GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 29
KILAMA 87 Werên! Hêlana Bistînin
Em Gerekê Ça Şîreta Bidin?
“Çevê Minê li ser te be, te şîret kim” (ZEBÛR 32:8).
VÊ GOTARÊDA
Emê bivînin ku em ça dikarin şîretên baş bidin.
1. Kê gerekê şîreta bide? Şiroveke.
GELO tu hez dikî şîreta bidî? Ev yek hinekara hêsa ye, hinekara jî çetin e. Çi jî hebe, carna lazim e ku em şîreta bidin. Gelo çima? Çimkî Îsa gotibû, ku şagirtên wî wê pê hezkirina nav wanda bêne naskirinê (Yûhenna 13:35). Gava xûşk yan birakî me hewcê şîretê ye, em gerekê wanra şîretê bidin, çimkî em wana hez dikin. Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku “şîrinaya hevaltîyê jî ji şîretên qenc” tê (Metelok 27:9).
2. Rûspî gerekê çi bikin, û çima? (Usa jî binihêrin çargoşa bi navê “Şîretên ser Civîna Bijîn û Xizmet kin”.)
2 Îlahî rûspî gerekê şîreta bidin. Bi saya Îsa, Yehowa wana ça şivan kifş kirine, wekî bona civatê xem bikin (1 Petrûs 5:2, 3). Ewana vê yekê dikin gava pê gotara derdikevin, û bi saya wan gotara şîretên ser hîmê Kitêba Pîroz didin. Ewana usa jî başqe şîreta didine me, gava em hewce ne. Rûspî usa jî alî wan xûşk-bira dikin, yên ku ji civatê dûr ketine, wekî vegerine cem Yehowa. Gelo ça rûspî û usa jî her kes ji me dikarin şîretên baş bidin?
3. a) Em ça dikarin bibine şîretkarên baş? (Îşaya 9:6; usa jî binihêrin çargoşa bi navê “Gava Şîreta Didin, Çev Bidine Îsa”.) b) Emê ji vê gotarê çi pêbihesin?
3 Seva ku em şîretên baş bidin, em gerekê meselên xizmetkarên Xwedêye berê lêkolîn kin, îlahî mesela Îsa. Kitêba Pîroz Îsa nav dike “Şîretkarê Pir Baş” (Bixûne Îşaya 9:6). Vê gotarêda emê bivînin, ku hergê kesek ji me şîretê bixwaze, em çi dikarin bikin. Usa jî emê pêbihesin, ku em çi dikarin bikin çaxê divînin ku lazim e şîretê bidine wî kesî, yê ku şîret ji me nexwestiye. Xêncî vê yekê, emê pêbihesin ku çiqas ferz e wekî em wedê layîqda û bi cûrê rast şîreta bidin.
GAVA JI ME ŞÎRETÊ DIXWAZIN
4-5. Hergê kesek ji me şîretê bixwaze, berî pêşin em gerekê ji xwe çi bipirsin? Meselê bîne.
4 Gava kesek ji te şîretê dixwaze, gerekê tu çi bikî? Dibeke tu şa bî, çimkî hevalê te baweriya xwe te tîne. Diqewime tuyê bixwazî derbêra alî wî bikî. Lê pêşiya ku şîretê bidî, ji xwe bipirse: “Gelo cêribandin û zanebûna min haqas heye, wekî ez şîretê bidimê?” Dewsa ku şîretê bidî, carna diha baş e hevalê xwe bişînî bal kesê cêribandî, yê ku dikare bona dereca wî şîreta kêrhatî bide wî.
5 Were meselekî şêwir kin. Bide ber çevê xwe, wekî hevalekî te giran nexweş ketiye. Ew tera dibêje ku derheqa cûre-cûre mêtodên qenckirinê lêkolîn kiriye. Niha ew ji te dipirse, hela li gora nihêrandina te, kîjan mêtoda qenckirinê diha baş e. Diqewime nihêrandina teye şexsî derheqa vê pirsê heye, lê tu hekîm nînî û nizanî ku kîjan qenckirin wê bona wî diha baş be. Vê derecêda lapî baş ev e, wekî tu alî wî bikî doxdirekî cêribandî bivîne, yê ku dikare nexweşiya wî qenc ke.
6. Pêşiya ku em şîretê bidin, wê baş be em çi bikin?
6 Hergê jî tu difikirî ku êpêce cêribandî yî seva ku bona filan derecê şîretê bidî, wê diha baş be leze-lez şîretê nedî. Gelo çima? Metelok 15:28-da tê gotinê ku “dilê yê rast li ser cabdayînê difikire”. Hergê jî tu difikirî ku cabê zanî, yeke wê diha baş be ku tu lêkolîna bikî, dua bikî û kûr bifikirî. Hergê tu usa bikî, şîreta te wê diha nêzîkî nihêrandina Yehowa be. Were em bînin bîra xwe ku çi hatibû serê Natan pêxember.
7. Ji serhatiya Natan pêxember em dikarin çi hîn bin?
7 Dawid Padşa Natan pêxemberra besa xwestina xwe kir ku bona Yehowa paristgehê ava ke. Natan, dewsa ku pêşiyê nihêrandina Yehowa pêbihesiya, derbêra Dawidra got ku bira avakirinê destpêke. Lê paşê pêhesiya, wekî Yehowa nedixwest, ku Dawid paristgehê ava ke (1 Dîrok 17:1-4). Ji vê serhatiyê em fem dikin ku gava kesek ji me şîretê dixwaze, wê baş be wekî em lez nekevin cabê bidin (Aqûb 1:19).
8. Pêşiya ku em şîretekê bidin, gerekê em çi bikin?
8 Menîke din jî heye ku çima lazim e fesal şîreta bidin: Hergê kesek ji bo şîreta me safîkirineke nebaş bike, ya ku axiriya xirab bîne, dibeke em jî neheq bin. Gelo diha baş nîne em rind bifikirin pêşiya ku şîreta bidin?
ÇA ŞÎRETA BIDIN, GAVA JI ME NAPIRSIN
9. Pêşiya ku rûspî şîretê bidin, ewana gerekê çi rind bizanibin? (Galatî 6:1)
9 Hergê xofî heye ku xûşk yan birak “gaveke şaş bavêje”, carna lazim e wekî rûspî xwexa şîretê bidinê (Bixûne Galatî 6:1). Kesê usa diqewime hê gune nekiriye, lê rûspî divînin ku ew hêdî-hêdî ji riya rast dûr dikeve. Lema jî nêta wan ev e, ku alî vî kesî bikin ser riya jîyînê bimîne (Aqûb 5:19, 20). Lê belê, seva ku hukumê şîreta wan hebe, ewana gerekê rind bizanibin hela ewî kesî bi rastî gaveke şaş avîtiye yan na, çimkî Yehowa îzinê dide her kesî li gora îsafa xwe safîkirina bike (Romayî 14:1-4). Lê hergê kesekî bi rastî jî gaveke şaş avîtibe û rûspî safî kin ku jêra şîretê bidin, ewana gerekê vê yekê çi cûreyî bikin?
10-12. Rûspî ça dikarin şîretê bidine wî merivî, yê ku şîret nexwestiye? Meselê bîne. (Binihêre usa jî şikil.)
10 Bona rûspiya hêsa nîne şîretê bidine wî merivî, yê ku şîret nexwestiye. Gelo çima? Pawlosê şandî gotibû ku kesek dikare “bêhemdê xwe gaveke şaş bavêje”. Lê pêşiya ku rûspî şîretê bidine kesê usa, wê baş be ku ewana wî kesî hazir kin.
11 Şîretê bidine wî merivî, yê ku şîret nexwestiye, beramberî şixulê cotkarekî dibe, ku dixwaze erdê hişkda toxim bireşîne. Pêşiya ku ew toxim bireşîne, ew gerekê erd cot ke, wekî nerm be. Paşê ew dikare toxim bireşîne û av de. Mîna vê yekê, pêşiya ku rûspîk şîretê bide, ew gerekê “erd” hazir ke. Mesele, ew dikare wî merivîra bêje ku ew wî hez dike û dixwaze derheqa tiştekî xeber de. Hergê rûspî ça kesê heyf û dilovan tê naskirinê, xûşk-birara wê diha hêsa be şîretên wî qebûl kin.
12 Seva ku “erd” diha nerm be, rûspî dikare bêje ku her kes şaşiya dike û carna hewcê şîreta ye (Romayî 3:23). Bi dengekî rihet û bi qedir, rûspî dikare ji Kitêba Pîroz nîşanî wî kesî ke, ku ewî gaveke şaş avîtiye. Hergê ew bîne ser xwe ku şaşî kiriye, rûspî dikare “toxim bireşîne”, dêmek bi giliyên hêsa wîra zelal ke ku ew ça dikare problêma xwe safî ke. Paşê rûspî dikare “av de”, dêmek ji dil payê wî bide û tevî wî dua bike (Aqûb 5:15).
Gava rûspî wî merivîra, ku şîret nexwestiye şîretê didin, gerekê ewana vê yekê bi nermî û bi hezkirinê bikin (Binihêre abzasa 10-12)
13. Seva meriv şîreta ku wîra tê dayînê fem ke, rûspî dikarin çi bikin?
13 Carna diqewime kesek şîreta ku jêra tê dayînê, rast fem neke. Rûspî dikarin çi bikin seva ku usa neqewime? Mesele, ewana dikarin bi qedir û bi taktîkî pirsa bidine wî merivî, kîjanîra ku şîretê didin, seva ku dîna wî bikişînine ser tiştên sereke (Waîz 12:11). Cabên wî wê nîşanî rûspiya kin, hela ewî şîreta wan fem kir yan na.
WEDÊ LAYÎQ Û BI CÛRÊ RAST ŞÎRETA BIDIN
14. Gava em hêrs in, wê çima baş be ku em şîretê nedin?
14 Em gişk qisûrdar in, lema jî carna em bi gilî yan kirên xwe dilê kesên din dêşînin (Kolosî 3:13; Efesî 4:26). Gava em hêrs in, wê diha baş be ku em şîretê nedin, “çimkî hêrsa mêriv rastiya Xwedê nayne sêrî” (Aqûb 1:20). Hergê em hêrse-hêrs şîretê bidin, derece wê diha xirab be. Ev yek hemikî nayê hesabê ku em gerekê wî kesîra ku dilê me êşandiye, nebêjin wekî em çi difikirin û çi texmîn dikin. Lê pêşiya ku em tiştekî bêjin, wê baş be hîviyê bin heta ku hêrsa me dayne. Dîna xwe bidinê, ku Elîhû ça şîret da hevalê xwe Îbo.
15. Em ji mesela Elîhû çi hîn dibin? (Binihêre usa jî şikil.)
15 Îbo gelek roj ji buxdanên ku hevalên wîyî qelp davîtine wî, xwe diparast, û Elîhû guh dida wan. Dilê Elîhû ser Îbo dişewitî, lê ew hêrs ket ji bo vê yekê ku Îbo derheqa Yehowa tiştên nerast xeber da û bi zêdeyî dîna xwe dida halê xwe. Dîsa jî, Elîhû hîviya dora xwe sekinî û paşê bi nermî û bi qedir şîret da Îbo (Îbo 32:2; 33:1-7). Ji vê meselê em derseke ferz distînin: Seva ku qewata şîretekê hebe, ev gerekê wedê layîq û bi cûrê rast bê dayînê, dêmek bi qedir û hezkirinê (Waîz 3:1, 7).
Rast e ji bo giliyên Îbo sêrîda hêrsa Elîhû rabû, lê dîsa jî ewî bi nermî û bi qedir şîret da wî (Binihêre abzasa 15)
ŞÎRETA HIM BIDIN HIM JÎ QEBÛL KIN
16. Em ji Zebûr 32:8 çi hîn dibin?
16 Li gora rêza sereke, Yehowa ‘me şîret dike’ û ‘çevê wî li ser me ye’ (Bixûne Zebûr 32:8). Ev yek dide kifşê ku ew berdewam dike alî me bike. Ew ne ku tenê şîreta dide, lê usa jî alî me dike wekî em li gora van şîreta bijîn. Gelo nelazim e ku em jî usa bikin? Gava em gerekê kesekîra şîretê bidin, were em usa jî wî kesî qewî kin û alî wî bikin ku ew pêşdaçûyî be.
17. Rûspiyên ku ser hîmê Kitêba Pîroz şîreta didin, beramberî çi dibin? Şiroveke. (Îşaya 32:1, 2)
17 Ji bo vê yekê ku em rojên xilaziyêda dijîn û emir çetin e, lazim e ku em şîretên baş bidin û bistînin (2 Tîmotêyo 3:1). Rûspiyên ku ser hîmê Kitêba Pîroz şîreta didin, mîna kaniyên avê ne erdê zihada (Bixûne Îşaya 32:1, 2). Hevalên ku zanin em çi dixwazin bibihên, lê dîsa jî çi lazim e mera dibêjin, gelek qîmet in, şîreta wan “mîna sêva zêrîn e li ser zîv qaşkirî” (Metelok 25:11). Were em berdewam kin bîlaniya xwe zêde kin, wekî şîretên baş him bidin, him jî qebûl kin!
KILAMA 109 Hevdu Qewî Hiz Bikin