KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp21 № 2 rûp. 7-9
  • Gelo Axiriya Vê Dinyayê wê Kengê bê? Îsa Çi Got

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Axiriya Vê Dinyayê wê Kengê bê? Îsa Çi Got
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • DÎNA XWE BIDINE VAN DU NÎŞANA, KÎJAN KU ÎSA DERHEQA AXIRIYÊ GOT:
  • NÎŞAN
  • ROJÊN AXIRIYÊ
  • ZÛTIREKÊ ERD WÊ BIBE CINET!
  • Em Rastî li “Axiriya vê Dinyayê” Dijîn?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Gelo Xilazî Nêzîk e?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Gelo Çi ye ‘Nîşana Rojên Axiriyê’?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
wp21 № 2 rûp. 7-9
Îsa şagirtên xwera derheqa nîşanên rojên axiriyê şirovedike.

Gelo Axiriya Vê Dinyayê wê Kengê bê? Îsa Çi Got

Çawa ku me gotara pêşiya vêda dît, gava Kitêba Pîroz derheqa kutasiya vê dinyayê dibêje, ev ne ku derheqa kutasiya erdê, lê derheqa kutakirina merivên xirab dibêje. Ev tê hesabê ku ev dinya xirab û hemû piştgirên vê, wê kuta bin. Lê Kitêba Pîroz çi dibêje, wekî kengê wê axiriya vê sîstêma xirab bê?

DÎNA XWE BIDINE VAN DU NÎŞANA, KÎJAN KU ÎSA DERHEQA AXIRIYÊ GOT:

“Hişyar bimînin, çimkî hûn ne roja hatina Kurê Însan zanin, ne jî sihetê” (METTA 25:13).

“Haş ji xwe hebin! Hişyar bimînin! Çimkî hûn nizanin kengê wextê pêra bigihîje” (MARQOS 13:33).

Tu kes ser erdê nizane, kengê wê xilaziya vê sîstêmê bê. Lê Xwedê “wext”, demêk roj û siheta kutasiya vê dinyayê kifş kiriye (Metta 24:36). Lê gelo ev tê hesabê wekî qe nabe haş pê hebin, wekî xilazî nêzîk e? Hilbet na. Îsa gote şagirtên xwe, wekî dîna xwe bidine nîşana yên ku wê bidine kifşê, wekî axirî nêzîk e.

NÎŞAN

Ev qewimandin wê bibûna nîşana “axiriya vê dinyayê”. Îsa got: “Miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiyê, cî-ciya wê xelayî-celayê û erdhejê bibin” (Metta 24:3, 7). Ewî usa jî got, wekî nexweşiyên hal, dêmek êpîdêmiya wê pêşda bên (Lûqa 21:11). Lê tu pê çevê xwe divînî van qewimandina, derheqa kîjana ku Îsa pêxembertî kir?

Îro ser temamiya dinyayê şerê giran, birçîbûn, erdhej û nexweşî yek pey yekêra meriva diçerçirînin. Mesele, sala 2004-da ji bo erdhejeke mezin Okyanûsa Hindîda, firtone rabû û 225 000 meriv qir bûn. Nava sê salada pandêmiya COVÎD-19 emirê weke 6,9 mîlyon meriva ji wan stand. Îsa got wekî qewimandinên vî cûreyî wê bidine kifşê, wekî kutasiya vê dinyayê nêzîk e.

ROJÊN AXIRIYÊ

Kitêba Pîroz wextê nêzîkî kutasiya dinyayê nav dike “rojên axiriyê” (2 Petrûs 3:3, 4). Dudê Tîmotêyo 3:1-5 nivîsar e, wekî rojên axiriyêda dinya wê bi xirabiyê tije be (Binihêre çargoşe “Xût Pêşiya Xilaziya Vê Dinyayê”). Gelo tu pê çevê xwe navînî ku meriv xwehiz, perehiz, kubar û babax in? Ev her tişt didine kifşê, wekî xilaziya vê dinyayê îda ber şêmîkê ye.

Lê rojên axiriyê wê çiqas bikişînin? Li gora Kitêba Pîroz ev roj wê dirêj nekişînin. Xwedê wê qira wan meriva bîne “yên ku dinê xirab dikin” (Eyantî 11:15-18; 12:12).

Şer

Esker pê çekên xwe gule dikin.
  • Ji sala 2007 heta 2017, ji bo şer û têrorîzmê, mirin ser 118 selefa zêde bû

Nexweşî

Mêrekî giran nexweş nexweşxanêda.
  • Sebebên sereke yên mirinê nexweşiyên dil, însûlt, nexweşiyên pişika, nexweşiyên dergûşa, nexweşiyên rûviya, kanser û tuberkuloz

Birçîbûn

Keçkeke birçî tebax destê xweda girtiye.
  • Sala 2021-da 9,8 selef merivên ser temamiya dinyayê birçîbûnêda dijîtin, û her zareke sisiya têr nedixwar ji bo çi jî nivîşkan dima

Şedetîkirina Ser Temamiya Dinyayê

Şedên Yehowa ber stêndê mêrekîra şedetiyê didin.
  • Zêdetirî 8,6 mîlyon mizgînvanên cêribandî (Şedên Yehowa), 240 welat û têrîtoriyada, ser 1 000 zimana zêdetir edebyeta bela dikin

ZÛTIREKÊ ERD WÊ BIBE CINET!

Xwedê îda roj kifş kiriye, ku vê sîstêma xirab kuta ke (Metta 24:36). Mizgînîke diha baş jî ev e, ku Xwedê “naxwaze tu kes unda be” (2 Petrûs 3:9). Ew mecalê dide hemû meriva, wekî derheqa wî pêbihesin û li gora qirara wî bijîn. Gelo çira? Çimkî Xwedê dixwaze, wekî em wedê kutakirina vê dinyayê xilaz bin û heta-hetayê ser erdê Cinetê bijîn.

Xwedê programa hemdinyayî bona hînkirina meriva saz kiriye, wekî ewana pêbihesin ku çawa xilaz bin û bin Padşatiya wîda dinya tezeda bijîn. Îsa got ku ev Mizgîniya Padşatiyê “wê li nav temamiya dinyayê bê” belakirinê (Metta 24:14). Ser temamiya dinyayê Şedên Yehowa bi mîlyarda siheta xerc kirine, wekî mizgîniya Kitêba Pîroz derheqa hêviya baş bela kin û meriva hîn kin. Îsa got, wekî pêşiya kutasiya vê dinyayê, ev mizgînî vê ser temamiya dinyayê bela be.

Wedê serwêrtiya meriva îda xilaz dibe. Lê berdilîke mezin ev e, ku gava eva dinya bê kutakirinê, tu dikarî xilaz bî û bikevî Cineta ku Xwedê soz daye. Gotara din wê şiroveke, wekî tu çi dikarî bikî ku dinya tezeda bijîyî.

XÛT PÊŞIYA XILAZIYA VÊ DINYAYÊ

“Lê vê yekê zanibe ku rojên axiriyêda zemanên xirab wê bên. Merivê bibine xwehiz, perehiz, kubar, babax, kifir, ne gura dê-bavada, bêşêkir, heram, dilsar, bêrem, buxdanbêj, temsist, zulmkar, neyarên qenciyê, nemam, culet, xwerazî, rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz. Pişkê xwedênasiyê wê li wan keve, lê wê qewata wê înkar kin” (2 TÎMOTÊYO 3:1-5).

Pêxembertiyên Îsa derheqa “rojên axiriyê” hêviyê didine me

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin