KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es26 rûp. 88-97
  • Îlon

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îlon
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2026
  • Binserî
  • Sêşem, 1 Îlonê
  • Çarşem, 2 Îlonê
  • Pêşem, 3 Îlonê
  • Înî, 4 Îlonê
  • Şemî, 5 Îlonê
  • Led, 6 Îlonê
  • Duşem, 7 Îlonê
  • Sêşem, 8 Îlonê
  • Çarşem, 9 Îlonê
  • Pêşem, 10 Îlonê
  • Înî, 11 Îlonê
  • Şemî, 12 Îlonê
  • Led, 13 Îlonê
  • Duşem, 14 Îlonê
  • Sêşem, 15 Îlonê
  • Çarşem, 16 Îlonê
  • Pêşem, 17 Îlonê
  • Înî, 18 Îlonê
  • Şemî, 19 Îlonê
  • Led, 20 Îlonê
  • Duşem, 21 Îlonê
  • Sêşem, 22 Îlonê
  • Çarşem, 23 Îlonê
  • Pêşem, 24 Îlonê
  • Înî, 25 Îlonê
  • Şemî, 26 Îlonê
  • Led, 27 Îlonê
  • Duşem, 28 Îlonê
  • Sêşem, 29 Îlonê
  • Çarşem, 30 Îlonê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2026
es26 rûp. 88-97

Îlon

Sêşem, 1 Îlonê

Berdewam kin têderxin hela hûn nava baweriyêda nin (2 Korn. 13:5).

Gelek ferz e, wekî em ne tenê bibine merivne gihîştî, lê usa jî ruhaniya xwe xwey kin. Em gerekê fesal bin, wekî nefikirin ku em îda merivne ruhanîda gihîştî ne, û îda nelazim e heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin (1 Korintî 10:12). Em gerekê berdewam kin “dilê xwe bicêribînin” û têderxin, hela em ruhanîda pêşda diçin, yan na. Bi saya nema xweye Kolosyara, Pawlosê şandî dîsa got, ku gelek ferz e, wekî em merivne ruhanîda gihîştî bimînin. Ewana çiqas jî ruhanîda gihîştî bûn, dîsa jî Pawlos wanra got, ku ewana nekevin ber bayê fikirên dinyayê (Kolosî 2:6-10). Usa jî Êparas, yê ku ça tê kifşê xûşk-birên wêderê rind nas dikir, timê dua dikir wekî ewana “gihîştî miqerm sekinî bin” (Kolosî 4:12). Him Pawlos him jî Êparas fem dikirin, seva ku kesek gihîştî bimîne, ew gerekê xîret be û ji Xwedê alîkariyê bistîne. Wana dixwest, wekî xûşk-birên Kolosî nava çetinayada jî ruhanîda gihîştî bimînin. w24.04 6-7 ¶16-17

Çarşem, 2 Îlonê

Xudan tevî me ye, ji wan netirsin (Jimar 14:9).

Ev yek ku em gerekê Yehowa bitirsin, tê hesabê ku em gerekê usa wî hez bikin, wekî nexwazin dilê wî bêşînin. Em dixwazin rind bizanibin, ku çi rast e û çi nerast e, çi heqî ye û çi derew e, wekî bikaribin bi rabûn-rûniştina xwe dilê Yehowa şa kin (Metelok 2:3-6; Îbranî 5:14). Hergê em ji Xwedê zêdetir meriva bitirsin, em hêsa dikarin baweriya xwe tiştekî usa bînin, çi ku miqabilî rastiya Xwedê ye. Were em dîna xwe bidine serhatiya 12 seroka, yên ku ça cesûs şandibûne Erdê Sozdayî. Deh cesûs diha zêde ji Kenaniya ditirsiyan, ne ku Xwedê. Lema jî wana Îsraêliyara got: “Em nikarin hevraz herin miqabilî wan, çimkî ew ji me qewattir in” (Jimar 13:27-31). Bi nihêrandina meriva Kenanî qewî bûn, lê ev yek nedihate hesabê ku miletê Îsraêlê wê nikaribûya dijminên xwe alt kira. w24.07 9 ¶5-6

Pêşem, 3 Îlonê

Ev yek nabe ku hakimê temamîya dinyayê dîwana rast neke? (Destp. 18:25)

Gelo em dikarin sed selefî bawer bin, ku gava Yehowa dîwana meriva dike, ew timê safîkirina rast dike? Belê! Birahîm fem kir, ku Yehowa hakimê temamiya dinyayê ye û bîlanî û rema wî mezin e. Yehowa cabdarî daye destê Kurê xwe, wekî dîwana meriva bike (Yûhenna 5:22). Him Bav him Kur zanin, wekî dilê merivada çi heye (Metta 9:4). Lema jî ewana wê hertim ya rast bikin! Were em baweriya xwe Yehowa û safîkirinên wî bînin. Ev şixulê me nîne, ku dîwana meriva bikin (Îşaya 55:8, 9). Lema jî were em vê yekê bidine destê Yehowa û Kurê wî. Em zanin, wekî Îsa wê bi cûrê bêqisûr li gora heqî û rema Bavê xwe hereket bike (Îşaya 11:3, 4). w24.05 7 ¶18-19

Înî, 4 Îlonê

Merivê qelp, li ber çevê Xudan zivêr e, lê belê Ew hevalê sitqê dilê rast e (Metlk. 3:32).

Ji serhatîke Kitêba Pîroz tê kifşê, ku helalî hunurekî gelek ferz e. Gava Fîlîpo hevalê xwe Natanyêl cara pêşin tevî xwe anî bal Îsa, tiştekî hewas qewimî. Îsa got: “Va ye îsraêlîkî heqî-helal ku dilê wîda mixenetî tune” (Yûhenna 1:47). Bona Îsa Natanyêl bi cûre mexsûs helal bû. Rast e Natanyêl jî mîna me merivekî qisûrdar bû, lê dilê wîda mixenetî û durûtî qe tune bû. Lema jî Îsa jêra heyr-hujmekar bû. Heçî zef tiştên ku Zebûra 15-da têne gotinê, derheqa vê yekê ne, ku em gerekê hindava merivada çawa bin, wekî Yehowa ji me razî be. Mesele, Zebûr 15:3 dibêje, ku mêvanên Yehowa “bi zimanê xwe buxdana nake û xirabîyê tu kesî nake, cînarê xwe bêhurmet nake”. Hergê em zimanê xwe nerast bidine xebatê em dikarin zirarê bidine kesên din (Aqûb 1:26). w24.06 10 ¶7, 9; 11 ¶10

Şemî, 5 Îlonê

Xudan, hela hê cin jî gura me dikin çaxê em navê te hildidin (Lûqa 10:17).

Hergê tu xwe bona xizmetiyê hazir kî, tuyê îda netirsî ku tevî meriva xeber dî. Pêşiya ku Îsa şagirtên xwe şande xizmetiyê, ewî alî wan kir, ku ewana xwe bona vê yekê hazir kin (Lûqa 10:1-11). Wana li gora rêberiya wî hereket dikir û xwe bona xizmetiyê hazir dikirin, ewana pêşdaçûyî bûn û ji vê yekê şabûn distandin. Gelo em ça dikarin xwe bona xizmetiyê hazir kin? Mesele, em dikarin pêşda bifikirin, ku ça mizgîniyê bi giliyên hêsa û tebiyetî bela kin. Usa jî em dikarin pêşda bifikirin, ku meriv wê çi bêjin, û çend caba bona vê yekê hazir kin. Paşê, çaxê em rastî meriva bên, em dikarin çawa heval, rihet û bi beşera xweş tevî wan xeber din. w24.04 16 ¶6-7

Led, 6 Îlonê

Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî te her tişt efirandin (Eyan. 4:11).

Em mizgîniyê bela dikin, çimkî em Yehowa Xwedê û navê wîyî pîroz gelek hez dikin, û ev yek meniya lape ferz e. Bi saya xizmetiyê, em dikarin pesinê Xwedê bidin. Yehowa bi rastî jî hêjayî hurmet, rûmetê û qewatê ye. Bi vê yekê ku em merivara îzbat dikin, wekî kaniya jîyînê Yehowa ye, em pesinê wî didin. Gava em çi ji destê me tê dikin, wekî wede, ênêrjiya û çi ku cem me heye, bona xizmetiyê xerc kin, bi vê yekê em qewata xwe didine Yehowa (Metta 6:33; Lûqa 13:24; Kolosî 3:23). Em Xwedê hez dikin, lema jî em derheqa wî gilî dikin. Usa jî, em dixwazin kesên dinra derheqa nav û xeyset-hunurên wî gilî kin. w24.05 17 ¶11

Duşem, 7 Îlonê

Xwedê heye û wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin (Îbrn. 11:6).

Yehowa îda niha edilayê û şabûnê dide me, û axiriyêda jî wê emirê heta-hetayê bide me. Em dikarin bawer bin, wekî Yehowa him dixwaze û him jî dikare me xelat ke. Bawerî alî me dike, ku em mîna xizmetkarên Xwedêye berê, bi dil û can jêra xizmet kin. Mesele, Tîmotêyo, yê ku qirna yekêda dijît, yekî usa bû (Îbranî 6:10-12). Tîmotêyo bawer dikir, ku Xwedê wê lê xelat ke (1 Tîmotêyo 4:10). Lema jî, ewî him bona Yehowa, him jî bona kesên din bi xîret kar dikir. Gelo çi cûreyî? Pawlosê şandî jêra got, wekî ew hînkirinêda pêşda here. Usa jî ewî jêra got, ku ew bona xûşk û birên cahil û emirda mezin bibe meseleke baş. Xêncî vê yekê, hine cabdariyên çetin jî jêra hatine dayînê. Mesele, lazim bû ku ew bi nermî û hezkirinê şîreta bide wan kesa, yên ku hewcê vê yekê bûn (1 Tîmotêyo 4:11-16; 2 Tîmotêyo 4:1-5). Tîmotêyo bawer bû, ku Yehowa wê lê xelat ke (Romayî 2:6, 7). w24.06 22-23 ¶10-11

Sêşem, 8 Îlonê

Xudan bi . . . [saya] hemû zanyar û pêxemberên xwe, Îsraêl û Cihûdayê hişyar kir (2 Padş. 17:13, ÎM).

Yehowa gelek car bi saya pêxembera şîret dida cimeta xwe, û digot ku hergê ewana xwe rast nekin çi wê bê serê wan. Mesele, Yehowa bi saya Yêremya pêxember usa got: “Ya Îsraêla çivanok [raber] vegere! . . . Ezê bi hêrs li we nenihêrim, çimkî ez dilovan im . . . Ez nikarim hêrsa xwe her û her bidomînim [bînim]. Tenê sûcê xwe qebûl bike. Te li dijî Xwedayê xwe Xudan serî hilda” (Yêremya 3:12, 13, ÎM). Bi saya Yowêl pêxember, Yehowa wanra usa got: “Bi hemû dilê xwe, . . . li min vegerin” (Yowêl 2:12, 13, ÎM). Bi devê Îşaya pêxember, ewî usa got: “Paqij bibin, ji ber çevê min xirabîkirinê rakin, dawî li xirabiyê bînin” (Îşaya 1:16-19, ÎM). Û Hezeqêl jî ev giliyên Yehowa elamî wan kir: “Gelo ez ji mirina zilamê xirab zewqê digirim [şabûnê distînim]; ma ne zêdetir ew ji rêyên xwe vegere û bijî? . . . Ez ji mirina zilamê ku wê bimire kêfê nastînim . . . Vegerin û bijîn” (Hezeqêl 18:23, 32). Gava merivên gunekar tobe dikin, Yehowa şa dibe, çimkî ew dixwaze wekî ewana heta-hetayê bijîn! w24.08 9 ¶5-6

Çarşem, 9 Îlonê

Temamiya Nivîsarên Pîroz ji bîna ber Xwedê hatine nivîsarê û kêrhatî ne (2 Tîmt. 3:16).

Her kes ji cimeta Xwedê xwarina ruhanî, rêberiyê û alîkariyê distîne, kîjanîda ku hewce ye. Bi vê yekê jî tê kifşê, wekî Yehowa firqiyê nake orta meriva, û ew Kitêba Pîroz digihîne hemû merivên ser temamiya dinyayê. Kitêba Pîroz ser zimanê Îbranî, Aramî û Yûnanî hatibû nivîsarê. Gelo ew merivên, ku dikarin ser van zimanên kevin bixûnin, diha nêzîkî Yehowa ne? Hemikî na (Metta 11:25). Seva ku Yehowa ji me razî be, nelazim e ku em zimanên esilî yên Kitêba Pîroz bizanibin, yan jî hînbûna bilind bistînin. Yehowa bîlaniya xwe her kesîra pêşkêş dike, ne ku tenê kesên xwendîra. Kitêba Pîroz ser hezara zimana hatiye welgerandinê, lema jî meriv her dera dikarin vê kitêbê bixûnin û hîn bin ku çawa bibin dostên Yehowa (2 Tîmotêyo 3:16, 17). w24.06 6-7 ¶13-15

Pêşem, 10 Îlonê

Wêrankirina [Orşelîmê] nêzîk bûye (Lûqa 21:20).

Wêrankirina Orşelîmê, ya ku Îsa pêxembertî kiribû, nêzîk dibû. Mesîhî gerekê wedê ku mabû bidana xebatê, wekî cem xwe bawerî û mêrxasî pêşda bianiyana (Îbranî 10:25; 12:1, 2). Lê em hîviya tengasîke usa mezin in, ya ku wê diha giran be, ne ku tengasiya rastî kîjanî Mesîhiyên Îbranî hatin (Metta 24:21; Eyantî 16:14, 16). Dîna xwe bidine şîretên ku Yehowa dabûne wan, çimkî ev şîret bona me jî kêrhatî ne. Pawlosê şandî xûşk-birên Îbranîra got, ku ewana Xebera Xwedê rind lêkolîn kin û ser wê kûr bifikirin (Îbranî 5:14–6:1). Pawlos Nivîsarên Îbranîye Pîroz da xebatê û nîşanî xûşk-bira kir, wekî cûrê hebandina Mesîhiya ji cûrê hebandina Cihûya baştir e. Pawlos zanibû ku hergê zanebûna wan zêde be û ewana rastiyê diha baş fem kin, ev yek wê alî wan bike hînkirinên nerast têderxin û înkar kin. w24.09 8-9 ¶2-3; 10 ¶6

Înî, 11 Îlonê

Rastî jî Xudan ji mirinê hatiye rakirinê (Lûqa 24:34).

Şagirtên Îsa hewcê hêlanê bûn. Gelo çira? Hinek ji wan mal, xebat û merivên xwe hîştin, wekî hertim pey Îsa herin (Metta 19:27). Yên din jî ji aliyê merivada rastî neheqiyê dihatin, çimkî bûne şagirtên Îsa (Yûhenna 9:22). Wana bawer dikir, ku Îsa bi rastî jî Mesîhê sozdayî ye, lema jî ewana hazir bûn bona xatirê wî qurbana bikin (Metta 16:16). Lê gava Îsa hate dardakirinê, gumana wan betavebû û ewana dilşkestî bûn. Bê şik, Îsa didît ku şagirtên wî ji bo mirina wî gelek dilteng in, lê ewî fem dikir ku ev yek normal e, û ew nedifikirî ku baweriya wan sist e. Lema jî hema vê rojê gava Îsa ji mirinê hate rakirinê, ewî destpêkir ber dilê hevalên xweda bê. Mesele, gava Meryema Megdelanî ber tirba wî digiriya, ew jêra xuya bû (Yûhenna 20:11, 16). Usa jî, ew li Emwasê du şagirtara xuya bû. Xêncî vê yekê, ew Petrûsê şandîra jî xuya bû. Gelo em dikarin ji mesela Îsa çi hîn bin? Dîna xwe bidinê, ku gava ew cara pêşin xuya bû, çi qewimî. w24.10 13 ¶5-6

Şemî, 12 Îlonê

Her gav hazir bin, caba wan hemûya bidin, yên ku bona wê gumana nava weda dipirsin (1 Pet. 3:15).

Dê-bavno, alî zarên xwe bikin, wekî ewana baweriya xwe hindava Efirandar biparêzin. Tevî zarên xwe edebyetên meda gotarên derheqa têoriya êvolûsiyayê bigerin. Mesele, ser jw.org rêza gotara bi navê “Pirsên Cahila—Efirandin yan Êvolûsiya” (Para 1, 2, 3, 4), tevî wan şêwir kin. Paşê têderxin hela kîjan fikir bi texmîna zarên we diha kêrhatî ne, wekî ewana rastiya derheqa Efirandar merivara îzbat kin. Zarên xwera bêjin, ku hergê kesek bixwaze derheqa vê têmayê tevî wan xeber de, bira ewana fikirên xwe pê giliyên hêsa û bi logîkî şirovekin. Mesele, dibeke hevaldersxanekî wan usa bêje: “Ez tenê tiştên ku pê çevê xwe divînim, bawer dikim, lê heta niha min Xwedê nedîtiye”. Zara we dikare usa caba wî bide: “Bide ber çevê xwe, wekî tu nav mêşeda digerî û nişkêva bîrek divînî, ya ku ji kevir çêkirî ye. Hingê tuyê çi bifikirî? Ev yek ku wêderê bîr heye, eşkere nîşan dike, wekî merivekî serwaxt ew bîr çêkiriye, usa nîne? Lê gelo ev yek ku erd û ezman hene, nîşan nake wekî kesekî serwaxt ew çêkirine?” w24.12 18 ¶16

Led, 13 Îlonê

Zanyarî kalepîrada ye, femkarî jî dirêjaya . . . [emirda] ye (Îb. 12:12).

Em gişk hewcê rêberiyê ne, wekî safîkirinên ferz bikin. Em dikarin vê rêberiyê ji rûspiya û ji xûşk-birên cêribandî bistînin. Hergê ewana gelekî ji me mezintir in jî, yeke em gerekê nefikirin wekî şîretên wan kêrhatî nînin seva rojên me. Yehowa dixwaze ku em ji wana hîn bin û ji femkariya, bîlaniya û cêribandina wan, karê bistînin. Wedê berê Yehowa bi saya yên emirda mezin rêberiya xizmetkarên xwe dikir û dilê wan qewî dikir. Mesele, Mûsa pêxember, Dawid Padşa û Yûhennayê şandî bide ber çevê xwe. Ewana cûre-cûre zemanada dijîtin û derecên wan jî ji hev cude dibûn. Gava mirina wan nêzîk dibû, wana şîretên bîlan didane yên cahil. Her kesî ji wan digot, ku çiqas ferz e wekî em guh bidine Xwedê. Emirê me çiqas be jî, werên em rind dîna xwe bidine şîretên wan (Romayî 15:4; 2 Tîmotêyo 3:16). w24.11 8 ¶1-2

Duşem, 14 Îlonê

Hergê hûn ji bedena Kurê însên nexwin û xûna wî venexwin, hûnê jîyînê nestînin (Yûhn. 6:53).

Rojên Nuhda, Xwedê vexwarina xûnê qedexe kiribû (Destpêbûn 9:3, 4). Yehowa ew qedexa derheqa xûnê vê Qanûnêda jî wekiland, ya ku ewî dabû miletê Îsraêlê, û cezaya teribandina vê qanûnê, mirin bû (Qanûna Kahîntiyê 7:27). Îsa jî merivara digot, wekî ewana xwe li Qanûnê bigirin (Metta 5:17-19). Lema jî gotina Îsa nedihate hesabê, ku ewana gerekê raste-rast bedena wî bixwin yan xûna wî vexwin. Îsa ev gilî bi sîmbolîk digotin, ne ku raste-rast. Ew yek usa jî tê kifşê ji xeberdana Îsaye tevî jinikeke Samerî. Ewî jêra got, ava ku ewê bide, jîyîna heta-hetayê dide (Yûhenna 4:7, 14). Îsa hemikî nedixwest bigota ku bona qazanckirina jîyîna heta-hetayê, tenê lazim e ku kulfeta Samerî avekê vexwe. Çawa ku ev giliyên Îsa bi sîmbolîk bûn, giliyên wîye Kepernahûmêda jî bi sîmbolîk bûn. Ewî merivara nedigot ku bona jîyîna heta-hetayê, ewana gerekê raste-rast bedena wî bixwin û xûna wî vexwin. w24.12 9 ¶4-6

Sêşem, 15 Îlonê

Hûn bedenên xwe ça qurbaneke sax, pîroz û li Xwedê xweş, pêşkêşî wî bikin (Rom. 12:1).

Mêrên ku Yehowara xizmet dikin, gerekê fesal bin, wekî nekevine ber bayê nihêrandina xirab hindava jina, ya ku vê dinyayêda belabûyî ye. Gelo çira? Çimkî nihêrandina kesekî dikare ser kirên kesekî din hukum ke. Lema jî Pawlosê şandî wan xûşk-birara, yên ku Romêda dijîtin, gotibû, wekî “nekevine kirasê bendê vê dinyayê” (Romayî 12:1, 2). Gava Pawlos Mesîhiyên Romêra dinivîsî, ewana îda gelek sal nava rastiyêda bûn, lê giliyên Pawlos didine kifşê, wekî hine xûşk-bira hê bin hukumê edet û fikirên dinyayêda bûn. Lema jî ewî temî da wan, wekî nihêrandin û kirên xwe biguhêrin. Hemikî ev şîret bona wan mêrên Mesîhî jî hatiye dayînê, yên ku rojên meda dijîn. Sed heyf, ku hinek ji wan dikevine ber bayê vê dinyayê û zordariyê jinên xwe dikin. w25.01 9 ¶4

Çarşem, 16 Îlonê

Şivantiyê wî keriyê pezê Xwedêyî li ber xwe bikin (1 Pet. 5:2).

Îro jî gelek şixulên rûspiya hene. Mesele, ewana mizgînvan in (2 Tîmotêyo 4:5). Ewana mizgîniyê bi dil û can bela dikin, şixulê belakirina mizgîniyê organîze dikin û me hîn dikin ku em jî bibine mizgînvan û dersdarên baş. Usa jî ewana çawa hakim in û vê cabdariya xwe bi dilovanî tînin sêrî û firqiyê nakine orta meriva. Gava Mesîhîk gunê giran dike, rûspî her tiştî dikin ku alî wî bikin, wekî ew dîsa bibe dostê Yehowa. Usa jî ewana çi ji destê wan tê dikin, wekî civat her aliyava paqij bimîne (1 Korintî 5:12, 13; Galatî 6:1). Lê berî pêşin rûspî şivan in (1 Petrûs 5:1-3). Ewana gotarên ser hîmê Kitêba Pîroz dixûnin, xîret dikin ku xûşk-bira rind nas kin û serlêdanên şivantiyê dikin. Hine rûspî jî kar dikin ser avakirin û xweykirina Odên civata, bona organîzekirina civatên mezin cabdar in, yan jî Komîtêyên Hevkariya Nexweşxana û Koma Teselîkirina Nexweşada kar dikin. Belê, rûspî gelekî bona me kar dikin! w24.10 20 ¶9

Pêşem, 17 Îlonê

Çawa ku hemû ji bo Adem dimirin, hemû wê bi saya Mesîh bêne saxkirinê (1 Korn. 15:22).

Li gora Kitêba Pîroz hergê qurban hatiye dayînê, ev tê hesabê em hatine azakirinê, dêmek heq derxistinê. Petrûsê şandî usa got: “Çimkî hûn zanin wekî hûn ji raw-rizimên kal-bavaye bêkêr, pê wan tiştên ku unda dibin, awa gotî zêra yan zîva nehatine kirînê [raste-rast, “azakirinê”], lê pê xûna Mesîhe qîmet-giran, ku ew çawa berxeke bêqusûr û bêleke bû” (1 Petrûs 1:18, 19). Bi saya qurbanê, em dikarin ji gune û mirinê xilaz bin (Romayî 5:21). Gelo nelazim e, wekî em bona azakirina bi saya xûna Îsaye qîmet, ji dil şêkirdar bin? w25.02 5 ¶15-16

Înî, 18 Îlonê

Merivê her gav xwedêxof, xwezilî ye (Metlk. 28:14).

Gelo em çawa dikarin xwe biparêzin? Were em dîna xwe bidine mesela xortekî ji Metelok serê 7 û pêbihesin, ku em çi dikarin ji vê yekê hîn bin. Ewî xortî tevî jineke xirab bênamûsî kir. Rêza 22 dibêje, ku ewî “zû da pey wê çû”. Lê çawa em ji kontêkstê divînin, ew xort îda pêşda safîkirinên nerast dikir, çi ku hêdî-hêdî wî berbi gunekirinê dibir. Gelo çi hêdî-hêdî wî xortî bire berbi gune? Pêşiyê, êvarê ew “kûçêda nêzîkî enîşkê xwe li rîya mala wê [kulfeta bênamûs] girt” û berbi mala wê çû (Metelok 7:8, 9). Paşê, gava ewî ev jinik dît, ew ji wêderê neçû. Ewî îzin da wekî jinik wî paç ke, û gava ewê besa qurbanên xwe kirin, diqewime seva ku îzbat ke, wekî ew kulfeteke xirab nîne, ewî guh da wê (Metelok 7:13, 14, 21). Hergê evî xortî xwe dûr bigirta ji gavên ku berbi gune dibirin, ewê fesal bûya û gune nekira. w24.07 16 ¶8-9; 19 ¶19

Şemî, 19 Îlonê

Gerekê hûn bi dil û can bibaxşînine wî û ber dilê wîda bên (2 Korn. 2:7).

Yehowa îzinê nade, wekî kesên ku gunên giran dikin, nav xizmetkarên wîda bimînin. Nihêrandina Yehowa ew nîne, wekî ji bo remtiya xwe bihêle ku gunekarên tobe nakin, nava xizmetkarên wîyî aminda bimînin. Belê, Yehowa dilrem e, lê ew çevê xwe ser gunên giran danade û prînsîpên xwe naguhêze (Cihûda 4). Hergê Yehowa îzin bida, wekî kesên ku tobe nakin civatêda bimînin, hemû xûşk-bira wê zirar bistandana (Metelok 13:20; 1 Korintî 15:33). Dîsa jî em fem dikin ku Yehowa naxwaze wekî kesek unda be. Ew dixwaze ku çiqas dikare gelek meriva xilaz ke. Hergê kesek nihêrandina xwe biguhêze û xîret ke ku tezeda nêzîkî wî be, ew hazir e hindava wîda rema xwe bide kifşê (Hezeqêl 33:11; 2 Petrûs 3:9). Lema jî gava merivê Korintêda tobe kir û terka gunekirinê da, Yehowa Pawlosê şandî da xebatê, wekî civatêra şiroveke ku gerekê ev meriv bê baxşandinê û civatêda bê qebûlkirinê. w24.08 17 ¶7; 18-19 ¶14-15

Led, 20 Îlonê

Her tiştê ku we bona yek ji birên minî herî biçûk kiriye, we bona min kiriye (Met. 25:40).

Meteloka derheqa mî û bizinada, Îsa got ku ewê ser hîmê kirên meriva dîwana wan bike, dêmek ser hîmê wê yekê ku ewana wê çi cûreyî kesên bi ruh kifşkirî qebûl kin (Metta 25:31-46). Îsa wê wedê “tengasiya mezin” dîwana wan bike, dêmek pêşiya Harmegedonê (Metta 24:21). Çawa ku şivan miya ji bizina vediqetîne, Îsa jî wê kesên ku bi aminî piştgiriya peyçûyên wîyî bi ruh kifşkirî dikin, ji kesên neamin veqetîne. Kitêba Pîrozda hatiye pêxembertîkirinê ku Îsa Mesîh, yê ku ji aliyê Yehowada ça hakim hatiye kifşkirinê, wê dîwana heq bike (Îşaya 11:3, 4). Ew rind dîna xwe dide nihêrandin, gilî û kirên meriva û divîne ku ewana hindava birên wîye bi ruh kifşkirî û şixulên wanda çi cûreyî ne (Metta 12:36, 37). Îsa wê bizanibe ku kê piştgiriya birên wîyî bi ruh kifşkirî û şixulên wan kiriye. Mesele, kesên ku têne hesabê mî, şixulê belakirina mizgîniyêda alîkarî didane birên wîyî bi ruh kifşkirî. w24.09 20-21 ¶3-4

Duşem, 21 Îlonê

Her tiştî bicêribînin (1 Têsln. 5:21).

Çaxê em tiştekîda dudilî dibin, em gerekê lêkolîn kin hela ev yek ser hîmê Kitêba Pîroz e yan na. Mesele, bifikire derheqa cahilê ku bawer nîbû, wekî Yehowa bona wî xem dike. Seva ku îzbat be hela ev yek rast e yan na, ew gerekê nihêrandina Yehowa derheqa vê yekê pêbihese. Gava em Kitêba Pîroz dixûnin, em ça bêjî dengê Yehowa dibihên. Lê seva ku em têderxin wekî nihêrandina Yehowa derheqa pirseke meye şexsî çi ye, xîret lazim e. Em gerekê rêzên usa bigerin, yên ku dereca meva girêdayî ne. Bona lêkolînê em dikarin wan haceta bidine xebatê, yên ku teşkîleta Yehowa dide me (Metelok 2:3-6). Pêşiya ku em lêkolînê bikin, wê baş be em dua kin, wekî Yehowa alî me bike, ku em caba pirsa xwe bivînin. Paşê em dikarin prînsîpên Kitêba Pîroz û înformasiya kêrhatî bigerin. w24.10 25 ¶4-5

Sêşem, 22 Îlonê

[Hezkirin] kara xwe nagere (1 Korn. 13:5).

Yehowa wê cefê wan meriva kerem neke, yên ku qure û xwehez in (1 Korintî 10:24, 33; 13:4). Carna dostên Îsayî nêzîk jî dixwestin hine cabdariya bistînin, lê nêta dilê wan nerast bû. Were em serhatiya du şandiyên Îsa Mesîh, Aqûb û Yûhenna, bînin bîra xwe. Wana xwest wekî Îsa, Padşatiya Xwedêda ciyên mexsûs bide wan. Lê ev yek Îsa xweş nehat. Îsa 12 Şandiyara usa got: “Yê ku dixwaze nav weda bibe yê pêşin, gerekê bibe xulamê hemûya” (Markos 10:35-37, 43, 44). Birên ku bi nêta rast dixwazin bibine berdestiyên civatê, dêmek seva ku yên dinra xizmet bikin, bona civatê kerem in (1 Têsalonîkî 2:8). w24.11 15-16 ¶7-8

Çarşem, 23 Îlonê

Merem û tivdîr . . . bi saya gelek şîretkara . . . têne sêrî (Metlk. 15:22).

Çaxê em safîkirina dikin, hezkirina hindava meriva wê alî me bike, kara wan bigerin û sînorên xwe jî bizanibin (1 Korintî 10:23, 24, 32; 1 Tîmotêyo 2:9, 10). Hingê safîkirina me wê nîşan ke, wekî em meriva hez dikin û qedirê wan digirin. Pêşiya ku tu safîkirina ferz bikî, her tiştî ‘bide ber hesab’ (Lûqa 14:28). Dêmek, bifikire çiqas wext, pere û qewat wê lazim be, wekî vê safîkirina xwe bînî sêrî. Hine derecada, wê lazim be ku tu ji neferên xwe bipirsî, hela ewana wê ça alîkariyê bidine te wekî vê safîkirinê bikî. Çira baş e, wekî tu derheqa van hemû tişta pêşda bifikirî? Çimkî ew yek dikare alî te bike, fem bikî ku dibeke tu gerekê safîkirina xwe hinekî biguhêzî yan jî safîkirineke din bikî. Usa jî hergê tu vê pirsê tevî neferên xwe şêwir kî û nihêrandina wan bibihêyî, ewana wê hê zêde bixwazin piştgiriya safîkirina te bikin. w25.01 18-19 ¶14-15

Pêşem, 24 Îlonê

Şa û . . . dilgeş bibin (Îşa. 65:18, ÎM).

Îşaya pêxember şirovedike, ku çira em gerekê cineta ruhanîda “şa û . . . dilgeş” bin. Menî ev e, ku cineta ruhanî sazkirina Yehowa ye (Îşaya 65:18, 19). Yehowa dixwaze, wekî em alî kesên din bikin, ku ewana jî ji vê dinya xirab derkevin û bikevin cineta ruhanî. Em ji cineta ruhanî gelek kerem û şabûnê distînin, lema jî em dixwazin merivên dinra jî derheqa vê cinetê bêjin (Yêremya 31:12). Em bineliyên cineta ruhanî ne û Yehowa guman daye me û em bona vê yekê jî gelek razî ne. Kitêba Pîroz soz dide ku emê “mala çêkin û lê rûnên [û] reza daynin û fêkiyê [berên] wan bixwin”. Emê “beredayî keda xwe nedin”, çimkî Yehowa wê me kerem ke. Belê, Yehowa jîyîneke xweş mera soz daye. Ewê “hemû bînberî gora dilê wan têr” bike (Îşaya 65:20-24, ÎM; Zebûr 145:16). w24.04 22-23 ¶11-12

Înî, 25 Îlonê

Qeyayê minî zor û sitara min Xwedê ye (Zeb. 62:7).

Gava em îtbariya xwe Yehowa tînin, em nîşan dikin, ku em wî ça Zinarê xwe hesab dikin. Em bawer in, ku gava em çetinayada jî guh didine Wî, ev yek timê bona kara me ye (Îşaya 48:17, 18). Çaxê em divînin, ku Yehowa ça alî me dike, baweriya me diha qewî dibe, û ev yek alî me dike himberî çetinayên mezin jî sebir kin. Yehowa mîna zinar e, lema jî xeyset-hunurên wî tu car nayêne guhastinê (Malaxî 3:6). Mesele, paşî miqabilîbûna baxçê Êdênêda, Yehowa qirara xwe bona însanetê neguhast. Pawlosê şandî nivîsî, ku Yehowa “nikare xwe înkar ke” (2 Tîmotêyo 2:13). Ev tê hesabê, wekî tu tişt û tu kes nikare ser hunur, nêt yan jî prînsîpên Wî hukum ke. Yehowa nayê guhastinê, lema jî em bawer in, ku Ewê me xilaz ke û çetinayada alî me bike (Zebûr 62:6, 7). w24.06 27-28 ¶7-8

Şemî, 26 Îlonê

Merivê hindurê dilda, . . . pir bi qîmet e (1 Pet. 3:4).

Hergê tu bi nêta zewacê tevî kesekî hevaltiyê dikî, gelo çi dikare alî te bike têderxî, hela hûn hev tên yan na? Hevdu rind nas kin. Hemikî, pêşiya ku we destpêkira rastî hev bên, hûn îda pêşda hine tişt derheqa hev pêhesiya bûn. Lê niha mecala we herda heye, ku “merivê hindurê dilda” rind nas kin. Dêmek tu gerekê têderxî ku heleqetiya wî merivî tevî Yehowa çiqas nêzîk e û usa jî fikir û nihêrandinên wî pêbihesî. Wede şûnda, tu gerekê îda cabên van pirsa bizanibî: ‘Gelo ewê bona min bibe hevalzewacekî baş?’ (Metelok 31:26, 27, 30; Efesî 5:33; 1 Tîmotêyo 5:8). ‘Gelo emê hevdu rind fem bikin? Gelo em hazir in kêmasiyên hev bibaxşînin?’ (Romayî 3:23). Wedê hevdunaskirinê, bîr nekin, wekî ya lape ferz ev nîne ku hûn çiqas mîna hev in, lê ev e, ku hûn hazir in cudebûna orta hevda qebûl kin, yan na. w24.05 27 ¶5

Led, 27 Îlonê

Min li ber Xudan gune kir (2 Sam. 12:13, ÎM).

Çawa me dît, Dawid Padşa carekê şaşîke mezin kir. Lê gava Natan pêxember hat û gunê wî da rûyê wî, Dawid bi milûktî tobe kir. (Zebûr 51:3, 4, 17, pêşgotin). Hizqiya Padşa jî himberî Yehowa gune kir (2 Dîrok 32:25). Lê mîna Dawid Padşa, Hizqiya Padşa jî bi milûktî tobe kir (2 Dîrok 32:26). Axiriyêda Yehowa ew ça padşakî amin û baş hesab kir, çimkî ewî berdewam dikir tiştên rast bike (2 Padşatî 18:3). Em çi hîn dibin? Em gerekê gunên xwe tobe kin û xîret bikin, wekî dîsa wan şaşiya nekin. Hergê rûspiyên civatê hela hê bona tiştekî biçûk jî şîretê bidine me, em gerekê çi bikin? Gerekê em nefikirin, ku Yehowa me hez nake, yan jî rûspî miqabilî me ne. Çawa me dît, padşên baş yên Îsraêlê jî carna şîret distandin (Îbranî 12:6). Gava em şîretê distînin, were em 1) bi milûktî qebûl kin, 2) ser xwe bixebitin ku guhastina bikin û 3) berdewam kin bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet kin. Hergê em gunên xwe tobe kin, Yehowa wê bibaxşîne me (2 Korintî 7:9, 11). w24.07 21 ¶8; 22 ¶9, 11

Duşem, 28 Îlonê

Kesê ku xirabiyê dike ji nav xwe derxin (1 Korn. 5:13).

Kesê gunekar îda nayê hesabê Şedê Yehowa gava gunê xwe tobe nake û alîkariya rûspiya qebûl nake (2 Padşatî 17:12-15). Kirên wî nîşan dikin ku ew naxwaze li gora qanûnên Yehowa bijî (Qanûna Ducarî 30:19, 20). Dereca usada elametî tê kirinê, wekî civat bizanibe ku ew îda Şedê Yehowa nîne. Nêta vê elametiyê ev nîne ku kesê gunekar nimiz ke. Menî ev e, wekî xûşk-bira bizanibin ku ewana gerekê îda tevî wî hevaltiyê nekin û “heta nên jî nexwin” (1 Korintî 5:9-11). Çira gerekê civat usa bike? Pawlosê şandî nivîsî: “Hinek hevîrtirşk temamiya şkevê hiltîne” (1 Korintî 5:6). Hergê kesên ku tobe nakin, dîsa jî para civatê bin, yên din dikarin bifikirin, ku eseyî nîne wekî xwe li qanûnên Yehowa bigirin (Metelok 13:20; 1 Korintî 15:33). w24.08 27 ¶3-4

Sêşem, 29 Îlonê

Ez dikarim bi saya Xwedê, yê ku qewatê dide min, her tiştî bikim (Fîlî. 4:13).

Em nikarin raste-rast qewatê bidine meriva, lê em dikarin qewata xwe bona kara wan xerc kin. Mesele, em dikarin şixulê malêda alî xûşk yan birakî emirda mezin yan jî nexweş, bikin, yan jî bona wan herine dikanê. Em dikarin bona temizkirin û xweykirina Oda Civatê alîkariyê bidin. Usa jî bîr nekin, ku em dikarin bi giliyên xwe jî meriva bişidînin. Gelo tu kesekî nas dikî, yê ku hewcê pesina yan berdiliyê ye? Hergê erê, tu dikarî rû bi rû, yan pê têlê, yan jî pê sms-ê pesinê wî bidî û ber dilê wîda bêyî. Derecên usada nelazim e ber xwe kevî, ku tuyê çi bêjî. Hema çend giliyên teye ji dil jî dikarin alî kesekî bikin, wekî ew Yehowara amin bimîne, yan jî nihêrandina pozîtîv xwey ke (Metelok 12:25; Efesî 4:29). w24.09 28 ¶8-10

Çarşem, 30 Îlonê

Hergê kesek xîret dike ku bibe berpirsiyar, ew şixulekî qenc dixwaze (1 Tîmt. 3:1).

Hergê tu îda wextekî ça berdestiyê civatê xizmet dikî, dibeke tu van xeyset-hunura didî kifşê, yên ku lazim in wekî bibî rûspî. Gelo tu dixwazî “şixulekî qenc” bikî, dêmek bibî rûspî? Gelo rûspî çi şixulî dikin? Ewana rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dikin, bi dil û can şixulê şivantiyê û hînkirinê dikin, û bi gotin û kirên xwe xûşk-bira qewî dikin. Lema jî Kitêba Pîroz dibêje, ku rûspiyên xîret “pêşkêş” in (Efesî 4:8). Bira çawa dikare bibe rûspî? Seva ku birak bibe rûspî, bes nîne ku hine hunurên wî hebin. Vê dinêda, seva ku kesek xwera xebatê bivîne, bes e ku hine feresetên wî hebin, yên ku serwêrê xebatara dest didin. Lê seva ku birak bibe rûspî, bes nîne ku ew bibe mizgînvan û dersdarekî hoste. Rêzên ji 1 Tîmotêyo 3:1-7 û Tîto 1:5-9, nîşan dikin wekî birê ku dixwaze bibe rûspî gerekê yekî çawa be. w24.11 20 ¶1-3

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin