Serhatî
Xizmetkarên Dêrê, Bûne Xizmetkarên Xwedêyê Rast
XÛŞKA mine biçûk Arasêlî, ser min kire qarînî: “Bese tevî min xeberdî. Ez derheqa dînê te naxwazim tu tiştî bibihêm. Ev min eciz dike. Ez te nefret dikim!” Ez niha 91 salî me, lê heta niha hê tê bîra min ça ewan giliya dilê min êşandin. Lê çawa Waîz 7:8-da tê gotinê, “dawiya tiştekî ji destpêka wê qenctir e”. Û dereca meda ew gilî hema usa hate sêrî. (Fêlîsa.)
Fêlîsa: Ez ji malbeteke gelek bawermend bûm. Ji pismamê me 13 meriv keşîş yan jî endemê dêra Katolîka bûn. Keşîşê mezin yê dêra Katolîka, Pop Con Polê II, hela hê jî kurê xatiya diya min pîroz kir. Ew kurxatiyê diya min, mekteba dêra Katolîkîda keşîş bû. Malbeta me dewletî nîbû. Bavê min hesinger bû, lê diya min çolê dixebitî. Ji nehe zara ez ya lape mezin bûm.
Çaxê ez 12 salî bûm, Îspanyayêda şerê miletiyê destpêbû. Paşî şer bavê min kete kelê. Ew miqabilî serwêrtiya dîktatorê derdiket, çimkî ewî dixwast ku meriv bi azabûnê bijîn. Diya min ancax malbet xwey dikir, lema hevala wê şîret dayêda, ku min û sê xûşkên min Arasêlî, Laûrê, û Ramonê, bişîne dêra Bîlbao, kîderê jin xizmet dikin. Çimkî wê derê emê birçî nemana.
Arasêlî: Çaxê em çûne dêrê, em 14, 12, 10 salî bûn. Û mera gelek çetin bû, çimkî em ji malbeta xwe dûr bûn. Dêra Bîlbaoyêda, şixulê me ew bû ku temiz kin û bidine hev. Paşî du sala, xizmetkarên dêrê em cîguhastî dêra mezine Zaragozayêda kirin, kîderê ku miqatî merivên emirda mezin dibûn. Li wê derê şixulê me ew bû ku xwaringehê temiz kin. Ew şixul, bona me cahila, gelek giran bû.
Fêlîsa: Çaxê xûşkên min çûne dêra Zaragozayêda, diya min û keşîşê ku usa jî apê diya min bû, safî kirin ku ez jî herime vê dêrê kîderê xûşkên min in. Ewana difikirîn ku usa wê min xwey kin ji wî gedeyî, kîjanî ez begem dikirim. Û çimkî ez yeke gelek bawermend bûm, lema ew safîkirin min xweş hat, ku ez herime dêrê ser hine wede. Ez her roj diçûme dêrê, û hela hê jî min dixwast bibime mîsyonêr, çawa kurê xatiya min, yê ku Afrîkayêda xizmetkarê dêra Katolîkî bû.
Dêr Zaragozayêda, Îspanya (aliyê çepê) Welgerandina Kitêba Pîroz “Nakar Kolûnga” (aliyê rastê)
Lê xizmetkarên dêrê hêlan nedidane min, ku ez xwestina xwe bînime sêrî, dêmek Xwedêra welatê mayînda xizmet bikim. Û dêrêda min usa texmîn dikir ku ez kelêda nim. Lema paşî salekê, min safî kir vegerime malê, seva miqatî xalê xwe bim, kîjan ku keşîş bû. Xêncî şixulê malê, her êvar min tevî wî pê tizbiyê dua dikir. Usa jî min xweş dihat ku herim miqatî kulîrkên dêrê bim, û min şikil û heykelên Meryemê û kesên dine “pîroz” dixemilandin.
Arasêlî: Wî wedeyî, jîyîna me dêrêda dihate guhastinê. Paşî sondxwarina mine pêşiyê bona xizmetkirina dêrê, xizmetkarên dêrê safî kirin ku me xûşka başqe kin. Ramonî Zaragozayêda ma, Laûrî derbazî Valênsyayê bû, lê ez şandime dêra Madrîdêda, kîderê ku min sonda xwe wekiland. Vê dêra Madrîdêda ode hebûn seva stûdênt, merivên emirda mezin, û mêvan têda bimînin. Lema jî, wê dêrêda şixul gelek bû. Vê dêrêda ez nexweşxanêda dixebitîm.
Rast bêjim, ez hîviyê bûm ku jîyîna min ça xizmetkara dêrê hê kêrhatî bûya. Ez hîviyê bûm ku li wêderê emê Kitêba Pîroz bixûnin û fem bikin. Lê qe tu kesî derheqa Xwedê yan jî Îsa xebernedida, û me ne jî Kitêba Pîroz dida xebatê. Ez wê derê tenê zimanê Latînî hîn bûm, û derheqa jîyîna yên “pîroz” û derheqa hebandina Meryemêra. Lê bi temamî wedê min derbaz dibû ser şixulên giran.
Hêdî-hêdî ez dilteng dibûm, û lema min tevî serekdayîkê xeberda. Min wêra got wekî ez fem nakim, çira gerekê ez giran bixebitim seva yên mayîn pera têkine cêva xwe, lê malbeta min hewcê alîkariya min e. Çaxê min jêra ew gilî got, ewê ez kirime kela dêrê, çimkî hîviyê bû ku ez fikirên xwe biguhêzim, û usa evê min bigire wekî ez ji dêrê neçim.
Sê cara xizmetkarên vê dêrê ez aza kirim, tenê bona vê yekê ku bivînin hela ez dîsa dixwazim ji dêrê herim yan na. Lê min safî kiribû ku ese ji dêrê herim. Wana ew yek fem kir, lema minra gotin ku xwestina xwe usa binivîsim: “Ez ji dêrê diçim, çimkî dixwazim Şeytanra xizmet bikin, ne ku Xwedêra”. Ez ji giliyên wan ecêbmayî mam, û rast e min gelek dixwast ji dêrê herim, lê yeke min tu car nikaribû usa binivîsiya. Axiriyê, min tevî keşîşekî xeberda, û hemû tişt jêra gilî kir. Ewî jî usa kir ku serwêrên dêrê îzinê bidin ez cîguhastî dêra Zaragozayêda bim. Paşî çend meha, bi îzina wan ez cîguhastî bûm. Hine wede şûnda, Laûrî û Ramonî jî ew dêr hîştin.
KITÊBA “QEDEXEKIRΔ ME HEV DIQETÎNE
Fêlîsa
Fêlîsa: Hine wede şûnda, min mêr kir û derbazî Kantabryayê bûm. Min berdewam dikir timê herime dêrê. Carekê roja Ledê keşîşekî elametî kir. Ewî bi hêrsê kire qajînî: “Binihêrin vê kitêbê!”, û nîşan kir kitêba “Rastiya ku Dibe berbi Jîyîna Heta-Hetayê”. Paşê berdewam kir got: “Hergê kesekî ev kitêb daye we, bînin bidine min yan jî bavêjin!”
Ew kitêb cem min tune bû, lê paşî wan giliya min gelek dixwast evê kitêbê destxim. Û çend roj derbaz bû, du Şedên Yahowa derê min xistin, û ev kitêba “qedexekirî” dane min. Hema wê şevê min ev kitêb xwend. Û çaxê herdu jin cara duda hatin cem min, ez qayîl bûm ku tevî min hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin.
Kitêba “qedexekirî”
Zûtirekê rastiya Kitêba Pîroz dilê min girt. Aminiya min hindava rêlîgiya mine berê, hate guhastinê ser hizkirina kûr hindava Yahowa û xîreta xizmetkirina wîra. Sala 1973 ez hatime nixumandinê. Rast e mecala min hindik bû malbeta xwera derheqa rastiyê gilî kim, lê min çiqas karibû ev yek dikir. Çawa min destpêkêda got, malbeta min miqabilî baweriya min bûn, îlahî xûşka min Arasêlî.
Arasêlî: Ez ji bo jîyîna xweye dêrêda bûme yeke hêrs. Lê yeke, min berdewam dikir roja Şemiyê diçûm dêrê, û min her roj bi tisbiyê dua dikir. Xwestina min, ku Kitêba Pîroz fem kim dîsa hebû, û min ji Xwedê hîvî dikir bona alîkariyê. Lê çaxê xûşka min Fêlîsa tevî min xeberda derheqa baweriya xweye teze, min ew hesab kir ça fanatîk, çimkî ewê gelek bi êmosiya gilî dikir. Û ez tevî wê qe qayîl ne dibûm.
Arasêlî
Paşî çend sala, ez seva xebatê vegeriyame Madrîdê û wêderê min mêr kir. Hêdî-hêdî ez bûme meriveke dudilî. Min texmîn kir merivên ku timê têne dêrê, pê hînkirinên Kitêba Pîroz najîn. Lema ez îda nediçûme dêrê. Min îda baweriya xwe yên “pîroz” nedianî, ne jî keşîşa, ne jî cenime bawer dikir. Û min hela hê pût jî ji mala xwe derxistin. Min nizanibû ez rast dikim yan na. Ez gelek dilteng bûm, lê min berdewam dikir Xwedêra usa dua bikim: “Ez dixwazim te nas kim. Alî min bike!” Tê bîra min ku Şedên Yahowa çend cara derê min xistin, lê min tu car derî wan venedikir. Min îtbariya xwe tu rêlîgiya nedianî.
Destpêka sala 1980, xûşkên min Laûrî û Ramonî, yên ku dijîtin Fransayêda û Îspanyayêda, destpêkirin tevî Şedên Yahowa Kitêba Pîroz hîn bin. Ez difikirîm ku ewana têne xalifandinê, çawa Fêlîsa. Paşê, ez rastî cînareke xwe hatim, navê wê Ancêlîna bû, yê ku bûye hevala mine nêzîk. Ew jî Şedê Yahowa bû. Gelek car, Ancêlîna û mêrê wê minra digotin ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêkim. Wana têderdixist ku piştî skêptîka min û dudilîbûnê, min gelek dixwast ku zanebûna Kitêba Pîroz bistînim. Axiriyê, min wanra got: “De pak. Ezê qayîl bim tevî te hîn bim, lê tenê hergê ez Kitêba Pîroz ya xwe bidime xebatê!”, û min nîşanî wan kir Kitêba Pîroz ya welgerandina Nakar Kolûnga.
AXIRIYÊDA KITÊBA PÎROZ ME DIKE YEKTIYÊ
Fêlîsa: Çaxê ez hatime nixumandinê sala 1973, şeherê Santandêrayêda provînsiya Kantabriyayêda, wêderê tenê 70 Şedên Yahowa hebûn. Têrîtoriya me seva mizgînê bela kin, pir mezin bû. Lema me nav temamiya provînsiyayê pê otobûsê rêwîtî dikir, lê paşê hine wede şûnda em pê ereba diçûn û gund-gund digeriyan. Usa em vê rêgiyonêda çûne bi seda gunda.
Nava gelek salada, qedirekî usa minra hatibû dayînê ku min tevî gelek meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir. Û ji wana 11 kes hatine nixumandinê. Heçî zef ji wan Katolîk bûn. Çimkî berê min xwexa jî qewî rêlîgiya Katolîkî bawer dikir, lema min zanibû ku gerekê wana fem kim û sebir kim. Min fem dikir, ku wanra wede lazim e seva ew baweriyên ku ewana têda kûr bûne ji dilên wan derên, wekî Kitêba Pîroz û ruhê Yahowayî pîroz dilê wan veke, seva ewana rastiyê nas kin (Îbrn. 4:12). Mêrê min Bîênvênêdo polîs bû, ew sala 1979 hate nixumandinê, û diya min jî destpêkir hînbûna Kitêba Pîroz. Lê hine wede şûnda ew mir.
Arasêlî: Çaxê min tevî Şedên Yahowa destpêkir Kitêba Pîroz hîn bim, bona min hemû tişt bin şikêda bû. Lê çiqas heftî derbaz dibûn, min texmîn dikir ku ez hêdî-hêdî nerm dibim û hêrsa nav minda unda dibe. Çaxê min dîna xwe dida ser Şedên Yahowa, ez gelek ecêbmayî dimam, ku ewana xwexa jî usa dikin, çawa ku hîn dikin. Bal min dudilîbûn hate guhastin ser baweriya qewî. Min xwe gelek bextewar texmîn dikir. Hela hê hine cînara jî, minra gotin: “Arasêlî, berdewam ke bi vê rê here, kîjan te bijartiye!”
Duayê min tê bîra min, çaxê min digot: “Zef razî me Yahowa ku te pişta xwe neda min û te gelek mecal da min, seva ez bivînin ew çi ku min digeriya, dêmek zanebûna rast ya Kitêba Pîroz”. Min ji xûşka xwe Fêlîsayê baxşandin xwast, ku min pê giliyên xwe dilê wê êşandibû. Berê em hevra diketine dewê, lê niha îda em tevayî derheqa Kitêba Pîroz şêwir dikin. Ez hatime nixumandinê sala 1989 çaxê 61 salî bûm.
Fêlîsa: Niha ez 91 salî me, jinebî me û qewata min haqas tune çawa berê. Lê ez her roj Kitêba Pîroz dixûnim, tême civatê çaxê xirab nînim, û çiqas dikarim diçime xizmetiyê.
Arasêlî: Min berê dêrêda xizmet dikir, dibeke lema jî gelek min xweş tê keşîşara û jinên ku dêrêda xizmet dikin şedetiyê bidim. Min gelek edebyet wanra dihîşt û tevî wan hineka xeberdana gelek hewas diçû. Tê bîra min, paşî çend serlêdanên dubare, keşîşekî minra got: “Arasêlî, ez bi temamî tevî te qayîl im, lê ezê wî emirê xweyî mezin kuda herim? Yê dêrêda û malbeta min wê minra çi bêjin?” Min jî caba wî da: “Lê Xwedê wê çi bêje?” Ewî medê xwe kir û serê xwe hejand, lê wede derbaz bû û mêrxasiya wî haqas tune bû ku berdewam ke rastiyê bigere.
Tê bîra min qewimandineke mexsûs jîyîna minda. Ew qewimandin ew bû, çaxê mêrê min minra cara pêşin got, ku ew dixwaze tevî min bê civatê. Rast e wî çaxî ew 80 salî bû, lê yeke paşê ew tu car civat nedihîşt. Ewî destpêkir hînbûna Kitêba Pîroz, û bû xizmetkarê nenixumandî. Ez usa bi dil tînim bîra xwe wî wedeyî, çaxê em tevayî diçûne civatê. Lê yazix ew mir du meh pêşiya ku ew gerekê bihata nixumandinê.
Fêlîsa: Jîyîna minda şabûneke mine pir mezin ew bû, ku ça sê xûşkên mine cahil, yên ku berê miqabilî min bûn, bûne xûşkên mine ruhanî. Em gelek şa dibûn çaxê me tevayî derheqa Yahowa Xwedêyê xweyî qîmet xeberdida, û usa jî derheqa Xebera wî! Belê, axiriyê ez û xûşkên min îda ruhanîda yektiyêda nin.a
a Arasêlî, Fêlîsa, û Ramonî niha 87, 91 û 83 salî ne, û heta niha ewana berdewam dikin bi xîret Yahowara xizmet dikin. Sala 1990, Laûrî mir. Ew heta mirinê Yahowara amin ma.