Kanûna Pêşin
Sêşem, 1 Kanûna Pêşin
Ewî alî wan kir ku mena Nivîsarên Pîroz bi temamî fem bikin (Lûqa 24:45).
Şagirtên Îsa Xebera Xwedê qebûl kirin û li gora Nivîsarên Pîroz dijîtin (Yûhenna 17:6). Lê wana fem nedikir, ku çira Îsa çawa merivekî qaçax ser stûnê dardakirin. Îsa zanibû ku baweriya wan heye û ewana Yehowa hez dikin, lê ewî didît ku wana gerekê Nivîsarên Pîroz diha baş fem kira (Lûqa 9:44, 45; Yûhenna 20:9). Lema jî gava Îsa ser riya Emwasê du şagirtên xwera xuya bû, ewî Nivîsarên Pîroz wanra şirovekir. Îsa derbêra wanra negot ku ew kî ye, lê dewsê ewî pirs da wan. Gelo çira? Ewî dibeke xwest ku ewana dilê xwe wîra vekin. Wana usa jî kir. Wana Îsara got, ku ewana guman bûn wekî Mesîh wê wana ji hukumê Romaya xilaz ke (Lûqa 24:18-27). Îsa wanra zelal kir, ku giliyên ji Nivîsarên Pîroz ça hatine sêrî. Wê êvarê ew şagirtên dinra jî xuya bû û mena giliyên Nivîsarên Pîroz wanra şirovekir (Lûqa 24:33-48). w24.10 14 ¶9-10
Çarşem, 2 Kanûna Pêşin
Ez tu tiştî xweserîxwe nakim, lê tenê çi ku Bav ez hîn kirime, ez vê yekê dibêjim (Yûhn. 8:28).
Îsa ji Bavê xweyî ezmana hîn bibû, ku çi bike û çi bêje. Teşkîleta Yehowa çev dide Îsa û li gora Kitêba Pîroz hîn dike û rêberiya me dike (2 Tîmotêyo 3:16, 17). Teşkîlet timê mera dibêje, ku em Kitêba Pîroz bixûnin û li gora vê bijîn. Gava em Kitêba Pîroz bi alîkariya edebyetên teşkîleta me lêkolîn dikin, em karê distînin. Mesele, em dikarin hînkirinên Kitêba Pîroz beramberî van rêberiya bikin, yên ku em ji teşkîletê distînin. Çaxê em divînin ku rêberiya teşkîletê ser hîmê Kitêba Pîroz e, em diha zêde îtbariya xwe teşkîleta Yehowa tînin (Romayî 12:2). Îsa Mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê bela dikir (Lûqa 4:43, 44). Ewî usa jî şagirtên xwe dişand, wekî ewana vê Mizgîniyê bela kin (Lûqa 9:1, 2; 10:8, 9). Îro her kes, kê ku nava teşkîleta Yehowada ne, firqî tune ewana kîderê dijîn, gişk jî mizgîniyê bela dikin. w24.04 9 ¶5-7
Pêşem, 3 Kanûna Pêşin
Her tiştê ku tu li me emir bikî, emê bikin. Tu me bişînî kuderê, emê herin wir (Yêşû 1:16, ÎM).
Baweriya xwe rêberiya teşkîleta Yehowa bîne. Wedê berê, Yehowa bi saya Mûsa û paşê jî bi saya Yêşû rêberî dida xizmetkarên xwe (Yêşû 1:17). Çaxê Îsraêliya qebûl dikirin, wekî ev mêr ji Yehowa hatine kifşkirinê, wî çaxî ewana dihatine keremkirinê. Çend qirne şûnda, gava civata Mesîhîtîye pêşin hate sazkirinê, komeke ji 12 şandiya rêberiya civatê dikir (Karên Şandiya 8:14, 15). Paşê, rûspiyên din jî bûne endemên vê koma Orşelîmêda. Ji bo vê yekê ku civata rêberiya van mêrên amin qebûl dikirin, ewana “baweriyêda dişidiyan û roj bi roj hesabê wan zêde dibû” (Karên Şandiya 16:4, 5). Îro jî çaxê em rêberiya teşkîleta Yehowa qebûl dikin, em gelek kerema distînin. w24.07 10 ¶10
Înî, 4 Kanûna Pêşin
Min Dawidê kurê Yêşa, merivekî li gora dilê xwe dît (Kar. Şand. 13:22).
Yehowa gelekî Dawid Padşa hez dikir. Ewî hela hê jî ser wî got, ku “min . . . merîk dilê xwera dît”. Lê Dawid gunên giran kirin. Mesele, ewî zinêkarî kir û mêrek da kuştinê. Li gora Qanûna Mûsa, Dawid hêjayî mirinê bû (Qanûna Kahîntiyê 20:10; Jimar 35:31). Lê dîsa jî Yehowa dixwest alî Dawid bike, wekî ew tobe ke. Rast e Dawid hê nîşanên tobekirinê nedabû kifşê, lê yeke Yehowa pêxemberê xwe Natan şande bal wî. Pê metelokekê, Natan Dawid da femkirinê, ku ewî gunekî çiqas giran kiriye. Ew yek gihîşte dilê Dawid û ewî gunê xwe da rûyê xwe (2 Samûyêl 12:1-14). Dawid zebûrekêda eyan kir, ku ew ji bo gunê xwe çiqas poşman bûye (Zebûr 51, sernivîsar). Vê zebûrê dilê gelek gunekara rihet kiriye û alî wan kiriye tobe kin. Em gelek şa ne, ku Yehowa bi hezkirin alî xizmetkarê xweye delal Dawid kir, wekî ew tobe ke! w24.08 10 ¶9
Şemî, 5 Kanûna Pêşin
Hûn xwexa qirara Xwedê fem bikin, ya ku qenc e, xweş e û bêkêmasî ye (Rom. 12:2).
Hînkirina zara şixulekî mezin e. Hergê zarên we hene, bê şik hûn gelek xîret dikin, wekî baweriya wan diha qewî kin, û Xwedê xîreta we dişêkirîne (Qanûna Ducarî 6:6, 7). Gava zarên we mezin bin, dibeke ewana derheqa baweriya we û hînkirinên Kitêba Pîroz hine pirsên ferz bidine we. Sêrîda dibeke hûn ji bo pirsên zarên xwe bifikirin, ku baweriya wan sist bûye. Lê zar çiqas mezin dibin, haqas hê zêde ewana gerekê pirsa bidin, seva ku baweriya wan diha qewî be (1 Korintî 13:11). Lema jî nelazim e, ku hûn bitirsin. Gava zarên we pirsa didin, hûn dikarin alî wan bikin wekî kûr bifikirin, û usa baweriya xwe hindava Xwedê û Kitêba Pîroz diha qewî kin. w24.12 14 ¶1-2
Led, 6 Kanûna Pêşin
Lê em ew in, ku bawer dikin, wekî . . . xilaz bin (Îbrn. 10:39).
Gava Cihûstanêda tengasî destpêbû, Mesîhiyên Îbranîra bawerîke qewî lazim bû, wekî xilaz bin (Îbranî 10:37, 38). Îsa şagirtên xwera gotibû, ku gava esker dora Orşelîmê bigirin, ewana gerekê birevin çiya. Şîreta wî bona hemû şagirtên wî ferz bû, him bona yên ku bajêrda dijîtin, him jî bona wan, yên ku ji bajêr der diman (Lûqa 21:20-24). Wedê berê, gava dijmina hicûmî ser bajar dikirin, meriv direviyane bajarên sûrkirî, yên usa ça bajarê Orşelîmê. Şîreta ku birevin çiya, nelogîkî dihate kifşê, lema jî wanra baweriya qewî lazim bû, wekî vê yekêda gura Îsa bikin. Usa jî lazim bû, ku Mesîhiyên Îbranî îtbariya xwe wan meriva bînin, bi saya kîjana Îsa rêberiya civatê dikir. Wan birên cabdarra rêberî hatibû dayînê, wekî alî civatê bikin ku çi çax û ça birevine çiya (Îbranî 13:17). w24.09 10 ¶9-10
Duşem, 7 Kanûna Pêşin
Meriv ça pêşkêş dan (Efes. 4:8).
Gava Îsa ser erdê bû, ewî şixulê ku Bavê wî dabû wî, bi cûrekî bêqisûr dianî sêrî (Yûhenna 17:4). Lê Îsa nedifikirî ku xêncî wî, tu kes nikare vî şixulî bike. Îsa kesên din hîn dikirin, wekî ewana jî vî şixulî bikin. Ewî berxên Yehowaye qîmet tesmîlî şagirtên xwe kirin û cabdariya belakirina mizgîniyê da wan. Îsa bi hezkirinê şîret dida şagirtên xwe. Gava ewî dît ku hine ji wan dudilî dibin, ewî şîret da wan (Lûqa 24:25-27; Yûhenna 20:27). Ewî dîna wan kişande ser vê yekê, ku şixulê şivantiyê ji qazanckirina pera ferztir e (Yûhenna 21:15). Ewî wanra got, ku ewana çi dikin, gerekê vê yekê beramberî şixulê kesên din nekin (Yûhenna 21:20-22). Usa jî ewî hine fikirên wane derheqa Padşatiya Xwedê rast kir û alî wan kir, wekî ewana dîna xwe bidine belakirina mizgîniyê (Karên Şandiya 1:6-8). w24.10 15-16 ¶13-14
Sêşem, 8 Kanûna Pêşin
Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn (Zeb. 37:29).
Guhdarîkirin wê emirê me xilaz ke. Mîna Îsraêliyên ku ber şêmîka Erdê Sozdayî bûn, em jî ber şêmîka dinya teze ne. Zûtirekê temamiya erdê wê bibe cinet (Îşaya 35:1; Lûqa 23:43). Hingê Mîrê-cina û cinên wî wê îda tune bin (Eyantî 20:2, 3). Îda tu kes wê ji aliyê rêlîgiyên qelpva neyê xapandinê (Eyantî 17:16). Tu kes wê îda ji aliyê serwêrên dewletê ziyanê nestîne (Eyantî 19:19, 20). Merivên xirab wê tune bin (Zebûr 37:10, 11). Hemû meriv wê gura qanûnên Yehowa bikin, lema jî edilayî û yektî wê hebe, û meriv wê hevdu hez bikin û îtbariya xwe hevdu bînin (Îşaya 11:9). Gumaneke çiqas xweş e! Hergê em gura Yehowa bikin, emê ne ku tenê bi seda sala bijîn, lê heta-hetayê cinetêda ser erdê! (Yûhenna 3:16) w24.11 9 ¶7
Çarşem, 9 Kanûna Pêşin
Ev mizgîniya Padşatiyê wê ser temamiya dinyayê bê belakirinê, ku hemû miletara bibe şedetî (Met. 24:14).
Pêxembertiya ji rêza rojê wedê meda bi cûrê mexsûs têne sêrî. Mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê ser 1 000 zimana zêdetir tê belakirinê, û bi saya malpera jw.org, gelek meriv ser temamiya dinyayê dikarin mizgîniyê bibihên. Lê Îsa şagirtên xwera gotibû, wekî heta hatina wî ewana wê “pêra negihînin” mizgîniyê bigihînin her kesî (Metta 10:23; 25:31-33). Rojên meda jî wê usa be. Belakirina mizgîniyê hine welatada hatiye qedexekirinê, û bi mîlyona meriv xût welatên usada dijîn. Serda jî, her deqe bi seda zar têne bûyînê. Em her tiştî dikin, wekî mizgîniyê bigihînin merivên ji “hemû mileta, bereka, zimana û cimeta” (Eyantî 14:6). Dîsa jî, pêşiya xilaziya vê dinya xirab, emê nikaribin mizgîniyê bigihînine her kesî. w24.05 10 ¶6-7
Pêşem, 10 Kanûna Pêşin
Îda ewana ne dudu ne, lê yek in (Met. 19:6).
Îsa dilê kesên din bi giliyên xwe rihet û qewî dikir. Ewî şagirtên xwera sert xeber nedida (Lûqa 8:47, 48). Îsa bona mêra meseleke çiqas baş e! Îsa gote mêra, wekî jinên xwera amin bin. Ewî giliyên Bavê xwe wekiland, yê ku gotibû wekî mêr gerekê “tevî jina xwe bijî, û her du wê bibine yek” (Metta 19:4-6). Xebera Yûnanî “tevî jina xwe bijî” tê hesabê “xwe qewî li hev bigirin”, dêmek heleqetiya orta jin û mêrda gerekê usa qewî be, ku tê bêjî wana qewî xwe li hev girtiye. Hergê heleqetiya wan xirab dibe, herdu jî zirarê distînin. Lê mêr gerekê çi bike, wekî heleqetiya qewî tevî jina xwe xwey ke? Ew gerekê hemû cûre pornografiyayê înkar ke û derbêra çevê xwe ji hemû “boş-betalîyê” dûr xe (Zebûr 119:37). Mîna Îbo ew tevî çevê xwe peymanê girêdide, wekî pê çevê xirab jinên din nenihêre (Îbo 31:1). w25.01 10 ¶12-13
Înî, 11 Kanûna Pêşin
Xwedayê me . . . wê bi zêdebarî bibexişîne (Îşa. 55:7, ÎM).
Bi rastî nihêrandina meriva hindava baxşandinê ji hev cude dibe. Ev yek ku çawa Yehowa dibaxşîne me, gelek cude dibe ji vê yekê ku çawa merivên qisûrdar dibaxşînine hev. Tu kes nikare usa bibaxşîne, çawa ku Yehowa dibaxşîne. Zebûrbêj derheqa Yehowa usa got: “Çimkî baxşandin destê Te ye, wekî însan ji Te xof bike” (Zebûr 130:4). Belê, baxşandina Yehowa, baxşandina rast e. Tenê Yehowa dikare bide kifşê, ku baxşandina rast çi tê hesabê. Hine rêzên nivîsarên Yûnanîda, nivîskarên Kitêba Pîroz xeberek didane xebatê, gava şirovedikirin ku Yehowa çi cûreyî dibaxşîne, lê wana evê xeberê tu car nedidane xebatê, gava şirovedikirin, ku meriv çi cûreyî dibaxşînin. Gava Yehowa dibaxşîne kesekî, ew gunên wî kesî bi temamî red dike. Merivên ku Yehowa baxşandiye wan, dikarin ça dostên wî bimînin. Em ji Yehowa gelek razî ne, ku ew dîsa û dîsa bi merdanî dibaxşîne me. w25.02 8 ¶1-3
Şemî, 12 Kanûna Pêşin
Îsa temî da me wekî em merivara mizgîniyê bela kin û bi cûrekî baş şedetiyê bidin (Kar. Şand. 10:42).
Hergê xizmetiyêda meriv guh nedine me, dîsa jî em digihîjine nêta xwe. Gelo çi cûreyî? Em xwestina Yehowa û Îsa tînin sêrî. Hergê heçî zef meriv malê nîbin jî, yan jî mizgîniyê înkar kin, yeke em gerekê şabûna xwe unda nekin, çimkî em zanin, wekî Bavê meyî ezmana ji me razî ye (Metelok 27:11). Usa jî, gava mizgînvanek tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêdike, em gişk jî şa dibin. Carekê, Birca Qerewiliyêda şixulê me hatibû beramberkirinê tevî vê yekê, gava zara undabûyî digerin. Gelek meriv hemû ciya zarê digerin. Gava zar tê dîtinê, ne tenê ev merivê ku wî dîtiye, lê her kes şa dibe. Mîna vê yekê, belakirina mizgîniyêda gelek meriv kar dikin. Seva ku mizgînî hemû ciya bê belakirinê, cefê her kesî gelek qîmet û kêrhatî ye, û gava kesek teze tê civîna, her kes şa dibe. w24.04 18 ¶13-14
Led, 13 Kanûna Pêşin
Hemû kesên ku dilê wan bona jîyîna heta-hetayê hazir bû, bûne bawermend (Kar. Şand. 13:48).
Em gelek hîviya van qewimandina ne, yên ku wê zûtirekê biqewimin! Em bawer in, ku bi alîkariya Yehowa, gelek meriv pêşiya destpêka tengasiya mezin wê bêne ser riya rastiyê. Usa jî, em bawer in, ku wedê tengasiya mezin jî, hine meriv wê ji dinya Mîrê-cina derkevin û tevî me pesinê Yehowa bidin. Şixulê me bi rastî jî gelek e. Em gerekê mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê ser temamiya dinyayê bela kin. Usa jî, em gerekê merivara bêjin, wekî xilaziya vê dinya xirab gelek nêzîk e. Heta ku Yehowa mera bêje, wekî şixulê belakirina mizgîniyê îda temam bûye, were em mizgîniyê, meriva û ya lape ferz Yehowa û navê wî hez bikin û mizgîniyê bi dil û can bela kin! w24.05 19 ¶14-16
Duşem, 14 Kanûna Pêşin
Hûn hemû jî, li ber hev şkestî bin, xulamtiyê hevdura bikin, çimkî nivîsar e: “Xwedê miqabilî kubar-babaxa ye, lê keremê dide şkestiya” (1 Pet. 5:5).
Êvara pêşiya ku Îsa bihata kuştinê, ewî derheqa milûktiyê derseke ferz da Petrûs û şandiyên din. Ewî çuxê xwe da alîkî, pêşgîr hilda pişta xweva girêda, av kire teştê û destpêkir nigên şandiyên xwe bişo (Yûhenna 13:4, 5). Bona şûştina nigên hemû 12 şandiya, wede lazim bû. Cihûda jî nava wanda bû, yê ku paşê nemamiya Îsa kir. Dîsa jî Îsa bi milûktî şixulê xwe anî sêrî. Paşê ewî got: “Hûn fem dikin ku min bona we çi kir? Hûn minra ‘Dersdar’ û ‘Xudan’ dibêjin, û hûn rast in, hema usa jî heye. Ez wekî Xudan û Dersdar im, û min nigên we şûşt, gerekê hûn jî nigên hevdu bişon” (Yûhenna 13:12-14). w25.03 10 ¶9-11
Sêşem, 15 Kanûna Pêşin
Tu pê şîretên Xwe rê nîşanî min dikî û paşê jî bi rûmetê min qebûl dikî (Zeb. 73:24).
Îro em rastî cûre-cûre çetinaya tên, ji bo çi jî mera hêsa nîne heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî xwey kin. Gelek meriv bawer nakin, ku Xwedê heye. Cara usa dikare bê kifşê, wekî halê wan meriva, yên ku guh nadine Xwedê diha baş e, ne ku ya me. Ev yek dikare baweriya me bicêribîne. Hemikî em înkar nakin, ku Xwedê heye, lê dîsa jî, dibeke em ber xwe kevin hela Ew alî me dike, yan na. Nivîskarê Zebûra 73 jî wextekî bona vê yekê ber xwe diket. Gava ewî dît, wekî merivên ku guh nadine qanûnên Xwedê, çiqas bextewar têne kifşê, ewî ji xwe pirsî, gelo hêja ye ku ew Xwedêra xizmet ke, yan na? (Zebûr 73:11-13). Çi alî vî zebûrbêjî kir, ku ewî nihêrandina xweye nerast guhast? Pêşiyê ewî dîna xwe da ser vê yekê, ku çi tê serê wan meriva, yên ku Yehowa bîr dikin (Zebûr 73:18, 19, 27). Usa jî, ewî da ber çevê xwe, ku xizmetkarên Xwedê çi karê distînin. Em jî dikarin dîna xwe bidine keremên ku me ji Yehowa standiye. w24.06 25 ¶16-17
Çarşem, 16 Kanûna Pêşin
Perehizî bira nava jiyîna weda cî negire (Îbrn. 13:5).
Wedê berê, hine meriva bi selefa pere deynî didane xûşk-birên xweye kesîb. Usa jî, hine hakima ruşet qebûl dikirin û dîwana nerast dikirin. Yehowa Xwedê tiştên usa nefret dike (Hezeqêl 22:12). Lê nihêrandina te ser pera çi cûreyî ye? Hela ji xwe bipirse: “Gelo ez timê difikirim derheqa pera û tiştên ku ez dixwazim bikirim? Gava ez deynî pera hildidim, gelo ez deynê xwe dereng vedigerînim, ji ber ku ez difikirim, wekî kesê ku deynî dabû min, hewcê pera nîne? Çaxê pere destê minda heye, gelo ez xwe ji kesên din çêtir hesab dikim? Gelo ez yekî tima me? Gelo ez difikirim, ku hergê kesek dewletî ye, ev tê hesabê, wekî ew pera diha zêde hez dike, ne ku Yehowa? Gelo ez diha zêde tevî dewletiya hevaltiyê dikim?” Were em perehez nîbin û heleqetiya xwe tevî Xwedê unda nekin. Hergê em usa bikin, Yehowa wê tu cara me nehêle! w24.06 12-13 ¶17-18
Pêşem, 17 Kanûna Pêşin
Ez nigên xwe ji rîya xirab dûr dixim, wekî xebera Te ez biqedînim (Zeb. 119:101).
Seva ku xwe ji cêribandina xwey kin, em gerekê xwestinên rast dilê xweda pêşda bînin û hîn bin, ku xirabiyê nefret kin û qenciyê hez bikin. Ev yek wê alî me bike xwe li rastiyê bigirin (Amos 5:15). Hergê xwestinên me rast bin, emê bikaribin xirabiyê înkar kin. Em gerekê wan tişta bikin, çi ku hezkirina me hindava Yehowa diha qewî dike. Mesele, gava em diçine civata, yan jî xizmetiyê, xwestina me hê qewî dibe ku dilê Yehowa şa kin (Metta 28:19, 20; Îbranî 10:24, 25). Gava em Kitêba Pîroz dixûnin û ser wê kûr difikirin, em hîn dibin ku hê zêde qenciyê hez bikin û xirabiyê nefret kin (Yêşû 1:8; Zebûr 1:2, 3; 119:97). Îsa şagirtên xwera got: “Hişyar bimînin û timê dua bikin, seva ku hûn nekevine cêribandinê” (Metta 26:41). Usa em ji Yehowa alîkariyê distînin, û xwestina me diha qewî dibe, ku dilê wî şa kin (Aqûb 4:8). w24.07 17-18 ¶14-16
Înî, 18 Kanûna Pêşin
Ezê te aqil û serwaxt kim û rîya ku têda herî ber te vekim, çevê Minê li ser te be, te şîret kim (Zeb. 32:8).
Xûşk-birên ku kesên din hîn dikin, gerekê çev bidine Yehowa. Çawa ku me dît, Yehowa bi merdanî bîlaniyê dide me. Lema em jî dixwazin zanebûna xwe bi merdanî tevî kesên din parevekin. Em xwe paş naxin ji vê yekê, ku kesên din hîn kin, çimkî em natirsin ku dibeke paşê ewana ciyê me bigirin. Em usa jî gerekê nebêjin: “Tu kesî ev şixul ez hîn nekirime! Bira ew jî xwexa hîn be”. Nav xizmetkarên Yehowada gerekê fikirên usa pêşda neyên. Em hazir in ne ku tenê zanebûna xwe, “lê emirê xwe jî” bidin bona wan meriva, kîjana ku em hîn dikin (1 Têsalonîkî 2:8). Em bawer in ku wext şûnda ewê jî “bikaribin hinekên din hîn kin” (2 Tîmotêyo 2:1, 2). Hergê em bi merdanî wan tişta çi ku em hîn bûne kesên din hîn kin, him emê bîlan û bextewar bin, him jî ewana. w24.09 29 ¶12-13
Şemî, 19 Kanûna Pêşin
Em bedenek in, . . . û hevva girêdayî ne (Rom. 12:5).
Hergê tu difikirî ku hunurekî te kêm e, dilteng nebe. Hine xeysetên te bê şik bona civatê kêrhatî ne. Hela ser 1 Korintî 12:12-30 bifikire û dua bike. Giliyên Pawlosê şandî nîşan dikin, wekî çawa ku civatêda rola her kesî ferz e, rola te jî ferz e. Çiqas ji destê te tê, Yehowara xizmet ke û alî xûşk-bira bike. Bawer be ku rûspî wê xîreta te bivînin û li gora feresetên te cabdarîke usa bidine te, ku tu bikaribî bikî (Romayî 12:4-8). Hemû Mesîhî gerekê nêzîkî Yehowa bin, merd bin û li gora xwestina Yehowa bijîn. Lema jî ça tê kifşê gelek hunurên ku gerekê bal berdestiyên civatê hebin, cem te îda hene. w24.11 17 ¶12-13
Led, 20 Kanûna Pêşin
Hanna bi dilê şewat giriya û lavayî Xudan kir (1 Sam. 1:10, ÎM).
Hanna ji bo halê xwe xemgîn bû û gelek digiriya. Problêmeke wê ev bû, ku hewiya wê, Pênînayê, pê giliya lê nimiz dikir. Serda jî, çend zarên Pênînayê hebûn, lê Hannayêra zar nedibûn (1 Samûyêl 1:1, 2). Lema jî Pênînayê berdewam dikir qerfên xwe Hannayê bike. Hanna usa dilteng bibû, ku “bi dilê şewat” digiriya û xwarin jî nedixwar (1 Samûyêl 1:6, 7, 10, ÎM). Gelo Hannayê ça berdilî stand? Ew bona hebandinê çû konê Yehowa. Wêderê ewê ji Yehowa reca kir, wekî lê bîr neke (1 Samûyêl 1:11). Yehowa hewargaziya wê bihîst û lê kerem kir. Wext şûnda Hannayêra çend zar hatine bûyînê (1 Samûyêl 1:19, 20; 2:21). w24.12 21 ¶5-7
Duşem, 21 Kanûna Pêşin
Eşqa min ewledên însên bû (Metlk. 8:31).
Kirîn nîşanî me dike, wekî Îsa gelekî meriva hez dike, îlahî şagirtên xwe (Yûhenna 13:1). Mesele, Îsa pêşda zanibû wekî xizmetiya wî û îlahî mirina wî, wê qe hêsa nîbe. Dîsa jî ewî ne tenê ji bo vê yekê xizmet dikir, çimkî Yehowa ew cabdarî dabû wî, lê çimkî ewî meriv hez dikirin. Ewî bi dil û can mizgînî bela dikir, meriv hîn dikirin û kesên dinra xizmet dikir. Roja mirina xwe jî, Îsa wede veqetand wekî nigên şandiyên xwe bişo, wana hêlan ke û berdiliyê bide wan (Yûhenna 13:12-15). Û gava ew ser stûnê dardakirî bû, ewî qaçaxekîra, yê ku kêleka wî dardakirî bû, derheqa cinetê got. Usa jî Îsa Yûhennara got, wekî diya wî bibe xweyî (Lûqa 23:42, 43; Yûhenna 19:26, 27). Belê, hezkirina Îsaye mezin ne tenê ji mirina wî, lê ji temamiya emirê wîye ser erdê dihate kifşê. w25.01 23 ¶11
Sêşem, 22 Kanûna Pêşin
Ew ji ber neheqiyên me birîndar bû, ji ber sûcên me perçiqî (Îşa. 53:5, ÎM).
Kitêba Pîroz bi saya meselê alî me dike fem kin, wekî çi tê hesabê azaya ku em bi saya baxşandina rast distînin. Ji ber ku em gunekar in, em “xulamên gune” ne. Lê bi saya vê yekê, ku Yehowa baxşandiye me, em mîna van xulama ne, yên ku îda ‘ji gune aza bûne’ (Romayî 6:17, 18; Eyantî 1:5). Belê, em gelek şa ne, wekî bi saya baxşandina Yehowa, em ji xulamtiyê aza bûne. Bi saya qurbana Kurê xwe Îsa Mesîh, Yehowa me ji vê nexweşiyê qenc kiriye (1 Petrûs 2:24). Gava em gune dikin, dostiya me tevî Yehowa xirab dibe. Lê bi saya qurbanê Yehowa dibaxşîne me û em dikarin dîsa bibine dostên wî. Çawa ku meriv gelek şa dibe, gava ji nexweşîke giran qenc dibe, em jî gelek şa dibin, çaxê ruhanîda têne qenckirinê û dîsa dibine dostên Yehowa. w25.02 11 ¶16-17
Çarşem, 23 Kanûna Pêşin
Hûn ku vê yekê bikin, tu car nakevin (2 Pet. 1:10).
Meteloka derheqa telantada, Îsa besa sê xulama kir, du xulam axayê xwera amin bûn, lê xulamek jêra amin nîbû (Metta 25:14-30). Du xulamên amin têne hesabê Mesîhiyên amin, yên bi ruh kifşkirî. Axa, dêmek Îsa Mesîh, wanra dibêje ku “tevî axayê xwe şa” bin. Ewana bi saya rabûna miriyaye pêşin, xelata xweye ezmanî distînin (Metta 25:21, 23; Eyantî 20:5b). Ji aliyê dinva jî, kesên bi ruh kifşkirî gerekê ji mesela xulamê tembel dersê hîn bin. Gelo çi cûreyî? Ewana gerekê xîret bin. Îsa bi van herdu metelokên derheqa deh qîza û telanta nedixwest bigota ku hine kesên bi ruh kifşkirî wê tembel bin. Bi rastî ewî dixwest bigota, ku hergê kesên kifşkirî xîreta xwe unda kin, ewana wê nikaribin hêjayî xelata xwe bin û bikevine Padşatiya ezmanî. w24.09 22 ¶10; 23 ¶12-13
Pêşem, 24 Kanûna Pêşin
Dîna xwe bidine tiştên diha ferz (Fîlî. 1:10).
Hemikî em dixwazin ebûra xwe û malbeta xwe bikin (Waîz 7:12; 1 Tîmotêyo 5:8). Rast e gava em safî dikin ku xebatekê qebûl kin yan na, em hildidin hesab, ku heqê xebatê çiqas e. Lê hergê kesek dîna xwe dide tenê vê yekê, ku ewê çiqas pere qazanc ke, ev yek dide kifşê wekî ew ne ku li gora baweriyê dijî, lê li gora vê yekê, çi ku divîne. Em gerekê bifikirin, ku xebata me wê ça ser dostiya me tevî Yehowa hukum ke. Gava em safî dikin ku filan xebatê qebûl kin yan na, wê baş be ji xwe bipirsin: “Ser vê xebatê gelo wê neyê dewakirinê ku tiştên usa bikim, çi ku ber çevê Yehowa reş e?” (Metelok 6:16-19). “Gelo ev xebat wê riya min negire ku ez Yehowara xizmet kim, yan wê nebe menî, ku ez ser wedekî dirêj ji malbeta xwe dûr bimînim?”. Hergê hêsa nîne xebateke layîq bivînin, dîsa jî wê bi bîlanî be ku em xebata usa qebûl nekin. Em li gora baweriyê dijîn, lema jî em dudilî nabin, ku Yehowa wê bona me xem bike, û ev yek gerekê safîkirinên meda eşkere bê kifşê (Metta 6:33; Îbranî 13:5). w25.03 21 ¶5-6
Înî, 25 Kanûna Pêşin
Hindava hevda qenc û dilşewat bin . . . bi dil bibaxşînine hev (Efes. 4:32).
Nihêrandina me ser xûşk-bira gerekê mîna nihêrandina Yehowa be. Dewsa ku em dîna xwe bidine kêmasiyên wan, yên ku wê zûtirekê tune bin, em gerekê dîna xwe bidine hunurên wane baş. Em dikarin problêmên orta xweda bi hezkirinê safî kin. Gelek merivên ku vê hezkirinê nav meda bivînin, wê bixwazin bikevine cineta ruhanî. Were em timê bona vê cineta, ku Yehowa daye me, şêkirdar bin. Her kesên ku hewcê dilrihetiyê, edilayê û bêxofiyê ne, gerekê bikevine cineta ruhanî û têda bimînin. Lê em gerekê hişyar bimînin, çimkî Mîrê-cina her tiştî dike, ku me ji vê cinetê der xe (1 Petrûs 5:8; Eyantî 12:9). Em gerekê nehêlin, ku ew vê yekêda serkeve. Were em her tiştî bikin, ku bedewbûn, temizayî û edilaya cineta ruhanî, bi dil û can biparêzin! w24.04 24-25 ¶18-19
Şemî, 26 Kanûna Pêşin
Berê pêşin bikevine heyra Padşatiya Xwedê (Met. 6:33).
Dê-bavno, hûn dikarin alî zarên xwe bikin, ku ewana bi dil û can Yehowara xizmet kin. Bi gotin û kirên xwe nîşanî zarên xwe bikin, ku tiştên usa ça xwendina Kitêba Pîroz, çûyîna ser civata û belakirina mizgîniyê, ji hemû şixulên din ferztir in. Dê-bavno, zarên we ne ku bona xatirê we, lê bi rezedilî gerekê Yehowara xizmet kin û heleqetiya xwe tevî wî qewî kin. Hergê usa nîbe, wext şûnda şixulên ruhanî wê bona wan ferz nîbin û ewana wê nexwazin Yehowara xizmet kin. Gelo ev meriv, yê ku îda Yehowara xizmet nake, dikare dîsa heleqetiya xwe tevî Wî qewî ke? Belê, ew dikare tobe ke û vegere bal Yehowa. Bona vê yekê, diqewime lazim be, ku ew bi milûktî ji rûspiyên civatê alîkariyê qebûl ke (Aqûb 5:14). Belê, hêjayî ye ku meriv her tiştî bike, seva ku dîsa bibe dostê Yehowa. w24.07 24-25 ¶18-19
Led, 27 Kanûna Pêşin
Ji zinêkariyê birevin! (1 Korn. 6:18)
Wedê hevdunaskirinê, hûn ça dikarin aliyê namûsiyêda temiz bimînin? Hestên we hindava hevda çiqas qewî dibin, dilê we haqas ser hev germ dibe. Lê çi dikare alî we bike aliyê nav-namûsiyêda temiz bimînin? Derheqa tiştên bênamûs xeber nedin, tenê nemînin û bi zêdeyî îçkê venexwin (Efesî 5:3). Tiştên usa dikarin xwestinên nerast pêşda bînin û bibine sebeb, ku hûn bênamûsiyê bikin. Lema jî seva ku hevaltiya we temiz bimîne, cara derheqa vê yekê xeber din ku gerekê hûn çi bikin û çi nekin (Metelok 22:3). Çaxê hezkirina we zêde be, diqewime hûnê safî kin hine cûrê nazikayê hindava hevda bi cûrên layîq bidine kifşê. Lê hergê hestên weye sêksûalî hindava hevda gur be, wî çaxî hûnê îda nikaribin bi çevê temiz ser hev binihêrin (Stirana Silêman 1:2; 2:6). Hergê hûn fesal nîbin, hûnê nikaribin xwe kontrol kin û tiştekî usa bikin, çi ku wê dilê Yehowa bêşîne (Metelok 6:27). Lema jî serê-sêrîda safî kin ku li gora prînsîpên Kitêba Pîroz hûnê çi sînora xwera daynin (1 Têsalonîkî 4:3-7). w24.05 29 ¶10-11
Duşem, 28 Kanûna Pêşin
Bira xebera we ‘Erê’, erê be, û bira xebera we ‘Na’, na be (Met. 5:37).
Em dixwazin, ku kesên din îtbariya xwe me bînin, îlahî wan rojên çetinda (Metelok 17:17). Seva ku kesên din me ça merivne bi îtbar hesab kin, gelo em çawa dikarin çev bidine hunurên Xwedê? Mesele, em gerekê xweyê sozên xwe bin û her tiştî wededa bikin. Rûspiyên bi îtbar bona civatê keremeke gelek mezin in. Gelo çawa? Gava xûşk-bira zanin, ku ewana dikarin hêsa nêzîkî rûspiya bin, yan jî tevî wan têklî bin, ev yek dilbîniyê dide wan. Xûşk-bira xwe xweykirî texmîn dikin, gava rûspî bona wan xem dikin û hazir in alî wan bikin. Usa jî, hergê rûspî ne li gora fikirên xwe, lê ser hîmê Kitêba Pîroz û edebyetên teşkîletê rêberiyê bidin, xûşk-bira wê baweriya xwe wan bînin. Xêncî vê yekê, ewana baweriya xwe rûspiyên bi îtbar tînin, yên ku înformasiya wane şexsî tu kesîra navêjin û xweyê sozên xwe ne. w24.06 30 ¶14-15
Sêşem, 29 Kanûna Pêşin
Tuyê wanra edilaya dirêj bidî, çimkî ewana îtbariya xwe te tînin (Îşa. 26:3, DT).
Em zanin ku îro Yehowa wê me ji hemû derda aza neke, lê dîsa jî ewê alî me bike (Zebûr 41:3). Seva ku em bikaribin ber tengasiya sebir kin, Yehowa bi saya ruhê pîroz qewat, bîlanî û dilrihetiyê dide me (Metelok 18:14; Fîlîpî 4:13). Usa jî ew soz dide, ku axiriyêda wê hemû nexweşiya kuta ke (Îşaya 33:24). Çaxê em rastî tengasiya tên, xeberên Yehowa, yên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, dikarin dilê me rihet kin (Romayî 15:4). Gava xûşkeke ji Afrîkaya Roavayê pêhesiya, ku kansera wê heye, ew gelek car digiriya. Ew dibêje: “Ez îlahî ji Îşaya 26:3 dilbîniyê distînim. Ev rêz nîşanî min dike, wekî Yehowa dikare dilrihetiyê bide me, ku em ber tengasiya sebir kin”. Gava tu rastî tengasiyên giran têyî, tu îlahî ji kîjan rêzê dilbîniyê distînî? w24.12 24 ¶17-18
Çarşem, 30 Kanûna Pêşin
Gava ew hê rêda bû, bav ew ji dûrva dît û dilê wî ser şewitî, bi lez çû pêşiya wî, ew hemêz kir û paç kir (Lûqa 15:20).
Rûspî hindava kesên ku ji riya rast dûr ketine, rem in. Ewana dixwazin ku pezên undabûyî “vegerin malê” (Lûqa 15:22-24, 32). Gava gunekarek vedigere, Yehowa, Îsa, melek û temamiya civatê gelek şa dibin! (Lûqa 15:7) Yehowa nahêle wekî kesên ku gunên xwe tobe nakin, civatêda bimînin. Lê ew nayê hesabê ku ew pişta xwe dide wan meriva. Ew dixwaze wekî ewana vegerin cem wî. Dîna xwe bidine hestên Yehowa hindava merivên ku tobe dikin: “Ezê neaminiya wan qenc kim. Ezê wana ji dil hez bikim, çimkî hêrsa min derbaz bûye” (Hoseya 14:4, DT). Ew yek ders e bona rûspiya ku çev bidine Yehowa, û hela hê nîşanên biçûk jî, ku ew dixwaze tobe ke, nav wîda bivînin. Û ev giliyên Yehowa usa jî kesê gunekarra îzbat dikin, ku Yehowa wî hez dike û dixwaze wekî ew zû vegere cem wî. w24.08 28 ¶8-9
Pêşem, 31 Kanûna Pêşin
Timê şêkirdar bin (Kols. 3:15).
Dibeke hine kes bona merdaniya me şêkirdar nîbin. Carna çaxê em wede, qewat yan perê xwe bona kesekî xerc dikin, dibeke usa bê kifşê ku qe xema wî jî nîne. Hergê tiştekî usa diqewime, em çi dikarin bikin, wekî dilteng nebin û şabûna xwe unda nekin? Bînin bîra xwe şabûna ku em ji dayînê distînin, şêkirdariya merivava girêdayî nîne (Karên Şandiya 20:35). Hergê usa tê kifşê ku meriv razî nîne, dîsa jî em dikarin ji dayînê şabûnê bistînin. Gelo çi cûreyî? Çev bidine merdaniya Yehowa. Yehowa tiştên baş dide her kesî, hela hê kesên bêşêkir jî (Metta 5:43-48). Yehowa soz dide ku hergê em mîna wî destvekirî bin, û “hîviya vegerandinê nîbin . . . xelata [me] wê mezin be” (Lûqa 6:35). Lema jî dilteng nebin gava meriv qenciya we naşêkirînin, û bawer bin ku Yehowa wê we xelat ke, çimkî hûn destvekirî ne û “dil û eşq” didin (Metelok 19:17; 2 Korintî 9:7). w24.09 29 ¶14-16