KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w22 Sibat rûp. 8-13
  • “Gotinên Serwaxta Bibihê”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • “Gotinên Serwaxta Bibihê”
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KESÊN KU ŞÎRET QEBÛL NEDIKIRIN
  • KESÊN KU ŞÎRET QEBÛL DIKIRIN
  • ÇI DIKARE ALÎ ME BIKE ŞÎRETÊ QEBÛL KIN?
  • ŞÎRETÊ BIXWAZE Û KARÊ BISTÎNE
  • Gelo Şîretên ku Tu Didî Dilê Meriva “Şa Dikin”?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Em Gerekê Ça Şîreta Bidin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Hertim ser Xwe Bixebitin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
w22 Sibat rûp. 8-13

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 7

“Gotinên Serwaxta Bibihê”

“Guh bide û gotinên serwaxta bibihê” (METELOK 22:17).

KILAMA 123 Pey Rêberiya Teşkîleta Xwedê Diçin

VÊ GOTARÊDAa

1. Şîret çawa dikare bê dayînê, û em gişk çira hewcê şîreta ne?

EM GIŞK jî hewcê şîreta ne. Cara dibeke em xwexa şîretê ji merivekî usa dixwazin, qedrê kîjanî ku em digirin. Cara jî dibeke kesek, ku bona me xem dike, bê û mera bêje ku em gaveke nerast davêjin (Galatî 6:1). Usa jî, diqewime paşî şaşîke meye giran, kesek şîretê bide me û me rast ke. Şîret çi cûre jî bê dayînê, wê baş be wekî em guh bidinê. Ev yek bona kara me ye û dikare jîyîna me xwey ke (Metelok 6:23).

2. Li gora Metelok 12:15, gerekê em çira guh bidin şîreta?

2 Rêza sereke dibêje, ku gerekê em ‘gotinên serwaxta bibihên’ (Metelok 22:17). Gerekê em qebûl kin, wekî em her tiştî nizanin, û zanebûn yan feresetên kesekî din dikare ji ya me zêdetir be (Metelok 12:15 bixûne). Lema jî, gerekê em milûk bin û guh bidin şîreta. Bi vî cûreyî em nîşan dikin, wekî em sînorên xwe zanin û hewcê alîkariyê ne. Bi rastî, bê alîkariyê emê nikaribin bigihîjin nêtên xwe. Ji bîna ber Xwedê, Silêman Padşa nivîsî ku “bi saya gelek şîretkara” meriv pêşda diçin (Metelok 15:22).

Şikil: Birak difikire ku ew ça dikare şîretê bistîne. Çend cûrên şîreta raste-rast û ne raste-rast têne nîşankirinê. 1. Şîreta ne raste-rast: Bira diçe civînê, Kitêba Pîroz dixûne, bernama JW Brodkastîng dinihêre û edebyetekê lêkolîn dike. 2. Şîreta raste-rast: Bira guh dide birakî din, yê ku ji planşêta xwe tiştekî nîşanî wî dike. Du bira bona serlêdana şivantiyê têne cem wî.

Çi cûre şîret tera diha çetin e qebûl kî? (Abzasa 3 û 4 binihêre)

3. Em ça dikarin şîreta bistînin?

3 Carna, dibeke kesek raste-rast şîretê bide me. Mesele, diqewime rûspîk yan birakî cêribandî mera bêje, ku gerekê em ser kêmasîke xwe bixebitin. Ew bira usa me hiz dike, ku ser hîmê Kitêba Pîroz şîretê dide me. Gelo ne lazim e wekî em guh bidine wî û vê şîretê qebûl kin? Ji aliyê dinva jî, em carna bi cûrekî ne raste-rast şîretê distînin. Mesele, dibeke em Kitêba Pîroz yan edebyetekê bixûnin û têderxin ku gerekê em xwe rast kin (Îbranî 4:12).

4. Li gora Waîz 7:9, çaxê em şîreta distînin, gerekê em çi nekin?

4 Cara çaxê mera raste-rast şîreta didin, mera hêsa nîne van şîreta qebûl kin. Em hela hê dikarin bixeydin jî. Gelo çira? Em hilbet qebûl dikin wekî em gunekar in, lê gava kesek dîna me dikişîne ser kêmasîke me, em dikarin eciz bin (Waîz 7:9 bixûne). Dibeke vî çaxî em destpêkin xwe heq derxin, û nêta kesê ku şîretê dide me bikine bin şikê, yan jî ser cûrê şîretdayîna wî hêrs kevin. Diqewime em meniya bigerin û usa bêjin: “Çi îzna wî heye ku şîretê bide min? Bira pêşiyê xwe binihêre!” Çaxê şîreta ku em distînin, me xweş nayê, hingê dibeke em vê şîretê pişt guhê xweva bavêjin, yan jî şîreteke ku me xweş tê, bigerin.

5. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?

5 Vê gotarêda, emê dîna xwe bidine çend kesên ku şîret qebûl nekirin û çend kesên ku şîret qebûl kirin. Usa jî, emê bivînin ku çi dikare alî me bike, wekî em şîreta qebûl kin û ji van karê bistînin.

KESÊN KU ŞÎRET QEBÛL NEDIKIRIN

6. Ev yek ku Rehobowam şîreta kê qebûl kir, çi me hîn dike?

6 Werên em serhatiya Rehobowam şêwir kin. Çaxê ew bû padşê Îsraêlê, cimetê tiştek ji wî xwest. Wana gotê wekî ew, barê ku bavê wî Silêman kiribû stûyê wan, sivik ke. Serîda, Rehobowam ji rûspiya pirsî, ku çi cab bide wan. Wana got ku heger ew li gora xwestina cimetê bike, ewana wê hertim piştgiriya wî bikin (1 Padşatî 12:3-7). Eşkere ye ku ev şîret Rehobowam xweş nehat, lema jî ewî ji kesên ku tevî wî mezin bibûn şîret pirsî. Ça tê kifşê, ewana weke 40 salî bûn, û ewana jî kesên cêribandî bûn (2 Dîrok 12:13). Lê îjar, wana şîreteke xirab da Rehobowam. Wana wîra got, wekî barê cimetê diha giran bike (1 Padşatî 12:8-11). Ev du şîret ji hev cude bûn, gelo wê baş nîbûya ku Rehobowam dua bikira û ji Yehowa bipirsiya, ku kîjan şîret diha baş e. Lê Rehobowam usa nekir. Ewî şîreta ku wî xweş hat, qebûl kir û guh da hevalên xwe. Axiriya vê yekê gelek xirab bû, him bona Rehobowam him jî bona miletê Îsraêlê. Dibeke şîretên ku em jî distînin carna me xweş neyên. Dîsa jî, heger şîret ser hîmê Xebera Xwedê hatibe dayînê, wê baş be ku em vê şîretê qebûl kin.

7. Serhatiya Ûzîya Padşa çi me hîn dike?

7 Ûzîya Padşa şîret înkar kir. Carekê, ew kete paristgeha Yehowa, cîkî usa, kîderê tenê îzna kahîna hebû bikevinê, û ewî dixwest bixûrê bişewitîne. Hingê kahîna wîra got: “Ya Ûzziya ji Xudanra buxur vêxistin ne ji tera ye, lê ji kahînên, ji lawên Harûn, yên ku bona buxur vêxistinê hatine pîroz kirinra dikeve”. Gelo Ûzîya çi kir? Heger ewî ev şîret bi milûktî qebûl kira û derbêra ji paristgehê derketa, diqewime Yehowa bibaxşanda wî. Lê Ûzîya hêrs ket. Gelo ewî şîreta ku jêra hate dayînê, çira înkar kir? Eşkere ye, wekî ew difikirî ku ew padşa ye, û lema jî îzna wî heye wekî li gora dilê xwe bike. Lê Yehowa usa nedifikirî. Seva qurebûna xwe, Ûzîya bi kotîbûnê hate cezakirinê û “heta roja mirina xwe” kotî ma (2 Dîrok 26:16-21). Serhatiya Ûzîya nîşan dike, wekî firqî tune ku em kî bin jî, heger em şîreta ku ser hîmê Kitêba Pîroz mera tê dayînê, înkar kin, emê dostiya xwe tevî Yehowa unda kin.

KESÊN KU ŞÎRET QEBÛL DIKIRIN

8. Gava Îbora şîret hate dayînê, ewî çi kir?

8 Ji aliyê dinva, Kitêba Pîroz besa hine kesên din dike, yên ku şîret qebûl dikirin û axiriyêda dihatine kerem kirinê. Mesele, serhatiya Îbo bîne ber çevê xwe. Ew çiqas ji Xwedê ditirsiya jî, yeke hine kêmasiyên wî hebûn. Gava ew bin strêseke mezinda bû, ewî bêhemdê xwe xeber dida û tiştê şaş digot. Lema jî, him Elîhû him jî Yehowa raste-rast şîret dane wî. Gelo Îbo çi kir? Ewî ev şîret bi milûktî qebûl kirin. Ewî got: “Tiştên ku fem nekirime gotim; . . . Ji ber vêya, ez xwe biçûk divînim û xwelî û tozêda tobe kirinêda me”. Seva milûktiya wî, Yehowa gelek kerem ser wîda barand (Îbo 42:3-6, 12-17).

9. Çaxê Mûsa şîret stand, ewî çi kir, û em ça dikarin çev bidine wî?

9 Mûsa, paşî şaşîke mezin, hazir bû şîretê qebûl ke. Carekê, ew hêrs ket û rûmet neda Yehowa. Lema jî, Yehowa wîra got, wekî ewê nekeve Erdê Sozdayî (Jimar 20:1-13). Çend sal şûnda, Mûsa dîsa jî îzin xwest wekî bikeve Erdê Sozdayî, lê Yehowa got: “Bes e! Vir şûnda bona wê yekê îdî minra nebêje!” (Qanûna Ducarî 3:23-27). Gelo Mûsa ev şîret qebûl kir? Belê. Ew nexeydî, lê ewî safîkirina Yehowa qebûl kir, û Yehowa îzin da wî, wekî ew ça rêberê miletê Îsraêlê bimîne (Qanûna Ducarî 4:1). Îbo û Mûsa şîret qebûl kirin û wê baş be, ku em vê yekêda çev bidine wan. Îbo nihêrandina xwe rast kir û xwe heq dernedixist. Mûsa jî şîreta Yehowa qebûl kir. Paşî vê yekê ku Yehowa wîra got, wekî ewê nekeve Erdê Sozdayî, ewî dîsa jî bi aminî Yehowara xizmet dikir.

10. (a) Li gora Metelok 4:10-13, kara qebûlkirina şîreta çi ye? (b) Hine kesên ku şîret standine, ça xwe dane kifşê?

10 Wê baş be ku em çev bidine Îbo, Mûsa û kesên dine amin, û şîreta qebûl kin (Metelok 4:10-13 bixûne). Gelek xûşk-birên me îda çev dane wana û şîret qebûl kirine. Birakî bi navê Êmmanûêl, yê ku Kongoyêda dijî, usa dibêje: “Birên gihîştî ji civata min, dîtin ku hindik mabû min dostiya xwe tevî Yehowa xirab kira, lema jî wana şîret dane min. Min ev şîret qebûl kirin, û vê yekê alî min kir, wekî ez serê xwe nekim belayê”.b Pêşengeke ji Kanadayê, bi navê Mêgan, derheqa şîreta usa dibêje: “Şîretên ku min distandin carna min xweş nedihatin, lê ev bi rastî jî minra lazim bûn”. Birakî bi navê Marko, yê ku Xorvatyayêda dijî, usa dibêje: “Min cabdarîke xwe civatêda unda kir, lê niha ez fem dikim wekî şîreta ku min stand, alî min kir dostiya xwe tevî Yehowa tezeda ava kim”.

11. Birê Karl Klêîn derheqa qebûlkirina şîreta çi got?

11 Birê me Karl Klêîn jî ji qebûlkirina şîreta kar stand. Serhatiya xweda, vî birayî, yê ku paşê bû endemê Koma Rêberiyê, got ku ewî çawa ji dostê xwe Cozêf Rûtêrford şîreteke sert standibû. Birê Klêîn anî ser xwe wekî sêrîda, ev şîret wî xweş nehat. Ewî got: “Gava [Rûtêrford bira] ez dîtim, ewî bi beşera xweş got: ‘Silav, Karl!’ Lê çimkî ez ser wî xeydî bûm, min bi dengê nimiz caba wî da. Hingê ewî got: ‘Karl, miqatî xwe be! Mîrê-cina pey te ketiye!’ Min şerm kir û got: ‘Hemû tişt baş e, birê Rûtêrford’. Lê ewî zanibû ku ez hê ser wî xeydî bûm, lema jî ewî got: ‘Baş e, ku her tişt baş e. Lê dîsa jî miqatî xwe be. Mîrê-cina pey te ketiye!’. Gotinên wî çiqas rast bûn! Gava em ser birakî dixeydin, îlahî heger menî hebû ku ew vê yekê mera bêje, . . . Mîrê-cina hêsa dikare me bike telika xwe”.c (Efesî 4:25-27). Klêîn bira şîreta Rûtêrford qebûl kir û dostiya wan xirab nebû.

ÇI DIKARE ALÎ ME BIKE ŞÎRETÊ QEBÛL KIN?

12. Milûktî çawa dikare alî me bike, wekî em şîreta qebûl kin? (Zebûr 141:5)

12 Gelo çi dikare alî me bike, wekî em şîreta qebûl kin? Gerekê em bi milûktî bînin bîra xwe, ku em gunekar in û carna tiştên neaqilayî dikin. Ça me îda şêwir kir, nihêrandina Îbo şaş bû, lê paşê ewî nihêrandina xwe rast kir, lema jî Yehowa ew kerem kir. Gelo çira? Çimkî Îbo yekî milûk bû. Milûktiya wî ji vê yekê eşkere ye, ku ewî şîreta Elîhû, yê ku ji wî biçûktir bû, qebûl kir (Îbo 32:6, 7). Heger em bifikirin, ku em hewcê şîreta nînin, yan heger kesê ku şîretê dide me, ji me cahiltir be, milûktî wê alî me bike, wekî em dîsa jî şîretê qebûl kin. Rûspîkî ku Kanadayêda dijî usa dibêje: “Em nikarin xwe kêlekêva bivînin, ça merivên din me divînin. Lema jî nabe, wekî em bê şîreta pêşda herin”. Belê, me her kesîra lazim e, berê ruhê pîroz nav xweda pêşda bînin û xizmetiyêda diha pêşda herin (Zebûr 141:5 bixûne).

13. Gerekê em ser şîretên ku mera têne dayînê, ça binihêrin?

13 Bîr neke wekî şîretkirin hizkirina Xwedê nîşan dike. Yehowa qenciya me dixwaze (Metelok 4:20-22). Gava ew bi saya Xebera xwe, bi saya edebyeteke ser hîmê Kitêba Pîroz yan bi saya xûşk-birên gihîştî, şîretê dide me, ew nîşan dike, ku ew me hiz dike. Îbranî 12:9, 10-da tê gotinê, wekî Xwedê vê yekê “bona kara me” dike.

14. Gava em şîretê distînin, gerekê em dîna xwe bidine çi?

14 Dîna xwe bidê ku çi tê gotinê, ne ku ça tê gotinê. Carna em dibeke difikirin, ku şîret bi cûrekî ne haqas baş mera hatiye dayînê. Femdarî ye ku çaxê şîret bi cûrekî baş tê dayînê, hêsa ye wekî merî vê şîretê qebûl ked (Galatî 6:1). Dîsa jî, gava şîretê didine me, wê baş be ku em dîna xwe bidinê hela çi mera dibêjin. Ji xwe bipirse: “Heger min xweş nayê jî, ku şîret çawa hate dayînê, gelo ez dikarim ji vê şîretê dersê hîn bim? Gelo ez dikarim ser kêmasiyên kesê ku şîret daye min, çevê xwe bigirim, û tenê dîna xwe bidime ser kara şîretê?” Belê, wê baş be ku em bifikirin, hela ji şîretên ku mera têne dayînê, em çawa dikarin karê bistînin (Metelok 15:31).

ŞÎRETÊ BIXWAZE Û KARÊ BISTÎNE

15. Wê çima baş be ku em şîreta bixwazin?

15 Kitêba Pîroz me hêlan dike, ku em xwexa şîreta bixwazin. Metelok 13:10 usa dibêje: “Serwaxtî cem şîrethildaya ye”. Giliyên çiqas rast in, ne? Merivên ku hîviyê nînin, wekî kesek şîretê bide wan, lê xwexa şîretê dixwaze, carna ji aliyê ruhanîva diha zû pêşda diçin. Lema jî gava pêşin bavêje û şîretê bixwaze!

Şikil: 1. Xûşkeke cahil pê Întêrnêtê hine tişta dikire. Ew ser hine kincên necayîz dinihêre. 2. Xûşka cahil kincên ku ew dixwaze bikire nîşanî xûşkeke ruhanîda gihîştî dike.

Xûşka cahil çira ji xûşka cêribandî şîretê dixwaze? (Abzasa 16 binihêre)

16. Çi derecada wê baş be wekî em şîretê bixwazin?

16 Gelo wê kengê baş be, ku em ji xûşk û bira şîretê bixwazin? Van mesela bide ber çevê xwe: (1) Mizgînvanek, xûşkeke cêribandî gazî ser hînbûna xwe dike û paşê ji wê dipirse, ku ew çawa dikare bibe dersdareke diha baş. (2) Xûşkeke azep ji xûşkeke gihîştî dipirse hela bi dîtina wê, kincên ku ew dixwaze xwera bikire, cayîz in yan na. (3) Pêşiya ku birak cara pêşin gotarê bixûne, ew ji gotarvanekî cêribandî hîvî dike, wekî guh bide gotara wî û hine şîreta bidê. Hilbet birakî ku gelek sala gotara dixûne jî, dikare ji şîreta gotarvanên cêribandî karê bistîne.

17. Em çawa dikarin ji şîretê karê bistînin?

17 Îroda, heger tu raste-rast yan jî ne raste-rast şîretê bistînî, şîretên ji vê gotarê bîne bîra xwe. Milûk bimîne. Dîna xwe bidê ku çi tê gotinê, ne ku ça tê gotinê. Wan şîreta jîyîna xweda bide xebatê. Qe yek ji me bîlan nayêne bûyînê. Lema jî “şîretê hilde û hînkirinê bibe yar e, wekî axirîyê te bike dersdar e! (Metelok 19:20).

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Em dikarin ji serhatiyên kesên ku şîret qebûl nedikirin, çi dersê hîn bin?

  • Em dikarin ji serhatiyên kesên ku şîret qebûl dikirin, çi dersê hîn bin?

  • Çi wê alî me bike ku em şîreta qebûl kin?

KILAMA 124 Timê Amin in

a Gelek ferz e wekî em guh bidin şîreta, kîjan ku ser hîmê Kitêba Pîroz mera têne dayînê. Lê carna mera zor e şîreta qebûl kin. Gelo çira? Û çi dikare alî me bike, wekî em ji şîreta karê bistînin?

b Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

c Binihêre “Birca Qerewiliyê”, 1 Cotmehê, sala 1984, rûp. 21-28.

d Gotara dinda, emê bivînin ku em ça dikarin bi nermî şîreta bidin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin