KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es26 rûp. 98-108
  • Cotmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Cotmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2026
  • Binserî
  • Pêşem, 1 Cotmehê
  • Înî, 2 Cotmehê
  • Şemî, 3 Cotmehê
  • Led, 4 Cotmehê
  • Duşem, 5 Cotmehê
  • Sêşem, 6 Cotmehê
  • Çarşem, 7 Cotmehê
  • Pêşem, 8 Cotmehê
  • Înî, 9 Cotmehê
  • Şemî, 10 Cotmehê
  • Led, 11 Cotmehê
  • Duşem, 12 Cotmehê
  • Sêşem, 13 Cotmehê
  • Çarşem, 14 Cotmehê
  • Pêşem, 15 Cotmehê
  • Înî, 16 Cotmehê
  • Şemî, 17 Cotmehê
  • Led, 18 Cotmehê
  • Duşem, 19 Cotmehê
  • Sêşem, 20 Cotmehê
  • Çarşem, 21 Cotmehê
  • Pêşem, 22 Cotmehê
  • Înî, 23 Cotmehê
  • Şemî, 24 Cotmehê
  • Led, 25 Cotmehê
  • Duşem, 26 Cotmehê
  • Sêşem, 27 Cotmehê
  • Çarşem, 28 Cotmehê
  • Pêşem, 29 Cotmehê
  • Înî, 30 Cotmehê
  • Şemî, 31 Cotmehê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2026
es26 rûp. 98-108

Cotmeh

Pêşem, 1 Cotmehê

Ezê Yehowa bigerim (Mîx. 7:7, DT).

Em timê ji teşkîleta Yehowa rêberiyê distînin, dêmek ji rûspiya, ji berpirsiyarê mihalê, ji fîlîalê û ji Koma Rêberiyê. Lê hergê em fem nekin ku çira filan rêberî mera hatiye dayînê, dibeke em çi bikin? Dibeke em bifikirin ku hergê em gura rêberiya teşkîletê bikin, wê bona me nebaş be. Usa jî dibeke dîna me here ser kêmasiyên wan bira, yên ku rêberiyê didine me. Gava em bi baweriyê dijîn, em dudilî nabin, ku her tişt destê Yehowada ye, û ku ew hal û dereca me zane. Lema jî em hazir in bi dil û can guh bidine wî (Îbranî 13:17). Em fem dikin ku hergê em guhdar bin, civatêda wê yektî hebe (Efesî 4:2, 3). Belê, birên ku rêberiyê me dikin qisûrdar in, lê em bawer in ku hergê em guh bidine wan, Yehowa wê me kerem ke (1 Samûyêl 15:22). Û ewê wededa her tiştî rast ke. w25.03 23-24 ¶13-14

Înî, 2 Cotmehê

Xwedayek heye ku sira vedike (Dan. 2:28, ÎM).

Tiştên ku Kitêba Pîrozda hatibûn pêxembertîkirinê, îro ber çevê me têne sêrî. Mesele, em divînin wekî “Padşê Bakur” û “Padşê Başûr” ça bona serwêrtiya dinê hevra dikevine lecê (Daniyêl 11:40). Em divînin wekî mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê ser temamiya dinyayê tê belakirinê û bi mîlyona meriv wê yekê qebûl dikin (Îşaya 60:22; Metta 24:14). Usa jî, em “wededa” têr û tije xwarina ruhanî distînin (Metta 24:45-47). Yehowa alî me dike, wekî em tiştên ku wê zûtirekê biqewimin, gav bi gav diha baş fem bikin (Metelok 4:18). Em dikarin bawer bin, ku gava tengasiya mezin destpêbe, emê her tiştî bizanibin, çi ku wê mera lazim be, wekî teyax kin, amin bimînin û yektiyê xwey kin. Lê em gerekê fem bikin, ku em derheqa axiriyê hine tişta nizanin. w24.05 8 ¶1-2

Şemî, 3 Cotmehê

Bi zimanê xwe buxdana nake (Zeb. 15:3).

Zebûrbêj xebera buxdan da xebatê, çi ku tê hesabê derewî, ya ku navê kesekî reş dike. Usa jî, Zebûr 15:3 tê gotinê, ku mêvanê Yehowa “xirabîyê tu kesî nake, cînarê xwe bêhurmet nake” (Zebûr 15:1). Gelo ev çi tê hesabê? Hergê em fesal nîbin, em dikarin bê hemdê xwe navê kesekî reş kin. Mesele, bide ber çev xwe ku 1) xûşkek xizmetiya pêşengtiyê dihêle, 2) jin-mêrek îda Beytelêda xizmet nakin, 3) birak îda rûspî yan jî alîkarçiyê civatê nîne. Dibeke em meniya van dereca nizanin. Gelo wê rast be, wekî hezar fikir bêne serê me, ku çira ev yek qewimî û destpêkin derheqa nihêrandina xwe kesên dinra jî bêjin? Hemikî na. Gerekê em bîr nekin, wekî mêvanê konê Yehowa “xirabîyê tu kesî nake”, û “cînarê xwe bêhurmet nake”. w24.06 11 ¶11-13

Led, 4 Cotmehê

Xudan her tim ber çevê min e, Ew li milê minî rastê ye, nefsa minê nelikume (Zeb. 16:8).

Seva ku em xofa ber Yehowa dilê xweda diha qewî kin, em gerekê rind bifikirin, ku kîjan safîkirinên me wê dilê Yehowa şa kin. Gava tu serhatiyên Kitêba Pîroz dixûnî, ji xwe bipirse: “Hergê ez vê derecêda bûma, minê çi safî kira?” Mesele, bide ber çevê xwe, gava deh serokên Îsraêlê serîk vî erdî xistin, kîjan ku Yehowa wanra soz dabû û elametiya xirab anîn, tu jî wêderê bûyî. Gelo teyê ji tirsa ber meriva baweriya xwe giliyên wan bianiya, yan hezkirina te hindava Yehowa û xwestina te ku dilê Wî şa kî, wê diha qewî bûya, ne ku tirsa te? Heçî zef ji Îsraêliya bawer nekirin, ku giliyên Yêşû û Kaleb rast in. Axiriyêda Yehowa îzin neda van Îsraêliya ku bikevine Erdê Sozdayî (Jimar 14:10, 22, 23). w24.07 10 ¶7

Duşem, 5 Cotmehê

Xudan dila dicêribîne (Metlk. 17:3).

Dîna xwe bidê ku Yehowa bi saya jina Hoseya pêxember, çi cimeta xwe hîn kir. Navê wê Gomer bû. Ewê mêrê xwe hîşt û pey mêrên din çû. Dîsa jî Yehowa Xwedê, yê ku dila divîne, usa gote Hoseya: “Here ji jinika ku yarê wê heye û zinêkariyê dike hez bike, çawa Xudan ji Îsraêliyên ku berê xwe dan îlahên [xudanên] din . . . hez dike” (Hoseya 3:1, ÎM; Metelok 16:2). Dîna xwe bidinê ku hingê jina Hoseya hê gunê giran dikir. Lê Yehowa Hoseyara got ku ew bibaxşîne wê û dîsa çawa jina xwe qebûl ke. Bi vê meselê Yehowa dixwest nîşanî cimeta xweye serhişk bike, ku ew çawa ser wan dinihêre. Rast e wana gunên gelek giran dikirin, yeke ewî ewana hez dikirin û her tişt dikir, wekî alî wan bike, ku ewana tobe kin û bêne guhastinê. Li gora vê meselê, gelo Yehowa, yê ku “dila dicêribîne”, wê alî wan meriva bike, yên ku berdewam dikin gunê giran bikin, wekî ewana tobe kin? w24.08 10 ¶7

Sêşem, 6 Cotmehê

Qanûn siya wan tiştên qenc e, kîjane ku tên (Îbrn. 10:1).

Cihûyên ku bûne Mesîhî, emirê xweda guhastinên mezin kirin û ev yek hêsa nîbû. Bajarê Orşelîmê him ciyê textê Padşatiya Xwedê ser erdê bû, him jî ciyê hebandina rast bû. Hemû Cihûyên amin li gora rêberiya serwêrên rêlîgî, guh didane Qanûna Mûsa, û gelek qeyde û qanûnên wan hebûn, mesele bona xwarin, sinetkirin û heleqetiya tevî miletên din. Lê paşî mirina Îsa Mesîh, Yehowa îda qurbanên Cihûya qebûl nedikir (Îbranî 10:1, 4, 10). Halê Cihûyên ku bûne Mesîhî qe hêsa nîbû. Hela hê merivên usa gihîştîra jî ça Petrûsê şandî, çetin bû hînî hine guhastina bin (Karên Şandiya 10:9-14; Galatî 2:11-14). Serda jî, ji bo baweriya wane teze, serwêrên rêlîgî pey wan diketin. w24.09 9 ¶4

Çarşem, 7 Cotmehê

Rêberên xwe bîr bînin, yên ku wera xebera Xwedê gotine (Îbrn. 13:7).

Gava Yehowa cabdariya dide xizmetkarên xwe, ew dixwaze ku ewana bi terbetî vê yekê bikin (1 Korintî 14:33). Mesele, xwestina Yehowa ev e, ku mizgînî ser temamiya dinyayê bê belakirinê (Metta 24:14). Yehowa ev şixul daye destê Îsa. Û Îsa dîna xwe didê, wekî ev şixul bi terbetî bê kirinê. Qirna yekêda, gelek bajarada civat dihatine sazkirinê û rûspî dihatine kifşkirinê, ku rêberiyê van civata bikin (Karên Şandiya 14:23). Orşelîmêda komeke rûspiya, yên ku şandî û mêrên emirda mezin bûn, tişt safî dikirin, û hemû civata gerekê xwe li van safîkirina bigirtana (Karên Şandiya 15:2; 16:4). Xûşk-bira guh didane vê rêberiyê, lema jî civat “baweriyêda dişidiyan û roj bi roj hesabê wan zêde dibû” (Karên Şandiya 16:5). w24.04 8 ¶1

Pêşem, 8 Cotmehê

Meryema Megdelanî hate bal şagirta û wanra got: “Min Xudan dît!” (Yûhn. 20:18).

Şebeqê 16 Nîsanê, çend kulfetên bawermend çûne ber tirba Îsa (Lûqa 24:1, 10). Gava Meryema Megdelanî gihîşte wêderê, ewê dît ku tirb vala ye. Hingê ew zû çû bal Petrûs û Yûhenna wekî derheqa vê yekê wanra gilî ke. Petrûs û Yûhenna berbi tirbê revîn, û Meryemê jî da pey wan. Gava Petrûs û Yûhenna dîtin ku tirb bi rastî jî vala ye, ewana vegeriyane mal, lê Meryem wêderê ma û digiriya. Ewê nizanibû ku Îsa lê dinihêre. Ewî dît ku Meryem çiqas dilteng e û xwest ber dilê wêda bê û lê qewî ke. Ji bo vê yekê, ew Meryemêra xuya bû û jêra got wekî ew here û birên wîra derheqa vê elametiya ferz bêje, dêmek ku ew ji mirinê hatiye rakirinê (Yûhenna 20:17, 18). w24.10 13 ¶7

Înî, 9 Cotmehê

Ezê . . . nîşan û keremetên xwe li nav welatê Misirêda zêde kim (Derk. 7:3).

Mûsa pêxember, hakim, fermandar û terîxzan bû. Ewî miletê Îsraêlê ji dîltiya Misirê derxistibû, û gelek keremetên Yehowa bi çevên xwe dîtibûn. Yehowa Mûsa da xebatê seva ku pênc kitêbên Kitêba Pîroz binivîse, Zebûra 90, û dibeke Zebûra 91 jî. Usa jî dibeke ewî kitêba Îbo nivîsî. Gava Mûsa 120 salî bû û îda ber mirinê bû, ewî miletê Îsraêlê top kir, wekî tiştên ku wana jîyîna xweda dîtibûn, bînin bîra xwe. Wana keremetên Yehowa dîtibû, û usa jî fermanên wîye miqabilî Misirê (Derketin 7:4). Ewana Bera Sorra derbaz bibûn, û kutakirina ordiya Firewin bi çevê xwe dîtibûn (Derketin 14:29-31). Beriyêda wana destê Yehowa ser xwe dîtibû (Qanûna Ducarî 8:3, 4). Niha ewana îda hazir bûn bikevine Erdê Sozdayî, û Mûsa xwest cara paşin dilê wan qewî ke. w24.11 8-9 ¶3-4

Şemî, 10 Cotmehê

Hergê kesek vî nanî bixwe, ewê heta-hetayê bijî. . . . Ev nan bedena min e, ya ku ezê bidim wekî dinya bijî (Yûhn. 6:51).

Tiştên ku Îsa wedê Şîva Xudan şandiyên xwera gotibûn, ji tiştên ku ewî merivên Celîlêra gotibûn, cude bûn. Gava Îsa sala 32 D.M.-da, li Celîlê bû, heçî zef merivên ku guh didane wî ji wî nan dixwestin. Lê Îsa dîna wan kişande ser tiştekî din, çi ku ji nan ferztir e. Ewî wanra got, ku ewana ça dikarin jîyîna heta-hetayê bistînin. Usa jî ewî got, wekî kesên ku dimirin dikarin roja xilaziyê ji mirinê bêne rakirinê û heta-hetayê bijîn. Wedê Şîva Xudan ewî tenê besa hine kesên bijartî kir, lê li Celîlê ewî besa keremeke usa kir, ya ku her kes dikare bistîne. w24.12 11 ¶10-11

Led, 11 Cotmehê

Mêrno, her gav jinên xwe hez bikin (Kols. 3:19).

Yehowa kesên ku zulmiyê dikin, nefret dike (Zebûr 11:5). Ew îlahî mêrên ku zordariyê jinên xwe dikin, înkar dike (Malaxî 2:16). Hergê mêr jina xwera nebaş be, dostiya wî tevî Xwedê wê xirab be. Û Yehowa wê hela hê guh nede duayên wî jî (1 Petrûs 3:7). Hine mêr bi hêrs û sert tevî jinên xwe xeber didin. Lê Yehowa xeberdana bi “hêrs, berzeqî, qare-qar û kifirî-zifirî” nefret dike (Efesî 4:31, 32). Hergê mêr tevî jina xwe hêrs xeber de, ewê zirarê bide him zewaca xwe him jî dostiya xwe tevî Yehowa (Aqûb 1:26). Vê yekê dikarin derheqa mêrê ku pornografiyayê dinihêre jî bêjin. Ew jî him zirarê dide dostiya xwe tevî Yehowa him jî qedirê jina xwe nagire. Yehowa dixwaze, ku mêr ne tenê pê kirên xwe, lê pê fikirên xwe jî jina xwera amin bimîne. Îsa got, wekî kesê ku pê çevê xirab jineke din dinihêre, ewî “îda dilê xweda tevî wê qavî kiriye” (Metta 5:28, 29). w25.01 9 ¶6-8

Duşem, 12 Cotmehê

Meriv . . . rast tê hesabê, . . . bi saya baweriya xwe hindava Îsa Mesîh (Galt. 2:16).

Gava kesek rast tê hesabkirinê, ev yek tê hesabê ku ew îda nayê sûcdarkirinê û gunên wîyî berê hatine bîrkirinê yan jî paqijkirinê. Gava Yehowa dibaxşîne meriva ev nayê hesabê, ku Ew normên xweye rast diteribîne. Yehowa me rast derdixe, ne ji bo ku em hêjayî vê yekê ne, yan jî Ew çevê xwe ser gunên me digire, lê çimkî em baweriya xwe kewandinê û qurbanê tînin (Romayî 3:24). Lê ev yek, bona me her kesî çi tê hesabê? Kesên ku hatine bijartinê, wekî tevî Îsa Mesîh ser ezmana serwêrtiyê bikin, îda bûne zarên Xwedê (Tîto 3:7; 1 Yûhenna 3:1). Gunên wan hatine baxşandinê û tê bêjî wana ne jî gune kiribû, û lema jî ewana dikarin bikevine Padşatiya Xwedê (Romayî 8:1, 2, 30). Gelek kesên din jî ça dostên Xwedê, rast têne hesabê û gunên wan têne baxşandinê (Aqûb 2:21-23). w25.02 5 ¶17-18

Sêşem, 13 Cotmehê

Tu ne ku mîna Xwedê difikirî, lê mîna meriva (Met. 16:23).

Carekê Petrûsê şandî li gora nihêrandina Yehowa hereket nekir. Îsa şandiyên xwera gotibû, ku ew gerekê here Orşelîmê û wê wî bidine destê serwêrên rêlîgî, ewê cefa bikişîne û paşê bê kuştinê (Metta 16:21). Petrûs fem nedikir, ku Yehowa wê ça îzin bide wekî Mesîhê sozdayî, yê ku gerekê xizmetkarên Xwedê xilaz kira, bê kuştinê (Metta 16:16). Lema jî Petrûs Îsa da alîkî û got: “Hindava xweda qenc be, Xudan! Ev hemû tişt wê neyê serê te” (Metta 16:22). Petrûs derheqa vê derecê mîna Yehowa nedifikirî, lema jî nihêrandina wî ji ya Îsa cude dibû. Îsa zanibû, seva ku xwestina Xwedê bîne sêrî, ew gerekê cefa bikişîne û bimire. Diqewime nêta Petrûs baş bû, lê yeke Îsa şîret da wî. Ji vê serhatiyê Petrûs hîn bû, ku ew gerekê çev bide nihêrandina Yehowa. Em jî gerekê usa bikin! w25.03 9 ¶5-6

Çarşem, 14 Cotmehê

Xudan nêzîkî dilşkestîya ye û merim-belengaza didebirîne (Zeb. 34:18).

Gelo tu xemgîn î ji bo vê yekê, ku kesekî dilê te êşandiye, yan nemamiya te kiriye? Firqî tune meriv hindava teda çawa nin, yeke tiştek wê tu car neyê guhastinê, Bavê teyî ezmana te gelekî hez dike. Gava em rastî nemamiyê tên, giliyên Dawid ji rêza rojê dikarin dilê me rihet kin. Kitêbekêda tê gotinê, wekî “merim-belengaz” ew meriv in, “yên ku hîviya tiştekî baş nînin”. Lê gelo Yehowa ser wan meriva, yên ku ji bo kirên kesên din dilşkestî ne, ça dinihêre? Mîna dê yan bavekî ku zara xwe hildide hemêza xwe, Yehowa jî bi vî cûreyî “nêzîkî” me ye. Gava em ji bo nemamiya kesekî xwe bêçare texmîn dikin, dilê wî ser me dişewite û ew hazir e bê hewara me. Çaxê em “dilşkestî” ne, ew dixwaze dilê me derman ke û êşa me sivik ke. Bi saya sozên ku ewî daye me, em hizreta wedekî xweş in, û ew yek alî me dike, ku ber tengasiyên îroyîn sebir kin (Îşaya 65:17). w24.12 23 ¶13-14

Pêşem, 15 Cotmehê

Hûnê ji Yehowa war bistînin çawa xelat (Kols. 3:24).

Îro rûspî dikarin bawer bin, ku Yehowa cefa û xîreta wan divîne û şixulên wan qîmet dike. Xêncî şixulê şivantiyê, hînkirin û belakirina mizgîniyê, hine rûspî ser proêktên avakirinê jî dixebitin, yan jî paşî teşqelên tebiyetê alî xûşk-bira dikin. Hinek ji wan li Koma Serlêdana Nexweşa, yan jî Komîtêyên Hevkariya Nexweşxanada alîkariyê didin. Rûspî rind zanin, wekî civat para Yehowa ye. Ewana cabdariyê xwe bi dil û can tînin sêrî û bawer in, ku Xwedê wê xîreta wan xelat ke (Kolosî 3:23, 24). Hergê em rûspî nînin jî, em gişk dikarin tiştekî bidine Yehowa. Gava em çi ji destê me tê dikin, wekî Xwedêra xizmet kin, ewê ji me razî be. Ew van qurbanên meye biçûk jî divîne, yên ku em bona şixulê hemdinyayê dikin. Dilê Xwedê şa dibe û ew ji me razî ye, gava em şaşiyên meriva dibaxşînine wan. Hergê tu nikarî haqas Yehowara xizmet kî çiqas ku dixwazî, dîsa jî bawer be, ku Ew vê yekê qîmet dike, çi ku tu ji dil dikî. Ew te hez dike, çimkî tu yekî xîret î û ewê te xelat ke (Lûqa 21:1-4). w24.06 23 ¶12-13

Înî, 16 Cotmehê

Bira dilê te berbi rîya wê nezivire û şiverîyên wêda nexalife (Metlk. 7:25).

Ev serhatî nîşan dike, ku çi dikare bê serê her xizmetkarekî Yehowa. Dibeke kesek gunekî giran bike û paşê bêje ku her tişt nişkêva qewimî. Lê hergê ew meriv kûr bifikire, ewê fem bike, ku îda pêşda ewî gavên nerast û bêaqil avîtibû, lema jî gunê giran kir. Mesele, dibeke ewî destpêkir rex hevalên nebaş keve, wedederbazkirinên nerastva mijûl be, here ciyên nelayîq, yan jî bikeve malperên nebaş. Him jî, dibeke ewî îda dua nedikir, Kitêba Pîroz nedixwend, nediçû civata û xizmetiyê. Mîna xortê ji kitêba Metelok, dibeke ewî jî ne ku nişkêva, lê hêdî-hêdî bi safîkirinên xweye nerast, berbi gunekirinê çû. Em ji vê yekê çi hîn dibin? Bes nîne ku em xwe ji gune dûr bigirin, lê em gerekê xwe ji gavên ku dibine berbi gune jî dûr bigirin. Lema jî paşî vê serhatiyê, Silêman besa jinika xirab kir (Metta 5:29, 30). w24.07 16 ¶10-11

Şemî, 17 Cotmehê

Ev xizne nava me derdanên herîda ne (2 Korn. 4:7).

Şixulê belakirina derheqa Padşatiya Xwedê bi rastî jî xizne ye, çimkî bi saya vê yekê, meriv dikarin riya jîyînê bivînin (2 Korintî 4:1). Derdanên herî xizmetkarên Xwedê ne, yên ku mizgîniyê bela dikin. Rojên Pawlosda, hine tiştên qîmet, mesele xwarin, şerav û pere derdanên herîda cîguhastî dikirin. Mîna vê yekê, Yehowa mizgîniya qîmet tesmîlî me kiriye. Ew qewatê dide me, wekî em bikaribin vê mizgîniyê bi aminî bela kin. Carna tirsa ber meriva ser me hukum dike. Gelo em ça dikarin evê tirsê ji dilê xwe derxin? Qirna yekêda, gava şandiyara hate gotinê, ku mizgîniyê bela nekin, ewana netirsiyan û şixulê belakirina mizgîniyê nedane sekinandinê, lê dewsê ji Yehowa alîkarî xwestin, wekî bi mêrxasî mizgîniyê bela kin. Yehowa derbêra caba duayê wan da (Karên Şandiya 4:18, 29, 31). Hergê em carna ji meriva bitirsin, em gerekê ji Yehowa alîkariyê bixwazin, ku bikaribin meriva hez bikin û bi mêrxasî mizgîniyê bela kin. w24.04 16 ¶8-9

Led, 18 Cotmehê

Bavê meyî ezmana, bira navê te pîroz be (Met. 6:9).

Em Yehowa hez dikin, lema jî em dixwazin navê wî pîroz kin. Mîrê-cina derheqa Yehowa tiştên derew gotiye, û em dixwazin wekî meriv haş vê yekê hebin (Destpêbûn 3:1-5; Îbo 2:4; Yûhenna 8:44). Xizmetiyêda em piştgiriya Yehowa dikin û kesên dilsaxra derheqa rastiya Wî gilî dikin. Em dixwazin, wekî her kes bizanibe, ku Xwedê hezkirin e, serwêrtiya wî rast û heq e, ku Padşatiya wî wê zûtirekê hemû kul-derda bide hildanê û usa jî şabûn û edilayê bîne ser erdê (Zebûr 37:10, 11, 29; 1 Yûhenna 4:8). Gava em xizmetiyêda derheqa van tişta xeber didin, em navê Yehowa bilind û pîroz dikin. Usa jî em firnaq dibin, ku em Şedên Yehowa ne, û xîret dikin, wekî layîqî vî navî bijîn. w24.05 18 ¶12

Duşem, 19 Cotmehê

Gava tu sifrekê datînî, gazî feqîra, seqeta, topala û kora bike. Hingê tuyê bextewar bî, çimkî tiştekî wan tune ku li te vegerînin. Û wedê rabûna kesên rast ji mirinê, wê li te bê vegerandinê (Lûqa 14:13, 14).

Birano, hûn didine kifşê wekî hûn “mêvanhiz” in, gava ne tenê bona dostên xwe, lê bona kesên din jî qenciyê dikin (1 Petrûs 4:9). Kanîkêda derheqa merivekî mêvanhez usa tê gotinê: “Gerekê derê mala wî û dilê wî kesên nenasra vekirî be”. Ji xwe bipirse: “Gelo xûşk û bira min ça kesekî mêvanhez nas dikin?” (Îbranî 13:2, 16). Kesên mêvanhez çi destê wanda heye, tevî mêvanên xwe parevedikin. Ewana kesên destteng û xûşk-birên xîret teglîfî mala xwe dikin, mesele berpirsiyarên mihalê û gotarvanên ku têne civata wan (Destpêbûn 18:2-8; Metelok 3:27; Karên Şandiya 16:15; Romayî 12:13). w24.11 21 ¶6

Sêşem, 20 Cotmehê

Qîzên ku hazir bûn, tevî wî ketine ciyê dewatê (Met. 25:10).

Meteloka derheqa qîzên serwaxt û bêfemda, Îsa besa 10 qîza kir, yên ku çûne pêşiya zevakî (Metta 25:1-4). Wana dixwest tevî zeva herine dewatê. Ji van qîza, pênc “serwaxt” bûn û pênc “bêfem” bûn. Qîzên serwaxt hazir bûn ku çiqas lazim be hîviya wî bin, hela hê heta nîvê şevê jî. Lema jî wana qendîlên xwe tevî xwe anîn, wekî şev bona wan ronayî hebe. Usa jî, wana diha zêde rûn tevî xwe anîn, wekî hergê zeva derengî keve, ewana teriyêda nemînin (Metta 25:6-10). Gava zeva hat, qîzên serwaxt tevî wî çûne dewatê. Mesîhiyên bi ruh kifşkirî jî, yên ku heta hatina Mesîh amin û hişyar bimînin, wê bikaribin tevî Zevê, dêmek Mesîh, bikevine Padşatiya wîye ezmanî (Eyantî 7:1-3). w24.09 21 ¶6

Çarşem, 21 Cotmehê

Min dîna xwe dayê, va elaleteke usa mezin, . . . ji her miletî (Eyan. 7:9).

Gava em didine ber çevê xwe, wekî mizgînî ça alî meriva dike, ev yek alî me dike xîreta xwe unda nekin. Her sal, bi mîlyona meriv têne ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh û destpêdikin Kitêba Pîroz hîn bin. Bi seda hezara meriv têne nixumandinê û mizgîniya xêrê tevî me bela dikin. Em nizanin ku dîsa çiqas meriv wê mizgîniyê qebûl kin, lê em zanin wekî Yehowa elaleteke mezin top dike, ya ku wê tengasiya mezinda sax bimîne (Eyantî 7:9, 14). Yehowa Xweyê nandirûnê ye, û ew bawer e ku dîsa gelek meriv dikarin mizgîniyê qebûl kin. Ev yek me hêlan dike, berdewam kin bi xîret mizgîniyê bela kin (Lûqa 10:2). Şagirtên Îsa mizgînî timê bi xîret bela dikirin. Gava xelqê didît wekî şandiyên Îsa çawa mizgîniyê bi mêrxasî bela dikin, “wana têderxist ku ewana tevî Îsa bûn” (Karên Şandiya 4:13). Mîna vê yekê, gava meriv divînin ku em çawa bi xîret mizgîniyê bela dikin, ewana dikarin îzbat bin, ku em jî çev didine xîreta Îsa. w25.03 18 ¶15; 19 ¶17-18

Pêşem, 22 Cotmehê

Xudano! Însan çî ye Tu dîna Xwe didêyî (Zeb. 144:3).

Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku Yehowa bona wan meriva jî xem dike, yên ku ber çevê kesên din bêqîmet in. Mesele, Yehowa Samûyêl pêxember şandibû mala merivekî bi navê Yêşa, wekî kurekî wî ça padşê Îsraêlê kifş ke. Samûyêl jêra got, ku gazî kurên xwe bike. Ji heyşt kurên xwe, Yêşa tenê gazî heft kurên xwe kir, lê ewî gazî yê herî biçûk, Dawid, nekir. Yê ku ji aliyê Yehowada hate bijartinê, Dawid bû, çimkî Yehowa dilê wî didît û zanibû, ku Dawid gelekî wî hez dike (1 Samûyêl 16:6, 7, 10-12). Bifikire ku Yehowa ça îda nîşan kiriye, wekî ew bona te xem dike. Gava tu hewce yî, ew hazir e şîreta bide te (Zebûr 32:8). Ev yek nîşan dike, wekî ew rind te nas dike (Zebûr 139:1). Hergê tu li gora şîretên Yehowa hereket bikî û bivînî ku ew çiqas kêrhatî ne, tuyê bawer bî ku Yehowa bi rastî bona te xem dike (1 Dîrok 28:9; Karên Şandiya 17:26, 27). Yehowa xîreta te û xeyset-hunurên teye baş divîne (Yêremya 17:10). w24.10 25-26 ¶7-9

Înî, 23 Cotmehê

Dilê wî ser wan şewitî, çimkî ewana mîna pezên bê şivan bûn (Mark. 6:34).

Hemikî tu Yehowa hez dikî û dixwazî alîkariyê bidî xûşk-bira. Dîsa jî dibeke xwestina te tune ye ku barê xwe giran kî û bibî berdestiyê civatê. Gelo tu çawa dikarî xwestina xwe zêde kî, ku bibî berdestiyê civatê? Hela bide ber çevê xwe, wekî tu ji xizmetiya xûşk-birara çiqas şabûnê distînî. Îsa usa gotiye: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35). Îsa xwexa jî li gora vê prînsîpê hereket dikir. Ewî ji xizmetiya kesên dinra şabûneke mezin distand. Dîna xwe bidine dereca ji Markos 6:31-34. Îsa Mesîh û şandiyên wî westiyayî bûn. Lema jî ewana çûn cîkî xewle, wekî rihet bin. Lê gelek meriv pêşiya wan gihîştine wî ciyî, çimkî wana xwest ku Îsa wan hîn ke. Îsa dikaribû xwestina meriva pişt guhê xweva bavîta, çimkî “wedê wan tune bû xwarinê jî bixwin”. Yan jî Îsa dikaribû merivara çend gilî bigota û ew bişandana. Lê çimkî ewî meriv hez dikirin, ewî “destpêkir . . . wana hîn ke” heta êvarê (Markos 6:35). w24.11 16 ¶9-10

Şemî, 24 Cotmehê

[Xelata] . . . karên we hene (2 Dîr. 15:7).

Dê-bavno, alî zarên xwe bikin, wekî ewana kesên dinra rastiyên Kitêba Pîroz gilî kin (Romayî 10:10). Xeberdana derheqa Kitêba Pîroz mîna lêxistina haceta mûzîkê ye. Ewê ku teze hîn dibe, sêrîda destpêdike miqameke hêsa hîn be. Wede şûnda ew îda dibe hoste. Mîna vê yekê, gava Mesîhîkî cahil kesekîra derheqa baweriya xwe gilî dike, ew dikare sêrîda tiştên hêsa bêje. Mesele, ew dikare ji hevaldersxanê xwe usa bipirse: “Te zanibû ku înjînêr gelek car dîzayna efrînên tebiyetê kopî dikin? Ez dixwazim vîdêoke hewas nîşanî te kim”. Paşî nîşankirina vîdêoya ji para bi navê Gelo Ew Yek Kesekî Efirandiye?, ew dikare usa bêje: “Hergê zandar tiştên ku tebiyetêda hene, kopî dikin û paya distînin, gelo yê ku xwexa ew efrînên tebiyetê çêkirine, hêjayî pesina nîne?” Bi saya şêwirên usa, dibeke hine cahil bixwazin derheqa Efirandar hê zêde pêbihesin. w24.12 19 ¶17-18

Led, 25 Cotmehê

Bi merivekî gune kete dinyayê û ji gune mirin hat (Rom. 5:12).

Seva ku me ji gune û mirinê xilaz ke, Yehowa Îsa şande ser erdê. Lê qurbanbûna merivekî bêqisûr, ça dikare bi mîlyona meriv xilaz ke? Pawlosê şandî usa got: “Çawa bi neguhdariya yekî [Adem] gelek bûne gunekar, usa jî bi guhdariya yekî [Îsa] gelek wê rast bêne hesabê” (Romayî 5:19; 1 Tîmotêyo 2:6). Dêmek ji bo vê yekê, ku merivekî bêqisûr guh neda Xwedê, em gişk bûne merivne gunekar û dimirin. Lema jî seva ku em ji gune û mirinê xilaz bin, lazim bû wekî merivekî bêqisûr guh bida Xwedê. Gelo Yehowa nikaribû îzin bida, wekî zarên Adem, yên amin û guhdar heta-hetayê bijîtana? Diqewime bona însanên qisûrdar, ev yek ça safîkirineke baş û bi logîkî bûya. Lê ev yek wê ne li gora heqiya Yehowaye kamil bûya. Yehowa Xwedêyê heq e, lema jî ewî nikaribû çevê xwe ser neguhdarîbûna Adem bigirta. w25.01 21 ¶3-4

Duşem, 26 Cotmehê

Em ne li gora tiştên ku em divînin, lê li gora baweriyê dijîn (2 Korn. 5:7).

Gava Pawlosê şandî fem kir ku mirina wî nêzîk e, ew dilteng nedibû, çimkî ewî emirekî xweş derbaz kiribû. Ewî got: “Min riya xwe qedand, bawerî xwey kir” (2 Tîmotêyo 4:6-8). Xizmetiya xweda Pawlos safîkirinên baş dikir û ew bawer bû, ku Yehowa ji wî razî ye. Em jî dixwazin safîkirinên baş bikin, wekî Yehowa me qebûl ke. Gelo em ça dikarin vê yekê bikin? Pawlos derheqa xwe û xûşk-birên amin usa got: “Em bi baweriyê dijîn, ne ku bi dîtina çeva”. Kesên ku li gora baweriyê dijîn, ser hîmê xwestina Yehowa safîkirina dikin. Kirên wan didine kifşê, ku ewana bawer in wekî Xwedê wê wana kerem ke. Usa jî ewana bawer in wekî şîretên Yehowa, yên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, bona kara wan in (Zebûr 119:66; Îbranî 11:6). w25.03 20 ¶1-2

Sêşem, 27 Cotmehê

Cûrê fikirandina xwe biguhêzin (Rom. 12:2).

Bi alîkariya ruhê pîroz, gelek merivên ku berê zulim, şerûd yan jî bêrem bûn, cûrê jîyîna xwe guhastine (Îşaya 65:25). Ewana ser xwe xebitîne û terka xeyset-hunurên xweye xirab dane (Efesî 4:22-24). Hemikî xizmetkarên Yehowa hê qisûrdar in û şaşiya dikin. Lê dîsa jî, Yehowa merivên cûre-cûre top kiriye, û nav wanda yektî û edilayî heye (Tîto 2:11). Belê, xêncî Yehowa tu kes nikare keremeteke usa bike! Giliyên wî timê rast derdikevin (Îşaya 55:10, 11). Îro cineta ruhanî îda heye. Yehowa ji xizmetkarên xwe malbeteke mexsûs saz kiriye. Vê dinya xirabda, em nava yektiyê û edilayêda nin, çimkî em para malbeta Yehowa ne (Zebûr 72:7). Em dixwazin, ku kesên din jî bibine para malbeta me, lema jî em alî meriva dikin, wekî ewana jî bibine şagirtên Îsa Mesîh (Metta 28:19, 20). w24.04 23 ¶13, 15

Çarşem, 28 Cotmehê

Em mîna Mesîh difikirin (1 Korn. 2:16).

Îsa bi temamiya hişê xwe Yehowa hez dikir. Ewî zanibû ku nêta Xwedê bona wî çi ye, û seva ku xwestina Xwedê bianiya sêrî, ew hazir bû biçerçiriya jî. Îsa dîna xwe bi temamî dida xwestina Bavê xwe û îzin nedida, wekî tiştek riya wî bigire. Gava Petrûs û şandiyên din cem Îsa bûn, mecala wan hebû ku xwexa ji Îsa hîn bin û nihêrandina wî pêbihesin. Çaxê Petrûs ji bîna ber Xwedê nema xweye pêşin nivîsî, ewî Mesîhiya hêlan kir wekî bi nêt-fikirê Îsa “sîlihkirî bin”, dêmek çekkirî bin (1 Petrûs 4:1). Vê rêzêda Petrûs giliyên eskerî da xebatê: “Sîlihkirî bin”. Lema jî hergê Mesîhî hîn bin mîna Îsa bifikirin, bal wana wê her tişt hebe, wekî miqabilî xwestinên xirab şer kin. Belê, hergê em çev bidine nihêrandin û fikirên Îsa, emê bibine xweyê çekê qewî. Bi vî cûreyî, emê bikaribin miqabilî xwestinên nerast û miqabilî dinya Mîrê-cina serkevin (2 Korintî 10:3-5; Efesî 6:12). w25.03 8-9 ¶1-3

Pêşem, 29 Cotmehê

Meremê dilê mêriv avên kûr in, lê merivên bîlan wan hildiçinin (Metlk. 20:5).

Wedê hevdunaskirinê hûn gerekê çi derheqa hev pêbihesin? Pêşiya ku hûn êmosiyalîda hevva bêne girêdanê, derheqa hine pirsên ferz xeber din, mesele derheqa nêtên hev. Gelo tu ça dikarî têderxî, ku hevalê te dilda yekî çawa ne? Mecaleke baş ev e, ku hûn hindava hevda helal û dilsax bin, pirsa bidine hev û rind guh bidine hev (Aqûb 1:19). Bona vê yekê hûn dikarin tevayî tiştekî bikin û wî çaxî hevra xeber din. Mesele, hûn dikarin tevayî xwarinê bixwin, derva bigerin û tevayî xizmet kin. Usa jî gava hûn tevî heval û malbeta xwe wede derbaz dikin, hûn dikarin hevdu diha baş nas kin. Dîna xwe bidê, ku ew cûre-cûre derecada û tevî meriva çawa ne. w24.05 27-28 ¶6-7

Înî, 30 Cotmehê

Çev bidine Xwedê, çawa zarên hezkirî (Efes. 5:1).

Zûtirekê emê rastî çetinayên diha mezin bên. Hingê wê lazim be, ku em diha zêde xwe bispêrin Yehowa. Kitêba Pîrozda derheqa serhatiyên xizmetkarên Xwedêye berê tê gotinê. Usa jî serhatiyên xûşk-birên îroyîn jî dikarin baweriya te diha qewî kin. Bivîne ku Xwedê bona xizmetkarên xwe ça bûye zinar. Derheqa van serhatiya kûr bifikire. Ev yek wê alî te bike, ku Yehowa bibe Zinarê te û bikaribî diha zêde alî xûşk-bira bikî. Mesele, Îsa şagirtê xwe Şimhûn, nav kir “Kîfas”, (çi ku tê welgerandinê “Petrûs”), ku tê hesabê Zinar yan jî Qeya (Yûhenna 1:42). Bi vê yekê Îsa da kifşê, ku Petrûs wê berdiliyê û qewatê bide civatê. Rûspiyên civatê beramberî “siya zinarê bilind, ÎM” dibin. Ev yek dide kifşê, ku ewana civatê diparêzin (Îşaya 32:2). Hemikî, ne ku tenê rûspî, lê usa jî her kes ji me dikare çev bide wan hunurên Yehowa. w24.06 28 ¶10-11

Şemî, 31 Cotmehê

Xudan . . . kumreş e (Qan. Dcr. 4:24).

Padşên Îsraêlê, yên ku ber çevê Yehowa amin bûn, bi cûrê rast wî dihebandin. Heçî zef padşa, kîjana ku Yehowa ça kesên neamin hesab dikirin Qanûna wî pişt guhê xweva avîtin û destpêkirin xudanên qelp bihebînin (1 Padşatî 21:25, 26; 2 Dîrok 12:1). Bona Yehowa çira hebandin usa ferz bû? Ya pêşin, cabdariya padşa ew bû, ku rêberiya cimetê bike, wekî her kes Yehowara xizmet ke. Xêncî vê yekê hebandina qelp, dibe sebebê neheqiyê û gunên giran (Hoseya 4:1, 2). Miletê Îsraêlê û padşên wan soz dabûn, ku wê tenê Yehowara xizmet kin. Lema jî, Kitêba Pîroz pûtparistiya wan beramberî zinêkariyê dike (Yêremya 3:8, 9). Kesê zewicî, yê ku zinêkariyê dike, himberî jin yan mêrê xwe gune dike. Mîna vê yekê, gava xizmetkarekî Yehowa jêra amin namîne, ew gelek dilê Wî dêşîne (Qanûna Ducarî 4:23). w24.07 22-23 ¶12-15

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin