Ewên ku ji rojên axiriyê xilaz bin, wê li ser erdê cinetê bijîn
Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Gelo em “rojêd axiriyêda” dijîn?
Hûnê çi bêjin?
Belê
Na
Dibeke
Kitêba Pîroz dibêje
“Rojêd axiriyêda zemanêd xirab wê bên” (2 Tîmotêyo 3:1). Kitêba Pîroz pêxembertiyê dike derheqa hine qewimandina, yên ku rojên me eyan dikin ça “rojêd axiriyê”.
Dîsa çi em dikarin pêbihesin ji Kitêba Pîroz?
Rojên axiriyê dikarin têderxin bi nîşanên usa, ça şer, xelayî-celayî, erdhej û nexwaşiyên hal (Metta 24:3, 7; Lûqa 21:11).
Rojên axiriyêda halê însanetê aliyê ruhanîda û nav-namûsiyêda wê gelek xirab be (2 Tîmotêyo 3:2-5).
Axirî wê çi bîne însanetê?
Hinek meriv difikirin ku . . . xilaziya rojên axiriyê wê erd kuta be û usa jî hemû merivên ku ser dijîn. Lê yên din bawer dikin ku xilaziya rojên axiriyê, wê halê wan baş ke. Hûn çi difikirin?
Kitêba Pîroz çi dibêje?
“Kesên rast wê rûyê erdê, bi mîrasî bistînin û her û her li ser bijîn” (Zebûr 37:29).
Dîsa çi em pêdihesin ji Kitêba Pîroz?
Rojên axiriyê wê xilaz bin bi kutakirina hemû merivên zulm (1 Yûhenna 2:17).
Erd wê bibe cinet (Îşaya 35:1, 6).