KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp22 № 1 rûp. 8-9
  • 2 | Heyfê Hilnede

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 2 | Heyfê Hilnede
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Hînkirina Kitêba Pîroz:
  • Ev Çi Tê Hesabê:
  • Ew Hînkirin Ça Dikare Alî Te Bike:
  • Kitêba Pîroz Derheqa Heyfhildanê Çi Dibêje?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Ez Dilbirîndar bûm û Bûme Zulm
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Em Dikarin Nefretiyê ji Dilê Xwe Derxin!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
  • Çawa Nefretiyê ji Dilê Xwe Derxin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2022
wp22 № 1 rûp. 8-9
Du mêrikên hêrs pêşberî hev ser çiqilên bax rûniştinê. Herdu jî çiqilên bin xweda dibirin.

ÇAWA NEFRETIYÊ JI DILÊ XWE DERXIN?

2 | Heyfê Hilnede

Hînkirina Kitêba Pîroz:

“Ji ber xirabiyêva xirabiyê li tu kesî nekin. . . . Çiqas ji dest we tê, tevî hemû meriva edilayiyêda bin. Heyfê hilnedin, . . . çimkî nivîsar e: ‘Heyfhildan destê min e, ezê heyfê hilînim, Xudan dibêje’” (ROMAYÎ 12:17-19).

Ev Çi Tê Hesabê:

Hergê kesek dilê me dêşîne, hemikî em hêrs dikevin, lê Xwedê naxwaze wekî em heyfê hildin. Dewsê ew dixwaze wekî em sebir kin, çimkî soz dide ku zûtirekê wê hemû neheqiya bide hildanê (Zebûr 37:7, 10).

Ew Hînkirin Ça Dikare Alî Te Bike:

Çaxê merivê gunekar heyfê hildide, ew diha zêde nefretiyê pêşda tîne. Hergê kesekî tu dayî xeydandinê, kînê nejo. Hestên xwe kontrol bike û xwegirtî be. Carna dikare hêsa be çevê xwe ser hine dereca dadî (Metelok 19:11). Lê carna jî dibeke diha baş be derheqa derecê elamî hukumetê bikî. Mesele, hergê kesek te talan ke û ziyanê bide te, tu dikarî derheqa vê yekê elamî polîsa yan jî hukumetên din bikî.

Merivê ku heyfê hildide, ziyanê dide xwe

Tu çi dikarî bikî, hergê problêma te bi edilayî safî nabe? Yan jî, dibeke te îda her tişt kir, seva ku problêmê bi edilayê safî kî, lê dîsa jî ev safî nebû. Heyfê hilnede, çimkî ev yek dikare derecê diha xirab ke. Wê baş be nefretiyê ji dilê xwe derxî. Tu dikarî bawer bî, wekî Xwedê wê bi cûrê diha baş evê problêmê safî ke. Xwe bispêre Xwedê û ew wê riya te rast ke (Zebûr 37:3-5).

Serhatî​—ADRÊAN

Min Karibû Teyax kim û Heyfê Hilnedim

Adrêan.

Cahiltiyêda dilê Adrêan bi nefretiyê tije bû, û çaxê kesek ziyan dida wî, ewî heyf hildida. Ew dibêje: “Gelek cara min û qaçaxa pê qirma hev gule dikirin. Çend cara usa dibû ku ez kûçada nîvkuştî xûnêda dihîştim, û hindik dima ez bimirama”.

Çaxê Adrêan 16 salî bû, ewî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Ew dibêje: “Çaxê min berdewam dikir Kitêba Pîroz hîn bim, min fem kir ku gerekê xeysetê xwe biguhêzim”. Ewî gerekê nefretî ji dilê xwe derxista û zulmî nekira. Îlahî giliyê ji Romayî 12:17-19 gelek ser wî hukum bûn, kîderê ku tê gotinê, wekî heyfê hilnedin. Adrêan zêde dike: “Min fem kir ku Yehowa wê wededa neheqiyê bide hildanê, dêmek wî çaxî û bi wî cûreyî, çawa ku ew dixwaze. Hêdî-hêdî min xeysetê xweyî zulm terikand”.

Êvarekê komeke cahila, kîjan ku qaçax bû û berê dijminên Adrêan bûn, hicûmî ser wî kirin. Mezinê vê komê kire qûjînî: “De xwe xilaz ke!” Adrêan dibêje: “Min gelek xwest caba wî bidim û heyfê hildim”. Lê dewsa ku heyfê hilde, ewî kin Yehowara dua kir û ji wana revî.

Adrêan berdewam dike: “Roja din ez nişkêva rastî mezinê vê koma qaçaxa hatim, lê îjar ew tenê bû. Hêrsa min rabû û min xwest caba wî bidim, lê dîsa jî min lavaya Yehowa kir ku alî min bike xwe bigirim. Ez gelek ecêbmayî mam, çaxê ew nêzîkî min bû û got: ‘Bibaxşîne seva qewimandina duhu. Bi rastî bêjim, ez dixwazim mîna te bim. Ez jî dixwazim Kitêba Pîroz hîn bim’. Ez çiqas şa bûm, ku pêşda min karibû hêrsa xwe zeft kim! Bi saya vê qewimandinê ewî jî xwest Kitêba Pîroz hîn be. Min û wî tevayî destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn bin”.

Hê zêde derheqa serhatiya Adrêan bixûnin ji “Birca Qerewiliyê” ya № 5, sala 2016, rûpêlên 14-15.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin