KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es26 rûp. 67-77
  • Tîrmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tîrmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2026
  • Binserî
  • Çarşem, 1 Tîrmehê
  • Pêşem, 2 Tîrmehê
  • Înî, 3 Tîrmehê
  • Şemî, 4 Tîrmehê
  • Led, 5 Tîrmehê
  • Duşem, 6 Tîrmehê
  • Sêşem, 7 Tîrmehê
  • Çarşem, 8 Tîrmehê
  • Pêşem, 9 Tîrmehê
  • Înî, 10 Tîrmehê
  • Şemî, 11 Tîrmehê
  • Led, 12 Tîrmehê
  • Duşem, 13 Tîrmehê
  • Sêşem, 14 Tîrmehê
  • Çarşem, 15 Tîrmehê
  • Pêşem, 16 Tîrmehê
  • Înî, 17 Tîrmehê
  • Şemî, 18 Tîrmehê
  • Led, 19 Tîrmehê
  • Duşem, 20 Tîrmehê
  • Sêşem, 21 Tîrmehê
  • Çarşem, 22 Tîrmehê
  • Pêşem, 23 Tîrmehê
  • Înî, 24 Tîrmehê
  • Şemî, 25 Tîrmehê
  • Led, 26 Tîrmehê
  • Duşem, 27 Tîrmehê
  • Sêşem, 28 Tîrmehê
  • Çarşem, 29 Tîrmehê
  • Pêşem, 30 Tîrmehê
  • Înî, 31 Tîrmehê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2026
es26 rûp. 67-77

Tîrmeh

Çarşem, 1 Tîrmehê

Min nedîtîye yê rast wêda avîtî (Zeb. 37:25).

Hine xizmetkarên Yehowa îda kal-pîr bûne, sihet-qewata wan nebaş e, yan jî problêmên wane din hene. Lema jî diqewime ewana ber xwe dikevin û dudilî dibin, ku ewana bona Yehowa qîmet in. Diqewime bal wan pirseke usa pêşda tê: “Gelo ez hela hê bona Yehowa kêrhatî me, yan na?” Nivîskarê Zebûra 71 usa dua kir: “Qudûmnekirinêda min bernede” (Zebûr 71:9, 18). Ew nava çetinayada jî bawer bû, ku heta ew bi aminî Xwedêra xizmet ke, Yehowa wê rêberiya wî bike û alî wî bike. Zebûrbêj didît ku Yehowa wan meriva qîmet dike, yên ku nava çetinayada jî berdewam dikin jêra xizmet kin (Zebûr 37:23-25). Gelî xûşk-birên emirda mezin, bi çevê Yehowa ser dereca xwe binihêrin! Hergê qewata we mîna ya berê nîne jî, bawer bin ku Yehowa dikare alî we bike, wekî hûn berdewam kin bi aminî wîra xizmet kin (Zebûr 92:12-15). Dewsa ku bi zêdeyî dîna xwe bidine tiştên ku hûn îda nikarin bikin, diha baş e dîna xwe bidine van tişta, çi ku hûn dikarin bikin. w24.10 28 ¶14-16

Pêşem, 2 Tîrmehê

Derheqa xwarina pûtara qurbankirî: Em zanin ku pût tiştek nîne, û tenê Xwedêk heye (1 Korn. 8:4).

Gava lazim dibe ku li gora prînsîpên Kitêba Pîroz safîkirina bikin, ev yek gelek car bona merivên ruhanîda negihîştî hêsa nîne. Hergê derheqa safîkirinên wan qanûn tune ye, hinek dikarin bifikirin, ku îzina wan heye li gora dilê xwe safîkirina bikin. Hine meriv jî, gava hine derecada qeyde nelazim in, dîsa jî qeyda dewa dikin. Mesele, ça tê kifşê, Mesîhiyên ji bajarê Korintê xwestin, wekî Pawlosê şandî wanra raste-rast bêje, hela ewana dikarin xwarina ku pûtara hatibû qurbankirinê bixwin, yan na. Lê dewsa ku qeydekê dayne, Pawlos wanra got, ku vê derecêda her kes gerekê li gora îsafa xwe safî ke. Ewî ser hîmê prînsîpa wanra zelal kir, ku her kes ça dikare li gora îsafa xwe hereket bike, lê bona kesên din nebe kevirê likumandinê (1 Korintî 8:7-9). Ewî wana hîn kir, ku Nivîsarên Pîroz bidine xebatê, wekî li gora vê yekê xwexa safîkirina bikin, ne ku qeyda dewa kin. Bi vî cûreyî, Pawlos alî xûşk-birên ji Korintê kir, wekî ewana ruhanîda pêşda herin. w24.04 5 ¶14

Înî, 3 Tîrmehê

Ez Xudan dila dikolim . . . ku li gorî rê û berê karê wan bidim (Yêrem. 17:10, ÎM).

Rojên Ûnisda mecala bineliyên Nînewayê hebû, wekî gunên xwe tobe kin. Usa jî bîne bîra xwe, wekî Îsa derheqa rabûna bona dîwankirinê çi gotibû. Kesên ku xirabî kiribûn jî, wê bêne saxkirinê (Yûhenna 5:29). Lema jî usa tê femkirinê, ku hine merivên ji Sodom û Gomorayê jî wê ji mirinê bêne rakirinê, û dibeke mecala me hebe, ku alî wan bikin wekî ewana Yehowa û Îsa nas kin. Belê Yehowa dil û fikirê meriva zane. Ewê li gora kirên meriva safî ke, ku wana ji mirinê rake, yan na. Hergê lazim be, Yehowa wê remê hindava merivada bide kifşê. Lema jî, hergê Kitêba Pîroz derheqa kesekî raste-rast nabêje, ku ewê ji mirinê neyê rakirinê, em gerekê xwexa vê yekê nebêjin. w24.05 5-6 ¶15-16

Şemî, 4 Tîrmehê

Netirse, ezê tera bibim alîkar (Îşa. 41:13, ÎM).

Berê jî, Xebera Xwedê qewat dida xizmetkarên wî, wekî ewana bikaribin cabdariyên xwe bînin sêrî. Mesele, Yêremya pêxember bide ber çevê xwe. Gava Yehowa wîra got, ku ew gerekê şedetiyê bide, ew tirsiya. Yêremya got: “Ez nizanim gotin bêjim; ji ber ku cahil im!” (Yêremya 1:6). Lê giliyên Yehowa wî qewî kirin. Ewî got: “Dilê minda bû mîna agirekî vêketî, . . . û ez ji bo xwegirtinê westiyam” (Yêremya 20:8, 9). Cabdariya Yêremya çiqas zor bû jî, giliyên Yehowa qewat didane wî, ku ew cabdariya xwe bîne sêrî. Em jî ji Xebera Xwedê qewatê distînin. Pawlosê şandî nivîsî wekî xûşk-bira “zanebûna ruhanîva tijî bin”, çi ku wê alî wan bikira, usa bijîn “çawa layîqî Xudan e” û “qencîkirinêda xweyîber bin” (Kolosî 1:9, 10). w24.04 14-15 ¶2-4

Led, 5 Tîrmehê

Sadoqê Kahin . . . Silêman rûn kir (1 Padş. 1:39, ÎM).

Rast e Kahînê Mezin, Abiyatar, safî kir piştgiriya kurê Dawid Adoniya bike, yê ku dixwest textê padşatiyê zeftî xwe ke, yeke Sadok Yehowara amin ma. Dawid tu car dudilî nedibû ku Sadok yekî amin e. Gava plana Adoniya eşkere bû, Dawid gote Sadok, Natan û Benaya, ku ewana Silêman ça padşa kifş kin (1 Padşatî 1:32-34). Bê şik, Sadok ji aminiya xizmetkarên Yehowaye din qewat û hêlanê distand, mesele ji aminiya Natan û merivên din, yên ku piştgiriya Dawid Padşa dikirin. Gava Silêman bû padşa, ewî Sadok dewsa Abiyatar ça kahîn kifş kir (1 Padşatî 2:35). Gelo tu ça dikarî çev bidî Sadok? Hergê merivekî teyî hezkirî ji rastiyê derê, Yehowara bide kifşê wekî tu dixwazî jêra amin bimînî (Yêşû 24:15). Yehowa wê qewat û mêrxasiyê bide te. Bi saya dua, xwe bispêre wî û tevî xûşk-bira nêzîk be. Yehowa aminiya te gelekî qîmet dike û ewê bona vê yekê te xelat ke (2 Samûyêl 22:26). w24.07 6-7 ¶16-17

Duşem, 6 Tîrmehê

Werên em terka qencîkirinê nedin (Galt. 6:9).

Zebûr 15:2-da tê gotinê, ku dostê Xwedê “bê leke dimeşe û xwe rîya heqîyê digire”. Ça ji vê rêzê tê kifşê, em gerekê berdewam kin vê yekê bikin. Gelo bi rastî dibe, wekî em “bê leke” bimeşin? Belê. Her kes qisûrdar e, lê hergê em çi ji destê me tê bikin, wekî guh bidine Yehowa, ewê me ça kesên “bê leke” hesab ke. Gava em soz didine Yehowa, ku emê heta-hetayê jêra xizmet kin û bêne nixumandinê, ev yek tenê destpêka xizmetiya me ye. Were em dîna xwe bidinê, ku berê, seva ku kesek bibûya mêvanê Yehowa, bes nîbû ku ew tenê para miletê Îsraêlê bûya. Kitêba Pîrozda derheqa hineka ji wan, usa tê gotinê: “Gazî Xwedayê Îsraîl dikin, lê ne bi rastî û dilsozî” (Îşaya 48:1). Lazim bû Îsraêliyên dilsax pêbihesiyana, ku Yehowa çi ji wan dewa dikir û li gora vê yekê bijîtana. Mîna vê yekê, seva ku Xwedê ji me razî be, bes nîne ku em bêne nixumandinê û para civatê bin. Em gerekê xwe “rîya heqîyê” bigirin. w24.06 9 ¶4; 10 ¶6

Sêşem, 7 Tîrmehê

Çev bidine Xwedê (Efes. 5:1).

Yehowa çawa merdaniya xwe dide kifşê? Were em dîna xwe bidine çend mesela. Yehowa bona hewcên me xem dike. Diqewime em dewletî nînin, lê şikir Yehowara çi ku bona jîyînê lazim e, bal me heye. Mesele, ew xwarinê, kinc û cî-sitarê dide me (Zebûr 4:8; Metta 6:31-33; 1 Tîmotêyo 6:6-8). Gelo Yehowa van tişta dide me, çimkî ew mecbûr e? Hemikî na! Dîna xwe bidinê, ku Îsa Metta 6:25, 26-da çi gotiye. Van rêzada Îsa besa hine efrîna kir. Ewî derheqa çivîka usa got: “Ewana ne diçînin, ne didirûn û ne jî embarada tiştekî top dikin”. Lê dîna xwe bidinê, ku ewî paşê çi got: “Bavê weyî ezmana wana têr dike”. Paşê Îsa got: “Ne hûn ji wan qîmettir in”. Hergê Yehowa bona hewcên heywana xem dike, hemikî ewê bona me jî xem bike. Mîna bavekî ku malbeta xwe dibe xweyî, Yehowa jî malbeta xwe hez dike û lê dibe xweyî (Zebûr 145:16; Metta 6:32). w24.09 26-27 ¶4-6

Çarşem, 8 Tîrmehê

Kesên ku xizmetiya xwe rind tînin sêrî, navekî baş qazanc dikin û dikarin bi serbestî derheqa baweriya xweye hindava Mesîh Îsa, xeber din (1 Tîmt. 3:13).

Berdestiyên civatê bi ruhê pîroz têne kifşkirinê. Civatêda ewana gelek tiştada alî rûspiya dikin. Lê berî pêşin berdestiyê civatê ruhanîda gihîştîne, ewana Yehowa hez dikin û li gora qanûnên wî dijîn. Û him jî ewana xûşk-bira gelek hez dikin (Metta 22:37-39). Seva ku birakî nixumandî bibe berdestiyê civatê, ew gerekê çi bike? Kitêba Pîroz nîşan dike, ku bira gerekê yekî çawa be, ku bikaribe ça berdestiyê civatê bê kifşkirinê (1 Tîmotêyo 3:8-10, 12). Hergê tu dixwazî ça berdestiyê civatê xizmet kî û alîkariyê bidî yên din, wan xeyset-hunura lêkolîn ke, derheqa kîjana Kitêba Pîrozda nivîsar e, û paşê ser xwe bixebite, ku van hunura nav xweda pêşda bînî. Lê pêşiyê tu gerekê rind bizanibî, ku tu çima dixwazî bibî berdestiyê civatê. w24.11 15 ¶4-5

Pêşem, 9 Tîrmehê

Gava we xebera Xwedê ji me bihîst, we ew ne ku ça xebera meriva, lê ça xebera Xwedê qebûl kir (1 Têsln. 2:13).

Hine kes dibêjin ku wana Kitêba Pîroz gelek car xwendiye. Lê gelo ewana bi rastî baweriya xwe Kitêba Pîroz tînin? Gelo ewana li gora Kitêba Pîroz dijîn? Sed heyf, ku gelek meriv vê yekê nakin. Lê em usa nînin! Em qebûl dikin û îzinê didin wekî ew ser me hukum ke. Lê carna hêsa nîne, ku em Kitêba Pîroz bixûnin û emirê xweda bidine xebatê. Mesele, dibeke mera çetin be bona xwendinê wede bivînin. Yan jî, dibeke em zû-zû dixûnin û ser vê yekê kûr nafikirin. Çetinayîke din jî dibeke ev e, ku gelek kêmasiyên me hene, kîjan ku em gerekê rast kin. Lê halê te çi be jî, dilteng nebe. Bi alîkariya Yehowa tu dikarî serkevî. Were em her tiştî bikin, wekî xeberê bînin sêrî. Çiqas em Kitêba Pîroz bixûnin û li gora vê bijîn, haqas emê bextewar bin (Aqûb 1:25). w24.09 7 ¶15-16

Înî, 10 Tîrmehê

Berdewam kin bixwazin û wê wera bê dayînê (Lûqa 11:9).

Gava tiştekî xirab tê serê me, Yehowa bi saya ruhê pîroz dilbîniyê dide me. Gava tu rastî derdekî giran têyî, tu dikarî dilê xwe Yehowara vekî û çiqas dixwazî jêra xeber dî (Zebûr 86:3; 88:1). Timê lava ke, wekî ew ruhê xweyî pîroz bide te. Yehowa wê tu car xwestina te pişt guhê xweva nevêje. Gelo tu ji bo tengasîke xwe qidûm ketî? Ruhê pîroz dikare qewatê bide te, wekî tu bikaribî bi aminî Yehowara xizmet kî (Efesî 3:16). Hergê tu dixwazî ku Yehowa ruhê pîroz bide te, gelo tu çawa dikarî li gora vê xwestinê hereket bikî? Ji bo vê yekê, gerekê tu kirên usava mijûl bî, yên ku rê vedikin wekî tu hê zêde ruhê pîroz bistînî. Mesele, gerekê tu herî civîna û merivara mizgîniyê bela kî. Usa jî tu gerekê Kitêba Pîroz her roj bixûnî, wekî fikirên Yehowa bikevine dilê te (Fîlîpî 4:8, 9). Gava tu Kitêba Pîroz dixûnî, dîna xwe bide kesên ku rastî tengasiya dihatin, û têderxe ku Yehowa çawa alî wan dikir, wekî ewana sebir kin. w24.10 9 ¶12-14

Şemî, 11 Tîrmehê

Xwedê dinya usa hez kir (Yûhn. 3:16).

Em jî mîna Yehowa û Kurê wî Îsa, meriva hez dikin (Metelok 8:31). Dilê me ser merivên ku “bê guman û bê Xwedê” ne, gelek dişewite (Efesî 2:12). Ewana problêmên xweda dixeniqin, lê bal me dermanê van derda heye, ev heye mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê. Em meriva hez dikin û dilê me dêşe çaxê em çev halê wan dikevin, lema jî em xîret dikin wekî mizgîniyê bigihînin wan. Mizgîniya xêrê gumanê dide meriva, alî wan dike ku emirê wan diha baş be û mecalê dide wan, wekî dinya tezeda “jiyîna ku rastî jiyîn e” bistînin (1 Tîmotêyo 6:19). Em meriva hez dikin, lema jî em dixwazin wekî ewana bizanibin, ku xilaziya vê dinya xirab îda nêzîk e (Hezeqêl 33:7, 8). Em dixwazin, wekî ewana bizanibin, ku wedê tengasiya mezin çi wê biqewime: Rêlîgiya qelp wê bê wêrankirinê û Harmegedonêda dinya xirab wê bi temamî bê qirkirinê (Eyantî 16:14, 16; 17:16, 17; 19:11, 19, 20). w24.05 16-17 ¶8-9

Led, 12 Tîrmehê

Delalno, heyfê hilnedin, lê cî bidine xezeba Xwedê, çimkî Nivîsarên Pîrozda usa tê gotinê: “Yehowa dibêje: ‘Heyfhildan ya min e; ezê heyfê hildim’” (Rom. 12:19).

Pawlosê şandî Mesîhiyara gotibû, wekî ewana “cî bidine hêrsa Xwedê”. Ev tê hesabê ku em gerekê hîviyê bin, heta ku ew li gora qirara xwe û wedê rastda heqiyê vegerîne. Gava birakî bi navê Con rastî neheqiyê hat, ewî got: “Minra lazim bû hêrsa xwe kontrol kim, seva ku tiştên nerast nekim, lê ev yek hêsa nîbû. Romayî 12:19 alî min kir, wekî ez hîviya Yehowa bim”. Kesên ku difikirin, wekî xwexa çetinayîkê safî kin, gelek cara dikevine strêsê. Lema jî bona me diha baş e, ku em hîviyê bin heta Yehowa problêma me safî ke. Yehowa ça bêjî mera usa dibêje: “Evê neheqiyê bide destê min, ezê her tiştî safî kim”. Çi jî hebe, Yehowa wê xweyê sozê xwe be. w24.11 6 ¶14-15

Duşem, 13 Tîrmehê

Her roj nanê me li gora hewcên meyî herrojî bide me (Lûqa 11:3).

Em gerekê îzinê nedin, wekî jîyîna meda mal û milk bibine tiştên lapî ferz. Pawlosê şandî dîna Mesîhiya kişande ser mesela xirab ya Îsraêliyên berê. Ewî wanra got, ku dilê wan gerekê ser “tiştên xirab” nîbe, çawa ku dilê Îsraêliya çûbû ser tiştên xirab (1 Korintî 10:6, 7, 11). Îsraêliya ji bo çevbirçîbûnê tiştên ku Yehowa bi keremetî dabûne wan, hesab kirin ça “tiştên xirab” (Jimar 11:4-6, 31-34). Usa jî gava Îsraêliya destpêkirin golika zêrîn bihebînin, wana nîşan kir ku hişê wan diha zêde ser xwarin, vexwarin û kêfkirinê ye, ne ku ser hebandina Yehowa (Derketin 32:4-6). Lazim bû ku Mesîhî, yên ku hingê dijîtin, ji tiştên ku hatibûne serê Îsraêliya dersê hîn bin, çimkî çend sal şûnda, sala 70 D.M.-da, Orşelîm û paristgeh hatine wêrankirinê. Niha em xilaziya vê dinya xirabda dijîn, lema şîreta Pawlos bona me jî ferz e. w24.12 6 ¶13

Sêşem, 14 Tîrmehê

Şa be tevî jina xweye cahiltiyê (Metlk. 5:18).

Yehowa Xwedayê şa ye, û ew dixwaze ku em jî şa bin (1 Tîmotêyo 1:11). Seva ku em ji emirê xwe şabûnê û lezetê bistînin, ewî gelek pêşkêş daye me (Aqûb 1:17). Zewac yek ji van pêşkêşa ye. Gava jin û mêrek hevdu distînin, ewana soz didine hev, ku wê hevdu hez bikin, qedirê hevdu bigirin û hevdu bibine xweyî. Hergê hezkirina orta wanda qewî bimîne, ewana wê gelek bextewar bin. Sed heyf ku îro gelek jin û mêr sozê ku wana roja zewacê dabûne hev, naynin sêrî, lema jî ewana bextewar nînin. Yehowa dixwaze, wekî mêr hindava jina xweda çawa be? Yehowa temî dide mêra, ku “qedirê” jinên xwe bigirin. Mêrê ku qedirê jina xwe digire, ew hindava wêda sert nîne û lê hez dike (1 Petrûs 3:7). w25.01 8 ¶1-2; 9 ¶4-5

Çarşem, 15 Tîrmehê

Xudan piştovanê min e û ez natirsim (Îbrn. 13:6).

Bê şik nema Pawlos Îbraniyara alî Mesîhiyên qirna yekê dikir, wekî ewana xwe bona tengasiyên ku hîviya wan bûn, hazir kin. Pawlos xûşk-bira hêlan dikir, wekî ewana Nivîsarên Pîroz rind lêkolîn kin û fem kin. Ev yek alî wan dikir ku fikirên nerast înkar kin, wekî baweriya wan sist nebe. Ewî gote wan, ku baweriya xwe diha qewî kin û li gora rêberiya Îsa Mesîh û birên cabdar hereket bikin. Usa jî ewî alî xûşk-bira kir, wekî ewana çetinaya hesab kin çawa mecal, ku aminiya xwe Bavê xweyî dilovanra bidine kifşê. Were em jî guh bidine van şîretên ji bîna ber Xwedê, wekî bikaribin bi aminî heta xilaziyê sebir kin! (Îbranî 3:14) w24.09 13 ¶17, 19

Pêşem, 16 Tîrmehê

Îsa Mesîh emirê Xwedê anî sêrî, carekê bona her tim bedena xwe kire qurban, bi vê yekê em paqij kirin (Îbrn. 10:10).

Li gora Kitêba Pîroz, kirîn heqê bona lihevhatinê û kewandinê ye. Li ber çevê Yehowa, kirîn mecalê dide, wekî tiştên undabûyî tezeda bêne destxistinê. Gelo çi cûreyî? Adem û Hêwayê him bêqisûrtiya xwe him jî mecala jîyîna her-heyî unda kirin. Lema jî, lazim bû ku qîmeta kirînê bi qasî qîmeta tiştên undabûyî be (1 Tîmotêyo 2:6). Tenê merivekî gihîştî, yê ku 1) bêqisûr bû, 2) mecala wî hebû heta-hetayê ser erdê bijî û 3) hazir bû emirê xwe bona kara me qurban ke, dikaribû bibe heqê layîq. Were em sê meniya şêwir kin, ku çira Îsa Mesîh layîq bû, wekî bibe qurban: 1) Ew bêqisûr bû, dêmek “ewî gune nekir” (1 Petrûs 2:22). 2) Lema jî îzina wî hebû heta-hetayê ser erdê bijî. 3) Ew hazir bû jîyîna xwe bona me berva bide (Îbranî 10:9). w25.02 4-5 ¶11-12

Înî, 17 Tîrmehê

Xwedê bi merdanî ruhê xwe dide (Yûhn. 3:34).

Yehowa te hez dike û dixwaze wekî tu bibî para malbeta wî. Çetinayên te çi bin jî, xwestina Yehowa dîsa jî nayê guhastinê. Îsa hine şagirtên xwera usa gotibû: “Hergê baweriya we weke toximê xerdalê be jî, hûn vî çiyayîra bêjin: ‘Ji vir here wêderê’, ewê here. Û hûnê bikaribin hemû tiştî bikin” (Metta 17:20). Kesên ku guh didane vê yekê, tenê çend sala tevî Îsa bûn, lema jî lazim bû ku baweriya wan diha qewî be. Lê Îsa wanra got, ku hergê ewana baweriya xwe diha qewî kin, Yehowa wê alî wan bike çetinayên ku mîna çiya ne, cîguhastî kin. Yehowa wê alî te jî bike wekî tu bikaribî vê yekê bikî! Hergê tiştek riya te digire wekî tu bêyî nixumandinê, xwe paş nexe û her tiştî bike, wekî wan çetinayên xwe zû safî kî. w25.03 7 ¶18-20

Şemî, 18 Tîrmehê

Xudan tevî min e, ez natirsim (Zeb. 118:6).

Gava tu rastî çetinaya têyî, bîne bîra xwe ku Xwedayê sax hazir e pişta te bigire. Ev yek wê alî te bike, wekî tu himberî çetinayên xwe serkevî. Seva ku baweriya te diha qewî be, bide ber çevê xwe, ku Yehowa heta niha ça alî xizmetkarên xwe kiriye (Îşaya 37:17, 33-37). Usa jî dîna xwe bide serhatiyên ser malpera jw.org, yên ku nîşan dikin, ku îro Yehowa ça alîkariyê dide xûşk-birên me. Xêncî vê yekê, bîne bîra xwe, ku Yehowa bona te çi kiriye. Dibeke Yehowa te ji devê hirç, yan şêrekî xilaz nekiriye, lê bê şik, ewî ser emirê te hukum kiriye. Ya lape ferz ev e, ku Xwedê te kiriye dostê xwe (Yûhenna 6:44). Ji wî reca bike, wekî bîne bîra te, ku ça ewî caba duayên te daye, ça wededa alî te kiriye, yan jî ça halekî çetinda, te bûye xweyî. Hergê tu derheqa van tişta bifikirî, baweriya te wê diha qewî be, ku Yehowa wê dîsa alî te bike. w24.06 21 ¶8

Led, 19 Tîrmehê

Mirin derbazî ser hemû meriva bû, çimkî hemûya jî gune kir (Rom. 5:12).

Em naxwazin van tişta bikin, çi ku wê dilê Yehowa bêşîne. Lê em merivne qisûrdar in, lema jî gava em têne cêribandinê, em hêsa dikarin tiştekî nerast bikin (Romayî 7:21-23). Belê, nişkêva em dikarin tiştekî nerast bikin, çi ku dibeke mera hewas bê kifşê. Seva ku em Yehowa û Îsara amin bin, em gerekê guh bidine vê şîreta Îsa ku “hişyar bimînin” û “nekevine cêribandinê”. Em gişk jî merivne qisûrdar in, lema jî em têne cêribandinê. Lê kêmasiyên me ji hev cude dibin. Mesele, bona hine meriva diqewime usa hêsa nîne, ku xwe ji bênamûsiyê dûr bigirin. Lê hinekara dibeke hêsa nîne xwe ji mastûrbasiyayê yan ji pornografiyê dûr bigirin. Hine meriv jî diqewime ser xwe dixebitin, wekî zû hêrs nekevin, kubar-babax nîbin, yan jî tirsa ber meriva ji dilê xwe derxin. w24.07 14 ¶3; 15 ¶5

Duşem, 20 Tîrmehê

Bi dil û can bibaxşînine wî û ber dilê wîda bên, wekî ew nav xemgîniya xweda nexeniqe (2 Korn. 2:7).

Bidine ber çevê xwe ku hergê rûspiya merivê ku tobe kiribû civatêda qebûl nekirana, yan jî hergê paşî vegerandina wî xûşk-bira hindava wîda bi hezkirin nîbûna, çi wê biqewimiya. Ew meriv wê “kerbî berxweketinê” dilşkestî bûya û bifikiriya ku halê wî bêçare ye. Serda jî dibeke ewî îda xîret nekira ku dîsa nêzîkî Xwedê be. Hergê xûşk-birên din nebaxşandana merivê ku tobe kiribû, dostiya wane tevî Yehowa jî wê xirab bûya. Gelo çira? Çimkî ewana wê mîna Yehowa rem nîbûna, lê mîna Mîrê-cina sert û bêrem bûna. Bi wî cûreyî wana wê dilê Mîrê-cina şa kira, çimkî ewana wê bibûna sebeb ku ev meriv terka xizmetiyê bida (2 Korintî 2:10, 11; Efesî 4:27). w24.08 17 ¶7, 10-11

Sêşem, 21 Tîrmehê

Gava ew hilkişiya jorê . . . meriv ça pêşkêş dan (Efes. 4:8).

Hine mêrên ku Îsa ça “pêşkêş” dane civatê, cabdarîke din tînin sêrî. Bin rêberiya Îsada, rûspiyên li Orşelîmê, mesele Pawlos, Barnabas û hine birên din berpirsiyarên mihalê kifş dikirin (Karên Şandiya 11:22). Gelo çira? Çawa ku berdestiyên civatê û rûspî dihatin kifşkirinê ku civata bişidînin, berpirsiyarên mihalê jî bi vê nêtê dihatine kifşkirinê (Karên Şandiya 15:40, 41). Berpirsiyarên mihalê timê rêwîtiyêda nin. Hinek ji wan bi seda kîlomêtra rêwîtiyê dikin ku bigihîjine civata. Her heftiyê, berpirsiyarên mihalê çend gotara dixûnin û serlêdanên şivantiyê dikin. Usa jî ewana civînekê tevî pêşenga derbaz dikin, civînekê tevî rûspiya û çend civînên bona xizmetiyê derbaz dikin. Ewana gotara hazir dikin û civatên mezin organîze dikin. Ewana mekteba bona pêşenga derbaz dikin, bona hemû pêşengên mihalê civîneke mexsûs derbaz dikin û usa jî cabdariyên din tînin sêrî, kîjan ku gerekê zû bêne kirinê, yên ku ewana ji Beytelê distînin. w24.10 21 ¶12-13

Çarşem, 22 Tîrmehê

Ezê neheqiyên wan bibaxşînim û îdî ezê gunên wan bi bîr neyînim (Yêrem. 31:34, ÎM).

Yêremya pêxember rêza rojêda giliyên Yehowa diwekilîne. Çaxê Pawlosê şandî besa vê yekê dikir, ewî jî giliyên vî cûreyî da xebatê: “Ezê neheqiyên wan bibaxşînim û gunên wan jî îdî bîr neynim” (Îbranî 8:12). Gelo ev yek çi tê hesabê? Kitêba Pîrozda xeberên “bînin bîra xwe” cara ne tenê tê hesabê ku kesek tiştên berê tîne bîra xwe, yan jî ser vê yekê dişirmîş dibe, lê ev usa jî kirên kesekî tê hesabê. Mesele, ew merivê qaçax, yê ku kêleka Îsa hatibû mixkirinê, usa got: “Îsa, gava tu bikevî Padşatiya xwe, min bîne bîra xwe” (Lûqa 23:42, 43). Bi van giliya ewî ne tenê dixwest wekî Îsa derheqa wî bifikire, lê bi rastî ewî dixwest, ku Îsa tiştekî bona wî bike. Ji caba Îsa em fem dikin, ku ewê wî merivî ji mirinê rake. Lema jî gava Yehowa dibêje, ku ew gunên me îda nayne bîra xwe, ev tê hesabê wekî axiriyêda ewê me ceza neke bona van guna, yên ku ewî îda baxşandiye me. w25.02 10-11 ¶14-15

Pêşem, 23 Tîrmehê

Yê Herî Pîroz naskirin bîlantî ye (Metlk. 9:10).

Zanebûna rast em wî çaxî distînin, gava derheqa hunurên Yehowa, nêta wî û tiştên ku ew hez dike yan nefret dike, pêdihesin. Mesele ji xwe bipirse: “Ser hîmê vê yekê, ku ez çiqas Yehowa nas dikim, gelo ez dikarim safîkirina usa bikim, ya ku wê wî xweş bê?” (Efesî 5:17). Seva ku em dilê Yehowa şa kin, carna dibeke lazim be, wekî em himberî xwestina heval yan merivên xwe derên. Mesele, dibeke hine dê-bav bi nêteke baş bixwazin wekî qîza wan xortekî dewletî bistîne, yan jî yekî usa kê wê qelenekî mezin pêş wêva bide, û ne jî dîna xwe bidinê hela ew yekî ruhanîda gihîştî ye yan na. Ev yek normal e, wekî dê-bav dixwazin ku qîza wan ji aliyê matêrîalîda hewcê tu tiştî nîbe. Lê qîzik gerekê ji xwe bipirse: “Gelo ew xort wê alî min bike, wekî ez heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kim? Gelo Yehowa ça ser vê yekê dinihêre? Cab kitêba Metta 6:33-da hatiye dayînê. Mera tê gotinê, ku em “berê pêşin bikevine heyra Padşatiya Xwedê”. Hemikî em qedirê dê-bavê xwe û merivên li der-dorê xwe digirin, lê dîsa jî bona me ya lape ferz ev e, ku em dilê Yehowa şa kin. w25.01 17 ¶9-10

Înî, 24 Tîrmehê

Xudan kêleka min disekinî û qewat dida min (2 Tîmt. 4:17).

Em hewcê alîkariya Yehowa ne, seva ku wedê peyketina jî berdewam kin mizgîniyê bela kin (Eyantî 12:17). Em çima bawer in wekî Yehowa wê alî me bike? Were em niha dîna xwe bidine duayê Îsa, ya ku kitêba Yûhenna serê 17-da nivîsar e. Îsa ji Yehowa lava kir, wekî ew bona şandiya xem bike. Û Yehowa caba duayê wî da. Kitêba Karên Şandiya nîşan dike, ku Yehowa ça alî şandiya dikir, wekî ewana nava peyketinada jî bi xîret mizgîniyê bela kin. Usa jî duayê xweda Îsa ji Yehowa lava kir, wekî ew bona wan meriva xem bike, yên ku wê guh bidana mizgîniyê. Lema jî çawa ku Yehowa alî şandiya kir, ewê alî te jî bike (Yûhenna 17:11, 15, 20). Çiqas em nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, haqas belakirina mizgîniyê dikare diha çetin be. Dîsa jî Yehowa wê alî me bike, wekî em bi xîret şixulê belakirina mizgîniyêda kar bikin (Lûqa 21:12-15). w25.03 18 ¶13-14

Şemî, 25 Tîrmehê

Va ye, wê xulamên min ji kêfa biqîrin (Îşa. 65:14, ÎM).

Cimeta Yehowa şabûna dikine qîrîn, çimkî dilê wana bi razîbûnê tije ye. Rastiyên Kitêba Pîroz, yên ku baweriya me qewî dikin û berdiliyê didine me, û gumana meye ser hîmê qurbana Îsa, şabûnê dikine dilê me. Gava em tevî xûşk-bira derheqa van tişta xeber didin, ev yek me bi rastî bextewar dike! (Zebûr 34:8; 133:1-3) Hezkirin û yektiya nav xizmetkarên Yehowada, du nîşanên cineta ruhanî ne. Ev “yektiya tam” nîşanî me dike, ku emir dinya tezeda wê çi cûreyî be. Wî çaxî hezkirin û yektiya orta meda, wê diha qewî be (Kolosî 3:14). Her kesê ku dixwaze bi rastî bextewar be, gerekê bikeve cineta ruhanî. Firqî tune ku merivên vê dinyayê derheqa me çi difikirin, Yehowa Xwedê û malbeta wî me hez dikin (Îşaya 65:15). w24.04 21 ¶7-8

Led, 26 Tîrmehê

Berdewam kin . . . hevdu qewî kin (1 Têsln. 5:11).

Gelo em çawa dikarin alî wan xûşk û bira bikin, yên ku dixwazin bizewicin? Tiştekî ferz ev e, ku em miqatî giliyên xwe bin (Efesî 4:29). Ji xwe bipirse: “Gelo ez qerfên xwe kesên azep dikim? Gava ez divînim ku xûşkeke azep tevî birakî azep xeber dide, gelo ez derbêra difikirim, ku orta wanda tiştek heye?” (1 Tîmotêyo 5:13). Usa jî em gerekê nebin sebeb, ku xûşk û birên azep xwe bêqîmet texmîn kin. Gelo diha baş nîne, ku em mecala bigerin, wekî payê xûşk-birên azep bidin! Em gerekê çi bikin gava difikirin, wekî filan xûşk û bira gelek hevdu tên? Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku em gerekê hestên kesên din hildin hesab (Romayî 15:2). Gelek kesên azep naxwazin, wekî kesekî din wanra hevalzewac bigere (2 Têsalonîkî 3:11). Lê hine xûşk-birên azep bona alîkariya kesên din razî ne, lê dîsa jî, em gerekê bê îzina wan nekevine nava şixulên wan (Metelok 3:27). w24.05 24-25 ¶14-15

Duşem, 27 Tîrmehê

Qeyayê wan ne mîna Qeyayê me ye (Qan. Dcr. 32:31).

Hine tiştên ku têne serê me, dikarin nişkêva jîyîna me tevlihev kin. Ça baş e, ku em dikarin ji Yehowa Xwedê alîkariyê bixwazin! Çaxê em divînin, ku Ew çawa alî me dike, em diha îzbat dibin wekî “Xudan sax e” (Zebûr 18:46). Lê paşî van giliya, Dawid Xwedêra got “Qeyayê min”. Gelo ewî çira usa got? Hine rêzên Kitêba Pîrozda, Yehowa tê navkirinê “zinar”. Gelek car, çaxê xizmetkarên Yehowa pesinê wî didan, wana wî nav dikir ça zinar. Cara pêşin Qanûna Ducarî 32:4-da tê gotinê, wekî Yehowa Xwedê mîna “Zinar” e. Hanna, diya Samûyêl jî duayên xweda got, ku “zinarekî wekî Xwedayê me tune ye” (1 Samûyêl 2:2, ÎM). Hebaqûq jî ser Yehowa got “Zinar” (Hebaqûq 1:12). Yehowa xwexa jî, xwe beramberî zinarekî kir (Îşaya 44:8). w24.06 26 ¶1, 3

Sêşem, 28 Tîrmehê

Yehoşefat bi hemûya dilê xwe li Xudan geriyayî ye (2 Dîr. 22:9).

Yehowa wan padşên Îsraêlê qebûl dikir, yên ku bi temamiya dilê xwe wîra xizmet dikirin. Lê derheqa Yoşiya Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Bi temamiya dil û canê xwe, bi temamiya hêza xwe wek padşakî ku li Xudan vegere, ne beriya wî û ne jî paşî wî tu kesê wek wî derneket” (2 Padşatî 23:25, ÎM). Gelo Kitêba Pîrozda derheqa Silêman Padşa, yê ku emirê xweyî mezinda xirabî dikir, çi tê gotinê? “Ewî bi temamî dilê xwe nesparte Xwedayê xwe Xudan” (1 Padşatî 11:4, ÎM). Xêncî vê yekê, Kitêba Pîroz derheqa Abiyam, yê ku padşakî xirab bû, usa dibêje: “Ewî dilê xwe bi temamî nesparte Xwedê Xudan” (1 Padşatî 15:3, ÎM). Kitêba Pîrozda xebera “dil” gelek car tê hesabê hemû hest, fikir, nihêrandin, hunur û nêtên meriv. Lê gelo çi tê hesabê bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet kin? Merivê ku bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet dike, vê yekê ne tenê ji bo borcdariyê dike, lê çimkî ew Wî gelek hez dike û qedirê Wî digire. w24.07 21 ¶4-5

Çarşem, 29 Tîrmehê

Resît ke hemû neheqîyên min (Zeb. 51:9).

Yehowa bi meselekê dide kifşê, ku ew bi temamî guna dibaxşîne. Ew dibêje: “Min neheqiyên te wek ewira û gunên te wek mijê paqij kirin” (Îşaya 44:22, ÎM). Gava Yehowa gunên me dibaxşîne, ew ça bêjî wan guna bi ewrekî mezin dadide, wekî ev betavebin û îda tu car neyêne kifşê. Em ji van mesela çi pêdihesin? Gava Yehowa gunên me dibaxşîne, em gerekê netirsin ku leka gunên me wê heta-hetayê ser me bimîne. Bi saya xûna Îsa Mesîh, deynê me bi temamî tê betalkirinê û ne jî tê kifşê, ku wextekî ev leke ser me bû. Belê, çaxê em gunên xwe tobe dikin, Yehowa hema bi wî cûreyî dibaxşîne me, ku tê bêjî me ne jî gune kiriye. Rema Yehowa usa jî mecalê dide me, ku heleqetiya baş tevî Wî qazanc kin û bi zêdeyî xwe sûcdar nekin. w25.02 10 ¶11-14

Pêşem, 30 Tîrmehê

Xwedê dixwaze bi qenciya xwe alî te bike, wekî tu tobe kî (Rom. 2:4).

Rûspiyên ku komîtêyada xizmet dikin ber Yehowa cabdar in, wekî aliyê ruhanîda civatê temiz xwey kin (1 Korintî 5:7). Usa jî rûspî dixwazin wekî kesên gunekar tobe kin. Lema jî ewana guman in, wekî yên gunekar wê xwe rast kin. Gelo çira? Çimkî ewana dixwazin çev bidine Yehowa, yê ku “gelek dilovan û tije rem e” (Aqûb 5:11, ÎM). Gava Yûhennayê şandî îda kal bû, ewî usa nivîsî: “Zarokên min, ez vê yekê wera dinivîsim, wekî hûn guna nekin, lê heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye” (1 Yûhenna 2:1). Sed heyf ku carna xûşk yan birak naxwaze tobe ke. Hergê usa be, ew îda gerekê neyê hesabê Şedê Yehowa. w24.08 25 ¶19-20

Înî, 31 Tîrmehê

Baweriyêda qayîm bin (1 Korn. 16:13).

Şixulên xwe beramberî şixulê kesên din neke! Gelo çira? Çimkî Yehowa jî usa nake (Galatî 6:4). Mesele, bîne bîra xwe ku Meryemê çawa rûnê bînxweş, ku gelek biha bû, pêşkêşî Îsa kir (Yûhenna 12:3-5). Ji aliyê dinva jî, jinebîke belengaz tenê du qurûşên biçûk avîte peredanga paristgehê (Lûqa 21:1-4). Lê Îsa pêşkêşên van du kulfeta beramberî hev nekir. Ewî zanibû ku herd jî merivne amin in. Bawer be, ku Yehowa her tiştî qîmet dike çi ku tu dikî, hela hê hingê jî hergê tu difikirî wekî tu hindikî dikî. Hergê em tiştekîda dudilî dibin, Kitêba Pîroz dikare alî me bike, ku em dudilîbûnê ji dilê xwe derxin. Bawer be ku Yehowa bona te xem dike. Ew her tiştî qîmet dike çi ku tu dikî, û ewê eseyî te kerem ke. Belê, Yehowa hemû xizmetkarên xweye amin hez dike û wan dibe xweyî. w24.10 25 ¶3; 29 ¶17-18

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin