Tebax
Şemî, 1 Tebaxê
Çimkî hingê wê tengasiya mezin be, ya ku ji destpêka dinyayê heta niha nebûye (Met. 24:21).
Em dua dikin, wekî hê zêde meriv guh bidine mizgîniya xêrê û hebandina temizda tevî me bibine yek. Lê em çi dikarin bêjin derheqa wan meriva, yên ku niha guh nadine mizgîniyê? Diqewime Yehowa mecala xilazbûnê bide wan meriva, yên ku paşî kutakirina Babîlona Mezin, nihêrandina xwe biguhêzin. Hergê usa be, rastî jî gelek ferz e, wekî em bi xîret xebera Xwedê bigihînine meriva, çimkî tiştên ku em niha wanra dibêjin wî çaxî dikare bikeve bîra wan (Beramber ke Hezeqêl 33:33). Dibeke giliyên ku me wanra gotibû, dilê wan bigire û pêşiya wêrankirina vê dinya xirab, ewana safî kin tevî me Yehowara xizmet kin. Çawa ku serwêrê kelê ji bajarê Fîlîpyayê, paşî erdhejeke mezin nihêrandina xwe guhast, dibeke hine merivên, ku îro guh nadine me, paşî wêrankirina Babîlona Mezin nihêrandina xwe biguhêzin (Karên Şandiya 16:25-34). w24.05 17 ¶9-10
Led, 2 Tebaxê
Mesîh, xilaziya Qanûnê ye (Rom. 10:4).
Em ji giliyên Pawlosê şandî ku ewî Îbraniyara nivîsî, dikarin derseke ferz hîn bin. Hinek ji wan ruhanîda pêşda nediçûn. Ewana “hela hê hewcê şîr” bûn, ne ku hewcê “xwarina giran” (Îbranî 5:12). Ewana tiştên teze hîn nedibûn, yên ku Yehowa timê bi saya civata wana hîn dikir (Metelok 4:18). Mesele, weke 30 sal şûnda, çaxê Qanûna Mûsa ser hîmê qurbanbûna Îsa hatibû betalkirinê, gelek Mesîhiyên Cihû berdewam dikirin xwe li Qanûna Mûsa bigirin (Tîto 1:10). Bi saya nema xweye Îbraniyara, Pawlos her tişt kir, wekî xûşk-bira rastiyên kûr, yên ku ewî wana hîn dikir, qebûl kin. Ewî baweriya wana diha qewî kir, wekî riya Mesîh, riya here bilind e, û usa jî alî wan kir mêrxas bin û berdewam kin mizgîniyê bela kin (Îbranî 10:19-23). w24.04 6 ¶15
Duşem, 3 Tebaxê
Kesên rast û nerast wê ji mirinê rabin (Kar. Şand. 24:15).
Ji wî çaxîva, ku Adem û Hêwa ketine ber bayê Mîrê-cina û miqabilî Yehowa derketin, bi mîlyarda meriv mirine. Gelo çi hîviya wan meriva ye? Paşî saxkirinê 144 000 Mesîhî, wê ça kesên nemirî ser ezmana bijîn (Eyantî 14:1). Û heçî zef ji xizmetkarên Yehowa, wê ça kesên rast bêne saxkirinê, û hergê ewana wedê Serwêrtiya Îsaye Hezarsalî û wedê cêribandina paşin amin bimînin, ewana wê heta-hetayê ser erdê bijîn (Daniyêl 12:13; Îbranî 12:1). Wedê Serwêrtiya Hezarsalî, mecala kesên nerast wê hebe, wekî xwe biguhêrin û bibine xizmetkarên Yehowaye amin. Nav wanda kesên ku xirabî kiribûn û kesên ku tu car Yehowara xizmet nekiribûn jî wê hebin (Yûhenna 5:29; Lûqa 23:42, 43). Lê hine meriv haqas xirab bûn, ku Yehowa safî kiriye wana ji mirinê raneke (Lûqa 12:4, 5). w24.05 2 ¶3; 5 ¶15; 6 ¶17
Sêşem, 4 Tebaxê
Bi lêvên xwe rûmetê dide min. Lê dilê wan ji min dûr e (Îşa. 29:13, ÎM).
Merivê ku dixwaze wekî Yehowa wî qebûl ke, gerekê “dilê xweda rast” xeber de (Zebûr 15:2). Bes nîne, ku em derewa nekin. Yehowa dixwaze wekî em ji her aliyava helal bin (Îbranî 13:18). Kitêba Pîroz dibêje, ku “merivê qelp, li ber çevê Xudan zivêr e, lê belê Ew hevalê sitqê dilê rast e” (Metelok 3:32). Kesên ku “dilê xweda rast” xeber didin, ne tenê ber çevê xelqê li gora qanûnên Yehowa dijîn, lê usa jî çaxê meriv wana navînin. Ewana durû nînin. Lê merivê qelp dibeke dudilî be, hela hine qanûnên Yehowa bi rastî kêrhatî ne, yan na (Aqûb 1:5-8). Ew wan tiştada gura Yehowa nake, çi ku bona wî usa ferz nînin. Hergê neguhdarîbûna wî axiriya xirab derbêra neyne, dibeke ew tiştên diha xirab bike. Merivê usa çiqas jî xwe ça xizmetkarê Yehowa hesab ke, Yehowa wê xizmetiya wî qebûl neke (Waîz 8:11). Lema jî gelek ferz e, wekî em her tiştîda helal bin. w24.06 10 ¶7-8
Çarşem, 5 Tebaxê
Qewî bisekinin, pişta xwe bi qayîşa rastiyê girêdin (Efes. 6:14).
Em Rastiya Kitêba Pîroz gelekî hez dikin û baweriya me ser hîmê vê rastiyê avakirî ye (Romayî 10:17). Em bawer in, ku Yehowa civata Mesîhîtî çawa “stûn û hîmê rastiyê” saz kiriye (1 Tîmotêyo 3:15). Mîrê-cina gelek dixwaze, wekî em baweriya xwe hindava Kitêba Pîroz û rêberiya ku em ji teşkîleta Xwedê distînin, unda kin (Efesî 4:14). Demeke nêzîkda Mîrê-cina wê hemû mileta bi saya propagandayê bixapîne, wekî ewana himberî Yehowa derkevin (Eyantî 16:13, 14). Usa jî, Mîrê-cina wê hê zêde bixwaze xizmetkarên Yehowa bixapîne (Eyantî 12:9). Lema jî em gerekê rind bizanibin, ku firqiya orta rastiyê û derewa çi ye, û guh bidine rastiyê (Romayî 6:17; 1 Petrûs 1:22). Seva ku em tengasiya mezinda sax bimînin, ev yek gelek ferz e! w24.07 8 ¶1-3
Pêşem, 6 Tebaxê
Ev emirê ku ez îro li te emir dikim, ne dûrî te ye ne jî ew çetin e (Qan. Dcr. 30:11).
Yehowa tevî miletê Îsraêlê peymaneke mexsûs girêdabû. Ewî wanra gotibû, ku hergê ewana li gora qanûnên wî bijîn, ewê wan biparêze û wana kerem ke. Xêncî vê yekê ewî wanra got, ku hergê ewana miqabilî wî rabin, mesele hergê ewana bikevine nava pûtparistiyê, ewê îda wana neparêze û ewana wê bikevine tengasiya. Dîsa jî ev yek nedihate hesabê, ku Yehowa wê bi temamî pişta xwe bida wan. Belê, mecala wan hebû ku dîsa vegerin bal Yehowa û ‘guh bidine dengê wî’ (Qanûna Ducarî 30:1-3, 17-20). Bi gilîkî mayîn bêjin, wana dikaribû tobe kira. Û hergê wana usa bikira, Yehowa wê dîsa nêzîkî wan bûya û kerem ser wanda bibaranda. Cimeta Îsraêlî çend cara miqabilî Yehowa rabû. Axiriyêda wana serê xwe kire belayê. Lê Yehowa her tişt dikir, wekî ewana dîsa vegerin cem wî. Ewî dîsa û dîsa pêxember dişandine cem Îsraêliya, wekî wanra bêjin, ku tobe kin û vegerin bal wî (2 Padşatî 17:13, 14). w24.08 9 ¶4-5
Înî, 7 Tebaxê
Zêrandineke mezin miqabilî civata Orşelîmê destpêbû (Kar. Şand. 8:1).
Salên paşî mirina Îsa, Mesîhiyên Îbranî, yên ku li Orşelîm û Cihûstanê dijîtin, rastî gelek tengasiya dihatin. Demeke kin paşî sazkirina civata Mesîhiya, ewana rastî peyketina hatin. Weke 20 sal şûnda, ewana aliyê matêrîalîda jî rastî çetinaya hatin, diqewime ji bo xelayê, ku wêderê pêşda hat (Karên Şandiya 11:27-30). Lê nêzîkî sala 61 D. M., halê Mesîhiya nexirab bû. Wî çaxî, wana ji Pawlosê şandî ji bîna ber Xwedê nemek stand. Giliyên vê nemêda alî wan dikir xwe bona tengasiya hazir kin, yên ku wê rastî wan bihatana. Nema Îbraniyara bi rastî jî wededa bû, çimkî gelek wext derbaz nebû, ku tengasiyên mezin destpêbûn. Şîreta Pawlosê şandî alî wan kir, ku axiriyêda ber çetinaya teyax kin. w24.09 8 ¶1-2
Şemî, 8 Tebaxê
Wana dilbîniya mezin daye min (Kols. 4:11).
Gava em derdekî dikişînin, Yehowa hezkirina xwe mera bi saya xûşk-birên me eyan dike. Gava xûşk-bira guh didine me, kêleka me disekinin, rêzeke xweş nîşanî me dikin, yan tevî me dua dikin, em berdiliyê distînin (Romayî 15:4). Carna dibeke xûşk yan birak bîne bîra me, ku nihêrandina Yehowa Xwedê çi ye, û bi vî cûreyî dilê me rihet ke. Hine xûşk-bira bi cûrên din jî dikarin alî me bikin. Mesele, gava em tengasiyêda nin, dibeke ewana bona me xwarinê hazir kin, yan jî bona hewcên meye din xem bikin. Seva ku em alîkariya kesên din bistînin, dibeke lazim be wekî em raste-rast alîkariyê ji wan bixwazin (Metelok 17:17). Dibeke ewana nizanin ku em çi texmîn dikin, yan hewcê çi ne (Metelok 14:10). Lema jî dilê xwe hevalên xwera veke û derdê xwe wanra gilî ke. Wanra bêje tu hewcê çi yî. Tu usa jî dikarî tevî rûspîk yan du rûspiya xeber dî, tevî kîjana tu nêzîk î. Hine xûşk dilbînî standine, gava tevî xûşkeke gihîştî xeber dane. w24.10 10 ¶15-16
Led, 9 Tebaxê
Her kesê ku Kur qebûl dike û wî bawer dike, [wê] jîyîna heta-hetayê bistîne (Yûhn. 6:40).
Gelek meriv bona sihet-qewata xwe xwarina baş dijbêrin û sportêva mijûl dibin. Dîsa jî ewana zanin, ku ev yek wê alî wan neke, wekî timê cahil bimînin û nemirin. Ewana diqewime difikirin ku jîyîna heta-hetayê tiştekî nebûyî ye. Lê Yûhenna 3:16 û 5:24-da, Îsa got ku “jîyîna heta-hetayê” rêalî ye. Rojekê Îsa bi saya keremetekê bi hezara jin, mêr û zar pê nan û mesiya têr kir. Meriv ser vê keremetê ecêbmayî man, lê tiştên ku ewî rojek şûnda gotin, hê ecêbmayî bûn. Meriv pey wî çûne Kepernahûmê, nêzîkî Celîlê. Wêderê ewî wanra got, ku meriv dikarin ji mirinê bêne rakirinê û jîyîna heta-hetayê bistînin (Yûhenna 6:39, 40). Giliyên Îsa nîşan dikin, ku gelek kes wê ji mirinê bêne rakirinê, û him tu him jî hezkiriyên te, dikarin heta-hetayê bijîn. w24.12 8 ¶1-2
Duşem, 10 Tebaxê
Mêrno, . . . çawa qisimê sist qedirê wan bigirin (1 Pet. 3:7).
Li gora hesabekê, gelek mêr hindava jinên xweda sert in, wana dixin, pê giliya wana bêhurmet dikin û zordariyê li wan dikin. Hine mêr ber xelqê jina xwera baş in, lê malda lê dizêrînin. Hine mêr çira jinên xwera nebaş in? Dibeke bavê wan hindava dayîka wanda sert bû, lema jî ewana difikirin ku ev yek normal e, wekî hindava jina xweda sert bin. Hine mêr ji bo kûltûra xwe difikirin, ku “mêrekî camêr” gerekê sert be û jina xwera bide kifşê, ku kê ye serê malbetê. Hinek jî hîn nebûne hêrsa xwe zeft kin. Û hine mêr jî, pornografiyayê dinihêrin û lema jî nihêrandina wan ser jina û sêksê xirab bûye. Û li gora hine hesaba, wedê pandêmiya COVID-19, diha zêde mêr destpêkirine jinên xwe bêhurmet kin. Lê çi jî hebe, mêr gerekê tu car hindava jina xweda sert nîbe. w25.01 8 ¶2-3
Sêşem, 11 Tebaxê
Mesîh ku bona me bedenî cefa kişand, hûn jî bi wê nêt-fikirê sîlihkirî bin (1 Pet. 4:1).
“Yehowa Xwedayê xwe bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe hez bike” (Lûqa 10:27). Îsa nîşan kir, ku Qanûna Mûsada eva temiya lape ferz e. Dîna xwe bidinê, ku hezkirina Yehowa dilê meva girêdayî ye, dêmek xwestin, hest û êmosiyên meva. Xêncî vê yekê, hezkirina Yehowa hişê meva, dêmek nihêrandinên meva jî girêdayî ye. Seva ku em fikirên Yehowa diha baş fem kin, em gerekê hîn bin mîna Îsa bifikirin, çimkî nihêrandina wî bi temamî mîna nihêrandina Yehowa ye (1 Korintî 2:16). w25.03 8 ¶1
Çarşem, 12 Tebaxê
Bi saya Kurê wî, em hatine kirînê û xilazkirinê. Belê, Xwedê ji dewlemendtiya kerema xweye mezin, ser hîmê xûna wî gunên me baxşandiye (Efes. 1:7).
Pêşiya ku Adem gune kir, ew bêqisûr bû, û Îsa jî mîna wî bêqisûr bû (1 Korintî 15:45). Bi saya mirina xwe, Îsa heqê gunê Adem da, dêmek ewî tiştên ku Adem unda kiribû, paşda vegerand (Romayî 5:19). Bi vî cûreyî, Îsa bû “Ademê paşin”. Lema jî nelazim e ku dîsa kesekî bêqisûr emirê xweye layîqî vê yekê, berva bide, wekî tiştên ku Adem unda kiribûn, paşda vegerîne. Îsa ev yek “carekê bona her tim kir” (Îbranî 7:27; 10:12). Gelo çi firqî heye orta kewandin û qurbanbûnêda? Riya ku Xwedê vekiriye, wekî însan dîsa bikaribin bibine dostên wî, tê hesabê kewandin. Qurban jî heqê kewandinê ye, dêmek kirîna însaneta gunekar. Ev heq heye xûna Îsaye qîmet, ya ku pêj meva hate rêtinê (Îbranî 9:14). w25.02 5 ¶12-13
Pêşem, 13 Tebaxê
Xwedê amin e û ewê nehêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêribandinê. Lê Xwedê wê cêribandinêda usa jî delîlekê bike, wekî hûn bikaribin teyax kin (1 Korn. 10:13).
Hergê em Yehowa ça Xwedayê sax hesab kin, emê fem bikin ku çetinayên me pirsa lape ferzva girêdayî ne, ya ku orta Xwedê û dijminê wî Mîrê-cinada pêşda hatiye. Mîrê-cina got, ku hergê em rastî çetinaya bên, emê pişta xwe bidine Yehowa (Îbo 1:10, 11; Metelok 27:11). Lê gava em nava çetinayada Yehowara amin dimînin, em nîşan dikin wekî em Wî hez dikin, û em îzbat dikin ku Mîrê-cina derewîn e. Lema jî çaxê tu ji aliyê serwêrên dewletê rastî peyketina têyî, aliyê matêrîalîda çetinaya dikişînî, yan jî gava meriv guh nadine rastiyê, bîr neke, ku ev yek mecalê dide te dilê Yehowa şa kî. Usa jî bîr neke, ku Yehowa wê tu car îzinê nede, wekî tu ji qewata xwe zêdetir bêyî cêribandinê. Ewê qewatê bide te, wekî tu bikaribî sebir kî. w24.06 22 ¶9
Înî, 14 Tebaxê
Her kes dibe maşoqê dilhavijiyên xwe, dixape û tê cêribandinê (Aqûb 1:14).
Gelo tu zanî kîjan derecada tu hêsa têyî cêribandinê? Xofeke mezin e hergê em kêmasiyên xwe înkar kin û bifikirin wekî em usa qewî ne, ku emê tu car gune nekin (1 Yûhenna 1:8). Çawa Pawlosê şandî gotibû, hela hê merivên ruhanîda gihîştî jî dikarin bêne cêribandinê, hergê miqatî xwe nîbin (Galatî 6:1). Lema jî, em gerekê hindava xweda helal bin û têderxin, ku çida em sist in (2 Korintî 13:5). Çaxê em têderdixin ku sistbûnên me çida nin, em gerekê çi bikin, wekî ser xwe bixebitin. Wedê berê, ciyê herî sist ya sûrên bajêr, dergehên vî bûn. Lema jî, nobedar îlahî li ber dergeha disekinîn. Mîna vê yekê, em jî gerekê îlahî dîna xwe bidine sistbûnên xwe, ku nekevine cêribandina (1 Korintî 9:27). w24.07 15 ¶5-7
Şemî, 15 Tebaxê
Her cûre kirên qenc bikin û zanebûna xwe derheqa Xwedê zêde kin (Kols. 1:10).
Belakirina mizgîniyê yek ji van şixulên qenc e, besa kîjana rêza rojêda tê kirinê. Lema jî, gava em Kitêba Pîroz dixûnin û ser vê kûr difikirin, baweriya me hindava Yehowa diha qewî dibe, û em diha baş fem dikin, ku belakirina Mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê çiqas ferz e. Seva ku em ji Kitêba Pîroz bi temamî karê bistînin, em gerekê lez nekevin û bi hemdê xwe bixûnin, lêkolîn kin û kûr bifikirin. Hergê tera çetin be rêzekê fem bikî, vê rêzê sera-bera nexûne. Bi saya Îndêksa Edebyetên Birca Qerewiliyê yan jî bi saya Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa, înformasiyayê derheqa vê rêzê bigere. Çiqas tu hûr bi hûr lêkolîna bikî, haqas tuyê îtbariya xwe rastiya ji Kitêba Pîroz bînî (1 Têsalonîkî 5:21). Û çiqas tu îtbariya xwe vê yekê bînî, haqas tuyê bi şabûnê derheqa vê yekê kesên dinra jî gilî kî. w24.04 15 ¶4-5
Led, 16 Tebaxê
Min wera nivîsiye, wekî ez bivînim hela hûn her tiştîda guhdar in yan na (2 Korn. 2:9).
Dawid Padşa gotibû, ku Xwedê “qenc û afû kir” e (Zebûr 86:5). Mîxa pêxember usa nivîsiye: “Xwedayê wek te, yê ku . . . [şaşiya] paqij dike û . . . [dibaxşîne] kî ye?” (Mîxa 7:18). Îşaya pêxember jî usa gotibû: “Bira kesê xirab dev ji riya xwe, bira kesê neheq dev ji fikirên xwe berde. Bira ew li Xudan vegerin ku ew li wan were remê. Bira ew li Xwedayê me vegerin, çimkî wê bi zêdebarî bibaxşîne” (Îşaya 55:7, ÎM). Xûşk-birên li Korintê seva ku çev bidana Yehowa, wanra hate gotinê wekî merivê ku tobe kiribû dîsa qebûl kirana û jêra nîşan kirana ku wî hez dikin. Civatê “her tiştîda” guhdariya rêberiya vê şîretê kir û gunekarê ku tobe kiribû, qebûl kir. Rast e tenê çend meh derbaz bibû ku hatibû elamkirinê wekî ew para civatê nîne, lê ev yek jî alî wî kir tobe ke. Lema jî nelazim bû hê zêde wext derbaz bûya, û paşê ew civatêda bihata qebûlkirinê. w24.08 17-18 ¶12-13
Duşem, 17 Tebaxê
Yek wê bê hildanê û yê din wê bê hîştinê (Met. 24:40).
Em bi rastî jî rojên mexsûsda dijîn! Demeke nêzîkda, Îsa wê dîwana her kesê ku ser erdê dijîn, bike. Lê seva ku mera bide kifşê ku ev roj nêzîk e, Îsa şagirtên xwera got, ku “nîşana” hazirbûna wî û “rojên xilaziyêye vê dinyayê” wê çi be (Metta 24:3). Ev pêxembertiya Îsa kitêba Metta serê 24 û 25-da, kitêba Markos serê 13, û kitêba Lûqa 21-da hatiye nivîsarê. Îsa bi saya sê meteloka alî me dike, wekî xwe bona wê rojê hazir kin. Meteloka derheqa mî û bizina, ya qîzên serwaxt û qîzên bêfem û ya telanta. Ev her sê metelok jî nîşanî me dikin, wekî meriv wê ça ser hîmê kirên xwe bêne dîwankirinê. w24.09 20 ¶1-2
Sêşem, 18 Tebaxê
Her tiştî pê hezkirinê bikin (1 Korn. 16:14).
Hezkirin, xeysetê Îsayî sereke bû. Ewî him Xwedê, him jî meriv hez dikirin. Lema jî ewî hemû tişt bi dil û can dikir, û şixulên usa jî dikir, kîjan ku hine meriva nimiz hesab dikirin (Metta 20:28; Yûhenna 13:5, 14, 15). Hergê ev hezkirin dilê teda jî hebe, Yehowa wê te kerem ke û alî te bike, wekî tu bigihîjî nêta xweye ruhanî, mesele bibî berdestiyê civatê (1 Petrûs 5:5). Vê dinyayêda gelek meriv qedirê wan meriva digirin, yên ku şixulên ferz dikin. Lê teşkîleta Yehowada usa nîne. Birê ku mîna Îsa Mesîh bi hezkirinê hereket dike, serwêrtiyê ser yên dinra nake, û hîviyê nîne ku ewana wî ça yekî bilind hesab kin. Hergê kesek kara xwe digere vê yekêda ku bibe berdestiyê civatê, ew diqewime naxwaze hine şixulên nimiz bike, çi ku bona xweykirina pezên Yehowayî delal lazim in. Dibeke ew bifikire ku şixulên usa layîqî wî nînin (Yûhenna 10:12). w24.11 15 ¶6-7
Çarşem, 19 Tebaxê
Ruhê pîroz hûn ça berpirsiyar kifş kirine (Kar. Şand. 20:28).
Ser temamiya dinyayê, gelek bira ça “pêşkêş” hatine dayînê, û hê zêde birên usa lazim in (Efesî 4:8). Hergê tu birakî nixumandî yî gelo tu dikarî “alîkarîya desttenga bikî” (Metelok 3:27). Gelo tu dixwazî bibî berdestiyê civatê yan rûspî, wekî alî xûşk-bira bikî? Gelo tu dikarî emirê xweda hine guhastina bikî, wekî Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê derbaz bî? Ev hînbûn wê mecalê bide te, wekî Îsa hê zêde şixula tesmîlî te ke. Hergê tu difikirî wekî tu hela hê bona vê hînbûnê hazir nînî, Yehowara dua bike. Alîkariya ruhê pîroz bixwaze, wekî tu bikaribî hemû cabdariyên ku tera têne dayînê bînî sêrî (Lûqa 11:13). Şixulên ku birên kifşkirî van rojên xilaziyê dikin, îzbat dikin wekî Îsa rêberiya me dike (Metta 28:20). Gelo tu razî nînî, ku Padşê me bi dilovanî birên baş û cêribandî kifş kirine, yên ku me dibine xweyî? w24.10 23 ¶16-17
Pêşem, 20 Tebaxê
Wê tiştên berê neyên bibîranîn û neyên ser hişa (Îşa. 65:17, ÎM).
Em çi dikarin bêjin derheqa wan çetinaya, rastî kîjana em tên? Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Tengasiyên berê hatin bîrkirin û bi tevayî ji ber çevê [Xwedê] hatin veşartin” (Îşaya 65:16, ÎM). Belê, Yehowa Xwedê wê hemû derdên me kokêva bide hildanê û wext şûnda emê van hemû kul-derda bi temamî bîr kin. Çaxê em diçine civata, em dilrihetiyê distînin û derdên xwe bîr dikin. Gava em hunurên usa ça hezkirin, şabûn, edilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, bawerî, milûktî û xwegirtinê didine kifşê, bi vê yekê dilrihetî û edilayî nav xûşk-birada pêşda tê (Galatî 5:22, 23). Çi keremeke mezin e, ku em para teşkîleta Yehowa ne! Kesên ku cineta ruhanîda nin, wê bivînin ku ça Xwedê sozê xwe tîne sêrî û “ezmanekî nû û erdekî nû” çêdike. w24.04 22 ¶9-10
Înî, 21 Tebaxê
Berî sozdayîna dîyarîya xwe, tu rind bide aqilê xwe, ku poşman nebî û bikevî tela xwe (Metlk. 20:25).
Rast e hevdunaskirin dikare wedekî xweş be, lê ev yek usa jî gaveke ferz e, ku dikare berbi zewacê bive. Roja dewatê, xort û qîz ber Yehowa sond dixwin, ku heta sax bin wê hevdu hez bikin û qedirê hev bigirin. Lema jî pêşiya ku sond bixwin, ewana gerekê ser vê yekê kûr bifikirin. Nêta hevdunaskirinê ev e, ku qîz û xort hevdu diha baş nas kin, wekî safîkirineke baş bikin. Cara ewana safî dikin hevdu bistînin, cara jî safî dikin îda rastî hev neyên. Lê ev nayê hesabê, ku wana tiştekî nerast kiriye, çimkî nêta hevdunaskirinê hema ev e, wekî têderxin hela ewana layîqî hev in, yan na. Kesên azep gerekê bîr nekin, ku nêta hevdunaskirinê ev e, wekî qîz û xort safî kin, hela ewana hevdu tên yan na. Ev tê hesabê, ku ewana gerekê rastî hev neyên, hergê nêta wan tune ye hev bistînin. w24.05 26-27 ¶3-4
Şemî, 22 Tebaxê
Şerm neke ku tu bona Xudanê me şedetiyê didî (2 Tîmt. 1:8).
Cahilara carna hêsa nîne, wekî baweriya xwe biparêzin. Gava têoriya êvolûsiyayê, dêmek fikira ku her tişt xwexa pêşda hatiye, mektebêda hîn dikin, dibeke ewana bitirsin ku besa baweriya xwe bikin. Gelo çira? Diqewime dersdar têoriya êvolûsiyayê ça rastiya îzbatkirî nîşan ke. Lê dê-bavno hûn ça dikarin dilê zarên xwe qewî kin, wekî ewana baweriya xwe biparêzin? Wanra şirovekin, wekî çira gerekê şerm nekin, ku ewana baweriya xwe Efirandar tînin. Gelo çira? Bi rastî gelek zandar jî fem dikin, ku jîyîn nişkêva xwexa pêşda nehatiye. Ewana têderdixin wekî jîyîn ji aliyê kesekî serwaxt pêşda hatiye. Lema jî ewana têoriya êvolûsiyayê qebûl nakin. Seva ku baweriya zarên we diha qewî be, wê baş be hergê ewana edebyetên meda lêkolîn kin, ku hine xûşk-bira çira îzbat bûne, wekî Xwedê emir daye. w24.12 18 ¶14-15
Led, 23 Tebaxê
Îsa bi . . . ruhê pîroz tije bû (Lûqa 10:21).
Îsa bawer bû, ku hine meriv wê guh bidine mizgîniyê. Lema jî ewî xizmetiyêda şabûna xwe unda nedikir. Mesele, nêzîkî xilaziya sala 30 D.M., gava Îsa dît ku gelek meriv hazir in guh bidine mizgîniyê, ewî ew meriv beramberî zeviyê kir, ya ku zer bibû û bona dirûnê hazir bû (Yûhenna 4:35). Weke salek şûnda, ewî usa gote şagirtên xwe: “Şixulê nandirûnê gelek e” (Metta 9:37, 38). Careke din jî, ewî usa got: “Şixulê nandirûnê gelek e, . . . Lema, hîvî ji Xweyê nandirûnê bikin, wekî nandirûna xwera xebatkara bişîne” (Lûqa 10:2). Belê, Îsa timê bawer bû, ku hine meriv wê guh bidine mizgîniyê, û çaxê wana guh dida, ew gelek şa dibû. Îsa dîna şagirtên xwe dikişande ser kara belakirina mizgîniyê, û ev yek alî wan dikir wekî ewana xîreta xwe unda nekin. w25.03 18-19 ¶15-16
Duşem, 24 Tebaxê
Xwedêyê min, esasê sitargeha min (Zeb. 94:22).
Yehowa sitara me ye. Mîna zinarekî mezin, ku wedê firtonê merivara dibe sitar, Yehowa jî wedê çetinaya me diparêze. Ew alî me dike, wekî em dostiya xwe tevî wî qewî xwey kin û usa jî soz dide, ku axiriyêda ewê me ji hemû kul-derda xilaz ke (Hezeqêl 34:25, 26). Em dikarin bi saya dua xwe bispêrin Yehowa. Gava em dua dikin, em “edilayiya Xwedê” distînin, ya ku hiş û dilê me diparêze (Fîlîpî 4:6, 7). Yehowa hazir e timê alî me bike. Em dikarin baweriya xwe wî bînin, çimkî ew “Zinarê her-heyî ye” (Îşaya 26:3, 4). Ew timê hazir e sozên xwe bîne sêrî, guh bide duayên me û alî me bike. Usa jî, Yehowa xizmetkarên xwera amin e (2 Samûyêl 22:26). Ew cefê me tu car bîr nake û wê eseyî me xelat ke (Îbranî 6:10; 11:6). w24.06 27 ¶4-6
Sêşem, 25 Tebaxê
Miqatî dilê xwe be, çimkî kanîya emir ji wî dertê (Metlk. 4:23).
Gelo em ça dikarin çev bidine padşên baş û mîna wan bi temamiya dilê xwe Yehowa hez bikin? Bona vê yekê em gerekê xwe ji tiştên xirab dûr bigirin. Mesele, ji wedederbazkirinên xirab, hevalên xirab û pereheziyê, çi ku dikarin xirab ser dilê me hukum kin. Lema jî hergê em têderxin, ku tiştek hezkirina Yehowa dilê meda sist dike, em gerekê derbêra ser xwe bixebitin, wekî fikir û kirên xwe biguhêzin (Metta 5:29, 30). Em gerekê îzinê nedin, ku tiştek ser dilê me xirab hukum ke. Em dikarin bifikirin, ku em şixulên ruhanîda kar dikin, lema jî emê nekevine ber bayê hukumê xirab. Bide ber çevê xwe, wekî tu rojeke sar vedigerî malê û tu destpêdikî malê germ kî. Lê hergê tu derî vekirî bihêlî, gelo mal wê germ be? Na, hewa sar wê bikeve hindur û mal wê germ nebe. Mîna vê yekê, bes nîne ku em dostiya xwe tevî Yehowa bi saya xwarina ruhanî germ kin. Xêncî vê yekê, lazim e ku em derê dilê xwe bigirin, wekî “hewa sar”, dêmek nihêrandinên xirab yên vê dinyayê, nekevine dilê me (Efesî 2:2). w24.07 21 ¶6-7
Çarşem, 26 Tebaxê
Dijminên xwe hez bikin, û bona wan dua bikin, yên ku pey we dikevin (Met. 5:44).
Hela bide ber çevê xwe, ku gava eskerên Romayî Îsa ser darê mix dikirin, ewî çiqas êş dikişand. Tiştên ku hatine serê wî, neheqiya gelek mezin bû! Lê ewî aminî û hezkirina xwe hindava Yehowada xwey kir hela hê hingê jî, gava gelek çerçirî. Dewsa ku ew nifira li wan eskera bike, yên ku wî stûnêva dardakirin, ewî usa dua kir: “Bavo, bibaxşîne wan, çimkî ewana nizanin çi dikin” (Lûqa 23:34). Duakirina derheqa kesên ku neheqiyê li me dikin, dikare hêrsa me dayne. Duayên usa dikarin hela hê jî bibine sebeb, wekî nihêrandina me derheqa merivên ku dilê me êşandine, bê guhastinê. Em nizanin ku heta xilaziya vê dinya xirab, emê dîsa rastî çi neheqiya bên. Lê çi jî bibe, werên em hertim dua bikin, wekî Yehowa alî me bike. Usa jî gava em rastî neheqiyê tên, werên em mîna Îsa hereket bikin û xwe li prînsîpên Kitêba Pîroz bigirin. Hergê em usa bikin, Yehowa wê me kerem ke (1 Petrûs 3:8, 9). w24.11 6 ¶16; 7 ¶17, 19
Pêşem, 27 Tebaxê
Tu yî Xwedêyê ku neheqîya naxwaze, xirabê li cem Te nehêwire (Zeb. 5:4).
Yehowa çevê xwe ser her tiştî danade, û ew gune nefret dike (Zebûr 5:4-6). Ew dixwaze ku em qedirê qanûnên wî bigirin, yên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in. Hemikî Yehowa zane ku em qisûrdar in û em nikarin bêkêmasî bin (Zebûr 130:3, 4). Aliyê dinva jî, ew çevê xwe danade ser vê yekê, gava merivên xirab “bin navê kerema Xwedê” bênamûsiyê û tiştên mirdar dikin (Cihûda 4). Lema jî Kitêba Pîroz dibêje wekî kesên “nepak”, ku gura Xwedê nakin, wê şerê Harmegedonêda bêne qirkirinê (2 Petrûs 3:7; Eyantî 16:16). Lê Yehowa naxwaze ku kesek bimire. Kitêba Pîroz eşkere dibêje ku Yehowa “dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Petrûs 3:9). Mîna Yehowa, rûspiyên civatê jî bi sebir alî gunekara dikin, wekî ewana bêne guhastinê û tezeda nêzîkî Yehowa bin. w24.08 26 ¶1-2
Înî, 28 Tebaxê
Tu destê Xwe vedikî, hemû bînberî gora dilê wan têr dikî (Zeb. 145:16).
Mîna Yehowa Xwedê, em jî dikarin bona kesên din xem kin û alî wan bikin, çimkî em wana hez dikin. Mesele, gelo tu xûşk yan birakî usa nas dikî, yê ku hewcê kinc yan xwarinê ye? Yehowa dikare te bide xebatê, wekî alî wan bike. Wedê çetinda Şedên Yehowa bi merdanî bona hewcên meriva xem dikin. Mesele, wedê pandêmiya COVID-19, xûşk-bira xwarin, kinc û tiştên din, wan merivara dişandin, yên ku hewce bûn. Usa jî geleka bona şixulê hemdinyayê pere qurban dikirin. Bi saya van qurbana alîkarî didane xûşk-birên ser temamiya dinyayê, yên ku zirar standibûn. Ev xûşk-birên destvekirî bi rastî jî li gora vê şîretê hereket dikirin: “Qencî û alîhevkirinê bîr nekin, çimkî qurbanên usa li Xwedê xweş tên” (Îbranî 13:16). w24.09 27 ¶6-7
Şemî, 29 Tebaxê
Dîna xwe bidine tiştên diha ferz (Fîlî. 1:10).
Vê meselê bide ber çevê xwe: Seva ku tu ebûra mala xwe bikî, tera xebat lazim e. Du xebat tera dest dikevin, û herdu jî miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz nînin. Tu hemû înformasiya derheqa van xebata hildidî hesab û ser difikirî, mesele sihetên xebatê, riya heta xebatê wê çiqas bikişîne û hine tiştên din. Yek ji wan xebata diqewime diha te xweş tê, çimkî heqê xebatê hê zêde ye. Lê hine tiştên din jî hene, yên ku tu gerekê ser wan bifikirî pêşiya ku safî kî kîjan xebatê bijbêrî. Mesele, gelo yek ji wan xebata dikeve siheta civatê? Yan jî wê mecalê nede te, wekî tu ça berê bona hewcên neferên xwe, aliyê êmosiyalî û ruhanîda xem bikî? Bi saya pirsên usa, tu dikarî hê zêde dîna xwe bidî, ne ku perê ku tuyê qazanc kî, lê tiştên herî ferz, dêmek hebandin û hewcên malbeta xwe. Paşê tu dikarî safîkirineke usa bikî, kîjan ku Yehowa wê kerem ke. w25.01 17 ¶11-13
Led, 30 Tebaxê
Xudan nêzîkî dilşkestîya ye (Zeb. 34:18).
Hergê hine meriva xirabî li te kirine, dîsa jî bawer be wekî Yehowa gelekî te hez dike û te qîmet dike. Hergê tu xwe bêqîmet hesab dikî, bîne bîra xwe wekî Yehowa çawa dilê teda qencî dît û tu kişandî berbi xwe (Yûhenna 6:44). Ew hertim hazir e bê hewara te, çimkî tu bona wî gelek qîmet î. Ji mesela Îsa em dikarin derheqa hestên Yehowa pêbihesin. Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî dîna xwe dida wan meriva, kîjan ku xwe nimiz hesab dikirin, û dilê wî ser wan dişewitî (Metta 9:9-12). Gava jinikeke nexweş dest da kincê wî, çimkî difikirî ku usa ewê ji nexweşiya xwe qenc be, Îsa ber dilê wêda hat û bona baweriya wê payê wê da (Markos 5:25-34). Îsa bi temamî çev dide bavê xwe Yehowa (Yûhenna 14:9). Lema jî bawer be ku Yehowa te qîmet dike û hunurên teye baş divîne. Mesele, ew baweriya te divîne û zane wekî tu wî hez dikî. w24.10 7 ¶4-5
Duşem, 31 Tebaxê
Hêsirên min Tu bike meşkê Xwe (Zeb. 56:8).
Dawid Padşa emirê xweda çend cara rastî problêmên mezin hat, yên ku bûne sebebên hêsirên wî. Gelek meriv wî nefret dikirin û hela hê hine heval û neferên mala wî jî nemamiya wî kirin (1 Samûyêl 19:10, 11; 2 Samûyêl 15:10-14, 30). Wedê gelek çetinda Dawid usa nivîsî: “Ji nelînîyê ez wastîya me, her şev dişom doşeka xwe, bi hêsira şil dikim nivîna xwe” (Zebûr 6:6). Nava wan problêmada jî Dawid bawer bû, ku Yehowa wî hez dike. Ewî usa nivîsî: “Xudan bihîst giriyê min” (Zebûr 6:8). Giliyên ji vê rêzê didine kifşê, ku Yehowa me çiqas hez dike. Dawid xwe usa texmîn dikir, tê bêjî Yehowa hêsirên wî derdanekêda top dikir, yan kitêbekêda dinivîsî. Ew bawer bû ku Yehowa êşa dilê wî divîne û bîr nake. Dawid dudilî nedibû, wekî Bavê wîyî dilovan him zanibû ku çi dihate serê wî, him jî didît ku derdên wî ça ser wî hukum dikirin. w24.12 22 ¶11-12