Usa Bike ku Wedê Êvara Bîranînê Tera Şabûnê Bîne!
1. Gelo çi wê alî me bike, ku wedê Êvara Bîranînê şabûna xwe zêde kin?
1 Teyê bixwesta di meha Adar, Nîsan û Gulanêda şabûna xwe zêde kira? Tuyê bikaribî evê yekê bikî, heger di qulixkirina xweda hê zêde tişt bikî, û çawa pêşengê kumekdar qulix kî. Lê gelo çawa ev yek dikare şabûna te zêde ke?
2. Ça em dikarin şabûnê bistînin, çaxê qulixkirinêda hê zêde tişt dikin?
2 Şabûna Xwe Zêde ke: Yahowa em usa efirandine, ku şabûnê û rihetiyê texmîn kin ji qulixkirina xweye Xwedêra û ji razîkirina hewcêd xweye ruhanî (Met. 5:3). Ewî usa jî em usa efirandin, ku em dikarin ji dayînê, bextewariyê dêmek xweziliyê bistînin (Kar.Şand. 20:35). Qulixkirina usa mera dest dide wekî Xwedêra qulix kin, û alî meriya bikin. Dêmek çaxê em hê zêde qulixkirinêda dikin, ew e menî ku çira şabûna me hê zêde dibe. Xêncî vê yekê, çaxê em hê zêde dannasîn dikin, em hê cêribandî dibin. Çaxê em hê cêribandî dibin, bi vê yekê em baweriya xwe hê dişidînin, û wedê dannasînkirinê jî îda gelek berxwe nakevin. Gelek mecalêd me wê hebin seva ku şedetiyê bidin, û hînkirinêd Kitêba Pîroz destpêkin. Û ev hemû tişt qulixkirinêda, şabûna me hê zêde dike.
3. Çira meha Adar û Nîsanê wê mehêd gelek baş bin, seva ku qulix kin çawa pêşengê kumekdar?
3 Adar û Nîsan, wê mehêd gelek baş bin, seva ku qulix kin çawa pêşengê kumekdar. Çimkî li gora kifşkirinê, em dikarin bijbêrin mehêda yan 30, yan jî 50 sihet qulix kin. Xêncî vê yekê, destpêbûyî ji roja Şemiya 22 Adarê heta Êvara Bîranînê roja Duşemê 14 Nîsanê, emê di kompaniyake başda kar bikin. Û bi alîkariya vê kompaniyê, emê meriya li ser Êvara Bîranînê teglîf kin. Civatara wê xweş bê şixula vî cûreyî, çimkî geleka wê bi yektiyê şixulkariyê bikin. Ewana wê usa jî ji aliyê xweda hemû tiştî bikin, wekî nava wedê kifşkirîda, çiqas ku dikarin di mihalêda gelekara xeber din.
4. Em çi gerekê bikin, heger dixwazin çawa pêşengê kumekdar qulix kin?
4 Hazir be: Heger tu hê hazir nînî, wede bivîne seva ku şixulêd xwe usa safî kî, ku bikaribî hine guhastina bikî, wekî nava mehekîda yan jî çend meha hê zêde qulix kî. Evê yekê bi duakirinê safî ke (Aqûb 1:5). Derheqa safîkirina xwe, tevî malbeta xwe û xûşk-birêd di civatêda xeber de (Metlk. 15:22). Rast e sihet-qewata te dibeke sist e, yan jî tu xebatêva gelek girêdayî, lê çi jî hebe tu yeke dikarî ji qulixkirina pêşengê kumekdar, şabûnê bistînî.
5. Heger wedê Êwara Bîranînê em gelek qulix kin, hingê emê çi qazanc kin?
5 Yahowa dixwaze, wekî qulixkarêd wî timê şabin (Zeb. 32:11). Heger em wedê Êwara Bîranînê şixulêd xwe usa safî kin, ku gelek qulix kin, bi vê yekê emê ne ku tenê şabûna xwe zêde kin, lê usa jî dilê Bavê xweyî ezmana şa kin (Metlk. 23:24; 27:11).