TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | GELO PADŞATIYA XWEDÊ ÇI KARÊ DIKARE TERA BÎNE?
Padşatiya Xwedê bona Îsa Çi Tê Hesabê
Çaxê Îsa ser erdê bû, derheqa cûre-cûre têma xeber dida. Mesele, Îsa peyçûyên xwe hîn dikir ça dua bikin, ça dilê Xwedê şa bikin û usa jî çi cûreyî bextewariya rast bivînin (Metta 6:5-13; Marqos 12:17; Lûqa 11:28). Lê têma lape sereke, kîjan ku nêzîkî dilê Îsa bû û ewî diha zef derheqa wî xeber dida, ev Padşatiya Xwedê bû (Lûqa 6:45).
Çawa gotara pêşiya wêda hatibû gotinê, jîyîna Îsada ya lape ferz ew bû, wekî derheqa “Mizgîniya Padşatiya Xwedê” gilî ke û bela ke (Lûqa 8:1). Îsa temamiya Îsraêlêda bi seda kîlomêtira rê diçû, seva ku derheqa Padşatiya Xwedê meriva hîn ke. Çar kitêbên pêşine Încîlda, kîderê ku nivîsar e derheqa xizmetiya Îsa sed car zêdetir derheqa Padşatiya Xwedê tê gotinê. Ji wana gelek, xeberdana Îsada hatiye gotinê. Û ev pareke biçûk e ji vê yekê, çi ku ewî derheqa Padşatiya Xwedê digot (Yûhenna 21:25).
Çira Padşatî bona Îsa haqas ferz bû, çaxê ew ser erdê bû? Menîk ew bû, wekî ewî zanibû, ku Xwedê ew kifş kiriye ça serwêr (Îşaya 9:6; Lûqa 22:28-30). Lê Îsa pey hukumetiyê nediket û navê xwe nedigeriya (Metta 11:29; Marqos 10:17, 18). Ewî ne ji bo kara xwe piştgiriya Padşatiyê dikir. Îsa dikeve heyra Padşatiyêa, çimkî zane wê çi bike bona hizkiriyên xwe, dêmek bona Bavê xweyî ezmana û peyçûyên xwe.
PADŞATÎ WÊ BONA BAVÊ ÎSA ÇI BIKE
Îsa Bavê xweyî ezmana gelek hiz dike (Metelok 8:30; Yûhenna 14:31). Ew firnaq dibe hestên Bavê xwera, hizkirina wîra, dilşewatiya wîra û heqiya wîra (Qanûna Ducarî 32:4; Îşaya 49:15; 1 Yûhenna 4:8). Bêşik, Îsa nefret dike wan derewa, yên ku hatine belakirinê derheqa Bavê wî. Mesele ku Xwedê hindava derdên merivada bêxem e û ku ew dixwaze meriv biçerçirin. Menîk ew e ku Îsa çira usa bi xîret derheqa “Mizgîniya Padşatiyê” bela dikir. Ewî zanibû, wekî wede şûnda Padşatî wê navê Bavê wî temiz ke ji derewa (Metta 4:23; 6:9, 10). Lê wê çi cûreyî evê yekê bike?
Yehowa wê bi saya Padşatiyê bona kara însanetê guhastinên mezin bike. Ew wê ji çevên merivên amin “hemû hêsirên wan paqij ke”. Yehowa wê meniya wan hêsira bide hildanê, dêmek “îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî” (Eyantî 21:3, 4). Xwedê wê bi saya Padşatiyê, hemû kul-derdên meriva bide hildanê.b
Niha femdarî ye, ku Îsa çira usa dikete heyra wê yekê wekî derheqa Padşatiyê merivara gilî ke! Ewî zanibû wekî Padşatiya Xwedê, wê bi rastî eyan ke, ku Bavê wî çiqas Himzor e û dilşewat e (Aqûb 5:11). Îsa usa jî zanibû, wekî Padşatiya Xwedê wê karê bîne wan merivara, kîjana ku ew hiz dike, dêmek yên aminra.
PADŞATÎ WÊ BONA MERIVÊN XWEDÊRA AMIN ÇI BIKE
Îsa pêşiya ku bihata ser erdê, gelek wede tevî Bavê xwe li ezmên dijît. Bav tevî Kurê xwe hemû tişt çêkiriye. Mesele, ezmanê bedew ku bi steyrka û galaktîka tije ye. Û usa jî planêta meye bedew, ser kîjanî tije bînber û şînkayî ne (Kolosî 1:15, 16). Lê diha zef Îsa merivara şa dibû (Metelok 8:31).
Îsa wedê xizmetiya xweye ser erdê jî hindava merivada hizkirin dida kifşê. Îsa ji destpêka xizmetiya xweye ser erdê, eyan nîşan kir, wekî hatiye ser erdê seva ku mizgîniyê bide feqîra û hêsîra (Lûqa 4:18). Îsa derheqa alîkariyê ne ku tenê xeber dida, lê hê zêde tişt dikir. Ewî dîsa û dîsa hindava merivada hizkirin dida kifşê. Mesele çaxê elaleta mezin top bû, wekî guh bidine wî, “gunê wî li wan hat, û nexweşên wan qenc kirin” (Metta 14:14). Çaxê mêrek ku ji nexweşiya giran diçerçirî, baweriya xwe eyan kir, wekî Îsa hergê bixwaze wê bikaribe wî qenc ke, dilê Îsa ser wî şewitî. Îsa wî mêrikîra got: “Ez dixwazim. Paqij be!” (Lûqa 5:12, 13). Lê çaxê Îsa dît, wekî Meryem şîna birê xwe Lazar dike, “kesera kûr hatê û dilê wî êşiya”, him jî “Îsa giriya” (Yûhenna 11:32-36). Paşê ewî tiştekî ecêbmayî kir. Ewî Lazarê ku îda çar roj bû miribû, ji mirinê rakir (Yûhenna 11:38-44).
Bêşik Îsa zanibû, wekî ew kara ku ewî dianî wedelû ye. Ewî fem dikir wekî zû yan dereng, ew hemûşkên ku ewî qenc dikir, wê dîsa nexweş kevin û ewên ku ewî ji mirinê radikir, wê dîsa bimirin. Lê Îsa usa jî zanibû, wekî Padşatiya Xwedê wê ser heta-hetayê nexweşiya û mirinê bide hildanê. Lema jî Îsa ne ku tenê keremet dikirin, lê “Mizgîniya Padşatiyê” bi xîret bela dikir (Metta 9:35). Keremetên wî didane kifşê wekî zûtirekê, Padşatiya Xwedê wê çi bike ser temamiya erdê. Dîna xwe bidinê, Kitêba Pîroz çi soz dide derheqa wî wedeyî.
Nexweşî wê îda tune bin.
“Wê gavê wê çevên kora vebin, guhên kera jî vebin. Wê gavê wê zilamê kulek wek xezalê bipengize. Zimanê lal bi şahî biqîre”. Xêncî wê yekê, “wê tu rûniştiyê li wir nebêje: ‘Ez nexweş im!’” (Îşaya 33:24; 35:5, 6, ÎM).
Mirin îda wê tune be.
“Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29).
“Belê wê mirinê her û her daqurtîne. Wê Reb Xudan hêsirên çeva, ji hemû rûya paqij bike” (Îşaya 25:8, ÎM).
Mirî wê ji mirinê rabin.
“Hemûyên tirbada wê dengê wî bibihên . . . rabin” (Yûhenna 5:28, 29).
“Hemû heq û neheqê ji mirinê rabin” (Karên Şandiya 24:15).
Îdî meriv wê bê cî-sitar û bê xebat nîbin.
“Wê mala çêkin û lê rûnên, wê rêza daynin û fêkiyê wan bixwin. Wê kesên din li malên ku wan çêkirine rûnenên. Wê kesên din ji rêzên ku wan daniye nexwin. . . . Kesên min hilbijartin, wê bi tevahî kêfa karên destê xwe bikin” (Îşaya 65:21, 22, ÎM).
Şer-dew îda wê tune bin.
“Şera dide sekinandinê, her çar qulbên dinyayê” (Zebûr 46:9).
“Milet wê şûr hilnekşîne ser milet û ewana tu car wê hîn nebin ku şer kin” (Îşaya 2:4, DT).
Kêmasiya xwarinê wê tune be.
“Bira erd berê xwe bide. Xwedê dua li me bike, Xwedêyê me” (Zebûr 67:6).
“Bira genimê welêt bibe bir-ber, deremetên wî serê çiya bihejin” (Zebûr 72:16).
Kesîbbûn wê tune be.
“Çimkî feqîrê heta xilaziyê neyê bîrkirinê” (Zebûr 9:18).
“Ew yê kesîb xilaz dike, ku gazî dikê û yê belengaz ku komekdarê wî tune ye. Dilê wî li bêtaqet û kesîba dişewite û nefsa belengaza xilaz dike” (Zebûr 72:12, 13).
Gava em van soza dixûnin, em fem dikin wekî çira Padşatiya Xwedê bona Îsa usa ferz e. Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî bi xîret derheqa Padşatiya Xwedê hemûşkara gilî dikir, çimkî zanibû wekî tenê Padşatiya Xwedê dikare hemû problêma ji bo çi însanet diçerçire, bide hildanê.
Sozên ku Padşatiya Xwedêva girêdayî ne, dilê we digirin? Hergê erê, hûn ça dikarin derheqa Padşatiyê hê zêde pêbihesin? Û hûn çi dikarin bikin, wekî wan kerema bistînin, yên ku ev Padşatî tîne. Gotara paşine vê rêza gotarê, vê caba vê pirsê bide.
a Vê gotarêda derheqa hestên Îsa, pê wedê niha tê gotinê, çimkî ew sax e û li ezmên e. Paşî çûyîna wîye li ezmên jî, bêşik, Padşatî bona wî gelek ferz e (Lûqa 24:51).
b Seva ku bistînî elametiyê, ku çira Xwedê wedelû dihêle wekî kul-derdên meriva hebin, binihêre kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, serê 11. Ev kitêb Şedên Yehowa neşir kirine.