KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es26 rûp. 108-118
  • Mijdar

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mijdar
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2026
  • Binserî
  • Led, 1 Mijdarê
  • Duşem, 2 Mijdarê
  • Sêşem, 3 Mijdarê
  • Çarşem, 4 Mijdarê
  • Pêşem, 5 Mijdarê
  • Înî, 6 Mijdarê
  • Şemî, 7 Mijdarê
  • Led, 8 Mijdarê
  • Duşem, 9 Mijdarê
  • Sêşem, 10 Mijdarê
  • Çarşem, 11 Mijdarê
  • Pêşem, 12 Mijdarê
  • Înî, 13 Mijdarê
  • Şemî, 14 Mijdarê
  • Led, 15 Mijdarê
  • Duşem, 16 Mijdarê
  • Sêşem, 17 Mijdarê
  • Çarşem, 18 Mijdarê
  • Pêşem, 19 Mijdarê
  • Înî, 20 Mijdarê
  • Şemî, 21 Mijdarê
  • Led, 22 Mijdarê
  • Duşem, 23 Mijdarê
  • Sêşem, 24 Mijdarê
  • Çarşem, 25 Mijdarê
  • Pêşem, 26 Mijdarê
  • Înî, 27 Mijdarê
  • Şemî, 28 Mijdarê
  • Led, 29 Mijdarê
  • Duşem, 30 Mijdarê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2026
es26 rûp. 108-118

Mijdar

Led, 1 Mijdarê

Ez nikarim hêrsa xwe her û her . . . [xwey kim] (Yêrem. 3:12, ÎM).

Rûspî xîret dikin wekî çev bidine dilşewatiya Yehowa hindava kesê ku îda para civatê nîne. Mesele, gava miletê Îsraêlê ji riya Xwedê derdiket, Yehowa hîviyê nîbû heta ewana xwexa gava pêşin bavêjin û vegerin cem wî. Heta ku wana tobe kira jî, Yehowa hazir bû alî wan bike. Yehowa Hoseya pêxemberra gotibû, wekî ew tevî jina xwe dîsa li hev bê. Hingê jina wî hê gunê giran dikir û tobe nekiribû. Bi saya vê meselê Yehowa nîşan kir, ku ew çiqas dilrem û dilşewat e (Hoseya 3:1; Malaxî 3:7). Mîna Yehowa, rûspiyên civatê jî ji dil dixwazin wekî kesê gunekar vegere, û ewana naxwazin riya wî çetin kin ku ew vegere cem Yehowa. Bînin bîra xwe meteloka kurê undabûyî, gava bav kurê xwe dît, ew “bi lez çû pêşiya wî, ew hemêz kir û paç kir” (Lûqa 15:20). Dîna xwe bidinê ku bav hîviyê nîbû heta kurê wî baxşandinê ji wî bixwaze. Ew bavekî bi hezkirin bû, lema jî ewî gava pêşin avît. w24.08 28 ¶7-8

Duşem, 2 Mijdarê

Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîra bê dayînê. Ew bi merdanî dide hemûya û tu kesî bêqedir nake (Aqûb 1:5).

Çawa ji rêza rojê tê kifşê, Yehowa serwaxtî yan bîlaniya xwe venaşêre, lê bi merdanî dide kesên din jî. Usa jî gava em ji Yehowa bîlaniyê dixwazin, ew me “tu kesî bêqedir nake”, dêmek me nehêja hesab nake. Belê, ew xwexa dibêje wekî em rêberiya wî bigerin (Metelok 2:1-6). Em jî mîna Yehowa dikarin bîlaniya xwe kesên dinra parevekin (Zebûr 32:8). Gelek mecalên xizmetkarên Yehowa hene, wekî derheqa tiştên ku hîn bûne, bêjin. Mesele, em gelek car alî kesên teze dikin, wekî xizmetiyêda kar bikin. Rûspî bi sebir alî alîkarçiyên civatê û birên dine nixumandî dikin, wekî ewana civatêda cabdariyên xwe bînin sêrî. Usa jî kesên ku şixulê avakirinêda yan xweykirina avayên teşkîletêda cêribandî ne, dikarin kesên din hîn kin, wekî ewana jî vî şixulîda bikaribin kar bikin. w24.09 28-29 ¶11-12

Sêşem, 3 Mijdarê

Em we gelek hez dikin (1 Têsln. 2:8).

Birano, seva ku bibine rûspî, hûn gerekê “bêqusûr” bin, dêmek gerekê bi rabûn-rûniştina xwe navekî baş qazanc kin (1 Tîmotêyo 3:2). Xêncî vê yekê, gerekê qedirê we cem yên ji civînê der jî hebe. Dibeke kesên ku Şedên Yehowa nînin qerfê xwe baweriya we bikin, lê gerekê tu menî tune be, ku ewana helalî û rabûn-rûniştina we bikine bin şikê (Daniyêl 6:4, 5). Ji xwe bipirsin: “Gelo ez him civatêda him jî derva xweyê navekî baş im?” Hergê hûn merivne “xêrxwaz” in, dêmek hûn qenciya kesên din dixwazin û bona hunurên wane baş payê wan didin (Tîto 1:8). Usa jî hûn gava mecbûr nînin jî, hez dikin bona kesên din qenciyê bikin. Çira ferz e ku rûspî “xêrxwaz” bin? Çimkî ewana gerekê gelek wedê xwe bidine xebatê bona şivantiyê û cabdariyên xweyî din (1 Petrûs 5:1-3). Lê şabûna ku ji xizmetiya kesên dinra pêşda tê, hêjayî her qurbana ye (Karên Şandiya 20:35). w24.11 20-21 ¶3-5

Çarşem, 4 Mijdarê

Bextewarî hê zêde dayînêda ye, ne ku standinêda (Kar. Şand. 20:35).

Civatada berdestiyên civatê gelek şixulên ferz dikin. Eyan e ku Pawlosê şandî wan birên amin qîmet dikir. Mesele nemeke xweda, ewî silav da ne ku tenê rûspiya, lê berdestiyên civatê jî (Fîlîpî 1:1). Firqî tune birên nixumandî cahil in yan jî emirda mezin in, gelek ji wana gelek şa dibin ku dikarin ça berdestiyên civatê xizmet kin. Mesele, gava birê me Dêvan ça berdestiyê civatê hate kifşkirinê, ew 18 salî bû. Lê birê me Luyîs 50 salî zêdetir bû, gava hate kifşkirinê ça berdestiyê civatê. Ew dibêje: “Seva min qedirekî mezin e, ku ez berdestiyê civatê me. Min hezkirina civatê dîtiye û ez şa me ku ez jî dikarim tiştekî seva civatê bikim!” Gelek birên me mîna Luyîs difikirin. Hergê tu birê nixumandî yî, lê hê nebûyî berdestiyê civatê, gelo tu dikarî vê nêtê bidî pêşiya xwe? w24.11 14 ¶1-3

Pêşem, 5 Mijdarê

Ya Xudan, lava dikim bîne bîra xwe ku çawa . . . tiştên di çevê teda qenc in kirin (2 Padş. 20:3, ÎM).

Gava Hizqiya Padşa 39 salî bû, ew giran nexweş ket. Bi saya Îşaya pêxember, Yehowa jêra got ku ewê ji vê nexweşiyê bimire (2 Padşatî 20:1). Halê Hizqiya bêçare dihate kifşê. Ji bo vê xeberê, Hizqiya gelek giriya û ewî ji dil Yehowara dua kir. Dilê Yehowa ser Hizqiya şewitî û ewî jêra got: “Min duaya te bihîst, min hêsirên çevên te dîtin”. Bi saya Îşaya pêxember Yehowa soz da, wekî ewê emirê wî dirêj ke û wî ji destê ordiya Asûrê xilaz ke (2 Padşatî 20:4-6, ÎM). Hergê em giran nexweş kevin, were em duada dilê xwe Yehowara vekin, û hela hê bi hêsira jî. Kitêba Pîroz dibêje wekî “Bavê dilşewatiyê û Xwedêyê hemû berdiliyê” wê hemû tengasiyên meda berdiliyê bide me (2 Korintî 1:3, 4). w24.12 24 ¶15-17

Înî, 6 Mijdarê

Ez Xwedêda guman im, çawa ewana jî, wekî hemû kesên rast û nerast wê ji mirinê rabin (Kar. Şand. 24:15).

Çaxê merivên meyî hezkirî bêne saxkirinê, şabûna nigên me wê erd negire! Usa jî bide ber çevê xwe, ku gava em tebiyetê lêkolîn bikin û derheqa Yehowa hê zêde tişt pêbihesin, emê şabûneke çiqas mezin bistînin (Zebûr 104:24; Îşaya 11:9). Ya lape baş jî ev e, ku emê îda gune nekin û wê ne lazim be wekî em ji Yehowa baxşandinê bixwazin! Gelo tuyê van kerema ser “wextekî kin nava kêfa gunada” biguhêzî? (Îbranî 11:25) Hemikî na! Keremên sozdayî hêjayî hemû qewat û qurbana ne. Bîr neke, emê timê hîviya dinya teze nîbin. Ev roj wê eseyî bê, û ev yek wê rêalî be, çimkî Yehowa usa me hez dike, wekî seva me emirê Kurê xweye hezkirî ça qurban daye! w25.01 29 ¶12

Şemî, 7 Mijdarê

Çima ji destê Xudan nayê? (Jimar 11:23)

Kitêba Îbranî besa çend meriva dike, baweriya kîjana ku gelek qewî bû. Yek ji wan Mûsa pêxember bû (Îbranî 3:2-5; 11:23-25). Baweriya Mûsa pûç derneket. Xwedê beriyêda bi keremetî av û xwarin dida cimeta xwe (Derketin 15:22-25; Zebûr 78:23-25). Rast e baweriya Mûsa gelek qewî bû, lê gava Yehowa wîra got wekî wê goşt bide miletê Îsraêlê, Mûsa dudilî bû ku ev yek wê ça biqewime. Beriyêda bi mîlyona meriv gerekê bihatana têrkirinê, lê gelek çetin bû xwarinê destxin. Hingê Yehowa ji Mûsa pirsî: “Çima ji destê Xudan nayê?” (Jimar 11:21-23). Em dikarin bêjin, wekî vira Yehowa ji Mûsa usa pirsî, ‘Tu difikirî wekî ez nikarim sozê xwe bînim sêrî?’ w25.03 26 ¶1-2

Led, 8 Mijdarê

Heyfa [Xwedê] dinya pêşin jî nehat (2 Pet. 2:5).

Gelo her tiştên ku wedê Tofanê qewimîn, wê axiriyêda jî biqewimin? Na. Kitêba Pîroz usa nabêje. Rast e Îsa got, ku wedê hazirbûna wî, wê mîna ‘rojên Nuh’ be, lê ewî negot wekî her tiştên ku hingê qewimîn, siya rojên axiriyê bû, besa xeberê çaxê Yehowa derê gemiyê dada (Metta 24:37-39). Gava Nuh fermana Yehowa bihîst gelo ewî çi kir? Ewî baweriya xwe Wî anî û destpêkir gemiyê çêke (Îbranî 11:7; 1 Petrûs 3:20). Îro jî, kesên ku mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê dibihên, gerekê baweriya xwe vê bînin û li gora vê yekê bijîn (Karên Şandiya 3:17-20). Petrûsê şandî derheqa Nuh got, wekî ewî “rastî dannasîn dikir”. Îro em jî xebera Xwedê bi dil û can ser temamiya dinê bela dikin. Lê em çiqas xîret bikin jî, emê nikaribin pêşiya xilaziya vê dinya xirab, mizgîniyê bigihînin her kesî. w24.05 9-10 ¶3-5

Duşem, 9 Mijdarê

Qedirê xwedêxofa bilind digire (Zeb. 15:4).

Em gerekê mecala bigerin, wekî qenciyê bona dostên Yehowa bikin û qedirê wan bigirin (Romayî 12:10). Mesele, Zebûr 15:4 dibêje, wekî mêvanê Yehowa “sond dixwe û sozê xwe diqedîne” hela hê hingê jî, gava zirarê dikeve. Gelek ferz e, wekî em sondên xwe neteribînin, ku dilê meriva neêşînin (Metta 5:37). Yek ji van sonda, sondê zewacê ye. Usa jî, dê-bav gerekê xîret bikin, wekî sozên xwe, yên ku ewana didine zarên xwe, bînin sêrî. Belê, em Xwedê û meriva hez dikin, lema jî çi ji destê me tê em dikin, wekî sozên xwe bînin sêrî. Usa jî, em gerekê hindava dostên Xwedê mêvanhez û merd bin (Romayî 12:13). Gava em wedê xwe tevî xûşk-bira derbaz dikin, dostiya me tevî wan û tevî Yehowa diha qewî dibe. Usa jî, gava em mêvanhez in, em çev didine Yehowa. w24.06 12 ¶15-16

Sêşem, 10 Mijdarê

Çî ye însan ku Tu bîr tînî (Zeb. 8:4).

Yehowa merivên milûkra rastiyê eşkere dike (Metta 11:25). Me bi milûktî alîkarî qebûl kir, ku rastiyê hîn bin (Karên Şandiya 8:30, 31). Lê em gerekê haj xwe hebin, wekî milûktiya xwe unda nekin. Hergê em fesal nîbin, dibeke em bifikirin, wekî nihêrandinên meye şexsî diha rast in, ne ku prînsîpên Kitêba Pîroz û rêberiya teşkîleta Yehowa. Seva ku em milûktiya xwe unda nekin, em gerekê bîr nekin, wekî himberî Yehowa, em gelek biçûk in (Zebûr 8:3, 4). Usa jî em dikarin dua bikin, wekî em diha milûk bin û hazir bin hînkirinên wî qebûl kin. Yehowa wê alî me bike, wekî em nihêrandinên wî, yên ku Ew bi saya Kitêba Pîroz û teşkîleta xwe dide me, diha zêde qîmet kin, ne ku nihêrandinên xwe. Gava tu Kitêba Pîroz dixûnî, dîna xwe bidê, ku Yehowa çawa milûktiyê hez dike, lê qurebûnê û pozbilindiyê nefret dike. Hergê tera cabdarîke mexsûs bê dayînê, wî çaxî diha zêde miqatî xwe be, wekî milûktiya xwe unda nekî. w24.07 10 ¶8-9

Çarşem, 11 Mijdarê

Wê malbeta biçûk hezar kes be, ya herî biçûk wê bibe miletekî hêzdar. Ez Xudan, gava wext hat, Ezê zû pêk bînim (Îşa. 60:22, ÎM).

Ji sala 1919, Îsa komeke biçûk ji mêrên bi ruh kifşkirî saz kir, wekî rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê bike û wededa xwarina ruhanî bide peyçûyên wî (Lûqa 12:42). Eşkere ye wekî Yehowa şixulên wan kerem dike (Îşaya 65:13, 14). Hergê em organîzekirî nîbûna, meyê nikaribûya cabdariyên ku Îsa daye me bianiya sêrî (Metta 28:19, 20). Mesele, hergê bira mihal ser civata paravenekirana, wî çaxî her kes wê kîderê bixwesta wêderê xizmet kira. Usa mizgînvan wê timê mihalek bidana xebatê, lê mihalên dîn wê bimana. Çaxê em organîzekirî ne, gelo em dîsa çi karê distînin? Gava Îsa ser erdê bû, ewî rêberiya şagirtên xwe dikir û îro jî ew berdewam dike rêberiyê dide me. w24.04 8-9 ¶2-4

Pêşem, 12 Mijdarê

Heger tu rastîyê bikî, gelo tê serê xwe bilind nekî? Lê wekî tu rastîyê nekî va ye gune li ber dêrî ketîye û xwexa jî heyra teda ye (Destp. 4:7).

Qayîn nixuriyê Adem û Hêwayê bû. Gune ji dê-bavê wî derbazî ser wî bibû. Xêncî vê yekê, Kitêba Pîroz ser wî usa dibêje: “Kirên wî xirab bûn” (1 Yûhenna 3:12). Dibeke Yehowa ji bo vê meniyê “dîna xwe neda Qayîn û hedîya wî”, çaxê ewî qurban anî. Lê Qayîn dewsa ku xwe rast kira, “gelekî hêrs ket û mirûzê xwe kir”. Hingê Yehowa çi kir? Ewî Qayînra xeber da (Destpêbûn 4:3-7). Dîna xwe bidinê ku Yehowa çawa bi nermî Qayînra xeber da. Yehowa jêra got, ku hergê ew xwe rast ke, ewê wî kerem ke. Lê Yehowa usa jî got, ku hergê ew hêrsa xwe zeft neke, xof heye ku ew gune bike. Yazix Qayîn nexwest guh bide Yehowa. Ewî nehîşt wekî Yehowa alî wî bike, ku ew tobe ke. Paşî vê serhatiya xirab, gelo Yehowa îda safî kir ku alî gunekara neke, wekî ewana tobe bikin? Hemikî na! w24.08 10 ¶8

Înî, 13 Mijdarê

Emir bibijêre wekî tu . . . bijîyî (Qan. Dcr. 30:19).

Rojên xweş pêşiya cimeta Îsraêlê bûn. Bi saya kerema Yehowa, mecala wan hebû ku li welatekî bedew û berdarda emirekî dirêj bijîn. Mûsa wanra got ku Erdê Sozdayî cîkî çawa ye: “Bajarên qenc û mezinva bide te, kîjan ku te çênekirine, malên her tiştîva tijî, ku te tijî ne kirine, bîrên vedayî, ku te venedane, baxê tirîya û zeytûn, ku te daneçikandine” (Qanûna Ducarî 6:10, 11). Mûsa pêxember usa jî gote Îsraêliya, wekî seva ku ewana vî welatê berdarda bimînin, gerekê guh bidine qanûnên Yehowa. Mûsa wana hêlan kir, wekî “emir” bijbêrin, dêmek guh bidine Yehowa û xwe bispêrine wî (Qanûna Ducarî 30:20). Lê Îsraêliya Yehowa înkar kir. Lema Xwedê îzin da wekî Asûrî û paşê jî Babîlonî wana bindest kin û bivine dîltiyê (2 Padşatî 17:6-8, 13, 14; 2 Dîrok 36:15-17, 20). w24.11 9 ¶5-6

Şemî, 14 Mijdarê

Tu kes nikare bê bal min heta Bavê ku ez şandime, wî berbi min nekişîne (Yûhn. 6:44).

Îro gelek meriv dibêjin, wekî ewana Îsa bawer dikin, û wî ça xilazkarê xwe hesab dikin (Yûhenna 6:29). Lê ev yek bes nîne. Rojên Îsada jî gelek meriva wî bawer dikirin, lê paşê wana ew hîştin û çûn. Gelo çira? Gelek meriv pey Îsa diçûn, çimkî ewî xwestinên wan dianîn sêrî. Wana dixwest wekî Îsa bi keremetî wana qenc ke, bê pere xwarinê bide wan û wana li gora dilê wan hîn ke. Lê seva ku kesek bi rastî bibe şagirtê wî, ev yek bes nîne. Nêta hatina Îsa ne tenê ev bû, ku xwestinên wan bîne sêrî. Ewana gerekê ‘biçûna cem wî’, dêmek hemû giliyên wî qebûl kirana û guhdariya wî bikirana (Yûhenna 5:40). w24.12 12 ¶12-13

Led, 15 Mijdarê

Mêrno, berdewam kin jinên xwe hez bikin, çawa Mesîh jî civat hez kir (Efes. 5:25).

Mêr ça dikare terka zulim û zordariyê bide? Mesele, ew dikare xîret bike ku çev bide Îsa. Ev yek ku ew hindava şagirtên xweda çawa bû nîşan dike, ku mêr gerekê hindava jina xweda çawa be. Were em dîna xwe bidinê, ku Îsa hindava şandiyên xweda çawa bû û ça tevî wan xeber dida. Îsa timê hindava şandiyên xweda rem bû û qedirê wan digirt. Ew hindava wanda tu cara sert nîbû. Rast e Îsa ji wan qewattir bû, lê ewî tu cara qewata xwe nedida xebatê, wekî ewana xwe himberî wî sist hesab kin yan jî wî bitirsin. Dewsê ewî bi milûktî wanra xizmet dikir (Yûhenna 13:12-17). Îsa şandiyên xwera usa got: “Ji min hîn bin, çimkî ez yekî şkestî û milûk im, û hûnê xwera rihetiyê bivînin” (Metta 11:28-30). Îsa merivekî dilrem bû. Merivê dilrem ne ku sist e, lê qewî ye, çimkî ew dikare xwe kontrol ke. Gava kesekî din hêrsa wî radike, ew rihet dimîne û êmosiyên xwe kontrol dike. w25.01 10 ¶10-11

Duşem, 16 Mijdarê

Şixulê xwe bide destê Xudan (Metlk. 16:3).

Çiqas em nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, dibeke halê êkonomîkî diha xirab be. Ji bo tevlihevbûna polîtîkî, şera, teşqelên tebiyetê yan pandêmiyayê, dibeke em xebata xwe yan hebûka xwe unda kin û hela hê nikaribin bona hewcên xweye herrojî jî xem bikin. Lê çi dikare alî me bike safîkirinên usa bikin, yên ku wê bidine kifşê, wekî em îtbariya xwe Yehowa tînin? Ya lape ferz ev e, ku em derdên dilê xwe Yehowara bêjin. Ji wî bîlaniyê û dilrihetiyê bixwaze, wekî tu bikaribî safîkirinên baş bikî û bi zêdeyî ber xwe nekevî (Lûqa 12:29-31). Alîkariyê ji Yehowa bixwaze, wekî tu razî bî seva wan tişta, çi ku bona emirê herrojî lazim e (1 Tîmotêyo 6:7, 8). Edebyetên me lêkolîn ke, wekî pêbihesî ku çi bikî, gava rastî problêmên êkonomîkî têyî. Gelek meriv ji vîdêoya û gotarên derheqa problêmên matêrîalî, yên ku ser jw.org hene, kareke mezin standine. w25.03 28-29 ¶10-11

Sêşem, 17 Mijdarê

Xwedê nîşanî min kir, ku ez gerekê tu merivî mirdar û heram hesab nekim (Kar. Şand. 10:28).

Îda wede bû, wekî merivên ji miletên din jî bibine xizmetkarên Xwedê. Lema jî Petrûsê şandîra hate gotinê, wekî here bal mêrekî bi navê Kornêlyo. Ji miletên din ew merivê pêşin bû, yê ku bû şagirtê Îsa. Cihûya tevî merivên ji miletên din hevaltî nedikirin, lema jî Petrûs gerekê nihêrandina xwe biguhasta, wekî şedetî bide wan. Gava Petrûs fem kir, ku nihêrandina Xwedê derheqa vê yekê çi ye, ewî nihêrandina xwe guhast. Û çaxê gazî wî kirin, ew bê “gazin” çû (Karên Şandiya 10:28, 29). Petrûs şedetî da Kornêlyo û maliyên wî, û ewana hatine nixumandinê (Karên Şandiya 10:21-23, 34, 35, 44-48). Çend sal şûnda, Petrûs xûşk-bira hêlan kir, wekî “hemû jî ser nêtekê bin” (1 Petrûs 3:8). Seva ku em hemû jî ser nêtekê bin, em gerekê nihêrandina Yehowa qebûl kin, ya ku em ji Kitêba Pîroz pêdihesin. w25.03 9-10 ¶7-8

Çarşem, 18 Mijdarê

Ber bayê cûre-cûre hînkirinên xerîb nekevin (Îbrn. 13:9).

Fikir û nihêrandina vê dinyayê çiqas diçe, haqas ji nihêrandina Xwedê cude dibe (Metelok 17:15). Lema jî em gerekê fem kin, ku kîjan fikir nerast in û wan fikira înkar kin, wekî mêrxasiya xwe unda nekin û ji riya rast dernekevin. Pawlosê şandî Mesîhiyên Îbranîra gotibû, ku berdewam kin ruhanîda pêşda herin û em jî gerekê guh bidine vê temiyê. Lema paşî nixumandinê jî em gerekê xîret bin vê yekêda, ku fikir û nihêrandinên Yehowa rind fem kin. Firqî tune ku îda çend sal e em Şedên Yehowa ne, gelek ferz e wekî em Kitêba Pîroz her roj bixûnin û lêkolîn kin (Zebûr 1:2). Ev yek wê alî me bike baweriya xwe diha qewî kin, dêmek vî hunurî nav xweda pêşda bînin, derheqa kîjanî Pawlos Îbraniyara digot (Îbranî 11:1, 6). w24.09 10 ¶7-8

Pêşem, 19 Mijdarê

Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire (Aqûb 4:8).

Hergê heleqetiya me tevî Yehowa nêzîk e, emê her tiştî bikin, ku wîra amin bimînin. Serhatiya Ûsiv bîne bîra xwe. Ewî Xwedê hez dikir û nedixwest dilê wî bêşîne. Lema jî ewî bênamûsî nekir (Destpêbûn 39:9). Seva ku em nêzîkî Yehowa bin, em gerekê jêra dua bikin û Kitêba Pîroz lêkolîn kin. Bi saya van tişta, dostiya me tevî Xwedê wê diha qewî be û emê her tiştî bikin, ku dilê wî neêşînin. Kesên ku bîr dikin, wekî Yehowa Xwedayê sax e, hêsa dikarin ji wî dûr kevin. Hela bîne bîra xwe, ku gava Îsraêlî beriyêda bûn, çi hate serê wan. Wana zanibû, wekî Yehowa heye, lê şik kete dilê wan ku Ewê wana bibe xweyî (Derketin 17:2, 7). Paşî vê yekê, ewana himberî Xwedê derketin. Were em tu car çev nedine wan (Îbranî 3:12). w24.06 24 ¶14-15

Înî, 20 Mijdarê

Çevê Xudan li ser rasta ye û guhê Wî li ser hewar-gazîya wan e (Zeb. 34:15).

Çiqas em nêzîkî xilaziya vê dinya xirab dibin, haqas derdên me û hêsirên me dikarin hê zêde bin. Yehowa hêsirên me divîne, û dilê wî ser me dişewite. Lema jî gava em rastî tengasiya tên, were em dilê xwe wîra vekin. Tu car xwe başqe nekin û ji xûşk-bira dûr nekevin û usa jî ji rêzên Kitêba Pîroz dilbîniyê bistînin. Hergê em bi aminî sebir kin, Yehowa wê me xelat ke. Ewî soz daye, ku rojekê ewê hemû hêsirên me paqij ke, yên ku em ji bo derd, nemamî, yan bêçaretiyê dibarînin (Eyantî 21:4). Hingê îda emê tenê hêsirên şabûnê bibarînin! w24.12 20 ¶3; 25 ¶19

Şemî, 21 Mijdarê

Hûn şedê min in ku ez Xwedê me (Îşa. 43:12, ÎM).

Yehowa me ça Şedên xwe bijartiye û soz daye, ku ewê alî me bike mêrxas bin (Îşaya 43:10, 11). Mesele, ew bi saya van çar tişta alî me dike: Ya yekê, firqî tune em mizgîniyê kîderê bela dikin, Îsa timê tevî me ye (Metta 28:18-20). Ya duda, Yehowa bi saya meleka alî me dike (Eyantî 14:6). Ya sisiya, Yehowa bi saya ruhê pîroz alî me dike, ku em van tişta bînin bîra xwe, çi ku em hîn bûne (Yûhenna 14:25, 26). Ya çara, Yehowa gelek xûşk-bira daye me. Belê, bi alîkariya Yehowa û xûşk-birên delal, emê bikaribin mêrxas bin û berdewam kin mizgîniyê bela kin. Lê hergê tu xemgîn dibî ji bo vê yekê ku gava diçî xizmetiyê, gelek meriv malda nînin, ji xwe bipirse: “Gelo meriv niha kîderê ne?” (Karên Şandiya 16:13). “Gelo ewana çûne xebatê yan jî çûne dikanê?” Derecên usada, gelo tu dikarî kûçêda xizmet kî, ku bikaribî diha zêde meriva bivînî? w24.04 17 ¶10-11

Led, 22 Mijdarê

Çimkî hergê kesek nizane çawa malxêtiyê mala xwe bike, îja ewê çawa bona civata Xwedê xem bike? (1 Tîmt. 3:5)

Hergê tu zewicî yî û dixwazî bibî rûspî, malbeta te jî gerekê xweyê navekî baş be. Kitêba Pîroz dibêje ku hergê bira dixwaze bibe rûspî, ew gerekê “malxêtiyê rind li mala xwe bike”. Ev yek tê hesabê, ku tu gerekê malbeta xwe bibî xweyî û bona kara malbeta xwe safîkirinên baş bikî. Mesele, tu gerekê qulixkirina tevî malbetê derbaz kî û alî neferên xwe bikî ku ewana herine civîna û mizgîniyê bela kin. Hergê tu bav î, “zarên xwe gura xweda her aliyava maqûliyêda mezin ke”, dêmek zarên teye negihîştî, yên ku hê 18 salî nînin, gerekê gura teda bin (1 Tîmotêyo 3:4). Lema jî tu gerekê zarên xwe bi dilovanî hîn kî. Hemikî zar hez dikin bilîzin û şa bin. Lê dîsa jî ewana gerekê guhdar û terbet bin. Usa jî tu gerekê çi ji destê te tê bikî, ku ewana bibine dostên Yehowa, li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijîn û bixwazin bêne nixumandinê. w24.11 22 ¶10-11

Duşem, 23 Mijdarê

Tu hezkirin ser wê hezkirinêra tune, ku kesek emirê xwe bona dostên xwe bide (Yûhn. 15:13).

Çiqas zef em Yehowara xizmet kin, haqas hê zêde emê alîkariya wî bivînin, û baweriya me wê diha qewî be (1 Korintî 3:9). Bîr neke, ku Yehowa te beramberî tu kesî nake, ew dilê te divîne. Hergê tu bona qurbanê bi dil şêkirdar bî, ewê ji te razî be (1 Samûyêl 16:7; Markos 12:41-44). Bi saya qurbanê, gunên me têne baxşandinê, em dibine dostên Yehowa û gumana jîyîna heta-hetayê distînin. Were em timê bidine kifşê, wekî em bona hezkirina Yehowa gelek razî ne, çimkî ji bo hezkirinê ewî gelek kerem ser meda barandiye (1 Yûhenna 4:19). Usa jî were em razîbûna xwe Îsara bidine kifşê, çimkî ew me usa hez dike, ku emirê xwe bona me qurban kiriye! w25.01 31 ¶16-18

Sêşem, 24 Mijdarê

Ez her roj lêdayî me (Zeb. 73:14).

Dîna xwe bide nivîskarê Zebûra 73. Ewî didît ku emirê hine meriva rihet û bê derd e (Zebûr 73:3-5, 12). Gava ewî dîna xwe dida wan, ew difikirî ku badîhewa Yehowara xizmet dike. Lema jî ew gelek xemgîn bû (Zebûr 73:13, 14). Lê gelo ewî çawa ev fikirên nêgatîv ji hişê xwe derxist? Gava ew çû paristgeha Yehowa, nihêrandina wî hate guhastinê (Zebûr 73:16-18). Ewî fem kir, ku jîyîna hine meriva çiqas rihet bê kifşê jî, yeke gumana wan tune ye. Paşê edilayî kete dilê wî, û ew îzbat bû wekî safîkirina wî ku Yehowara xizmet ke, safîkirineke lape baş bû. Lema jî ewî safî kir, wekî berdewam ke Yehowara xizmet ke (Zebûr 73:23-28). w24.10 27 ¶11-12

Çarşem, 25 Mijdarê

Bira meriv bizanibin ku navê te Yehowa ye, û li ser temamiya erdê yê Herî Jorin tenê tu yî (Zeb. 83:18, DT).

Yehowa me ça şedên xwe nav dike (Îşaya 43:10-12). Çend sal pêşda, nemekêda, ku ji Koma Rêberiyê bû, dihate gotinê: “Em gelek firnaq dibin, ku em têne navkirinê Şedên Yehowa”. Gelo çira? Bide ber çevê xwe, wekî tu ber dîwanê sekinî yî û dixwazî ku kesek derheqa te şedetiyê bide. Gelo tuyê kesekî ça bijbêrî? Hemikî tuyê bona vê yekê kesekî bi îtbar û heq bijbêrî. Hema bi vî cûreyî, Yehowa me ça Şedên xwe bijartiye. Ew me rind nas dike û îtbariya xwe me tîne, ew îzinê dide ku em ber meriva Şedetiyê bidin, wekî Xwedayê rast tenê ew e. Em vê yekê ça cabdarîke mezin hesab dikin, lema jî em hemû mecala didine xebatê, wekî navê wî bidine naskirinê, derewên ku avîtin ser wî eşkere kin û navê Wîyî rast heq derxin. Bi vî cûreyî, em li gora navê ku ser me ye, hereket dikin û bona Yehowa Şedetiyê didin (Romayî 10:13-15). w24.05 18 ¶13

Pêşem, 26 Mijdarê

Hemû kesên nexweş qenc kirin (Met. 8:16).

Xêncî hînkirina meriva, Îsa usa jî bona hewcên wanî fîzîkî xem dikir. Mesele, ewî bi keremetî xwarin da şagirtên xwe û got, wekî vê xwarinê nav merivada bela kin (Markos 6:41). Bi vî cûreyî, ewî şagirtên xwera nîşan kir, ku çawa gerekê alîkariyê bidine meriva. Anegorî vê yekê, ew şixulê ku berdestiyên civatê dikin, ferz in. Evê şabûnê bide ber çevê xwe, gava şagirta tevî Îsa xwarina ku bi keremetî standin, bela dikirin, heta ku “hemûya xwar û têr bûn” (Markos 6:42). Îsa gelek car bona halxweşiya meriva difikirî, ne ku derheqa halxweşiya xwe. Gava ew ser erdê bû, ewî timê alî meriva dikir (Metta 4:23). Îsa hez dikir meriva hîn ke û ew hazir bû bi milûktî bona hewcên wan xem ke. w24.11 16 ¶10-11

Înî, 27 Mijdarê

Rojên xilaziyêda zemanên xirab wê bên (2 Tîmt. 3:1).

Rojên paşin çiqas çetin dibin, haqas hê zêde mecal dikeve destê me alîkariyê bidine hevdu. Usa jî em dikarin berdiliyê bidine xûşk-bira û hezkirina xwe wanra bidine kifşê. Mesele, em dikarin Oda Civatêda tevî wan xeber din. Em dinyake sar, sert û çetinda dijîn. Lema jî gava xûşk-birên me têne civatê, em dixwazin çi ji destê me tê bikin, wekî ewana xwe rihet û xweykirî texmîn kin. Gava xûşk-birên me rastî çetinaya tên, rûspî dikarin bona wan bibine sitar. Mesele, wedê teşqelên tebiyetê, yan jî gava bi lez alîkariya mêdîsînayê lazim e, rûspî alîkariyê didine xûşk-bira. Usa jî rûspî bi saya Kitêba Pîroz rêberiyê û hêlanê didine wan. Hergê rûspî rind guh bide xûşk-bira, dilovan be û halê wan fem bike, xûşk-bira wê hêsa dilê xwe wîra vekin, çimkî ewana wê texmîn kin, ku ev rûspî wana qîmet dike. Axiriyêda, ewana wê bi dil û can şîretên vî rûspî qebûl kin (1 Têsalonîkî 2:7, 8, 11). w24.06 29 ¶12-13

Şemî, 28 Mijdarê

Ewî heyfa xwe Kurê xwe neanî (Rom. 8:32).

Qewata Xwedê gelek mezin e, lê ev yek nayê hesabê ku hestên wî tune ne. Xwedê meriv bi hest û êmosiya efirandine, û ji Kitêba Pîroz em zanin, wekî Ewî em bi cûrê xwe efirandine, lema jî bi logîkî ye ku hestên Wî jî hene. Kitêba Pîroz dibêje, wekî meriva ‘hêrsa Wî radikirin’ û “bînteng dikirin” (Zebûr 78:40, 41). Yehowa êşeke mezin texmîn kir, gava merivên zulim Kurê wî dizêrandin û kuştin! Qurbana Îsa mera dide kifşê, wekî hezkirina Yehowa hindava meda diha qewî ye, ne ku hezkirina heval û merivên meye nêzîk (Romayî 8:32, 38, 39). Bê şik, Yehowa me diha zêde hez dike, ne ku em xwexa xwe hez dikin. Hergê tu dixwazî heta-hetayê bijî, bawer be ku Yehowa ji te zêdetir vê yekê dixwaze. Hergê tu dixwazî gunên te bêne baxşandinê, dudilî nebe ku Yehowa diha zêde dixwaze gunên te bibaxşîne te. Gelo em ça dikarin razîbûna xwe bona her tiştî Yehowara bidine kifşê? Em dikarin pê bawerî û guhdarîbûna xwe razîbûna xwe Wîra nîşan kin. Belê, qurbana Îsa hezkirina Xwedê nîşanî me dike (Waîz 3:11). w25.01 22-23 ¶8-9

Led, 29 Mijdarê

Hertim haj kirên xwe hebin, hela ew dilê Xudan xweş tên yan na (Efes. 5:10).

Normal e ku em hine safîkirina ser hîmê hestên xwe dikin û usa jî ser hîmê vê yekê, çi ku em divînin û dibihên. Lê carna çevên me yan guhên me dikarin me bixapînin. Hergê em tenê ser hîmê hestên xwe û çi ku divînin û dibihên safîkirina bikin, dikare usa biqewime ku em şîretên Xwedê bavêjin pişt guhê xwe (Waîz 11:9; Metta 24:37-39). Lê hergê em li gora baweriyê safîkirina bikin, ew safîkirin wê “li Xudan xweş” bên. Û çaxê em guh didine şîretên Xwedê, edilayî dikeve dilê me û em şabûnê distînin (Zebûr 16:8, 9; Îşaya 48:17, 18). Hergê em berdewam kin li gora baweriya xwe bijîn, emê emirê heta-hetayê bistînin (2 Korintî 4:18). Ji çi tê kifşê, ku em li gora baweriyê dijîn, yan li gora tiştên ku em divînin? Caba vê pirsê van tiştava girêdayî ye: Em ser hîmê çi safîkirina dikin? Gelo em tenê li gora tiştên ku em divînin, dijîn? Yan em xwe dispêrin Yehowa û li gora şîretên wî dijîn? w25.03 20-21 ¶3-4

Duşem, 30 Mijdarê

Hevra edilayêda bin (1 Têsln. 5:13).

Seva ku kesên din jî bixwazin bikevine cineta ruhanî, her kes ji me dikare dîna meriva bikişîne ser vê yekê, ku ev cîkî çiqas xweş e. Vê yekêda em gerekê çev bidine Yehowa. Yehowa zorê meriva nake, ku ewana bikevine teşkîleta wî, dewsê ew bi nermî û hezkirinê wana dikişîne berbi xwe (Yûhenna 6:44; Yêremya 31:3). Gava kesên dilsax derheqa hunurên Yehowa pêdihesin, ewana dixwazin nêzîkî Yehowa bin. Lê em ça dikarin pê xeyset û kirên xweye baş, meriva berbi cineta ruhanî bikişînin? Mecalek ev e, ku xûşk-bira hez bikin û hindava wanda dilovan bin. Gava meriv cara pêşin têne ser civatên me, em dixwazin, wekî ewana jî mîna kesên ku berê diçûne civînên bajarê Korintê, usa bêjin: “Rastî jî Xwedê nav weda ye!” (1 Korintî 14:24, 25; Zekerya 8:23). Lema jî em gerekê berdewam kin şîreta ji rêza rojê emirê xweda bidine xebatê. w24.04 23-24 ¶16-17

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin