Navê Xwedê destnivîsarên kewinda (bi reng kifş kiriye)
Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Gelo navê Xwedê heye?
HINEK MERIV BAWER DIKIN wekî navê Xwedê tune hinek jî dibêjin wekî Xwedê û Xudan, ev îda nav in, hene yên usa jî, ku dibêjin wekî pir navên Wî hene. Hûnê çi bêjin?
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?
“Navê te Yahowa ye! Û yê ku li ser tevahiya Gerdûnê [Dinyayê] Herî Bilind . . . tenê tu yî!” (Zebûr 83:18, DO).
DÎSA ÇI EM PÊDIHESIN JI KITÊBA PÎROZ?
- Xêncî wê yekê gelek sernavên Xwedê hene, lê ewî tenê navek xwera daye (Derketin 3:15). 
- Xwedê xwe ji me venaşêre; ew dixwaze wekî em wî nas kin (Karêd Şandiya 17:27). 
- Gava pêşin seva ku tevî Xwedê destpêkin hevaltiyê bikin, gerekê navê wî pêbihesin (Aqûb 4:8). 
Gelo îzine navê Xwedê hildin?
HÛNÊ ÇI BÊJIN?
- Erê 
- Na 
- Dibek 
KITÊBA PÎROZ DIBÊJE
“Navê Xudan Xwedêyê xwe [Yehowa, DT] badîhewa nedî ser zarê xwe” (Derketin 20:7). Îzin tune navê Xwedê hildin, hergê bêqedir ev didine xebatê (Yêremya 29:9).
DÎSA ÇI EM PÊDIHESIN JI KITÊBA PÎROZ?
- Mûsa û Îsa navê Xwedê zanibûn û ew didane xebatê (Yûhenna 17:25, 26). 
- Xwedê dibêje, wekî em navê wî hildin (Zebûr 105:1). 
- Dijminên Xwedê hemû tiştî dikin, seva ku meriv, navê Wî bîr kin (Yêremya 23:27).