Piştgiriya Serwêrtiya Yehowa Bikin!
“Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî te her tişt efirandin” (EYAN. 4:11).
1, 2. Çida gerekê cem me şik tune be? (Binihêre şiklê ewlin.)
GOTARA pêşiya vêda, me şêwir kir ku Mîrê-cina şer avîte Yehowa, ku yançi ew serwêrê xirab e. Ji giliyên Şeytan hate kifşê tê bêjî îzina Yehowa tune ku hukumtiyê bike û ku însanet wê hê bextewar bûya hergê xwexa ser xwe serwêrtî bikira. Gelo giliyên wî rast in? Besa xeberê, bidine ber çevê xwe ku meriv xwexa ser xwe serwêrtî bikirana û heta-hetayê bijîtana. Gelo ewana wê bêy serwêrtiya Xwedê bextewar bijîtana? Lê hûnê bextewar bûna hergê we heta-hetayê bijîta û xwe serê xwe bûna?
2 Caba wan pirsa hûn xwexa gerekê bidin. Û her kes ji me gerekê kûr bifikire ser van pirsa. Gava em kûr bifikirin, şik wê cem me tune be, ku Yehowa serwêrê rast e û hukumetiya wî herî baş e. Lema jî ew hêja ye ku em bi dil û can piştgiriya serwêrtiya wî bikin. Kitêba Pîroz mera îzbatkirina dide ku ew yek bêşik rast e. Lema jî were em niha çend tişta şêwir kin, kîjan ku îzbat dikin, wekî tenê Yehowa ye xweyîhukumê temamiya gerdûnê.
TENÊ ÎZINA YEHOWA HEYE SERWÊRTIYÊ BIKE
3. Çira tenê Yehowa ye bi qanûnî xweyîhukum?
3 Tenê Yehowa ye bi qanûnî xweyîhukumê dinyayê, çimkî ew Xwedêyê himzor û Efirandarê her tiştî ye (1 Dîr. 29:11; Kar. Şand. 4:24). Eyantî serê 4:11-da tê gilîkirinê derheqa xewn-xeyalekê. Vê xewn-xeyalêda, ser ezmana 144 000 ku tevî Mesîh wê padşatiyê bikin, giliyên usa dibêjin: “Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî te her tişt efirandin û bi xwestina te ew efirîn û hene”. Belê, Yehowa her tişt efirandin, û lema bi temamî tenê îzina wî heye ça ser erdê, usa jî ser ezmana ser hemûya serwêrtiyê bike.
4. Rast e azaya meriva heye bijartina bikin, lê çira nerast e ku miqabilî serwêrtiya Xwedê derên?
4 Şeytan tu tişt neefirandiye, lema jî îzina wî tune serwêrtiyê dinyayê bike. Lê ew û merivên pêşin xwerazî bûn, lema ewana miqabilî serwêrtiya Yehowa rabûn (Yêrem. 10:23). Rast e azaya wan hebû bijbêrin ku gura Xwedêda bin yan na, lê gelo ew bijartin rast bû? Na. Azaya bijartinê merivara îzinê dide ku xwexa bijartina û safîkirina bikin, lê ew nayê hesabê wekî gerekê miqabilî Efirandarê xwe derên, kîjan ku emir daye wan. Dêmek, kê ku miqabilî Xwedê dertê, ew azaya xwe nerast dide xebatê. Bi rastiyê hemû meriv gerekê bin serwêrtiya Yehowada bin.
5. Çira em dikarin dudilî nebin ku safîkirinên Xwedê timê heq in?
5 Dîsa menî heye ku çira tenê îzina Yehowa heye serwêrtiyê bike. Yehowa bi heqiyê serwêrtiyê dike. Yehowa dibêje: “Ez Yehowa me, ez bi hizkirinê, heqiyê û rastiyê me hindava erdê, çimkî ew yek dilê min xweş tê” (Yêrem. 9:24, DT). Yehowa zane çi heq û rast e, û jêra nelazim e qanûnên ku meriv xwexa çêkirine. Yehowa xwexa qanûna datîne, û ewî li gora heqiya xwe merivara qanûn daye. “Rastî û heqî ew bingehêd textê . . . [wî] ne”. Lema jî hemû qanûn, prînsîp û safîkirinên wî rast in (Zeb. 89:14; 119:128). Şeytan got ku yançi Yehowa Hukumdarê heq nîne, lê xwexa Şeytan heqiyê û rastiyê nikare bîne ser dinyayê.
6. Dîsa ji bo kîjan menîkî tenê îzina Yehowa heye serwêrtiyê dinyayê bike?
6 Dîsa menîk heye ku çira tenê îzina Yehowa heye serwêrtiyê bike. Zanebûn û bîlaniya wî heye, ku çawa serwêrtiyê gerdûnê bike. Dîna xwe bidin, ku Xwedê qewat da Kurê xwe, wekî nexweşiyên usa qenc ke, kîjan ku hekîm nikarin qenc kin (Met. 4:23, 24; Marq. 5:25-29). Bona me ew kerem e, lê bona Yehowa ew tiştek nîne. Ew zane ku bedena me ça çêkirî ye û ça dixebite, û dikare her nexweşî û ziyanê qenc ke. Ew usa jî dikare miriya rake û teşqelên tebiyetê jî bide hildanê.
7. Çira dinya bin hukumê Şeytanda nikare edilayê bîne?
7 Dinya bin hukumê Şeytanda tu car nikare edilayê bîne nava mileta, ne jî nava welata. Tenê Yehowa dikare edilayê bîne ser dinyayê, çimkî bîlanî û serwaxtiya wî heye (Îşa. 2:3, 4; 54:13). Gava em kûr bifikirin ser zanebûn û bîlaniya Yehowa, emê jî mîna Pawlos bixwazin bêjin: “Çiqasî kûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! Qirarêd wî çiqasî ji hiş-aqila dûr in û kes serederiyê ji riyêd wî nake!” (Rom. 11:33)
YEHOWA SERWÊRÊ HERÎ BAŞ E
8. Çi we xweş tê vê yekêda ku Yehowa ça serwêrtiyê dike?
8 Belê, Kitêba Pîroz zelal eyan dike, wekî tenê îzina Yehowa heye hukumtiyê bike. Lê wêderê usa jî tê gotinê ku çira ew serwêrê herî baş e. Menîk ew e ku ew bi hizkirinê serwêrtiyê dike. Çaxê em difikirin ku ew ça serwêrtiyê dike, em wî hê qayîm hiz dikin. Ew e Xwedêyê “rem û keremê, sebir-sikanê, bi hub û aminîyêda xinêyo” (Derk. 34:6). Xwedê hindava xizmetkarên xwe bi qedir e. Ew zane mera çi lazim e û hê baş me xwey dike, ne ku em xwexa. Mîrê-cina got ku yançi Yehowa ji xizmetkarên xwe tiştên baş vedişêre. Lê ew derewa mezin e! Ne Xwedê bona me Kurê xweyî delal qurban kir, seva axiriyêda em heta-hetayê bijîn! (Bixûne Zebûr 84:11; Romayî 8:32.)
9. Em ji ku zanin ku Xwedê bona her kesî başqe-başqe xem dike?
9 Rast e Yehowa temamiya cimeta xwe hiz dike, lê ew usa jî bona her merivekî başqe-başqe xem dike. Bînin bîra xwe serhatîkê ku berê qewimî. Nava sê qirnada, Yehowa bi saya hakima rêberî cimeta xwe dikir, û alî wan dikir wekî şerada dijminên xwe alt kin. Wî wedê hevketîda, Yehowa dîna xwe dida ser her merivekî. Yek ji wan Rût bû, ya ku Îsraêlî nîbû, lê gelek tişt qurban kir wekî bibe xizmetkarê Yehowa. Yehowa seva vê yekê lê kerem kir, û ewê mêrekî baş stand û kur jêra bû. Hin jî kurê wê bû para vê rikinyatê, ji kîjanî gerekê Mesîh bihata. Xêncî vê yekê, serhatiya wê Kitêba Pîrozda hate nivîsarê. Bidine ber çevê xwe, ku çaxê ew ji mirinê rabe û ewan tişta pêbihese, wê çiqas şa be ku Yehowa ça lê kerem kiriye! (Rût 4:13; Met. 1:5, 16)
10. Yehowa çi cûreyî serwêrtiyê dike?
10 Yehowa serwêrê sert nîne û ew ne jî zorê kesekî dike ku gura wîda be. Serwêrtiya wî azayê tîne û meriva bextewar dike (2 Korn. 3:17). Dawid derheqa Yehowa usa got: “Bilindayî û mezinayî li ber wî ne; qudret û kêfxweşî li cîhê ku ew lê rûdinê ne” (1 Dîr. 16:7, 27). Zebûrbêj Eytan jî got: “Xwezî li wê cimetê, ku zane deng hilde cejinêra. Xudano, ew bi ronaya rûyê Te dimeşin. Temamîya rojê bi navê Te şa dibin û bi azadîya Te bilind dibin” (Zeb. 89:15, 16).
11. Çira em dikarin dudilî nebin ku serwêrtiya Yehowa herî baş e?
11 Hergê em kûr bifikirin ku Yehowa çiqas qenc e, emê dudilî nebin ku serwêrtiya wî herî baş e. Û emê jî mîna zebûrbêj bin, kîjanî ku Xwedêra got: “Rast rojeke hewşa Teda, ji hezar rojêd dereke çêtir e” (Zeb. 84:10). Yehowa me efirand û lema ew zane çi bi rastiyê me bextewar û şa dike. Û ew hê zef tişta dide me, ne ku çiqas mera lazim e. Çi ku Yehowa ji me dewa dike, timê bona kara me ye û şabûnê mera tîne. Hergê jî em ji xwe tiştekî kêm dikin seva ku gura wî bikin, hingê jî em şabûnê distînin. (Bixûne Îşaya 48:17.)
12. Berê ewlin çira em dixwazin piştgiriya serwêrtiya Yehowa bikin?
12 Kitêba Pîroz dibêje ku paşî Hezarsaliya Padşatiya Mesîh, hine meriv wê miqabilî serwêrtiya Yehowa rabin (Eyan. 20:7, 8). Lê wê çi bibe menî ku ewana usa bikin? Mîrê-cin wê ji zindanê bê berdanê û bixwaze însanetê bixalifîne. Bêşik, ça her gav, ewê dîsa jî bixwaze meriva bide bawerkirinê ku yançi ewana dikarin gura Xwedê nekin û heta-hetayê bijîn. Lê ew yek derew û qelp e. Yeke pirs pêşda tê: “Gelo emê baweriya xwe vê qelpiyê bînin?” Hergê em Yehowa hiz dikin û dudilî nînin ku ew qenc e û ku tenê ew e Serwêrê gerdûnê, emê tu car derewê usa bawer nekin. Emê bixwazin tenê bin perê Yehowada bijîn, dêmek bin serwêrtiya wîye heqda.
BI AMINÎ PIŞTGIRIYA SERWÊRTIYA XWEDÊ BIKIN
13. Dîsa ça em dikarin nîşan kin ku em serwêrtiya Xwedê qebûl dikin?
13 Ça me îda şêwir kir, tenê Yehowa xweyîhukum e û serwêrtiya wî ya here baş e. Bêşik, Yehowa hêja ye, wekî em piştgiriya serwêrtiya wî bikin. Çaxê em jêra xizmet dikin, amin dimînin û çev didine wî, usa em nîşan dikin ku piştgiriya serwêrtiya wî dikin. Çaxê em her tiştîda nihêrandina Yehowa hildidine hesab, em îzbat dikin ku wî hiz dikin û serwêrtiya wî qebûl dikin. (Bixûne Efesî 5:1, 2.)
14. Rûspî û malxên malê ça dikarin çev bidine Yehowa?
14 Em ji Kitêba Pîroz pêhesiyan ku Yehowa bi hizkirin serwêrtiyê dike. Rûspî û malxên malê, yên ku serwêrtiya Yehowa hiz dikin, vê yekêda wê çev bidine Yehowa. Ewana wê tu car sert nîbin û yên mayîn kontrol nekin. Pawlosê şandî timê çev dida Xwedê û Kurê wî (1 Korn. 11:1). Ewî tu kes bêhurmet nedikir û ne jî zorê wan dikir wekî tiştên rast bikin. Dewsê, ewî wana hêlan dikir û ji wan hîvî dikir (Rom. 12:1; Efes. 4:1; Filimn. 8-10). Usa ewî çev dida Yehowa. Belê, her kes ji me yê ku serwêrtiya Yehowa hiz dike, gerekê hindava merivada usa be.
15. Gava em qedirê wan digirin kêra Yehowa hukum daye, bi vê yekê ça em hizkirina xwe Yehowara nîşan dikin?
15 Em gerekê hevkariyê bikin tevî wan, kêra Yehowa hukum daye. Wî cûreyî emê nîşan kin ku piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikin. Hergê jî em bi temamî fem nakin yan jî qayîl nînin tevî safîkirineke wan, emê dîsa jî piştgiriya wan bikin. Vê dinyayêda usa nîne, lê hergê em dixwazin bin serwêrtiya Yehowada bijîn, em gerekê usa bikin (Efes. 5:22, 23; 6:1-3; Îbrn. 13:17). Xwedê mera qenciyê dixwaze, lema jî çi ku ew dibêje, timê bona kara me ye.
16. Em çawa gerekê safîkirina bikin?
16 Çaxê em safîkirina dikin, hingê jî em dikarin nîşan kin ku piştgiriya serwêrtiya Xwedê dikin. Yehowa bona her dereca mera temiyên konkrêt nade. Lê ew mera nîşan dike ku nihêrandina wî ça ne. Besa xeberê, ewî mera qanûn nedaye ku em çi kinca gerekê xwe kin û çi na. Lê ewî mera eyan kiriye ku ew dixwaze wekî em bi milûktî xwe kin û xwe bixemilînin, ça layîqî xizmetkarên Xwedê ye (1 Tîmt. 2:9, 10). Ew usa jî dixwaze wekî em bi kirên xwe û safîkirinên xwe meriva nelikûmînin (1 Korn. 10:31-33). Çaxê em her gavên xweda fikirên Yehowa hildidine hesab, em jêra nîşan dikin ku wî hiz dikin û serwêrtiya wî qebûl dikin.
Hemû safîkirinên xweda û malbetêda nîşan kin, ku hûn piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikin (Binihêre abzasa 16-18)
17, 18. Jin-mêr ça dikarin nîşan kin wekî piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikin?
17 Were şêwir kin, ku jin û mêr ça dikarin piştgiriya serwêrtiya Yehowa bikin cûre-cûre derecada. Mesele, çaxê jin û mêr zewacêda gelek çetinaya divînin, lê hîviya vê yekê nîbûn. Yan jî ewana gelek dilteng dibin ku zewaca wan usa nîne çawa wana dixwest. Hingê wê gelek kêrhatî be hergê jin û mêr bifikirin ku Yehowa ça bû hindava Îsraêlê. Yehowa xwe nav kir ça mêrê vî miletî (Îşa. 54:5; 62:4). Heleqetiya Yehowa tevî vî miletî mîna “zewacekê” çetin bû, çimkî wana gelek car dilê wî dêşandin! Lê yeke Yehowa lez neket terka wan bide. Ewî dîsa û dîsa rema xwe dida kifşê hindava wan û peymana xwe tevî wan xwey dikir. (Bixûne Zebûr 106:43-45.) Ew hizkirina Yehowaye usa mezin, rastî jî dilê me digire!
18 Hergê jin û mêr Yehowa hiz dikin, ewana wê çev bidine wî. Hergê zewacêda çetinayên wan hene, ewana wê meniya negerin seva ku ji hev biqetin. Ewana rind fem dikin ku Yehowa wana kiriye yek û ew dixwaze wekî ewana xwe li hevdu bigirin. Kitêba Pîroz dibêje ku tenê menîk heye, ji bo çi jî jin-mêr dikarin ji hev biqetin, ew heye qavî (Met. 19:5, 6, 9). Gava mêr û jin aliyê xweda her tiştî dikin seva zewaca xwe xwey kin, bi vê yekê ewana îzbat dikin ku piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikin.
19. Em gerekê çi bikin çaxê şaşiya dikin?
19 Em gişk cara şaşiya dikin û dilê Yehowa dêşînin, çimkî em gunekar in. Ew zane ewê yekê û bona vê yekê Kurê xwe kire qurban. Lema çaxê em şaşiya dikin, em gerekê ji Yehowa baxşandinê bixwazin (1 Yûhn. 2:1, 2). Û ji wan şaşiya em gerekê xwera dersê hildin, ne ku timê xwe neheq kin û biçerçirînin. Hergê em dîsa jî xwe li Yehowa bigirin, ew wê me bibaxşîne û birînên dilê me qenc ke û axiriyêda emê bizanibin ça wan derecada xwe bidine kifşê (Zeb. 103:3).
20. Çira em gerekê niha piştgiriya serwêrtiya Yehowa bikin?
20 Dinya tezeda, her kes wê bin serwêrtiya Yehowada bijî û derheqa nêt-meremên wî hê zêde pêbihese (Îşa. 11:9). Lê niha jî em dikarin derheqa wî hê zêde pêbihesin. Û zûtirekê wê bê îzbatkirinê ku tenê îzina Yehowa heye serwêrtî ser dinyayê bike. Heta ew roj bê, were em piştgiriya serwêrtiya Yehowa bikin, dêmek gura wî bikin, jêra xizmet kin, û çiqas dikarin her tiştîda çev bidine wî.