Bernama seva Heftiya ji 24 Sibatê
HEFTIYA JI 24 SIBATÊ
Kilama 9 û Duakirin
□ Hînbûna Kitêba Pîroz di Civatêda:
bh Serê 2, abz. 6-12 (30 deqe)
□ Mekteba Dannasînkirinê:
Xwendina Kitêba Pîroz: Destpêbûn 32-35 (10 deqe)
Wekilandina Mekteba Dannasînkirinê (20 deqe)
□ Civata Qulixiyê:
Kilama 44
5 deqe: Destpêbûna Hînkirina Kitêba Pîroz Şemiya Pêşin. Gotar. Şiroveke hela çi hatiye sazkirinê bona dannasînkirinê Şemiya pêşin di meha Adarêda. Temaşê nîşan ke, û bide xebatê pêşanînê kîjan ku li ser rûpêla 4.
15 deqe: Çira Ferz e ku Nesekinin. Şêwirkirin li ser hîmê kitêba “Hersalî”, ya sala 2013, rûpêla 45 abzasa 1, heta rûpêla 46 abzasa 1, û rûpêlêd 136-137 (ru). Bêje guhdara ku caba xwe bidin û gilî kin, hela çi ewana ji van qewimandina hîn bûn.
10 deqe: “Kompaniya Teglîfkirinê li ser Êvara Bîranînê, 22 Adarê Destpêdibe”. Gotar. Guhdarara kopiyek ji vê belavokê bela ke, û xeber de derheqa vê yekê çi ku li wir nivîsar e. Biwekilîne wan fikira, yêd ku di nemêda seva rûspiya hatiye şandinê. Di vê nemêda hene rêberî. Usa jî dîna xwe bide wê yekê, ku çi guhastin di mihala weda wê bêne kirinê, seva ku mihale pêda bê xebitandinê.
Kilama 5 û Duakirin