KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Tîrmeh rûp. 2-7
  • Çira Em Gerekê Şîreta Bixwazin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çira Em Gerekê Şîreta Bixwazin?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • EZ GEREKÊ YEKÎ ÇA BIM?
  • KÊ DIKARE ŞÎRETÊN BAŞ BIDE ME?
  • EZ ÇA DIKARIM NÎŞAN KIM KU EZ HAZIR IM ŞÎRETA QEBÛL KIM?
  • GELO WÊ BAŞ BE KU KESÊN DIN DEWSA MIN SAFÎKIRINA BIKIN?
  • TIMÊ ŞÎRETÊ BIXWAZE
  • Em Gerekê Ça Şîreta Bidin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Safîkirinên ku Îtbarî Hindava Yehowa Eyan Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Ji Giliyên Paşin yên Kesên Amin Hîn be
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Bi Milûktî Qebûl ke vê Yekê, Çi ku Nizanî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Tîrmeh rûp. 2-7

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 28

KILAMA 88 Riya Xwe Nîşanî Min ke

Çira Em Gerekê Şîreta Bixwazin?

“Serwaxtî cem şîrethildaya ye” (METELOK 13:10).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku em ça dikarin ji şîretên ku mera têne dayînê, karê bistînin.

1. Seva ku em safîkirinên bîlan bikin û pêşdaçûyî bin, em gerekê çi bikin? (Metelok 13:10; 15:22)

EM GIŞK dixwazin safîkirinên bîlan bikin û pêşdaçûyî bin. Xebera Xwedêda tê gotinê, ku em gerekê çi bikin, wekî bigihîjine wan nêta (Bixûne Metelok 13:10; 15:22).

2. Yehowa çi soz dide me?

2 Şîretkarê herî baş hemikî Yehowa ye. Ew soz dide me: “Çevê Minê li ser te be, te şîret kim” (Zebûr 32:8). Ji vê rêzê em fem dikin, ku Yehowa ne tenê şîreta dide me, lê usa jî dîna wî ser me ye û ew alî me dike şîretên wî bînin sêrî.

3. Vê gotarêda emê çi pêbihesin?

3 Vê gotarêda emê cabên van çar pirsa ji Kitêba Pîroz bistînin: 1) Seva ku ez ji şîreta karê bistînim, ez gerekê yekî ça bim? 2) Kê dikare şîretên baş bide min? 3) Ez ça dikarim nîşan kim, ku ez hazir im şîreta qebûl kim? 4) Çira ez gerekê ji kesên din nexwazim wekî ewana dewsa min safîkirina bikin?

EZ GEREKÊ YEKÎ ÇA BIM?

4. Seva ku ji şîreta karê bistînin, em gerekê merivên çawa bin?

4 Seva ku em ji şîreta karê bistînin, lazim e ku em milûk û şkestî bin. Em gerekê bînin ser xwe, ku em ne haqas cêribandî ne û zanebûna me jî haqas tune, wekî em xwexa safîkirinên bîlan bikin. Him jî hergê mera şîret bê dayînê, lê em milûk û şkestî nîbin, şîret wê karê mera neyne, û Yehowa wê nikaribe alî me bike (Mîxa 6:8; 1 Petrûs 5:5). Lê hergê em milûk û şkestî bin, emê şîretên ku ser hîmê Kitêba Pîroz mera têne dayînê, qebûl kin û karê bistînin.

5. Dawid merivekî çawa bû?

5 Were em dîna xwe bidine serhatiya Dawid Padşa. Ew yekî gelek pêşdaçûyî bû, lê dîsa jî ew nebû yekî babax. Gelek sal pêşiya ku ew bibûya padşa, ew sazbendekî hoste bû. Ji wî hela hê xwestin wekî ew ber Şawûl Padşa çengê xe (1 Samûyêl 16:18, 19). Çaxê Yehowa ew ça padşa paşî Şawûl bijart, Ewî ruhê pîroz da wî (1 Samûyêl 16:11-13). Ew yekî navdar bû, çimkî Golyat û dijminên din kuştibû (1 Samûyêl 17:37, 50; 18:7). Hergê Dawid qure bûya, dibeke bifikiriya ku nelazim e guh bide şîretên kesên din. Lê Dawid yekî usa nîbû.

6. Em ji ku zanin, ku Dawid hazir bû guh bide şîreta? (Usa jî binihêrin şikil.)

6 Çaxê Dawid bû padşa, ewî tevî wan meriva, yên ku şîret didane wî, hevaltî dikir (1 Dîrok 27:32-34). Ev yek ecêbmayî nîne, çimkî hela hê pêşiya ku ew bibûya padşa jî, ew timê hazir bû guh bide şîreta. Ewî ne tenê guh dida şîretên mêra, lê usa jî guh dida şîretên jina. Mesele, ewî guh da şîreta kulfeteke bi navê Abîgayl. Mêrê wê, Nabal, yekî bêqedir, bêşêkir û xwehez bû. Dawid şîreta wê qebûl kir, lema jî şaşîke mezin nekir (1 Samûyêl 25:2, 3, 21-25, 32-34).

Dawid Padşa rind guh dide Abîgaylê, ya ku ser erdê rûniştiye û tiştekî ji wî reca dike.

Dawid Padşa şîreta Abîgaylê bi milûktî qebûl kir (Binihêre abzasa 6)


7. Em ji serhatiya Dawid çi dikarin hîn bin? (Waîz 4:13) (Binihêre usa jî şikil.)

7 Gelo em ji serhatiya Dawid çi dikarin hîn bin? Dibeke hine hunurên me yan jî cabdariyên meye ferz hebin. Lê dîsa jî em gerekê nefikirin, ku em her tiştî zanin û hewcê şîreta nînin. Mîna Dawid em jî gerekê hazir bin guh bidine şîreta, firqî tune ku kê şîretê dide me (Bixûne Waîz 4:13). Hergê em usa bikin, emê xwe ji şaşiyên giran xwey kin, yên ku dikarin me û kesên din bikine belayê.

Şikil: 1. Çar rûspî top bûne. Yek ji wan sert xeber dide. 2. Paşê, erebêda rûspîkî cahil tevî wî birayî xeber dide.

Hergê mera şîreteke baş bidin, em gerekê qebûl kin, firqî tune kê vê şîretê dide me (Binihêre abzasa 7)c


KÊ DIKARE ŞÎRETÊN BAŞ BIDE ME?

8. Yonatan çira merivekî layîq bû ku şîretê bide Dawid?

8 Em dikarin ji serhatiya Dawid derseke din jî hîn bin. Ewî guh dida şîretên wan meriva, yên ku nêzîkî Yehowa bûn û wana rind fem dikir, ku ew rastî çi çetinaya tê. Mesele, gava ewî dixwest bizanibe hela mecal heye ku ew dîsa tevî Şawûl Padşa hev bê yan na, Dawid ji kurê Şawûl, Yonatan, şîret xwest. Yonatan çima merivekî layîq bû, ku şîretê bide Dawid? Çimkî Yonatan him xizmetkarekî Yehowayî amin bû, him jî ewî bavê xwe, Şawûl, rind nas dikir (1 Samûyêl 20:9-13). Gelo em ji vê yekê çi dersê hîn dibin?

9. Wê baş be ku em ji kê şîreta bixwazin? Şiroveke (Metelok 13:20).

9 Gava em dixwazin wekî kesek şîretê bide me, wê baş be em ji merivên usa bixwazin, yên ku him xizmetkarên Yehowayî amin in, him jî vê derecêda rastî kîjanî ku tu hatî, cêribandî nea (Bixûne Metelok 13:20). Mesele, bide ber çevê xwe ku birakî cahil xûşkeke layîq digere wekî bizewice. Gelo kê dikare şîretên baş bide wî? Rast e kesê azep, yê ku ser hîmê Kitêba Pîroz şîreta dide, dikare tiştên kêrhatî bêje. Lê dibeke wê diha baş be wekî ew şîretê bixwaze ji coteke zewicî, ku îda çend sal e zewicî ne û bextewar in, him jî wî rind nas dikin. Ewana wê bikaribin ne tenê ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz, lê usa jî ser hîmê mesela zewaca xwe şîreta bidin.

10. Niha emê çi şêwir kin?

10 Me şêwir kir ku kîjan du hunur mera lazim in û kê dikare şîretên baş bide me. Niha emê bivînin ku em ça dikarin nîşan kin, wekî em hazir in şîreta qebûl kin. Usa jî emê pêbihesin ku çima nebaş e, wekî em bixwazin ku kesên din dewsa me safîkirina bikin.

EZ ÇA DIKARIM NÎŞAN KIM KU EZ HAZIR IM ŞÎRETA QEBÛL KIM?

11-12. a) Dibeke em carna çi bikin? b) Gava Rehobowam Padşa safîkirineke ferz gerekê bikira, ewî çi kir?

11 Carna usa tê kifşê, tê bêjî kesek şîretê dixwaze, lê bi rastî ewî safîkirin îda kiriye û ew tenê dixwaze wekî kesên din piştgiriya safîkirina wî bikin. Kesê usa hazir nîne şîreta qebûl ke. Wê baş be wekî ew bîne bîra xwe ku çi hatibû serê Rehobowam Padşa.

12 Rehobowam paşî bavê xwe Silêman bû serwêrê miletê Îsraêlê. Halê milet baş bû, lê ewana difikirîn wekî Silêman barê wan giran kiribû. Lema jî wana ji Rehobowam reca kir, wekî ew barê wan sivik ke. Rehobowam wanra got, ku wîra hinek wext lazim e seva ku bifikire û safîkirinê bike. Sêrîda ewî tiştekî baş kir, çimkî ewî ji rûspiyên ku cem Silêman bûn, şîret xwest (1 Padşatî 12:2-7). Lê ewî şîreta wan înkar kir. Gelo çira? Dibeke Rehobowam xwexa îda safî kiribû ku çi bike, û ewî tenê dixwest wekî kesek piştgiriya safîkirina wî bike. Lema jî gava ewî ji cahilên qasî xwe şîret xwest û caba wan li gora dilê wî bû, ew şa bû (1 Padşatî 12:8-14). Rehobowam li gora şîreta wan caba cimetê da. Axiriyêda milet parevebû, û ji wê demê Rehobowam serê xwe kire xeta-belayê (1 Padşatî 12:16-19).

13. Em ça dikarin têderxin, hela em bi rastî hazir in şîreta qebûl kin yan na?

13 Em dikarin ji serhatiya Rehobowam Padşa çi hîn bin? Gava em ji kesekî şîretê dixwazin, em gerekê hazir bin ku vê şîretê qebûl kin. Gelo em ça dikarin têderxin, hela em usa dikin yan na? Mesele, em dikarin ji xwe bipirsin: “Gava ez şîretê dixwazim û ev ne li gora dilê min e, gelo ez vê şîretê înkar dikim?” Were em meselekê şêwir kin.

14. Gava mera şîret tê dayînê, gerekê em çi bîr nekin? Meselê bîne. (Binihêre usa jî şikil.)

14 Bide ber çevê xwe, wekî birakî xebateke gelek baş xwera dîtiye. Pêşiya ku qayîl be vê xebatê qebûl ke, ew ji rûspîkî şîretê dixwaze. Bira rûspîra dibêje ku hergê ew vê xebatê qebûl ke, wîra wê lazim be car-cara ser wexteke dirêj ji malbeta xwe dûr bimîne. Rûspî tîne bîra wî ku li gora Kitêba Pîroz, cabdariya wîyî sereke ça serê malbetê ev e, ku bona ruhaniya malbeta xwe xem bike (Efesî 6:4; 1 Tîmotêyo 5:8). Lê giliyên rûspî wî xweş nayên, lema jî ew diçe û ji birên din dipirse heta ku ew şîreta li gora dilê xwe bistîne. Gelo ew bira bi rastî şîretê digere, yan ewî îda safîkirin kiriye û tenê dixwaze ku kesek tevî nihêrandina wî qayîl be? Bîr neke wekî dil xapînok e (Yêremya 17:9). Carna şîreta ku mera bi rastî lazim e, şîreteke usa ye ku qe me xweş nayê.

Xûşkek ji çend xûşk-bira şîretê dixwaze. Ew başqe her kesî dipirse, çimkî caba wan lê xweş nayê.

Gelo em bi rastî şîretê dixwazin, yan em dixwazin ku meriv nihêrandina me qebûl kin? (Binihêre abzasa 14)


GELO WÊ BAŞ BE KU KESÊN DIN DEWSA MIN SAFÎKIRINA BIKIN?

15. Em gerekê çi nekin û çira?

15 Lazim e ku her kes xwexa safîkirina bike (Galatî 6:4, 5). Çawa me dît, pêşiya ku em safîkirinekê bikin, wê baş be ku em ji Kitêba Pîroz û ji xûşk-birên gihîştî şîreta bixwazin. Lê em gerekê ji wana nexwazin, ku dewsa me safîkirina bikin. Mesele, hine kes raste-rast ji wî merivî, qedirê kîjanî digirin, dipirsin: “Hergê tu dewsa min bûyayî, teyê çi bikira?” Hine kes jî diqewime raste-rast napirsin, lê çev didine safîkirina kesên din, dewsa ku xwexa derheqa wê yekê kûr lêkolîn kin.

16. Civata Korintêda Mesîhiya derheqa goştê pûtara qurbankirî gerekê çi safî kirana? (1 Korintî 8:7; 10:25, 26)

16 Qirna yekêda lazim bû ku xûşk-birên civata Korintêda safî kirana, wekî goştê ku diqewime pûtara hatibû qurbankirinê, bixwin yan na. Pawlosê şandî wanra usa nivîsî: “Em zanin ku pût tiştek nîne, û tenê Xwedêk heye” (1 Korintî 8:4). Lema jî hine xûşk-bira difikirîn ku problêm nîne, wekî ewana goştê ku pûtara hatibû qurbankirin û paşê bazarêda dihate firotanê, bixwin. Lê îsafa hine kesa îzin nedida wekî vî goştî bixwin (Bixûne 1 Korintî 8:7; 10:25, 26). Ev yek safîkirineke şexsî bû. Pawlosê şandî tu cara Korintiyara negotibû, ku ewana gerekê dewsa kesên din safîkirina bikin, yan jî çev bidine safîkirina kesên din. Ewî wanra got, ku her yek ji wan “wê bona xwe ber Xwedê cabê bide” (Romayî 14:10-12).

17. Çi dikare biqewime hergê em mîna kesên din safîkirina bikin? (Binihêre usa jî şikil.)

17 Em jî îro dikarin rastî dereca usa bên. Mesele, were em derheqa firaksiyên xûnê bifikirin. Her kes gerekê xwexa safî ke, ku wan firaksiya qebûl ke yan na.b Diqewime mera hêsa nîne derheqa firaksiyên xûnê rind fem kin, lê dîsa jî cabdariya me her kesî ye xwexa vê pirsê safî kin (Romayî 14:4). Hergê em timê mîna kesên din safîkirina bikin, emê tu cara nebine merivne bîlan. Lema jî seva ku em îsafa xwe hîn kin, em gerekê xwexa ser hîmê Kitêba Pîroz safîkirina bikin (Îbranî 5:14). Bona vê yekê, em gerekê berî pêşin xwexa lêkolînê bikin. Hergê dîsa jî mera alîkarî lazim be, ku fem kin kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz dereca meva girêdayî ne, hemikî em dikarin ji xûşk yan birakî gihîştî şîretê bixwazin.

Şikil: 1. Birak seva ku blanka xûnê tije ke, dide xebatê Kitêba Pîroz, kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” dersa 39, û dinihêre vîdêoya bi navê “Ça Safîkirinên Rast Bikin bona Qenckirina Bêxûn”. 2. Paşê ew guh dide birakî ruhanîda gihîştî, yê ku rêzeke Kitêba Pîroz tevî wî şêwir dike.

Pêşiyê em gerekê xwexa lêkolînê bikin û paşê vê yekê em dikarin şîretê bixwazin (Binihêre abzasa 17)


TIMÊ ŞÎRETÊ BIXWAZE

18. Yehowa Xwedê bona me çi kiriye?

18 Yehowa îtbariya xwe me tîne û îzinê dide ku em xwexa safîkirina bikin. Ça Bavê meyî dilovan, ew bi saya Kitêba Pîroz alî me dike, ku em bikaribin safîkirinên baş bikin. Usa jî ewî hevalên bîlan dane me, yên ku dikarin alî me bikin prînsîpên Kitêba Pîroz rast fem kin û li gora van prînsîpa bijîn (Metelok 3:21-23). Em ça dikarin bidine kifşê, ku em bona alîkariya Yehowa razî ne?

19. Em ça dikarin dilê Yehowa şa kin?

19 Gava dê-bav divînin ku zarên wan mezin dibin û dibine xizmetkarên Yehowayî bîlan, û hazir in alî kesên din bikin, ewana gelek şa dibin. Mîna vê yekê, gava Yehowa divîne ku em hêdî-hêdî ruhanîda pêşda diçin, hazir in şîreta qebûl kin û safîkirinên bîlan dikin, dilê wî jî gelek şa dibe.

SEVA KU EZ JI ŞÎRETA KARÊ BISTÎNIM, ÇIMA FERZ E WEKÎ EZ . . .

  • milûk û şkestî bim?

  • hazir bim şîreta qebûl kim?

  • xwexa safîkirina bikim?

KILAMA 127 Ez Gerekî Yekî Çawa bim?

a Mesîhî dikarin şîreta ji wan meriva jî bixwazin, yên ku xizmetkarên Yehowa nînin, mesele derheqa pera, sihet-qewatê û tiştên din.

b Seva ku hê zêde înformasiya derheqa vê têmê bivînin, binihêrin kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!, dersa 39, abzasa 5 û para “Hê Zêde Pêbihese”.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Rûspî şîretê dide rûspîkî din, derheqa cûrê xeberdana wîye sert tevî koma rûspiya.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin