset-hunurî ye û heleqetiya wî tevî Yehowa çawa ye. Dostiya tevî Yehowa diha qîmet e, ne ku mal û milk, hînbûna bilind û halê meriv. Usa jî bîr nekin, wekî ewana gerekê xwexa safî kin hev bistînin yan na. w24.05 23 ¶11
Sêşem, 26 Gulanê
Heval her gav hiz dike (Metlk. 17:17).
Em usa jî dikarin pê xeberdana xwe piştgiriya wan xûşk-bira bikin, yên ku nasiya xwe didine hev, dêmek em gerekê bizanibin ku derheqa wan çi xeber din û çi na. Cara em gerekê xwegirtinê bidine kifşê û giliya bela nekin (Metelok 12:18). Mesele, dibeke em dixwazin kesên dinra bêjin, ku filan xûşk û bira rastî hev tên, lê dibeke ev cot dixwaze vê yekê xwexa kesên dinra bêje. Em gerekê çilovîska derheqa wan bela nekin û bona tiştên şexsî wana sûcdar nekin (Metelok 20:19; Romayî 14:10; 1 Têsalonîkî 4:11). Xêncî vê yekê, dibeke ewana naxwazin, ku meriv pirsên derheqa zewacê bidine wan. Hergê kesên ku bi nêta zewacê rastî hev tên, safî kin hevaltiya xwe bidine sekinandinê, em gerekê nekevine nav şixulên wan, pirsên şexsî nedine wan û tu kesî ji wan neheq nekin (1 Petrûs 4:15). Çaxê cotek safî dike îda rastî hev neyê, ev nayê hesabê ku wana tiştek nerast kiriye. Ev yek gelek car dide kifşê, ku wana ça lazim e hevdu nas kiriye û dereca xweda safîkirina rast kirin. Lê dîsa jî, dibeke paşî vê safîkirinê ewana dilşkestî bin. Lema jî em gerekê ber dilê wanda bên û alî wan bikin. w24.05 31 ¶15-16
Çarşem, 27 Gulanê
Heger tu tengasîyêda dilsist bî, ku usa ye tu bêqewat î (Metlk. 24:10).
Gava dost yan merivekî me ji rastiyê dertê, em gelek xemgîn dibin (Zebûr 78:40). Çiqas heleqetiya me tevî wî merivî nêzîk e, haqas mera çetin e vê derecê qebûl kin. Gava tiştekî usa tê serê me, em dikarin çev bidine aminiya Sadok. Nêzîkî xilaziya serwêrtiya Dawid, gava ew îda ber mirinê bû, kurê wî Adoniya xwest textê padşatiyê zeftî xwe ke. Lê Yehowa soz dabû, ku Silêman wê bibe padşa (1 Dîrok 22:9, 10). Sed heyf, ku Abiyatar piştgiriya Adoniya kir (1 Padşatî 1:5-8). Bi vê yekê Abiyatar ne tenê Dawid û Sadokra, lê Yehowara jî amin nema. Lê dostê Abiyatar, Sadok, Yehowara amin ma. Bi deha sala Sadok û Abiyatar tevayî ça kahîn xizmet kiribûn (2 Samûyêl 8:17; 15:29; 19:11-14). w24.07 6 ¶14-15
Pêşem, 28 Gulanê
Merivê her gav xwedêxof, xwezilî ye (Metlk. 28:14).
Bona me kêrhatî ye ku em timê himberî cêribandina hişyar bimînin. Belê, gune dikare wexteke kin dilê meriv şa ke, lê jîyîna li gora qanûnên Yehowa şabûneke diha mezin tîne (Îbranî 11:25; Zebûr 19:8). Yehowa em usa çêkirine, ku em li gora qanûnên wî bijîn (Destpêbûn 1:27). Hergê em li gora qanûnên Wî bijîn îsafa me wê temiz be, û emê emirê heta-hetayê bistînin (1 Tîmotêyo 6:12; 2 Tîmotêyo 1:3; Cihûda 20, 21). Rast e, “beden sist e”, lê dîsa jî ev yek nayê hesabê ku em nikarin himberî kêmasiyên xwe şer bikin (Metta 26:41). Yehowa hazir e qewatê bide me (2 Korintî 4:7). Dîna xwe bidinê, ku Xwedê qewateke ji qewata me zêdetir dide me. Gerekê em roj bi roj qewatê bidine xebatê, wekî nekevine cêribandina. Eva cabdariya me ye. Gava em hewce bin û Yehowara dua bikin, ewê diha zêde qewatê bide me (1 Korintî 10:13). Belê, bi alîkariya Yehowa em dikarin hişyar bimînin, ku nekevine cêribandina. w24.07 19 ¶19-21
Înî, 29 Gulanê
Kesên ku gune dikin, ber çevê hemûya şaşiya wan bide rûyê wan (1 Tîmt. 5:20).
Pawlosê şandî ew giliyên ji rêza rojê Tîmotêyoyê rûspîra nivîsî bû, wekî ew çi bike hindava kesên ku “nava gunada dimînin”. Gelo ew giliyên wî dihatine hesabê ku gerekê ber temamiya civatê wî gunekarî hilatana, dêmek rast kirana? Na. Çaxê Pawlos got “ber hemûya”, ewî dixwest bigota derheqa wan hemû meriva, yên ku haj gunên wî hebûn. Dibeke wan meriva pê çevê xwe gunên vî merivî dîtibûn, yan jî xwexa kesê gunekar derheqa kirên xwe wanra gilî kiribû. Rûspî gerekê tenê wanra bêjin ku ev problêm îda hatiye safîkirinê û kesê gunekar hatiye şîretkirin û rastkirinê. Carna dibeke temamiya civatê zane, ku gunekî giran hatiye kirinê, yan jî temamiya civatê dibeke pêbihese ku çi qewimiye. Hergê usa be, gotina “hemûya” tê hesabê temamiya civatê. Hingê rûspîk gerekê elam ke, wekî xûşk yan birê gunekar hatiye lêhilatinê. Gelo çira? Çawa Pawlosê şandî gotibû, “wekî yên mayîn jî bitirsin”, dêmek gune nekin. w24.08 23-24 ¶16-17
Şemî, 30 Gulanê
Ev in xeberên Xwedêye rast (Eyan. 19:9).
Em gerekê heta xilaziyê bi xîret Yehowara xizmet kin. Kesên bi ruh kifşkirî gerekê hişyar bimînin, wekî Îsa wana qebûl ke û xelata ezmanî bide wan (Metta 24:40). Paşî şerê Harmegedonê, ewana wê bi sîmbolîk bibine bûka Berx, dêmek Îsa Mesîh (2 Têsalonîkî 2:1). Çiqas diçe, haqas ev roj nêzîk dibe ku Îsa wê dîwana meriva bike, lê em gerekê netirsin. Hergê em amin bimînin, Bavê meyî dilovan wê “zorayiya qewatê” bide me, wekî em bikaribin “ber Kurê însên bisekinin” (2 Korintî 4:7; Lûqa 21:36). Firqî tune gumana me jîyîna heta-hetayê ser erdê ye, yan ser ezmana ye, em gerekê guh bidine dersên ji metelokên Îsa, wekî Yehowa ji me razî be. Bi saya kerema Yehowa, navê me wê kitêba jîyînêda bimîne (Daniyêl 12:1; Eyantî 3:5). w24.09 24-25 ¶19-20
Led, 31 Gulanê
Bona min qenc e, nêzîkî Xwedê bim (Zeb. 73:28).
Bi alîkariya Kitêba Pîroz, edilayî dikare bikeve dilê te. Gelo çi cûreyî? Bide ber çevê xwe wekî her tiştên ku cem te hene çiqas qîmet in. Tu dostê Yehowa yî, û Yehowa soz daye ku ewê te kerem ke. Rast e merivên ku Yehowa nas nakin, cem wan xebata baş û emirekî komfort heye, lê gumana wan bona axiriya baş tune ye (Zebûr 145:16). Hela bifikire: Hergê me safî nekira wekî Yehowara xizmet kin, em nizanin emirê me wê çi cûreyî bûya. Lê em zanin ku hergê em ser hîmê hezkirina hindava Xwedê û meriva safîkirina bikin, tiştên ku şabûnê mera tînin wê tu car ji me kêm nebin. w24.10 27 ¶12-13