MÎNA ÎSA BIJÎN
Mera Qedir e Ava kin û Miqat bin seva Ciyên Hebandinê
Seva avakirina paristgeha Îsraêlê, gelek xebat û xerc lazim bûn. Lema jî, cimeta Îsraêlî bi xîret piştgiriya şixulê avakirinê dikirin (1 Dr. 29:2-9; 2 Dr. 6:7, 8). Çaxê avakirina paristgehê kuta bû, hingê Îsraêlî bi şixulên xwe dikaribûn bidana kifşê, ku ruhanîda ewana çiqas qewî ne (2 Pd. 22:3-6; 2 Dr. 28:24; 29:3). Roja îroyîn Mesîhî gelek wedê xwe didin seva avakirin, temizkirin, û xweykirina Odên Civata û Odên Civatên Mezin. Bi rastî jî qedirekî çiqas mezin e, çaxê em usa tevî Yahowa şixulkariyê dikin, û ev parek e ji xizmeta meye pîroz (Zb. 127:1; Ent. 7:15).
EM DIKARIN . . .
Paşî her civatekê bidine hev. Ji aliyê xweda hemû tiştî bikin seva ku ciyê dor-berê xwe temiz bihêlin.
Her tim kar bikin temizkirin û xweykirina Oda Civatêda. Bi alîkariya destê geleka, ev xebat sivik dibe û şabûnê tîne (lv 92-93 ¶18).
Bi pera piştgiriya vî şixulî bikin. Hela hê “qurûşek” yê ku em ji dil didin, dilê Yahowa xweş tê (Mq. 12:41-44).
Ji rezediliya xwe, alîkariyê bidine avakirin û tezekirina ciyên seva hebandinê. Seva ku di şixulê avakirinêda kar bikî û alîkariyê bidî, eseyî nîne di vê yekêda gelek cêribandî bî.