KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w16 Çile rûp. 3-6
  • Ewana bi Rezedilî Xizmet Dikin: li Okyanûsyayê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ewana bi Rezedilî Xizmet Dikin: li Okyanûsyayê
  • Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • XIZMETKIRINA TEVÎ MALBETÊ
  • HAZIRBÛN BONA CÎGUHASTINÊ
  • DERBAZKIRINA ÇETINAYA
  • “EZ GELEK ŞA ME KU EM HATINE LI WIR!”
  • Tu Ça Dikarî Hînî Civateke Teze bî?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • “Ez Îda Xizmetê Gelek Hiz Dikim!”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Çawa Hînî Civata Teze bin?
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Min Gelek Kerema Stand, çimkî ji Meselên Baş Ez Gelek Tişt Hîn Bûme
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
Hê Zêde Binihêre
Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
w16 Çile rûp. 3-6
Barnêt, Saîmon, Êston, û Kalêb

Barnêt, Saîmon, Êston, û Kalêb

EWANA BI REZEDILÎ XIZMET DIKIN li Okyanûsyayê

RÊNÊ weke 30 salî ye, ew mezin bûye di Avstralyayêda malbeta Şedên Yahowada, kîjan ku xîret in di xizmetkirinêda. Rênê gilî dike: “Em gelek car derbazî wan ciya dibûn, kîderê ku hewcetiya mizgînvana hebû, seva ku alîkariyê bidin. Bi saya dê û bavê min, me çi şixul jî dikir, minra hewas bû û min şabûn distand! Çaxê du zar minra hatin bûyîn, min dixwast ku jîyîna wan jî usa be”.

Mêrê Rênê Şan weke 40 salî ye. Nêtên wîyî ruhanî jî ew bûn çawa yê jina wî. Ew gilî dike: “Paşî bûyîna zara meye duda, me “Birca Qerewiliyêda” gotar xwend derheqa malbeteke Şedên Yahowa, kîjan ku bi gemiya xwe derbazî Okyanûsa başûra-rohilatê bûn, seva ku mizgînê bela kin li giravên Tongayê.a Evê gotarê em hêlan kirin ku nemê binivîsin fîlîalên Şedên Yahowara li Avstralyayê û Zelanda Nûda, seva ku bipirsin hela kîderê heye hewcetiya mizgînvanên Padşatiyê.b Û cab ser vê nemekê ew bû, ku em hatine teglîfkirinê wekî derbazî Tonga bin, dêmek wî cîyî derheqa kîjanî me xwendibû!”

Cêykob, Rênê, Skaî, û Şan

Cêykob, Rênê, Skaî, û Şan

Şan, Rênê, û zarên wana, Cêykob û Skaî, di Tongayêda tenê weke salekê man. Çimkî di şeherda derecên xof hebûn û ewana vegeriyane li Avstralyayê. Lê nêta wan derheqa xizmetkirina di ciyên ku hewcetî hebû, ne hate guhastinê. Û di sala 2011, ewana derbazî giraveke biçûk bûn ya Okêanûsa Mezin, bi navê Girava Norfolkê. Ew girav weke 1 500 km aliyê Avstralya rohilatê ye. Lê gelo ewê yekê wanara kar anî? Îro, Cêykob ku 14 salî ye dibêje: “Yahowa ne ku tenê miqatî me bû, lê ewî usa jî xizmetkirina me hewas kir!”

XIZMETKIRINA TEVÎ MALBETÊ

Mîna Şan, Rênê û zarên wan, malbetên din jî ku Şedên Yahowa ne, bi rezedilî xizmet dikin wan ciya kîderê ku hewcetî heye. Lê gelo çi wana hêlan kir ku derbazî wan ciya bin?

“Hewasa gelek meriva mizgînêra dihat. Û me dixwast wana hêlan kin ku ewana timê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz bin” (Barnêt).

Barnêt û Saîmon, mêr û jin weke 30 salî, û kurên wan, Êston û Kalêb, yên ku niha 12 û 9 salî ne, derbazî şeherê Barktaûnê bûn, kîjan ku şeherê başqe bû li Kûînslêndêda, Avstralyayê. “Şedên Yahowa li wêderê tenê sê yan çar sala carekê mizgîn bela dikirin”, Barnêt şirovedike. “Hewasa gelek meriva mizgînêra dihat. Û me dixwast wana hêlan kin ku ewana timê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz bin”.

Cîm, Cêk, Mark, û Karên

Cîm, Cêk, Mark, û Karên

Mark û Karên, kîjan weke 50 salî ne, di hine civatada xizmet kirine nêzîkî şeherê Sîdnêy, Avstralyayê. Lê pêşiya vê yekê ewana tevî sê zarên xwe Cêsîkayê, Cîm û Cêk derbazî Nelenboî bûn, di Têrîtoriya Bakûrêda. Mark dibêje: “Ez meriva hiz dikim, lema jî dixwazim derbazî wê civatê bim kîderê ku lazim e alîkariyê bidin civatê, gelek tiştada û usa jî xizmetkirinêda”. Lê Karên dudilî dibû. “Paşî wê yekê ku Mark û hineke din ez qewî kirim, ez hazir bûm ku bicêribînim. Niha ez şa me ku derbaz bûme!”

Bênjamên, Jad, Braya, û Karolîn

Bênjamên, Jad, Braya, û Karolîn

Sala 2011 Bênjamîn û Karolîn tevî her du qîzên xwe Jad û Braya yên ku hê nediçûne mektebê, ji Kvînslênda Avstralyayê paşda vegeriyane şeherê biçûk Tîmor-Lêstê, kîjan dikeve nava giravên Endonêziyayê. Bên dibêje: “Pêşda, min û Karolînê ça pêşengên mexsûs xizmet dikir di Tîmor-Lêstêda. Xizmetkirina me gelek hewas û baş bû, û bira gelek piştgiriya me dikirin. Dilê me diêşiya ku wî cîyî dihêlin. Û me safî kir ku dîsa vegerin li wir. Çaxê zar mera hatin bûyînê, me nêtê xwe da alîkî, lê yeke neguhast”. Karolîn serda zêde dike: “Me dixwest wekî zarên me nava mîsyonêra, xizmetkarên Beytelê, û pêşengên mexsûsda bin, seva ku çiqas dikarin ewana ruhanîda mezin bin”.

HAZIRBÛN BONA CÎGUHASTINÊ

Îsa şagirtên xwera digot: “Ji we kîjan e, ku bixwaze bilindcîke nobedara çêke, pêşiyê rûnenî nede ber hesêb?” (Lûqa 14:28). Çaxê malbet safî dike derbazî cîkî din be, gelek ferz e ku pêşda hesabê xwe bikin û tişta pêşda safî kin. Lê malbet çi gerekê hildine hesab?

HALÊ RUHANÎ: Bên dibêje: “Me dixwest merivara qulix kin ne ku bibine barê giran. Pêşiya wê yekê ku em derbaz bûna, me ruhanîda xwe qewî kir. Me hê zêde wede xerc dikir bona xizmetkirinê û şixulên din di civatêda”.

Cêykob derheqa kîjanî ku jorê hatibû gotinê, gilî dike: “Pêşiya ku em derbazî Girava Norfolkê bûna, me gelek serhatiyên di “Birca Qerewiliyêda” û “Hişyar Bin!” xwend derheqa wan malbeta, kîjan ku xizmet kirine wan ciya kîderê ku hewcetî hebûye. Me şêwir dikir derheqa wan çetinaya, kîjan ku rastî wan hatibûn û ça Yahowa miqatî wan bû”. Xûşka wî Skaî ku 11 salî ye zêde dike: “Min gelek dua dikir, hin xwexa, hin jî tevî dê-bavê xwe!”

HALÊ ÊMOSYALÎ: Rênê gilî dike: “Çimkî em kêleka malbeta xwe û hevalên xweyî nêzîk diman, dêmek li wî cîyî kîderê ku min hiz dikir, lema jî mera diha hêsa bû ku wêderê bimana. Lê dewsa ku bifikiriyama ser wê yekê çi ku min dihîşt, ez difikirîm derheqa wê yekê ku derbazbûna me wê çi karê bîne malbeta mera”.

KÛLTÛRA: Gelek malbet pêşiya ku derbazî ciyê mayîn bin, lêkolîna dikin û pêdihesin derheqa wî cîyî, kîderê ku ewana dixwazin derbaz bin. Mark dibêje: “Me çiqas dikaribû, gelek dixwend derheqa Nelenboyê. Birayên ku li wê derê dijîtin mera rojnamên wî şeherî şandin, û ji wan rojnama me hine înformasiya stand derheqa cimeta wêderê û derheqa kûltûra wan”.

Şan, kîjan ku derbazî Girava Norfolkê bû, zêde dike: “Lape ferz bona min ew bû, ku hunurên Mesîhîtî bal xwe hê baş kim. Min zanibû ku hergê ez diltemiz, nerm, namûs û şixulhiz bim, ezê bikaribim nav temamiya dinyayêda her ciyada yole herim”.

DERBAZKIRINA ÇETINAYA

Ewên ku derbazî wan ciya bûne kîderê ku hewcetî heye, dibêjin wekî gelek ferz e ku meriv pozîtîv be çaxê rastî çetinayên usa tê, hîviya kîjana nîne. Were em hine mesela şêwir kin.

Rênê gilî dike: “Ez hîn bûm ku tişta bi cûrekî mayîn bikim. Mesele, çaxê berên Girava Norfolkê tevhev dibe, gemiyên ku xwarinê derbaz dikin, nikarin bigihîjne ciyê xwe û bisekinin, lema xwarin kêm dibe û biha dibe. Lema ez hîn bûme ku xwarinê hê bi êkonomî xerc kim”. Mêrê wê Şan, zêde dike: “Me usa jî xercê xwe kêm kir, seva ku perê heftiyê têra me bike”.

Kurê wan Cêykob derheqa çetinayên din gilî dike. “Di civata meye tezeda tenê heft endem hebûn, û ew gişk jî merivên mezin bûn. Û lema hevalên mine emirda weke min, tune bûn! Lê çaxê min tevî merivên emirda mezin xizmet dikir, em dibûne hevalên hev”.

Cîm jî ku 21 salî ye, rastî çetinayîke usa hat. Ew dibêje: “Civata din ku nêzîkî Nelenboyê ye, ji me weke 725 km dûr e. Lema jî tevî xûşk birên mayîn em tenê wedê civata mezin xeberdidin. Em zû têne li ser civata mezin, seva ku tevî xûşk-bira xeberdin û şa bin. Ser civatên mezin em dinihêrin ça ser qewimandinên mexsûs, yê ku her sal diqewimin!”

“EZ GELEK ŞA ME KU EM HATINE LI WIR!”

Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Yê kesan dewlemend dike, bereketa Xudan e” (Metlk. 10:22). Nav temamiya dinyayê, yên ku derbazî wan ciya bûn kîderê ku hewcetî heye, ew giliyê rast ser xwe texmîn kirine.

Mark dibêje: “Keremeteke lape mezin ew bû, ku derbazbûna me li ciyên din gelek hukum bû ser zarên me. Du zarên meyî mezin bi temamî îtbariya xwe Yahowa tînin, ku ew miqatî wan meriva dibe, yên ku şixulê Padşatiyê datînin ciyê pêşiyê. Meriv nikare ewê îtbariyê bikire”.

Şan dibêje: “Ez tevî jin û zarên xwe gelek nêzîk bûme. Çaxê ez dibihêm ku Yahowa bona wan çi kir ez gelek kêfxweş dibim”. Kurê wî Cêykob giliyên bavê xwera qayîl dibe: “Min wedekî gelek baş derbaz kir. Ez gelek şa me ku em hatine li wir!”

a Binihêre gotar “Dostên Xwedê di Giravên Dostiyê”, di “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Kanûna Pêşin sala 2004, rûp. 8-11.

b Sala 2012-da fîlîala Avstralyayê û Zelanda Nû bûne yek, û bû fîlîala Avstralasya.

HÎNKIRIN Kareke Mezin e

Bênjamên Oda Civatêda ber aparatûrê tevî bira xeberdide

HERGÊ tu derbazî welatekî xerîb bûyî seva ku xizmet kî, wî çaxî wê baş be hergê tu hinava merivên wî welatî razîbûnê bidî kifşê û qedirê kûltûra wan bigirî. Û usa bike ku hînî wan bî, seva ku ewana te hiz kin û qedirê te bigirin. Rûspiyên ku xizmet dikin di wan civatada kîderê ku hewcetî heye, dikarin kareke mezin bidine civatê. Ew kar ew e, ku bira hîn kin. Çaxê rûspiyên usa aliyê bira dikin ku bibine şivanên ruhanî, ew yek dikare alîkariyê bîne temamiya civatêra, wî çaxî jî hergê ew rûspî derbazî civateke din be. Hergê tu ew rûspî yî ku kara usa didî, ev çend şîret wê bona te kêrhatî bin di hînkirina birada:

GEREKÊ ÇI BIKÎ:

Şan di xeberdide tevî bira di kitêbxaneya Oda Civatêda

“Birara wan şixula bide, kîjan ku ewana dikarin bikin. Nîşan ke, çi ewana gerekê bikin, û bide kifşê ku tu baweriya xwe wana tînî vê yekêda, ku ewana dikarin wî şixulî bikin”. (Mark.)

“Min welgerand hine înstrûksya ser zimanê wan bira. Ew yek alî wan kir ku ewana bizanibin çi gerekê bikin di civatêda”. (Bênjamîn.)

“Hergê tu xûşk-birada û civatêda tiştên baş digerî, bi vê yekê tu û merivên dorberê te wê bextewar bin”. (Barnêt.)

JI ÇI GEREKÊ XWE DÛR BIGIRÎ:

“Şixulê merivên mayîn kontrol neke. Meriv dikare xweda dudilî be û sist be, hergê ew texmîn dike ku kesek timê pey dinihêre û şaşiyên wî digere. Usa jî, civata xweye teze û ya berê beramberî hev neke. Wê ne baş be hergê tu timê bêjî: ‘Di civata mine berêda. . . ’”. (Mark.)

“Xwe dûr bigire ji wê yekê ku, dîna meriva bikişînî ser xwe, hela hê jî çaxê tu tiştekîda hê baş î, ne ku yên din. Dewsa wê yekê, guh bide Xebera Xwedê û rêberiya teşkîleta wî. Ew yek yektiyê tîne û gişkara eyan dike, ku Yahowa me hîn dike”. (Şan.)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin